Rupela Destpêkê

 

Agirbest Xera Nabe, Tişta Çêbibe Ji Hev Qetiyan e

Ev pêkanînên ku liser Reberê Gele Kurd Abdullal Ocalan û operasyonên tên meşandin tê wateya vala derxistina agirbestê û pêwîste bi awaye kî lez agirbest berçava re were derbazkirin. Agirbest êdî xera nabe, tişta pêk bê ji Tirkiyeyê veqetiyane.  heke çareseriya demokratîk pêşnekeve dê gelê kurd hêviyên xwe ji  Tirkiyeyê bibire.    

Me ji salên 90’ê û virde li ser bingehê bi hev re bûneke azad çareseriya pirsgirêka kurd esas girtî ye. Serokatiya me ji bo ku pirsgirêka kurd li ser bingehên biratiya gelan û çareseriyeke demokratîk hewl da ye. Me gelek caran agirbestên yek alî îlan kirin. Li ser bingehê heqdayîna mafên çandî yên gelê kurd ji bo yekîtiya Tirkiyeyê me helwest girt. Ji 90’ê û virde ne ji bo cûdabûnê ji bo yekîtiyê em têkoşiyan û hewldanên me çêbûn. Serokatiya me di 1’ê Îlona 98’ê de banga agirbesteke yek alî kir, tevgera me agirbest pêk anî, lê, bi rastî qomploya Navneteweyî hatin.  

Her  çiqas Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibe dîlgirtin jî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemleya 1’ê pûşpara 2004’ê nîşandaye ku wekî gel ji bo azadiya xwe û şerefa xwe heta dawî dê bikaribin şer bikin. Tevgera  Apocî operasyonên arteşa tirk ên li tevî teknolojiya herî dawî vala derxistine, lê dîsa jî pêvajoyekî bi pevçûn tê lidarxistin. Di vî pêvajoyî de tevgera me pêşketin nîşan da. Şerê xwe parastina rewa ji nûve tevgera me li hev civand. Di demê pêşketina tevgera me de hin derdoran daxwaza agirbestê ji me kir. Rêber Apo ev bang li berçav girtin û banga agirbestê kir û li ser vî bingehî hêzên me ji 1’ê kewçerê şunde vekişiyan rewşa agirbestê. Lê belê der dorên rantxur û aliyên pêbawer ku qaşo me bi zora çekê ji holê rabikin êrişên xwe zêdekirine.    

Her kes dizane ku bêdengkirina çekan û xwe vekişandina hêzên me ya rewşa agirbestê bi banga Rêber Apo pêkan bû ye. Serokatiya me ji bo peyamên wî yên vî pêvajo zêdetir kûr û mayînde bike tê tewambarkirin û cezakirin. Her wekî bêjin ‘tu çima agirbestê didî îlan kirin’ zêdetir ceza û tecrîdê li ser wî ferz dikin. Li hemû aliyên Kurdistanê operasyon têne meşandin û li hember gerîlayên me yên di pozîsyona agirbestê de îmhayeke mezin tê meşandin. Li Dersim, Çewlîk, Amed, Botan û hemû derdorên Kurdistanê pevçûn çêdibin û wundakirinên mezin pêktên û arteşa tirk wundakirinên xwe yên mezin ji raya giştî vedişêre."  

Herî dawî li Dersim-Çewlîkê pevçûn pêkhatin. Di van pevçûnan de fermandarê gerîla yê hêja Şiyar jî di nav de 6 hevalên me şehîd bûne. Û 2 hevalên me jî dîlgirtî bûne û xofa me heye ku ev 2 gerîla jî hatibin qetilkirin. Wekî din li Botan jî, gerîlayên me şehîd bûne."        

Beriya hertiştî divê bê zanîn ku, dema pêvajoyê agirbestê hate sabotekirin, bila tu kes li benda şerê gerîlaya yê heta niha bi kontrol hatiye meşandin nemîne. Ji niha şunde an dê pêjajoya agirbestê bê mayîndekirin û rê li ber çareseriyeke demokratîk vebe an jî gelê kurd bi tevahî dê hêviyên xwe ji Tirkiyeyê bibire û nêzîktêdayînên cudaxwaz dê bilind bibin. Lewma tu riyên din li ber gelê me namînin.

Mîmarê  bi hev re bûna gelê kurd û tirk Abdullah Ocalan e û êrişên li hember wî tên wateya sabokirina pêvajoyê agirbestê. Em ji derdorên hez ji Tirkiyeyê dikin, alîgirên yekîtiyê û hemû derdorên demokrat û welatparêz re dibêjin ku, li hember têgaha agir dizêrînin rawestin. Tişta ew dixwazin xerakirina me ya agirbestê ye. Agirbest xera nabe, tişta çêbibe ji hev qetiyan e.

 

 

                                                             Serokê konseya rêveberiya KKK

                                                             Murat Karayılan

                                                              25 Mijdar 2006

                                                            

 

 


© 2006 PKK.ORG