|
QETİLKİRİNA JİN A
FÎNANSA KAPÎTAL
Yek nebû hezar hebû.
Yek jin nebûn hezar jin hebûn.
Tê gotin ku xwedê destpêkê Adem
çêkiriye. Piştre jî ji hestiyê
parsûyê Adem Hewa çêkiriye. Hewa
parçeyeke ji hestuyê parsûyê Adem e.
Ne parsû tevahî jî, tenê parçeyek.
Xwedê ew qas bêqîmet ango erzan
nêzîkê Hewa bûye ku tevahiya persû
jî hêjayê wê nedîtiye.
Tê gotin ku Adem bi tirkî ji adam
hatiye (adam peyveke tirkiye li gorî
tirkî hatiye şîrovekirin). Adam jî
zilam
e. Zilam jî di wateya mirov de
tê bikaranîn. Tu nabêjî mebesta wan
ji Adam jî mirov e. Niha jî dibêjin
ya ‘bibe zilam (adam), wek zilam be,
mirovê (adamı) zanyar, zilamê
dewletê, zilamê rêxistinê’ hwd.
Dirêj dibe diçe. Di çêkera ziman de
pir peyv ango têgehên bi zilam tê
vegotin hene. Tev dibin şewqderên
formên çandeke nêr a tê ser ziman e.
Baş e ma Hewa? Hewa, Hewaya reben,
xûlqekî zilam e. Wê ew heriya ku
Adem jê hatiye çêkirin heq nekiriye.
Tişta hêjaya wê hatiye dîtin ji
parçeyekî biçûk a hestuyê parsûyê
Adem wêdatir nîne. Ango di rastiyê
de ew weke pêveka (ek) zilam e. Çima
hatiye afirandin? Çawa çima? Helbet
ji bo pêşwazî kirina pêwîstiya tenê
nemane zilam e! Qey tiştek pir
hindike ku zilam xwe tenê hes (his)
bike. Ji bo ji derveyî zayenda xwe
bi heyîna yekê hesîn kêfxweşbe.
Di dîtina xwedê de zilam ew qas
hêjaye ku jin ji bo zewqê bide wî,
jêre xizmet bike hatiye afirandin.
Hem jî ji persûyê wî hatiye
afirandin ku ji bo hertimî jê re
dilsoz û minetdarê wî bimîne.
Ji bo pêgirtî (bağımlı) be.
Niha jî dibêjin ya, jin bê zilam
dê çibike? Çawa bijî? Jin jî hertim
dibije, ma ez dê bêzilam çi bikim?
Çawa bijîm?! Heke temena wê hinek
mezin be dikeve nava buhranê.
fikara ji aliyê zilam ve nehatina
ecibandinê dike, tirsa bêxwedîbûnê
dijî. Çi heye ku heya xwediyê xwe
zilam nînbe, nikare xwe bihizire,
bixe cihekî. Jiyaneke ku zilam jê re
xwedîtiyê neke, serdest nebe xiyal
jî nake. Nake ji ber, ji hinga
têgihiştina wê ya jiyanê çêbûye heya
niha xwe wisa dîtiye, wisa fêrbûye û
ji tişta ku fêrbûye re jî,
bipîrozkirinê re bawerkirye.
Em dizanin ku her baweriyeke bihêz
di heman demê de hişmendiye jî.
Bingeha hişmendiyên sexlem her timî
dispêrin baweriyên bihêz. Bawerî
cukên xwe bi xwedî kirinê re rê li
ber çêkirina paradîgmayên bihêz
vedike. Paradîgmaya ji bo jin jî
wisa çêdibe. Di destpêkê de
baweriyeke ku jin miroveke kême tê
pêşxistin, piştre gav bi gav
hişmendiya wê, exlaq û çanda wê tê
hûnandin. Heke mirovan çîroka Adem û
Hewa ya ku di tevahî pirtûkên
muqades de derbas dibe bawer
nekiriban, qey dê jin ev qas
hatibana biçûkxistin, awartin û kole
kirin? Baweriya ji vê çîrokê re,
felsefeya nêzîkatiya ji bûyera jin
re diyar dike. Çiye ev felsefe? Ev
e; ji ber jin kêm hatiye afirandin
ne miroveke tam e. Ji ber vê çendê
ji mirov nayê hesibandin. Ji mafên
ji zilamê mirov re tê naskirin jin
jê sûd nikare bigre. Qesta wan a ji
mafê mirovan mafê zilaman e. Ji ber
jin parçeyekî ji zilam e, ji lewra
jî hişê wê kêm e. Hişê wê zêde
naşixûle. Ji qabiliyeta hizirîn,
rastiyê dîtin û pêkanînê dûre. Li
hember her karekî ku jin dike re
biguman tê temaşekirin. Ji her
tiştekî dibêje re bi şik
pêşwazîkirinê dixwaze. Hîn di pir
welatên Rojhilata Navîn de jinek
tenê nikare di dadgehan de şahîdiyê
bike ango bawerî jê re nayê dayîn.
Dîsa jin wekî hizra xwe, di wateya
şexsiyetê de jî sivik tê dîtin. Weke
tiştekî pêkêfxweşbûnê nêzîkbûn
çêdibe. Gava jin tê pênasekirin yan
jî behsa wê tê kirin hizra wê,
şexsiyeta wê nayê pênasekirin,
behskirin. An jî dema behs dikin û
pênase dikin pênase û behskirin li
ser fizîka wê tê pêşxistin. Li gorî
zewqa zilam, li gorî şêwaza zewq
girtinê cihêbûnek tê nîşandan. Pirek
car dişibînin fêkî, şirînahî,
vexwarin, mêşan û zarokê ajalan.
Ango jin tiştek wisaye ku were
xwarin, vexwarin, bêhn kirin, wek
zarokekî were heskirin-lêdan. Li gel
vê bizarok çêkirinê re eslê zilam
xistina binbaweriyê, bizarok
çêkirinê re sînor jî namîne
berpirsyariya xwedî kirina zarokan
hilgirtin, hemû cure xizmeta zilam
kirin, vana tev jî hestekî teqez a
îteat kirinê tîne cih, va tişteke
wisaye ku heyîna xwe deyndarê zilam
dibîne, ji lewra jî bîst û çar
saetan jê re şikur dike!....
Çi bike bila bike karê dike bênirx
e. Nirxekî keda xwe nîne. Ji ber ku
jixwe dema hate afirandin ti nirx jê
re nehatibû dayîn. Ji bo ew tiştên
dike hatibû afirandin. Heceta
afirandina wê jixwe xizmet û îteat
ji zilam re kirine. Divê rabe rûne
jê re şikur bike. Heke zilam
nehatiba afirandin ew nedihat
afirandin. Helbûkî xwedê dikarî tenê
zilam biafirîne. Jin neba jî zilam
dikarî hebe. Lê zilam nebe negengaze
jin jî heba.
Vaye cewher-xulaseya felsefeya ji bo
jin hatiye çêkirin ev e. Ev felsefe
di her demekî de kur dibe û curbecur
dibe û didome. Lê helbet em baş
dizanin ku rastî ev ne wihaye. Ne
zilam Adem bû ne jî jin Hewa bû.
Mîtolojiya Adem Hewa mîtolojiya bi
xwasteka bêmirin kirina îxtîdara
zilam hatiye derxistin ango
lihevanîn e. Pêşketinên zanistî
îspatkiriye ku ji beriya îxtîdara
zilam nêzîkê 10.000 salan de jin,
kirdeya jiyanê, afrînera jiyanê,
berhemdar, hêza fêrker bû û ev jî di
demek pir dirêj de hatiye jiyîn. Li
gorî zilam xweza û zekaya jin a hîn
zêdetir pêşketî şoreşa despêkê ya
mirovahiyê û şoreşa wê ya herî mezin
şoreşa civakbûnê pêkaniye. Jina
destpêkê bûye mirov, bizilam
terbiyekirin û perwerdekirinê re wî
kiriye mirov. Kombûna ew mirovên
aniye ligel hev re, afirandina çanda
komînal a jiyankirineke azad, wekhev,
dadwer bi hev re çêkiriye.
Parvekirin, xweşbînî, rêz, hezkirin
ku fazîleta herî bingehîn a
mirovahiyê bû weke daraziya exlaqî
ya bingehê jiyanê pêşxistiye. Ji ber
rê li ber van pêşketinan vekiriye,
ji lewma jî hatiye pîroz kirin. Bûye
totem. Pir hêykelên jin hatine
çêkirin. Şkeftên ku cihên destpêkê
ya jiyanêbûn, bi fîgûrên jin hatine
xemilandin. Zanyariya Arkeolojî ev
keşîf derxistiye holê, bidahûrandina
zimanên berê re hatiye şîrovekirin.
Nêzîkê 10.000 sal bibandora ew çand
û pergala jin afirandibû re hatiye
jiyankirin.
Di roja me de zanyariya bîyolojîk jî
îspatkiriye ku zilam dirêjahiya jin
ê ye. Fîzîka jin zilam berfireh
dike, encax fîzîka zilam jin
berfireh nake. Ev bûyer dibe vê
tiştahe ku berovajiyê pirtûkên pîroz
ne jin ji zilam, zilam ji jin
çêbûye.
Dema ev rastiyên ayîdê jinê di aliyê
zanistî de tê piştrast kirin gelo
çima hîn jî ev trajediya niha jin di
tê de dijî tê jiyîn. Dê başe zanista
rastiya ayîdê jin piştrast kir lê
divê ev trajediya tê jiyîn çawa were
pênasekirin? Jixwe nederketin di vir
de ye. Hem tu dê ev qas bibî navend
û kirdeya jiyanê û hem jî tu dê di
vê astê de ji derveyî jiyanê bimînî,
bibî tiştekî pêkenok-kêfxweşiya her
zilamekê! Tu dê bii kedek û êşek
mezin ve jiyanê girêk bi girêk
bihûnî, lê di aliyê din de jî tu (jin)
dê ji jinbûna xwe şerm bikî û tu dê
xwe di rewşeke biçûk de bibînî! Ez
bawer dikim ku peyva trajedî jî vê
rastiyê baş pêşwazî nake.
Îxtadara zilam!...
Îxtîdar a dikuje!...
Tiştên jin afirandibûn yek biyek
bipêşketina îxtîdara zilam ve
dejenere bû, çû.
Zilam ji bo îxtîdara xwe çêbike êriş
li ser nirxên jin afirandibû, kir.
Tiştên ji aliyê jin ve hatibûn
afirandin, berhema hizir û hesteke
zayînder û afîrîner ya wê bûn. Ji bo
vê êrişa yekem a zilam li ser hest û
ramanên jin çêbû. Zilam, ji bo
baweriyeke bide çêkirin ku jin
bêhizr e û bê raman e çîrok pêşxist
ango destê xwe dirêjî mîtosan kir.
Çîrokên curbecur derxistin. Derew
afirandin. Ji bo hestên jinê biçûk
bixîne jin bi aweyek pir ajoker û
lewaz pênase kir. Evîn anî wateyekî
ku jin ajoya xwe hîn bandortir û
balkêştir tê de bikartîne û bi vêra
mîtosa xwendavendên evînê afirandin.
Evîn bi zayendîtiyê re wekhevgirt.
Ew bedena jin a demek pîroz dihate
dîtin, rûberûyê dagirkeriya zilam a
xwe têrkirinê ma. Îxtîdara zilam, ji
bo hîn zêdetir beden, hest û ramanên
jinê dagir bike çanda fahîşetiyê
pêşxist. Kerxaneya yekem ji aliyê
îxtîdara zilam ve hatiye sazkirin.
Li Paytexta Sumeran Nîpûrê da BM
2500’an de binavê ‘Museqedîn’ hatiye
avakirin. Zilam ji bo îxtîdîra xwe
çêbike fahîşetiyê çêkir, piştre jî
wekî jin fahîşetiyê pêşxistiye kete
nava şerên namûsê yê sixte. Şerên
namûsê di cewherê xwe de şerên
îxtîdarê bû. Şerê jin wê hîn zêdetir
ya kîjan zilamî be bû û heya îro jî
tê. Ew jina gelemperî kir
fahîşe. Ew jina taybet jî kiribû
dibin lewheya namûsê de, bikirina
malê xwe re kire fahîşeya xwe. Di
rastiyê de taybetkirina jin, rewşekî
hîn xirap û biêştir derxiste holê.
Bivê, nevê her kêlî neçar ma ku
vekirîbe ji arezûyê zilam re. Zewac,
koletiya jinê hîn zêdetir giran kir.
Heke jina ji derve pênç caran
rûberûyê êrişan dimîne, jina di malê
de herî kêm bîst caran rûberûyê êriş,
êşkence ye û kete nava rewşekî
tecawizê. Di vî alî de di rastiyê de
kerxane ango malagiştî ji mala
taybet tesîr bûye û çavkaniya xwe jî
mala taybet e. Malagiştî, şêweya
gelemperî kirina mala taybet e. Cihê
ku derewa evînê derxistiye holê mala
taybet e. Hîn rastirîn jî ya tişta
mala taybet afirand derewa eşq e.
Jin, ji ber wisa dihizire ku ew
bixwe bênirxe, kêrî tiştek nayê ji
ber vê zû ji vê derewê bawer dike.
Ew gotinên zilam ku ji bo xwe nirx û
hêzeke mezin dibîne wekî “ji te hez
dikim. Evîndarê te me, wisa
evîndarim, tu wisa bedewî, nirxdarî”
û whd. ji wê re weke litfek
mezin tê. Bêyî ku hest û ramanên xwe
pênase bike, birastî jî hîna nizane
eleqeya xwe jê re heye an nîne
amadeye ku xwe radestî zilam bike.
Ji ber a bênirx ew e ku heyîneke
nirxdar van gotinan jê re dike.
Bixwe çi dihizre, biçi dihese na!
Ger zilam jê re dibêje ez ji te hez
dikim tişta tenê bike bimineteke
mezin û sedaqatiyeke mezin ve
bi wî ve hatina girêdan e. Vaye
aliyekî trajediyê jî ev e. Û herî
tişta zehmet ango xemgîn jî bi
bawerkirinê re viya pêkanîne. Herhal
hundirîn kirina koletiyê divê ev be.
Îro bimilyonan jin bi vê derewê
bawerkirinê re di nava êşan de
dijîn!...
Ev baweriya bi van derewên mezin ku
hatiye çêkirin, zanebûna serdest a
şêweya baweriya kurbûyî, îxtîdara
zilam bire serkeftin ê. Zilam,
îxtîdara xwe li ser koletiya jin
avakir. Ew statûya koletiyê ya jin
ketiye nav de mîtosên tijî bi
derewan re wisa pê dan bawerkirin ku
jin, tişta ku jiyan dikir weke
pêwîstiyek xwezayî fam kir, dît û
bawer kir. Bi heman şêweyî hemû
civak jî bi vê derewê dan
bawerkirin. Û rastiya civake kî
zayendperest dispêre şovenîzma zilam
afirandiye.
Di vê mijarê de daxuyaniya Rêber
APO pir balkêş e. “faşîzma herî
kevin, herî êrişkar, nêzîktiya zilam
li hember jin e.” Jêdera faşîzm di
cewherê wê de derketiye û xwedîbûye,
şovenîzma ku xwe dispêre zayenda
zilam e. Zêhniyeta desthilatdar a
zilam û îxtîdarbûna vê zêhniyetê li
hember jinê şerekî bixwîn-bêrehm re
destpêkiriye, bipaşxistina çand û
pergala ku di derûdora jin de hatibû
honandin re ketiye serdema koletiya
civakî ya destpêkê hatibû kolekirin
jî jin bûye, lê pişt re jî zilam
hatiye kolekirin. Pergala nêrbûyî,
ew jina xistiye bin çavderiya xwe,
di zilam girtina bin kontrolê de
weke çekek dayê bikaranîn.
Ev bûye zêhniyetek ku rastiya
malbatê derxistiye. Malbat, di
aliyekî de jin û zilam xistina bin
kontrola îxtîdara zilam, di aliyê
din de jî saziyeke kirina(entegre)
nav pergalê ye. Malbata ku jin û
zilam ji aliyê pergala nêr ve dide
perwerdekirin, kedîkirin û çanda
îxtîdarê çêkiriye, ji pergalê re
rola gen a navend lîstiye.
Îxtîdarperestî, bi riya malbatê de
bi tevahî çavikên civakê dayîna
vexwarin de, ji îxtîdara
dewletperest ku pergala
desthilatdariya zilam re rewatî daye
qezençkirin. Zilm û mêtîngeriya
bipergal re zilamê ku xwe hêz
dibîne, dewletê rêvebi ye. Her
zilamê ku ji derveyî vê maye jî
diber rêvebirina malbatê de hatiye
peywirdarkirin, kevneşop û hiqûq li
gorî wê hatiye çêkirin. Zilamê
malbatê ji viya tê. Zilamê ku
sermayê di destê xwe de digire, dema
xwe ji bo reyîstiya tevahiya civakê
dide pêş dewlemendê biçûk jî
reyîstiya malbatê ya dendika civak û
dewletê çêdike, girtiye.
Ji demê derbasbûyî heya roja me di
cîhanê de ji dervey hêza dewletê ti
hêz mirov-mirovahiyê ji hemû mafên
xwey ên xwezayî û bingehîn bifeqîr
hiştinê re mêtînger kiriye,
biçûkxistiye, bê azadî hiştiye,
tunekiriye, hemû cûre bêmafiyê û
dijwariyê li ser mirovahiyê ferz
kiriye nîne. Lê di aliyê din de li
tevî van hemû xirabiyên ku kiriye jî,
ti hêz biqandî dewletê rewa nîne.
Dema dewlet jêdara tevahiya nebaşî
ango xirabiyane, çawa dibê ku ev qas
xwe dikare rewa û mafdar bike? Divê
herî nakokiya kur ev be!
Di dîroka mirovahiyê de hemû şerên
zalim û bixwîn, binavê dewletê
parastin-avakirin-belav kirinê
hatiye kirin. Di her şerekî de
bimilyonan mirov mirine, birîndar
bûne, axên xwe terikandine, birçî û
tazî mane, êş kişandine. Bi navê çi?
Bi navê dewletê! Bi navê hırsa
qismekî ku îxtîdarê di destê xwe de
digre mezin kirina ıxtîdara xweye!
Encax tişta herî biêştir jî ew e ku
rewa dîtina ev şeran e ji aliyê
gelan û civakanve ye. Baş e ev çawa
dibe? Hem dê mexdurê tevahiya şerên
gel û civakêbin û hem jî dê seknekî
şerên mafdar bibîne bide nîşandan.
Her çiqasî wek nakokiyekî were dîtin
jî, dema mirov li asteya kolebûna
gelan û civakan dixe di rastiyê de
dibe rewşekî xwezayî were
pêşwazîkirine.
Bi civakê ew qas dane bawerkirin ku
dewlet, wî
diparêze-parastiye-xwedîkiriye, ji
lewra jî hatiye rewşekî ku negengaze
heyîna xwe bêdewlet bihizire. Civak
xistine nava rewşekî ku nakare
jiyana xwe bê dewlet pênase
bike û bimeşîne. Spartekên vê
zêhniyetê dîsa diçe heya koka malbat
ê. Pergala baviksaleriyê ku jinê
dagirkiriye, bêşexsyet kiriye û
bênasname hiştiye, jinê ew qas
bêçare û bêparastin hiştiye ku li
hember jinê rizgarkerekî tene bûye
zilam. Pênaseyekî nû a jin û zilam
pêşxistiye; jin zayendeke belengaz,
pêdiviya xwe biparastin û xwedî
kirinê heye(?) zilam jî zayendek
jinê diparêze, himê dike, xwedî
dike, berpirsyariya wê dike, hêz û
îxtîdarê di destê xwe de digire
ye(?) dema jin destbi hizirînê dike
jiyana xwe bê zilam nahizire. Civak
jî xwe û jiyana xwe bê dewlet
nahizirîne. Ev şêwazê hizirandinê
koletiyê hîn zêdetir kur dike.
Koletiya civakî her kur dibe
îxtîdara zilam jî bilindtir dibe. Di
asteya pergalî de digihije
împeretoriyê.
Bêguman her timî şer û raperînên jin
li hember vê çerqa mêtîngeriyê
çêbûye. Gelan jî biheman şêweyî şer
kirin e. Encax bûyera îxtîdarê,
zilmê û mêtîngeriyê çêdike, ji ber
bi kokdarî nehatiye lêpirsîn kirin û
derbaskirin serkeftî nebûye. Ji ber
ku heyraniya îxtîdar-dewletê hertimî
hatiye parastin. Ketine nava xwe
xapandinekî ger dewletekî sosyalîst
çêbibe dê ji jinan re, gelan re
azadî, wekhevî, dadwerî bîne. Hal bi
hal di cewherê dewletê de îxtîdar,
di cewherê îxtîdarê de jî dagirkerî
û zilm hebû. Bûyerek ku di aveyna
(maya) xwe de mêtîngerî û zilm heye
dê çawa azadiyê bizê?
Her tevger û têkoşînekî
demokratîk-sosyalîst ku paradîgmaya
dewletperest derbas nekirin,
berevajiyê vê
dewletperestî-îxtîdarperestiyê
çêkirin. Dûrî anîna demokrasî,
azadiyê ketine. Bi vê şêweyî hêviya
azadiya milyonan jî şikînandine.
Hêviya ev qas mirovên pir ku
şikestibû rûn li ser nanê pergala
fînans a kapîtal ku herî asteya
pêşketî a pergala desthilatdariya
zilam e daye.
Fînansa kapîtal sînora dawî ya
pergala desthildariya zilam e ku 5-6
hezar sal gihiştiyê ye. Şêweya wê ya
herî pêşketî, belavker û sazî bûye
ye. Cewherê wê dispêre wekî berê
niha şeş hezar salan derewan,
dekudolap, talan, zorê ango
mêtîngeriyê. Lê şeklê ku ew
gihiştiye rê û rêbazên hîn zêdetir
zirav, hîn eyardar, hîn cihêtir e.
Di vê wateyê de dagirkerî hîn
zêdetir kurbûye, koletî hîn
girantirbûye. Heceta têkoşîna
bindestan azadî, wekhevî, dadwerî,
aşitî û demokrasî, bûyerên ku ji
aliyê desthildaran ve hîn zêdetir
hatine bilêkirin in. Ew nirxên ku
bindest bi ked û xwîna xwe çêkiribû,
di deve desthilatdar ku derew
vedireşe de wekî ziviriye peyvên
bijehr. Azadî, bûye azadiya her
tiştê ku desthilatdar dixwaze bike
ye. Di pêşxistina şer de azad e.
Kuştinê de azad e. Tecawiz kirinê
de azad e. Firotinê de azad e.
Pêşkêş kirine de azad e. Di girtina
bin çavan û kontrol kirine de azad e
bes ku tenê weke kesek tevbigere. Di
vexwarina ereqê de, tiryakî
bikaranînê de, fihuş kirin-dayîna
kirinê de li hember kesekê ti
berpirsyarî, rêz-hezkirin nejiyînê,
dixwaze di kolanan de, dixwaze li
ser ziblê (çop), dixwaze li ber derî
razan û mayînê de, bi kurtasî çi
dixwaze, çawa dixwaze bijî azad e.
Tene binavê civakê, binavê civakbûnê
bila tevnegere. Azadî, wekhevî,
demokrasî û aşitiya desthiladar jî
li gorî van krîterane. Ji ber vê
çendê bi qandî ezezî bûye, ew qas jî
ezezîtî pêşxistiye û daye kirin jî.
Biqandî bûye tekel ew qas jî
tekelbûn çêkiriye ango pêşxistiye.
Bi qandî yek bûye tîp ew qas jî yek
tîp jî kiriye. Civakbûn ku
renkdarbûnê, dewlemendbûne, cihêbûnê
bi belavkirinê ve di derdora
şexstiyet ku heya atomên xwe hatiye
parçekirin, dejenere bûye jiyanekî
bê rih, nezindî, bêreng û monoton
hunandiye. Ew keriyên ku ji
pêşnûmeyên mirov çêdibe bi vî şêweyî
girtiye bin kontrola xwe, meşandiye.
Desthildarê bêqusir, bêyî ku destê
xwe ji ava germ têxe ava sar hemû
dewlemendiyên cîhanê dixe bin
çavderiya xwe de. Cîhanê
bizivirandina gund ve dixwaze bibe
împaratorê gund jî. Li her deverekî
holding an avadike. Sermayeyê ji xwe
re diherikîne. Ji xwe re keriyê
mirovan ên birçî, xêzan û feqîr
çêdike ku mihtacê xwe bike.
Girêdanbûn ango koletiya gelan bi
riya birçîbûnê ve pêşdixîne.
Serdestiya xwe biçêkirina kombûnên
bîst û çar saetan mîdeya xwe
dihizire, ajoyî, bêşexsiyet re bihêz
dike. Bi pereyan hikumetan û
dewletan dikire, dewletokan avadike.
Bi pereyan îxtîdarên alternatîf
çêdike û darbe dike. Yê bi pere
aniye ser îxtîdarê bi qandî li gorî
berjewendiya xwe bikartîne, piştre
jî darve dike. Mînaka Sadam di vê
mijarê de pir balkêş e. Bi pere
mirov difroşe û dikire. Pere, pere,
pere, pere di her wateyekî de rih,
mejî, wijdan û karekterê fînansa
kapîtale. Pere û pişt wê re jî
serdestî!
Pere dinya yê birêve dibe. Xwedê
pereye. Pere her tişte. Her tişt
bûye pere. Kes bûye pere, jin bûye
pere, civak bûye pere. Her tişt bûye
meta û ketiye gerê. Divê mirov
bipirse, di kîjan wextê dîrokê de
mirovahî ev qas ketiye-hatiye
xistin? Di kîjan demê dîrokê de
mirov ji bo pênç qiruşê pere rumeta
xwe firotiye? Di kîjan dema dîrokê
de jin ev qas bûye sermaya ger ê ya
bingehîn ji bo bazaran? Ti caran!
Belê, ti caran!, ev mirovahî ev qas
ketîbûn nejiya ye. Jin ticaran, di
vê pileyê de neketiye. Ticaran, bi
qandî vê demê jin, di vê asteyê de
nekiriye amûr ji bo arezûya îxtîdara
desthilatdar. Fînansa kapîtal ku
desthilatdariya zilam a bêqusûr e,
di çêkirin ango avakirina cîhana
desthilatdar de jinê bêsînor
bikartîne. Bi ew jina kiriye meta re
jin, zilam û civakê digre bin
kontrol ê. Viya jî li gel hest û
ramanên jinê beden û zayendîtiya wê
jî bi dagirkirinê re dike. Ji her
parçeyekî bedena wê re fiyetek dide.
Wekî xwarin, vexwarin û tiştên din
difiroş e. Dema seyare difroşe fizîk
û zayendîtiya jinê bikartîne. Wekî
ne seyare tê firotin, jin dê bê
firotin. Gava reklama fêkiyek dike
li dewsa e, ji şampuan zêdetir
reklama tişta ku ji jinê dixwaze
bike refdarên jinitî dike ango dide
reklama fêkiyê bike zêdetir eleqeyê
li ser dev-lêvê jinê kur dike. Dema
reklama şampoyê dike jî heman tiştê
dike. Adeta tişta tê gotin ev e; her
tişta ku em reklama wê dikin wisa
ferz bikin ku jina li hember we ye.
Wiya wekî ku hun jinê dixwazin,
bixwazin. Wekî hun dixwazin jinê
xerç bikin, xerç bikin. Dest dayîna
wê tişte, xwarinê, xwarinê, wekî hun
deste xwe bidin jinekî dê zewq bide
we. Şêweya reklam û peyama naveroka
dîtinî ku dide di temaşavanan de
rêvebirinekî ruhî û derûnî
pêşdixîne. Li gel viya jinê bikirina
tiştan ve zayendîtiya civakî kur
dike. Jina ku mirove diavêje dervê
hemû nirxên mirovahiyê. Biçûk dixe,
dizivirîne malzemeyekî pêşkêşkirinê.
Ew fiyetê dide seyare, xwarin,
vexwarinê dide jinê jî. Di rastiyê
de her du jî derdixe firotinê. Yek
girtin biyê din re wekhev tê girtin.
Reklam bixwe weke amûrên berhema
bîrdozî ya herî bihêz ya pergala
fînansa kapîtal herî berhemeke
bîrdozî ya giran û bibandor çêdike.
Fînansa kapîtal zayendîtiya jin
weke afyonek bikaranînê re hem
ajoyên jin û hem jî yên zilam sor
dike û li gorî ku dixwaze jî şêwe
dide wê. Wekî ku Rêber APO dibêje ;
fînansa kapîtal, ji bo jin bigre bin
çavderiya xwe zayendîtiya wê
bikartîne. Dê çawa evîndar bibe,
çawa bijî, çawa hez bike tev yek tîp
dike. Bi riya jin îxtîdara civakê
armanç dike. Rasenî û cihêbûna te
nasnake. Ez çawa diyar dikim tu dê
wisa bî, sedî sed dibêje tu dê
didestê min de bî.” ,
Ew jina ku fînansa kapîtal
afirandiye, kiriye nesneyekî
xerçkirina zayendî. Rihê wê heye lê
nîne, mejiyê wê heye lê nîne, hesta
wê heye lê nîne, adeta afyonekî
civakê dihewîne ango ser hişê xwe
dibe. Fînansa kapîtal ew jina ku
pêşkêşê bazarê dike weke tîpa jina
maqûl ango îdeal lanse dike û her
jinekî teşwîqê xwe gihandina van
pîvanan dike û hewla pêkanîna
viya dide. Cîhaneke biyanî ya
sanal ku dûrî cewher û xwezaya jin e
jinê dikşîne nava viya, ew
biyanîbûna li hember heyîna xwe
kurtir dike. Wekî ku pere fetîş
dike, ew jina ku fizîka xwe bi
jinitî pêşkêş dike-bikartîne jî
fetîş dike, riya diçe dewlemendiyê
weke hilbijartinekî tene ji jinê re
ji dervey xwe bazarkirinê alternatîf
nasnake. Ji jinê re, biqandî ku bûye
meta re ‘maf nas dike’. Yan tu dê
wisa bî, yan jî tu dê birçî bimînî û
bimirî.” Dibêje.
Qey bi bandor nabe? Helbet dibe! Hem
jî pir bandor! Tu hin dinerî jinên
ku pereyên xwe hene wekî ew jina ku
di reklaman de, sînemayan de,
dîziyan de dîtiye, xweşa wê çûye cil
li xwe dike û xwe dixemilîne. Jina
ku pora xwe nîne jî hemû xeyalên xwe
û utopyayên xwe nezîrê ji bo rojek
weke wan bijî dikin, lehnetê li
çarenûsa xwe tîne û jiyanê li xwe
dike jehr. Dikeve nava hûcreyên
dinya ya sanal û diçe. Dema derfet
dikeve destê wê wekî ew jina ku di
ekran de dibîne li xwe dike û xwe
dixemilîne. Modelên pora xwe
dişibîne ya wan. Hewl dide tevger û
nêzîkatiyên xwe, mîmîkên xwe, zimanê
xwe yê axaftinê wekî yê wê bike.
Dikeve nava hewldanekî ku şehwet bar
bike li nêrîna xwe wekî ew jina di
ekran de.
Fînansa kapîtal medyayê pir bibandor
bikaranînê re jinê digre bin kontrol
e. Jin, dikeve nava hizrekê ku ka dê
çiqas bişibe ew jina di medya de
dibîne, dê ew qas jî bikare zilam
tesîr bike û bibe xwediyê wî. Ango,
metabûnê bijinê vê dide têrkirin. Ew
îcada pergalê wekî ayîdê xwe, weke
bûyerekî pir xwezayî ye dest digre,
bawer dike.
Di cewher de ew jina ku texlîta jina
di bazarê de dike, ew jina ku di
lêgerîna weke wan bûyînê dene jî
bûne meta. Ji ber ku heman lîstokê
ew jî dinava qada taybet de dilîze.
Ew dagirkeriya li ser jin û
zayendî ew qas hatiye rewşeke
tirsnak ku pornografî jî niha bi
azadiyê re wekhev tê destgirtin. Bi
şêweyekî ji raman-hest-ji bûyîna
rastiya mirov ew qas dure ku bêsînor
ajo pêşxistin, bêkontrol û bêexlaq
jî weke azadiya zayendîtî tê
têgihiştin. Evîn ku weke pîvana herî
pêşketî, afrîner, biberhem, herî
enerjiya parveker û bi erdeme ya
mirov e, niha ketiye rewşekî
tunekirina zayendîtî, ramanî, hest û
ruhî. Evîn, ziviriye rewşa kunên reş
ku enerjiya jiyanê dimêje-xilas
dike.
Di ti demênên dîrokê de rewabûna
dagirkeriya zayendîtî û xerçkirina
wê ev qas bi derewa evînê ve
neketiye qonaxake tirsnak û jêrevîn.
Dewletên fînansa kapîtal, ji bo
îxtîdarê jî kontrol bike jin weke
çekek bikartîne. Mînaka Clînton
gelek balkêş e. Dema Bill Clîntonê
ku fînansa kapîtal birêve dibir ji
dervey çavderiya Îsraîl derket, bi
skandala Monîka re yekser
girte bin kontrole. Di cîhanê de, di
herêmê de mînakên wisa pir in.
Pergal her kesekî ku ji dervey
pergalê derdikeve û dixwaze bigre
bin kontrole biriya jin rê digre bin
kontrolê.
Bi ew çanda rekabet a dibin kontrola
xwe de pêşxistiye re, şîdet û
îxtîdarê diafrîne ango çêdike.
Dikeve nava hemû şanikên civakê.
Dikeve nava cîhana raman, hest û
rûhî ya mirovan, psîkolojiya wan
diyar dike, şêwe û alî dide
têkiliyên wan ên civakî. Belku yekem
care îxtîdar ev qas ziviriye
organîzmayekî zindî û gelemperî. Ji
bo destnîşankirina asteya gihiştiyê
jî jê re tê gotin biyo-îxtîdar jî.
Ango îxtîdarekî
zindî-dînamîk-îxtıdarekî di herî
şanikekî biçûk ê jiyanê de heyîna
xwe dide nîşandane. Îxtîdarekî
tevahiya enerjiya jiyanê ya xwezayî
dimêje-xilas dikeye. Îxtîdara ku
jinê û ew nirxên wê yên komînal a
afirandiye dikuje ye.
Fînansa kapîtal her tiştê digre bin
kontrola xwe re teşe didêyê. Ger
neteweperestî dê pêşbikeve jî dê
bixwe pêşbixe û dê di kontrola wî de
pêşbikeve. Ger dê olperestî
pêşbikeve jî dê bixwe pêşbixe û
kontrola wî de pêşbikeve. Ger dê
zanistî pêşbikeve jî dê bixwe jî
pêşbixwe û di kontrolê pêşbikeve.
Ger dê zayendîtî pêşbikeve dê bixwe
pêşbixe û di kontrola wî de
pêşbikeve. Jixwe bixwe van bûyerên
li ser serê mirovahiyê pêşdixe. Ji
bo vê jî pêşxistina wî jî berdewam
dike. Dema li gorî karê wî be ango
berjewendiyê wî be neteweperestiyê
bikartîne, olperestî bikartîne, dema
li gorî berjewendiyê wî jî be
zanistiyê bikartîne, dema li gorî
karê wî be jî zayendîparêziyê
bikartîne.
Bi vegotina xwe ya din fînansa
kapîtal, bêy ku sînorên exlaqî
nasbike rewşa madîbûna zekaya
analîtîk a bêpîvan pêşdikeveye.
Felsefeya îxtîdara zilam a çav birçî
“an tu dê bibî ya min an jî tu dê
bimirî” a hatiye ziman û ziviriye
çalekiyê ye.
Helbet ev bîrdoziyekî neyê
derbaskirin, pergalekî neyê
hilweşandin nîne. Ew tiştên ku jin
afirandiye û kiriye nirxên
mirovahiyê ên mayînde, li kêleka ev
derewên pergal afirandine, ew
berhemên ku biderewan hatine
strandin de, nirxekî kokdar û bêcur
vedibêje. Ev derew bêy ku rê ji
ti şikê re cih bihêle nirxên ku bibe
welatê rojê ya mirovahî bêrî dikeye.
Û parastina van nirxan, pêşxistin û
têkoşîna zivirandina ji bo pergala
civakek mayînde ev ji 30 salan
zêdetire Tevgera Azadiya Kurdistanê
û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê
ku ji nava vê tevgerê de derketibû
dide. Rojhilata Navîn a ku ji
mirovahiyê re, civakbûnê re, mirovê
azadi civaka azad û ji jiyana azad
re derguştiyê dike, îro ew zaroyên
xwe yên di himêza wê de
çêbûne-mezinbûne, bi dildariyên
azadiyê re û şerê azadiyê re ji xwa
xwe ya kur şiyar dibin.
Jina demê ya nehatiye nivîsandin, ji
rojhilata navîn destpê dike û ruyê
erde ji jiyana azad re vekir. Hîn li
piştre ji aliyê îxtîdara zilam ve ev
jina ku li ser wê hate beton kirin,
bi têkoşîna jina azad a Kurdistanê
ve ji nûve za û berdewam kirina ji
bo zêdekirina zayîna xwe çêdike. Û
ev jin ji nû de ji Rojhilata Navîn
destpê dike îdaya rûyê erde ji ew
tarîtiyê rizgarbike û wergere
ronahiyê dideyne holê. İsrar di
felsefeya mirovahiyê de dike.
Civaka ku bi jinê re hatiye xistin,
encax û encax bi jina azad re bilind
bibe. Nirx bidest bixe, bigihije
erdemên mirovahiyê û mafên xwe. Jina
azad bûyî, bixwe re dê civakekî azad
bûyî biafrîne.
Coxrafyaya Rojhilata navîn hem herî
bedewîbûnên mezin ên dîroka
mirovahiyê, rûmeta wê jiya ye û hem
jî herî kirêtîbûnên xwe yên mezin,
eybên xwe biheman şêweyê jiya ye.
Encax, Rojhilata Navîn, dibe ku ji
her demê zêdetir hemû kirêtiyên xwe
yên herî mezin, şerm, nebaşiyên xwe
bi binxistinê re, hêjayê herî
xweşîkbûnên mezin jiyan kirine ye.
Mirov û civaka rojhilata navîn, heke
bikeve nava têkoşîna derbaskirina
zayendîparêziya civakî, têkoşîna
azadiyê pêşbixînê, dê rûmeta xwe
bikare qezenç bike, hemû astengiyên
ku li pêşiya bi rûmet kirina
rojhilata navîn hene yeku yek dê ji
holê rake. Têkoşîna azadiyê ya
zarokên vê coxrafya yê dane ev rastı
ispat kirine. Derxistiye holê ku
têkoşînekî dispêre bîrdoziya azadî,
demokrasî, aştiyê garantîkirina
azadiyê.
Fînansa kapîtal herî zêde bi dîroka
Rojhilata navîn ve, çanda wê ve,
mirovê wê ve, civaka wê ve, jina wê
ve lîstiye. Dawî li van lîstokên
kirêt û derveyî mirovahiyê,
xirakirina ew xefkên hatine çêkirin,
xirakirina plansaziyên qirêj ên
pergala fînansa kapîtal ku şêwazekî
herî sinsî, dekudolap pêktîne, bi
tevlîbûn ji têkoşîna azadiyê re,
bidestekbûnê re dibe. Bi
zayendîparêziya civakî derbaskirinê
re bibe. Ev rastiya ku ziman û
çaliya jiyana azad e ji her dêmê
zêdetir heyîna xwe sotînerbûna xwe
dide hesandin.
Besê Şîmal
|