|
LI KURDÎSTANÊ
ÇAVKANIYA HUNERÊ TÊKOŞÎNA PKK’Ê
BIXWE YE
Pêwîste
bersiv ji çand û hunera ku têkoşîna
rizgariyê derxistiye holê re were
dayîn. Ango qandî eleqeya xwe bi
şoreşê re heye, huner jî têgiheke û
em dikarin derfetekî ji vê çalakiyê
re bidin nîşandan. Em behsa
têkiliya vê bi polîtîkaya şoreşê re
dikin. Em qala derketina PKK û
têkiliya wî dikin. Ji niha ve pirsên
PKK û çand, PKK û exlaq derketiye
holê.
Bêguman em dê
danasînên wiha cûda jî bikin. A niha
jî ez li ser danasînek dihizirim. Bi
were di nava hewaya sihbetek wiha de
ez bawerim ku dikarim ji were viya
bidim xuyakirin; çalekiya mirovan ji
bo ku di bin bêwijdaniya qaydeyên
xwezayî û civakî ya cûreya mirovan
de, jiyana xwe ya madî çêbike ew
zehmetiyên rûbirû dimıne, xizanî û
êşan kêm bike ye. Em bal bidinê, ev
çalekî çalekiyekî afirandinê a
xweserê mirovan e.
Mînak, tê gotin
polîtîkaya hunerê, lê ev ne di
wateya ew hunera ku ez behs dikime.
Dibêjin hunera aborî, lê ev huner jî
ne ew cûreya ku em diyar dikine. Di
vê mijarê de, polîtîka, aborî piranî
di bin qaydeyên din de dimeşe.
Jiyana civakî ye. Huner hinekî din
cûdatir e. Huner; di têkoşîna
polîtîk, têkoşîna aborî de heta di
têkoşîna bîrdozî de ji bo li hember
ew zehmetiyên ku rûbirû dimîne,
kêmasî, tengasiyan, ji pêdiviyên
rakirina êşan û hilbêrînerên ji bo
pêdiviyan derketiye holê, bidin
naskirin e. Heke em stranekî hildin
dest, em li çanda stranên xwe
binêrin, hilbêrînerek ku ji bo bi
dengê li hember zehmetiyên civak û
xwezayê derketiye ye. Hin stran rê
li ber coşî û kêfxweşiya me vedike,
awaz (ezgî) jî, êşa me bi deng bi
wate dike, bi wan qêrîn vedike, bi
vê re jî derman ji êşa me re dibe.
Heman tişt ji bo cure hûnerên din re
jî derbas dibe. Mirov dikare
leyistik, cûreyên wêjeyên nivîskî,
peyker, wêne, cûreyên wejeyê jî wisa
binirxîn e.
Li cihên têkoşînên
mezin tên dayîn, zehmetî û êşên
mezin tên jiyîn. Ji lewra jî
berhemên hunerê yên mezin derdikevin
holê. Cûreyên êş û zehmetiyan
cûreyên hunerên xwe jî diafirîne. Lê
hunera ku em li vir divê têbigihin,
bi temamî karê mirova ye. Hem jî ne
karê têkoşîna polîtîkaya mirova ye.
Polîtîka, li derekî, pêvajoyekî
dîrokê ya jiyankirina li gorî
felsefeya materyalîst a diyalektîk a
civakê ye. Hinek jî zanyariye.
Polîtîka wek ilm dişixûle, ne wek
hunerê. Tenê wek ilim karîger dibe.
Dîsa aborî ne wek hunerê, wek ilmê
tê bikaranîn. Di navbera zanist û
hunerê de ciyewazî heye, lê ne
dijberê hevin jî. Huner teqes ne
zanîst e. Di eslê xwe de huner li
devreyê zanîstê, di wateya din de
arîşeyek (olgu) ji ilimê wirdetire.
Heke em vê şîroveyî di warê bîrdozî
de hildidin dest, huner ne bîrdoziye
jî; qadekî ku li devreyê ilim û
bîrdoziyê dimîne ye. Mînak, têkoşîna
PKK dimeşîne dispêre sosyalîzma
zanîstî; di vê wateyî de şerekî
polîtîk a ilmî ye. Di vê wateyî de
huner ne şerek e jî. Lê belê, ji
niha ve ketiye gelek qadên hunerê.
Yanî bandorê li ser qadên ku em
dibên ên hunerê ne û qadên hunerê jî
vediguherîne. Mesela lêyistika
klasîk, êdî rêkûpêka stranê cûda
dibe. Encama şoreşgeriya PKK hil
dide cidiyetê hem şewqdan, hem jî
veguherandinê dijî. Min li derekî
xwendibû, niha nayê bîra min, lê
wiha digot; huner, nîşandana
çalekiyên mirova ye, veguherandina
wê ye.
Hinek dibên pêwîste
vebeyîn (yansima) hebe, hinek jî
dibên pêwîste veguherandin hebe. Li
ba me jî, bigiranî di aligirbûna
veguherandinê de êdî zelal in. Em di
wê baweriyêdene ku tenê bi vebeyînê
re divê besbûn nebe, pêwîste di
emeliyatek afirînerî re bê
derbaskirin. Ji ber vê yekê jî
pêwîstî bi veguherandinê heye. Li ba
me, veguherandina şoreşgerî ya di
qada hunerê de, rastî veguherandina
huneriyê tê. Ji bo Kurdistan hunerek
şoreşger, hebe tinebe tê vê wateyî;
em di pêvajoyek têkoşîna rast de
derbas dibin, em dibin rêbertiya
sosyalîzm a zanîstî de dimeşin. Ev,
wek polîtîk û leşkerî zanîstê jî
zehmet dike. Ev jî têr nake, pêwîstî
bi xwe gihandina hunerê tê dîtin. Ji
lewma jî divê huner bê afirandin.
Lê dema em dibên
“pêwîste hunera şoreşgerî bê
afirandin”, em diyar dikin ku bi
serê xwe qadekî şer e. Afirandina wê
dê hem teorîk be, hem jî pratîk be.
Afirînerê wî, bi qandî zagonên
pêşketinên jiyana şoreşgerî a
leşkerî û zanistî, bîrdozî-polîtîk
dîqat dike, divê li ser pêşketina
hunerê jî serwer be. Ez hozan û
hunermendên me dihizirim. Ji van
hemû zagonan bêxeber in, jixwe
pêwîstî bi lêkolîn kirinê jî
nabînin. Berhema ku ev hunermendên
mijara gotinê derbixin jî, dê tam
berhema çalekiyekî amator yan jî
ecemiyek be. Helbet ev jî bes nake.
Bi vê rêbazê xebat birêvebirin dê
koma hunerek profesyonel dernakeve û
wê pir paşde bimîne. Jixwe wisa ne
jî.
Nexwe, em ji
pêwistiya hunerê re dibêjin “erê”.
Ez di jiyana xwe de jî mînakên vî
dibînim. Li gorî min şoreşgerek
pêwîste xwedî taybetmendiyek
hunermendî be jî. Di şoreşgerek de
aliyê hunerê, aliyê bedewiyê ye,
hunermendiya afirandina bedewiya kar
e. qaydeyekî vî jî heye. Mînak,
bicih anîna qaydeyên têkoşîna
polîtîk, ango çûyina li gorî zanista
wê girîng e; têkiliya vî ya bi
hunerê re jî, karê xwe wekî vegotina
stranê bimeşîne ye. Dema behsa
meşandinek delal dikim, ez qala
balkişandina xweşikbûnê dikim.
Lewre, civaka me, zêdebarê naveroka
zanistî, li gorî çalakiyên hunerî ya
ji çav û guh re xweş tê dikeve
hereketê. Ji ber vê jî, pêwîste
aliyê hunerê, aliyê hunermendiya
şexsî, hûrbûn, aliyê bedewiya wê
binpê neke. Şoreşgerek ji çalekiyek
çors derbikeve, ziraviya hunerî, lê
pêwîstiya meşandina bingeha zanistî
derdikeve holê.
Weke hîn kurtir jî,
ji pirsgirêka huner a em dixwazin di
partiyê de pêşbixin re, bi taybetî
jî em qala pirsgirêka huner a ji bo
milîtan dikin. Ji vê re girîngiyek
zêdetir tê xwestin. Pêwîste
balbikşînin aliyê hunerî ya çalekiya
şoreşgerî. Baldarbûna aliya vî; divê
em bizanibin sûd ji folklorê
bigirin. Ew e ku sûd girtin ji
wêneyê ye, ew e sûd girtin ji muzîkê
ye, peykertiraşî û hwd. Ew e ku sûd
girtina ji şaxên din ên hûnerê ye.
Ya rastî, tê wê wateyî ku mirov xwe
wekî stranbêjek, wek wênesazek, wek
e peykertiraşek, weke wêjevanek xwe
bikaribe zirav bike. Heke em
bikaribin aliyên wan a pêwîst
bipêşbixin, wê milîtanê şoreşger,
aliyê xwe yê taybetmendiya xwe ya
pirsgirêka li Kurdîstanê bipêş bixe.
Heke pergala tevgeriya ku wekî
stranê ji guh re xweş tê rast bike,
wê bibêjin “çalakiyek pir xweş
kirin”. Ev aliyê hunerî ya çalakiyê
ye. Şêwazek bandorê li ser hunerê
kiriye heye. Wek pêwîsti dikir lê
bide, lê daye. Ji bo gerîlayê bi
hêsanî stranek dikare bê derxistin û
wê vî stranî heq bike.
Li ser berxwedana
zindanan gelek helbest û stran hate
gotin. Çalakiya zindanê çalakiyekî
stranan heq dikir bû. Ji vî çalakiyî
berhemek hunerî tê afirandin. Ji
serhildanek mezin berhema hunerî
derdikeve holê. Heta demek wêne jî
derdikeve holê. Sibê dikarî peyker
jî çêbikî, berhemên muzîk ên pêşketî
jî derdikeve. Gelek gelek berhemên
awaz, gelek opera û wêjeyî jî wê
derkevin holê. Niha romana vî
çalakiyê tê nivisandin, sibê destana
wî jî dê bê nivîsandin. Çalakiya
PKK’ê, bigiştî çalakiyek hunerê ye.
Çalekiya PKK’ê ji bo Kurdîstanê
qadek hunerî ye, çavkaniya wê û hemû
taybetmendiyên hunerê di nava xwe de
dihewîne. Di Kurdîstanê de hunerek
bê PKK’e miriye, ji yê heyî re jî,
mirov nikare bêje huner e. Hunera
Komara Tirkiye yê tevgerek
dagirkirinê ye. Hunera Komara
Tirkiye yê, a birjuwa, tevgerek
kevneşopiyên li Kurdîstanê,
fetisandina çalakiyên gel, helandin
û a tunekirinê ye. Ango huner
miriye. Nexwe, derketina PKK’ê,
serhildana hunerê ye. Çavkaniya
hunerê ye, avêtina bingeha wî ye.
Bejindayîna dildayîna hunerê, dana
giyana hunerê ye.
Di vî wateyî de
huner, girtina wê rihî, teşe dayîna
wî ye. Mesela çalakiya gerîla deng
dide, vî dengî veguherîne stranê an
jî wêne, wergerîne peykerê. Heke
çalakiyek vî dengî dabe, divê
hilbêrînera hunerê ji wir bikaribî
derbixî. Mînak, divê bikeve wêjeyê.
Ewqas mînakên pîroz, jiyana
derxistina asîmanan û serhildan hene
ku, divê teqes van hestan birijînin
ser helbestekî, divê em serpêhatiya
wê binivsînin. Pêwîste em van bikin
roman, heta bikin destan. Wêjeya
nivîskî wisa derdikeve holê. Divê
wêje di vî xalî de bikeve tevgerê.
Di van mijaran de
erk pir bisînor tên bicih anîn. Em
di mijara pêkanîna hunera
şoreşgeriyê de bi kêmasî nêzî
wezîfeyên xwe dibin. Jiyana me,
jiyanek vexwendina hestan e. Êş,
jan, neçarî, hêvî, aşt kirin, acizî
di şênberiya PKK’ê de ew ku tên
jiyîn ew qas esîle ku divê teqez
wateya erênî de şewq bide hunerê.
Xezîneyek dewlemend a hunera
şoreşgerî heye. Pêwîste bi sedan
pirtûk, stran, wêne û peyker bên
çêkirin ango pêşxistin. Ew qas nirx
ketin bin axê, heke ew di bin axê de
birizin, ev ji aliyek ve wê bişibe
xiyanetê. Heke hunermend di vî
mijarî de rola xwe bişênber nelîze,
wê xiyanet li çavkaniya xwe bike.
Ango hunermend jêdera xwe nabîne, ne
girêdayê sedaqeta jêdea xweye. Ji
lewra jî berovajiyê jêdera xwe
dikeve.
Divê di wateya
rexneyê de aliyên nebaş û aliyên
paşverû yên êşên hatine jiyîn di
warê bûna îbret ji hûnerê re bê
nîşandin. Kirêtî jî derketiye holê,
neheqî jî derketiye holê. Mirovên ku
KT’ê (TC) zumla xwe li ser daye
meşandin, pêkanînên xwe yê hovane li
ser daye meşandin, yê xistiye û
hêviyên wî şikandiye heye. Ger mirov
vê di hunera rast de bide nîşan, ger
di vê de serkeftin bikeve dest,
dikare bibe namzetê xelatên Nobel û
polîtzer ê. Jiber drameke mezin a
mirovahiyê û şerê wê mijara gotinê
ye. Ger huner rista xwe têr bilîze,
dikare ji alema hunerê re hinde
berhemên herî binirx bên xelat
kirin.
Kurdîstana ku xwe di
şoreşê de afirandiye, rastiya
Kurdîstana ku xwe di hunerê de
afirandiye. Heyîna Kurdîstana ku xwe
di hûnerê de afirandiye jî, tê
wateya xwe gihandiye asta mînakbûnê
û heta xwe gihandiye asteke
serkeftî. Divê perspektîfa hûnerê ya
ji bo Kurdîstanê mirov li ser vê
bingehê bigre dest. Yên jixwe
bawerin, di serî de jî milîtanên
partiyê pisporên rast ên vî karine.
Ji mîlîtanên partiyê zêdetir
hunermendin pispor dernakevin. Hîn
ji niha ve bi amatorî be jî,
çalakiyên me yên hunerî û çalekiyên
me yên mîlîtanî di nav hev de ne.
Heya ji heman kesayetan jî tê. Ev
xwezayî ye jî. Hunereke ji
milîtanbûnê qût dibe lihevkirinê
(uzlaşma).
Hindek çalekî û
şexsiyetên ji şerê şoreşgerî yê
Kurdîstanê cûda, çi eleqeya xwe pê
re nîne hene. Li Ewrûpa li gorî kêfa
xwe diçin. Bila ev her bibêjin “Dilê
me agir, çavên me her tiştî dibîne”.
Hozanên mezin, wênesaz, wêjevan, bi
çav, guh û bi denge xwe ve mahîrin.
Ji me mirovên wiha mahîr derdikevin
holê. Ji ber ku dilê mezin, teqes
dilê şoreşgerane; çavê mezin, çavê
şoreşgerane. Li Kurdîstanê tu çav,
wek çavên şoreşger rastiyê nabîne,
tu deng wek dengê şeroşegerek
derdixe xweş nîne. Divê dilê hunerê
ji bo şoreşê bavêje, guhên wî/wê
şoreşê bibihîze. Divê hunermend bi
jêdera hunerê re bibe yek ku, bikare
bibe hunermend. Pêwîstiyek din a
hunermend ew e ku, pêdiviya
gihiştina qepasîteya teorîk e. Divê
fêrî lêkolîna hunera gelên cîhanê
bibe. Ev pir pêwîstin. Heke ev
tunebin wê amatoriyek bijîn. Ji bo
ji amatoriyê xilas bibe teqes divê,
ji pêşketinên hunerî ya gelên
cîhanê, ji hin wesfan sûd bigre, ji
bo qebiliyet qezanc bike .
Di Kurdistanê de
derketina dînamîzma şoreşgerî;
jêderek girînge ku ji bo valetiya
huner an jî ew vebûna ku di huner de
çêbûye ji bo bigre ango çareser
bike. Hunermend qebiliyetên xwe
bikar tîne, dikare hin berhemên ku
berhemên girîngin derbixin holê.
Zayîna hunerê, vejîna hunerê bi
temamı bi pênaseyekî wiha re gengaz
dibe. Xebatên hunerî yên bê şoreşê
hatine kirin, bi serê xwe tu
venabêje. Berhemên wêjî yî hatine
çêkirin, hin pirtûk hatin
nivisandin, lê kes wê wek
hilberînerek wêjeyê hildide dixwîne?
Na! Ji ber ku mirî derketiye. Ji ber
ku li ser hîmê şoreşê çênebûye an jî
ji ber ji çavkaniya şoreşê çênebûye
miriye. Hunerek wiha çi aliyê wî yê
wêjeyî heye, ne nirxê wî yê wêneyî
heye, ne jî nirxê wî yê deng heye.
Yê heyî jî klasîk e. karîgeriya xwe
ya li hember şoreşê pêknayîne.
Korbûnek mezin heye. Nexwe huner, di
Kurdistanê de hem di teşe de lewaze,
hem jî taybetmendiyên xwe ên klasîk
tev wenda nekiriye. Ji lewre jî
mirov dikare bibêje huner di
rewşekî wisa deye ku qet nikare
rista xwe bileyze.
Dijmin hunera
ku dixwaze bide sepandin jî, gerdûnî
nîne; nijadpereste, paşverû û şoven
e. Ev jî qirkirinek li ser navê
hunerê ye. Yê talan dike, taybetiya
wî jî tune dike, hin caran jî qedexe
dike. Polîtîkaya qirkirinek a li ser
navê hunerê tê kirin e. Lewre eslê
xwe yê birjuwayê an jî bingeha netew
serdestiya Tirk di wêjeyê, sînema,
radyoyê de tê dîtin, her yek ji van
ji bo me qirkirine. Ev yek êrîşeke
li ser hunerê, lê belê em vî yekî
nabînin. Taybetbûna demokratîk a
hunerê, taybetiya gerduniya hunerê
jî heye. Pêwîste em van jî bibîn in.
Lê divê em taybetiyên tunekirin,
qetlîanker û xilaskirina ya li ser
navê hunerê tê kirin jî bibînin.
Li hember
arîşeya hunerê êrişeke mezin heye.
Li ser kartêgeriya hunera li
Kurdistanê netewa serdest û çîna
serdest mora xwe lê dixe. Vê rastiyê
bi baş zanînê re lêkolîn kirin û
hurkolîn kirin jî weke wezîfeyekî
dev jêneberdan derdikeve pêşberê me.
Jiyana gel, ew hunera gerdunî a bi
sînor heye bi agahiyên teorîk re û
hinek behreyan re kirina yek re, li
Kurdistanê dikarin hinek derfetên
derketinê di warê hunerê de çêbikin.
Di serî de wêje, muzîk û di qadên
wêneyê de berhem derbixînin. Van
çiqan hem hurkolîn û lêkolîn kirin,
hem jî bi têkoşîn kirinê re û her
biçe keseyatên hunermend ên
profesyonek re kirina yek, dibe ku
rê li ber hinek berheman vebike.
Tişta ji bo mîlîtan jî werin gotin,
têkiliya şoreşê bi huner re baş
çêkirine. Şîara me ya nû wek “
hunermendane” nêzîkbûn, di tama
stran de çalekî kirin e”. Divê ji
guh re xweş were. Ev taktîk divê li
ser bingehên rast were runişkandin,
ji pir saf bûna jiyanê ye. jiyan
kirina mijara roman û destanan e û
mirêsdarbûne. Ev tê wateya ku di
curê mirovan de herî çalekiya esîl a
derbikeve holêye. Aliyê vê yê hunerî
pir mezin e. Heyecan û coşa vê heye.
Ev hest tev jêderên bingehîn ên
hunerê ne. Divê milîtan bizane ku
hêjayî vê be.
Me çi qas nesîbê xwe
ji hunerê girtiye? Têkiliya PKK’ê bi
hunerê çiye? Kartêgeriya hunera
şoreşgerî di Kurdistanê de çiye? Ev
mijar tev divê pir dorfireh were
destgirtin. Di rastiyê de huner
mijareke pir nazike û divê li ser
viya pir terwende (titiz) were
sekinandin. Lê gelek mixabin ji
mijara ku herî pê tê lîstin xilas
nabe. Tê payîn ku herî jiyana biyanî
ji partiyê re di vê qadê de
derdikeve holê. Rast an xelet e
nizanim, lê rexneyeke wisa tê kirin.
Aliyê xwe yê rastiyê piçek din
zêdetir e. Çalekiyên hunerê ango
xebatên hunerî dixwazin wekî lîstik
lîstinê û xwe têr kirine têbigihin.
Ev xapandinek mezin e.
Huner kar û
barekî şer e.
Bi taybetî jî
welatekî wekî me ku di pêvajoya
serkeftina neteweyî de, di demekî
jiyankirina şerê man û nemanê de,
şer, bi giyana milîtan a şervanî pêş
dikeve. Bi giyana şervanek, bi
canfedayî û bi cesaret hildide dest.
Xirabiya mezin a lê tê kirin nêrîna
“huner mirov şa dike, rehet dike”
ye. Ev, li ser navê huner, xirabiya
herî mezin a li hunera Kurdîstanê tê
kirin e. Lê mixabin nîşaneyên wiha
xeter derdikevin holê. Hunermend,
şûna ku kesayetiya şoreşgerî bilind
bike, hemû aliyên wî yên milîtaniya
şoreşê derxe holê, şûna bipîrozî
bide nîşandan wî xûmamî ango şêlû
dike. Bi zanebûn dikşîne aliyê
rastê. Heke rê li helwestekî
“pêdiviya wî bi şahiyê heye, pêdivî
xwe jiyandin heye, pêdivî bi
ferdiyetê heye” vedike, huner tam
bûye çavkaniya oportunîzmê. Bi vî re
jî bûye çavkaniya xirabiya herî
mezin.
Huner di şerê
damezrandina neteweyî ya Kurdîstanê
de, bi taybetî ji hêla hêzên ji
derveyê me ve bi talûke tê
bikaranîn. Mînak, pêkanînek KOMKAR
heye. Hunerê bi şêwazekî birjuwa û
wek şahiyê hildide dest. Bi vî re
gelek kesan xapandiye, gelek kesan
xistiye. Hêvî û bêrîkirinên ciwanan
gelek xirab berovajî kiriye. Birastî
jî dibin navê wêje û navê hunerê de
ekolek pêş dixe. Li Ewrûpa, heya li
Sowyetan civakek rewşenbîr a
dorfireh, di bin navê qaşo “em bi
hunerê re mijûl dibin” polîtîkaya
şoreşê, çi li dijî taktîkên şoreşê
ye wî pêşkêş dikin. Hunerek ji
şoreşê re girtiye, jêdera xirabiyê
ya herî mezin e, çavkaniya
oportunîzmê ye.
Birastî jî, ev qad
belku ev çil sale şixûl dibîne, lê
yek ji wan jî, ji bo xilaskirina
neteweya şoreşê tiştek nekiriye. Ne
gotiye “Ji bo Kurdîstan şoreşek
pêwîste”, “divê bi şer be”.
Berovajiyê vî her diçe teng dibe,
her diçe valakirina naverokê çêdike,
ji şoreşê revandin, kişandina nava
jiyanek sixte, bi taybetî li Ewrûpa
ji hêla hin kesan ve anîne astekî
hindik maye bikin mijara
bazirganiyê, tê meşandin. Hin kesên
di bin navên wekî “Enstitûyên Kurdî
de”, “rewşenbîrê girêdayî filan
dewletî”, “Di Kurdolojiyê de,
kurdologiyê de bipere (maaş)
dixebite” ku bi dewletan ve
girêdayîne, welatekî wekî Kurdîstan
di demekî mirin, man û nemanê de
derbas dibe davêjin aliyekî ve. Qet
xwe nadin ber pirsên ji bo
Kurdîstanê şoreş pêwîst dike, ji bo
Kurdîstan berxwedan pêwîst dike, şer
pêwîst dike? Ne wêje, ne muzîk, ne
folqlor, ne nivikar. Ji bo hemû kar
û barên din re jî, kes pirsgirêkê
wisa hilnade dest. Zimanê Kurdî
zimanekî çawa ye? Dîroka Kurd
dîrokekî çawa ye? Wêjeye kurd heye,
tuneye? Stranên Kurdî çawan e, çend
zaravayên wê hene? Tenê bi van ve
mijûl dibin. Em nabêjin qet bi van
ve mijûl nebin, lê di roja me de em
cihekî girîng bidin van, deyinin
cihekî serdest û ji bo wî jî gelek
mirova seferber bikî û têxî şûna
armancên bingeh ên din, cûreyek ji
rê derketinek xeter e. Ewrûpa dibe
zemînê vî. Û ev zemîn demek dirêje
wisa tê bikaranîn.
Di encamê de, derket
holê ku huner li hemberê xilaskirina
neteweyî rolekî nebaş leyistiye.
KOMKAR viya heta dawiyê bir. Yek
nirxek şoreşgerî dernexist holê.
Heta ekolek Şivan hebû, dema bi me
re di nava têkiliyê de bû, ji ber
hin tişt ji me digirt hin nirxên
şoreşgeriyê derdiket; piştî ji me
qûtbû, komeleyên dawetan de wek
amûrek ji rê derxistin, bu amûrek
kêfxweşkirina tîpên birjuwa an jî a
tiyakiyan. Heke xwe ji çavkaniya
şoreşgeriyê têr neke ango pêşnexe,
cihê ku wê huner herê ew der e.
Ji bo em pêşiya van
bigrin, me dest avêt xebatên hunerê.
Dema me dest avêt xebatên hunera
şoreşgerî, bê guman me got wê di bin
fermana rêxistinkirina şoreşgerî û
şerê wî de be. Ev nêzikatiyek rast
e. Di roja me de gelê Kurd hinek jî
bi folqlora xwe li ser linga maye,
heta gelekî folklorîk e. Gelekî
folqlorîk, ancax dema hinek nirxên
neteweyî bûn mijara gotinê dikare
xwe li vir diyar bike, ji bo wî cih
dide yê. Qandî berxwedanî pêş dike
ve, şer pêşdike ve, eleqeya gel bi
welatperweriyê zêde dibe. Qandî
eleqeya wî bi welatperweriyê zêde
dibe, wisa jî eleqeya wê bi folklorê
jî zêde dibe. Dema wisa bibe, wê
hinek nirxê gelê Kurd ên muzîkê,
folklorê, heta helbest, wêje ya wê
nirx qezanc bike. Ji xwe nirx
qezanc dike jî…
Di vê wateyî de kar û
barên wêjeyê, folklorê an jî xebatên
huner baş neyên nirxandin, heke
nexin bin fermana siyasetek
şoreşgerî ya rast, encamek tam
berovajî, ango wê bibe maşe ya hêzên
din, bi demê re hêzên din bikeve
nava wan, bibe coka bandorkirina
riya wan. Birastî jî bi taybetî
tevgerên li derveyên me wisa nin.
Destgirtina me ya huner wisa nabe.
Li ser vî bingehî em dê nêzîkahiya
rexneyê binêrin. Ji rizgariya
neteweyî re xizmet dike an jî
astengî çêdike? Pîvana bingehîn a
li pêşiya wî dê ev be. Pişt re
demokratîk e, an na? Ji gel re
xizmet dike, an ji nokeran re xizmet
dike (îşbirlikçi)? Emê li wî
binêrin. Tam bi serxwebûnê ve dibe
yek, an jî di bandora hêzên cûdatir
deye? Em li vî dinêrin. Giyana
şoreşgeriyê dicoşîne, an jî
beredayîbûnê pêşdixe? Çavkaniyek ku
milîtanî geş dike, an jî çavkaniyek
mirov dûr dike ye? Em li vî dinerin.
Divê em pîvanên hunerê wisa pêş
bixin.
Çêkirina kesayetiya
PKK’ê bê guman pir bisînor e. Hê
têkoşîna me di hunerê de şewq nedaye
ango nehatiye nîşandan. Dînamîkên
têkoşîna PKK’ê, şerê me bi yê
şehîdan re tê meşandin, gelê rakirî
ser linga, hê bi layîqî di wêjeyê
de, muzîkê, wêne, leyîstikê de
nehatiye nîşandan. Di vê mijarî de
guhê xwe girtiye. HUNERKOM guhê
mirov hişyar kiriye? Ne ku kêm jê
sûd hatiye girtin. Hatiye girtin, lê
pir çorsu u pir amatorî çêkiriye. Ne
wekî ku şêwazek li hunermendek bi
hêz nêzikî nîşan da, ne jî wekî ku
ew diyar dikin bandor kirin.
Bandorkirin pir teng e. HUNERKOM
tenê bi muzîk û leyîstikan mijûl
dibe. Aliyê vî yê wêjeyê heye. Aliyê
nivisandina serpêhatî, çîrok,
bîranîn, roman, helbestê pir
pêşneketiye. Helbûkî jiyana her
şehîdek destaneke. Roja wê/wî heta
her seata wî yê şer dibû mijarekî
nirxandinê. Li zîndanan û li çiya
berxwedanên pir watedar hene.
Berxwedanên bê hejmar ên gel a
mirovan hebûn. Yên xizanî dikşînin,
îşkence dibînin berxwedanên ji dil
hebûn. Di vî mijarî de lehengên bê
hejmar hene. Divê ev tev werin
dîtin. Çi dibihîzin, çi difikirin,
jiyana wan çawa ye? Divê ev bên
zanîn, bên ragihandin. Bi rastî jî
ji bo her yekê pirtûkekî
binivîsînin. Lê divan şert û mercan
de nirx em dikarin bibêjin pir kême
e an jî tune ye. Li ser ew qas
şehîdên me, berxwedanên me çend
stran hatin gotin? Heta em bibêjin
qet kêm e. Çend şanoyên nû hatine
derxistin? Pir kêm. Yên heyî jî pir
biamatorî ne.
Bêguman bizanîna
şoreşgeriya xwe birjînin ango
derbasê hunerê kirin, di hunerê de
dayîna nîşandan, peywirek mezin a li
pêşiya me sekiniye. Ji bo
nêzikayiyek bihêz li peywirê
binêrin, divê xwedî dilekî şoreşgerî
ya mezin be. Her wiha divê xwedî
ramanek mezin be. Em li wêjevanên di
Şoreşa Fransayê de binêrin; her yek
ji wan wek dêwek bûn. Hê jî tên
xwendin, ji qada felsefeyê bigirin
heya helbestê, ji muzîkê bigirin
heya wêneyê, tev wî şoreşî kirin
destan. Em li şoreşa Rusya binêrin;
Ji sala yekemîn a şoreşê heta roja
me bi hezaran berhem dan. Li gel me
piranî qelsî di vir de tê jiyandin.
Şehîdên me yê ku dilekî mezin heta
muyê serê wan, hêzekî ramanê ya
mezin, çawa şehîd bûne, raperînvan
çawa li berxwe dide, zehmetiyen wan
çine? Heke heta dilê xwe vî ne
bihîse, mejiyê wî bi vî tije nîn be,
hunermendek şoreşger çawa wê dê
mezin bibe?
Ez van tiştan ji bo
ku hevalên me yên hunermend biçûk
bixim nabêjim. Lê dilê wan pir
tenge, mejiyê wan pir biçûke. Ev
hinek meseleyek çandê ye, mesela
berxwedanê ye. Meseleya jiyankirina
nirxan heya muyê sere xwe ne. Heke
hunermendek ji axa xwe bireve, xwe
mehkûmê jiyana birjuwayek biçûk
kiribe, di çavên wî/wê de ew jiyan
xweş be, ew hunermendê me zêde
nikare biafirîne. Heya hin dem dem
xwe bi jiyana Ewrûpayê bixapîne û
xwe windabike, bibêje “HUNERKOM’ e,
em dê xweş bileyîzin, xweş
bicoşînin, ji wî kesî hunermendek bi
hêz dernakeve. Yê li wir rake ser
piyan, bileyîze, yê bê gotin
berxwedan e. Li wir berxwedan
diaxive, li wir dil, nirxên şer
hilbêrînera mejiyê diaxive. Niha kî
van nirxan dijî? Pir kêm û ji ber
jiyan nake berbi kirêtbûnê ve
(yozlaşma) diçe. Ev nayê revandin.
Li ser navê şoreşê, li ser navê
nirxên şoreşgeriyê bixwazî hin
tiştan bibêjî, ji dilê xwe, ji
mejiyê xwe te tam nebihîst bi dileki
din, tu bixwazî bi mejiyekî din wê
bixwazî bijî, revandina bêeslî ne
gengaze. Bes tê gotin “têkiliya
HUNERKOM’ê têkiliya jiyana kirêt e.”
Gengaz e. Ji ber ku dilekî şoreşgerî
nîn be, ew şêwaza jiyana kirêt jê
nereve. Hela ji ber piranî bi şêwazê
jiyana Ewrûpayê mezinbûne, em
nikarin ji vir kesek sexlem derxin,
dibe ku piraniya wan bibin belayên
serê me. Niha hema bêje piranî
hunermendên ji şoreşê direvin, tîpên
ku dilê wan ji şoreşê re girtî ne.
Lewre tîpên kirêt in. Hebûna hunerek
wiha bila tunebe baştir e.
Em dibêjin nirxandin,
rexnekirina hunerê, wezîfeya
HUNERKOM’ê ye. Pêşî divê em vir wek
eniya veneqetandina şer binirxînin.
Heta eniyek zehmetirîn, qadek şer
binirxînin. Hûn dê serwerbin li ser
xwe. Hûn dê bi tevahiya dilê xwe şer
bijîn. Hûnê lêkolîn bikin, bibînin.
Şoreşgerek bêhna xwe ya dawî çawa
daye? Îşkence rojek çawa dide
jiyandin? Hûn dê van hemûyan
bibîhîzin ku hûn bikaribin di
berhemên xwe de çêkin. Lewre huner
amûrek, bi dil, hinek jî bi mejî
îcra dike. Ne hînbûyî, ne jî hunerek
gotinek xweş e jî. Hunera peyva xweş
dikeve xîtabetê. Maye ku hêzbûna
xîtabê jî, girêdayê paldana rastiya
ne. Tenê deng xweşkirin û bikaranîna
têlê tembûrê elbûm nayê çêkirin.
Hereketên rû û destan ji bo bibe
hunermend têr nake. Pêwîste bijî. Ji
bo bijî jî, divê şoreşger be. Em ji
bilî şoreşgerîbûnê cûda derfetekî
din a rastir nabînin. Ne têkiliyek
sivik, ne jî têkiliyek kirêt;
berovajiyê vê têkiliyek milîtaniyê
ya baş pêwîst e. Heke di vî mijarî
de dilê we têr bike, kesayetiya we
têr dike wezîfeyê bigrin.
Bandoriyên PKK’ê bi
awayek oportunîstî bikaranîn
talukeye. Yên şer dikin, ji bo ku
jiyana wir kirêt bike şer nakin.
Yên şer dikin, bi hindikayî ji bo
eniya wêjeya wî pêş bikeve şer
dikin. Huner, perçeyek ji
neveqetandina jiyanê ye, perçeyek
neveqetandina jiyana civakê ye. Çawa
ku perçeyek neveqetandina jiyana
civakê ye jî, perçeyek neveqetandina
jiyana şoreşgeriyê ye jî. Ji bo hûn
bikaribin vî temsîl bikin şer dikin.
Hûn jî divê hunerek baş çêbikin, ji
bo li gorî pêwîstiya bedewîbûna
hunerê şer bikin hûnê erk bidin
şervanan. Huner, heke di şer de
peywira xwe baş bibîne, wê şervan
têr bike, bi heybet bide şerkirin.
Beranberê hev wê bi awayek dijwar
hev bandor bikin. Stranek dikare
bide coşandin, wêneyek bedew,
îmajek, qeraqterek dikare biafirîne.
Hûnê bibêjin di van hemû mijaran de
çapa me dibe çi” bêçapa şoreşgerî
hunermendiya wî jî bêçap dibe. Ji
ber ku hûn ranebûne şoreşek bi hêz,
we wî baş nikaribû bijîn, em nikarin
qala hunera şoreşgerek a bihêz
bikin. Ji ber wisa bû em bi karê xwe
bi amatoriyek teng ve rêve dibin. Ev
rast nîne? Belê. Têkoşîna şoreşgerî
bilind bibe, wê bandor bike.
Hûnê bibîn in ku
xebatên bi hêz ên bi wesf û hêjmar
de jî niha derdikevin pêşiya me dê
derbikevin jî. Îro hema her roj
berhemek nû derdikeve holê. Di nava
me de an jî derveyê me, êdî kes
nemaye li ser navê Kurdîstan ne
nivisandiye, xêz nekiriye. Hindik ma
ye nivîskarên Tirk jî binivsînin,
çêdikin jî. Wek ku mirov nikare
qiyasê duh bike herkes dinivîsîne,
wêneya wî jî tê xêz kirin, strana wî
jî tê gotin, êdî bi sedan pirtûk tên
nivisandin. Ev, derdixe holê ku
têkoşina şoreşgeriyê çavkaniya çiye.
Lê mirov dikare bêje tev di riya
rast de ne? Na! Piraniya wan li ser
bingeha berjewendiyên xwe ne. Ji bo
bazirganiyê ne, pir kêm ji wan bixwe
baweriyek mezin didin mezin e, pir
kêm ji wan jî bi rastî ji bo şoreşê
vê yekî dike.
Nexwe, dema şoreşger
hunerê dinirxîne, pêwîste baş bi
çavkaniya têkoşînê ve girêdayî bin.
Yên têdikoşin, yên radibin ser
linga, yên şerdikin kîne, çi ne, ji
bo çi dikin? Bi tevahî çawa
dibihîzin, çawa difikirin? Çawa
cesaret dikin? Hunermend neçare
hinek vê fêm bike, heta neçarin
zêdetir fêm bikin. Yê din şêwaz
kirina wezîfeyê jî heye. Kêmasiya wî
hebe, bêteşe (biçimsiz) be, bê şikil
be divê hunermend şikil bide yê,
heta divê rih bide yê. Hunermendên
jêhatî vî dikin. Niha ji berhemên
Şoreşa Rûs em jî sûd digrin.
Berhemên me yên bi hêz ên şoreşgerî
hebûna, bi rastî wê bi sedan şervan
baştir şer bikiriban, bi dilmezinî,
şerekî bihunermendî dê (sanatkarane)
baştir bi pêş bixistibana.
Rêber
APO
|