|
Min vê rewşa malbatê di têkîliyên
xwe de gelekî zû dît. Min derxist
zanebûnê ku jiyaneke mezin di nava
saziyeke teng, weke malbatê de tê
zîndankirin. Ev yek tê çi wateyê,
van mirovan tu saziyên din pêş
nexistine. Heta bûne xwedî nêrîneke
herî kirêt, herî xweşîk, herî rast,
herî bêkêr, herî baş û herî xirab ên
malbatê. Ez bi rengekî mafdar ji ber
vê rewşê gelekî zû ketime nava guman
an. Rastiyeke wiha xwe “her tiştekî
ji malbata min têkûz e û jêneger e”
rave dike. Di vir de malbatgerî heye.
Di civakên din de jî malbat bênirx
e. Heta ku hindekî pêşiya pêşketinan
bigre, wê demê weke dijmin tê
hesibandin. Li gel me malbatgerî û
di vê wateyê de bi qebîlegeriya hov
û eşîretgeriyê ve ber bi pevçûneke
kor ve diçe û xilasbûnê tîne. Tişta
herî xirab jî, di mijara
malbatgeriyê de girtîbûnek heye,
çavê kesayet ji xêncî malbatê
eşîretê û qebîleyê tiştekî din
nabîne. Yê ku hîna baştirîn jî, ber
bi çûyîna sazîbûneke netewî û civakî
qebûl nakin. Ev hîn jî li gel me
serdest e. Pêwîste mirov vî tiştî
hindekî vebike. Dema ku em
plansaziyên çalakiyên xwe jî pêş
dixin, pêwîste teqez rastiya
malbatgeriyê pêş çavan re derbas
bikin. Ji ber ku hemû pergala zilam,
pergala malbatê ye. Ji bo vê pergalê
rizgar bike dikare bibe sîxur,
cerdewan, noker û zilamekî herî
sosret û bêkêr. Sedema vê yekê jî
rizgarkirina pergala malbatê ye. Ew
mirovên ku di nava refên me de ne jî,
hetanî bi qirika xwe bi pirsgirêkên
malbatê ve dagirtîne. Di nava
malbatê de bûne kole, dîl û
malbatperestek û derketine. Her
çiqasî li ser rastiya netewî û
civakî gotinan bikin jî ev zêde rast
nîne. Ji dilê min bawerkirina vî
tiştî nayê. Hûn dikarin behsa kîjan
rastiya netewî û civakî bikin? hebe
nebe rastiyeke malbatê ya mirovê
Kurd heye. Lê belê ew jî dijberê
netewbûnê û civakbûnê ye. Bûye
dijberê her du tiştan jî. Pêwîst
dikir ku biba hêzeke ji bo tiştan,
bi sedan sal in, bi destên dijmin
ristekî paşverûtiyê lêyîstine û
gihiştiye astekê ku bibe dijberê
civakbûn û netewbûnê. Pêwîste mirov
vê yekê baş bibîne.
Herî aliyê xirab ê kesayetan jî, bi
rengekî gelekî balkêş li ser bingehê
malbatgeriyê teşe (şekil) girtine.
Bandoreke girîng ku mora xwe li
kesayetê daye jî ev rastî ye. Weke
ku gelek caran tê gotin, li derveyî
“kurê bavê xwe, keça malbata xwe” tu
pênaseyên din nînin. Asoyê wê yê
netewbûnê, taybetmendiyên wê yên
pêşketina netewî û heta civakî
gelekî tevlîhev e. Encama ku di wir
de derdikeve holê hevalên me hîn jî
ji mercên malbatê gavekî jî ne di
pêşdetir in. Rêxistinê jî bi wî
rengî dizanin. Tiştê ku hevalên me
yên di asta herî jor de jî didin
axaftin, malbatgeriyeke ji rêzê ye.
Partiyê jî weke malbata xwe dizanin.
Him jî ne di zanebûna wê de ne ku vî
tiştî dikin. Me partî li ser bingehê
dijberiya malbatgeriyeke bi vî rengî
ava kir, lê belê hevalên me di du
rojan de partiyê vediguherîne
malbatên xwe. Sedema ku hun bi vî
rengî ne feraseta we ya malbatgeriyê
ye.
Min ji heft saliya xwe hetanî niha,
ji saziya malbatê guman kir, li
hemberî wê şer kir û min xwe pêş
xist. Berovajî hun zarokên wê yê
taybet in. Ew kesên ku hemû nirxên
malbatê pejirandine nikarin
taybetmendiyên netewî yên bihêz
bidin axaftin. Di kesayeta wan de
taybetmendiyên netewî yên bihêz şax
nadin. Hun hîna jî negihiştine van
taybetmendiyên netewî, civakî yên
bihêz. Sedema vê jî hun di kesayeta
malbatê ya gelekî girtî de mane.
Mirov dikare herêmî û çandên hov ên
din jî li ser zêde bike û hun bi van
ve gelekî tijî ne.
Tê wê wateyê, di me de malbatgerî ji
malbatê zêdetir rewşeke nexweşiyê
rave dike. Ev tişt him di malbatên
noker, feodal de, hem malbatên
bûrjiwayên xeşîm de, hem jî di
malbatên gundî û bingehê xwe
bûrjuvaziya biçûk in bibandor in. Ew
polîtîkaya ku wateya xwe di gotina
“hebûn û nebûna min ji bo malbatê
ye” dibîne, ji aliyê berjewendiyên
malbatê ve hatiye diyarkirin. Heta
pirsgirêka jiyanê jî bi vê yekê ve
girêdayî ye. Li gel me berovajiya
vê, ger hîn di serî de rastiya
malbatê ber bi rexneyeke tund ve
neyê birin û gelek bandorên wê neyên
hilweşandin, baş tê zanîn ku
şoreşgerî nabe û partîgerî nayê
kirin. Di vê wateyê de PKK’yî bûn
navê şerê li hemberî bandorên
malbatgeriyê ye. Ew bi qasî ku li
hemberî bandorên dagirkeriyê şer
dike, ew qasî jî li hemberî bandorên
malbatgeriyê şer dike. Di nava me de
derketina holê ya malbatê bi vî
rengî ne. Hema ji bo hemû kesayetên
civakê re tiştê ku weke berjewendî
tê nîşandan, berjewendiyên malbatê
ne. Dema ku tê gotin “bibe mirov” tê
gotin bibe mirovê malbatê. “bûyîna
mirovekî baş” tê wateya bûyîna
layîqê malbatê. Ango hemû gotinên
armanca lêgerînên têkîliyan li gor
xwe avakirin, heta tiştên weke
xwendinê her dem di nava sînorên
malbatgeriyê de xwedî wate ye.
We malbat bi dest xist jî, çi kete
destê we? We malbat rizgar kir jî çi
bû? Ew malbata ku we rizgarkiriye çî
ye? dema ku we malbat rizgar kir,
netew xelas bû, gel xilas bû. Em li
netewên din ên hemdem binêrin, hun
nikarin ji kêleka sazî û dezgehên ku
ew anîne asta wan a îro jî derbas
bibin. Hun ji ber sazî û dezgehên ku
ji bo netew pêwîstbûn jî derbas
nebûn û bi qasî pênc qirûşan we
rûmet neda wan. Li hemberî malbata
ku we rizgar kiriye tiştên ku we
wenda kirine ev in. Ev tê wateya we
malbat xirab rizgarkiriye. Dîsa
rewşeke wiha heye, ji aliyê xirab ve
gelekî nirx hatine wendakirin. Em ji
bo çi li hemberî sazî û felsefeya
malbatgeriyê şer dikin? Ew kesayeta
Kurd a bêrûmet ku ji bo netewbûn û
civakbûnê girtiye, ji bo ku
têkîliyên malbatê yên ji rêzê ne
rizgar bike tiştekî ku nefiroşe
nîne. Bi tenê bikaribe malbata xwe
xilas bike.
Me li hemberî vê kesayetê şer
destpêkir, kesayeta alternatîf a ku
PKK dixwaze biafrîne kesayeteke
gelekî radîkal û rizgarîxwazê netewî
ye. Ji ber ku PKK baş dizane ev
pirsgirêk bi derbaskirina
malbatgeriyê ve girêdayî ye. PKK
dixwaze ji bo civakbûneke azad rê
vebike. Ji bo vê jî pêwîste saziya
malbatê ku dijberê azadiyê ye û
hetanî dawiyê girtiye were rûxandin.
Di heman demê de di vê saziyê de
hetanî çokê xiyanet heye. Ji ber ku
dijberê rizgariya netewî ye. Pêwîste
girêdana bi malbatê re were
parçekirin. Di mercên malbatê de
xerîbî, înkarkirina rastiya civakî û
netewî heye. Ji ber vê yekê jî êrîşî
netewbûn û civakbûnê dike. Bila
têkîliya malbatê ku ji bo rastiyan
girtiye têk biçe ku netewbûn û
civakbûn pêş bikeve.
Ev hemû tişt zilamê ku em dixwazin
di demên dawiyê de hîna zêdetir
zelal bikin tîne bîra mirovan. Di
demên dawiyê de me girîngî da
lêpirsînkirina jin û zilam. Ew rewşa
zilam a sexte û mêrbûna wî ya zilam
û jinbûna zêde ya jinê me dike nava
fikar an. Zilambûn di giştî de bi
egîdî û zayendî ve wekhev tê dîtin.
Weke “mirovê weke zilam, jina weke
zilam” tê ravekirin. Ev jî weke
awantajekî tê hizirandin. Tiştê ku
hema di destpêkê de em bibêjin, ev
e. Ger ew mirov zilam be, ji bo çi
erkên xwe yên rizgarîxwaziyê nayne
cih? Ger egîd be, ger zilam be wê
demê bila pêwîstiyên vê yekê bike.
Ji ber wê jî pêwîstî bi dahurandina
zilam nîne. Hîn zêdetir em dixebitin
ku zilamtiya di kesayeta Kurd de tê
çi wateyê fêm bikin. zilamtiya di
kesayeta Kurd de taybetmendiyeke
zilamtiyê ku ji rê derketiye. Zilamê
Kurd bi gihiştina hestên zilamtiyê
ve weke ku hemû nakokiyên xwe
çareserkirine. Bi taybetî jî di
mijara têkîliyên zayendî de di
zilamtiyê de hesteke ku weke
dagirkeriyê bi bin xistiye û dewlet
avakiriye diafrîne. Ev biyanîbûn û
xwe xapandineke mezin e.
Dema mirov hindek taybetmendiyên
civak û dewleta Tirk jî pêş çavan re
derbas bike, ev rastî hindekî din
baştir tê fêmkirin. Asta zilam a
zayendî li hemberî jinê weke ku
radeyeke qehremaniyê dide wî, ev
tiştekî seyr e, lê belê rastiyek e.
Ev rewş di civakên din de ne di vê
astê de ne. Di vê mijarê de dema ku
em zilamê Kurd ji kûr ve lêkolîn
bikin emê bibîn ku di vê wateyê de
tenê bi tatmînekê ve li ser piyan
dimîne. Wî jina xwe kiriye pîrek,
jin jî hîna zêdetir bi pîrekbûnê ve
li ser vî bingehî weke zilamekî ye.
Wisa tê bawerkirin ku bi vî rengî
hemû nakokî hatine çareserkirin.
Bêguman girêdaniya vê bi nirxandinên
malbatgeriyê ve hene. Çawa ku
rizgarkirina malbatê ji rizgarkirina
welat girîngtir be ji bo zilam
têkîliyên zayendî jî ew qasî girîng
e. Di rastî de zilamê Kurd di
mijarên din de xilas bûye. Li
hemberî dewletê xilas bûye, li
hemberî civakbûnê û netewbûnê xilas
bûye, li hemberî nirxan û tekîliyên
civakî xilas bûye. Ger bi wî rengî
be, gelo têkîliyên ku dihêle di nava
malê de ew aktîf be û zordest be çi
ye? ev têkîlî ya li hemberî jinê ye,
ew jî bi têkîliya zayendî dest pê
dike û hetanî her cureyê çewisandinê
ve diçe.
Dema mirov balê lê bikişîne, zilam
bûyera têkîliya zayendî weke
bûyereke serdestiyê bi dest digre.
Her têkîliyekê zayendî ku dikeve tê
de weke ku bûye yekemîn dinirxîne.
Ev rewş ji rê derketina exlaqî ya
cidî ye. Pêwîste mirov bi vî rengî
binirxîne. Ev têkîliya ku di civakên
din de û di demên dîrokî yên din de
gelekî xwezayî ye, ji bo çi di
rastiya me ya civakî de çawaniyeke
cihê bi dest dixe? Ev ji bo civaka
Tirkiyê û heta gelek civakên din jî
derbas dibe. Em hîn zêdetir dixwazin
rastiya civaka xwe dahûrînin. Bi
taybet vê gavê pêdiviyên me bi vê
yekê hene. Ango gelekî ku di nava
pergaleke civakî û netewî de her
tiştê xwe wenda kiribe, di her
tiştekî wê de xilasbûyînek hebe,
pêwîste mirovên me nebêjin “ez
gelekî mezin im.” Ev rewş hîn jî
dibe mijarên henekan. Mînak, zilamên
Tirk an li hemberî Ewrûpiyan qaşo bi
zilambûna xwe pesnên xwe didin, ev
hemû çîrok in. Ev di civaka Kurd an
de hindekî din balkêştir e. hîna
zêdetir ji bo bandorên civakî û
encamên xirabtir rê vedike. Li gor
min mijara ku herî zêde em li hember
şer bikin ev e. Hela ew kesên ku di
temenekî piçûk de naskirina wan a
têkîliya zayendî ya bi vî rengî ve
gelo çi wenda nakin? Têkîliya
zayendî li ser bingehê azadiyê an jî
evînê wê çawa çêbibe? Ji bo nîqaşê
vekiriye. Ger ev yek rast were
nirxandin dê ji bo pêşkeftinan rê
vebike. Ne ber bi xerîbiyê ve dê ber
bi gihiştin û jiyaneke bi wate ve
bibe. Ger di nava gulokeke kaosa
civakî û têkîliyên civakî de ev tişt
weke amurekê çareserkirinê ya herî
bingehîn were hizirandin ev dê rê li
ber karesatan vebike. Mirovên ku
dema azweriyên (tutku) wan ên
zayendî negihêne serkeftinê û
întîhar dikin ne kêm in. Di rastiyê
de ev rewşeke nexweşiyê ye. di
rewşeke wisa de kesayet xwe weke
tunebûyî dibîne. Kesên bi vî rengî
qurbanê şaşîtiyên mezin in.
Dema hêza zilam a zayendî zêde bû
xwe gelekî bi hêz dibîne. Ji vî
tiştî jî ji bo xwe para pesindayînê
derdixîne. Dema mirov balê lê
bikşîne yê ku bêhêz e, gelekî xwe
dixe nava zehmetiyê. Ev yek him ne
pêwîst e û him xeter e. Civaka herî
zêde ji vê rewşê êş kişandiye di
heman demê de tenê ji bo têrkirina
ajoyên zayendî na, di asta civakî de
jî encamên xirab derdikevine holê.
Yekî ku ji aliyê zayendî ve çavbirçî
be, dê ne yek jinê diduyan heta
sisiyan jî bîne. Di ser de jî dê
biçe kerxaneyan, ew jî têrê neke dê
di sukên vekirî de li jinan bigere.
Rewşeke wiha tê dîtin ku ji aliyê
exlaqî ve ji rûxandinan re çiqasî rê
vedike? Dema mirov li pergala me ya
civakî temaşe dike rewşên ew kesên
ku xwe gelekî baş binamûs û
malbatger dibînin tê dîtin ka çiqasî
di asta nexweşiyeke civakî de ye?
nexweşiya ku ew belav dikin, ji
nexweşiya dijmin belav dike kêmtir
nîne.
Mijareke ku min destpêkê îsyan
kiribû ev bû. Dema digotin “me tu
aniye vê dinyayê” min bersiveke
“We bi anîna min a dinyayê ve
bêrûmetiyeke herî mezin kiriye, bi
tevî ku tu derfetên we yên min weke
zarokekî baş mezin bikin nebû jî we
ez anîme dinyayê û vî tiştî jî li
serê min dikin bar. Zarokekî ku hun
nikaribin tiştekî bidinê we çi
wêrekiyê anî vê dinyayê” dida
wan. Min di temenekî gelekî piçûk de
ev tişt dît. Ger zarok gelekî binirx
be pêwîste hun cîhana wan amade
bikin. Ma li gel me malbat bi vî
tiştî dihizirin? Ma zilam û jin vî
tiştî dihizirin? Bi taybet gelo
zilam vî tiştî dihizire? Di rastî de
her du jî nahizirin, di vê mijarê de
di nava bêexlaqiyeke mezin de ne.
Hun ji bo zarokê xwe yê xwedî nirx
çi dikin? Vê gavê ew hemû li her çar
aliyên dinyayê û metrepolan belav
dibin. Lê belê zilam û jin tawanê vî
tiştî gelekî ji zû de pêk anîne. Di
rastî de ew jî bêçareye, di panzdeh
saliyê de hatiye wendakirin. Ma weke
din dikare çi bike? Carekê têk çûye,
jin çi fêm dike û zilam çi fêm dike.
Ew vê rewşê bi sedan salin dijîn. Ji
ber vê sedemê gavavêtina şoreşgerî
ya mezin li hemberî van têkîliyan
hemûyan e. Lê belê pêwîste mirov
biyanîbûn û ji rê derketina di
mijarê de bibîne.
Weke ku min diyar kiriye, zilam
serkeftina xwe ya di têkîliyên
zayendî de weke çareseriya hemû
nakokiyan dinirxîne. Berovajî çêbûna
pirsgirêkên balkêş di vê kesayetê de
ye. Heta ger ji aliyê bêhêziyê be û
ji ber ku di bin zexta zayendiyê de
ye nikare xwe têr bike, dîn dibe yan
jî dikeve nava helwestên êrîşkar,
dikeve nava kompleksan, her cure
tolaziyê û serberdayiyê dike. Dibe
jêdera pirsgirêkên gelekî mezin.
Bêyî ku çareseriyê di mercên xwezayî
û rast de bigere dikeve nava rewşên
hîn bêhtir biyanîkirinê,
çewisandinê, jin revandinê, di bin
zextê de pêkanîna xwe têrkirina
zayendî, heta dawiyê dikeve rêyên
her cûre derveyî exlaq. Ger hêza wî
ji bo vê yekê nebe, vê carê dikeve
nava helwestên keşetiyê (papaz). Ev
yek jî bi xwe re ji rê derketineke
weke din pêş dixe. Li gel me kesayet
li ser vê bingehê him parçe bûye,
him jî binexweşî ye. Tenê qelend,
pereyê avakirina malbatekê jî ji
bîst-sî mîlyonan jî kêmtir nîne.
Qasî ku tê bîra min, berê xortekî
deh salan kar dikir an malbatek ava
dikir an jî nedikir. Vê gavê hîna
zehmetir e. Zilam bi tenê ji bo
bikaribe malbatekê ava bike, ji
panzdeh salî hetanî bîstûpênc saliya
xwe pêwîste xwe di sûka kar de bi
erzanî bifiroşe. Di rastî de ev yek
bi tenê ji bo ku malbatê biparêze û
berdewam bike ye. Dema ku zarok û
marok jî çêbûn, hîn zêdetir pêwîstî
bi pereyan heye, mirovên me bi vî
mantiqê mezin dibin.
Mirov li hemberî saziya malbatê
matmayî dimîne. Dema ku min tişt
weke mijulbûnên bingehîn ên jiyanî
nirxandin, pirsên min ên destpêkê
wiha pêşketin. Ma dema malbat zarok
tîne dinyayê yê dayik û bav gelo ma
her tiştekî rave dike? Min ji xwe
pirsên bi vî rengî kirin, li hember
wan helwest nîşan da û xwe li ser vê
bingehê pêş xist. Dema ku saziya
malbatê xeterî li ser me zext kir
dîsa min li ser vî hîmî lêpirsîn pêş
xist. Herî kêm bi qasî eniya dijmin
min ev enî jî lêpirsîn kir û hetanî
ez gihiştime helwestên rast, min
şerekî rast meşand. Bi tevî ku di
bin rêbertiya PKK de pêşket jî
sedemê hebûna vî şerî dîsa PKK ye.
Bi qasî ev şer bi zehmet e jî, ger
şerekî wiha neyê dayîn em nikarin bi
mîlîmekî jî rê bigrin. Di vir de
mirov dikare vî tiştî diyar bike.
Ger kesayeta we îro di bin bandora
giran a malbatgerî û zayendîtiyê de
ye, hêza gihiştina çareseriyê û
têkoşîna wê di xwe de nabîne ew rewş
dide diyarkirin ku ji bo çi hun
kesekî wiha ne. Di demên wê de
neçareserkirina van pirsgirêkan bi
taybet têkoşîna vê nedayîn dibe
sedema lewazbûn, piçûkbûn, ji gelek
aliyan ve pêşneketin û nebûna we ya
şervanekî mezin e. Hun xwe têrkirinê
û girtîbûnê ji ber van kesayetên xwe
yên lihevketî jî dijîn.
Di rastî de bi destgirtina van
mijaran dikeve ser milên wêjevanan.
Li ser vê gelek sekinandina min ji
bo rêxistineke şer gelo çiqasî rast
e? lê belê dîsa jî bi xetên stûr
pêwîste mirov li ser vê mijarê
raweste. Ji ber ku di dibistanên şer
ên li Tirkiyê jî ev mijar tê bi dest
girtin. Li ser rayedaran sazûmaniya
malbatê ya saxlem tê ferzkirin. Ev
ji rayedartiyê re şertekî gelekî
grîng e. Pêwîste rayedarek di nava
nêzîkbûneke malbatê ya saxlem de be.
Ew vê saziyê weke bingehê
mihafazakariyê dihizirin. Em jî weke
bingehê şoreşê rexne dikin. Pêwîste
herî kêm mirov van pirs an zelal
bike. Ji aliyê zayendî ve ji her du
aliyan jî, ji rê derketinek tê
jiyankirin. Ev jî ji ber lêgerîna
bêsînor a xwe tatmînkirina zayendî û
azweriyên zayendî ku bi şêweyên ji
rê derketî ve yan jî harbûyî ve
vegotin e. Bi taybet li gel me ku
mirovên temen mezin bi keçikên temen
piçûk re dizewicin, mînaka herî
zelal a vê yekê ye. Helwesteke
berovajiya vê jî di bin veşariya olî
de tê tevgerîn. Jİ dinyayê her tiştê
xwe dikişîne nêzikî jinê nabe û vê
jî weke tawanekê dibîne. Ev jî
cureyeke ji rê derketinê ye.
Malbatekî ku li ser vê bingehê tê
avakirin, di nava bêçariyê de ye.
Malbat, bi qasî ku nikaribe xwesteka
zayenditî ya bêsînor tatmîn bike, ji
ber dogmatîzma olî jî dijî,
zehmetiyan dikişîne. Bandora van
helwestan di ketina malbatê rewşa
qeyranan de û bibe bingehê vê mezin
e.
Mirov dikarê vê mijarê ji aliyê
têkîliya jin û zilam ve bigre dest.
Encamên vê yên din jî hene. Ya herî
girîng, dema ku bibêje “min malbat
baş avakir, min jin kire pîrek, ez
serdest im” gelekî kêfxweş dibe.
Weke ku pêwîstiya cîhanê aniye cih,
dema di nava malbatê de têkiliya jin
û zilam, bi vî rengî were avakirin,
çavkaniya girtîbûn, paşverûtî,
faşîzm û dagirkeriyê ji xwe re
hîmekî têkûz dibîne. Jinê dike
polîs, jina ku polîse jî çeka xwe
baş bi kar tîne. Heta nava refên me
jî, jinê baş bi kar tîne. Ew
çavbirçîtiya zayendîtiyê bi rengê
xistinê dinirxîne. Ji bo qadên weke
sînema, televîzyon, kerxane têne
pêşkeşkirin, dîsa jin in. Firotina
jinan gelekî belav bûye û ev rengekî
gelekî bibandor tê bi karanîn. Em
dev ji civakê berdin, dixwazin me jî
bixin. li hemberî yê ku zayenditî
weke tawan dibînin jî olê weke çekê
bi kar tînin. Jixwe ev bikaranîn jî.
Mînak; Hizbûlah dibêje “PKK malbatê
azad dike, ev li hember darezînên me
yên nirxan êrîşeke mezin e” û
êrîşeke dijber dest pê dike. Ev her
du şêwazên ku di nava
jirêderketineke zayendî de ne, li
hember rizgarîxwaziya netewî û
şoreşgeriyê ristekî dilêyîzin. Ev jî
jêdera xwe ji bingehê malbatê digre.
Bi vî rengî nirxandina vê rastiyê
de, ew ji wî alî ve rolekî dilêyîze.
Di rastî de ev bingeh yekser bi
dijmin re di nava têkîliyan de ne û
ji bo bandorên dijmin hetanî dawiyê
vekirîne.
Encamekî vê ya din jî, tenê ji bo
xwarin û vexwarinê bidine zarokan
pêwîste ku xwe di sukê de çil caran
bifroşin. Xwendina dibistanê zehmet
e, bêperwerdehî û cehalet heta çokê
ye. Tenê ji bo perwerdeya zarokekî
pêwîste dê û bavek xwe çil caran
tune bikin. Gelo yê ku deh bîst
zarokên xwe hene dê çawa ji bin vê
derbikevin? Ev rewş li gel ku
arîşeyeke xirab e, Sedema koletiyeke
rastiye jî. Tenê ji bo muçêyên
(maaş) xwe xilas bike û ji bo ku
karekî ji xwe re peyda bike, gelo
malxweyê malê çi dike û çi nake? Ger
van pirsgirêkan çareser neke, dê
were şer bike, zarok û jina xwe
bifroşe. Jixwe dema zarok di malê de
ahengiyekê nebîne, dê xwe di kolanan
de bibîne. Dê zaroka keç ji malê
bireve, dê zarokê kur jî bibe tolaz.
Malbat hetanî astekî ku balkêşe de
sedema tolaziyê ye, qaşo dibêjin
malbat tolaziyê naxwazin, berovajî
malbat jêdera tolaziyê ye. Bav û dê
naxwazin keçên wan ji malê birevin.
Lê bêlê sedema vê dîsa malbat e.
Feraseta malbatê ya kêm e. Bi tevî
van tiştan jî malbat xwe weke
temsîlkarê exlaqê dibîne.
Mirov dikare pirsgirêkên wisa bi
dest bigre, em dixwazin yek du
aliyên din ên malbatê zelal bikin.
bi taybet ber bi çûyîna çareseriya
şoreşgerî de pêwîste em hindek
tiştan bi bîr bînin. Hindek rexne
hatin kirin, ew pirsgirêkên ku ji
ferasetên kêm re rê vedikin, me yek
bi yek danîn holê. Em dikarin hîn jî
berfirehtir bikin. pêdîvî bi
nirxandinên ku li ser çareseriyê
bandor bikin heye. Dibe ku ev yek
xwe di dema pêş de bide hîskirin, em
dikarin ne tenê di civakê de bi
taybet li bin sîwana partiyê de jî
çareseriya vê pirsgirêkê ya sotîner
bikin. Hêmana ku pêwîste were
fêmkirin û were zelalkirin ev e.
Saziya malbatê ya di civakê de û
têkîliya jin û zilam, çawa ku weke
saziyeke ketinê, xwe ji her alî ve
bazarkirinê û her cureyê harbûn û
xerîbûnê tê nirxandin û ev nirxandin
jî çiqasî girîng e, di nava partiyê
de jî bi bandora wê ve tekoşîn dayîn
jî ew qas gîring e. Pêwîste mirov
van bandoran nexe nava partiyê. Di
nava partiyê de ber bi çareseriyeke
rast ve çûyîn û riyeke rast girtin
girîng e. Di rastiyê de ev mijareke
gelekî kûr e. Ev mijar ewqasî ji
cewher hatiye derxistin ku, ji bo
hemû bêrûmetiyan ew qasî bingeh
avakiriye ku di serî de
çareserkirina wê çawa ku gelek ji we
bi wî rengî bawer dike, ew qasî
hêsan nîne. Ev pirsgirêkên ne bi
zewacên şoreşgerî yên erzan, ne bi
înkarkirin, ne jî bi rêbazên
pêşxistina zextê ve nayên
çareserkirin. Pirsgirêk hîna
berfirehtir e. Ev pirsgirêk bi qasî
ku dîrokî ye, pirsgirêkê wisa ye ku
pêwîste di riya wê de tekoşîn were
dayîn.
Dema ku serdestiya partiyê bi pêş
dikeve, milîtaniya partiyê hêzê bi
dest dixe, tişta ku destpêkê tê bîra
mirovan, serdestiya li mirovan e.
serdestiya li ser mirovan de
şêwazeke zext û dagirkeriyê heye.
şêwazeke din jî wan azad bikî û bi
kar bînî ye. Ger kadroyên me di nava
têkîliyên malbatê yê kevneşop de ne
û li ser hîmê serdestiya dewletê
hatine mezinkirin, ev yek tê wê
wateyê ku ew serdestiya partiyê, ya
dewletê û ya malbatê tevlîhev dike.
Ji ber wê jî dema ku dibêje ezê
partiyan an jî gelan bixim bin
serdestiya xwe, di rastiyê de hetanî
dawiyê xeteriyê nîşan dide. Ji bo
ferasetên serdestiyê yên derveyî xwe
re rê vedike. Ger ev bi rengê
koletiyê xwe nîşan bide hîn xetertir
e. bêhêz e, ji serdestî û erkgirtinê
agahiya xwe tuneye. Ji bo koleyekî
kî çi bibêje ewê bi wir ve biçe. Ber
bi kû ve were xwestin dê biçe wî
alî, ew jî gelekî xeter e. Dema ku
ev rastî li ser jinê bi pîvanên
zilam ên kevneşop were pêkanîn jî,
ev tiştekî hîn xetertir e. Li
hemberî azadiyê û wekheviyê bêhêz e.
Tiştê xirab jî, dema ku derfet
bibîne, yan aliyê xwe yê înkarkirinê
yan jî ketibûnê dide axaftin. Ev her
du rewş jî xeter in.
Dema ku di bin bandora nêzîkbûnên
kevneşop an jî têkîliyên her du
zayendan de bimîne, ya nikarê wê
derbas bike yan jî dê înkar bike ku
ev di her du kesayetan de jî gelekî
bi bandor e. Ev rastî vê pirsgirêkê
giran dike û ber bi çareseriyê ve
nabe. Çanda wî lewaz e, asta wî ya
perspektîfan lewaz e. Ya herî girîng
jî hewldan û tekoşîna wî lewaz e.
Pirsgirêk bi vê nêzîkatiyê ve nayê
çareserkirin. Beriya her tiştî xwe
di asta ferasetê de amade nekiriye.
Ji bo têkîliya di navbera zayendan
de gelo bi kîjan feraseta bingehîn
ve nêzîkbûn çêdibin? Di vê mijarê de
tişta ku destpêkê tê bîra mirovan
“bavê min bi dayika min çi kiribe,
dayika min bi bavê min çi kiribe,
yan di kolanan de yan jî di
televîzyonê de çawa tê pêşxistin ezê
bi wî rengî bikim” ev nêzîkbûn e.
Asta wî ya dîrokî nîne, asta azadiyê
nîne, asta şer nîne hînî rêzefilmên
tv yê yên sînemayê bûye, nêzîkbûnên
ku ji vir girtiye, nêzîkbûnên ku
malbatê ew hîn kiriye, yê ku ji
malbatê dîtiye û dizane ye. Tê zanîn
ku ev çiqas tiştên bi nexweşî ne.
Heta ev nexweşî yê ku faşîzm sor
dike ye. Gelekî zelal e ku ev
nêzîkbûn ji serdema despotîk maye.
RÊBER APO
|