Hewceye
ku mirov girêdaniya vê mijarê bi şer
ve bibîne û binkeya me ya kadro
zelal bike. Ew rewşên têkîlî û
nêzîkbûnan artêşa me difetisîne,
xebatên me yên siyasî felc dike.
Derkete holê ev raste; girêdana
gelek pêşketinan bi vê pirsgirêkê ve
heye. Ger têkîliyeke yekî ya ku xwe
disepîne yan jî pê ve hatiye girêdan
hebe, ger ev têkîlî weke ew dixwaze
neye dahûrîn dê wê demê ew dê li
hemberî artêşê û partiyê bibe
protestokarek û derbikeve. Hatiye
girêdan lê belê bi koletî yan jî bi
azadî ve hatiye girêdan ne diyar e.
Ez van ji bo tawanbarkirinê diyar
nakim. Lê belê dema ku rûbirûyê
rastiya şer ve dimînin têkîlî felc
dibe, rê li ber pirsgirêkeke mezin û
bertekî vedike. Pêwîst e kesayet
bibêje “zagona şer e, zagona siyasî
ye, hewceye ez xwe bi van ve bikim
yek.” Lê belê hêza wî têra ji bo vê
yekê jî nake. Rewşa jin an jî mêrê
ku ji mala xwe, ji gundê xwe
reviyaye û hatina wan a nava
siyasetê û leşkertiyê ev e. Bi
rastiyê ve rûbirûyê hevbûn gelekî
balkêş e.
Ji ber ku çareseriya vê pirsgirêkê
ne hêsan e, ez van diyar dikim. Ez
dê pirsgirêkê hîn bi bandortir
daynime holê. Têkîliya hêsan, hestên
hêsan, zayendîtiya hêsan û evîna
hêsan nabe. Ez dê hindekî li ser
rastiya van tevahiyan û pêşketinên
di nava me de yan jî pêwîst e çawa
bi pêş bikeve bisekinim. Kesayeta we
çi qasî dikare van rake. Hun dikarin
çi qasî tê bigihin, dema hun tê
gihiştin ev dikare çi qasî
pêwîstiyên wê bine cih? Dibe ku
rewşa we bidilêşî be, ez hewl didim
ku rewşên we bigihînim hevsengiyekê
(denge).
Aliyekî de pêwîstiyên teqez ên şer
hene, gelo! ma em dê binkeya xwe ya
partiyê weke leşkerî yan jî weke
siyasî bigrin? An em dê ew tiştên ku
hun dibêjin gelekî hewce ne, di asta
pêdîviyên civakî, pêdîviyên malbatî,
pêdîviyên hestan de bigrin? Pêwîst e
mirov hevsengiya hundirîn a van
tevahî tiştan bibîne. Ev kar bi vê
jî rizgar nabe. Asta me ya netewî
heye, asta me ya netewî û civakî
xetimiye. Pêwîst e mirov asta netewî
deyne holê, hestên ku xizmetê asta
netewî dike û têkîliya ji bo civakê
bibe mînak derbixe holê. Ger ev
nebin hun nikarin ji bo pirsgirêkan
çareseriyekê bibînin, hun nikarin
asta netewî, asta ku ji civakê re
pêşkeşiyê bike, zagonên me yên
artêşê, tekoşîna me ya siyasî û
rêxistinî li aliyekî bihêlin,
hestan, zayendîtiyê û evînê bidine
axaftin.
Ji aliyekî din ve jî înkarkirina vê
mijarê ya çors jî dijberî xwezayê
ye. Hun nikarin bi tevlîhevkirinê,
bi şêweyekî sergirtî ve veguhertina
derewan û her cureya teoriyên
aloziyan ve jî ji bin vê derbikevin.
Em tenê dikarinn bi tevahî aliyên
xwe ve rastiyên xwe danîna holê ve
vê rastiyê bibînin. Pêwîst e ji
beriya hestan, rastiyên ku me û
hestên ku rastiyên me liber çavan re
derbas dike pêş bikeve. Rastiya me
jî rastiya rêxistin, partî, artêş û
dijmin e. Dijmin jî zayendîtiyê,
jinê, zilam û malbatê bi kar tîne.
Di vê mijarê de xebateke sîxuriyê ya
mezin heye. Rastiya me sîxuriya
objektîf gelek balkêş dide jiyîn. Ev
rastî ne. Gelo ma em çavên xwe li
van rastiyan bigrin, ma em dikarin
çi çareser bikin? Em bi mînakan ve
dizanin ku di nava refên me de
kesayetên ku dikevin nava hestên
sewdaser (karasewda) çawa dibin bela
seriyan, çawa destpêkê didin hestên
xwe, çawa nêzîkbûnên derveyî şer
raber dikin? Gelek fermandar û
şervan ji ber vê yekê reviyan û
xebat sabote kirin. Ger hindekî
venêrîna me ya rêxistinî neba,
binkeya me neba dê ev têkiliyên
bêpîvan, seqet û tevlîhev serûbin
neban û dê ev kes xwe bi xwe xwe
tune kiriban.
Pirsgirêk tevî bi vegotina van
tevahî tiştan ve jî, bi tevahî
aliyan ve dernakeve holê. Gelo ma
hezkirin an jî evîn dê tu caran
nebe? Di vî alî de dagirkeriyê di me
de texrîbateke mezin, bêrêziyeke
mezin û bê evîniyeke mezin
afirandiye. Heta dagikeriya hezkirin
û evînê jî heye. Em dikarin vê
gelekî balkêş vebêjin. Ew evîn û
hestên ku em pê ve hatine girêdan
tevahî mohra Yeşîlçamê ne. Yeşîlçam
biryargeha evd û kolekirina gelê
Anatoliyê û tevahî gelan a pergala
sermayeyê ye. Biryargeha şerê taybet
e. Em hindek îstîsneyan li aliyekî
bihêlin gelek biryargehên ku
dagirkeriya hest û evînê dikin hene.
Em gelekî baş dizanin ku ev tevahî
jî ji aliyê şerê taybet ve tê
bikaranîn.
Ez bi êsanî dikarim daynim holê ku
gel di bin beralîkirina (rêvebirin)
hestan ve çawa tê dîlgirtin. Pêwîst
e mirov bibêje; bi taybet di demên
dawiyê de emperyalîzmê di giştiya
cîhanê de zayendîtiyê dixe rojevê û
derfetên dagirkirineke balkêş ava
dike û mirovahiyê rûbirûyê
pirsgirêkên herî mezin ve dihêle.
Emperyalîzmê şêweyekî gelekî cuda ya
bikaranîna jinê derxiste holê.
Reklamgerî, bûyera xwenîşaniyê,
binesaziya filmên porno heta
seksolojî pêş xist û mirov xiste bin
ferzkirineke îdeolojîk ku bi tu
pêvajoyê ve nayê qiyaskirin. Di vê
mijarê de hun tevahî xistine bin
bandorê, vê gavê gelekî baş tê
fêmkirin ku emperyalîzmê di demên
dawiyê de bi ajoyên gelekî xwezayî
yên mirovan ve bi taybetî jî bi
zayendîtiya wê ve lêyîst, di vê
mijarê de jin jinûve dagirkir û kire
wekî malekî. Bi qasî bandora giran a
îdeolojîk riya sermayeyekê jî vekir.
Heta bi vê ve zêdebûneke balkêş a
sermayeyê jî tê avakirin.
Em dagirkeriya hestan a ku di vê
demê dawiyê de Tirkiye dike bigrin
destê xwe. Hunermendên ku
dagirkeriya hestan dikin hene. Ew
hestyariyên ku vê pêş dixin tenê
ketina bin bandorên bîrdozî ne,
sermayeyeke balkêş jî ava dikin. Ji
vî alî ve gel şêlandin. Asteke nû ya
herî pêşketî û gelekî guhertî ya
zexta çînî di vir de derdikeve holê.
Ev ferzkirin bi rengekî hovanetir
hizir û jêhatiya mirovan dîl digre.
Bêguman nêzîkbûna şoreşgerî pêwîst e
van tiştan bibîne û bi qasî dibîne
riyên rast ên pêkan jî derbixe holê.
Li gel me behskirina ji rengên
dagirkeriya hemdem û bîrdozî ku dixe
bin bandora ya emperyalîzmê wêdetir,
ji bandorên ferzkirina kevneşopan
girîng e. Hindek cureyên girêdaniyê
hene ku ji ferzkirinên emperyalîzmê
hezar caran zêdetir ber bi encamên
xeter ve dibin. Tiştên ku di saziya
zewacê de çêdibin, rewşên berê
zewacê û piştî wê ji ev in. Di
rastiyê de yê ku ji rastiya “gelo!
ma malbat saziyeke çawa ye?” fêm
dikin jî nînin. Dem bi dem dema ku
tê pirskirin “ji bo çi tu dizewicî?”
hêjmara yê ku bersiva “min mereq
kir” didin jî gelek in. Em dizanin
ku hema her kesek ji ber ku mereq
dike dikeve nava vî karî. Ne di
zanebûna wê de ne ku ka dê encam çi
be û ne çi be? Gelo ew nêzîkbûnên ku
dibin bandora giran a kevneşopan de
ye were rexnekirin û li hemberî wê
were derketin jî dê li şûna wê çi
were dayîn? Dîsa li hember tiştên ku
emperyalîzm pêş dixe were derketin
gelo! ya rast dê çawa derbikeve
holê? Di vir de jî neçariyeke mezin
xwedî bandor e.
Gelo ma hun dikarin çend têkîliyên
ku ne dibin bandora hestên giran de
ne, heta ajoyan de ne, yan jî ne
dibin bandora kûr a rastiyên me de
ne pêş bixin? Em ji zayendîtiya herî
xwezayî yan jî şêweyê wê yê tê
pejirandin bigrin heta ya herî were
redkirin, dîsa em ji şêweyên
kevneşopên ku pêwîst e herî zêde
were redkirin bigrin heta şêweyên
emperyalîzm û dagirkeriyê ku tehrîk
dike, hun nikarin redbikin. Ji bo
nêzîkbûneke azad hun nikarin rexmî
van tevahîyan ku pêşketineke ku
pêwîste bi azadiyê ve were pêşxistin
biafirînin? bêyî ku serî li durûtiyê
bidin, bibin dîlê lêwaziyên xwe,
aliyê mirovî û pêwîste were jiyîn
hun dikarin çi qasî hêzê ava bikin?
Hun dê çiqas girêdaniya vê ya bi
şoreşê ve daynine holê? Yê ku bi xwe
bawer in, pêwîste ji van tevahî
pirsgirêkan re zelaliyekê bînin. Yê
ku ji xwe ne bawer in dê tevlîheviyê
bijîn.
Ez pêşniyar nakim ku hun bibin
rahîbe yan jî keşe lê belê we dît ku
xeterî heye, dê serê we bikeve
xeteriyê wê demê heta ku we ya rast
dît û derfet bi dest xist hun dê xwe
kontrol bikin. Zayendîtiya ku
têkîliya xwe ji mêjî qut bûye xeter
e. Dîsa nêzîkbûna zayendîtiyê heta
malbatî ku girêdana xwe ya bi
armancê siyasî qut kiriye, herî kêm
bi qasî dijmin rê liber encamên
bizerar vedike. Kadro keseke ku
pêwîst e xwe di vê mijarê de jî bi
disîplîn bike. Pêwîst e ku em diyar
bikin kadroyên me bi tenê ew kesên
ku xwe di vê mijarê de bi disîplîn
bike nîne. Kesek e ku pêwîste
çareseriyeke girîng jî biafirîne.
Pêwîst e kadro çareseriyê ji bo xwe
ne, ji bo civakê hilberîne. Di van
tevahî mijaran de şûna ji bo van
pirsgirêkan bibin bersiv, dema me ji
tevahî aliyan ve destgirtin ferz kir
hun dê bibêjin hêza me nikare
rabike. Lê belê pirsgirêk ev qasî
berfireh e. Qet nebe serî li riyên
erzan ên çareseriyê nedin. Ev tevahî
ji bo pêşxistina cidiyetê ye.
Pirsgirêkên we yên hîn hîn şênber bi
taybetî jî pirsgirêkên we yên ku
rastiya me ya şer dijwar diherişîne
çi ye? Em neçarin van pirsgirêkan
hîn balkêştir bibînin, binirxînin û
çareser bikin.
Artêşbûna jinê a ku hatiye pêşxistin
tê çi wateyê? Bi artêşbûnê ve jin
hindekî fizîkî, giyanî û hizrî bi
pêş dikeve. Ev çarçoveyek e û
çareseriyek e. Bi kesekî hêz
qezencnekirî ve zêde derfetên
têkîliya azad nayê afirandin. Bi
kesên neçar ve pirsgirêkên civakî
nayên çareserkirin. Mirovên neçar
nayên hezkirin. Ji mirovên neçar re
tê girîn. Lê belê şoreş hunera
girînê nîne. Di heman demê de şoreş
bûyereke kenê ye. Ji bo kenînê
pêwîste mirov were hezkirin, ji bo
were hezkirin û hez bike pêwîste
mirov xwedî hêz be. Yê ku hêza xwe
nîne nayê hezkirin. Ji bo ku hêz
hebe hun dê rêxistinbûn û artêşbûnê
bizanibin. Ji bo ev çêbibe dê
armancên we yên siyasî, yên cidî û
girêdaniya we ya bi wan armancan ve
hebe. Ev dibe mijareke hezkirinê,
mirovên xîzan ji bo çi hertim
digirîn û ax û wax dikin? ji ber ku
hezkiriyên wan nînin. Ger hebin jî
tevahî dibêjin “ji dest min çû, min
ji destên xwe revand, kurikê ku min
jê hez dikir, keçika min jê hez
dikir wiha bû, rabû çû.” Û qiyametê
radikin. Hezkirina mirovên bêhêz,
girîna wan, strana wan dike çend
pere? Jixwe me ji bo vê got partî
çareseriyek e. Bihêzbûna siyasî ya
partî û rêxistinbûna wê çareseriyek
e. Destpêkê bihêzbin, bi vî rengî
hun dikarin derfeta hezkirinê bi
dest bixin.
Ez bawerim we zêde ji tiştên ku me
diyar kirine jî tiştek fêm nekiriye.
Min rastî diyar kirin. Lê belê we
çawa fêm kir? Fermandarên we û
rêveberên we yên siyasî çawa fêm
kirin? Dema hindekî bihêzbûn axayê
dagirker ên li ber serê xwe ji xwe
re mînak digrin. Ew bi xwe jî
têkîliyan yekcar wisa bi kar tînin.
Yê ku hindekî derfetên bihêzbûnê
dibînin, ger ev jin be yekcar dibeze
gel rêveber, ger rêveber be yekcar
weke koleyekê jinê bi xwe ve
girêdide. Ev tişt hate serê
bihêzbûnê jî. Rewşa bihêz û bêhêzên
di nava partiya me de li gorî civaka
koledar a kevin jinûve reng digre û
ev jî gelekî bibandor e.
Me ev yek diyar kir, ji bo çi mirov
nikare behsa hezkirin, heta evîna
Kurd bike? Ji ber ku Kurdekî ev qasî
ketiye nikare bibe xwedî hezkirinê.
Ev di heman demê de rastiyeke civakî
ye û derfetê hezkirinê nade we. Yek
jî kesayetên ku hun bikaribin jê hez
bikin zêde dernakeve holê. Kesayetên
ku hun bixwazin jê hezbikin tarûmar
bûne. Hizrê wî, madiyat û manewiyata
wî/ê belav bûye, her çi qas hindekî
fîzîkî xweşik be jî giyana wî/ê reş
e, hizirandina wî/ê nîne. Bi vê
rewşa xwe ve dê bibe belaya seriyan.
Ger hizirandina wî hebe jî pêwîste
ew hindekî bikeve riya siyaset û
şer. Dibe ku çareserî hindekî di vir
de be. Ev axa û begên ku bûne xwedî
hêz, polîs û cendermeyan jî tenê jin
di xistinê de bi kar aniye. Jinê jî
bi xwe firotinê ve zilam xistiye. Ez
encamekî diyar bikim, ger hun
zayendekê wiha bi kar bînin dê ew
zayend jî bi rengekî hîn ketîtir vê
zayenda xwe bi kar bîne. Ger hun
zayendekê wiha biçewisînin dê ew jî
xwe bifiroşe û we bixe rewşekê ku jê
nayê derketin. Rezîlî her ku biçe
rezîltî pêşbikeve, dê pirsgirêka
exlaq bigihije asteke xirab.
Ger ji bo hindek têkîliyan hetanî
dawiyê azadî bihata naskirin, dê ne
li gorî pênaseya ku me pêş dîtiye,
bi rengê pergalê pêş dîtiye dê
bihata domandin. Ev gelekî zelal bû.
Wê derfetên partiya me û nêvenga
azad hindekî ji rê bihata derxistin
û ji sîxurekî herî navdar zêdetir
zirar bihata dayîn. Jixwe vê tiştê
hindekî xwe di nava refa me de raber
kir. Gelo pênaseya hest, pênaseya
hezkirinê hatiye kirin? Gelo yê ku
evîndar bûne, dema evîn bi dest
girtine xwe spartine zanebûnekê û
bingehên siyasî yên cidî? Têkîlî
weke hatiye hînbûn, “min tu dîtî, ez
bi te ve hatim girêdan, tu bi min ve
hatî girêdan” tê meşandin. Ev
şêwazeke têkîliyê ya herî ji rêzê
ye. Em nikarin bi vê yekê ve dest pê
bikin. Destpêkirina bi vê ve tê
wateya xwe ji nû ve nûkirin û
domandina feresata sewdaser ê. Di vê
wateyê de dê rê li ber tevahî
qirêjiyan an jî liber tevahî
helwestên ku dirûxîne, difetisîne,
bêrêxistin dihêle û ji şer dûr dixe
vebike.
Min ji bo we ezmûna (sınav) xwe
vekir. Ji bo ku ez wêrekiyê bidim we
min her dem behsa vê yekê kir. Bi
tevî ku ev qas jêhatiyên min ên
çareseriyê heta bihêzbûna min hîn jî
li hemberî vê pirsgirêkê ji aliyê
madî û madî ve ez gelekî bi tevdîr
im. Bi rengekî gelekî xeter ketina
nava serpêhatiyeke evînê wêrekiyê
dixwaze. Li gorî min evîn hatiye
dahûrîn û bi encamekê ve hatiye
girêdan. Me hest û hezkirin bi welat
ve girêda. Me ji vî alî ve evîn bi
pêş xistin. Lê belê hîn jî ez bi
qasî we wêrek nînim. Girêdaniya yek
kesî dibe ku we bixe xayin.
Min ji pratîka jiyana xwe herî zêde
ev encam derxist. Mafê tu kesekî
nîne ku zêde ji yekî din hez bike.
Tê gotin “bi mirinî û bi dînîtî ez
ji te hez dikim” lê belê dibe ku di
vir de xiyanet hebe. Ji gotina dibe
ku wêdetir, ger pêşî neyê girtin
dibe ji vê sîxurekî pir baş
derbikeve. Ew aliyekî vî karî ye.
Pêwîst e mirov hêza hestan tenê bi
kesekî xwe nepixandî ve ne, bi welat
ve, ger welat hebe bi şerê wê ve
girê bide. Pêwîst e mirov vê
veguherîne hezkirina gel, partî û
rêhevaltiyê ve girêbide. Me ev yek
jî tespît kir. Kesekî ku bi
têkîliyekê ve gelek hatiye girêdan
gelekî çavtarî dibe. Di
herêmparêziyê de jî ev yek heye. Min
di hevalên xwe yên herî nêzîk de jî
ev yek dît. Bi keçikekê re yan jî
ger keçik be bi zilamekî re mehên
xwe derbas dike. Lê belê ji bo
erkekî şoreşgerî ya herî ji rêzê nîv
seat dema xwe jî venaqetîne.
Ez pirsgirêkan bi zanistî digrim
dest. Ger ev qasî bi yekî re
pêwendîdar dibe wê demê ji bo çi bi
rêxistinê ve qet mijûl nabe? Ji bo
çi her kesekî hez nake? Hezkirina
xwe veguhertiye putekî. Teoriya putê
jî wiha derkete holê. Mînak em
hezkirina Hz Mihemed bigrin dest.
Her çi qasî sembolîk be jî,
hewldaneke wî ya şikandina putan
hebû. Piştî ku put şikandin jî
dibêje “rebê we li asîman ne” wateya
vê ev e, di wê demê de her eşîretekî
Ereb xwedî putekî bû. Her kesî ji bo
putê xwe îbadet dikir û putê xwe
pîroz dikir. Ji ber wê jî yekîtî
çênedibû. Dema ku yekîtî nedibû,
serdema cehaletê û têkçûnê serdest
dibû. Mezinahiya Mihemed di vir de
ye. Di rastî de bi şikandina putan
ve şoreşekî dike. Dema ku dibêje
“rebê we li asîman e” di wateyekê de
hezkirina takekesî razber (soyut)
dike û tîne asteke giştî.
Gelo em dikarin çawa vê nêzîkbûnê di
nava me de pêk bînin? Di rastiyê de
li gel me ezeziyet, qebîlegerî û
malbatgeriyeke ku ji eşîretgeriyê
gelekî paşketîtir heye. Ji ber ku
her kesek ji nirxên xwe yên netewî û
civakî qut bûye. Li derveyî têgeha
netewî jî maye. Di destê wî de
hindekî malbatgerî û qebîlegerî
maye. Heta malbat û qebîle jî têk
çûye. Bi tenê du kesên ku hev
dixapînin ve bisînor mane. Rastiyeke
ezezîtiyeke sosret a di nava me de û
sparteka wê ya civakî wiha bi pêş
dikeve. Girêdana bêsînor a bi kesekî
ji bo kesekî din tê wateya rastiya
netewî û civakî –ku di heman demê de
ev rastiya leşkerî û siyasî jî, di
cewherê xwe de dide jiyîn- li
aliyekî dihêle û bi tevahî hêza xwe
ve ji yekê hez dike, xizmeta yekê
dike û dikeve bin fermana wî. Him jî
bêsînor dikeve bin fermanê. Hîn
baştir tê fêmkirin ku azweriyên
kesayetê tê çi wateyê, rewşeke çi
qasî xayînî, çi qasî bêpîvanî, çi
qasî dînîtî derdixe holê?
Gelo bi yekê ve girêdan hindekî
xeter nabe? Li şûna ku tu dê bi yekê
ve werî girêdan bi tevahî hevalên
xwe ve, bi tevahî gelê xwe ve,
mirovahiya xwe ve were girêdan. Li
şûna ku tu dê tenê bi dayik û bavê
xwe bihizirî hindekî dayîk û bavên
din jî bihizire. Li şûna ku tu dê li
xizmên xwe bihizirî, li mirovên din
jî bihizire. Piştî ku te ev yek bi
pêş xist, netew, çîn heta tevahî
mirovahiyê bihizire. Yê li gel me jî
gundiyekî ji rêzê ye û yekcar bi
têkîliya jin û zilam a xetimandî ve
hatiye girêdan. Di nava wan
têkîliyan de siyasîbûn û civakîbûnek
tuneye. Hela mirov tu caran nikare
behsa asta netewî bike. Eşîret jî
têk çûye, tenê jin û zilam maye. Yê
van jî têkîliyeke wan a
zayendîtiyeke gelekî çors heye û
maye. Çorsbûn di vir de ye. Hewayeke
van têkîliyan a siyasî bûn civakîbûn
tuneye. Bi qasî ji vê hewayê qutbû,
qasî ku ketin nava pirsgirêkên
giran li gel pirsgirêkan
zayendîtiyeke gelekî çors û rastiya
malbatê ku mirov nikare ji nav
derbikeve derdikeve holê. Destpêkê
li hemberî hev evîndar in, çavtarî
ne. Di vî alî de dikarin kuştinan jî
bikin, lê belê di roja diduyan a
zewaca xwe de wê lihev bidin, ji ber
ku têkîliyên derew, têkîliya
tunebûnê mijara gotinê ye. Bi
azweriyeke zayendî ya çors ve herî
zêde çend mehan evîn û mevînê dijîn.
Piştre jî pirsgirêka malbatê ya
giran, pirsgirêka zarok a aborî û
yên tenduristiyê derdikevine holê.
Piştre jî pevdiçin û êdî her roj
jiyaneke bipevçûn dest pê dike.
Ev tişt têne destpêka evînê ye. Gelo
di vê têkîliyê de evîn û hest maye?
Bêyî ku bigihê bîst saliyê jiyan
fetisî. Em van tevahîyan
dipeyitînin. Rêbertiya partiyê,
rêberê çalakiyê yê partiyê û xeta wî
ya bîrdoziyê van pirsgirêkan dibîne
û çareseriyê jî dibîne. Ji bo vê her
çi qasî hindek kes xetimandinê ferz
bikin jî, em çareser dikin. Mixabin
evîn û hestên wiha zêde tiştekî rave
nakin. Em nikarin bi girêdaniya
fîzîk û zayendîtiyê ve rewşê rizgar
bikin.
Ez bawerim di nava refên me de
hindek kes vê mijarê ji rê
derdixinîn. Berpirsyarî û hêza
rêxistinê di wateya çors de bi kar
anîn heye. Li şûna ku hezkirineke
asayî bi pêş bixin û bixin nava
şêwazên ku partî pêş dibîne, vî
tiştî bi rengê gelekî tevlîhev bi
kar tînin. Em neçarin biaqil bin.
Dagirkeriyê riyên hezkirinê qut
kiriye. Tu caran derfetên pêşxistina
evîneke bi tenduristî nade. Em
dibêjin ji bo evînên girîng,
hezkirinên girîng û armancên bilind
em şerê rizgariya netewî bi pêş
bixin. Ev çi ye? Ev rêxistinbûn e.
Rêxistinbûn çi ye? Perwerde ye. Yekî
ku vî tiştî fêm nake nebêje, “di
rastî de evîna min girêdayî vê ye” û
xwe nexapîne. Ji ber ku beşekî wan ê
mezin xwe dixapînin. Ên ku hatine ku
şev û roj hev bihizirin nikarin fêr
bikin û fêr bibin. Di vir de hun dê
xwekuştina evîn û hestan bikin. Ger
bûrjûwaya biçûk xwekuştina çînî pêk
bîne dê bibe proleter. Ger hun jî
hindekî xwekuştina hest û evînê
bikin hun dê bikarin rêxistinê
pêşbixînin û rêxistinê bikin.
Di hindek destanên me yên ku gelekî
sembolîk diyar dikin de her dem
evînên ku di nîvyê de rûbirûyê
xiyanetê mane û bi mirinê ve bi
encam bûne hene. Gelek çîrokên weke
Mem û Zîn, Memê Alan têne zanîn. Ew
jî rastiyekê rave dikin. Raveyeke
sembolîk a negihiştina armanca
netewî ye. Gelo ji bo çi bi
hevrebûnên evînê pêş nakeve? Ji ber
ku hevgirtina netewî pêş nakeve.
Cihê ku hevgirtina netewî bi pêş
nakeve mirin û xiyanet heye. Ji
kelem û fesadan re tê gotin.
Xirabkarên rêxistinê kîne? Di nava
rêxistina me de jî gelek Beko (di
destanê evînê yê Kurd de kesayetê
xiyanetkar) hene. Pêwîst e hun bibin
Mem û Zînên ku xwe ji bo rizgariya
netewî razandine.
Evîn li ser bingeha ku me gihandiye
zanistiyê pêş ketiye. Biaqilbûna min
a di vê mijarê de ji bo vê çîrokê
him raveyeke zanistî bi dest dixe,
him jî weke ku gelek ji we dijîn bi
encam nake. Bi rastî jî evînên we
her dem dimirin. Jixwe neçare di bin
mercên feodalî û serdestiya
dagirkeriyê de bimire. Mînak di nava
me de xirabkarekî têkîliya xwe
“têkîliya dîrokî” li me ferz kir.
Ger me pêşiya vê têkîliyê negirtiba
dê veguherta têkîliya tunekirina
partiyê. Ev têkîlî vê gavê
têkîliyeke ku di milê emperyalîzmê
de tê jiyîne. Weke van bi hezaran
kes hene. Ez dê Mem û Zînên wiha çi
bikim? Bi hezaran Mem û Zînên wiha
hene. Lê belê vê gavê em têkîliyan
dikarin hîn şênbertir bi dest
bigrin. Bûyer bi rastî jî zehmet e.
Ango em hîn ji çareseriyeke kevneşop
jî dûr in. Ez bawer nakim ku hun
zêde evîndar bin jî. Van hestên xwe
yên erzan li xwe mukir werin (itiraf
etmek). Ne şerm e. Ez jî li xwe
mukir hatim. Hindek evînên min jî
çêbûn an jî rewşên wiha ku min jiyan
kiribû hebûn. Lê belê armancên min
nebinketin, nemirin û stû tewandin
nebû.
Gelo ma hun dê bikaribin bûyera
Rêbertiyê ji vî alî ve jî lêkolîn
bikin? Ev mijareke girîng a lêkolînê
ye. We nekarî bûyera rêbertiyê yan
jî rêhevalekî xwe weke min ji vî alî
ve nas bikin. Pêwîst e we bizanibiya
ku ez di vê mijarê de jî şervanekî
gelekî mezin im. Ji heftsaliya min
pê ve hevalên min ên keç hebûn. Hîn
jî hevalên min ên keç hene. Lê belê
ev hevaltiyên mezin in. Ez bi
hevalên xwe re mijûl dibim. Min dest
ji hevaltiya xwe bernedaye. Balê
bidinê ez hîn jî van xebatên xwe
didomînim. Li ser bingeha hêviyên
min ên heftsalî ve min lêgerînên xwe
yên evînê bi pêş xist. Evîn wiha
dest pê dike. Lê belê li pêşiya
evînê astengên feodal hene.
Astengiya feodal di temenekî biçûk
de keç û kur dikişîne aliyekî, di
duwanzdeh saliyê de sozê dide,
derfet an jî nêvenga evînê tune
dike. Di panzdeh saliyê de
dizewicîne û bi her awayî dikuje. Lê
belê min lêgerînên xwe domandin. Ev
mijar derbasî pirtukan jî bûye.
Ji vê derdikeve holê ku ez
azadîxwazekî baş im. Hevalê min ê
zarokatiyê zewicî, lê belê pêwîstbû
ku ez li wî bigeriyama, ev lêgerînek
bû û nîşan dide ku ez xwedî hêvî me.
Ez bawerim we dest ji hevalên xwe
berdaye. Ew kes bû jina wî, ew kes
bû mêrê wê. Min wê demê keç jî û kur
jî nehişt. Yek çû bi yê duyem re û
heta bi tevahî netewê re ez mijûl
bûm. Em şêwazê Rêbertiyê bi
rasteqînî lêbikolin. Keçikek çû ez
bi gelek keçikan re mijûl bûm. Mînak
di dema dibistana amadeyî de, di
dema zanîngehê de gelo ji bo çi hêza
min a têkîliyekê nebû? Zarokên
bûrjûwa di nava pergala têkîliyeke
gelekî xwezayî de bûn. Lê belê ez
weke ku min bi zincîrê ve kirine
bêtêkîlîbûm. Weke ku hindek hêzan
min bizmarkiribûn. Wê demê
sosyalîstbûyîna me û mijûlbûna me ya
bi diyarkirina netewan a çarenûsa
xwe rewşeke evînê bû.
Ji bo bûrjûvazî, evîn an jî pergalên
têkîliyan a gelekî rihet ku li gor
wê hene. Serdema feodal, kapîtalîzm
evîn sekinandin. Keça Kurd jixwe
fetisiye. Li ber serê min çend
zilamên Kurd hebûn bela seriyan bûn.
Mînak yekî ku bavê wî miftî bû, yê
bela seriyan hebû. Rojekê kêra xwe
kişand êrîşî keçikekê kir. Dê keçik
birîndar kiriba. Li hemberî vê ez
matmayî bûm. Xwe bi xwe re min got,
“hewar xwedêyo pêwîste ez nebim
zilamekî Kurd ê wiha” her kesekî
tinazên xwe bi wî dikirin. Vaye
evîna Kurd di salonên fakûlteya
zanyariyên siyasî de wiha tune dibû.
Gelo ji bo çi her çi Kurdek be jî
pêşxistina hindek tiştan gengaz e?
Ev rastiyeke Kurd e. Gelek ciwanên
Kurd jî evîna xwe di serê kêrê de
nîşan didin. Ev jandariyeke mezin a
evînê ye. Gelo mirov jandariya evînê
ne, dikare ji bo vê bibêje dînîtî?
Hema tevahî xort wiha ne. Ev her roj
dikarin ji ber têkîliyekê kuştinan
bikin. Di vir de tewanbariyeke
mezin, pîskopatî yan jî bûyereke
tewanê heye.
Ji aliyekî din ve keçik an jî zarokê
bûrjûwa yên ku werin hezkirin hebûn.
Lê belê min sînorên xwe dizanîbû. Ji
ber ku wê demê hêza min a hezkirinê
tunebû. Li gel wê bi wî rengî
nêzîkbûna min encamên ku derdixe
holê ew bû ku ez yekî biaqil im.
Weke Kurdan min kiriba ez dê her roj
birîndar bibûma. We jî gelekî wenda
kir. Hun bûne evîndarê bûrjûwaziyê.
Ji ber vê sedemê we hest û giyana
xwe firote bûrjuwaziyê. Gelo ma
kesên ku giyana xwe nefirotine
bûrjûwaziyên jiyana xwe nefirotine
hene? Kesê ku giyana xwe nefirotiye
xweşikên filmên Yeşîlçamê, xweşikên
televîzyonê hene? Ji bo ku hun
pîroziya hestan bi dest bixin,
pêwîste ku hestên we neyên firotin.
Lê belê ihtimaleke mezin ve we
tevahî hestên xwe firotine. Ev
tevahî nîşan didin ku hun çima di
evînê de asê dimînin. Ger we ji
nirxên bûrjûwayê hez kir hun dê ber
bi hevkariya wê ve jî biçin. Ger hun
ber bi keça axa ve biçin, tê wateya
ku hun bi axa ve hatine girêdan. Axa
jî ji ku derê pere tên bi wir ve
girêdayî ye. Pere jî ji dagirkeriyê
tê. Wê demê tê wateya ku te evîna
xwe û hestên xwe firotiye
dagirkeriyê.
Di zanîngehê de, di salên ciwaniyê
de tiştên ku min kirine, parastina
rewa bû. Wê demê ji ber ku hêza min
ji bo têkîliyekê têr nedikir, min
xwe diparast. Şûna ku bi navê evînê
ez her tiştî wenda bikim, min ji xwe
re xwegirtina hundirê xwe hilbijart.
Ji ber ku demên ciwaniya min bû. Ger
ez xirab asê bibama dibe ku belayên
mezin bihatana serê min. Hun di
salên ciwaniya xwe de sosret asê
bûn. Bi vî rengî we gelek tiştên xwe
û dibe ku we giyana xwe wenda kir.
Gelo ev giyanên weke wehşan kengî
derketine holê? Wehşbûna giyanê çî
ye? Gelo hun xurifandina giyan, ji
rê derxistina giyanê lêkolîn dikin?
giyanên di we de giyanên kê ne?
Hestên wê hestên kê ne? Ev ji kê
mane? Ev helbest helbestên kê ne?
Çavkaniya stranan çî ye? Azweriyên
we çavkaniya xwe di kur de dîtin?
Dema ku keçê ji kurik û kurik jî ji
keçikê hez kir, gelo di nava wê de
naverokeke civakî netewî ya cidî
hebû? Qet nebû. Wê demê tê wateya ku
giyanên we hatin firotin. An jî ev
tişt pirsgirêk nekirina we tê wateya
ku hun evînê înkar dikin. Di vir de
giyanên firotî, giyanên noker,
hestên tunebûne hene. Evîn li ku
derê ye? Xortên evîndar li ku derê
ne?
Weke ku min diyar kir, tiştên ku min
di van salan de kiriye xwe kişandina
parastina rewa bû. Xwe li hemberî
fêrbûnên bûrjuva û azweriyên wê
parastin bû. Ez li gund jî wiha
nêzîk bûm. Wê demê li hemberî şêwazê
ku gundiyan ferz dikirin ez derbasî
rewşa xwe parastinê bûm. Min
têkîliyên bi vî rengî nekarî
bipejirînim. Ji ber ku ez dihizirîm,
hest û keçikên wiha ne li gor min
in. Piştre min têkîliyeke taybet bi
pêş xist. Hate dîtin ku ger bi
şiyarî neyê bidestgirtin, têkîliya
jinekê wê di bin navê girêdaniya
hest û têkîliya taybet de tevahî
hewldanên min tune bike. Bihizirin
ger ez jî weke we bûma, gelo wê demê
dê rewş çawa biba? Min ji komê re,
ji pirsgirêka Kurd re pêşkeşî dikir,
nirxekî mezin dida sosyalîzmê. Ger
ev erkên min ên mezin nebana, ger ez
yekî ji rêzê bûma ihtimaleke mezin
ez tune dibûm. Ger ez weke Kurdekî
klasîk nêzik bibama ev dê biba
sedema tunebûnê. Ger min bigota
“azwerî ye, zayendîtî ye” û serî
bitewanda dê ew jî tunekiriba.
Pevçûneke bêdem jî nabe. Min got
pirsgirêka demê baş bibîne û bi ser
xwe de biçe. Gelo pirsgirêka te çî
ye, ev kî ne, tu çî yî, te ji bo çi
kir? Bi pîvanên çors an jî hoste tê
bigihê ku yê hemberî te bela ye.
Gelo belaya KT ye, belaya feodal e,
yan jî belaya bûrjûwaziya biçûk e?
Bi van re hesabên xwe baş bike. Ger
hêza te têra yê hemberî te nake,
bila hêza te têra te bike. Ger
tekoşîna ku tê ferzkirin wê demê
tekoşînê bike û xwe wenda neke,
hostetiyê jî ji dest bernede. Min ev
tevahî lêpirsîn kir, şêwazeke
tekoşînê bi pêş xist.
Gelo di serî de min dixwest ku wiha
bibe? Na! Lê belê min pêwîstî bi
nêzîkbûneke ku ji bo her rewşekê ku
tê jiyîn dît. Bi vî rengî min dest
ji netew, partî û şer berneda. Min
got ger hest û evîn çûbe, bila biçe.
Ew jî derkete holê ku ew ne hest û
evîn e, sarbûna marekî bi jehr,
zindiyekî ji zû ve mirî ye. Ger min
li hemberî vê yekê xwe wenda kiriba,
bûyera ku jê re PKK tê gotin jî
dernedikete holê. Dahurandina
kesayeta xwe û hestên xwe di bin
hestên xwe de xwe neperçiqandin
bûyereke gelekî girîng e. Ji aliyê
Kurdistanê ve xwe pêkanîneke min a
herî girîng jî ku min kiriye ev e.
Wateya di Kurdistanê pêşxistina
evînê û bilindkirina hestan dîtina
asta netewî ye. Em nebêjin Mem û Zîn
derbas nebin. Di rastiyê de ew
pirsgirêkeke hevgirtina netewî ye.
Ger hevgirtina netewî û hindekî jî
demokrasî hebe, ew bavê feodal jî
nebe di rastiyê de Mem û Zîn
dikarîbûn bi hev re bijîn. Ev mirina
ku tê zanîn jî pêk nedihat. Em
dikarin jiyana wan ji gelek aliyan
ve lêkolîn bikin. Ehmedê Xanî
yekîtiya netewî dixwaze, nivîskar
dibêje “ger hukimdariya Kurd hebûya,
ev tişt nedihate serê me” di wî de
azweriyeke mezin a yekîtiyê heye. Vî
tiştî di vê destanê de diyar dike.
Em dikarin bibêjin di riya yekîtiya
netewî de hewldaneke mezin daye û
ketiya riya evînê. Ger hun hindekî
şoreşa demokratîk a netewî bi pêş
bixin hun dê hindekî riya evînê
vebikin.
Ew
dahurîna Çernîşewskî ya di esera wî
ya “Çawa Bikin” de hindekî dişibe
dahûrînên me. Min nexwend, lê belê
ez bawerim ên me hîn berfirehtir û
zanistîtir e. Yê ku ev pirtuk xwendî
hebe em dikarin di derbarê naveroka
wî de nîqaş bikin.
A:
–Di pirtukê de têkîliyên feodalîzm û
kapîtalîzmê tê bidestgirtin. Bav û
malbata kesayeta jin a destpêkê
bûrokrat e. Di lêgerîna zewaca
destpêkê de hezkirinê nabîne. Hîn
zêdetir têkîliyeke ku xwe dispêre
berjewendiyê heye.
Rêber APO:
- Wê layiqê hezkirinê nabîne.
A:
-Layiqê hezkirinê nabîne. Heta di
dîtinê de bi zilam re pirsgirêkeke
cidî nîne, lê belê wî jiyanî nabîne.
Rêber APO:
- Jixwe hezkirinin wisa pêş nakevin.
A:
- Piştre pêşxistina têkîliyên
bêberjewendî heye.
Rêber APO:
- Gelo ber bi têkîliyên azad ve ye?
A:
- Têkîliya civaka sosyalîst jî bi
xwe re...
Rêber APO:
- Gelo ma ber bi wê ve diçe?
A:
- Vê carê ber bi hezkirineke wisa ve
çûyîn heye. Dema ku ber bi
hezkirineke wisa ve diçe bi kesê ku
têkîliya berê pê re hebû re pev
naçe. Bi wî re pirsgirêkê hindekî
hêsanî çareser dike. Yek jî asta ku
daye ev e. Mirovên ku bi wan re
diaxivin kesên ji aliyê çandî,
siyasî û civakî ve pêşketî ne.
Rêber APO:
- Ango hezkirin pêwîstiya xwe bi
bingehekî gelekî cidî ya çandî heye.
Ji bo hezkirin ji rewşa bûyereke
ajoyî ya erzan derbikeve pêwîste
hezkirin bi çandê ve were
bidestgirtin ango weke paçekî were
hunandin.
A:
- Jixwe dema jin gava destpêkê
diavêje keçeke bûrokrat e. Asta xwe
ya siyasî û çandî nîne. Bandorên
feodal jî dijî. Lê belê di wateya
bûrjûwa de pêşketinek heye. Di wir
de hezkirinê nabîne.
Rêber APO:
- Di derketina jinê de tiştek nîne.
Pirsgirêka wê pere nînin, heta ji
berjewendiyê jî direve. Gelek
bûrokrat hene lê belê li rûyê wan jî
nanêre. Dema ku pereyekî zêde dîtin,
gelo ma keçeke ku li pey neçe heye?
Ji ber ku evîn û azadî tuneye. Dê
weke masiyan xwe biavêjin tê de.
Mixabin keçikên me wiha ne. Gelo kî
heye ku derfetên mezin ên madî û
têkîliyên erzan qebûl neke û
pêwîstiyê bi azadî bibîne? Xort û
keçên bi wî rengî hene?
A:
- Ew lêgerîna jina di pirtukê de bi
civakê ve bi hev re pêş dikeve.
Rêber Apo:
- Ev pirtuk di pêvajoya biêş a
şoreşa netewî demokratîk a li
Rusyayê tê nivîsîn. Ji bo têkîliya
azad a wê demê re dibe çareseriyek.
Mezinbûna wê jî di vir de ye. Lenîn
jî wê pirtukê li ser wê bingehê bi
dest digre.
A:
- Tevlîheviyeke wiha nîne. Zayendîtî
di asta pêş de nayê bidestgirtin.
Aliyê vî karî ya siyasî û civakî
digre dest. Hizirandinên xwe yên di
derbarê civakekê de hetanî pêkanînên
van heye.
Rêber APO:
- Di nava van tevahîyan de
zayendîtiyê azadiyê bi dest digre.
Lê belê destgirtina me hîna
komîserhev e û kûr e.
D:
- Rêberê min di wê pirtûkê de, di
zewaca destpêkê de hesta minetê
serdestir e. Jin li mêrê xwe yê
destpêkê bi çavekî rizgarîxwaz
temaşe dike.
Rêber APO:
- Ma gelo zewaceke ku bi hestên
minetê ve hatiye kirin mijara gotinê
ye?
D: -
Belê. Piştre jî rizgariya jinê
xistina malê rizgariya netewî heye.
Her du bi hev re pêş dikevin.
Rêber APO:
- Jin xwe ji hesta minetê rizgar
dike yan jî wê napejirîne. Gelo ma
ew bi xwe têkîliyê bi çi ve
girêdide? Qehremana jin a vê esera
mezin kî ye?
D:
- Vera.
Rêber APO:
- Navê zilam çi ye?
D:
- Kîrsanov û Lopûhov.
A: -
Du zilam hene.
D:
- Di wir de bi perçebûna civaka
feodal ve nakokiyên kapîtalîst jî
tên jiyîn. Bi taybet malbata keçikê
ji bûrokratekî gelekî dewlemend
zêdetir weke kehyayê malbatekê ye.
Dayik keçikê ji bo firotinê derdixe.
Li gorî nirxên civakê ji bo
pêşerojeke aram wê difroşe. Keçik ji
bo vê yekê serî hildide û bi
alîkariya yekî rewşenbîr ve ji malê
derdikeve. Piştre dibîne ku ew
zewaca ku hatiye kirin, ji diliyê
gelekî dûr e û hezkirin tê de
tuneye. Di zewaca ku kiriye de bi
giranî rêzdarî heye.
Rêber APO:
- Di vir de dibîne ku hezkirin nîne.
Ev dişibe lêgerînên min û tespîtên
ku min kirine. Ango hezkirinê nabîne
yan jî di vir de hezkirin tune bûye.
D:
- Rêzdarî hîn zêdetir e. Nirxekî
mezin jî didê.
Rêber APO:
- Lê belê rêzdarî têr nake.
D:
- Qîmetê dide lê belê di vir de
hezkirineke ku xitabê xwe dike nîne.
Ji bo jê rizgar bibe lêgerînên xwe
pêş dixe. Mînak dest bi kar dike.
Komeke biçûk a sosyalîst ava dike,
kargehekê vedike. Vê carê dihizire
dibe ku hezkirineke xwe ya cihê jî
çêbibe. Dikeve nava lêgerîneke cihê.
Rêber APO:
- Gelo ma ev yek dibe ezmûneke
hezkirina sosyalîst?
A:
- Mirov dikare wisa jî bibêje.
Hindekî xeyalperestî heye.
Rêber APO:
- Li gor min xeyal e. Têkîliyeke
wisa jî nehatiye jiyîn.
A:
- rastiya xwe nîne.
Rêber APO:
- Ev hêviya Çernîşevskî ya têkîliya
sosyalîst e. Em wê wiha têbigihên,
di rastiyê de tiştekî wisa nehatiye
jiyîn. Lê belê wî mînakên ku dişibe
wê lêkolîn kiriye û razberiyeke wisa
ava kiriye. Di heman demê de roman
razberiyek e.
A:
- Projeya civakî li ser têkîliyeke
diyar saz kiriye.
Rêber APO:
- Misogeriyeke ku pêwîste were
rûxandin û rastiyeke civakê ya ku di
bin bandorên giran a kevneşopiyê de
heye. Pêvajoya şoreşa netewî
demokratîk e. Xwe rizgarkirina Vera,
xwe rizgarkirina ji feodalîzmê ye.
Rewşenbîr e û hindekî jî bûrjûwaziyê
temsîl dike. Lê belê pêwîstiyê
dibîne ku xwe ji wê jî rizgar bike û
xwe rizgar jî dike. Piştre ber bi
projeya sosyalîst ve diçe.
Em dixwazin vê hindekî bi dahûrînên
kûr ên rastiyên me ve bimeşînin.
Kesekî ku xwe rengekî çavtarî bibêje
evîn û xwe dayne holê hebe, pêwîste
bizanibe ku rewşeke wiha ya evînê û
hezkirinê tuneye. Mînak Vera zewaca
ku bi rewşenbîrekî re kiriye de
dîtiye ku evîn nîne. Li gel me
bihêlin rewşenbîr ew yên ku hezar
caran paşketî ne, hestên erzan weke
qaşo evîn an jî hest pênase dikin.
Ne gengaz e ku em ji vê re bibêjin
azadî. Ji ber ku gelekî di asta
paşketî de ye. Ez ji bo ku hun
xemgîn bin an jî xwe biçûk bibînin
diyar nakim. Lê belê di mercên îro
de bi destxistina evîn, hest û
hezkirinê ji teoriya Eînsteîn hîna
zehmetir e. Hun dizanin teoriya
îzafiyetê teoriyeke zehmet a fîzîkê
ye. Dibe ku evîn hîna ji wê jî
zehmetir be. Ji bo wê jî ew qasî
pevçûn û nîqaş hene. Ger evîn hêsan
bûya em jî ev qasî mijûl nedibûn.
Tiştê ku ez bi tevahî hewldanên xwe
ve dixwazim bikim, ger nebe ew
giyanên ku hatine firotin, canên
mirî û azweriyên qirêj ên hatine
girêdan hindekî bi sînor bikim. Ger
gengaz be afirandina nêvenga
hezkirinê ye.
Em li aliyekî bihêlin ku hun
hezkirinê bijîn, ji nêvenga vê jî
dûr in. Li gel we vîn, armanc û
azweriya vê yekê nîne. Ez vê ji bo
asta civakî diyar dikim. Di rastiya
me ya netewî de hîn ev tişt nînin.
Mirovên ku gelekî çors in mijara
gotinê ne. Ez ji ber ku gelekî xwe
diecibînim nabêjim. Lê belê ez ne
nêzîkbûna keçikekê ya ji bo xortekî
ne jî ya xortekî ji bo keçikekê rast
dibînim. Her cureyên hest û
danûstandinên wan ez gelekî kirêt
dibînim. Hesteke ku li ser min
serdest e ev e. Hestên xweşik, dayîn
û stendina xweşik hîn min bi xwe jî
ne daye daqurtandin. Dibe ku hun
bibêjin, “gelekî xweşik dike” lê
belê tişta ku ez dikim gelekî kêm
dibînim. An jî qet naecibînim.
Jêhatiya min a ecibandinê û
mijûlbûna min a bi têkûzbûnê ve tê
zanîn. Ev hewldaneke gelekî mezin
dixwaze. Di vê mijarê de şerekî ku
bibe mînak an jî bersivê bide tevahî
pergalên me yên nirxan pêwîste were
dayîn.
Ger em şer bi pêş nexin, evîn û
hestan em li aliyekî bihêlin we
naxin şûna mirovan jî. Dê
cendermeyek were roja diduyan jina
te û keça te ji destên te bigre.
Jixwe mêrê tê tazî û rût dike, lê
dide û rezîl dike. Ma di vê rastiyê
de evîn û hezkirin çêdibe? Mezinbûna
me di vir de ye. Dema min ev rastî
dît, min got ez nakevim nava karên
malbatgeriyê. Li şûna ku wiha be
bila qet nebe. Girêdanên min bi jinê
re girêdanên şer in û ev sînor
gelekî girîng e. Hun naxwazin vê
yekê jî fêm bikin. Hindek jin û
zilam balê li vê nakişînin û xirab
têk diçin. Tu caran ji bîr nekin ku
tevlîbûneke we ya li ser bingeha
girêdana şer heye. Niha navê evîna
we tekoşîn e û şer e. Em dikarin vê
gavê evînê wiha bi pêş bixin.
Destpêkê gelo em dê çawa şer bikin?
Ev gelekî girîng e. Di nava
têkîliyên gelekî dijwar de dibe ku
hindekî evîn jî hebe. Lê belê
pêvajoya vê gavê şer e.
Di vê mijarê de nûbûneke ku min
kiriye heye. Di min de serî
tewandina ji bo yên gel xwe nîne. Me
Zîn û Mem çi kirin? Şûna ku em serî
li pîvanên feodal bitewînin û di
nava pevçûneke kor de hev tune
bikin, kişandina we ya ji bo şerê
gel şerekî azadiyê yê rastiya Kurd
serkeftineke mezin e. Ev ji bo evînê
gaveke gelekî mezin e. Min da
diyarkirin ku ez di vê mijarê de, di
nava şerekî gelekî girîng de me.
Dema ku ez jin û zilam dadihûrînim û
dikşînime şer bi şêwazekî gelekî
hostetî pêk tînim. Ez ji bo ku xwe
binepixînim diyar nakim, lê belê hun
dizanin ku ez we ji têkîliyên we yên
xeter û têkîliyên kole yan jî
têkîliyên xiyanetê bikişînim çi qasî
tevdîran digrim, çawa li ser çareyan
dihizirim? Her kesek matmayî dimîne
ku me ev qas zilam û keç çawa
kişandin û van xebatan çawa li gel
hev dimeşînin. Di hatina jinê ya
refên tekoşînê de bûyereke azadiyê
heye. Yê ku bixwazin vê yekê bibînin
gelekî kêm in. Gelo em di van mercên
şer de ji bo çi têne gel hev? Tevî
ev qas birçîbûn û tîbûnê ev evîna me
çî ye? Kesek vê ji xwe napirse. Dema
ku derfet dîtin, bi nêzîkbûneke
durûtiyê ve xirab nêzîk dibin. Ev jî
gelekî xeter e.
Ger hun naxwazin wiha nêzîk bibin
hun dê rast nêzîkî rastiya şer û
rêxistinê bibin. Di vê demê de evîn
bi rêxistinbûnê û bi pêşxistina şer
ve çêdibe. Hun van tiştan fêm nakin,
kesekî weke min bi pêwendîdar û bi
azwerî kêm tê dîtin. Ger hun balê
bikişînin tevî ku derfetên min ên
mezin hene, tu caran min berê xwe
neda zayendîtiya erzan. Bi hezar û
yek sedemên vê hene. Lê belê ez dîsa
jî bawer nakim ku tu zilamek bi qasî
min bi jinê re pêwendîdar bûye. Ger
di nava PKKê de, ger jî li derveyî
PKK qadeke min a pêwendiyê ya di vê
mijarê de heye. Gelo min di jinê de
ev bandor çawa afirand? Di rastiyê
de ev bûyereke mezin e. Hîn jî
şerekî min ê azadkirinê ya mezin
heye. Ez vê xebatê bi xapandinê yan
jî pereyan nameşînim. Ji bo çi
tevahî rêhevalên me yên jin ên
şoreşger bi min ve girêdayî ne? Jina
Kurd ji bo çi gelekî balkêş tên
girêdan? Pêwîst e mirov vê yekê fêm
bike. Ji bo çi mêrên xwe heta gelek
xizim û dostên xwe berdidin? Ma gelo
ez ji wan re dibêjim dev ji wan
berdin? Na. Hêzeke min a
çareserkirina pirsgirêkan heye. Ez
hezarûyek sedemên bi rastiya
Rêbertiyê ve girêdanê datînime holê.
Ev xebat xebateke mezin e.
Dema ku ez van tevahîyan diyar dikim
xwe naxime şûna yekî ku ji hewayê bi
zembîlê daketiye. Ez behsa
hewldanekê dikim. Dayîka min digot
“kesek keça xwe nade vî” rast e. Ne
min keç digirt, ne jî kesekî keç
dida. Tê wê wateyê ku hê ji wê demê
û pê ve sekinandineke me ya cihê
heye. Lê belê xebatên jinê xebatên
mezin ên azadiyê hatin kirin. Tevahî
keçik hatin vê tekoşînê. Ji bo tu
kesî ferzkirin nîne. Ger hun
rêhevalên me yên jin ferz bikin jî
hun nikarin bi hêsanî ji vir gavekî
biavêjin. Ji ber ku tevahî bi mirînî
girêdayîne. Bi sedan rêhevalên me
yên jin şehîd ketin. Evîna tevahiyan
bû şahadet. Wateya van tiştan jî
heye, pêwîste ev hindekî werin
dahûrandin. Derdikeve holê ku
têkîliyên ku pêş xistine ne ji rêzê
ne. Me têkîliyên xwe nekirine
qurbanê zayendîtiyeke ji rêzê.
Dikarin bêyî ku çavên xwe bigrin ji
bo welatê xwe bi tekoşînê re
bimeşin. Ev jî bûyereke evînê ye.
Yan jî weke rengekî evînê bi pêş
dikeve.
Ger hun baldar bin a ku hun ferz
dikin ezeziyet e. Ya ku ez ferz
dikim jî netewiyet e. Gelo ya ku ez
ferz dikim an a ku hun ferz dikin
xwedî bandor e? Vê gavê ew
netewiyeta ku ez ferz dikim xwedî
bandor e. Ev yek jî bi şer pêk hat.
Yê ku qaşo bi armanca têkîliya azad
nêzîkî min bûn, ên ku dixwastin min
tune bikin û komplo bikin jî hene.
Di pirtûka Cem Ersever de hindek jin
bi riya jinê bi ferasetên komploger
ve çawa gihiştin gel min datîne
rastê. Em ji xwe dizanin ku gelek
jinên sîxur şandin nava refên
tekoşîna me. Her çi qasî van
tevahiyan li hemberî me şerekî mezin
meşandibe jî, gelek rêhevalên me yên
jin ku bi tekoşînê û bi rastiya
Rêbertiyê ve bi mirinî girêdayî
hene. Ev tevahî rastî ne.
Ev tevahî xwe bi xwe na, weke
berhemekê hewldanên mezin bi pêş
dikevin. Zagonên van tevahî tiştan
hene. Yên ku nizanin pêwîste fêr
bibin. Ger em dê behsa evînê bikin
di vê wateyê de zagonên evînê jî
hene. Ger hun jî jêhatî bin wiha bi
pêş bixin. Di vir de pirsgirêka min
bi jinekê re pêşxistina têkîliyê
nîne. Ez giştiya cîhanê li aliyekî
dihêlim, di bûyera Kurd de bi
afirandina jina azad ve mijûl dibim.
Ji ber ku ji bo hun bikaribin riya
hezkirinê vebikin, pêwîste destpêkê
jina azad biafirînin. Ji bo ku ez
bidim şermkirin diyar nakim. Ez xwe
jî zêde naecibînim. Lê belê tu
tiştên zêde ku mirov ji jinên heyî
hez bike û bi wê re bimîne nînin. Ez
vê ji bo biçûkxistinê jî nabêjim.
Tevahî feqîrên xwedê ne. Mirov
dikare rêzê bide wan lê belê ji wan
nayê hezkirin. Dibe ku fîzîka wê
hebe lê belê giyana wê, hizir û
zimanê wê nîne. Wêrekiya wê heye, lê
belê ziraviya wê nîne. Ger hun van
di pêş çavan re derbas nekin hun
nikarin tekoşîneke serkeftî
bimeşînin û nikarin hez jî bikin. Lê
belê hun dê gengazbûna pêşxistina
hezkirinê jî bibînin. Hezkirin
hunerekê, ziraviyeke mezin dixwaze.
Bi qasî gotinên gelekî xweşik,
xweşikbûna fîzîkî pêwîste
xweşîkbûneke giyanî ya balkêş û
tûjbûna hizirandinê jî hebe.
Navê min derketiye. Yekî ku min
nedîtiye jî xwe dispêre min. Bawer
dikin ku ez kesayetekî bêyî ku xwe
bispêrim tu berpirsiyariyan, navêkî
siyasî, dikarim bi jêhatî azadiyê
bidim axaftin. Lê belê rêhevalên me
min weke serdestekî gelekî mezin
dibînin. Bi girêdaniyeke feodal, bi
girêdaniyeke eşîret û olê hun jê re
çi dibêjin bibêjin bi wê re digrin
dest. Ev ji bo min bêşensiyeke mezin
e. Dibe ku ji ber vê xeteriyê
nepêşxistina evîneke azad çêbibe. Lê
belê hun hêza xwe bi rengekî gelekî
xeter bi kar tînin. Ez dixebitim ku
wê hêzê li aliyekî bihêlim û
têkîliya azad biafirînim. Ango jin
li gel zilamên me dibe ku birecifin.
Lê belê neçarin li gel min gelekî
guhertîbin.
Ger ez pêşiya girêdaniyên ku bingehê
xwe ji serdestiyê digrin û
pêwendiyên gelekî cihê negrim, van
bi azadiyê ve girê nedim wê
derbikeve holê ku ez şervanekî baş ê
azadiyê nînim. Ev jî dibe xirabiya
herî mezin ku ez li xwe bikim. Hun
qet bi vê yekê nahizirin, berovajî
hun bi vê kêfxweş dibin. Ez ji
girêdaniyên wiha nifret dikim. Lê
belê di riya girêdaniyên azadiyê de
jî hewldaneke mezin didim. Li ku
derê jineke ku pêwîste were
azadkirin hebe weke nêçîrvanekî ez
wan digrim û bi azadiyê ve girê
didim. Ev jî ji bo min hunerek e.
Zilam ji bo min dibêjin “jinên me,
keçên me nehişt, tevahî kişand û
bir.” Nêçîrvantiya azadiyê jêhatiyek
e. Lêgerîneke azadiyê ye. Ev jî
evînek e. Ez wiha dijîm. Wisa bawer
nekin ku ev xwe bi xwe çêdibe. Yê ku
bawer dike ev wisa ye hebin wê
tevahî jî li bin guhê erdê bikevin.
Pêwîste mirov ji bo hezkirinê ji
çiya, ji asîmanan xweşik behs bike.
Lê belê niha li çiyayên me bombe
diteqin. Dijmin riya evînê
xetimandiye nahêle çavên we vebibin.
Bi tenê amûrekê ku hun himbêz bikin
rêxistingerî û çalakgerî ye. Lê belê
dîsa jî ji evînê û hezkirinê hêviya
xwe qut nekin. Ez ji bo ku zilaman
an jî jinan bixim zehmetiyê van
hewldanan bi pêş naxim. Bi me hêrs
nebin, protestokar nêzîk nebin. Ji
bo ku hun evîndar nebûn an jî ji bo
vê ji hestyariyên xwe re nêveng
nedît li me nexeyîdin. Helwestên
hindekî ji we tund in. Ji ber ku
şêweyê jiyana ku dixwast ji dest
hatiye girtin. Provakatorekî digot
“te jiyana me dizî, vê PKK’ê jî em
dê bixin bin erdê, li Ewrûpayê
keçika ku em dixwazin re jiyan
bikin, lê belê tu tiştekî din ferz
dikî.” Dixwast wiha tola xwe ji min
wergire. Vaye xeteriyeke we ya
jiyana li gor vê teoriyê heye. Li
gor min jî dê li Kurdistanê wisa
neyê jiyîn. Ev jî zagona min e. Ez
dibêjim şûna ku wiha bijîn, ez dê wê
jiyanê bixim bin erdê. Ew jî dibêje
“ew jiyana ku tu dibêjî ezê bixim
bin erdê, em ji wê re dibêjin azadî,
ya ku te pêş xistiye jî em dê bixin
bin erdê ji ber ku ew dîktatorî ye.”
Îdîayeke dagirkeriyê jî ev e. Ev
çespandineke yekser e. Gelo hun ji
kîjan alî ne. Ger hun li aliyê min
in, ji ber çi napeyîtînin ka şervanê
azadiyê divê çawa bin? Ji bo çi hun
nayên artêşbûnê û partîbûnê? Ger hun
li aliyê me ne ji bo çi hun zû
dimirin? Berovajî hun her roj bi me
ve girêdaniya xwe diyar dikin. lê
belê di girêdaniya Rêbertiyê de hun
gelekî bi stûtewandinê nêzîk dibin.
Ji bo ku hêza we têra azadiyê nake,
hun tenê serê xwe dihejînin. Ev jî
dibe şêwazekî we valaderxistinê,
negirêdayîbûnê yan jî di bin navê
girêdayîbûnê de ne girêdanî ye.
Hun dibêjin “hezkiriyên me û
malbatên me hebûn, em fêrî wê jiyanê
bibûn.” Hindek kes maleke rihet,
hindek hevjîn û dost, hindek
ehbapger hindek jî li putekî
digerin. Ji ber ku ji wê qutbûye li
hemberî me bihêrs e. Naxwe ger ne
wiha be gelo navenda me ev qasî
giran nêzîk dibe? Kadroyên me yên
pêşeng ma gelo dikarin ev qasî bi me
bilêyîzin? Bi salan e hun di nava
şer de ne, ger ne wiha be, gelo wê
dê di avanekirina artêşeke balkêş de
ev qasî israr kiriba? Hindekî
protestokariya we heye. Ev jî kêrî
we tê. Hun dixwazin bi şêwazên xwe
ve bijîn. Ez jî bi we ve girêdayî me
û girêdaniya xwe jî wiha datînime
holê. Hun hêza min a dahûrandinê û
afirandina derfetên pratîkî dizanin.
Weke din girêdanî nabe. Kurdek
kirina mirov weke din çawa gengaz e?
Ne Kurd jî mirovekî azad afirandin
çawa gengaz e? Hun bibêjin ez li gor
we tevbigerim. Lê belê ger hun weke
çareserî min bingeh digrin, ez jî
van tiştan dibêjim.
Ez hewldaneke gelekî berfireh didim.
Ez bi rengekî ku mirovek nikare
biwêre dest diavêjim pirsgirêkan
paşeroj û pêşêrojê ber çavan re
derbas dikim û hindek karan dikim.
Bi vî rengî ez dixebitim ku
pêwîstiyên rêhevaltiyê bi cih bînim.
Gelek mijar hene. Ez tenê ji bo hêza
we ya çareseriyê û hizirandinê bi
pêş bikeve hindek diyardeyan didim.
Ji ber ku hun di bin mercên girande
ne. Dîsa xwestina fedakariyê jî zêde
wate nade. Tenê pêşxistina şer jî
têr nake. Ev tevahî bi hev ve
girêdayî ne. Ji bo ku mirov bikaribe
heqê van tevahî tiştan bide ez
dibêjim pêwîste hêza çareseriya
mezin milîtaniya piralî û pêvajoyek
were avakirin. A herî rast jî ev e.
Em ên kevin dirûxînin. Lê belê ji bo
yê nû avakirinê jî me pîvanên xwe
zêde pêşnexistine. Em nikarin vî
karî bişibînin konê qereçiyan. Dîsa
bi înkarkirinê jî em nikarin ji bin
vê pirsgirêkê derbikevin.
Şer di her qadê de şer e û em
dizanin ku her şoreşek şerê
afirandina xweşikbûnên xwe dide. Di
rastî de şoreş ji bo xweşikbûnê ye.
Ji bo jiyaneke ku zêdetir tê
pejirandinê ye. Ango ji bo hezkirinê
ye. Ger hun tenê bi rûxandinê ve
pêwendîdar bin, hun dê bibin zordest
û anarşîst. Ev jî ji bo şoreşekê têr
nake. Pêwîst e mirov birûxîne û
belav bike, lê belê hun dikarin
şoreşê tenê bi avakirinê rizgar
bikin, an jî tenê bi avakirinê
cudabûna şoreşê ji zordestiyê û
anarşîzmê derdikeve holê.
Siyaset evîn e, rêxistinbûyîn evîn
e, propaganda evîn e. Ma ez dîn im
ev qasî rêxistinkirinê bi pêş bixim?
Ez ji bo evîna xwe rizgar bikim
siyasetê dikim, rêxistinê dikim, ev
qas derfetên şer datînime holê.
Sedema pêşxistina min a azadiya jinê
ji bo rizgarkirina evîna min e. Lê
belê hun jî gelekî baş dizanin ez
ajîtator, propagandakar û
rêxistinêrekî gelekî balkêş im. Ez
kesek im ku her roj derfetên şer
zêde dikim. Ger hun evînê dixwazin
wê demê xwe rêxistin bikin, siyasî û
leşkerî bin. Vaye evîna balkêş ev e.
Berovajî vê evîn dê bibe înkar. Ger
hun gelekî dixwazin hez bikin, ê ku
hun dixwazin jê hezbikin biafrînin.
Hun dikarin ji kê hez bikin? Gelo
kesekî ku bi rengekî balkêş ji wê
hez bike heye? Zewac û destgirtîtî
tê çi wateyê? Ez ji zewacê re
dibêjim zincîrkirin. Zewac hev
zincîrkirin e û girêdan e. Di demên
derbasbûyî de wateyeke wê ya
sembolîk hebû, ew jî rewakirina wê
têkîliyê û li ser pîvanên civakê
zêdekirin bû. Di me de ev yek
berovajî ye. Ev têkîlî dibe girêdan,
koletî ber bi derveyî rewatiyê ve
dibe.
Dema me girêdaniya wê bi dagirkerî û
12 Rezberê vê çêkir hate dîtin ku ev
têkîlî di dîtinê de rewa ye, lê belê
di cewher de ya herî xeter e. Ji bo
hestên we jî mirov dikare van tiştan
bibêje. Di dîtînê de gelekî xwerû
(sade) ne, lê belê hestên ku we
dikişînine xiyanetê ne. Ji ber ku
hun ji rêxistinê û ji şer direvin.
Ev weke objektîf xiyanet e. Jixwe di
dawiya roja diduyan de bi xiyaneta
subjektîf ve tê bidawîkirin. Gelo ma
wê demê evîn û hest li ku derê maye?
Mînak bûyerên cilên bûkîtiyê hene,
ew jî bûyereke sembolîk e. Gelo ma
bûkek çawa xwe bi ser û ber dike? Di
rastiyê de bûk bûyera xweşikbûnê
dixwaze di asta herî jor de bijî.
Min jî ji wê re digot, “wê kefen li
xwe kir.” Dibe ku bi we zehmet be,
lê belê teoriyên min hindekî wiha
ne. Herî dawiyê de rastbûna vê
derkete holê.
Di rastiyê de ne zilam ji jina cihê
bûye, ne jî keçika bawer kiriye ji
zilam cihê ye. Cihebûn wisa nînin.
Ji ber ku çûye şer, pêwîste em
nebêjin ji hev cihê bûne. Cihêbûn jî
û bihevrebûn jî hindekî cudatir in.
Em ji bo ku bigihên hev gavavêtineke
ev qasî mezin a azadîxwaz ji xwe re
esas digrin. Dibe ku ji bo
bihevrebûna mezin bi hezaran şehîd
jî çêbûbin. Ger hun fedakirina
dayik, bav, hevjîn û dostan nedin
ber çavên xwe hun nikarin gavavêtina
mezin bikin. Dayik jî dema ku nirxên
xwe yên herî birûmet ji bo welat
şehîd didin, ji ber ku dizanin ji bo
yekîtî û gihiştina mezin e, li
hemberî vê berxwe didin. Weke tê
zanîn hezkirina dayik û zarok di
astekê de ye ku li hember nayê
berxwedan. Ew pêşketinên di
Kurdistanê de dema em tînin pêş
çavên xwe şehadet jî di nav de
tevahî cihêbûn di wateya hevgirtinê
de ye. Di giyana wan de bûyereke
hevgirtinê heye. Vaye ev dibe
hevgirtina netewî. Tê wateya li ser
hîmê demokratîk, azadbûna gel û
hevgirtina wê. Pêşmerge ji vê fêm
nake. Pêşmerge tenê rojekê ji jina
xwe dûr bikeve tune dibe. Pêşmerge
teqez di bin bandora zagonên
feodaliyê de ne. Em vî tiştî red
dikin. ji ber wê jî em dê cihebûnên
wiha zêde mezin nekin. Em dê
hevgirtinê di cihekî din de bigerin.
Em ji bo yê ku dixwazin evînê bi pêş
bixin, ên ku dixwazin bigihên keçik
an jî xortê ku jê hez bikin derfetên
mezin pêşkeş dikin. Gelo ma hun
dikarin êdî ji min çi bixwazin? Ne
weke ku Pexember bihuştê wehd dike,
em tiştekî ku bi qasî neynuk goşt,
nan û av pêwîst e didin we. Hun
dihizirin ku evîn hêsan e. Berovajî
namûs û dilê Kurd nîne. Jixwe îdîa
dikin ku ez ne Kurd im an jî ez bi
tenê me. Li Kurdê kevin, têkîliya
kevin a binketî û tunebûye dewlet
xwedî derdikeve û tenê min nayê
efûkirin dibîne. Ev rastî ne, ez
îcad nakim. Ez bi ferzkirinê jî
nabêjim min biecibînin an jî bi min
re bimeşin, ger bi kêfa we ye û we
biryara xwe dabe hun dê bizanibin ka
ez şervanekî çawa me, rêhevalekî
çawa me û bi vî rengî gavên xwe
biavêjin.
Ji bo çarçoveya rêhevaltiyê vebêjim,
gelo pêwîste ez çi bikim? Gelo hun
ji bo çi naxwazin nêzîkî fêmkirinê
bibin? Bi qasî ku ez xwe nas dikim
bi hevaltî û rêhevaltiyê ve mijûl
dibim. Ya hîn baştir hun bikin, ez
tevlî we bibim. Jixwe ez tevlî dibim
jî. Dema diyardeyeke herî biçûk a
zindîbûnê di we de dibînim, ez
gelekî balkêş tevlî wê dibim. Hun jî
hindekî hêza bilind a tevlîbûnê
nîşan bidin. Sedemê ev qasî
pêşxistina me ya rexneyan ji ber
çareserî ev qas nêzîk e, ger
pirsgirêkan ev qasî balkêş em
datînin rastê ji ber ku bersivên
balkêş jî ketine dewreyê ye. Di
cihekî de pirsgirêk çi qasî giran
bin, tê wê wateyê ku çareserî jî ew
qasî nêzîk bûye, ji ber wê jî hun
dikarin ji her demê zêdetir bi hêza
xwe ya serkeftinê bawer bikin.
Hewldanên ku têne kirin pêwîstiyeke
şoreşgeriya bi plan ku tê
raberkirine. Şoreşgerek her dem
xwedî plan e. Ew dizane hewldanen
xwe ji tevahî aliyan ve bi hesab
bike û raber bike. We ew hetanî niha
zêde pêk neanî, we pêwistiya me ya
planê heta pêwîstiya me ya armanc û
taktîkê we gelekî derbas kir. Dawiya
vî karî nîne.
Şoreş hunereke ku her dem tiştê nû
rave dike ye. Ango di nava wê de
misoger disîplîn û rêpîvan heye. Em
ji rêpîvanên asayî yên din ên di
pergalê de zêdetir serdestiya xwe bi
cih tînin. Em bi berpirsyariyeke hîn
mezintir nêzîkî vê bibin. Ger hindek
ji we xebatan ku weke pêwîst dike
bimeşînin û hêza pêşvebirinê nîşan
bidin, wê teqez serkeftinê bi dest
bixin.
Me mijar bi beşekê ve danî holê, ger
kêm be pêwîst dike ku mirov wêjeya
vê pêşbixîne ji bo me vegotina ji bo
çend romanan pêwîst dike. Pêwîst e
semînerên berfirehtir werin dayîn.
Di van mijaran de pêwîste helwesteke
exlaqî were diyarkirin û feraseteke
xweşikbûn, zayendîtî, zewacê pêwîste
hebe. Ji bo van tevahî tiştan dê
pêwîstiya hêmanên nû diyarkirinê
çêbibin.
Rêber APO
19 Berfanbar 1994
|