Rupela Destpêkê

 

AGİRBEST LİSER BANGA REBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN KETİYE ROJEVÊ

 Herêma Rojhilata Navîn di qonaxeke girîng re derbas dibe. Bûyerên diqewimin her roja derbas dibe nîşan didin ku helwestên antî demokratîk û netewparêzî fakturên bingehînin li herêmê rê nadin çareseriyê û rê li ber şer vedikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê riyek bi tenê ya rast heye. Ew jî sîstema hemdem a demokratîk e. Bi vê sîstemê hemû cihêrengiyên netewî û dînî ji hev re rêz digirin û bi hurmet in, pirsgirêkên xwe jî bi riya diyaloga demokratîk çareser dikin.

   Divê baş were zanîn ku yek ji pirsgirêka bingehîn a pirsgirêkên li herêmê giran dike pirsgirêka kurd e. Di rewşa heyî de dewletên pirsgirêka wan a kurd heye, polîtîkayên wan ên zordestiyê li ser gelê kurd zemîna sîstema antî-demokratîk xurt dike. Lê eger ev dewlet pirsgirêka kurd çareser bikin, wê ev yek jî di demokratîkbûyîna van dewletan de roleke sereke bilîze. Ji ber vê sedemê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, wê li tevahiya herêmê jî bibe pêngaveke xurt a demokratîkbûyînê.

     Tevgera  kurd ji bo çareseriyeke demokratîk ketiye nava gelek hewldanan û fedekariyeke mezin kiriye. Bi vê armancê Rêberê me gelek caran bang kir û proje çêkirin. Ji ber ku van hewldanên me bersiv nedîtin negihîştin encamên berçav, lê belê ji bo pirsgirêk bikeve rojevê û baş were fêmkirin, rê li ber pêşketin û xurtbûnê vekir. Bi taybetî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2003’an virve berxwedana gelê kurd mezin bû. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê pêvajoya şer berfireh bû. Li hemberî vê yekê jî nemaze di van du salên dawî de hem di warê çalakiyên demokratîk de û hem jî di warê rêxistinî û tevgera gerîla de pêngavên girîng hatin avêtin. Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd gihîşt wê astê ku bi awayekî cidî sîstema îmha û înkarê ya li Tirkiyeyê tengav kir. Tevî vê pêngava gelê me li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de têkoşîna azadiyê ya li Rojhilat û Başûr, Rojavayê Kurdistanê jî dewletên Îran û Sûriyê têra xwe tengav kiriye. Bûyerên dawî yên li çar parçeyên Kurdisanê, wisa  kir ku kurd bibin faktura bingehîn a bandorê li mêzîn û polîtîkayên hêzên navnetewî yên li herêmê bikin.

      Di serî de bangawaziya Amerîkayê ya di salvegera 15'ê Tebaxê de, Komara Federal a Iraqê, Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, hin hêz û saziyên navnetewî tevî derdorên demokratîk ji bo agirbestê yan jî sîlehdanînê bang kirine. Li Tirkiyeyê jî di serî de DTP, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û derdorên bi berpirsiyarî radibin ji bo agirbestê bang kirine. Ji van hemû bangawaziyan hin bi riya çapemeniyê hatine kirin û hin jî bi rêyên dîplomatîk gihîştine aliyê me.

       Hêzên gerîla ji bo meha pêşîn xwe ji hemleyeke nû ya leşkerî re amade dikir l ême  li ser banga Rêberê gelê Kurd Abdullah  Ocalan  vê hemleyê daye rawestandin û di çarçoveya van bûyeran de Rêbertiya me li ser pêvajoyê hin daxuyanî dan û Tevgera me jî di çarçoveya perspektîfa Rêbertiya me de, di 23'ê Tebaxa sala 2006'an de bi armanca destpêkirina pêvajoyeke nû, 'ji bo pirsgirêka kurd deklarasyona çareseriya demokratîk' weşand. Li ser vê yekê, hevdîtin û bangawaziyên bi armanca çareseriyê zêde bûne û ji bo serkeftina pêvajoya agirbestekê, xwegîhandina îmkanan zêdetir bûye. Rêbertiya me, ji bo Tevgera me di peyama xwe ya ku hê ji raya giştî re nehatiye aşkerakirin de banga agirbestê kir. Li ser van hemû bûyer û pêşketinan, pêşî plansaziya Payîzê ya HPG’ê ku diviyabû di 15'ê Îlonê de pêngaveke mezin a leşkerî biavêta hat rawestandin.  Biryara agirbestê bi civîneke ku ji hemû beşên Koma Komalên Kurdistanê beşdarbûne de hatiye standin.  civîn li ser banga Ocalan a daxwaza agirbestê pêk hatiye û hemû nîqaş li ser vê xalê hatine kirin.

                                                                             Konseya Rêveberîya KKK

                                                                                  01  Kanun 2006

 

 

 

 

 

 

                      


© 2006 PKK.ORG