|
ÞÊHÎDEN
GULANÊ
Di Konferansa yekem a PKK ku di sala 1981'de pêk
hat, meha Gulanê wekî meha Þehîdan, 18 ê Gulanê ji roja Þehîdan
ilan kir.Sedema vê yeke jî kadroyên pêþeng ên tevgera Azadiya
Kurd Haki KARER û Halil ÇAVGUN di vê rojê de jiyana xwe ji dest
dabun..Ji ber ku Rêberên Þoreþa Ciwanên Tirkiye Deniz GEZMÝÞ,
Hüseyin ÝNAN,Yusuf ASLAN û Ýbrahim KAYPAKKAYA di meha Gulanê de
þehid ketibun ev meh ji meha Þehîdan hate ilan kirin..Ji wê rojê
û þûnde her meha Gulanê bu sembola girêdanbuyina bi kesên ku di
Tekoþîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
HAKÝ KARER
Haki Karer di sala 1950 de li Ulubey a Ordu yê hate dinê.
Dibistana Seretayî,Navîn û Lîseyê li Orduyê xwend.Di Fakûlteya
Enqerê ya Fen ê de dest bi Zanîngehê kir.Hakî Karer ji tevgera
Þoreþger a Ciwanan ku piþti sala 1970 pêþ ket bi bandor bu û di
demeke kin de fikre Þoreþgerî pejirand.Di heman pêvajoyê de
Kemal Pir û Serok Apo nas kir. Di sala 1973 de li ADYÖD’ê di
asta organîzekirinê de bû berpirsyar. Di civîna Dikmen a sala
1976 de bi qebul kirina biryara vegerê a welat pêþî çû Batman û
ji wir jî derbasî Dîlokê bu. Li Dîlok ê pratîkek serkeftî meþand.Bi
xistina dewrê a rêxistina Kontra "Sterka Sor" ku di bin kontrola
MÝT ê de hatibû avakirin Haki Karer li Dîlokê ji bo ku bi
Kontra Alaattin Kapan re nîqaþ bike hate dawet kirin. Hevdîtin
di 18 ê Gulanê li Dîlokê di qehwexaneyekê de pêk hat..Di encama
amadekariyên kemîneke qirêj di 18 e Gulanê sala 1977 de Haki
Karer Þehit Ket.
Di 18 ê Gulanê 1977' de
Haki KARER ku wekî lehengê ked û Þoreþgerê Enternasyonalist tê
bi bîranîn ji aliye rêxistina bi navê Stêrka Sor ku bi hêzên
sîxuriyê di nav hevkariyê de bû hate þehit xistin.Rêbere Koma
Komelên Kurdistan ji bo Haki Karer di wê demê de ev nîrxandinan
dike: "Piþtî ku pêwîstiyên þoreþa Kurdistan fêm kir di pola dawî
ya zanîngehê de nivînên xwe li piþta xwe kir û bê fikar berê xwe
da welatê me ku ew qet nas nedikir.Ew rojên ku penç qiruþ
pereyên wî tine bin jî himaltiyê dikir kêm nebun.ên ku wî ji nêz
ve nasdikirin ti carî ji bîr nakin ku kincên qetiyayî ew li xwe
dikir û bi danekê tenê ew jî taþtêyekê dijî. Ji bo derbaskirina
tevahî neyêniyan ji derdora xwe dibo çavkaniya morale.Kesên ku
li gel wî bun ferq nedikirin ku dem çawa derbas dibe. Her tim
dixwastin ku bi wî re jiyan bikin."
Serokatiya me got; "Me ji kûr ve hejand,me biryara partîbuyîne
da " ,ev bûyer pêvajoya buyîna paritiye ya tekoþîna me bu
.Xelekên bingehîn ên wisa
hene. Li navenda wê ku þehadeta Heval Haki cîh digre,hijmara wan
bi deh hezarane ifade tê kirin,rastiyeke þehid çi ifade dike? di
rewþeke herî neyini de,di rewþeke ku zexta tûnekirina neteweyê
bi her awayî li ser Gel metîngehî heye,li vir têgîhiþtina ramanê
û derxistina wê ya hole,ji bo vê yeke lêgerîneke bi rê û rêbazê
ji bo rizgariyê,ramana wê,derxistina hole ya vê îdeolojiyê,ji bo
jiyankirina ideolojiye bi biryar be,þoreþkerê ku têkoþîna
afirandina partiyê ifade dike.Li Kurdistanê ev di tevahiya sala
'70 de çê bu. Di vê þertên herî neyênîde çalakiya komek pêþeng
li rastiyê ger û ditin,ravekirina rastiya Kurd û Kurdistan,wê ji
rewþa herî paþketî û bê rûmetiye derxîne û di aliye rizgarkirina
wê de xistina pratîkê ya xeta ideolojik-polîtik e. Xebaeteke
wisa jî li Kurdistane bi zorê çê bu.Cesaret,Fedekarî û
zindîbuyinêke mezin dixwest.Bi xwîn be jî,girtina li ber çav ya
þehid bunê ev yek çê bu.Ji ber vê yeke Parti mecbur ma kû
þîddetê pêk bine,þer bike.
HALÎL ÇAVGUN
Endamê Komîta Navendî ya PKKê Xelîl Çavgun di 19'ê gulana 1978an
de li Hîlvanê hat þehîdkirin.
Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana
navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi þev û
roj lê dimînin, qedand. Paþê hîndekariya xwe di înstûtiya
perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma
dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71an de dest bi
jiyana siyasî kir û piþtî ku têkoþîna rizgariya Neteweyî li
Hîlwanê pêþkeft, di nava têkoþînê de cîh girt. Çavgun, yek ji
nûnerê têkoþîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku
hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li
Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê
hate qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan
ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama þerê
ku bi polês re destpêkir, jiyana xwe ji dest da.
MEHMET KARASUNGUR
Mehmet Karasungur ku endamê Komîteya Navendî yê PKKê bû, di sala
1983’yan de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK’ê ve
hatin þehîd kirin.
Mehmet Karasungur di sala 1947’an de li navçeya Çewlik Kixiyê
li gundê Darabiyê jidayikbû. Dibistana seretayî li gundê xwe,
dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlikê qedand. Beþê matematîkê
ya Înstîtuya Perwerdeya Erziromê qedand. Di sala 1972’an de dema ku li Mereþê mamostetiyê dike, ji ber xebatên þoreþgerî
sûrgûnî Colamergê têkirin. Salên piþt re dema ku li
Þebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di
sala 1975’an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve.
Karasungur, du vekirina Komeleya TÖB-DER þaxê Çewlikê de
pêþengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digire. Karasungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuþ nas dike. Li
qereqola ku di sala 1976’an de lê têgirtin, jiber ku li mûdûrê
Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êþkenceyên tund tê.
Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deþîfre dibe û di sala
1978’an de li Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest
bi þoreþgeriya profesyonel dike. Karasungur, wekî rêxistinvanê
berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di Têkoþîna Azadiya Kurd de dewsên
kûr dihêle û di sala 1980’an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di
sala 1982’an de derbasî Baþûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina
Yekîtiya Neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra
rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û
têkoþîna hevbeþ gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe
biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin
ser biryargehê û di encama vê êrîþê de di 2’yê gulana sala
1983’an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn þehid dýkevi.
FERHAT KURTAY
Di sala 1949’an de li gundê Xursê yê ser bi Qosere li malbateke
xîzan hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Qoserê û
Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beþa Mîmartiya faqûlteya
Mûhendîsiyê qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê wezîfeya
mûhendisiyê kir. Di salên dibistanê de nêrînên þoreþgerî nas
kir. Ji tevgerên Þoreþger ên Tirkiye û Cîhanê bi tesîr bû. Piþtî
sala 1978’an de bi rêya têkîliyên fermî bi awayekî aktîf beþdarî
partiyê bû. Di rêxistinkirina herêma Mêrdînê de, di avakirina
komîteyên amadekar de rasterast wezîfe wergirt. Wekî din organên
weþanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Roja
23’yê Mijara 1979’an de tevî M. Xeyrî Durmuþ û hevalên xwe yên
din li mala ku lê diman hatin girtin. Þeva ku 17 gulanê bi 18
gulanê ve girê dide, li qoxûþa 33’an xwe þewitandin û gîhîþtin
þahadetê.
MAHMUT ZENGÎN
Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin
Hîlwanê beþeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana
sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî
zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin,
hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê
di sala 1978’an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê "
Sülaymaniyan" hezkirina wî ji têkoþîna çekdarî ku di wê demê de
di pêþengiya APOCIyan de pêþdiket, çêbû û di nava tevgerê de
cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her
wiha di nava xebatên wekî xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh
girt. Piþtre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregê li hemberî
çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di bin fermandariya kadroyê PKKê
Cuma TAK de di nava têkoþîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha
sala 1979’an di þerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî
xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêþa
Tirk û ew birin zîndana leþkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a
xwe þewitandinê de rawestineke bi biryar nîþan da
EÞREF ANYIK
Di sala 1960’an de wekî zarokê malbateke xîzan li gundekî
Wîranþehîrê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê encex dibistana seratayî
karî bixwîne. Hê di temenên xwe yê biçûk de ji bo debara malbatê
ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê
karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eþref
Anyýk, bi bandora pêþkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi
bandora têkoþîna Hîlwanê di nava refên PKK’ê de cîh girt. Di
nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal de cîh girt û êdî
hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoþîna Hîlwanê de dema ku di
nava þerekî li dijî hêzên leþkerî yên dewletê de bû, hate
zeftkirin. Li hemberî hemû kirinên xiyanetê ku yek ji generalên
Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li
zîndana Amedê þeva 18 gulanê di çalakiya ÇAR’an de cîhê xwe
girt.
NECMÝ ÖNER
Li Çermûkê wekî zarokê malbatek dewlemend hate dine.Dibistana
Seretayî,Navîn û Lîsê li Çermûkê qedand. Hê di pêvajoya
dibistanê de ji fikrên nû re vekirî û xwedî yetenekê
nîqaþ,lêpirsîn û fêmkirinê bu.Her çiqas sempatîzanê DDKD ê jî
be ji xebatên heval Ehmed Kurdu u Hûsên Durmuþ bi tesîr bû,PKK
naskir û di demeke kurt de li Çermûkê xebat meþand.Di nava
Ciwanan de bi xebata xwe ya serkeftî di girsebûyîna tekoþînê de
rol leyst.Berî bi demeke ku were girtin di komiteya heremîde
bibu berpirsyarê ciwanan.Di encama bûyereke li dibistanê derket
de sala 1979 de hate girtin.cîhê xwe yê di berxwedanan de
parast. Li Zindana Leþkeri ya Amedê di qoxuþa 33 de di þeva ku
17 e Gulanê bi 18 ê Gulanê ve girê dida de di çalakiya Çaran de
cîhê xwe yê bi rumet girt
SÝNAN AMED
Þehit Sinan(Murat DemirhanMayýs) di meha Gulanê de ku tevlî
tevgera me bû dijmin jî wekî gotina ‘Zarokê Zerîn’ bi îltîfat
dikir, dema berpirsyarê Metînayê bû di encama erîþa Noker û
îxanetkaran de þehîd ket.Þehit Sinan bi zekîbuna xwe û di
afirandina taktikên leþkerîde xwedî nitelîka ku di rojên pêþ de
bibe dehayeke leþkerî bu.
Hê li Amedê bû dijmin bi
gotina; “Çawa ew qas di demeke nêz de pêþ ket?” matmayî mabû.
Ango xwedî nîtelîka ku di hostayên Gerîla de hebun bu. Bi sekna
xwe ya di jiyanê de Gerîlayê herî mutevazî û dilnizm bu. Her tim
wisa dihat nasîn.Ger niha jiyan bikira bê guman wê bibuna
fermandareke bê emsal û pêkerê paradigmaya Serokati ya Civaka
Ekolojik-Demoktratik û Azadiya Cinsa.
OZAN ÖZSÖKMENLER
Dîsa di 16 ê Gulana 1997 an de di encama erîþa Noker-îxanetkeran
ku di dîrokê de wekî qetlîma Hewlerê tê nasîn de di wesaîta ku
hate siwarkirin de bi bombeya xwe çalakiya fedaî pêk anî û þehit
ket.Heval Ozan Özsökmenler jî yek ji lehengên ku nayê ji bîr
kirineBerxwedana wî bi strana Þehit Serhat ya ‘Hewler’kete
dilan.Kiþandina wî ya alîgirên Azadiyê yên Baþûrê mezin hê di
mejiyan de ye.
DENÝZ GEZMÝÞ
Di sala 1947 de li Enqerê hate dine. Li Stenbolê xwend. Di sala
1966 de kete zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê. Di demeke kurt de bi
çalakiyên ciwanan derket pêþ.di TÝP’ê de xebitî.Di sala 1968
rêxistina Hiqûqiyên Þoreþger ava kir. Tevlî çalakiyên protestoyî
ên Fîloya 6 emîn a Emerîkayê bu û ji dagirkeriya zanîngeha
Stenbolê pêþengtiyê kir.Di nava avakarên DOB ê cîh girt.Di
komîteya meþa Mustafa Kemal a ji Semsûnê heya Enqerê bu.Di sala
1969 de çû Filîstînê,perwerdeya Gerîla dit. Rêxistina THKO ava
kir.Dîsa li Enqerê di revandina 4 Emerîkiyan yên li baregeha
Balgat a Enqerê cîh girt. Di pevçûna li Gemerek a Sêwasê hate
girtin.Bi Yusuf Aslan û Huseyin Ýnan ve di dîroka 6 Gulan sala
1972 de li girtigeha navendî a Enqerê hate darde kirin.
YUSUF ASLAN
Yusuf di sala 1947 de li gundekî Yozgatê hate dine. Perwerdeya
xwe ya navendî li derdoreke ku têgîhiþtina olî û dij kominist
hakime qedand. Di sala 1966 de kete Zanîngeha Teknik a Rojhilata
Navîn ODTÜ yê.Dema salek wî tijî ne çê ne bu ,bu endamê qulîba
ramanên Sosyalist. Di nava DEV-GENÇ ê de dest bi xebatan kir. Ji
wê demê þûn de pêþî di çalakiyên boykotê ên dibistina amadekarî
û paþê jî di yên fakulteya Muhendisiyê de cîh girt. Di heman
demê de yek ji rêxistingerê pêþeng ên di dagirkeriya ODDTU yê
de cîh girt. Çalakiya ku yekem car jê hate darizandin
þewitandina wesaîta sîxûr û Seferetxaneya Emerîkî Commer bu.
Di sala 1969 de tevî hevalên xwe çû Filîstînê. Li wê dere
perwerdeya pîlotê ya Balafîr û Helîkopterê dît. Ji Terekrorê
heta Helîkopterê her amûrê bi hosteyî dixebitand.Yusuf Aslan ku
ew ji yek ji Rêber û avakarên THKO yê bû di sala 1970 de dema
xwest bi Deniz Gezmiþ biçe koma Gerîla ku li Çiyayê
Nurhaqêye,li Sarkiþlaya Sêwasê bi birîndarî hate girtin.Li
Dadgeha rewþa awarte hate darizandin.Di 6 Gulan sala 1972 de
tevî Deniz Gezmiþ û Huseyin Ýnan hate darde kirin.
HÜSEYÝN ÝNAN
Di sala 1949 de li gundê Bozhoyuk ya girêdayî navçeya Sariz a
Qeyseriyê ye hate dine.Di bistana Seretayî û Navîn li Sariz
ê,Lîseyê jî li Qeyseriyê xwend.Di sala 1966 de qeyda xwe li
Zaningeha ODTU yê beþa Zanyariy Ýdare kir. Bu endamê Qulîba
Ramanê Sosyalist (SFK) û Dev-Genç ê.Di vê navberê de tevlî TÝP ê
bû di çalakiyên vê partiyê de cîh girt.Di heman demê de çi li
Stenbol û Enqerê,li Ýzmirê û heremên din tevlî çalakiyên dij-emperyalizmê
bû;Di nava miting û çalakiyên li dij Fîloya 6 emîn a Emerîkayê
de cîh girt.Di sala perwerdeyê ya 1966-67 de ji rêxistinbûyîna
çalakiyên boykotê yên Zanîngeha ODTU yê rêbertiyê kir. Huseyin
Ýnan di sala 1068 de ji veqetînên di nava TÝP û MDD komeke wekî
bingehê Gerîla pêk anî û fikre tekoþîna bi Gerîla li çiya li
hemberî Emperyalizme xebatên tekoþînê pêþ xist..Koma kû bingeha
xwe ji Enqere bi taybetî jî ODTU yê digirt wê bibûna kadroyên
pêþeng û bingeh ên THKO yê.Huseyin Ýnan ku di heman salê de ji
zaningehe hate derxistin li cihê mayînde yên xwendekaran ma . Di
14 ê Cotemeha 1969 an de bi qismeke girîng ya komê ji ser Suriye
derbasî Urdinê, ji wir jî derbasî kampên El Fetih ku hêza
bingehîn a Rêxistina Rizgariya Filîstînê bû. Li vê dere li gel
FKO ye eli hemberî Ýsraîlê þer kir.Di nava welatê Ýsraîlê de di
serdegirtinên qereqolan de cîh girt.Dema di meha Sibatê sala
1970 de vegeriya Tirkiye li ser rêya Dîlok-Amed di otobûsekê de
hate girtin.Di encama darizandina li Amedê di Cotemeha 1970 de
serbest hate berdan.Dema Huseyin çû Enqerê fikre Gerîlayê Çiya
di mêjiyê wî de zelal bibu.Bi koma Stenbol ku Deniz Gezmiþ jî di
navê de bun û,heman fikrî û xeta çalakiyê dipejirandin hatin gel
hev û THKO ye ava kirin. Ýnan ku di nava tevgeren Gel de qet ne
dihat naskirin,bi nitelika xwe ya rexistibuyînê pêk tîne,yeteneke
xwe yê tekîliya bi mirovan re û biryarbune di nava komê de
derket pêþ. Bu yek ji rêberên bê niqaþ yê THKO ku Deniz
Gezmiþ,Sinan Cemgil û Cihan Alptekin tê de cîh digirtin. Piþt re
xwe bi rebertiya çalakiyên bi çek sînor nekir û di tevahî çalakiyan
de cîh girt. Li ser kuþtýna endamê Dev-Genç Ýlker Mansuroglu ya
di 29 meha Kanuna 1970 de li Kavaklidere ku THKO xwe wekî
rêxistin derxist hole qereqola polesan dan ber guleyan,di 1 Çilê
sala 1971 de þelandina þubeya Ýþ Bankê ya Emek,di serdegirtina
baregehên leþkeri yên Emerîkî û revandina leþkeran de bi cesaret
û çav-reþiya xwe di hebûna THKO yê de tesîreke mezin kir.Di 24
Adar sala 1971 de li navçeya Qeyserî Pinarbaþiyê hate girtin.
Tevî Deniz Gezmiþ û Yusuf Aslan li dadgeha 1 emin a leþkerî a
awarte de hatin darizandin û di 9 ê Mijdara 1971 de bi biryara
dardekirinê hatin mehkûm kirin. Ji bo pêþî girtina dardekirinan
li gel kû hevalên wan seri li Meclîsê dan û di raya giþtî de
ketin nava liv û tevgerê jî ,tevî Yusuf Aslan, Deniz Gezmiþ di 6
ê Gulana 1972 de hate darde kirin.
ÝBRAHÝM KAYPAKKAYA
Di sala 1949 li Alaca ya Çorum ê hate dine.Avakarê Partiya
Kominist a Tirkiye/ Marksist Leninist (TKP/ML) e.Dibistana
Mamosteyî a Hasanoolan,Dibistina Bilind a Mamosteye Çapa û Beþa
Fizik-Matematik a Zanîngeha Stenbolê xwend. Tevlî avakirina
þubeya FKF ya Çapa yê bu. Di sala 1968 de bu endamê teþkilata
TÝP a navçeya Eminonuyê. Di saziya nivîskî a Sond û Kovara çepên
Tirk a de cîh girt. Tevlî çalakiya protestoyî a li hemberî
Fîloya 6 ya Emerîkayê bu. Berî nîqaþên MDD-SD pêþî teza SD û
paþê jî a MDD qebûl kir.Ji TÝP ê hate ihraç kirin. Di tevgera
PDA-TÝÝKP ku Dogu Perinçek jê lîdertiyê dikir de cîh girt. Piþt
re ji vê tevgerê qût bu û tevî hevalên xwe Partiya TKP/ML ava
kir. Di 24 Çilê ya 1973 de li Bejahiya Dersime hate girtin.3 meh
û nîv (3,5) di bin çavan de ma. Di 18 Gulana 1973 de di bin
çavan de hate þehît xistin.
***
Bi þiklên din en Tekoþînê ve di vê em meha Gulanê di dîroka Gel
de li gorî cîhê xwe yê rastîn bi wate jiyan bikin û bidin jiyan
kirin.Di vê tekoþîn bi vî þiklî berdewam bike, navber neye dayîn.
Di vê em wê wekî kevneþopiyek pêþ bixînin. Lehengiyên mezin ên
þer çê bun. Lê bele zeiftiya me ya ku em lehengan fêm bikin û
binirxînin heye.Di vê em vê yekê li gorî dîroka xwe bigûherînin.
Pêwîste em bibin hêzeke ku xwedî li ked û nirxên xwe derkeve, di
her þert û mercan de em wan jiyan bikin û bibin hêz.Hûrmeta ji
bo xwe bi vê yeke ve dibe.Kesên bi vî þiklî bin yên derdor ji ji
wan re hûrmetê nîþan dide. Xwedî derketin û temsîla nirxên
tekoþîne ,jiyan kirina wan bi vî þiklî dibe. Ma rewþeke kû
pêþiya vê tê û me gire dide heye?. Divê tinebe jî .Ma rêyeke din
a berbiçav ku em xwe ifade bikin heye? Na tine ye.Wê deme divê
em baþ bizanibin. Em çine,ji kûdere hatin,çi ifade dikin,li ser
kîjan nirxan dijîn,di rastiyê de çavkaniyên me yên hezê çiye, çi
dersen me hene? Divê em hertim vana ji xwe pirs bikin,pêwîste em
bersiveke rast û têr bidin. Lewma,cîdibuyîn,hûrmet û biryarbuna
avakirina pêþerojê ji vir derbas dibe.Di rêza yakem de ev tê.
Aliyê cûda yê mirovbuyînê;di nava nirxên xwe yên bingehîn de
rêzek çêkirin ,heta mirine parastina nirxên ku me temsil dike
ye. Di serê vana da rastiya þehadetê tê.Ev ji bo mirovahiyê,ji
bo pêþxistina mirovahiyê,jiyanên xwe bê guman û bê bendewarî,bê
berjewendî fedakirine. PKK rastiyeke bi vî þiklî, di pêvajoya
hemdem de li Kurdistanê di nava Gelê Kurd de bi hezaran þiklê
fedaîtiyê afirand. Wateyeke ideolojik-polîtik daye, wê wekî
þiklê çalakiyê di jiyanê de afirand.Em di nava vê rastiyê de ne.
Ev rastî baþ were fêm kirin,zanîn,ji bo piþtî vê yeke gotin
gotîn û jiyan kirin, pewîstiya temsîla vê yekê were bi cîh anin.
Ji bo Gelan ev wisa ye.
Di Cihanê de ti Gel tineye kû li ser nirxên bingehîn pêþ ne
ketine. Gelên ku nirxên wisa ne afirandine di dîrokê de
heliyane. Gelên ku di dîrokê de þop dihêlin,hebûnê derdixin hole
û di nava pêþketinan de cîh digrin vê yekê bi çi dikin? Li gorî
xweseriya xwe afirandina nirxan,derxistina jiyanê,ramanê buyîna
bi xwe,hêz û bi îradeyê çê dikin. Ev raman , irade û hêzê îfade
dikin Artêþa Þehîdan û rastiya Þehadetê ye.Gel vana baþ
dizanin,hebûna wan, di demên herî kritik de kû xwe bi jiyanê
îfade kirine de hatiye ava kirin. Ji bo wê jî divê her tim ji
nirxan re nêzîkatiyek bi hûrmet nîþan bidin.Wan her tim bilind
dikin, bi girêdanbûyîneke mezin,bi jiyankirina rast û dayîna
jiyanê temsil dikin. Ger ev ne be Gel jî nabe. Di wateya rast de
mirov jî nabe.
© PKK 2005. http://www.pkk.org |