|
HUNER BÛYEREKE BI NASNASMÊ VE
TÊKILDAR E
Di
huner de heyîna kombûna hemû
pirsgirêkên van sed salên dawî,
pêwîstî tê dîtin ku ev qad bi
nêzîkatiyek bîrdozî û felsefî were
nirxandin. Huner, nirxa bîrdozî û
felsefî a ku mirov pêbawer dike, ji
bo veguhêze nava civakê, ji bo vêna
bi goşt û hestî ve bike yek, behre
(yetenek) ya xwe bi herî şêweyek
xweşîk dayîna bikaranîn re xwe
derdixîne holê. Hest û ramanên
mirovan ên herî asteya dawerivandî,
bi huner re kiryarî dibe. Armanca
her ekolek hunerê yan jî mirovê
hunerê, pîvanên xwe kirina pîvanên
kes û civakê ye. Ango huner bê
armanc nîne. Hunerekî bê armanc
cihekî hunera heng û barekî, divir
de jî armanc kêf xweşkirine. Ji ber
vê yekê mijara hunerê tê xwastin ku
pir nazik were dest girtin.
Taybetmendiyek din a mijara hunerê
nazik dike, rastiya şewqdanekî gelek
resen ê zimanê çandê ye. Dema li
rastiyên dîrokê em temaşe bikin, bi
hêsanî wê were dîtin ku tişta îro em
jêre dibêjin huner parzemîna ku
mirov xwe ji nûve avabike zimanê
yekemîn ê ademîzad e. Bûyera axaftin
û ziman heya ku çênebû bû, mirov bi
hunerê re têgihiştin dida çêkirin.
Bi pêşketina ziman re îcar qadên ku
ziman bes nake de huner axaftina xwe
domandiye. Dema pênaseya mirov tê
kirin, hemû kes dizanin ku tê gotin
heyînekî çandî ye. Ger bûyîna çandî
ji bo mirov pênaseyek nasnamê be,
huner jî duwemîn e, lê weke zimanê
wê yê yekemîn zayî ye. Ev rastî dide
nîşandan ku huner di jiyana mirovan
de çi qasî xulqekî jêneger e û
şêwazê vegotinê ye.
Ji bo mirov xwe îfade bike
pêşxistina zimanê xwe û bi derketina
dewlemendiya ziman re hêza bandorker
a ziman, destpê xwe bi huner dayîna
axaftinê kiriye. Peyvên xweşîk gotin,
bi zimanekî helbestvanî peyvîn, ew
guherînên ku di lerze ya (ton) dengê
mirovan de weke bi hest û ramanên
xwe dixwaze çi vebêje bi guherîn
jiyankirinê re heya vêrojê hatiye.
Di destpêkê de di qadên ku ziman nîn
bû yan jî ziman besî ravekirina
bûyer û rastiyan nedikir de, huner
axiviye. Yan jî mirovê ku neçarê
axaftinê dibû, ji mîmîk û livîna
mirov re, ji wêne û dansên wan re,
em îro dibêjin huner. Ev taybetmendî
şahide ku, huner dewlemendiya
civakî çawa ji nifşekî derbasê nifşê
din re kiriye. Her çi qasî hinek bi
vê taybetmendiya bingehîn a hunerê
re armancên xwe ên kirêt neqlî
mirovahiyê kiribin jî, huner wekû ku
me li jorê daye destnîşankirin jî,
weke qadekî xweşîkbûnan a bedewiyên
mirovahiyê afirandinan çêkiriye û
wisa jî pêşketina xwe domandi ye.
Ji ber huner yekeyek bi mirov re
têkildar e kapasîte û şêweya hest û
ramanên mirovan hunerê bandor
kiriye, bi van bandorbûnan jî
berhemên hunerê ên ku hatine
afirandin jî mirovahiyê tesîr
kiriye. Ji ber vê yeke ji
hunermendên hemû serdeman yan jî
eserên hunerê ên wan deman xwendin
gengaz e.
Di vê wateyê de kaxizê tûrnûsolê ê
demekî yan jî pergalekî, berhem û
hunermendên wê demê, yan jî ê wê
pergalê ye were gotin gengaz e.
Mînak dema navîn a Ewrûpa tê zanîn
ku tarî ye. Bi rastî jî dema navîn a
Ewrûpa di wateya xulqa hunerî de,
herî dema mirovahiyê a xizan e.
Huner çêkirin li aliyekî, tê zanîn
ku serdemekî ku huner têde qedexe
bû. Ronesansa ku di heman
xaknîgariyê de jiya ye, ango ji
nûve zayîn hatiye ispat kirin ku di
heman demê de ji nûve zayîna hûnerê
ye jî. Heta ê ku hiştiye ji nûve
zayîn çêbibe huner bixwe ye. Wekî ku
tê zanîn, şêwazê raman û jiyana
Ronesansê weke ji nûve zayînê tê
dîtin, qada ku herî bi baldar
şopandiye eserên demê ên hunerê bûne.
Di eserên hunermendên demê de li
dijî paşverûtiya feodalîzmê rexne çi
qasî bihêz bikaraniye û nûbûnê jî çi
qasî bi estetîkekî muezem dane, hîn
jî bi hemû hîkarîker bûna xwe ve tê
şopandin û guhdar kirin.
Di van her du mînakan de, mirovên ku
di van demanan de me dest girtine
şêwazê bingehîn a hizirîn û jiyana
wan, wekî eserên xwe ên hunerîne.
Mirovên dema navîn bêhêvî, monoton,
ji dervey zagonên olî kapasîteyekî
jiyanek din fêm nake, dinava
mehkûmiyetekî de dijî. Ji ol
wirdetir hizirîn, ji ber qedexeye ji
hizirandinên mirovan re jî derbe lê
hatiye xistin, ev weke realîteyek
şêweyê bûyîna mirovên wê demê daye
diyarkirin.
Serdema Ronesansê jî demekî
berovajiyê vê îfade dike. Ji xwe
Ronesans ji buhrana dema navîn re
weke antîtêz di destpêkê de bi huner
û zanist re zaye. Şeroşger e. Demeke
ku her roj, taybetmendiyekî xweza û
ê xwe kifş dikir û pêşketina mirovan
bi lez çêbûye ye. Di van şertan de
ên ku herî li pêşde jî hunermend û
zanyarên demêne. Ev bedew, dema rihê
afrîner a mirovahiya wê demê destpê
himêzkirina wê kiribû, reforma
ronahîbûn û jiyana olî jî pêktê. Bi
kûrtahî huner û hestên mirov,
hizirîn û bê şik dinavbera pîvanên
jiyanê de ev qas têkiliyekî
hîkarîker heye. Di dema navîn de
huner karek guneh dihate dîtin. Ji
xeynî ên propagandaya olî dikin, di
Ronesansê de jî, bê huner mayîn wekî
paşverutiyê dihate pejirandin. Ji
ber her mirovekî demê, xwe di eserên
huner de bi zimanê huner dişopîne.
Huner mirov bi mirov an bi zimanê
xwe ê huner re têgihiştinê çêdike.
Ên huner çêdikin çi bin, eserên wan
jî heman in ango ew bû xwene.
Di roja mede ev rewş di çi asteyê de
deye? Îro, ji kî were pirsîn wê
bersîvên xwe wiha rêz bike, mirov
berjewendperest û bêbawere, rojane û
bêarmanc dijîn, nehişyarin, bêrehm û
bêdadwerin. Ev tiştên ku hatine
gotin bê guman vale nîne. Li xwe
mikurekî rast e. Ger ev tiştên
hatine diyarkirin di gelemperiya
mirovan de weke taybetmendiyek neba,
me dê çawa ev şer û xirabûnên ku
hatine jiyîn rave bikira?
Ji van rastiyên gelek ên giştî dema
em dikevin rê ger em bizivirin
mijara xwe, ango em têkiliya mirov û
huner bigrin dest, di hunermend û
naveroka eserên wan ên hunerê de çi
heye? Ji ber vê yeke, bê ku pêtivî
bi pir lêkolîn û dahûrînan were
dîtin, tenê tişta di ekranên TV'de
şewq dide temaşekirin wê besbe.
Tiştên ku li jor de hatine
diyarkirin, hewaya bingehîn a eserên
me ên hunera roja meye, zelal e. Xwe
vegotina mirovahiyê hunera ku weke
zimanê wê zaye, bi qasî ku di çi
serdemekî dîrokê de neqewimî ye,
niha bêziman û lal e. Ji ber ti
pirsgirêkên ku îro mirovahiyê jiyan
dike îfade nake. Berovajiyê vê,
mirov nehestyar û di dinya ya xwe a
hindir de, dibin çewisandinên pir
mezin de, bi rewşekî aloz a rih re
jiyîn û ji bo xwekuştinê jî tiştê ji
destê wê ve tê dike. Huner ku karê
hest û ramane, cara yekeme ku hîtabê
zewqên ajoyan dike. Huner ku herî
zimanekî hevbeş a guncave, ji bo
mirovahiyê ticar ev qasî
berjewendparêz û xweperestî nehatibû
destgirtin. Û dîsa huner ku bi qasî
dîroka mirovahiyê kevne, îro ji
herdemê zêdetir ji dîrokê qûtbûye û
jiyana rojkî û têkiliyan tîne ziman.
Bêguman kesê ku ev qas dijberiya
hunerê dike û belav dike jî, mirovê
pergala îro ye. Weke bi cewherî,
hunera ku îro bûye dijberê xwe di
rastiyê de di encama çalekiyên
mirovan de derdikeve holê. Wê demê
ji berê hunerê tişta divê were lê
pirsîn kirin hunermendên îro ne.
Tiştên di hest û ramanên hunermend
re derbas dibe ye. Berpirsyari ya wê
a li hember civak û kes e. Ev
mijarên ku pêtivî bi nirxandinên
dirêj heye, di heman demê de jî
pirsgirêkên dema me a bingehînin.
Wekî ku berê niha hatiye gotin,
pirsgirêkên ku dema dijîn a herî baş
bide dest, feraseta hunermendên îro
û weke eserên wan ên huner, berhemên
wan ên bazara tijî kirine. Ger wê
hebe rih û ramanekî dema me, dîsa
weke guhdarvan û temaşeker an herkes
û yek jî xwe, pêwîste di qada hunerê
a mirovane de dest bigre. Pirsa kiye
û çi dixwaze û yek jî bi pîvanên xwe
ên hunerê re pêwîste bibersivîne. Ji
ber di vê qadê de ji bo xwe
nirxandin û dest girtina mirovan
herî derfetekî xwe çareserkirinekî
bînîtî dide.
CÎHAN
|