|
Şoreşa me şoreşeke rêzgirtina
cewherê mirov û girêdayîmayîna bi
xwezayiya mirov li dijberbûna ew
hêmanên ku pêşiya vê digrin e.
Riya
çareseriya siyasî û leşkerî ji bo
çareserkirina pirsgirêkên girêdayî
civakî û aborî ye. Li gel me riya
jiyana xwezayî ji hemû aliyan ve
hatiye qutkirin. Wê demê şoreşa me
şoreşa vekirina riya pêşketina
xwezayî ye û çareserkirina wê ye.
Nexwe dê şoreş bibe bûyereke
tolhildanê û xwînrijandinê, ne bi vî
rengî berdewamkirina me ya vî tiştî
gengaz e, ne jî xwînrijandin bi vê
şêwazê encam dide. Di vê rewşê de
şoreş dê bi lez ji rê derbikeve û
tune bibe. Dijwariya kor ku dijmin
ferz dike jî ji bo vê hindekî rê
vekirine. Nêzîkbûna me ya ji bo hemû
pirsgirêkan em bikaribin çareseriyê
ji bo hemû pirsgirêkên me yên jiyanî
bibînin e. Rêxistinkirin, tekoşîna
siyasî û her cureyê xebatên leşkerî
ji pirsgirêkên jiyana mirovan re ku
gelekî giran in re û ji bo derfetên
pêşketinê re em bikaribin hindekî
hêz ava bikin.
Jixwe asta leşkerî ya rastiya civaka
me û gelê me qet nîne. Asta wê ya
siyasî jî xayînî ye. Ji pêşketina
civakî ya gelê me behskirin zehmet
e. Bi civakbûn û netewbûnê ve di
nava dijmin de helandin heye. Ji
aliyê aborî de mirov nikare behsa
aboriyeke talanê jî bike. Li ser vê
bingehê şopek ji têkîliya di navbera
zayendan de jî nîne. Hun di vir de
nikarin ne li gor ol, ne li gor
pêşketina hemdemî û ne jî li gor
têkîliyan çareseriyekê peyda bikin.
Ev bi kûraniya dagirkeriyê ve
girêdayî ye. Me ev yek tespît kir.
Me li xebatên xwe yên pratîkî
çareseriyê vê pirsgirêkê jî zêde kir
û hetanî îro anî.
Em kar dikin şêwazeke ku him
piştgiriyê bide şerê me, him jî bide
pêşketina wê ya rasteqîn bi dest
bixin. Hewceye sererastkirina vê
têkîliyê teqez xizmeta şer bike û wê
bi hêz bike. Pêwiste ev şer bi qasî
ji bo hemû pêşketinên civakî di
heman demê de piştgiriyê bide
pêşketina di malbatê de yan jî
çareserkirina pirsgirêkên di vir de
û ew têkîliyên di navbera zayendan
de ku xetimîne, ji bo ku bikeve riya
pêşketineke rast xizmetê bike.
Sedema gotina me ya riya pêşketina
têkîliyeke bitenduristî ji şerkirinê
derbas dibe, ji ber ku şer derfetên
piştgirîdayîna ku hun asta têkîliyan
bi tenduristî pêş bixin ava dike.
Nakokî ev qasî berfireh in ku di vê
mijarê de kevneşopiyên pergala klanê
û pîvanên hemdem di nava hev de ne.
Jiyîna vê di nêvenga dagirkeriyeke
serdest a herî sosret û herî
bilêyîstok mijara gotinê ye. Di
rastî de rewşên ku hun dijîn zehmet
in an jî neçare zehmet be. Hîn di
heftsaliyê de têkîliya di navbera
zayendan de hatiye fetisandin.
Feodalîzma giran bandora kevneşopiyê
ya giran û piştre jî di deriyên
dagirkeriyê de xwe bi hezar caran
firotinê ve neçariya berdewamkirina
têkîliyeke ji cewher dûrxistinê
ragihandin û televîzyonên
emperyalîst û faşîst bandorên giran
ên ajoyî bi rastî jî mirovan
difetisîne. Weke ku min rizgarbûna
ji vê di pratîka xwe de dahurandiye
çîroka vê jî bi dirêjî vegot. Ev
hemû ji bo hindek şopên çareseriyê
bikaribim nîşan bidime. Di rastî de
ji bo zelalkirina vê pirsgirêkê sî
sal pêwîst bû. Ji bo di vê astê
danîna holê ya vê pirsgirêkê jî ji
heft saliyê hetanî niha hewldanên
min hene. Me weke zincîran bi
girêdayî hev hetanî vir anî. Çîrok
ev qasî dirêj e ku bi tenê bi sedan
cild pirtûkan ve pêvajoyên ku hatine
jiyîn nikarin derbixin rastê. Lê
belê me di zimanê polîtîk de
vegotina polîtîk bi pêş xist û me
xwest bi formûlên gelekî balkêş ve
van nîşan bidin. Em hizirîn ancax
wiha dikarin hindek tiştan xelas
bikin. Mînak ew şêwazê têkîliya ku
hun hîn di temenên biçuk de dikevinê
hîn dehsalî we bi nîvenîv an jî bi
hemû aliyan ve tune dike. Him
têkîliya kevneşop we tune dike, him
jî dema ku hun derfetê nedin wê jî
di çerxên dagirkeriyê de asê bimînin
têkîlî tune dibe. Êrîşa ragihandin û
çapemeniyê ya bîrdozî û di bin
bandora giran a ajoyan de hun
difetisin. Encam jî ew tengasiyên ku
hun dema pêkanînê de dijîn e.
Pirsgirêk ev qasî bingehîn e.
Başiya herî mezin a ku em ji we re
bikin diyarkirina rastiyan e. Ji
hemû rewşên ku hun dijîn re çareserî
peydakirin ne gengaz e. Lê belê ger
em rastiyan nîşanî we bidin dibe ku
hindek ji we yên bi biryar dikarin
ber bi çareseriyê ve biçin. Hindek
aliyên girîng ên him di vê mijarê de
lêgerînên min him jî tiştê ku hewce
ye ez derbixim holê hene. Me ew
pêçeka li ser têkîliyan perçe kir,
aliyê têkîliyan ên berjewendiyê û
kirêt me derxiste holê. Me aliyê wê
yê hetanî dawiyê paşverû û ku
difetisîne heta aliyê wê yê bi
siyasî û şerê leşkerî ve pêwendîdar
e derxiste holê. Ev girîng in û
hewldanên zelalkirina pirsgirêkê ye.
Bêyî ku ev pirsgirêk were
çareserkirin, ber bi şoreşê ve çûyîn
û bi şoreşê re pêşveçûn ne gengaz e.
Bi navê şoreşê gelek tişt werin
kirin jî dibe ku gelek tişt werin
wendakirin û dibe ku bi rengekî
gelekî lewaz meş çêbibe. Lê belê ew
jî di cihekî de wê bişkê û were
wendakirin.

Em di dîrokê de dizanin zayendîtî
gelekî xwezayî ye. Lê belê ev yek tu
tiştekî rave nake. Di nava qebîleyên
Efrîqî de hîn jî jiyaneke zayendî ya
gelekî xwezayî heye. Ya xwezayî
şêwazên jiyanê yên di mercên me de
bi rêpîvanan ve nehatiye girêdan ber
bi têkîliyeke kirîn, firotin û
berjewendiyê ve neçûye. Neketiye
nava koletiyê û ev taybetmendiyên vê
jiyanê ne. Em baş dizanin ku bi
destpêkirina şaristanî û taybetbûnê
ezeziyet û li ser vê bingehê
malbatgerî bi pêş ketiye. Têkîliyên
malbatgeriyê yên destpêkê bi gelek
seriyan e, yan jî gelek hevjînî ye
her diçe ji dayiksalariyê ber bi
baviksalariyê diçe piştre heta
hevjîniyekê tê dibe ku di bin wê de
jî bi gelek pirsgirêkên din ve tê
meşandin, hun dizanin. Li ser
têkîliya di navbera zayendan de
gelek tişt tên nivîsandin, di vir de
ya girîng ji hemû aliyan ve dîtina
pirsgirêkê bêguman di bin navê
xwezayiyê de her tiştekî ku tê
hizirê mirovan nekirin û
radestnebûna ajoyan e. Ev pêwîstiya
destpêkê ya vî karî ye.
Ev yek îro derdikeve rastê. Ger
zayendîtî nekeve bin kontrolê dibe
ku mirovahî tune bibe. Nexweşiya
AİDS bi pêş dikeve. Ev nexweşiyeke
bi zayendîtiyê ve pêwendîdar e. Ger
pêşî lê neyê girtin wê mirin zêde
bibin. Ger pêşî li teqandina nifûsê
neyê girtin mirov di cîhanê de bi
cih nabin û dê jiyan raweste. Ji ber
ku mirovahî nikare pêşî li encamên
zayendîtiyê bigre û dê xwe tune bike.
Lê belê ji aliyekî din ve jî ger
zayendîtî nebe diyare ku jiyan nayê
berdewamkirin. Ger taybetmendiyeke
jiyanê ya jêneger neyê kontrolkirin,
ger di pêşketina civakî de bi
rêpîvanekê ve neyê girêdan an jî di
vê wateyê de di asteke herî nêzîkî
baş de neyê berdewamkirin, ji bo vê
ne şoreş ne jî dîroka mirovahiyê têr
dike. Dibe ku mirovahî di bin vê
nakokiyê de bifetise. Jixwe hê ji
niha ve pirsgirêk li ser vê bingehê
tê bidestgirtin. Çavkaniya
pirsgirêka derûdor jî ev e. Dibe ku
sedemeke ku şer hîn dijwartir bi pêş
dikevin jî ev be. Ev ji ber xwe ve
dernakevine holê. Ev rewşên ku
pêşketinên civakî û mirovahiyê
derxistine holê ye. Ev teqandina
nifûs a di salên dawiyê de çêbûye û
texrîbata derûdor ku ji vê bingehê
xwe digre û nexweşî di rastiyê de bi
pêşketina civakî ve girêdayî ye. Li
hindek cihan pêşketineke tevlîhev
heye û mirovahî ji ber sedema vê
pêşketina tevlîhev xwe tîne rewşekê
ku bi zanistî û teknîkê ve tune bike.
Dibe ku şoreşa pêşerojê bibe şoreşa
pêşîgirtina vî tiştî. Dibe ku bibe
şoreşa pêşîgirtina zanistî, teknîk û
teqandina nifûsê. Hîn ji niha ve
şoreşa paqijkirina derûdor her ku
diçe dibe armanceke sereke.
Pirsgirêk bi rengekî çors ve danîna
holê jî têr nake. Pêwendiya
pirsgirêkê bi kapîtalîzm û bi
destpêkirina emperyalîzmê ve ji nêz
ve heye. Pêwendiya xwe bi anîna hêza
çareseriyê ya sosyalîzmê ji bo
pirsgirêkan û bi pêwîstiya
bîrdoziyeke şoreşa nû jî heye.
Bêguman di vê mijarê de lêgerîn hene
û dê hîn jî bi pêş bikeve. Civaka
mirovan di asteke mezin de encameke
çalakiya mirovan e. Dê li ser civakê
nîqaş bi pêş bikevin. Jixwe
sosyalîzm nîqaşa herî berfireh a li
ser civakê ye. Anîna wê ya asteke
herî nêzîkî zanistiyê ye. Bîrdoziya
sosyalîst, felsefeya sosyalîst heta
zanistiya sosyalîst di derbarê
têgihiştina rastiya civakê de ye. Bi
qasî ku nîqaşên mirov ji lawiran
heta li hemberî bandorên xwezayê
parastinê ew girêdayîna bi
jênegeriya bandorên xwezayî ye. Bi
kurtayî dê zanistiyên mirovî hîna jî
bi pêş bikevin. Ol û felsefe wê
careke din di pêş çavan re werin
derbaskirin. Bi qasî ku pêwîst e dê
were girtin û yê ne pêwîst jî dê
were avêtin. Heta li gel nêzîkbûnên
nû yên olî û felsefî ji bo
pêşxistina zanistî jî wê xebat werin
kirin û li gel van hemû tiştan ji bo
pirsgirêkên giran ku xwe ferz dikin
dê çareseriyek were qezenckirin.
Sedema diyarkirina me van nêzîkbûnên
giştî ji ber ku hun pirsgirêkan
gelekî bi takekesî digrin dest, ji
bo ku em diyar bikin bi tu şêweyan
em nikarin erzan nêzikî pirsgirêkan
bibin, çareseriyên gelekî stewr
(kısır) û di hundir de hatiye girtin
ne gengaz e û ev qasî giştî
pêwendîdar dike. Gelo ji bo çi
zayendîtî ji bo mirovên destpêkê
xwezayî bû, îro ji bo me bûye
pirsgirêkeke mezin? Ji bo ku em li
ser sedemên vê we hindekî bidin
hizirandin van diyar dikin. Ger
ajoyeke gelekî xwezayî bi venêranekê(denetim)
zanistî û civakî ve neyê
serûberkirin nîşandana ku mirovahî
bikeve rewşekê nayê jiyîn û girêdana
bi vê ve danîna rastê girîng e. Ev
hemû mirovan dibe pêşxistina
dewlemendiya ferasetê. Bi
rûniştandina çerçoveya giştî ve
pêwîstiya nêzîkbûnê datîne holê.
Rêber Apo
|