|
MIROV BERHEMA NÊVENGA TÊDE DIJÎ YE
Delîla ya me…
Girê
Andok wekî li ser daristaneke
kipkesk rûniştî bû. Girên girêdayî
wê û dirêjahiya wêde jî wisa bû. Me
di cihekî ku jêre dihat gotin 15’ê
Tebax di kendala girê bi daristande
lê qonax vegirtîbû. Daristan pir
dinav hevde bû. Biqasî ku dixwazî
nikarî hêsan têde bimeşî. Cihên ku
darên piçûk ên hişk girtiye di demek
nêzde vedibe. Ji bo pêdîviyên xwarin
û çayê tê bikaranîn. Darên ter (şil)
nayê bikaranîn. Ji ber ku ew
parêzgehên me bûn. Heya ku ew hebin
wê darên zûwa jî hebe. Taximek
hevalên jin jî hatibûn qada ku em
têde. Navbera me ne nêzîk bû ne jî
dûr bû. Dûr nedibû, ji ber
pirsgirêkên ewlekariyê hebû. Divir
de bêdeng bûn serwer bû. Dinava
bêdeng bûnê de me karê xwe birêve
dibir. Ji bo şev ev qaîde zêdetir
derbas dibû. Piştî keşfa roj carna
qerebalixiya me çêdibû. Herî cihê
xweş yê di kendal de me dinavbera
xwede parve kiribû. Ew nêzîktirê avê
bûn. Gava dibêjim nêzîk bûn, ne ku
em dûrî av bûn. Ji ber ku dûr bûna
dinavbera me de hema hema bi avê ra
wekhev e. Ango me coxrafya baş
girtibû. Me ne li gorê pêdiviyan xwe
bicîh dikir, di serî de li gorî
ewlekarî û li gel vê jî pêşwazî
kirina pêdiviyan bicîh dibûn. Gava
dibêjim ewlekarî ne tê wê wateyê ku
xwe divêşirin. Di heman demê de li
hember ji derve talûkeyên û tiştên
ku nayên hêvîkirin. Bi kûrtahî di
kûrahiya çiya yan de jî girekî de
mayîn, di wir de bûyîna qetekî wê.
Piştî demek û şûnde êdî candarên din
jî fêrî te dibin. Me tev bihevre
ewlekariya xwe parve dikir. Gava
dengê çûk an ji nişka ve qût bû yan
jî ji nişka ve firiyan ev, tê wateya
ku bi talûkeyek hesiyane. Bihîstina
dengê wan, dîtin, pêhesîn û di vê ku
bi awayek xwezayî tu li wan temaşe
bikî. Ji wêna ye ku dinava daristanê
de bêdeng bûn û bideng bûna ku
xwezayî heyî bi lihevhatinek tê
dîtin. Dengdan û qerebalixiya ku di
hawirdora wê de heye her livînekî û
yan jî dengek bi baldariyek re
temaşekirin, têgihiştin û têxwastin
ku were pêhesîn. Ji xwe tu jî
hertimî amadeyî. Dinava heman fikar,
pêhesî û tedbîr an de yî.
Di sibehekî havînê de em
hemû şiyarin û dinava amadekariya
karên rojanedene. Ji nişkave ji cihê
hevalên keç têde diman dengê qîr ek
hat. Hema min çek rakir û berbi wan
ve beziyam. Ji xwe nêzîk bûn. Tişta
destpêkê ket çavê min, hertişt di
hewayek asayî de bû. Bi awayek
matmayî ez nêz bûm. Min destûr xwest.
Du hevalên keç ên li ser piyan hebûn.
Yên din di derdor de rûniştibûn.
Wekî dizanîn ez ji boy çi çûbûm. Ji
yên ku li ser piyan yek jî piçek
şerm dikir, rûyê wê piçek sor bûbû.
Min bi awayek hêdî pirs kir, qey
heval tiştek bû? Heval kenîn û got
in na. Tenê di hinek wextên rojê ên
guncav de em perwerdeya qeretê
dibînin, bivî awayî pirsa min bersîv
andin. Ew pêhesiyan ez tênegihiştime
û wisa berdewam kirin, “hevala
Delîla qeretevan e. Me jî fêr dike.
Ew qîra ku hat avêtin jî ew bû” dan
diyarkirin. Min li Delîla nêrî,
dizanî ez çi dihizirim û ket navber:
“Di encama konsantre bûnê
de min ji nişkave qîr kir. Di
rastiyê de min vêna dîqat dikir. Ev
carayeke dibe. Ji vêna şûnde ezê
dûbare nekim” bersîv da. Ji fêrbûna
wan a qeretêre ez kêfxweş bûbûm. Di
wê navberê de hevalên din jî hatibûn
nêzîkê me. Me li ser piyan hinek
sohbet kir.
Delîla;
“ Di rastiyê de gava konsantre
çêdibe ew qîra tê zanîn dibe. Em
çibikin ji ber şert û merc an em
neçarin ku xwe hinek bişidînin. Dema
wisa jî dibe ew dersên ku ez didim
hinek lewaz dimîne. Ez nikarim xwe
tam bidimê. Dema mirov xwe nediyê
nabe” got. Dema min pirsî, min berê
nedizanî ku tu qeretê dizanî;
Da diyarkirin ku “ min berê digot
kêrî tiştek nayê. Pişt re min dît ku
li vir ji mirov re pêwîst dike. Min
ji hevalên keç re teknîka şerê nêzîk
qismek fêr kir.”
Rewş hatibû fêm kirin. Lê
çi hebû ku gava ew qîr hatibû avêtin
di xwezayê de herî helwestekî
xweşnedîtinî çênebû bû. Wê demê
candarên ku di derdor de jî ji berê
ku em bizanin ew jî dizanîn ku ew
deng û tiştên qewîmîne netalûkeye.
Rastî ev e.
Pişt re, li piştî demekî
dirêj min wêna di xebatên çandê de
dît. Min jê pirsî tu çi dikî. Ez şaş
mabûm. Min peywendiya wê bi xebatên
çandê re çênekir. Hevalên li gel wê
dan diyarkirin ku di koma mûzîkê de
cîh digre. Di wê kêliyê de bersîv
nedabû. Min pirsî çawa tu lêdixî,
yan jî dibêjî. Heval got in, “ dengê
wê xweşe, dibêje”. Min got ji kengê
ve tu distirî, min qet nedizanî.
Xeberê min jê hebû ku tu
qeretevanbû, lê min nedizanî tu
hunermendî.
Got, “ min wê demê jî
distira”. “ Lê me dinavbera xwede
distira.” Raste wê demê derfetekî me
yê wisa çênebû bû. Hertimî ji ber
kar em li gel hev nediman. Li piştî
demek dirêj ji wan xebatan cuda bûbû.
Dema min wêna carekdin dît min got,
tu çima naçî xebatên çandê, ji bo me
qadek girîng e.
Ew got, “ na“. “ez
carekdin liwir venagerim.”
Ango te niha mûzîkê berda?
“na min berneda ye.” Yanî çawa min
got;
“ Niha cihê ku ez lê dimînim têde
aram im. Mirov bi nêvenga ku têde
dimîne re yan pêşdikev, yan jî xilas
dibe.” Ez tênegihiştibûm.
“ Nêvenga gerîla min
zêdetir pêşdixîne. Hinek nêveng hene
ku mirov pêş naxînin. Lewaziyên
mirov bihêztir dikin”.
Dema ku van tiştan di got
çavê wê tijî av bûbû. Ew pêvajo jî
demên ku dixwestin tevgera me ji
hindir de hilweşînin bû. Ez wêna baş
nasdikim. Şervanekê baş bû.
Çavnetirs bû. Bicoş û zîrek bû.
Hertimî dinava tevgerê de bû û vale
nedisekinî. Zêde guh nedida derdor.
Karekî dihate xwestin dikir.
Pirsgirêke kî wê a derdor wê çi
bihizire, çawa fêm bike nedibû. Ez
bawer dikim ku divan mijaran de
pirsgirêk hatibûn jiyîn. Min jêre
got carekdin li ser xebatên çandê
bihizire. Lê pir bibiryar bû.
“ Ez dest ji mûzîkê
bernadim. Lê nedi çandê de” diyar
kir. “ Nêvenga gerîla hîn xweştire .
Ez xwe li wir de dibînim. Şert û
mercên pêkanînê hîn zêdetir e”.
Min got rast e. Lê ger
mirovek bixwaze dikare li gelek
cihan vêna bike. Got, “ na “.
“Ji bo ku mirov di asteyek
wisa de be wext pêwîst e. Ji bo min
jî herî a baş gerîla ye got… ezê
herim Andokê. Min bêriya wêderê
kiriye. Hewaya wan deran cudabû.”
Got, Tu dizanî.
Tam jî aliyê min ê lewaz
girtibû. Dizanî ku gava behsa Andokê
bike, ez tiştek nabêjim. Andok,
qadekî xweş ê dinavbera Amed û
Garzan de ye. Ji xwe daristana Amed
û Garzan a mazî û berû ji xwere
kiribû rûber. Çavê wê li wan deran
bû. Hişê wê jî li wan deran bû.
Belku jî qet guhdarî min nekiribû.
Gotibû teqez ez wê herim wir.
“ Li wir mirov hîn azadtir
e. Mirov zêdetir aram e. Mirov di
nêvenga gerîla de bixwebxwere ye0 Li
wan deran nakokî bi tirsonektî
nîne.” Di got.
Me çend caran hev dîtibû.
Min hertimî dubare kir. Ew hertimî
înat kir.
“ Ezê mûzîkê jî bikim,
gerîlatiyê jî. Wê herdu jî çêbibe…”
Piştî em ji hev qûtbûn
peyvên ku dinavbera mede ma ev bû.
Êdî derfeta me ya hevdîtine çênebû.
TÎMUR FÎDAN
|