|
HEMASA KURD
Di encam de tişta dihat hêvîkirin
pêkhat. Di wargeha Kızılcahamam a
AKP’ê de
heyîna Hemasa Kurd hate
îlan kirin. Di van demên dawî de di
dorfirehiya xebatên AKP ên Rojhilata
Navîn de di welatên cûda yên herêmê
de agahiyên wekî çêbûnên partiyên
edalet û rabûn an (Edalet ve
kalkınma) dihatin. Wê demê tişta
diket paya Kurd an jî partiyekî
dişibe Hemasêye.

Serokê Giştiyê AKP’ê Erdogan
di van heftiyên dawî de ser hev ser
hev dibêje “75 parlementerên eslê
xwe Kurd hene”. Heta tê payîn ku ev
parlementer li Ewrûpa, Emerîka
“lobîtiya Kurd dikin”. Xuyayeku
Hemasa Kurd destpê xebatên xwe yên
siyasî kirine. Herhal ev sazıe
siyasetmedarên wekî Mîr Dengîr Firat,
Hiseyn çelîk, Ebdilqadir Aksu,
fînansorên wekî Cuneyt Zapsû, Mehmet
Metîner û wekî propaxandakerên wekî
Altan Tan hene.
Tê zanîn ku Hemas di Filistînê
de ew El Fetîha ku dibin Rêbertiya
Yaser Arat de bi armanca bîne çokê
bi piştgiriya Îsraîl hatiye saz
kirin û pêşxistin. Dîsa rastiyeke ku
tê zanîn DYE piştgirî daye vê
pêşketinê. Niha Hemasa Kurd jî, di
pêvajoya ku dewlet bûye AKP’yî û AKP
jî bûye dewlet de ev pêşketin ji
aliyê AKP’ê ve tê çêkirin û ev ji
aliyê DYE’ê ve jî tê piştgirî kirin.
Tê zanîn ku dewlet di serî salên
1990’an de “ji bo şer li hember
PKK’ê were kirin” ji dû hêzan re
piştgirî daye. A yekê di dorfirehiya
“hêza çakuç” de piştgirî kirina PDK
û YNK’ê ye. Ya din jî bi giştî weke
hîzbûllah qismên îslamî yên tên
binavkirin di pevçûnan de bikaranîne.
Berê niha pazdeh salan ev her dû
qismên ku ji aliyê dewletê ve
dihatin destek kirin, niha bûne
hêzên siyasî yên girîng. Ango beriya
niha pazdeh salan ew qismên tilîkêş
(tetikçi) yên ku gelê Kurd jêre
digotin “hizbûlkontra”, niha weke
qonaxekî nû û dîsa bi piştgiriya
dewletê re tên asteya partiyên
siyasî. Hemasa Kurd li ser
pêşketinên wisa re şêwe digre.
Serokê fermandariya giştî Bûyuk Anit
dibêje, di salên 1990’an de li
hember PKK’ê ew polîtîkayên ku
destek didan PDK û YNK “xelet bû” û
rexnedayîna xwe dida. Niha heman
Yaşar Bûyuk anit di pêvajoyaku ew
bixwe siyaseta Tirkiyê diyar dikede
li dijî PKK’ê îslama nerm destek
dike û siyasetekî ku rê li ber
çêbûna Hemasa Kurd vedike dişopîne.
Gelo wê kî û kengê bêjin polîtîkayên
îro “xelet in” û rexnedayîna xwe
bidin?
Bi desteka Îsraîl û DYE Hemasa
ku hatiye saz kirin heya îro
rastiyekî vekiriye ku hêza herî El
Fetîh lewaz kiriye û pirsgirêka
Fîlîstînê zêdetir giran kiriye ye.
Divê bibe îroniya dîrokê. Gelê
Fîlîstînê ku bi dehsalane li hember
Sîyonîzmê şer dike ji arava Hemasê
niha dinava xwede pevdiçe û Fîlîstîn
niha bûye dû parçe. Ango Hemas
armanca avakirina xwe bi cîh aniye.
Ancax bivê ve jî bi sînor nemaye.
Eynen wekî tevgera Talîban li
Afganîstanê piştî rista xwe tamam
kir, ev car jî hatiye rewşekî li
pişgirîvanên xwe bixe. Îro Hemas,
serê Îsraîl û DYE’ê pir di êşîne.
Wekî di Fîlîstînê de pêkera pevçûna
hindirîn heye, di heman demê de ji
aliyê DYE’ê ve di bajarê Annapolîs
de ew “konferansa Rojhilata Navîn”
ku hatibû bi rêkûpêk kirin herî hêza
ku wana tengav kir û serê wan
êşandibû ew bûn.
Diyare ku dewleta ku nikare bi
PKK’ê, wekî di serê 1990’an de bû
piştgirî ji hêzên cûdatir dixwaze û
çareseriyê jî, di afrînerê avakirina
Hemasa Kurd AKP’ê de dibîne. Li
dewsa ku pêşiya pevçûnekî muhtemel a
Tirk-Kurd bi çareserkirina
pirsgirêka Kurd ve bigrin, li hember
PKK’ê bi çêkirina Hemasa Kurd re li
ser bingeha Kurd dinav xwede pev
biin dixwazin pêkbînin. Ango serî li
rêbazekî pir bi talûke a wekî li
Fîlîstînê de tê dayîn.
Gelo rewşa Kurdistanê dê weke
Fîlîstînê bibe? Wê ew hemasa Kurd a
di destpêkê de PKK’ê lewaz dike
rojekî ji rojan çek bizivirîne
xwediyê xwe ê wê afirandiye? Helbet
niha mirov nikare tiştekî mîsoger
bêje. Ancax pêşketinên heyî, dide
xuya kirin ku dê rewş wekî
fîlîstînê bibe îhtîmalekî bihêze.
Xala zelal jî bi çêkirina Hemasa
Kurd re wê pirsgirêka Kurd çareser
neke, Berovajiyê vê dê pirsgirêkê
hîn zêdetir giran bike û dê Tirkiyê
têxe nava pevajoyên hîn bi talûketir.
Bila em hestiyar û rastbîn bin,
bihizirin di nêvengekî ku îslamiyeta
siyasî di herêmê de pêşveçûna xwe
didomîne û di nêvengekî piştgirî ji
DYE’ê girtiye de yek jî Hemasa Kurd
were avakirin, dê di holê de eserek
ji Tirkiya laîk û demokratîk bimîne?
Pir eşkereye ku rêveberiya
Tirkiye ya heyî û DYE bi agir
dilîzin. Hemasa Kurd avakirin bi
herî gotinekî sivik bi agir lîstine.
Bivî şêweyî dibe ku PKK’ê jî
bikşînin pevçûnan û zehmetî jêre
çêbikin. Gelo dê rewşa PDK û YNK’ê
çibibe? Ji ber pêvajoya avakirina
Hemasa Kurd eşkereye ku ji PDK û
YNK’ê jî piştgiriyekî qismî digre.
Ev hêz wisa dihesibînin ku bi xwe
spartina têkiliyên xwe yên kevin re
dê ji van pêşketinan sûd wergirin.
Ancax bi şêweyekî cidî xwe dixapînin.
Belê dinava dezgeha Hemasa Kurd de
di berê de hinek Kurd ên
kevneperestên neteweyî yên têkiliyên
xwe bi PDK û YNK’ê re hene. Ancax ev
di asteyekî hindikahiyêdene. Li
Bakur de di ew çêbûna Hemasa Kurd a
AKP çêkiriye de yên têde cîh digrin
têkiliya wan bi PDK û YNK’ê re
zêdetir, bi eyaletên îslamiyên di
Başûrê Kurdistanê dene ve bihêztire
û ev jî rastiyekî vekiriye. Lewra jî
dê di demeke kin de serdema têjikan
bi dawî were û di dema pêşde di
holêdeye ku dê Hemasa Kurd bi YNK û
PDK’ê re pev bie. Ango Hemas çawa ku
Y. Erafat û M. Ebbas tengav kir,
mîsogere ku dê Hemasa Kurd jî
Barzanî û Telebanî bi heman şêweyî
tengav bike û zehmetiyan ji wan re
çêbike.
Ger bal bidinê ew Hemasa Kurd
a AKP hewl dide çêbike ne tenê ji bo
PKK, ji bo hemû kesên dervey AKP
talûkeye. Dibe ku di demê pêş de jî
ji bo AKP bixwe jî bibe talûke. Li
roxmê rastî wihaye jî di oxira
berjewendiyên rojane, teng û polîtîk
de di serî de ji Fermandariya Giştî
em bigrin heya DYE, PDK’ê jî hemû
kes çavê xwe ji vê çêbûnê re digrin,
heta piştgirî jî jêre tê dayîn.
Aşîkare ku hêza vê talûkeyê dibînin
û xwedî helwestekî demokrat
welatparêz û viya himbêz dikin tenê
Gelê Amed e, Gelê Kurd e. ji ber ku
di roja 25’ê mijdarê de li meydana
Amedê de bi hezaran welatparêz ku
tijî kiribû bi awayek eşkere danîbûn
holê ku dê ticaran bihur (geçit)
nedin weke lîstokên Hemasa Kurd a bi
talûke. Divê ev helwesta pîroz a
welatparêz û demokratîk ji dil were
pîroz kirin û çêpik jêre were
lêxistin. Di encam de helwestekî
Tirkiye jî ji van lîstokan rizgar
bike, dê ev be.
SELEHEDDîN
ERDEM
|