|
Jİ ROJ A PÎROZ RE!
“Salek
bê te derbas bû, wê salek din jî
…”zimanê me venagere ku em hevokê
xwe xilas bikin. Ev bu çend sal em
bê te dijîn. Lê em bi biryarin ku,
em bê te nejîn. Bê guman dil û
ramanê me tu carî bê te nebû. Dîmen
û fikrê te di mejîyê me deye. Lê
peyv û dengê te ev çend salin em
nabîhîsin. Bi bêrikirina te laşê me
û canê me bûye gilokê bêrîyê. Reng û
zewqê jîyanê di dûrbûna tu tê de pir
sare. Dilê me berê xwe nade
xweşikbûna. Destê me bê te cemîdîye.
Kengê hun destê me bigrin wê demê
emê bi jîyanê re bi coşin.Wê dilê me
bibe kanîya xweşikbûnan. Ji bo
ceribandina jîyanê hewqas sal ma ne
bese? Mifte yê azadîyê me hebûna te,
yê di ramanê me deye.Çavême ne li
rîyate ye, em li ser rîyatene, ber
biteve tên. Ta ku em azad bibin.
Demsal zivistane. Lê em ne ji
zivistanê, ji bê te bûnê em di
cemidin. Ne pêwiste em ji tere qala
veqitînê bikin. Ji ber ku yê herî
zêde êşê veqitîne dijî hunin.
Zivistan isal pir xedare. An jî ji
ber ku tu jime durî em hewqas
dicemidin. Dibe ku xweza ji dîwarên
derdorê te acizbuye ev çend bi hêrs
serdestîyê xwe dîyardike. Lê her
çiqas mirovên dijmin te têxin nav
kurahîyê tarîyê de jî ronahîya te li
ser me tu cari kêm nabe. Îro em bi
vê ronahîya te dimeşin. Her ronahî
zêde dibe dûrbun jî nêzîk dibin. Em,
ku gelikî derya nedîbun, lê niha
derya buye hesreta dilême. Me ji
xeyni Dicle, Fırat av nedîbu,
nasnekiribu. Me bite di dile xweda
Dicle û Fırat wek derya dît. Dîsa bi
te derya dibin deryayê mezin. Tu
dibê ku qey ser erdê tev buye av.
Pîştî çîyayê, rojê, axên pîroz niha
jî derya di jiyana mede rumetîyê
herî mezin digre. Wexta ku av li
agir dikeve agir di vemire, ax
dikeve nava avê ax dihele û winda
dibe. Lê roj bikeve nav deryayê jî
natefe, tarînabe. Dibe ku roj tevahî
derya zuha bike, lê derya tu cari
nikare rojê vemîrîne. Roj zuhanake,
roj zîndî dike, rih dide her tiştekî,
wateyê zindî bunê zêde dike.
Gelo! dîrok sar bu an jî germ.
Eşkereye ku şer û tekoşîn her tim bı
xwıînbûn; xwîn jî germe. Lê îro, îro
xwin her çiqas zêde û germ be jî
dile me di cemide. Kê gotîye xwin
dil germ dike. Kê gotîye dûrbûn
germdike. Her dûrbunekî qasê
deryayekî bi cemed sare, dil di
qerîsîne. Wekî îro ku em dikin nakin
ew cemeda dilême dîl girtîye na
hele, wisa.
Jîyan her çend sar, zehmet, bi êş be
jî em bite germin, bite zorî û
zehmetî hêsan dibin, êşên me bi
hebuna te kêm dibin bi dûrbuna te
zêde dibin. Lê ew nizanin ku te bi
xistina nav çar dîwara nikarin jime
veqetînîn. Bi xistina dîwarên nav
dîwara jî nikarin veqetînin.
Bila xwe bi xapînîn, bila bêjin ew
dîlê bin destê meye. Bi serxoşîyê vê
zihniyetê her çiqas te bixin
diwarên nav dîwara de jî, roj ne
tarî dibe, ne jî şewqê wî kêm dibe.
Germ û ronahiya rojê hemû kun û
hucreyên herî biçuk jî bi tîrêjên
xwe ronî dikin. Yê ku enerjîyê bin
axê jî zîndî dike dîsa roj bixwe ye.
Hêzên rojê têra hemu cîhanê dike.
Serokê min;
Em bi mezinbûn û germbûna dilê jinê
re her bi tere dijîn. Dilê me bite
germe û bite dijî. Em bi şewqa te
dewlemend û rengînîn. Hebuna te ya
li dilêmede me mezin dike,dile me
geş û fireh dike. Bi te dilême tu
sînor û diwaran nasnake. Çavên me
çîrîskên xwe, rihê me wateya xwe ji
ronîya te digre. Ji ber ku jiyan
roje roj jî azadîye.
SORXWÎN BERXWEDAN
|