|
JI RAYA GİŞTÎ A DEMOKRATÎK RE
Di dîroka gelê Kurdistan û Rojhelata
Navîn de kevneşopiya Newrozê cihekî
giring digre. Bi şîara ‘Berxwedan
jiyan e’ bi rihê Rêheval
Mazlum Doxan a Newrozê dabû
destpêkirin pêşwazîkirin, bi
civakbûyînêre di Newroza 2007’an de
di tekoşîna azadî û demokrasiya gelê
Kurd’de gihiştiye asteyek hîn
bilinttir. Dibin Rêbertiya Rêber
Apo’de weke xeta Kurd’ê azad ku
pêşketiye plansaziyên li hember
tevgeriya azadiya Kurd a hemdem
herdemî tunekirina Rêber Apo û
tevgerê armanç girtin e. Divan salên
dawî de li hember plansaziya ku
xwestin zêdetir bikin çareseriya bê
Apo û bê PKK weke bersîva gelê me jî,
Newrozan dizivirînin platforma Rêber
Apo. Li ruxmê hemu zordarî û
zehmetiyan ev helwesta gelê me ku
didin nîşandan, liser hemu sipasiyan
re bi awayek welatparêziyekî pir
hêja û weke helwesteke xwedî li
nasnameya xwe derketin kiryarî dibe.
Bi taybet Newroza van sê salên
dawiyê di her aliyekî de dema divê
çarçoveyê de pêşdikeve, Newroza
2007’an wateyek pir ciyewaz û
asteyek bilind temsîl kiriye.
Gelê me Newroza 2007’an di
hemu Kurdistan û ji derveywelat de
bi tevlîbûna mîlyonan bi dengekî
tene şîara xwedî li Rêber Apo
derketin, al, heyîna cewherî,
pankart û bi peyamên xwe pîrozkirine.
Di destpêkê de dewleta Tirk û
dewletên desthilatdar di Kurdistan’ê
de ji bo tevlîbûna girseyî ji
Newrozê re astengkirin û pileya
tevlîbûnê bixin serî li hemû cure û
rêbazên ku bi hêze kî bi şêweyên
ciyewaz qedexe , zext, şantaj, gef
xistin e. bi taybet dewleta Tirk ku
di rojên bêhndanê de (tatil) destûr
ne dayîna pîrozbahiyan, bi alozî
derxistinê re hewaya wê ‘bûyer
çêbibin’ avakirin û di herî devê
jorde ji bo duruşmeyên xwedî li
Rêberê me û tevgera me neyê avêtin û
sembolan neyê rakirin li ruxmê hemu
gefan , ev asta ku derketiye holê
serkeftineke mezin e. Biryarbûna
girêdana gelê me bi Rêberê xwe û
nasnameya xweve û encamekî pir
balkêş ê vînbûyînê ye. Binavê
tevgera azadiyê em vê helwesta gelê
xwe ê canfedayî sipas dikin û divê
pêvajoya rêxistinkirina Newrozê de
hemu kesên wezîfedar û keda xwe têde
derbazbûye silav dkin.
Bivê wesileya Newrozê re
ew peyamên balkêş ên gelê Kurd dane
hemu dewletên eleqedar û hêzên
eleqeder vêna kişandina dîqatê
giringiyek mezin hildigre. Gelê me
peyamên xwe bi awayek zelal dayîne
holê.
1- Gelê Kurd, bi Rêbertiya
xwe û tevgera xwere yeke, carekdin
daniye holê. Peyama ew projeyên weke
gel û Rêbertî dixwazin ji hev qut
bikin, bi şêweyên cuda, yên ku li
pêşiya van projeyan dibezin polîtîka
ya hêzên nav netewî û netewî bê
encam dimîne daye.
2- Gelê Kurd bi zêdahiyek
mezin bi hemu saziyên xwe ên civakî,
siyasî, çandî re jehrdayîna Rêber
Apo protesto kiriye û ji bo bi
awayek lezgîn ji aliye heyetek
serbixwe ve were analîzkirin û ji bo
tedaviya wê were çêkirin xwestin
têkevin nav bizavdariyekî. Bi taybet
Kurd’ên ku dinava sînorên dewleta
Tirk de dijîn Kurdistaniyên Bakurê
Kurdistan’ê bi hemu sazî û avahiyên
xwe ên qanûnî, demokratîk re, hêzên
siyasî, şexsên siyasî, hemu
hawirdorên çand û hûnerê, ên
demokratîk, saziyên xwe ên civakî,
sendîka û saziyên civaka sivil bi
devekê tenê xwestekek derbirîn e. Ew
jî di deme kî zu de Rêber Apo were
analîzkirin û li gor wê jî were
dermankirin e.
4- gelê Kurdistan’ê di
Newroza 2007’an de di asta netewî de
bi duruşmeya ‘tenduristiya wî
tenduristiya meye’ dema ku
xwedî li Rêber Apo derdikeve, şer û
alozî jî naxwazin danîne holê.
Xwastekên xwe ên ku di mijara
pirsgirêka Kurd ji bo bi rêbazên
aştiyane, demokratîk were
çareserkirin aştî, azadî û biratî bi
awayek eşkere û zelal îfadekirin e.
Ji bo çareseriya aştî demokratîk
hemu hêzên eleqeder dawetê liser kar
û berpirsyartiyê kirin e. Divê
wateyê de ew zext û êrişên di serî
de liser Rêber Apo, hêzên parastina
rewa û li hember rêxistinên zagonî û
siyasî ên gelê Kurd ji bo were
sekinandin xwastekên xwe eşkere
danîne holê.
4- Li hemberê li Tirkiyê ew
nijadperestî û neteweperestiya ku
pêşdikeve gelê Kurd di Newroza
2007’an de biratiya gelan, di
nêvengek demokratîk de bi awayek
wekhev û azad li gel hev ji bo
jiyankirinê ev xwasteka xwe qêrîn e.
Gelê Kurd li hember ew
nijadperestiya ku di xwazin li
Tirkiyê pêşbixînin, dema bi biratiya
gelan bersîv didin, dinavbera hemu
Kurd’an de jî pêwîstiya yekitiya
netewî û li hember ew tahlokeyên ku
hene giringî û awartebûna vêna
danîne holê.
5- Herî rewşa lezgîn rewşa
jehrdayîna Rêber Apo’ye. Ev êrişa ku
hatiyekirin di naveroka provakasyone
kî hemu hevkêşeyan serûbin bikede
ye. Dengê gelê me ê ku bi hemu sazî
û avahiyên xwe re qêrîn û ev
bangawaziya ku kirine hemu hêzên
eleqedar pêwîste bikşînin dîqatê. Bi
tedavîkirina Rêber Apo ve girêdayî
liber hemu pirsgirêkên ku werin
jiyankirin de hûkûmeta AKP’ê
berpirsyar digrin. Em jivir de
SerokWezîrê Komara Tirkiyê û
hûkûmeta wê re dibêjin ku, ew
bangawaziyên siyasetmedarên gelê me,
rewşenbîrê wê, hûnermendên wê û hemu
dînamîkên xwe ên civakî re em hêvî
dikin ku guh bidin bangawaziya wan û
ji bo tiştên tê xwastin werekirin jî
hewl bidin. Gelê me li rûxmê hemu
zehmetiyan, bi sebrekî mezin çandekî
bilind a demokratîk dayîna pêkanîn
re di meydana Newrozê de ew
xwastekên xwe ên herî dilnizim,
mirovane û di cih de li bendêne ku
bersîv jêre were dayîn.
Em divê çarçovayê de carekdin
hûkûmeta Komara Tirkiyê û ji Tirkiyê
bixwe hemu ronakbîrên ku xwe
berpirsyar dibînin, nivîskar,
hûnermend, saziyên demokratîk û
avahiyên wê banga hatina ser erk
dikin. Em dixwazin ku ew dengê gelê
me ê di meydanan de bûye duruşme re
guh dayîna wê çêbibe. Dema ku Rêberê
gelê Kurd dibin xeteriya jiyanê de
ye, em dixwazin ku liser vê were
hizrandin ku sebrekî yek alî dayîna
nîşandan çiqas raste û di cîhdeye.
Li rûxmê ji aliyê gelê meve bi deha
caran ev rastî danîne holê jî, ji
PKK’rê ‘terorîst’ û ji Rêberê wêre
jî ‘ serê terorîst’ gotinê re ji
seknekî polîtîk ê çavê xwe ji
rastiyan re digrin re êdî pêwîste
dawî lê were. Hindek vêna ne
ecibênin jî, bêjin terorîst jî gelê
Kurd, Evdila Ocalan weke Rêberê xwe
îlankirin e. Rêka bi gelê Kurd re
dinava aştî û biratî de jiyankirinê
divê rastiyê re derbaz dibe êdî
pêwîste were dîtin.
Hemu hêzên netewî û nav
netewî encex vê rastiyê kişandina
dîqatê re bigihijin polîtîkaya
Kurdistan’ek çareser û aremî bîne.
Peyama herî balkêş û esası yaNewroza
2007’an eve rastiyek eşkere û zelal
e. Êdî bispêrin ev rastiyên ku her
diçe baş derdikevin holê hemu hêzên
eleqeder hîn rastirîn û bi
polîtîkayên berpirsyar bang dikin û
hêvî dikin ku li hember van
pirsgirêkan xwedî li erkên xwe
derbikevin
Li rûxmê hemu niyeta baş a gelê me û
bi israr demokrasiyê esas girtina
wan, ti bersîv ne dayîn û êrişên ku
dihatin meşandin berdewamkirina wan
diber encamê van rastiyên mijara
gotinê de berpirsyarî ne yê gelê me
û tevgera meye, li ruxmê hemu
bangawaziyên niyeta baş û hewldanên
me ew hêzên di tunekirin û
înkarkerde bi israrin diber vana de
berpirsyarin didin diyarkirin.
Li piştî pîrozbahiyên Newrozê ên
fermî hêzên dewleta Tirk zextkirin,
vîna wê şikînandin û tine dîtin weke
berdewama vê siyasetê hewldane ku bi
sedan mirovên me bigrin. Di encama
serdehatinekî de rayedarên DTP’ê jî
dinav de Stenbol, Amed, Riha, Sêrt,
Mêrsîn weke van cihan li pir
deveran yên ku tevlî Newrozêbûne
hatine girtin. Heya bersîv ji ew
bangawaziya gelê mekirine re û
mirovên me ên ku hatine girtin werin
berdan, pîrozbahiyên Newrozê pêwîste
bi çalekiyên curbecur ên girseyî
werin domandin.
Ev hefteya ku em di têda, di dîroka
tekoşîna mede weke heftiya
qehremaniyê tê pêşwazîkirin tê
zanîn. Dinava vê hefteyê de bi
awayek weke daxwazekî lezgîn û
rojane Rêberê me tedavîkirin û bi
mebesta yên di Newrozê de hatine
girtin ji bo serbest werin berdan
pêwîste hemu gelê me bi şêweyên
ciyewaz çalekiyên xwe ên girseyî
bidomînin. Di serî de jina azad a
Kurdistan’ê û ciwanên wê hemu kes
divê serdema dîrokî de rolê xwe
lîstin û banga xwedî li erkên xwe
derketinê dikin.
Serokatiya Konseya Rêveberiya KKK
22 Mart 2007
|