|
PKK WÊ Bİ DİLPAKİYA XWE DAKEVE ‘DEŞT
A RAST’
Her roj bi nûçe û manşetên
wekî ‘ çenber di derdora PKK’ê de
teng dibe’, ‘dawiya destpêkê hatiye’,
‘ di encam de darbeya dawî hat’
hema hema qiyametê radikin.
Qilqila
felaketê têkirin. Organên weşan û
çapemeniya Tirk tev bomberdimanekî
şerê psîkolojîk dikin. Behsa
‘plansaziyên’ pir mezin û dorfireh
tê kirin. Dibêjin pakêtên veşartî
yên kes nizane hene. Ger li tiştê tê
peyvîn were temaşekirin ango were
guhdar kirin PKK, meh û rojên xwe ên
dawî jiyan dike. Êdî ev car xelasî
nîne! Yan wê PKK çek berde, bê şert
û merc radest bibe, yan wê belayên
pir mezin ên werin serî wî di serî
de bipejirîne. Tê peyvîn “ tekela
nûneriya pirsgirêka Kurd, di
hevkêşeya navneteweyî û herêmî de wê
ji PKK’ê re neyê naskirin”.
Li zarê (görünüşte) tiştên
tên mûnaqeşe kirin pir zêde xerap
xuya nakin. Dewleta Tirk hemû
hevalbend (mutefik) xwe xistiye
tevgerê. DYE, İraq, Rêveberiya Kurd
a li Başûr û wekî YE yên bi
pirsgirêkê re eleqeder di yekitiyekî
gotin de heman koroyê parvedikin.
Îran û Suriye jî hîn zûde tevlî vê
koroyê bûne. Tê gotin “ divê êdî PKK
çek an bêdeng bike
û radest bibe”. Gişt heman stranê
distirin.
Pirs a çawa hat vê xalê û ev
plansaziya nû ya dewleta Tirk tevahî
hêza xwe ji bo wê xistiye tevgerê jî
mijarekî cuda ya munaqişe û
nirxandinê ye. Em dê zêde li ser vê
mijarê nesekinin. Mijara bingehîn a
em li ser bisekinin wê ev be: wekî
tê angaşt kirin birastî jî PKK
dilpakiya xwe a dawî dijî? PKK wê
tune bibe? Qey! berxwedaniya PKK’ê
berxwedaniyek were tune kirin e? Ev
tune kirin di kîjan şert an de û wê
çawa pêk bê?
Wekî tê zanîn, bi tune kirina
PKK’ê ve eleqeder herî kem ji
1970’an ve em neçar dimînin heman
stranê her sal guhdar bikin. Ev qas
gotineke em fêr bûneye ku êdî kes jê
bawer nake. Ji ber di vê salvegera
PKK’ê a 30’de ku em di van rojan de
ketinê de, di nava van 30’lan de
herî mijûlahiyek dewleta Tirk biç
bûyera tune kirina PKK’ê ve bûye. Ew
operasyonên mezin ên balyoz,
malaştin, operasyonên aramiyê,
tevgeriya paqij kirinê yên di dema
Evren de qet ji bîr neçûne. 72 saet,
24 roj, nizanim ew temenên çend meh
jêre hatin dayîn hertimî bi fiyasko
encambûn. Zagonên awarte ên neasayî,
zagona pîşmaniyê, artêşa taybet,
kuştinên faîlên xwe nediyar ketin
tevgerê. Pirek ji van di dema
Ozal’de pêkhatin. Ji çar hezaran
zêdetir gund hatin vale kirin.
Bi milyanan mirov hatin
koçber kirin. DYE û NATO ketin dewrê.
Di tevahiya cîhanê de terorîstiya
PKK’ê hate îlan kirin. Di dema
Çîler-Gureş de şer hîn dijwartir bû.
Di navbera salên 1990–2000 bi hêzeke
mezin ê50–100 artêşêre bi wan
operasyonên mezin Kurdistan tev weke
ji nû de hate îşgal kirin.
Ev pêvajoya weke şerê ketî
giran (düşük yoğunluklu) dihat
pênasekirin, di sala 1999 de bi dîl
girtina Rêbertiya Gelê Kurd re
gihişt qonaxek nû. Bi vê re
manşetên wekî ‘dawiya raperenîk’
hat, hatin avêtin. Ji bo belav bûn û
tune bûna PKK’ê jî nirxandinên
mîsoger hatin kirin û ketin nav
hêviyên wisa. Pêvajoya agirbestekî
bênavber a şeş sal an, hewldanên ji
bo çareserî bi rêyên aştî demokratîk
re çêbibin û paradîgmaya nû ya hate
pêşxistin, ji aliyê dewletê ve hate
îstîsmar kirin û xwestin xwelî
bavêjîn ser serê pirsgirêkê. Bi
polîtîkaya ‘berde bila dirêj bibe,
PKK tune bibe’ ve wisa hesibandin ku
wê PKK ji hindir de birize û belav
bibe. Çi heye ku hesap hev negirtin.
Ji dîroka 1’ê Hêzîrana 2004’’ve
pevçûn dîsa destpêkirin. Ev,
pêşketinekî dewlet hêvî ne dikir û
jêre neamade bû. Erdoganê ku li
hember vê pêşketinê tengav bû, paş
pêş hinek gotin kir û lêborîna xwe
ji gelê Kurd xwest. Daxuya kirin “
ev pirsgirêk pirsgirêka min e”. Bi
ronakbîran re civîn pêşxist.
Bangawaziyên agirbestê kir. Ev jî
derket holê ku ev taktîkekî mijûl
kirinêye û lîstok e.
Bi kurtahî ev pêvajoya hate jiyîn tê
zanîn. Sedema carekdin dubarekirina
min, ji bo destnîşan kirina
plansaziyên tune kirina PKK’ê çawa
her sal wek kefa sabûnê dihele diçe
bû. Niha heman neqaret bi tonekî pir
zêde ji xwe nebawer tê berdewam
kirin. Ancax ev car birastî jî rewş
hinek cudaye û taybetmendiyên nû
nîşan dide. Ger em van
taybetmendiyên nû destnîşan bikin,
dewleta Tirk li piştî pir mijûlahî û
bazariyan bi zorê karî hevgirtiyên
xwe ên berê bîne li gel hev. Viya
wekî polîtîkayek naskirina
rêveberiya Kurd ên Başûr û DYE’yê re
radest bûn û biç dayîna tawîzên
mezin kir. Berdêla nepejirandina
PKK’ê polîtîkaya Kurd ên noker ên nû
pejirand. Xala duyemîn, bi rêbazên
şerê psîkolojîk ên giran re vê wek
serkeftinekî pêşkêşê civakê dike û
ser rastiyan dipêçe. Bi hedef teng
kirinê re di cerîbîne PKK’ê tenê
bihêle. Ev şerê mijara gotinê bi
rêbazên aliyê xwe yê siyasî, aborî,
psîkolojîk giran e. Pêvajoyekî di
nav de hîle, durûtî, demogojî,
kirîn, taqîyeparêzî û hemû dek û
dolap tê jiyîn e. Niha li zarê,
şertên hindir û derve de leha
dewleta Tirk tê xuyakirin. Ji bo
darbeya dawî li PKK’ê bixe deste xwe
mist dide û diranê xwe jî tûj dike.
Li gorî xwe ev derfeta dawî ya
ketiye destê wan naxwazin wenda
bikin. Carekdin behsa plansazî û
projeyan dikin, ji bo koka PKK’ê
were kolandin.
Bi rastî jî ev gengaz e?
Em ferz bikin ku dewleta Tirk wekî
dibêje û angaşt dike operasyon kir û
bi herî hesabekî nebaş re 500 bila
milîtanên PKK qetil bike! Di encam
de dê PKK tune bibe? Dîsa em bêjin
komekî PKK’yî ketin destê KT’yê de
(TC), PKK dê tune bibe? Na! PKK
hêzek î bi operasyonakî wisa re, bi
girtina hindek rêveber an re, bi
dorpêç kirinê re, bi tune kirina qad
ek re xelas bibe û tune bibe nîne û
ji bûyîna tevgerek wisa derketiye.
Mijara bingehîn a dewleta Tirk
tênagehe ev e. Yan jî naxwaze
têbigihe, bizane. Nêzî bîst hezar an
şehîdên PKK’ê heye. Pir wendahiyên
trajîk hene. Pir caran xeletiyên
taktîk û heta yên stratejîk kiriye.
Lê PKK li roxmê hemû şertên zehmet,
wendahiyên trajîk û xeletiyan jî,
hertimî wek hêzekî mezin û bi
têkoşînekî cidî dayîna meşandin re
heyîna xwe domandiye û hatiye van
roj an. Ji bo PKK herî bûyera giran
û wendahî, dîl girtina Rêbertiye.
Weke tevgerekî Rêbertiyê ji bo PKK’ê
jî, rewşekî wek dîl girtina Rêbertî
xeraptir nabe. Lê li gel vê jî ya
herî girîng PKK kariye weke aktorekî
li ser lingê xwe bisekine. PKK’ya ku
li hember bûyera dîl girtina
Rêbertiya xwe neşkest ango
nehilweşiya, êdî hilweşîna wê
negengaz e. Jixwe PKK, gihiştiye
ceribandin û hêzekî bixwe li ser
lingê xwe bisekine. Ji bo ev were
fam kirin, divê taybetmendiya
diyalektîka pêşketina PKK’ê baş
têbigihî û bizanî. Hindek
taybetmendiyên xweser ên
berxwedaniya PKK’ê heye. Şertên ku
vê berxwedaniyê diyar dikin wekî
dîrokî, kombûnî (birikim),
ceribandin û zanebûn pir pêşketiye.
Niha ezê hewl bidim ku PKK çima tune
nabe, ji propaxandekirinê wirdetir
hîn bi şêweyekî gûncav hinek
taybetmendiyên wî yên bingehehîn
vekim.
1-
Berê hertiştî, PKK ji ew tevgerên
xelasiyên netewî yên klasîk ên em
dizanin nîne. Ne miha qurbankirî ya
di kevirê pêşkêşgehê de stûyê xwe ji
qesabê xwe re dirêj kiriye ye jî.
PKK xwe weke tevgereke gel
birêxistin kiriye û xwe bi şêweyekî
ku ji kesê re nebe hedefekî nalive
yan jî textikekî nîşanê, birêxistin
kiriye. Wek avê dihereke her
deverekê, her qabek dikevêyê rengê
wê digre, lê tevgerekî hertimî wek
xwe dimîne ye. PKK bi şêwe, tevger,
wext û cihekî diyar ve bisînor nîne.
Şêwazê jiyana azad a civakî û
takekes e. Li kuderê û çawa jiyan
kirin gengaz be wisa dijî û dizane
tevbigere. Bûyerekî xweserê hinek
kom û kes ên diyar jî nîne, jêderekî
îlhamê ya ji bo tevahî civak û kes
gûncav e. PKK li herderêye. Li her
cihekî Kurd û mirov têdene PKK heye.
Di be ku hûn tevahiya Qendîl tune
bikin, lê PKK li Bakurê Kurdistanê
de jî heye; hûn Bakur bêdeng bikin
Başûr heye, Rojhilat heye, Başûrê
Rojava heye, Ewrûpa heye, Rûsya
heye. Ger hûn li çiyayan bixin, deşt
û bajar hene. Li gorî ku negengaze
hûn bi milyonan mirovên Kurd tune
bikin, tune kirina PKK’ê jî negengaz
e.
2-
PKK tê wateya mirovê azad yê
derketina ji derveyê pergala
dewletparêziya desthildar û xwe ji
nû de avakirin e. Têkoşîna dîroka
PKK’ê ne tenê ji bo Kurd an, ji bo
mirovahiyê jî bûyerek û qezencekî
pir girîng e. PKK tenê weke şêwaza
têkoşîna gelê Kurd derneketiye holê,
xwedî pratîk û teoriyekî di asteya
gerdûnî de wateya xwe îfade dike
ye. Di şêwazê PKK’ê de tenê qezenc
kirin û wendakirin nîne, di şêwazê
xwezayî a mirov bixwe de azad çêbûn
û rastiya jiyînê heye. PKK tevgerekî
di rewşekî ku nakeve nava dest û
mist an de, nayê dorpêç ji kirin û
çember kirine. Ji ber vê yekê PKK bê
çare, neçar û bê alternatîf jî
namîne. Derfetên bi rêxistin kirin û
jiyanî kirina pergala xwe li her
deverek û hertim dibîne. Coxrayayekî
mûezem ê Kurdistanê heye. Ew coxraya
ya ku gerîla têde bicîh bûye bi qasî
mezin bûna welatekiye. Coxrafyaya
çar parçeyan dikarin hev xwedî
bikin. Di serî de li Ewrûpa de
rêxistinekî dorfireh heye. Bi
kurtahî, mewzî, derfet û kom
bûyînekî ku PKK xwe bispêrêyê heye.
Di her mijarekî de zanebûn û
ronakbûn pêşketiye. Heger ev derfet
li gorî armancên civakî û xeta
têkoşîna Rêbertiyê were nirxandin,
têkoşînekî bigihije sedsalan û bes
bike jî, dayîna xwe ya meşandin
gengaz e.
Ev bi qandî rojaneye, stratejiyekî
ew qas dem dirêje jî. Hêzekî mezin ê
sebir kirin û li berxwedaniyê
dixwaze. Berxwedaniya Xirıstiyanan a
sêsedsal domand bibîrtîne. Divê weke
şêwazê jiyanekî were pejirandin û
xwe li gorî wê amade bike. Wisa wekî
Mehmet Agar û hinek dibêjin ev ne
pirsgirêka ‘ ji çiya daketina deşta
rast e’. Kurd di dîroka xwe de
hertimî weke gelê çiya tên zanîn.
Çiya û gerîla şêwaza jiyana gelê
Kurd e. Ferasetek wekî illeh ‘bila
çareserî bibe, em ji çiya dakevin
deşt an’ yan jî ‘ çareserî bû dê em
dakevin bajar an’ nabe. Ev naşibe
daketina deştê a eşqiyayekî jî. PKK
di çiyayan de jî be, di deştê de jî
be wê li gorî armancên xwe gûncav
bijî. Ji bo paqij girtina deştê û
rûmeta deştê were parastin di çiya
de mayîn jiyaniye. Ji bo PKK ji çiya
dakeve ne lezekî xwe, ne jî
mecbûriyetekî xwe heye. Divê viya ne
PKK, divê dewleta Tirk bihizire. PKK
li gorî armancên xwe jixwe xebatên
xwe bi sebrekî mezin didin meşandin.
PKK wê bi şêwazekî hêjayî tevgerên
peyxamberan ên Rojhilata navîn, weke
tevgerekî gerdûnî ya mirovahiyê
mayîn û mezinbûna jiyan kirinê bide
nîşandan.
Bê guman zehmetiyên jiyanê û
têkoşînê hene. Ancax mezin bûna
PKK’ê jî, dikare vîna van zehmetiyan
derbas bike derxîne holê. Pêşketinên
siyasî yên rojane yên derbejêr û
derbejor (inişli çıkışlı),
pirsgirêkên ku viya bixwe re
derxistiye holê, zehmetî li her
derê û her timî heye. Tişta girîng
pêşxistina dînamîzma bîrdozî, di
pratîkte kêm xeletî kirin û afirîner
bûn, bûyîne. Civaka nû, mirovê nû
dinava ya kevin de bi jiyîn re
pêknayê. Çi qas ji wê durbe dê ew
qas jiyan û aramiyê bibîne. Dê ew
qas pak bimîne û derfeta xwe
gihandina ya nû derbixe holê. Di
derketina hemû ol, felsefe û
tarîqatan de ev rastî heye. Ji
dervey pergalê mayîn, pak mayîn, li
ser yê nû bi azad hizirîn û li gorî
dilê xwe kirin, qey! Ji xiyaneta
deşta rast û qirêja wiya bizibil hîn
bi rûmettir nîne ango bi nirxtir
nîne? Mirovên ku di nav pergalê yan
jî di bin wê de dijîn, nikarin hêza
guhertina pergalê bidin nîşandan. Ev
rastî dîroka PKK’ê jî pir îspat
kiriye. PKK, ji ber modernîteya
kapîtalîst di pileyek girîng de
derbas kir û bi kevneşopiya
berxwedana Rojhilata Navîn re
girêdayî maye kariye orjînal bimîne,
heya van roj an were. Înkarkerî,
mîtîngerî, îşgal, asîmîlasyon û
tiştê were hişê mirov çi qas têgeh û
bûyer êriş li ser mirov û azadiya
wê dikin hebin û ev jî bi israr
dixwazin bisepînin, di cihê wisa de
karê PKK nabe. Bi navê aşitiyê jî
daketina van cih an aşitiyê nayne.
PKK ancax wê bi dilpakiyên xwe re
dakevin van deran û dê viya bi vîna
xwe ya azad bike.
3-
Helbet her tişt wekî li ser masê tê
xîz kirin û plansaz kirin nabe. Kêr
ser pişta hevsengên hêzên Rojhilata
Navîn e. Gava DYE û KT’yê vê
stratejiyê derbasê jiyanê dikin dê
hevseng û hêzên di herêmê de çawa û
di kîjan asteyê de bandor bibin,
hîn ji niha de ji hev veqetandin
ango zanîn pir zehmet e. Ji ber ev
plansazî û stratejî tenê di şêwirin
hêzên desthilatdar û yên di
îxtîdarêdene, tê amadekirin. Tenê va
dixin hesabê. Dema hevseng di cihê
xwe de liviyan, wê hêzên
desthilatdar çi qasî li ser gelê xwe
bikarin çavdêriyê bidin çêkirin nayê
zanîn. Û ji lewra jî di van plansazî
û stratejiyan de mîsogere gelên
herêmê ji dervey vê, tê hiştin. Bi
mantiqeki emperyal û ji jor de dîkte
dike kirasên ji herêmê re çêkirine
dixwazin li gelên herêmê bikin.
Hêz û tiştên ev bikin nexistine
hesabê. Heger li pişt vê
bomberdimana psîkolojîk operasyonekî
şênber a eskerî yan jî darbeyekî
cidî nebe, wê kar berovajî bizivire.
Wê gel fam bikin ku hatine xapandin
û li hember yên van karan dikin
baweriya xwe wenda bikin. Heger
darbeyekî pir cidî hatibe plansaz
kirin û bawer dikin dê encam bigrin,
dibe ku beriya vê, ev bomberdimana
psîkolojîk encam bigre. Lê em viya
bidin xuya kirin ku niha ne hêza DYE,
ne jî Tirkiye besê vê nake. Ji ber
PKK hêzekî xwe di çiyayên Kurdistanê
de dorifeh û kur bi mewzî kiriye.
DYE heger li hember PKK’ê
operasyoneke eskerî bike wê xeletiya
dîrokê bike û dê wê demê kar tam
tevlî hev bibin. Coxrafya ya ku PKK
têde bi mewzî bûye bi şikeftên ew
qas hişk û kur tijiye ku ji
operayonên hewayî qet bandor nabe.
Ji bo bejahî jî hêza DYE’yê bes nake.
Hebe jî hêza eskerî ya DYE’yê ne di
hêzeke di çiya de şer bikeye û li
gorî wî jî nehatine perwerde kirin.
Eskerên DYE ku niha li İraqê li dijî
hêzên Îslamî xwe xistine pişt
qeleyan de, kêliya derket ji bo hemû
hêzên berxwedanvan dê bibe hedefeke
vekirî. DYE kî PKK girtiye hember
xwe, dê ew hêrema Başûrê Kurdistanê
ya di İraqê de tenê aram maye,
bêaram bike. PKK niha sînorên Başûrê
Kurdistanê li hember Îranê û hêzên
cuda yên Îslamî bi rewşa xweya
xwezayî diparêze. Dema xwe ji van
sînoran kişandin çêbû yan jî ji
talûkeyên ji vî alî re kêliya çavê
xwe girtin, dê ev der bibe İraq a
Navîn û wê bizivire wek Kendavê. Wê
herêm di rijeyek mezin de têkeve bin
çavderiya Îranê.

PKK ya ku li dijî DYE’yê
têkoşîna gerîla dide, dê bibe hêza
pêşeng û kişandinê di nava
rêxistinên berxwedanê yên di
Rojhilata Navîn de. Wekî wê hemû
hêzên dijber DYE’ yê deriyê xwe ji
PKK’ê re vekin, dê PKK jî, bi van
hêzan re ji bo têkiliyê xwe paş
nekşîne. PKK di rewşa xwe ya heyî de
di nava refên xwe de gava ji pir
netewên din milîtanan di nava xwe de
di hewîne, wê demê dê zêdetir bibe
rêxistina enternasyonal a herêmê û
wê tenê li çiyayên Kurdistanê de
nemîne. Wê deriyê xwe ji her hêzeke
dixwaze şer bike û li berxwe bide re
vekirî bi hêlê. Dema sempatiya
Rêberê Gelê Kurd birêz A. Ocelan di
nava Ereb an de û civakên herêmê de
hildin dîqatê, dê şereke wiha PKK û
bi rêz Ocelan hîn bi hêztir bike.
Îran dê di vê mijarê de bêdeng
nemîne. ji ber Îran baş dizane ku li
pişt operasyona ser PKK’ê de hedefa
bingehîn ew bixwe ye. ji ber wê yeke
dê Îran bi her tiştî xwe ve alîkarî
bide PKK’ê û wê bi PKK’ê re di heman
ref an de cîh bigre.
Dema bandora PKK’ê li her çar
parçeyên Kurdistan tê hizirîn dê şer
li her çar parçeyên Kurdistanê belav
bibe û wê hemû Kurd bi her tiştê xwe
ve alîkariyekî çalak bidin PKK'. Wê
ev şer tenê şerekî weke li hember
PKK’ê were kirin na, weke şerek li
hember tevahî gelê Kurd were dîtin û
li gorî wê dê helwest were girtin.
PKK bûye nirxekî dîrokî a
mezin ji bo Gelê Kurd destjênayê
berdan e. Pirtûka Mûsa a Tewratê de
tê gotin, “ di dîrokê de ti
peyxember qasî Mûsa ji gelê Îsraîlê
re xizmet nekiriye”. Ger di nava
mirovahî û dîrokî de mafê wê jêre
were dayîn, weke heyînekî
civakî-çandî yê civaka Yahûdiyan
afirand Mûsa bû. Ji wê koletiya bê
rehm a firawûnên Misirê civaka
Yahûdiyan kişand ango rizgar kir,
kir xwedî îman û xudayek nû, bi deh
fermanan re bi quralê jiyana nû ve
girêda, bi nasnameyek nû hêza
baweriyê re di çol an de meşandina
wan bi serxist, bi nasnameyekî pir
afrîner orjînal re bi sedsalane
şehristaniyan bandor dike, hîn jî
rojanebûyîna xwe wenda nekiriye,
afrînerê rast yê gelek û civake kî
orjînal Mûsa ye. Dema Musa viya
dike, weke peyxemberek bel ku jî ne
di ferqa ristek çawa di dîrokê de
lîstiyede ye jî. Mûsa yê Hemdem ê
rast yê Gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd
bi rêz Ocelan e. Ti kes qasî Rêber
APO ji Gelê Kurd re xizmet nekiriye.
Rêber APO û PKK naşibin rêberên Kurd
ên klasîk, kevneşop. APO û PKK her
tiştê gelê Kurd in. Civaka Kurd di
dîroka xwe de çi nirxekî xwe yê
wendakirî hebe tev bi sentêzên nû û
şêweya xwe ya orjînal re di Rêber
APO û PKK’ê de dîtiye. Gelekî hatiye
înkar kirin û hatiye tune kirin
carekdin derketina wan a ser rûyê
rojê bi Rêber APO ve gengaz bûye. Ew
bi dijminekî ji firawûnên Misir hîn
bêrehmtir re şer kir, gelekî xwe di
asteya înkar dike, ji rastiya xwe
dûrketiye re Rêbertî kiriye.
Yahûdiyên li Misirê di ferqa
nasname û koletiya xwe de bûn.
Bîranînên civaka koçberiya azad
xeyalên wan ên xudayên zindî a kalkê
wan Îbrahîm hîn ji bîr neçûbû. Ne
bîranînekî Kurd an ên wiha, ne jî
hêviyên wan mabû. Ji gelê Kurd re çi
qas nirxên destjênayê berdan ên
civake kî hebe wekî nasname,
bîrdozî, dîrok, çand, jiyana nû,
hêvî, bawerî ji nûde jêre hatiye
dayîn. Dilsoziya gelê Kurd a di vê
asteyê de ji Rêber APO’re ji ber vê
sedemêye. APO gotin, tê wateya
nasnameya civaka azad a nû ya Kurd
an. Gelê Kurd di kurbûn û zanebûna
vê rastiyêde ye. Ev wisa hêsan
nehatiye afirandin. Xwediyên rast ên
van nirx an hene. Bi can, xwîn,
xuhdana bi milyonan mirov an ev doz
hatiye strandin. Qey! gengaz e ev
gel bi deh hezaran şehîdên xwe yên
ciwan ji bîr bike? Ew êş û azariyên
kişandine wê ji bîra wan biçe? Ew
zanistiya azadiyê ya qezenc kiriye
wê ji dest berde? Li roxmê hêzên
dijber ên wekî DYE û YE bi hemû
xêreta xwe ev qas bêrehm ser gel de
çûyîn, ji bo gel ji APO û PKK dûr
bixe jî, bersîva ku gel ji van zext
an re daye, di derdora APO û PKK’ê
de hîn zêdetir hevgirtin û bûyîna
xelek çêbûye. Bi durûşmeyên wekî “
PKK gel e, gel jî li vir e” her roj
di meydanan de tê qîrîn. Gelê ku ev
qas zanebûna azadiyê di kur de
qezenc kiriye û ev girêdana ku li
ser vê bingehê dide nîşandan,
garantîbûna ne tunebûna PKK’ê ye. Di
gelê Kurd de APO û PKK hindirîn
bûye. ^
4-
PKK tevgerek bîrdozî ya dispêre
nirxên demokratîk komînal ên
Rojhilata Navîn, sekin û lêgerînên
azad a etnîsîteyê re pêş dikeve,
nûnertiya zanist û exlaqê hemdem ê
Zerdûşt dike, dispêre kevneşopiya
peyxember Îbrahîmê ku put dişkîne
ye. Ne gengaze ku tevgerên wisa yên
Rojhilata Navîn werin tune kirin.
Tevgerên wiha ku koka xwe dispêrin
hezar salan, tê zanîn hîn jî di roja
me de weke aktorên zindî yên dijîn
rol dilîzin. Tê zanîn li
Xirîstiyaniya dispêre hezar salan,
Îslamiyet, Şîatî, berxwedanvaniya
etnîsîteya Kurd, tarîqat û mezhebên
qedîm di roja me de jî heyîna xwe
dibin şêweyên cuda de di domînin.
Wekî dîrok jî îspat dike ev tevgerên
gel an ên pir kokdar di carek de ji
holê rakirin, koka wan kolandin,
teqeze bi operasyonên eskerî ji holê
rakirin wê negengaz be. Bi
operasyonên eskerî re hun dikarin
rastiya gelekî qutifînin, bêdeng
bikin, bi çewisînin, lê qet hûn
nikarin rastiya şertên hebûna wê
biguherînin. Ancax dikarin tev tune
bikin. jixwe di dîrokê de gelên bi
vî şêweyî hatine sîl kirin hene.
Gelên Asurî-Suryanî ji vê re mînak
in. Zêdehiya Ermeniyan di qirkirinê
re hatine derbas kirin. Di derdora
Êrîvan ê de kom bûne kî biçûk ên ji
şûr an filîtîne mane. Tê zanîn
dîroke kî Yahûdiyan a trajîk û ew
qas jî baldar heye. Encama ku ji van
mînak an derdikeve, hilbijartinekî
ji dervey, gelekî yan tev tune kirin
yan jî rastiya wê pejirandin nîne.
Li hember civaka Kurd operasyonên
eskerî yên bê eman, ji aliyê
împeratorên koledar ên Asûr ve
hatine meşandin. Ev seferên tune
kirinê wekî împeratorên bê rehm
Naramsîn ve bi pesindariyekî mezin
di keviran de nivîsandine, seferên
wan ên li hember Kurd an navdar in û
tên zanîn. Lê di encam de ji ber
Kurd tune nebûn dawiya Asûr an
hatiye. Îro jî yan wê Kurd tev werin
tune kirin yan jî wê rastiya jiyana
azad a Kurd an qezenc bike, rêka vê
ya navîn nîne. Kurd bixwe jî
bixwazin, nikarin jiyana xwe ya
naletlî ya berê jiyan bikin û li wê
veger jî qet nabe.
5-
Rêberê Gelê Kurd A. Ocelan, di
Rojhilata Navîn û Kurdistanê de emê
zêhniyetek çawa û bi kîjan rihî
qezenc bikin wisa îfade dike: “ dema
Rojhilata Navîn dikeve nava şerê
zêhniyetê, divê wekî Hz. Mûsa
qebîleya Îbranî bi meşîne, wekî Hz.
Dawit bi Golyat re şer bike, wekî
Hz. Îsa hawariyên xwe seferber bike,
wekî Hz. Mihemmed mûminên xwe
bibezîne kar. Dîsa divê bizane bêje;
bi heyecana Sokrat re “xwe bi
zane”, bi coşa Perîkles re “qîmetê
bide demokrasiyê”, bi zanistiya
Arîsto re “ji Îskender rê veke”. Di
Rojhilata Navîn de zêhniyet qezenc
kirin; bi heyecana Ronesans re
çûyîna xwezayê, ji mirov hez kirin,
tî bûn ji zanyariyê re, bi
reformasyonan re dogmayên olî kun
kirin û derbaskirin, ew baweriya
pêwîst a di cehwer de bi dest xistin,
bi ronahîbûnê re zanist, felsefe û
hunerê derbasê gel kirin, kom kom
tevgerên ronakbîr an ji bo azadiyê
serber kirin e.
“ Di Rojhilata Navîn
de gava di rêve diçe hizirîn, gava
di hizire rêve çûn ancax bi
zêhniyeteke wisa were pênasekirin re
watedar dibe. Wê demê candariya
xwezayî a demên neolîtîk, ji her
tiştî re hêza nêzîkatiya coşa pîroz
dide qezenc kirin. Ramanên mîtolojîk
ên bi dersan tijî dema şehristaniyan,
dîsa pirtûkên hikmetan de yek yek li
pêşiya me vedibin. Dîroka mirovahî
bûn, hemdem bûyînê ya ecêp û pîroz,
a di cemidîne û dixe heyecanê,
jiyanê bilind dike û dixîne, tê
xwendin. Wateya rast a ceribandinên
peyxember an ên mezin di pirtûkên
pîroz de zindî dibin. Yek yek zindî
bûnên ew dolikên şehristaniyê yên
hişk bûne, bajarvaniya xirbeyan,
gundîtiya sade ya zindîbûna gir an
diyar dibe. Ji yê herî zalim ê herî
dewlenmend, Nemrûd an heya Karûnan,
ji Eyub an heya Mazlûman, heya Kemal
û Ferhatan nirx ên reş û spî dirijin
holê. Şerê zêhniyetê hatina ziman a
van hemû nirx ane. Zindîbûna van di
mejî û dilê me deye. Wê demê ti hêz
û jiyan, ti pêwîstiyên wî ên erzan,
nabin bahaneya mijulbûna me. Tev bi
zanistiya xwe ya bi qasî deryayan,
vîna meya bi coş bi qasî lehiyan emê
çareser bikin, derbas bikin û biçin.
Wê demê siyaset e, eskeryete, em ê
bi dahiyane li ser bisekinin
û bersîva wê ya bi destan bidin.”
Dê PKK’yek wisa kîjan
heddê xwe nizane bikare tune bike?
Akademiya
A. Ocelan a Zanistên Civakî
|