Rupela Destpêkê

Heval Mîzgîn Newa (Ezgî) Ya Jina Azad e

Ji ber sedema salvegera şehadeta Gurbet Aydin (Mîzgîn), em tevahî hûnermendên di nava partiyê de cîh girtibûn û şehît ketine bîrtînin, em diyardikin ku xwedî derketina li bîranînên wan berpirsyartî û rûmeta şoreşgerî ye.

Ji PKK’ê re tevlîbûna heval Mîzgîn jiber pirsgirêka azadiya jinê zêdetir, ji bo azadiya gelê Kurd bû. Jiber di wê dema tevlîbûyî de gelê Kurd tûne dihat hesibandin û bi tunebûn û inkarê re rûbirûbû ew jî weke her jineke Kurd tevlî doza azadiya gelê Kurd bû. Hevala Mîzgîn di hîn temenekî pir ciwan de berpirsyartî giran hilgirtiye, berya were çiyayên azad ên Kurdistanê li Evrûpa de demeke  dirêj di nava xebatên çand-hunerê de cîh girt. Di van qadan de hem xebatên hunerê rêvebir hem jî di pêşketina hunere azad a Kurd de di asteke pêşeng de rist lîst.

Heval Mîzgîn di pêvajoya rizgariya netew de, di demeke şerê mirin-mayîna gelê Kurd li tê de dihat jiyîn de şer bi rûhekî hunerî girtiye destê xwe û bîryara tevlîbûna ji refên gerîla re daye. Piştî demekê di akademiya Mahsûm Korkmaz de ma gihiştiye çiyayên azadiyê. Di destpêkê de weke komûtantî çi berpirsyartiyeke wê nebû. Lê wê, asta pêşketina xwe ya di qada hunerê de di qada şer de jî daye nîşan. Zekaya wê ya hertiştî zip zû têdigihije û fêrdibe, dihêle ew di qada şer de jî pêşketinan bijî. Hevala Mîzgîn a berpirsyartiya eyaleta Garzanê dike, di encama komployekê heya fîşeka xwe ya dawiyê şer dike, di 11 Gulana 1992’an de bi egîdî şehît ketiye.

Heval Mîzgîn, hewl daye ji êşên gelê Kurd re hem di hunerê de hem jî di şer de bibe bersiv. Têkoşîna gelê Kurdistan û gerîlayan kirye sitran. Bi  newayên xwe yên xweşîk ve hewl daye êşên me bîne rewşa deng, watedar bike, û ji êşên me re bibe derman. Cooş û kêfxweşiyên me dikir sitran. Feresata hunera şoreşger weke têkoşîn û şerê sereke girt dest. Hem afirand hem jî kire kiryarê. Aliyên hunera şoreşger a bîrdozî, polîtîk û zanistî girt cîdiyetê û ji zagonên pêşketina hunerê re hakîm bû. Ev hem jiya hem jî di jiyana xwe da da nîşan.

Heval Mîzgîn pêwîstiya divê şoreşgerek di heman demê de xwediyê taybetmendiya hunermendî jî be kire kiryarê, tevahî aliyên divê di hunermendê şoreşger re hebe di şexsê xwe de da nîşan û nûnertiya vê rastiyê kir. Xabata xwe weke stran bêje rêvebir. Dîsa di nazdariya hunermendekê ve lê li ser bingeha zanistiyê xebatên xwe dana meşandinê ji xwe re esas girt.

Wê, tevger û têkoşîna PKK’ê ji bo di Kurdistanê de navenda nû ya hunerê çavkanî dît. Baş dizanî ku beyî PKK di Kurdistanê de têkoşîna hunera azad pêşnakeve, di Kurdistanê de huner miriye, ya mayî jî nabe huner. Bi derketina PKK ve huner zînd bû, rûh û dilê hunera azad şînbû. Heval Mîzgîn ev baş dît, xwest di dil û rûhê xwe de bibe zimanê vê hunerê. Kete nava hewldana jiyîna rûhê hunera şoreşger û ji wê re teşe dayînê de. Mînak çalekiyên gerîla kire stran, ji xwe re erk dît ku bi denge xwe ve têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bigihîne mirovahiyê. Li ser vê bingehê nirxên nû ên PKK afirandiye di dama stranan de jiya û bû abîde.

Heval Mîzgîn bu dil, çav, guh û denge gerîla û gel. Di Kurdistanê de dilê mezin û çavê mezin, dil û çavê şoregre. Çi deng weke denge ku şoreşger derdixînin nexweşîk û bibandor e. Di vê wateyê de heval Mîzgîn, hem hunermend hem jî şoreşger e. Dilê wê yê şoreşger ji bo şoreşê diavêt. Tevahî hestên gerim û kur ên di nava dilê jinên Kurd de bi huner û stranên xwe ve îfade kir. Di vê hêlê de ew, bû dengê jina azad a têkoşîna azadiya PKK afirandi ye.

Li dijî bêvînatî û bênasnametiya zorbatiya pergala 5000 salî ya desthilatdar ku li ser jinê ferz dikir wê, bersiva ku pêwîst dikir bi huner û şerkeriya xwe ve daye. Heval Mîzgîn di şexsê de da nîşan ku jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, her ku şer dike li xwe bawerdike. Hela hela ev bi hunerê re dana meşandin jiyana wê hîn zêdetir bi watedar kiriye. Di dilê xwe de raperîna bêdeng a jina Kurd rakirinê ve bûye îfadeya razber a hêvî, bawerî û vîna jinê. Bi hezaran jin hêviya xwe ya azadiyê di stratên heval Mîzgîn de dît in û tevlî refên gerîla bûn. Jina Kurd bi hêfxweşî û coşa xwe gihandina çavkaniya afirandina cewherê xwe yê xweser ve xwedî ji bîrdozî û felsefeya Rêber Apo derketiye. Gelek jinên Kurd Zîlan an, Bêrîtan an, Semay an hewl dane bi newaya egîdiyê ve ji dengê xweşîk û ji vîna heval Mîzgîn re bibin bersiv. Dilê xwe kirin nava dilê wê yê mezin ji dansa agir re can û rûh dan.

Dema Rêber Apo jin kişande nava refa PKK, jin tenê weke hêza şer negirte destê xwe. tevlîbûna jinê ji aliyê çandî û hunerî nirxand, ji wesf û çandahiya şer re xwest estetîzmê bide qezenckirin. Ev hest jî herî zêde di heval Mîzgîn de dît. di afirandina hunera şoreşger de hêz û berpirsyartî dayê. Rêberê me yê ku daye diyarkirin ‘di mercên têkoşînê ya herî zehmet de hunera ku bê kirin wate û nirx qezenckirye’, helqeya zirav a di navbera şer û huner de daniye holê û rihê berxwedana hunerê derxistiye holê. Rêberê me yê ku dide diyarkirin ku ‘hestên huner dê di nava darhola şer de derbikeve, ji bo vê zemînê herî guncav di çiyayên azad ên Kurdistanê de ye’, li ser vê bingehê peymana xwe bi hevala Mîzgîn re çêkir. Hevala Mîzgîn a ji xwe re kirye hedef ku bi Rêber Apo re hevalaniyeteke rast bike, stranên azadiyê yê herî xweşik bi hevalên xwe yên gerîla re parvekirye. Her dengekî fîşekê ji bo wê weke estrûmana herî xweşikbû. Tilîliyên hevalê wê ji bo wê bangawaziya azadiyê bû. Di darholeke wisa de bû newaya hêviyê û pêl bi pêl di nav gel de belav bû. Jiber wê, ava jiyanê ji Rêber Apo û ji çiyayên Kurdistana Azad girtibû. Wê herwisa, ew bû mînaka herî mezin a jinên Kurd, gihandina qirên jinên egît ên ji bo radest nebin xwe li Dersîmê ji uçuruman avêtine ji tevahî cîhanê re û gihande nava têkoşîna PKK.

Tişta ku divê di salvegera şehadeta heval Mîzgîn de bê kirin, wê bibe xwe û hunera xwe ji nû de liber çavan derbazkirin. Em çiqas xwediyê vê xetê derketin, me çiqas wate da vê dengê xweşik; me girêdana di navbera huner û şer de çiqas çêkir, me êş û kêfxweşiyên gelê xwe çiqas di dil de hîskir û li gorî vê ferasata hunerê pêşxist? Divê her hunermendekî Kurd vê pirsyarê ji xwe bike. Ger em îro dikarin pir esan behsa hunera şoreşa Kurdistanê û azad dikin ev bi xêra ked û hewla heval Mîzgîn û hevalên di têkoşîna azadiyê de şehît ketine ve derketiye holê. Ya girîng rast xwedî vê mîrasi derketin e û ew xebata wan a nîvçe mayî domandin û pêşxistine

Komîteya çand û huner ê

 

  


© 2006 PKK.ORG