|
CİWAN
Û PKK
Jiber derketina çavkaniya têkoşîna
dîrokî û ya civakî ya mezin teşkîl
dike, ciwan vegotina kategoriyek
girîng a
civakîne. Ji ber hîn tam tevlî
civaka hiyerarşîk a çînatî û
avahîzasiya dewlet, têkiliyên
desthilatdar û berjewenperest nebûye,
avahiya wî ya nûgerî û dînamîk, wî
li gorî kategoriyên civakî yên din
cûdatir dike. Ciwantî tenê ji
rastiya temen (yaş) wêdetir, pêwîste
ku weke rastiyeke civakî bê
destgirtin. Herçend ji ber rastiya
temen xwediyê hinde taybetmendiyên
fîzîkî jî be, ji bo di bingeh de
xwezaya wî, lêgerînên wî, eleqeyên
wî û hîn bi berjewendiyên çînatî yên
şeristaniya civaka çînatî re nebûye
yek, pêwîste wek rastiya xweserî ya
civakî bê nirxandin.
Ciwantiyê tenê bi serdemeke temen a
fîzîkî û bi taybetmendiyên bingehîn
ên vê serdemê ve rave kirin
xapandineke cidî ye û ev nêrîna
desthilatdar a civaka kevneşopî
îfade dike. Pirsgirêkên civakî,
siyasî, aborî û çandî yên ciwan
dijîn, cihê wî yê di nava avahiya
civakî de û rista wî ya di pêşdeçûna
civakê û di guhartina civakê de
mecbûr dike ku wek rastiyeke civakî
bê destgirtin. Xwezaya wî ya çalak,
dînamîk, nûger û lêgerînên,
bêberjewendîtiya wî, wî di nava
têkoşîna civakî de dike cudahiyek
cuda û xweser. Ji hemû pêşketinên
girîng ên dîrokî re çavkanî kirin,
di zayîn û pêşketina hemû tevgerên
mezin ên azadî û wekheviyê re rista
sereke lîskandina wî çavkaniya xwe
ji vê wesfa (nîtelik) wî ya şoreşger
digre. Lêgerînên wî yên azadî û
wekheviyê dema gihişt bi wesfeke
civakî ve teşeyek polîtîk- siyasî wê
demê rê li pêşiya pêşketinên mezin
ên dîrokî vekirî ye. Bi qasî ev rewş
ji bo yên bindest derbasdare, ji bo
zêhniyeta serdest û pergalan jî
derbasdar e. Kî, rastiya ciwantiyê
rast bigre dest, li gorî lêgerîn û
taybetmendiyên wî amûrên rêxistinê û
yên polîtîkayê pêşbixîne, ew hêz dê
ji bo pêşketinên mezin heyberiyek
girîng qezenc bike. Ev rewş wek
heyberî (objektif) çavkaniya xwe ji
lêgerînên ciwantiyê, ji pêdivîya
nasname girtin û di nava civakê de
xwe dana nasînê digre. Dezavantaja
wî ya bingehîn, li gorî çînên civakî
yên din û li gorî qismê bijyayî
tecrûbeyên wî yên jiyanî kêm in.
Lewre ev rewş, ciwanan ji lêgerînên
li dîjî hevdû re vekirî di hêle. Ji
bo gelemperiya taybetmendiyên
ciwanan, ji bo rist û cihê wî yê
jiyana civakî pir taybetmendiyên
dişibin vana dikare bê vegotin. Ji
bo me, tişta ku li vir girîng, li
dijî êrîşên civaka kapitalîst û ya
dewletê yên cûrbecûr, ên bê
nasnamekirin û helandinê, li dijî
seknek bîrdozî ve ji nû ve ciwan
gihandina nava qerexterê xwe yê
radikal û şoreşgerti ye.
Wekî ku di cîhanê de heye di
Kurdistanê de jî tovê şiyarbûn û yê
berxwedanê di milê ciwanan de hatiye
avêtin. Li dijî helandin û dagiriya
aborî, siyasî, leşkerî û ya çandî
dijî sekna modern a yekem a cidî di
milê kûlmek ciwanên rewşenbîr ve
hatiye pêkanîn. Herçend di
Kurdistanê de berê salên 1970’an de
hindek tevgerên wesfa wan feodal,
birjûwayên biûk de derketibin jî, ev
ji wesfa komprador xelas nebûne, li
hemberê dagirkeriyê seknek bibergeh
a bîrdozî û rêxistinî pêk ne anîne.
Jixwe qerexterê wan ê çînatî jî ne
di wesf û bergeha kû destûr ji vê re
dayînê de bû. Di vê wateyê de li
dijî înkar, tunekirin, talan û
polîtîkayên mêtîngeriyê yên jenosît
yekemîn dijî sekna cidî ya mezin ji
milê tevgera ciwanên rewşenbîr ku di
Kurdistana Bakur re mijanê bûn
(eksenlî) ve hatiye pêkanîn. Di
Enqerê de lêgerînên Rêberê me yên di
salên 1970’an de hîn kurtir bûne, di
sala 1976’an de bi teşeyek yekîtiya
ciwanên welatperêzên şoreşger ên
Kurdistanê ve xwe gihandiye pênaseya
rêxistinî, teza Kurdistan mêtingehe
danîne holê, bingeha bîrdozî ya
tevgera xilasiya neteweyî hatiye
avêtin. Di dîroka Kurdistanê de ev
derketina bîrdozî, weke pişt re jî
hatiye îspat kirin bi wesfeke şoreşê
çêbûye, di dîroka Kurdistanê de
mîladeke girîng teşkîl kiriye. Îro
nirxandina tevgera ciwan an û
têgihiştina girîngî û cihê wê ya di
nava tevgera me de ancax bi zanebûna
ciwan xwediyê kevneşopeke dîrokî ne
ve gengaz dibe.
Ciwanbûn ancax bi derbaskirina
pirsgirêkên rojane, pêşketina
rêxistinî yên tevgera me dijî û bi
kevneşopa xwe rast derxistina
zanebûnê ve dê gengaz bibe.
Pirsgirêka herî girîng a-di roja me
de-ciwan dijîn baş tênegihiştina
mercên zayîna xwe û derketina Apocî
şoreşger, kêmkûrtiya xala divê
serdem çawa bê rojanekirin û bê
meşandin e. Ger dê pêşketinên
şoreşgerên radikal ên mezin bên
çêkirin, ger dê bibin pêşengên
damezirandinên civakî û yên avabûnan,
ger dê di Kurdistanê de li dijî
pêkanînên civaka dewletparêz
kapîtalîst û dijî her cûre pêkanînên
dagirkeriyê bisekinin û dê
pêşketinek alternatîf bê pêkanîn ev
ancax bi têgihiştina şoreşa bîrdozî
ya bi zayîna wê re çavkanî kiriye ve
dê girêdayî be. Rastiyek pir dijware
ku çi avahiyên rêxistinî yên bê kok,
bê dîrok ji pirsgirêkên civakî re
hêz na înin, berovajî vê dê di
hindirê wê de bihelin.
Di sala 1987’an de damezirandina
Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê YCK, di
sala 2003’an de bi tevlîbûna hemû
parçêyên Kurdistanê bi tevlîbûna
Yekemên Kongreya Ciwanên Kurdistan a
Giştî ve çêbûna TECAK û pişt re jî
xwe bi teşeya Komelên Ciwan nûkirinê
ve, Tevgera Ciwanên Şoreşger a
guhartinek rêxistinî pêkaniye, wek
dînamîka Tevgera Apocî her tim erka
xwe parastiye. Dîroka tevgera me ya
ciwanan bi di mercên Kurdistanê de
zayîna Apocîtîyê ve wekhev kirin dê
bibe tespîta herî rast. Di vê watê
de guhertina rêxistinî ya ciwanan
jiya ye, bi pêvajoya guhartin û
veguhartina tevgera Apocîtîyê re
parelel diçe. Her qonaxa nû ya
rêxistinî berdewama nirxên erênî yên
berya wî, xeleka wî temsîl dike. Îro
li ser bingeha têgihiştina paradîgma
ya ekolojîk, demokratîk,
azadîxwazîya zayendî de, li ser
bingeha pergala ramana me ya nû ya
ku bi bîrdozî, felsefî û rêxistinî
hatiye pêkanîn, danehevek (birikim)
mezin a têkoşîn û tecrûbeyên sîh
salî afirandiye heye. Tevgera
ciwanan, neçare van pêvajoyên ku tên
jiyîn rast nasbike, têgihiştina
paradîgmaya nû û danemeşandina wî
rast pêkbîne. Di nava pirsgirêkên
rojane de fetisandin, bê asobûn,
kêmhêvîtî û lewazbûna îdîa, bi
têgihiştin û nederxistina zanabûna
van pêvajo û guhartinên rêxistinî
yên ku tevgera PKK’ê pêkanîne ve
girêdayî ye. Berê hertiştî çi
tevgerên ku nexwediyê pêçandineke
sexlem a bîrdozî bin, fetisandina
rojane derbas nakin. Lewre çi
rêxistina ciwanan ên zadên (gıda)
xwe yên bîrdozî negirtine, li
hemberê pircûre yên êrîş û
polîtîkayên pergala heyî nikare
têkoşîneke demdirêj û bi aram, bi
bîryar bide. Di ramande zelal bûyîn,
di rêxistinê de zelal bûyîn, di amûr
û rêbazên tekoşînê de dewlemend bûn,
di bîrdoziyê de kûrbûnê pêwîst dike.
Nêzîkatiyên pergalê yên bi taybetî
li ser girseya ciwanan çete kirin,
helandin, xweperest kirin, nepolîtîk
û necivakî bi karanîna zanist û
teknîkê ve kirin bi bandor û bi
bergeha ku mirov nikare bi xebatên
rojane de derbas bike. Polîtîkayên
ku dispêrin çanda kêfxweşiyê ve
enerjiya ciwanan herikandina dervey
qada civakî, bi çanda populer ve
aleqeyên wan ên siyasî lewaz kirin,
bi têgihîna civakê ya serfkar ve
berdevam kirin û metakirin, her roja
diçe hîn kûrtir tê meşandin. Di
afirandina tîpê Mirov ê tenêmayî, di
cîhana ferazî (sanal), gewr (grî) de
têr dibe, ji bo paşeroja xwe û ji bo
serfiraziya xwe çi aso û heviyên wî
nemaye, yên bingehîn de armanca ku
pergala kapîtalîzmê ji xwe re
hilbijartiye girse û ciwan in. Ev
netesadûfe ke tercîhek kaptalîzmê ya
pir bi zanebûn e. Ev êrîş hemû
çavkaniya xwe ji potansiyelê ciwanan
ê ji pergalê re dibe alternatîf
hemêz dike digire. Di milekî din de
jî ciwanên ku di dava çerxa pergalê
de hatiye gedîkirin, weke ewlekariya
berdewama pergala hiyerarşîk-
dewletparêz û kûr kirinê tê dîtin.
Tevgera PKK’ê û Rêbertiya wî partî û
Rêbertiya di xwe de kal bûn daye
sekinandin û hertim serkeftina ciwan
mayînê pêkaniye. Ev karekter
çavkaniya xwe ji taybetmendiya ciwan
a coşa şoreşgertî, bi xwingermî,
lêgerînvantî û nûbûna wî digre. kal
bûn, bê coşî û dînamîzma wê de di
feqîrbûnê re pijandin, paşketin û bê
îdîabûnê îfade dike. Kal bûn, dibe
taybetmendiya nifşê kû rûtînbûn dijî,
di asta kevneşopî ya civakê de mayî
ye, lewaziya azwerî, (tutku)
xelasbûna lêgerînan ango starbûna wî
de, pir zêde pijandin, himbêzkiriye.
PKK, ji ber tevgereke taybetmendiyên
mirovên di serdema ciwanbûnê şewq
dide têkoşîna civakê, ji yên dişibin
xwe cûda dibin. Têkoşînê li gorî
taybetmendiya serdema ciwan û li
gorî xwezaya ciwan dide meşandin,
bûye tevgerek ku li gorî
taybetmendiyên serdemê xwe nû dike û
di xwe de kal bûn daye sekinandin.
Ev rastiyek bîrdozî ye. Baweriya
bingehîn a neketina teqna (bataxlixa)
doxmatîzmê, gîrtî neman û hertim ji
bo paşerojê di nava gav avêtinê de
mayîn, di rêxistin kirin û jiyan
kirina wesfên serdema ciwan kirina
çalekiya têkoşînê de derbas dibe.
Derbas kirina tîpê ciwan ê “ temenê
wî ciwan, rihê wî pîr” di parastina
vê nêzikbûna bîrdozî re wê biderfet
be. Ji ber yek jî xala ku kaptalîzîm
êrîş dike ser dibe nêzikatiya nifşên
ciwanên wan kal bûyî, pir zêde
pijyayî dana afirandin, eleqe û
hêviyên jiyana ciwanan şibandin û
hemankirina wan nifşan e. Ger gotina
min di cih de be polîtîkaya rihê
ciwanan bivê re sitandart kirin e.
Bandora vê di nava ciwanên tevgera
me de yekser an ne yekser bi teşeyek
çêdibe. Wê demê ji bo mîsyona
rêberti û derketinek rast, ji nû de
mîsyona ciwan gihandina rihê
şoreşger merca sereke ye. PKK
fêmkirin û rast dana pêkanîn jî, bi
girtina vî rihî re wê bi derfet bibe.
Ciwanê ku ji wesfên nifşa xwe
dûrketiye, ciwanekê ku ji xwe re
biyanî bûye ye. Ne hizirandinek
mezin, rihekî bi guman di asta herî
zêde de guman jiyîn, lêgerînên ku
xwe kirina nava ewleyekê de,
çavkaniya xwe ji vê biyanîbûnê
digire. Dijjehra (Panzehîr) vê jî,
dibe paradîgmaya ekolojîk demokratîk
a azadîxwaza zayend a Rêberê me.
Asta pêşketina rêxistînî ya tevgera
ciwan, bi gelemperî pêşketina
têkoşîna tevgera me jî dide diyar
kirin. Ji bo di gelemperî de tevgera
me di warê wesf û çendani de
mezinahiyek rêxistinî pêkbîne,
yekser bi asta pêşketina tevgera
ciwan ve girêdayî ye. Jiber vê
berpirsyartiya civakî ya pir giran û
ya rêxistinî ya ciwanên şoreşger ên
Kurdistanê heye. Pirsgirêk ne
pirsgirêka ku têra xwebûnê ye,
pirsgirêka di gelemperî de tevgera
me pêşde birin, ji wê re gav dana
avêtin, pêwistiyên berpirsyartiya
civakê anîna cih e. Wê demê pêwîste
sînorê mîsyona ku jê re hatiye dayîn
derbas bike, mezin bi hizire,
radikal bibe û têgeha berpirsyartiya
şoreşger di asta şiyarbûna herî jor
de bi pejirîne. Ji ber Rêbertî
hertim gavek pêşdebûnê, li gorî
çalekî û kirdeya xwe bi peyve, ji
pirsgirêkên civakê re di dem û wextê
wê de çarêseriya rast anînê pêwist
dibîne. Pêşengtî dibe pêşengtiyekî
nayê zeft kirin. Wekî ku jixwe re
erka pêşengtî dayîn bi serê xwe bes
nake jî pêwîstiyên wê ne anîna cîh
jî, bi xwe re berovajî zêdebûnê
tîne. Ciwanê şoreşger xwe kirina
hêza çalekiya paradîgma me ya nû ve
dikare xwe bike pêşeng, xala ku
fetisandin di bingeh de tê de tê
jiyan kirin jî ev xal e. Em neçarin
ku şoreşgerên serdema nû ku dê bibin
pêşengên nêzîkatiya bîrdoziya PKK’e
ya xwe nû dike, bi evînek mezin, bi
dildarî û coşeke pir mezin ve bi
çalekiyê re dê bê xemilandin, dê
hêza rêxistinî û ya kadroyên wî hîn
bi aşkere derxîne derve û biafirînin.
Çawa ku zelal bûna bîrdoziya 70’an û
rihê wê yê şoreşger rê li pêşiya
teqandinên şoreger re vekir, di roja
me ya îro de jî pêwîstî bi
afirandina derketina paradîgmaya
mezin a xwe nûkiriye heye. Ev rewş
dervey rewşeke mecbûriyetê, dibe
berpirsyartiya ciwan an a dîrokî, li
hemberê nifşa nû dibe erka wî.
Rewşeke wisa mecbûr dike ku tevgera
ciwan têgeha demokrasiya komînal a
PKK’e bipejirîne, di warê bîrdozî
de xwe kûr bike, têkoşîna bîrdozî di
hemû gadên jiyana xwe de weke
mîlîtanekê bi parêze. Dê serkeftin
bi asta partîbûnê ve girêdayî be. Çi
pirsgirêk namînin ku bi wesfa
yekbûna jiyan, tekîlî û têgeha
rêxistinê, ku xwe dispêre kûrahiya
dîrokê û demokratîk komînal ku xwe
dispêre têgeha civaka xweza neyên
çareser kirin ango pirsgirêkên ku
mirov jê re hêz bîne û tê de
serkeftinê destbixe namînin. Diroka
me bi nimûneyên vê rengî re tijîne.
Rihê çalakvan ê Kemal Pîr, kesayetê
Mazlum Doxan a bîrdozî, xeta azadiyê
ya Bêrîtanan nimûneya vê ya herî
şênber e. Rêberê me bi têgeha
demokrasiya komînal a ku xwe dispêre
paradîgmaya demokratîk- ekolojîk û
azadîxwaziya zayendî ve di cîhan û
di herêma me-bi taybet jî di
destpêka salên 90’an de bi hilweşîna
sosyalîzma pêkhatî re- valetiya
bîrdozîya heyî dagirtiye, pergala
hizir û rêkên çareseriyê yên ku di
navbera kaos de pirsgirêkên
mirovahiyê çareser bike zelal kiriye.
Nêzikatiya me ya bîrdozî ku xwe
dispêre şoreşa zêhniyet û wijdanê di
heman demê de dibe nesnameya ciwanên
şoreşger. Mîsyona pêşengtiyê de
jiyanî kirina vê nasnamê û dê di
gihandina hêza rêxistinî û çalekiyê
de derbikeve holê.
Di milekê de rewşa ku amûrên zanist
teknîk gihiştiye bi awayek pir zû di
jiyana civak û kesayet de guhartina
dide çêkirin û serê wan dizivirîne,
di milekê din de jî paşverûtiya
civakê ya berovajiyê vê bi awayêk
kor û bê rehm e. Bi taybetî jî
dikarê li dijî ew meyla bîrdoziya
paşverû û teşeyên jiyanê ku
çavkaniya xwe ji dogmayên olî,
zêhniyeta feodal aşîretger û ji
şovenîzm û netewperestiya di
Rojhilata Navîn û Kurdistanê de heyî
digire û jiyana civak û ciwanan
jehir dike tekoşînek bê aman ve
alternatîfek azadîxwaz bê afirandin.
PKK li dijî hemû cûrên paşverûtiyên
civakî, weke tevgerek reaksiyon za û
pêşket. Li dijî paşverûtiyê, di
hizir û pêkanînê de têkoşîna ku daye
nîşan ve bawerî û alîkariya gel
qezenckiriye. Bi tavîz nedana
rêgezên xwe yên azadîyê,
serbixwebûnê, wekhevî û edaletê ve,
hema hema di civakê de li hemberê
xwe li dijî paşverûtiyê kete nava
berxwedanê. Li dijî hemû cûrên
êrîşên paşverû yên hêzên feodal
qomploger, eşîretger bi mîlîtaniyek
şoreşger ve sekinî. Di Sîverekê de
vîna şoreşger a ku hewl dan bi
avêtina patosê de bişkînin, bi
berxwedana zîndana Amedê ve heceta
tola 15’ê Tebaxê çêbû. Di PKK’e de
milîtantî, li dijî paşverûtiya wisa
ya bê rehim weke heceta berxwedanê
pêşket. Ev rewş ji bo îrojî derbas
dibe. Li dijî teşeyên jiyana
bîrdoziya paşverû, elimandin û
refdarên çavkaniya xwe ji pergal û
civakê digire bê ku bikeve li
hevahatinê, esas girtina têkoşîn û
guhartina herdayîmî dikare kesayetê
bi paradîgmaya me ya nû re bê
afirandin. Di vê watê de li dijî
hemue meylên bîrdozî yên paşverû û
polîtîkayên dagirkeriyê, helwestek
radîkal dana nîşan, li dijî zelalbûn
û paşverûtiya bîrdoziya wî, dê bi
asta reaksiyona wî ya ku dijî ve
girêdayîbe. Ciwantiya ku xeyalên
zarokatî di zivirîne çalekiyê îfade
dike, dê bibe baweriya afirandina
mirovê xwezayî û azad ku xwe bispêre
têgeha demokrasiya komînal a PKK’ê.
Ciwanê ku xwe li ser bingeha
bîrdoziya PKK’ê qezenc kiriye, dê
bibe hêviya sazkirina civakî.
Sînan Mîrxan
|