|
WÊ KİRÊTİYA KEDXWARİYÊ Bİ BEDEWÎ
BÛNA BÎRDOZIYA JIN RE WERE BORÎN
Bîrdozî
bersîva pirsa civakê a "çawa were
jiyîn" têşkîl dike . Pirsa çawan,
vegotina karekterê bingehîn ê
bîrdoziyê û taybetmendiyên wê ye.
Ev pênc hezar sal e pergala
şaristaniyê bi bîrdoziyên xwe re,
zilamperestî, dewletperestî û bi
karekterên xwe ên şerker re jiyanê
yek alî dest girtiye û ji ber vê
sedemê jî mêtîngerî, zext pêkhatiye,
lewma li dijî vê raperîn bi şêweyek
dubendî berdewam kiriye. Weke
bîrdoziya serdest û bindestan ku ev
dubendî em îfade bikin, pêvajoyên
cihêreng a perasanî û şoreşî jiyaye,
bi vî awayî hinek guherîna jiyan
kiriye. Ev her du aliyên bi hevre li
dij hev dinava têkoşînekî tund de,
dem dem hevûdu yekser yan neyekser
bandor kirine. Ji xwe hîma guhertinê
jî dispêre vêna.
Dinava vê pêvajya dîrokî de ji bo
civakê hinek tişt hatibin
bidestxistin jî, azadbûna jin ku
kirde ya bingehîn a jiyanê ye,
wekhevî bûna wê û di warê vîna wê
danîna holê de, pir bêdadî û
nêzîkatiyekî her timî ser jinê
girtin derketiye holê. Jin, him di
bîrdoziya desthilatdaran de him jî
di têkoşîna heyîna bîrdoziyan de her
timî cih girtiye, carna diyar carna
jî nediyar daxwazên jin danîne holê,
ancax karekterê zilamperest têkoşîna
jinê ji nedîtî ve hatiye û daxwazên
jin an her tim xistine bin hêsîr ê.
Qehremanên zilam û zilamparêzî ew
qasî hatiye biriqandin ku, jin û
têkoşînên jin an weke sîtavek jî
nehatiye dîtin, ji dervey çend
îstîsnayan dîrokê de di hundirê
têbiniyekî de jî nehatiye hizirîn.
Di serdema me de mirovahî di dilê
xwede pêvajoyekî herî pêşketî a
dîroka xwe dijî, dema ku herî asteya
xwe a bilind dijî, sedema mirovahî û
xweza dinava zivronekek tirsnek de
di xeniqe, nekêfxweşiya wan, sedema
valetiyê jî ev bixweye. Bîrdoziya
desthilatdaran û bindestan ji vê
girêka kor a dîrokê re çareserî
neafirandine, wekî ku çareserî
neafirandiye jî rewşekî li ser
girêkekî girêkek avêtin derxistine
holê. Her bîrdoziyek ku ji xilasiya
jin re bi şêweyek bînîtî û azadîxwaz
cih veneqetandiye, li hember pirsa "
çawa were jiyîn" bersîvekî bi
qeyran, bêçare, ziwaker û tuneker
daye. Ji ber zayîndera jiyana
mirovan him fîzîkî û him jî manewî
nîjad a jin e bêxilasî, bêazadî,
bêmaf hiştin, hevsenga jiyanê
xirakirin, tê wateya jiyan
wergerandina dojehê ye (cehennem).
Her jinekî jiyana wê wergerabû
dojehê, bizanebûn yan bêzanebûn,
birêxistî yan jî bêrêxistinî, bûye
kirde ya tirp kolana pergala
zilamparêz û neserfirazî bûna wê. Bi
pir şêweyên cihê li ser serê pergal
û zilam keziya tolhildanê di hûne.
Ev, jin jî xilas nake, ancax pergalê
jî her timî mehkûmê mirinê dike û di
rewşekî şel (felç) de digre.
Rêber APO, cara yekem dema di sala
98'an de têgeha bîrdoziya xilasiya
jin bikaranî, ev ji bo pirsa herî
bingehîn a jiyanê re çareserî anîn û
bi armanca ev valetiya mezin a di
têkoşîna sosyalîzma bindestan de
tijî kirin bû. Binkeftina Sosyalîzma
pêkhatî, jêdera xwe ji ne
çareserkirina pirsgirêka azadiya jin,
enerjiya jin bi enerjiya civakê re
rast neanîna li cemhev digre. Rêber
APO vê ceribandina heyî bi
şîrovekirinekî bihêz re xiste nava
rexnekirinekî, di serî de dinava
gelemperiya tevgerê de, ji rêxistina
jin û resen bûna wê re bi girîngî
dayînê re pêşxistiye, di encama
qehremantiyên mezin dinava têkoşîna
me ya jin de derketiye holê de
dahurînên kûr kiriye, gihiştiye
encama pêwîstiya Bîrdoziya Xilasiya
Jin, vêna diyarî tevahî jin an
kiriye. Wateya ku di PKK'ê de ji
şehîdan re tê dayîn, di pratîkê de
mutleqe gihandina gavek şênber,
rêxistin û kevneşopa vêna
wergerandina qezencan, ji bo tevgera
jin jî rê li pêşiya qezencek wiha
vekiriye. Di serî de hevala Zîlan û
Sema, tevahî çalekiyên şehîdên jin,
kesayeta wan, xeyalên wan ên azadiyê
û şêweyên wan ên têkoşînê Rêber APO
ku bi dorfirehî nirxand, di encama
vê kûrbûnê de ji bo jin perisan
berfirehiyek bîrdozî.
Lingên bingehîn a Bîrdoziya Xilasiya
Jin, welatparêzî, azad hizirîn û
vîna azad, rêxistinî, hişmedî ya
têkoşînê û hişmendiya estetîkê saz
dike. Û dîsa ji bo xwe bizane, bi
nasnameya xwe a rast re li ser
bingehekî rast hevdîtin bide çêkirin,
ji zilam, ji pergala desthilatdariya
zilam qutbûn jî, ji bo ev bîrdozî
jiyanî bibe, parzemîna zanist û
rêxistinî di cih de were rûnişkandin,
weke rêbazek bingehîn tê pêkanîn.
Dawî bûna dewra dayîk a neolîtîkê û
bi destpêbûna dewrên zilamparêz re
ji bo jin û zilam parçe bûna
şexsiyetê ku derketiye holê, ji bo
parçebûna civakê were bûhurandin ev
weke pêtiviyekî mîsoger tê dîtin.
Axên Rojhilata Navîn bi çanda dayîka
xudavend ve bû zayîndera yekemîn a
jiyana civakî. Û dîsa heman ax bi
çêbûna dewleta Rahîbên Sûmer an re
bû avake rê pergala desthilatdariya
zilam, bû bin ax kirina çanda
xudavenda dayîk. Divê erdnîgariya ku
qezenç kirin û windakirina destpêkê
têde hatiye jiyîn de, rastiya jin
dest girtin û analîz kirin, jiyana
civakî ji nû ve û azad vejînkirin,
wê windabûnê carekdin wergerîne
serkeftinê.
Jin a Rojhilata Navîn ku di secera
xwede şopa xudavenda dayîk hildigre,
îro bi giştî kaşkirine nav xalekî
tunebûnê. Pergalên koledar û feodal,
bi bandorên giran ên olî re bastûra
exlaqî û zagon, jin xistiye nava cezaretek
hêwilnak de. Di Rojhilata Navîn de
jin tenê û tenê di derdora têgeha
dayîktî û namus de tê pênasekirin.
Nasnameyekî wê ê cudatir nîne. Û ev
herdu têgeh vîna jin, ramanên wê,
rêxistina wê û têkoşîna wê weke
fîzîkî û manewî xwedî karîgereke
tune kirinê ye. Qetlîama jin di di
hîmî de li ser vana re dimeşe. Hezar
û yek şêweyê qetilkirina jinê heye
di Rojhilata Navîn de û daneyên
gelek qetil kirinan jî nîne. Tê
jiyîn û serê vêna jî bi li
hevhatinek hevbeş re tê girtin. Jin
qurbanê mêrê xwe dibin, tê tecawiz
kirin û di heman demê de dikeve
rewşekî gunehbar de, tê kevirkirin,
tê kêr kirin, dehfa xwe kuştinê tê
kirin, her timî mehkumê levahî zilam
kirinê tê kirin, xistina nav hezek a
fuhûşê, di şer an de a herî bê
parastin dimîne, bi ti şêweyî mafê
perwerdeyê jêre nayê naskirin, li
roxmê ku bîst û çar saetê xwe bi ked
dayînê re derbas jî dike, nayê
xistina dewsa karkerek jî, ji ber
tayek porê wê tê dîtin li erdê tê
xistin, jinên ku ketine rewşekî ji
gewda xwe şerm dikin û di tirsin in.
Belê, hemû jî jinên ku qurbanê
pergala desthilatdariya zilam a axa
Rojhilata Navîn bûne ne. Hz. Birahîm
dema kurê xwe Hz. Simaîl weke qurban
ji xudê re wê nezirand ba û di
kêliya dawî de xudê ji wêna re mihek
rê dike kurê wê ji qurban bûnê xilas
dike. Ji xwe ev weke cejna qurbanê
jî tê pîroz kirin. Lê ew wêne ya
jiyanê a ji bo jinan hatiye çêkirin,
gava em lê temaşe dikin, di cewher
de tê dîtin ku çanda mirov qurban
kirinê hîna nehatiye borîn. Bi
hezaran sale ev erdnîgarî ji bo
domandina pergala zilam, jin dikin
qurban. Ji bo ev bîrdoziya ku bi her
şêweyî jinan dikin qurban were
buhûrandin, pêşxistin û belavkirina
bîrdoziya xilasiya jin ferz e.
Jinên
gelê Kurd ku gelê herî qedîm ên
Rojhilata Navîn in, bi tevgera
azadiya jin ku di têkoşîna PKK'ê de
pêşdike ve re ketina nav têkoşînekî
pir bihêz ji bo vê bîrdoziyê bi
buhûrîne. Li dijî ew parçe bûnên ku
pergala desthilatdariya zilam di
zêhniyet û fîzîk de çêkiriye,
têkoşînekî bîrdozî dide meşandin. Ev
ceribandinekî pir girîng e. Bêy ku
ji jinitiya xwe, ramanên xwe, hestên
xwe, fîzîk a xwe şerm bike, namusa
xwe bi mêşandina têkoşîna azadiyê re
qezenç kirin, nîjadekî nû ê jin
avakirinê armanc dike. Ji hişmendiya
namus, azadî û wekheviyê ku xizan
hatiye hiştin, tenê bi zayendeyek ve
bi sînor hiştiye, bi rastî jî kujer
û tuneker e. Vêna wergerandina
berovajî, dayîkên me ên pîroz
xudavendan li ser van axan ji nû ve
û bi şêweyekî mirêsdar vejîn kirin,
tê wateya bêhna azadiyê ku di
destpêkê de dihate kişandin,
carekdin destpê bûna bêhna wê
kirine.
Rêgezên Bingehîn Ên Bîrdoziya
Xilasiya Jin Evin;
Hezkirina axê, ango welatparêzî me
dibe destpêka dîrokê, wana bi nirxên
erênî ên demêre bi anîna cem hev re
ji nû de bextewariya hevdîtinê dide
avakirin.
Azad hizirîn û vîna azad, ji dervey
pergala zilamparêz a heya şanikên me
jî pêçaye û radest girtiye, ramana
jiyanek alternatîf, afirandina
pergalekî û pêşxistina vîna wê ye.
Ramanek wiha jî di heman demê de
derfeta bi azad hestiyarbûnê jî, ji
mere nas dike. Nasname ya xwe a
cewherî, vîna me û bi parçebûna hest
û ramanên mere da windakirin,
qezenckirina me jî hest û ramanên me
bi hevgirtina azadîxwaziyê dê bibe.
Rêxistin, wekî dîwarên Berlînê ew
dîwarên mezin ên dinavbera jin û jin
de hatine avakirin, hilweşandina
vêna, ew tovê bêbawerî û hesûdiyê a
dinavbera jin de hatiye çandin, ji
holê rakirin û hevudû temam kirin,
bihêzkirin, dibe rêgeza bûyîna hêz.
Ên ji hêza xwe û hêza zayenda xwe
bawer dike, bibaweriyê re hezkirin û
bi hêza hezkirinê re jî ew enerjiyên
jin ku sinerjî çêdike, hîma
demokratîk a pêtiviya serdema me pê
heye çêdike. Ev zêde bûna rêxistin
bûnên jin, tê wateya hunandina
avakirina pergalekî alternatîf a li
hember pergala hîyerşîk ya
desthilatdariya zilam e.
Têkoşîn jî, ji bo ev her sê rêgezên
ku me hêjmartî jiyanî bibe, ji bo
xeyal xwe veguhezînin rastiyê, ango
ji bo taca dayîka xudavend carekdin
têxin ser serê wê wêrek bûn, biryarî
bûn û rêgeza xwe nezirkirinê ye.
Heya rêgeza têkoşînê nebe rêgezekî
herî bedew, herî bînîtî jî, şansê
jiyanî bûnê nabîne. Têkoşanvanî, di
kûr bûna axan de tov çandin, lê baş
nêrîn, av kirin û berhem girtin e.
Dibê ku hizrên we ên pir xweşîk û bînîtiyên
we hebe, ancax heke hûn wêna ne di
kûr bûna axê de bi reşînî, li ser
rûyê axê hun nikarin ti berhem
bidest bixin. Ji ber vê yekê
rêgezekî pir jiyanî ye.
Jinên ku ji axa xwe hez dikin, azad
dihizirin û bi wêrekî rêxistin
dikin, di wêrin têkoşînê jî bikin û
divê pêkbînin jî. Qey çi tiştêkî em
winda bikin heye? Bi têkoşînekî wiha
re ên ku me di perçiqînin, binavê
namusê me qetil dikin, ev pergala ku
me tecawiz dikin û emê kirdeyên vê
pergalê winda bikin, ji xwe ev zûde
heq kiriye ango diviya were
windakirin, heta ev rastiyên ku bi
zêdehî tên jiyan kirinin. Di
Rojhilata Navîn de li beramberî
mafxwaziyek piçûk ê jin jî canê wê
tê standin ango tê qetil kirin, lê
li dewsa radestbûn û gewdeyekî mirî
a bênasname jiyan kirinê, ji bo
azadiyê mirin a herî bi nirx e. Her
nirxekî me ji bo azadiyê afirandiye,
ji bo nîjada jina azad, nirxekî
hatiye kom kirin e. Pêwîste em
bizanibin ku me dibe beriya pênc
hezar salan, wekî ku me bi nirxên
dîrokî re aniye li cemhev, me bi
nirxên pêşerojê re tîne cemhev. Weke
her zayînekî bi qolinc, lê ew qas jî
weke kêfxweşiya afirandina zindiyek
jî bedewe.
Hişmendî ya estetîk jî, bi qasî
bedewî kirina jiyanê di her wateyek
de vegotina bedewî bûna jin a giyanî,
fîzîkî û helwesta wê ye. Hişmendî ya
xweşîk bûnê di hişmendî ya mirov de
û di hişê civakê de xwedî cihekî pir
girîng e. Di serdema me de ev di
Rojava de gava di zivire şerekî har
ê tunekirinê, li Rojhilat de jî
dizivire ser girtin ango veşartina
xweşîk bûnê. Herdu jî bûhurandin, bi
zêhniyetê destpêkirinê re û tevlî
bedewî bûna xwezayê bûyînê re,
ferasetekê estetîkê a nayê kirîn û
firotin û dîsa ser nayê girtin, tê
xwestin ku were pêşxistin. Dema
bedewî bûnek bi hişmendî ya azadiyê
re hat tijî kirin, tiştekî feth neke
namîne. Ger kirêtî encama zext û
kedxweriyê be, wê xweşîk bûn jî weke
encama jiyana azad bi zê. Ji ber vê
sedemê di derdora bîrdoziya azadiya
jin de feraseta xwe ya xweşîk bûnê
him di xwede û him jî di civakê de
pêşxistin wê a watedar bi afirîne.
Ji pergala zilamparêz, ji zilamên ku
yek yek ketine jiyana me di warê
zêhnî û fîzîkî de jî qut bûn, pir
girîng e. Ji bo em bigihijin cuda
bûna xwe, hêza xwe, ji bo hest û
ramanên ku aîdê xwe ji hev cuda
bikin ev pêwîst e. Di rewşa heyî de
hemû têkiliyên binavê yekbûnê
derdikevin holê, dinava ne
derketinekî ku zilam desthilatdar e-jin
kole ye de ye. Navê vê ne têkilî ye
bêtêkilî bûn, tehekûm avakirin, ne
hevgirtin yek li pişta ê din siwar
bûne. Ger em dixwazin bi azad û
wekhev, li gorê wateya xwe têkilî
bidin çêkirin, divê em, ev hevsenga
deshilatdar-kole xirabikin û
hevsengiyek nû saz bikin. Pêwîste em
di aliyê kesayetî û pergalî de vêna
bikin. Li hember hemû bûyerên di
jiyanê de pêwîste em huquqa
têkiliyên xwe diyar bikin. Em vêna
ancax dikarin bi derketina ji dervey
ev pergala me difetisîne derketinê
re bikin. Va ji ber vê sedemê girîng
e em ji pergal û zilam qut bibin.
Bîrdoziya xilasiya jin, dibin
ronahiya van rêgezên bingehîn de
dema jiyanî bû, wê bîrdoziyên dema
xwe zûde derbas bûne bihelin, wê
jiyana azad û watedar ku mirovahî û
jin pêtivî pê dibîne şîn bibe. Ev,
ne jiyaneke ku jin têde bibe
desthilatdar, heyîna jin di jiyanê
de bi şêweyek rast ku tê pênase
kirin, têkiliya wê bi civakê re ji
nû de hatiye birêkûpêk kirin,
enerjiya jin bi enerjî ya civakê re
azad hevdîtin dayîna çêkirin, wê
jiyanek wekhev û bi estetîk bibe. Bi
vî awayî wê mîrata bi milyonan
qehremanên bênav ên di dîroka
şaristaniyê de ku têkoşîna azadî û
wekhevî yê dane bi zivire rastiyekî,
bîrdoziya bindestan qandî ku vê
kêmahiya xwe derbas kir, wê mirad û
utopya ji xeyal bûnê derbikevin.
21.06.2007
Çigdem Dogu
|