|
Di
vê bernameya me de em rastiya civakî
ya ku pêvajoya 8 Adarê pêk hat û bi
roja me ve girêdaniya wê çêdikin û
nîqaş dikin. Li ser vê bingehê
destpêkê em dixwazin van pirsan ji
we bikin.
Weke hun dizanin îro ji aliyê jinên
Kurd û Tirk ve li Kurdistan û
Tirkiyê gelek pîrozbahî çêbûn. Lê
belê li hemberî vê jî êrîşeke gelekî
tund pêk hat. Destpêkê em dixwazin
hizirandinên wê yên di vê mijarê de
bigrin, dîsa gelo dê di derbarê 8
Adarê de peyameke we ya çawa ji
jinan re çêbibe? Hun wateyeke çawa
didin vê rojê?
Dîsa di nava rastiya civakî de
têgeha malbatê gelekî tê nîqaşkirin,
li ser vê bingehê di nirxandinên we
yên di derbarê malbatê de hatine
kirin de gengaz e mirov diyar bike
ku xwesteka we ya guhertina di nav
malbata nava civakê de heye. Gelo
pêwîstiya derketina malbata nû dê
çawa were pêkanîn? Dîsa bi vê re
girêdayî bi taybetî di pêvajoyên
dawiyê de pirtûkeke ku di civakê de
gelekî tê nîqaşkirin heye. Birêz
Mahîr Sayin piştî hevdîtina ku bi
Rêberê giştî yê PKK ê re kir,
pirtûkeke bi navê “kuştina zilam”
hate weşandin û ev pirtûk di nava
civakê de gelekî hate nîqaşkirin. Bi
taybetî li ser “divê zilam çawa
kuştin?” nîqaş hene. Li ser vê
bingehê em dixwazin vê yekê ji we jî
bipirsin. Gelo zilamê ku divê were
kuştin zilamekî çawa ye?
Rêber Apo: -
Ger ji mêvanan jî hebe ez dikarim
pirsan bigrim.
- Êvar baş, birêz Ocalan, ez
dixwazim pirseke wisa bikim.
Şikandina pêla şoven a di civaka
Tirkiyê de pêş dikeve û pêşketina
welatparêziya Tirkiyê li gor we çi
qasî derketina holê ya hêza vînê ya
jinên Tirkiyê ve girêdayî ye? Dîsa
di Tirkiyê de û bi taybetî di
rastiya jin de rastiyeke ku xwe bi
mafên biçûk esas digre re xwe azad
bawerkirin tê jiyîn. Gelo evê ji
aliyê jinê ve bi çi bibe mal an jî
di xala veguhertina vê de
nêzîkbûneke çawa pêwîst e?
Rêber Apo: -
Ji ber roja jinê ya kedkar ez
tekoşîna azadiyê ya hemû jinên
dinyayê silav dikim û ez bawer dikim
ku pirsgirêkeke wiha bi rengekî cidî
ketiye rojeva tekoşînên civakî. Li
gel rojevbûna sosyalîzmê ve li ser
bingehê gelekî cidî nêzîkbûna van
pirsgirêkan partiya me jî tenê bi
rizgariya li Kurdistanê ve bi sînor
nemaye, di serî de Rojhilatanavîn ji
bo tekoşînên civakî yên nû, di
dinyayê de jî di asta jinê de di
nava nêzîkbûneke him gelekî bi îdîa
him jî afiranderiyê esas digre de
ye. Ev jî gelekî girîng e. Berî her
tiştî divê mirov behsa bîrdoziya
rizgariya jinê bike. Em li pey
afirandina vê bîrdoziyê ne. Wisa bi
yek du bûyer û yek du çalakiyên ji
rêzê ve bi şîrovekirinê mirov nikare
ji bin vê derbikeve. Heta ku bi
rengekî gelekî lez, pêşketina
bîrdoziya rizgariya jinê neyê
pêkanîn, her tişt xwe xapandinê
wêdetir naçe. Ez bawer dikim ku
pêdivî bîrdoziya rizgariya jin a
gelekî cidî heye.
Ev bîrdoziyeke tenê di wateya
rizgariya zayend de nîne. Xaleke ku
fêrbûna sosyalîst heta tehlîla
zanistî ya civakê me bîne ye û dê
deyne pêşiya me ku wê bîrdoziyeke
rizgariyê ya navenda wê jin e bi xwe
re dê girîngiyeke mezin ava bike.
Weke kesayet hêmaneke ku herî zêde
ez li ser hûr dibim jî ev e. Bêguman
ev nêzîkbûneke fêmînîst nîne. Jixwe
ez bi xwe ne jinek im. Lê belê
hizirandineke bi asta jinê û navenda
wê jin e, her biçe bîrdoziyekê û
rêxistineke ku xwe dispêre vê bi
pêşxistinê ez gelekî girîng dibînim.
Em ji pirsgirêkên şer re anîna
çareseriyê bigrin heta gengazkirina
aştiyeke ku xwe dispêre azadiyê
pêdivî bi pêşketineke bîrdozî ya
wiha heye. Hemû bîrdoziyên ku hetanî
niha, bîrdoziyên bi mohra zilam û bi
giraniya zilam in, bêguman asta vê
ya çînî û emperyalîst dagirkeriyê
heye. Lê belê bi rengekî gelekî
balkêş, asta vê ya serdestiya zilam
jî heye. Tu kes nikare vê înkar bike.
Nêzîkbûna serdestiya zilam ku li ser
civakê hakim e, her çi qasî ji sedan
salan hetanî niha ev her dem
veşartibe jî yê ku hindekî rêzê ji
zanistê re digrin, hindekî ku
pêwendiyeke bilind bi rizgariya jinê,
ji ber wê jî li ser bingehekî ku bi
wê ve gelekî girêdayî ye, bi
rizgariya gelekî ve pêwendîdar in,
ne gengaz e ku vê yekê nebînin. Ji
ber wê jî evê bi hizirandina xwe de
jî girîngiya pêwîstiya bîrdoziyeke
ku navenda wê jin e biafirînin,
bibînin.
Di rêbertiyên din ên komûnîst û
sosyalîst de ev gelekî kêm hatiye
bidestgirtin. Lê belê gelekî bi
sînor e û nekarîne ferasetên
serdestiya zilam derbas bikin. Di
jiyanên xwe de jî di rastî de ji
feraseta serdestiyê ya di nava
malbata heyî wêdetir neçûne. Mirov
dikare vê yekê weke kêmasiyeke
sosyalîzmê jî bibîne. Ya ku em
dixwazim li vir bînin ziman cudatir
e. Ev bîrdoziyeke ferzkirinê nîne.
Di pêvajoya rêxistina civakî ya
destpêkê ya dîrokê de di rastî de
bîrdozî navenda xwe jin bû. Mînak
xwedawenda mezin Îştar heye. Di
zimanê me de Star –stêrk- ango tê
wateya Stêrk û ev xwedawenda
destpêkê ye. Di rastî de xwedayê
destpêkê xwedawend e. Xwedayên zilam
piştre derketine rastê yan jî
xwedayan piştre xwe bi rengê
xwedayên zilam dadîne holê. Bêguman
ev jî bi hilberîngeriya jinê ve
gelekî girêdayî ye.
Bi kurtayî bîrdoziya jinê tenê
bîrdoziya zayend nîne. Di rastî de
bîrdoziyeke civakî ye. Ger em bi vê
çerçoveyê nêzîkî van pirsgirêkan
bibin, divê em hemû nêzîkbûnên
hetanî niha yên di asta bîrdozî de
ji ber wê jî rêxistinên aborî,
çandî, siyasî û leşkerî ku xwe
dispêrin wan di ber çavan re derbas
bikin. Ji ber ku xwedî serdestiya
zilam in. Ji ber wê jî di naveroka
wan de şer, newekhevî û çewisandin
heye. Ev jî bi xwe re ketina zayendê
tîne. Ketina zayendê jî tê wateya
ketina jiyanê. Piştî ku jiyan jî
ket, -ku ev di asta jinê de
balkêştir e- dîlbûna zayend ku hemû
civakê ber bi dîlbûnê ve dibe gelekî
balkêş e. Di giştî de dê civak wenda
bike û riya şerên har ji serî hetanî
dawiyê vebike.
Jixwe girêdaniya şerê îro yê li
Tirkiyê bi karakterekî gelekî har de
pêş dikeve, bi cewherê wê yê çînî û
bi emperyalîzmê re heye. Lê belê
girêdaniya vî şerî bi feraseteke
zilam ê serdest ku gelekî şoven e jî
gelekî şênber e. Ji ber vê sedemê
nêzîkbûneke bi rengê “ne dema wê ye,
piştre jî dibe” heta dawiyê xelet e.
Ger em dixwazin dest bi nêrîneke
şoreşgerî heta xebateke civakî ya
cidî bikin bi dijwarî pêdîvî bi
xebateke bîrdoziyê ya ku asta jinê
esas digre heye. Ez zêde nikarim vê
yekê li vir vebikim. Jixwe cihê wê
jî ne ev der e. Ji ber roja jinê
weke têgeh ez vê diavêjim holê.
Hêmana duyemîn bêguman bi vê ve
girêdayî ye. Hemû rêxistinên ku bi
giranî zilam in, bêguman divê werin
rexnekirin. Tenê rexnekirin ne, her
biçe derbaskirina van neçar û
jênerevîn e. Weke din dawiya şer jî
nayê aştî jî çênabe. Hemû rêxistinên
milîtarîst ji sedî sed bi mohra
zilam in. Di wir de cihekî jinê,
zimanekî jinê û dilekî jinê nîne. Ev
jî ji serî hetanî neynokê rêxistinên
zordest in, hêzên dijwariyê ne. Ger
bal were kişandin, mekanîzmaya van
cihan ku jin lê gelekî kêm in, an jî
qet nînin, pergaleke ku dijwarî, di
asta tirsnak de tê pêşxistin e. Ev
jî dîtina me piştrast dike. Saziyên
ku serdestiya zilam herî zêde bi
tevger in, di serî de dezgehên
milîtarîst tê wê wateyê ku amrazên
balkêş ên şer in. Ango dijberî aştî
û jiyanê ne.
Ger em rizgariya jinê dixwazin, divê
ku em saziyên xwe dispêre bîrdoziyên
serdestiya zilam bi dijwarî rexne
bikin. Perçeyeke vê ya girîng jî
malbat e. Malbat jî dezgeheke
serdestiya zilam e. Ez dîsa naxwazim
li vir zêde vebikim. Lê belê ji bo
me ev pirsgirêk gelekî girîng e. Bi
taybetî ji aliyê civaka Kurd ve
malbat saziyeke ku teqez divê ji pêş
çavan re were derbaskirin e. Li gor
min malbat, di rastî de bîreke
bêbînî ku ketina jin û zilam bi
rengekî herî xeter tê pêkanîn e. Her
du jî çi qasî ketin e, çi qasî çûne
kûraniyê û tarîtiyê nizanin. Zemînê
ku hemû pergalên
emperyalîst-dagirker û dîsa hemû
pergalên şerê taybet xwe tê de pêk
tînin malbat e. Divê em vê bi
dijwarî di pêş çavan re derbas bikin
û rexne bikin. Ev weke têgeh nayê wê
wateyê ku em bi temamî malbatê înkar
dikin. Em malbata ku pêkhatiye înkar
dikin an jî em behsa pêwîstiya
derbaskirina wê dikin. Têgeheke wiha
girîng e.
Di nava malbatê de dîktatorî,
milkiyet ji her cureyê maf û hiqûqê
dûrbûna jinê êşên wê û gelekî
biçûkdîtina wê heye. Berî her tiştî
weke fîzîkî tunekirina wê heye. Tu
xwestekeke wê ya cidî nîne. Ji bo vê
em behsa hestyariya jinê dikin. Ger
hemû şert wiha bin bêguman dê jin
were girêdan û dê bibe heyîneke ku
bi tenê hestên xwe ve dijî. Ev jî
bêrêziya herî mezin a li hemberî
mafê mirovan e, êrîşa herî mezin e.
Ji ber vê sedemê ger em dixwazin
behsa rizgariya jinê bikin, divê
saziya malbatê ku wê dixeniqîne,
gelekî cidî were rexnekirin.
Li gel vê rexneyê têgeheke din a ku
were pêşxistin têgeha qutbûnê ye. Ev
hindekan ji me tengav dike. Lê belê
ji aliyê bîrdoziya azadiyê divê em
vê xuya bikin.
- Birêz Ocalan, di vê bernameyê de
em dixwazin li ser saziya malbatê jî
bisekinin. Di nava civakê de jî ev
gelekî tê nîqaşkirin, lê belê di vê
xala ku hatine tê de jin û zilamê ku
di nava saziya malbatê de cih digrin,
ji aliyê xwe ve vî tiştî diyar
dikin. Di çarçoveya daxuyaniyên ku
hatine kirin de, divê derketinek ji
malbatê çêbibe. Hizirandinên bi
rengê, “ev derketin bi tenê yekser
tevlêbûna şer ve gengaz dibe” hene.
Di vê wateyê de ger em ji rastiya ku
hemû civak ne gengaz e ku tevlê şer
bibin, em tevbigerin, gelo mijara
çareseriyê û derketina vê rastiyê
hîn kûrkirina wê gengaz e yan na?
Rêber Apo: -
Jixwe tevlîbûna hemû malbatan a şer
ne gengaz e. Ez vê mijarê li ser vê
bingehê jî nîqaş nakim. Di asta
têgeh de diyar dikim. Her kes nikare
vê saziyê derbas bike, hun jî
nikarin derbas bikin. Ger hêza we
hebûya niha hunê bibana serokekî
baş, şervanekî rizgariyê yê baş. Ez
jî nikarim derbas bikim ango ez
şervanekî dijwar im, lê belê hîn jî
ger ez weke rojane bi xwe mijûl
nebim, ev dê min jî daqurtîne. Ango
pirsgirêkeke ev qasî zehmet e. Weke
meseleya kunên reş, bûyereke ku her
tiştî dadiqûrtîne. Saziyeke ku ji
hezaran salî hetanî niha hatiye.
Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser
bikin. Bêguman dema ku ez dixwazim
pirsgirêka Kurd çareser bikim, ez bi
şervanên me yên ku navên wan
nehatine dayîn, ku ji komara tirkiyê
û ji hêzê emperyalîst xetertir in ve
mijûl dibim. Ez bi xortên me yên
egît ên herî navdar ve mijûl dibim.
Gelekî şer dikin, dayîk vê tînin
ziman, lê belê hêsan şehîd dikevin.
Ez dixwazim pêşiyê li vê bigrim, lê
belê çareya li hemberî vê rewşê weke
ku dayik dikin girîn nîne. Gelo ji
bo çi ketine vê rewşê, ev ciwan ji
bo çi bi rengekî nayê hêvîkirin
diçine şehadetê? Divê ez vê yekê
çareser bikim.
Dema ku ez dixwazim vê çareser
bikim, mixabin ez neçar dibim ku li
ser şêwazê mezinkirina van ciwanan
bisekinim. Mezinbûn jî ji heft
saliyê pê ve tam felaketek e. Şêwazê
mezinbûnê ya di nava malbatê de îro
van kesayetan carekê ve dibe
tunebûnê. Bêguman ev êşeke mezin e.
Dayîkek ji bo kurê xwe yan jî ji bo
keça xwe digrî. Di rastiyê de bi
hezaran rêhevalên min ên weke çiya
hene. Van tenê di dil de dayîna
jiyîn têr nake. Divê van di mêjî de
çareser bikin û temenên wan dirêjtir
bikin. Ev pirsgirêkeke gelekî mezin
e. Ji bo vê jî gelo tiştê ku zilam
wisa tune dike ev qasî lewaz dike çî
ye? Nikare bihizire, xeteriya li
pişt were nikare bibîne. Ez vê
hindekî bi malbatê ve girê didim. Ez
vê ji bo pêdiviya şerekî çareser
bikim, pêk tînim. Di vir de hîn
gelek hêman hene. Derdê min bêguman
rizgarkirina hemû malbatan an jî
gotina “hun hemû werin, bi malbata
xwe ve tevlî şer bibin” jî nîne. Ev
ne gengaz e jî û pêwîst jî nake. Lê
belê emê têgeh û rêber pêş bixin,
emê jin û zilamê rêber derbixine
holê.
Ger em ji pirsa we kiriye re li
bersivê bigerin, ev qutbûneke mezin
pêwîst dike. Niha gelek nivîskar
dibêjin, ev gelekî zehmet e. Xort û
keç dema hatine hejdeh saliya xwe
dikevine nava sewdaseriyeke tirsnak
û neçarin bikevinê. Ez jî wisa bûm,
ango gotina vê ne şerm e. Lê belê ev
jî dibe ketin. Feraseta sewdaseriyê
ya wiha misoger tê wateya xwarina
derbeyeke mezin a duyemîn. Sewdaserî
bi xwe qutbûna ji hizir û bi rengekî
çavreş ji her cureyê koletiyê re
derî vekirinê pêwîst dike. Ev tê
wateya ketina mezin a hestyariyê,
ketina mêjî ya mezin û jihêzketinê.
Rewşa ku piştî zewacê derdikeve holê
bi taybetî pirsgirêkên aborî û
ketina di asta jiyanê de. –bêguman
divê mirov qet li çand, huner, asta
jiyanê û fîzîkî negere- rewşeke
tirsnak e. Xortek û keçeke ciwan
dema hatin bîstê xwe, asta wan a di
nava hilberîneriya civakê de tune
dibe û ev arîşeyeke mezin e. Jixwe
ev di refên me de weke mirovên ji me
re herî zêde pirsgirêkan derdixin
derdikevine pêşberî me. Ji bo em
şervanekî biafirînin, neçariya
perwerdekirina ku nayê xeyalên
mirovan ji nû ve afirandina dil û
weke piralî pêşxistina mejî û heta
fîzîk em bikevine nava xebatekê wiha
derdikeve holê. Çareyeke ku me ji bo
vê peyda kiriye bûyera qutbûnê ye.
Lê belê ev gelekî zehmet e.
Vaye em di vê mijarê de ji xwe re
şehîdên mezin ên jin esas digrin. Ez
her dem dibêjim, rastiya Zîlan,
rastiya Zeyneb Kinaci di rastî de ji
bo me wasiyetek e. Min ji Zîlanê
nexwest ku çalakiyeke wisa bike, lê
belê ew bi biryara xwe ya kesî ve
çalakiyeke wiha dike. Sê nameyên xwe
yên weke wasiyetê hene. Ji bo me ew
her dem neçare were balkişandin. Ev
her yek manîfesto ne. Çawa were
jiyîn û divê çawa were şerkirin, bi
hizirandina xwe, bi bîrdoziya xwe,
bi feraseta xwe ya rêxistin heta
çalakiyê ve datîne holê. Em nikarin
bêrêziyê li vê bikin. Rêheval Zîlan
jî zewicî bû, lê belê derbeya ku di
şexsê xwe de li saziya malbatê daye
heye. Dîsa azweriyeke jiyanê ya
mezin ku ew dixwaze heye. Vê jî
dizane ku divê li hemberî kîjan
dijmînî û bi kîjan şêwazê bike. Vê
çalakiyê bi bedena xwe bi xwe pêk
tîne. Ji aliyê me ve ev bûyereke
pîrozbûnê ya mezin e. Bi ji nedîtî
ve hatinê axaftin nabe. Di rojên
wiha de di rastî de divê ev kesayet
werin bi dest girtin. Em van weke
kesayetên herî pîroz dibînin.
Ger bal were kişandin xwediyê
çalakiya wiha di dîroka mirovahiyê
de jî gelekî bi sînor in. Dibe ku ji
hejmara tiliyên destekî derbas nabin.
Ji ber wê jî em neçar in cihê wê di
nava jinên hemû cîhanê de gelekî baş
deynin holê û girêdaniya pêwîst
nîşan bidin. Ji ber ku ev nirxên
pîroz in. Di dîrokê de ji bo van tê
gotin, ezîze û ferîşte. Ev kesayetên
ku divê di vê astê de werin
destgirtin in. Di vir de qutbûneke
mezin heye. Tenê ji zilam ne, ji
hemû pergalê ji hemû kirêtiyan, ji
hemû zincîran qutbûneke balkêş heye.
Li gor min ev bûyereke mezin e.
Tiştê ku dikeve ser milên me
şîrovekirina vê ye, teorîk kirin e û
ew kirina sedema fermanekê ye. Ji
ber ku encamên ev bûyera pêk hatiye
bide me hene. Dibe ku di wasiyeta
xwe de di nameya xwe de ev neanîbe
ziman. Emê van nameyan hevok bi
hevok, peyv bi peyv şîrove bikin, vê
ji diliyê nîşan bidin û di xwe de
pêk bînin. Naxwe, ji Zîlanan
behskirin dê bibe durûtî ku li gor
min hêmaneke herî xeter jî di vê
mijarê de durûbûn e.
- Birêz Ocalan, we di şexsê Zîlan de
di nava tevgera we de jina ku azad
dibe vekir. Di vê xalê de di
azadbûna zilam de cihê jinê çî ye?
Ji ber ku em dizanin di refên we de
ew qas jî zilam hene. Gelo di vê
xalê de ristê jinê çî ye?
Rêber Apo:
- Di vê wateyê de me behsa kuştina
zilam kir. Ji bo ku em kesekî zêde
tawanbar nekin û di bin gumanan de
nehêlin, ez dixwazim zilamê ku min
di xwe de pêk aniye vebêjim. Di vê
wateyê de ez dibêjim destpêkê min
xwe kuşt. Xembarbûna jinan û zilaman
qet ne xema min e. Ev ji bo min
felsefeyek e û bîrdoziyek e. Li gor
wê ez nikarim ji jiyanê bigerim.
Dibe hindek vê “bêexlaqiyeke” mezin
bihesibînin. Dibe ku hindek jî ji vê
re bibêjin “harbûneke” mezin. Ev
nêrîna wan e, ji nêrîna wan re rêza
min heye. Divê rêza wan jî ji nêrîna
min re hebe. Ez ji bûyîna zilamekî
weke pergala heyî, nefretê dikim. Ez
bûyîna zilamekî wiha weke rewşeke
ketî ya mezin, ketîbûn û çavkaniya
kirêtiyeke mezin dinirxînim. Di bin
navê zilamekî wisa de bi jinekê re
bûyîn, ji bo min ji îşkenceyê
xirabtir e. Ne gengaz e ku ez
bikevim nava jiyaneke wiha. Ez ji vê
re dibêjim, ketina mezin, zexta
mezin û gihiştina hev a hemû derewan.
Ev gihiştina hev a hemû hestên ku
lewaz dikin, ketina nava hev a hemû
helwestên ku kirêt dikin in.
Hêmaneke din a ku ez di vê mijarê de
gelek caran dixwazim bi dest bigrim,
dibe ku giştî jî pêwendîdar bike.
Hêmanê ku hîn zêdetir ez ji bo
Kurdan dixwazim şênber bikim,
teoriya nû ya evînê ye. Dema em ji
bo Kurdan şerekî pêş dixin, hunê
bibêjin ka ev evîn ji ku derê derket?
Gelê Kurd gelekî ku ji hezkirinê jî
gelekî dûr hatiye hiştin temsîl
dike. Hezkirin di asta seyr de
hatiye ziwakirin û rûbirûyê
komkujiyê hatiye. Hindek mirovên me
yên xwe rewşenbîr dibînin hene. Weke
hun dizanin rewşenbîr bi huner û
wêjeyê ve mijûl dibin û qaşo
dixwazin dilê mirovan şîrove bikin.
Dema Kurd bûn mijara gotinê mixabin
van qet nasnekirine. Gelo dilê Kurd
li ku derê, kengê tune bûye? Gelo
dilê di Kurd de dilê kê ye? Gelo ev
hest hestên kê ne? Gelo ger giyanek
hebe giyana kîjan biyanî ye û kîjan
xulamî ye? Gelo kîjan bêwijdanî û
kîjan neçarî ye? Divê ev werin
vekirin.
Gotina ku Ehmedê Xanî ji beriya vê
bi sêsed salan gotiye hîn jî ji bo
min girîng e. Dema ku wî pirtûka xwe
dinivîsand, ev got, “ji bo ku ez
bibêjim evîn, irfan û zanistiya
Kurdan jî heye, ez vê pirtukê
dinivisînim.” Ev gotineke girîng e.
Ger bal were kişandin, wê demê ji bo
Kurdan behsa pêwîstiya evînekê û
îrfanekê dike. Niha tiştê ku ji
sêsed salan hetanî niha hebû jî
wenda bû. Wisa ye ku di Mem û Zînê
de jî evîn pêk nehatiye. Li wir her
du jî mirine û şewitîne. Heta bi
qasî ku nikaribin di nava rastiya
civakî ya wê demê de biaxivin hêjar
in. Niha pirsgirêkeke me jî ya wiha
heye.
Hun dibêjin zewac û malbat, ez jî ji
we re vê dibêjim, gelo bêyî evîn û
bêhezkirin jiyan çêdibe? Li gor ku
nabe yan jî li gor ku evîn hatiye
qetilkirin, gelo emê vê çawa
biafirînin? Gelo zilamên me û jinên
me çawa dihizirin? Ez bi vê xemgîn
dibim, heta dizinixim(iğrenmek). Di
serî de min malbata xwe jî rexne
kir. Li ser vê bingehê ez bi dayika
xwe re jî, bi bavê xwe re jî pev
çûm. Min got ev malbateke çawa ye?
Piştre min lê temaşe kir dît ku ev
çîroka hemû civakê ye. Lê belê gelo
ma em stûyê xwe li vê bitewînin?
Gelo em ji jiyanê, ji azweriya
jiyanê û evîna wê bigerin? Gelo yê
wê demê çawa bibe? hun li dîrokê
temaşe dikin, jiyan bi temamî ji
destên me hatiye girtin. Lê belê em
di roja me de dixwazin bijîn. Ez
kesekî ku azweriyên xwe yên mezin
hene û xweşikbûneke mezin digerim
im. Lêgerîneke min a xweşikbûnê jî
heye. Lê belê gelo ezê vê çawa bi
dest bixim, çawa bijîm? Ez vê di
wateya çors de, di wateya madî de
nabêjim, ev bi serê xwe pirsgirêkeke
bîrdoziyê ye.
Ez pêwîstiya afirandina hindek
tiştan dibînim. Bi hezaran keçên
ciwan derketine çiyan. Di rastî de
ew li evînê digerin, lê belê nizanin
dê çawa bigihên wê. Ger tevdîreke me
ya gelekî taybet nebe, ez bawerim ku
ew fermandarê zilam ê li ser serê wê
ji eşqiyayê serê çiyan zêdetir jinê
biperçiqîne. Ev niha pirsgirêkeke
girîng e. Ji ber ku tê gotin, “emê
herin welat, derkevin serê çiyan
azad bijîn û şer bikin” lê belê yekî
ku dizane rêhevalê wê ye, bi qasî
nirxa ji jineke sukê re tê dayîn
nirxê nade jina gerîla. Ji ber ku
zilam nezan e, bêhest e û fêm nake.
Ji ber fêm nake jî, ji jinê re
dibêje, “here bimire, tu bela serê
me yî, tu li ser pişta me bar î.”
Divê mirov van jî bîne ziman. Zîlan
wisa xwe bi xwe dernekete holê. Di
refên me de şerekî dijwar a ku
dişibe vê heye. Ez nabêjim
afirandina zilam hêsan e.
Me YAJK ji bo ku di wateya çors de
şer bike ava nekir. Ev yek bila şaş
neyê fêmkirin. Zilamê derveyî me jî
na, ji bo zilamê di nava me de bînin
rê me ava kir. Dema ez dibêjim anîna
rê, behsa hindekî guhertin û
veguhertina wî dikim. Zilam bi qasî
neynokekê naxwaze nêzîkbûna xwe
biguhere. Min behsa evîn û hestê
kir. Ev zilam li hemberî jina herî
azad jî nizane rêzdar be. Gelo ezê
vî zilamî çi bikim? Hindek wijdana
min heye, ez van zilaman layiqê
jinên me nabînim. Ji ber ev zilamê
bûye bela serê xwe dixwaze weke
elxema (mayin) bêserûber bi serê
jinê de biteqe. Hêza wî têra dijmin
nake, plana çalakiyeke cidî û
rêxistinê nikare bi pêş bixe. Gunehê
wê diavêje ser milên jina li kêlekê
ye, dibêje “li pêşiya şer tu bûyî
asteng.” Nikare jiyanê dahûrîne,
hestên wî zêde pêş neketine, bi
ajoyên xwe û dema derfet dît xwe
dispêre erkên xwe û dixwaze hêrsa vê
ji jinê derbixe. Ev pirsgirêkeke
cidî ye. Divê em vî zilamî
veguherînin. Tevdîreke herî çors a
ku me girtiye jî di vê mijarê de
rêxistinkirina YAJK ê ye.
Di demên dawiyê de min ji jinan re
got, ez jî di nav de xwe li hemberî
me baş rêxistin bikin. Ji ber ku ez
di rastiya me bi xwe de zilam xeter
dibînim. Hîn jî zilam neguhertiye û
veneguhertiye. Di asteke ku wekhev,
azad, rêzdar û hindekî jî bi
hezkirin nêzîk bibe de nîne. Ango
min got ez zilamekî çarîkek im. Ez
vê yekê her dem dibêjim. Çi bikim ez
xwe dikarim bi tenê ev qasî pêş
bixim. Ji bo jineke ku divê wekhev û
azad bijî ez xwe di rewşa zilamê
çariyek de dibînim. Temenê min her
diçe zêde dibe, ez çi bikim dîsa jî
ez yekî wiha me. Hun dibêjin rêber,
serok lê belê rastiya min ev e. Ez
zêde nikarim xeyal, hêvî û dinyayên
jinan bixemilînim. Rexmî ku ez ev
qasî şer dikim û ji bo jinan ev qasî
hewl didim, ez dikarim vê encax ev
qasî bikim. Ji bo wê min got, li
hestên xwe hikum bikin. Ger gengaz
be, xwe rêxistin bikin, ger gengaz
be ji bo guhertina vî zilamî hindekî
hêzê tevlî hêza xwe bikin. Naxwe,
zalim û neçar nikarin tiştekî bidin.
Dema YAJK hindekî were rêxistinkirin,
zilam weke berê nikare êrîş bike. Bi
xwe spartina hêza xwe ve nikare
bibêje, “ez bi hêzê nêzîkê vê keçikê
bibim.” Me ev yek şikand û ev
pêşketineke girîng e. Hun dibêjin we
malbat çawa çareser kir? Vaye me
wiha çareser kir. Li gor min divê
êdî zilam li ber xwe bide. Li şûna
ku jinikeke erzan bibîne yan jî li
pey jinikeke erzan bireve, vaye li
holê rastiyeke Zîlanê heye. Zîlan
jineke xwedî nirx e, mezin serî
hildaye, çalakiya xwe ya mezin
daniye. Nivîsa xwe jî nivîsiye,
sonda xwe jî xwariye û pêk aniye. Ez
her roj dibêjim, ezê ji vê rêhevala
jin re rêzdar bim. Dibe ku hun vê ji
bîr dikin an jî ji bîr bikin lê belê
li holê wasiyetek heye. Di vê wateyê
de ez nikarim dest ji pêwîstiya
sadiq mayîna wasiyetên şehîdan
berdim. Ez dibêjim hunê li gor vê
tevbigerin, ev jî karekî gelekî
zehmet e.
Nakokiyek derdikeve holê, gelo
qutbûn dê bibe tevlîbûna nû, yan jî
parvekirina nû? Ger dê bibe, zilam
neçare xwe zane, azadîxwaz, bivîn û
bi serkeftinê biafirîne. Her dem ez
vê mînakê didim. Ger we bal li
hêlînên çûkan kişandibe, dema destên
mirovekî li wê hêlînê yan jî li hêka
di hêlînê de ye bikeve hunê bibînin
ku ew çûk wê hêlînê dihêle. Yê me
yek cihekî me yê nehatiye dagirkirin,
bihostek axa me nemaye. Ger mêjiyekî
bi qasî mêjiyê çûkekî hebe, her hal
dê bizanibe ku di vê hêlînê de wiha
malbateke binamûs nayê avakirin.
Divê hun vê yekê bizanibin. Dema em
vê rastiyê dibêjin, dê bibêjin “wey
ma gelo em nejîn” em bijîn, lê belê
em vê rastiyê jî bibînin û çareser
bikin. Gelo em çareser nekin dê çi
bibe? Vaye Kurd nikare di axa xwe de
bisekine. Vaye her kes digrî. Yek
kesekî ku dibêje “ez Kurd im, ez
dixwazim azad bijîm, ez xwedî rûmet
im” jî nemaye. Ez ji we re gerîla
vedibêjim. Bi zehmetî dijîn. Wê demê
em xwe bi xwe înkar nekin, azad
bijîn. Lê belê rastî jî li hemberî
me ne. Ger ji vê re hêza we ya
çareseriyê nebe, hun nikarin di
mayîna welatê me de bi zanebûn û
vîna xwe ve di têkîliyên azad de
israr bikin.
Gelo emê keçikan çawa bidin jiyîn?
Ev bi pereyan nabe, pere zordestî
ye. Mal û milk kirin e û bûyereke ku
her dem li dijî jinê tê bikaranîn e.
Gelo ma em qet nejîn? Vaye di vir de
pêdivî bi teoriyeke evînê, teoriyeke
hezkirinê ku gelekî zehmet e heye.
Divê mirov dil bi pêş bixe. Ger
gengaz be, divê jinên me jî xwe nas
bikin û bibin xwedî nasnameyê. Mînak
ez jî di nav de divê zilamê me yê
din teng nebin, zelal bikaribin
bibêjin ku zilamekî çawa dixwazin?
Ev him maf him jî erka jinê ye.
Zilam ji pergalê maye kevneşopekî
axa yan jî beg e. Li gor bîrdoziya
feodal a li gel me her zilam xwe
datîne şûna axa yan jî reîs. Mafê
weke dixwaze lêdana jinê, dijun
dayîna jinê di nava erkên xwe de
dibîne. Ez nikarim vê bi tena serê
xwe derbas bikim. Divê jin xwe
rêxistin bikin. Madem hun jiyaneke
ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê
dixwazin wê demê divê hun bedelê wê
jî bidin. Divê hema çûyîn û mirin di
dest de çek xwesteka xwe peyitandinê
nebe. Hunê projeyên xwe, di derbarê
zilamekî çawa yan jî hun dixwazin bi
zilam re jiyaneke çawa bijîn de pêş
bixin. Lê belê ger hun balê
bikişînin civaka serdestiya zilam,
zimanê jinê jî jêkiriye. Bavê we û
dayika we dibêjin “min ji te re mêr
peyda kir” ev di bûrjûvayan de jî
wisa ye. Di wan de şêwaz hindekî
guhertiye. Keçik li pereyê yan jî li
mûçeyê zilam temaşe dike, ger rewşa
wî di cih de be, bi rengekî ku ji
keçikeke gundî xirabtir diçe û
direve wî. Di vir de bûyereke jiyanê
ya ku xwe dispêre projeya azadiya
jinê nîne. Ji ber roja jinê weke
hêmanên herî balkêş mirov dikare van
diyar bike.
Rêber APO
|