|
DYE Lİ SER BİNGEHÊ BERJEWENDİYÊN XWE
ROJHİLATA NAVÎN Bİ RÊKÛPÊK DİKE
Qonaxa nû a kapîtalîzma Emerîka gihiştiyê hewl dide
ku Rojhilata Navîn li ser bingehê
berjewendiyên xwe birêkûpêk bike. Bi
vê rêkûpêk kirinê re lewaz kirina
avahîsaziyên dispêrin statukoyê û
rejîmên dewlet netew ên ku dispêr in
statukoyê bi bêhêzkirina wêre mijûl
dibe. Ji bo Tirkiyê di hevkêşeya
Rojhilata Navîn a nû de li gorî
feraset û berjewendiyên xwe xwest
cih bidiyê. Çi heye ku Tirkiye ji
ber sedema zêhniyeta xwe ya înkarker
a di pirsgirêka Kurd de nêzîkê
rêkûpêk kirina di eksenê Tirkiye-İraqê
ya DYE’yê ku dixwest bike, nebû. Vê
ji bo berjewendiyên xwe xeter
dibîne. Li dewsa vê, têkiliya xwe bi
Suriye û Îranê re domand. Heta di
mijara Kurd û İraqê de polîtîkayên
hevbeş da meşandin. Ev jî hişt ku
Tirkiye û DYE werin hember hev. DYE
bi israr hewlda ku Tirkiyê ji Îran û
Suriyê dûr bixe û bivî awayî pergala
nû a ji bo Rojhilata Navîn pêşdibîne
pê bide pejirandin. Tirkiye, demekî
dirêj cih girtinekî bivî şêwazî ji
ber berovajiyê berjewendiyên xwe
didît, xwest feraseta xwe bisepîn e.
Ji lewra jî DYE çavdêriyekî wekî
Tirkiye ji dervey vê r êkûpêk kirinê digre, bide nîşandan û wî tengav bike
da meşandin. DYE, ji Tirkiyê re
peyama “ ger ew Rojhilata Navîn a ku
ez dixwazim avabikim tu bipejirînî
dikarim te tevlî vê rêkûpêk kirinê
bikim, lê berovajiyê vê tu nikarî di
vê de cîh bigrî, tu dê jiderveyî vê
bimînî, ji viya jî tu dê zerer ê
bibînî” da. Di encama vêde Tirkiye
kete nava fikara ku ji dervey van
hevseng an dimîne. Heger di van
demên dawî de Tirkiye fikarekî cidî
dijî û van fikarên wê bi şêweyekî bi
aloziyan tijî xwe dide ji derve jî,
yek jî ev sedem e. Ji ber ku Tirkiye
di Rojhilata Navîn de hewla bûyîna
hêzêkî hêrêmîde ye. Di seretayî de
xwest vê li rûxmê DYE’ê bike. Heta
vê bi şantaj an re xwest bi DYE’ê
bide qebûl kirin. Di rastiyê de
hêzekî Tirkiyê ya wiha nîn bû. Ev ji
bo tirkiyê xwe xapînekî pir mezin
bû. Bi rastî jî wisa hesiband ku
ango kete xeletiyekî mezin ku,
statuya ku li İraqê tê avakirin bi
nepejirandinê re wê DYE’ê tengav
bike û bi îtîfaqekî Tirkiye-Îran-Suriyê
re bi şêwazekî dixwaze dikare bide
pejirandin. Demek dirêj di vê xetê
de berxwedayîna Tirkiyê hişt ku her
bie di Rojhilata Navîn de ji dervey
bûyîna hêz bimîne. Di van demên dawî
de Tirkiye ev dît. Tirkiye têgihişt
ku heya vê xwe xapandinê nebûhure
nikare di rêkûpêk kirina Rojhilata
Navîn de cîh bigre, ew pirsgirêkên
ku tên jiyîn hîn zêdetir giran bibe,
ev jî ji bo paşeroja Tirkiyê
talûkeyên cidî avabike. Ji ber vê
ger a Îngîltere û DYE’ê kir.
Tevgera Azadiya Kurd bi salane
têkoşînekî birêve dibe û bi vê
têkoşîna xwe re Tirkiyê di quncikê
de tengav kir. Ji ber vê sedemê di
Tirkiyê de pirsgirêkên giran destpê
kirin. Bivêna re hewla DYE a dixwaze
Rojhilata Navîn li gorî
berjewendiyên kapîtalîzmê ji nûde
birêkûpêk bike li ser tirkiyê
bandoriyeke giring da çêkirin. Ev
bandor û bandoriyên ku tevgera
azadiya Kurd gava bû yek pirsgirêkên
tirkiyê hîn zêdetir giran bûn û dest
bi rewşekî xeter kir. Tirkiye ji
bona ku ji vê rewşa ku ketiyê
derbikeve û di ji nûve avakirina
rêkûpêk kirina Rojhilata Navîn de
cîh bigre perçiqadina tevgera
azadiya Kurd danî pêşiya xwe. Yan
pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane,
demokratîk çareserkirinê re di
rêkûpêka nû a Rojhilata Navîn de bi
şêwazekî bihêz wê cih girtiba yan jî
bi perçiqandina tevgera azadiya Kurd,
kurd an bi tefandinê re ji vê
pirsgirêkê xilasbûnê re dikarî di
Rojhilata Navîn de bibe hêzekî
herêmî. Tirkiye ne çareserkirina
pirsgirêkê, perçiqandina wê danî
pêşiya xwe. Bi perçiqandinê re hewla
ji vê pirsgirêkê xelas bûn û di
rêkûpêka herêmî de cih bigre da. Ji
ber têkoşîna meya azadiyê bi sekna
xwe dive jêdera hêza kurd an, di
tevahî parçeyan de rih dide kurd an,
kurd jî ji bo azadiyê têkoşîna xwe
di her parçeyekî de bilind dikir. Ev
jî Tirkiyê gelek nerehet kir. Ji ber
vê sedemêye ku ev sekna tevgera
azadiya Kurd dixwazin biperçiqîn in
û Kurd an bi tefandinê re radest
girtin, li ser vê bingehê jî ji
pirsgirêka Kurd an xelas bûn, her
wiha jî bûyîna hêzek herêmî daniye
pêşiya xwe. Tirkiye ji bo vê hedefa
xwe pêkbîne, di aliyekî de di hindir
de nijadperestiya şoven bê sînor
pêşxistinê re Kurd an tefandin, ji
derve de jî ev nijadperestiya şoven
bi girtina pişt xwe re hewl da raya
giştî a derve çêbike. Nîskokên bi
bandor ên dewleta Tirk bi raya giştî
ya hindir û ji derve de girtina pişt
xwe re ji bo tevgera azadiya Kurd
biperçiqîne AKP’ê bikartîn in. Ji
ber ku him têkiliya AKP’ê bi PDK û
YNK’ê re, noker ên li Bakur, bi
hêzên neteweperestên derdor re
têkiliyên xwe bihêz e, him jî
têkiliyên xwe bi dewletên Ereb an re
û Îranê re bihêz e. Piştgiriya YE û
DYE’ê jî heye. Dewleta Tirk dixwaze
ku ji vê rewşa AKP’ê sûd wergirtinê
re, dixwaze hedefên xwe pêkbîne.
Çawa ku Tirkiye AKP bikartîne, DYE
jî Tirkiye, di Tirkiyê de jî bi
AKP’ê dayîna bikaranîn re dixwaze
hedefên xwe pêkbînin. DYE ji bo
Tirkiyê bikarbîne û bikşîne xeta xwe
bi navbeynkariya AKP’ê re di Tirkiyê
de Îslama siyasî pêşxist. Ger AKP
hatibe ser îxtîdarê di pileyeke
girîng de bi piştgiriya DYE’ê çêbû.
DYE, ji bo polîtîkayên Tirkiyê bi
polîtîkayên xwe re li hevbîne,
Tirkiye di Rojhilata Navîn de li ser
bingehê armancên xwe yên stratejîk û
berjewendiyên xwe bide bikaranîn
îxtîdar bûna îslama siyasî gûncav
dît. Vê modelê bi Tirkiyê da
destpêkirin û xwest li gelemperiya
Rojhilata Navîn belav bike. Tirkiye
ya ku bi fikarên cûda li berxwe dida
ji bo nekevin nava polîtîkayên DYE’ê
ya herêmê, bi hilbijartinên 22’ê
Tîrmehê re bi AKP’ya ku di xeta
Îslam a nermdeye re Tirkiye, berbi
projeya ku DYE ji bo Rojhilata Navîn
pêşdibîne ve gav avêtiye. Weke
encama DYE Tirkiyê bikaranîn,
Tirkiye jî AKP’ê bikaranînê re hişt
ku nijadperestiya şoven bê sînor
derkeve holê. Ji ber heya PKK neyê
derbaskirin AKP ev rista ku ji wê re
hatiye dîtin bi qasî dihate xwestin
nedikarî bîne cih. Ger bala we
bikşîne van herdu mehên dawî de li
roxmî pêleke şovenîst derketiye holê
ne DYE û ne jî Ewrûpa ji vê
bilindbûna faşîst re dengê xwe
dernexistin e. Sekin û Tevgera
Azadiya ku PKK afirandiye, weke gel
û kesayet bi berjewendiyên DYE û
Tirkiyê re li hev nayê. Heta kelem
ji polîtîkayên wan re çêdikir. Ji
ber DYE dixwest ku Kurd ên noker û
Tirkiyê li hev bîne û herduyan jî li
ser bingehê berjewendiyên xwe
bikarbîne. Gava dixwaze bigihije
hedefên xwe ên Rojhilata Navîn
pêwîstî bi anîna li gel hev a van
herdu hêzan dibîne. Tirkiye jî
dixwaze di rêkûpêka Rojhilata Navîn
de cîh bigre, lê bi înkar kirina
Kurd an re dixwest bigihije vê
hedefa xwe. Tirkiye her çiqasî demek
dirêj li berxweda ji bo li gorî
daxwazên DYE’ê, bi Kurd ên noker re
hatina li gel hev red kiribe jî, di
qonaxa ku gihiştinê de li dijî vê
dît ku hêza xwe nemaye. Di encam de
tê dîtin ku bi polîtîkayên DYE’ê re
li hevhatiye.
Di van rojên dawî de KM (TC) bi hemû
hêza xwe ve hewl dide ji bo PKK û
pirsgirêka Kurd di her aliyekî de
xelas bike. Ziyaretên Babacan ên
Rojhilata Navîn, dîsa li Stenbolê de
ew “civîna bi welatên cîranên İraq ê
re”, hatina wezîrê karê dervey DYE’ê
û hevdîtinên Erdogan ên Londra û bi
Bush re û herî dawî jî ew hevdîtinên
ku li Ewrûpa yê pêkaniye li ser vî
bingehî hatiye meşandin. Ji daxuyanî
û pratîkên ku derketine holê weke tê
dîtin di mijara li ser PKK’ê hatinê
de di asteyeke girîng de piştgirî
girtiye. Ev piştgirî di kîjan
asteyêdene, armanca wan ji êriş an
çi ye?
Daîreya Şerê Taybet
Daîreyek Ji Aliyê DYE’ê Ve Hatiye
Saz Kirin e
Em dibin şahid ku di Tirkiyê de
daîreya şerê taybet ji bo PKK’ê
xelas bike û pirsgirêka Kurd divî
şêwazî de çareser bike ketiye nava
hewldanekî mezin. Pêşxistina
nijadperestiya şoven di Tirkiyê de
di her aliyekî de ji aliyê vê daîrê
ve tê birêxistin kirin û pêşxistin.
Daîreya şerê taybet daîreyek ji
aliyê DYE’ê ve hatiye çêkirin. Ev
daîre di Tirkiyê de ji bo
perçiqandina tevgerên şoreşger-demokrat-sosyalîst
hatibû avakirin. Di derbasbûyî de
hîn zêdetir li hember tevgerên
sosyalîzmê û ên çep hate birêxistin
kirin û ev çalekî pêkhat. Pêkanîna
hemû rêbazan jixwe re maf dît. Ev
daîre îro jî ji bo Tevgera Azadiya
Kurd ji holê rake, bi hemû hêza xwe
dixebite. Ji hemû rêbazên pêkanînê
xwe paş nakşîne. Di rêxistin kirin û
pêşxistina nijadperestiya şoven di
Tirkiyê de, li pişt pêkanînên li
dijî Kurd an ên lînç, heqaret,
talan, zext, êşkence, tefandin û
komkujiyê de her tim daîreya şerê
taybet heye. Ev daîre hem di hindir
de, hem jî ji devre de şêwe dide
siyaseta Tirkiyê.
Di hindir de hîn bêhtir li dijî Kurd
an kîn, nifret, dijminatî pêşxistinê
re gelê Kurd tefandin, dema PKK bi
vî şêwazî dixwazin tune bikin, ji
devre de jî hewl didin ku sparteka
(dayanak) navneteweyî ya tunekirinê
çêbikin. Wezîrê karê derve ji bo vê
çêbike pir ziyaret û hevdîtin
pêktîne. Bazariyekî mezin dike. Ji
bo perçiqandina Tevgera Azadiya Kurd
tawîz ser tawîz dide. Dîsa ew
polîtîkayên ku heya îro têde li
berxwe didan destjê berdidin. Di
polîtîkayên Rojhilata Navîn ên DYE’ê
de diraze. Tirkiye di vê pêvajoyê de
bazarî tenê bi DYE û Ewrûpa re nekir,
bi hêzên cihêreng ên Rojhilata Navîn
re jî hevdîtin û bazarî kirin. Pir
ecêbe ku herî dawî Qralê Sûûdî
Erebîstan jî ezimandin û madalya
danê. Alîkariya Sûûdî Erebîstan jî
girtin û di Rojhilata Navîn de hem
perçiqandina Tevgera Azadiya Kurd,
hem jî ji boy ji dervey rêkûpêka
Rojhilata Navîn nemînin dixebite ku
ristekê diyar bigre.
Li piştî hevdîtinan de di daxuyanî û
pêkanînên ku çêbûne de derdikeve
holê ku di encama pêkanîna şantaj,
gef û bazariyan de Tirkiye gihiştiye
hinek armancên xwe. Ji ber herî dawî
Serokê DYE’ê, da xuyakirin ku PKK,
dijminê DYE û İraqê ye jî. Û dîsa
daxuyakirin ku wê hemû cure
îstîxbarat bide Tirkiye. Di navbera
Serokênfermandariyê herdû dewlet an
jî ji bo vê, dê mekanîzmayek were
çêkirin. Da diyarkirin dê
fermandariya herî bilinde ya DYE a
li İraqê dê divê mekanîzmayê de cîh
bigre. Em dibînin ku di pratîk de
hinek pêkanînên tên pêşxistin. Di
hevdîtina Erdogan-Bush de em dibînîn
ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd
hinek biryarên neyînî hatine girtin.
Derdidikeve holê ku di wan
hevdîtinan de hem DYE hinek daxwazên
xwe bi Tirkiyê daye pejirandin hem
jî Tirkiye hinek daxwazên xwe bi
DYE’ê daye pejirandin. Li gorî
encamên ku derketine Tirkiye, wê
bêaramîtî di İraq û Başûrê
Kurdistanê de çêneke, PDK û YNK’ê
hedef neke, wê tenê li ser PKK’ê de
biçe. Li beramberê vê jî DYE, wê
İraq, PDK û YNK’ê bi şêweyên ciyewaz
van hêzan bikarbîne ji bo destek
bidin Tirkiyê, di mijara tinekirina
PKK’ê de. Pir zelal tê dîtin ku di
vê mijarê de li hevhatin e. Ji xwe
wê Tirkiye PDK û YNK’ê hedef
nekiriba. Bi temamî serî li şantaj
an dixist. Ger daxwazên wan ji aliyê
DYE’ê ve neyê pejirandin wê
pirsgirêk derxistiba û bêaramiyê
biafirîne dan diyarkirin û bivî
awayî xwestin bidin pejirandin.
Xwasteka Tirkiyê ew bû ku DYE, PDK û YNK li dijî
PKK’ê êrişên ku werin kirin de weke
ekserî, yekser tevlîbûna wan bû.
Tirkiye dizanî ku ev hêz weke eskerî
bi Tirkiyê re ger nekeve tevgerê, bi
tena xwe ew operasyonên ku bike
encam nagre. Ji bona ku PKK ji holê
rake teqeze ew jî diviya ku têde
cihê xwe girtiba. Jixwe ku DYE, YNK,
PDK di operasyonên eskerî de cîh
girtinê, niha ji bo berjewendiyên
xwe gûncav nabîne, lê di
perçiqandina PKK’ê de dane
diyarkirin ku em dikarin hemû cûre
alîkarî bidin. Ancax li piştî
hevdîtina Erdogan-Bush em dibînin ku
di demê pêşde hevbeş bûnekî ji bo
êrişên wiha destpê bûye. Daxuyaniya
ku YE jî ya Tirk an mafdar dibîne,
îstîxbarat dana DYE, nêzîkatiyên YNK-PDK
û İraq dide nişandan ku plansaziyekî
wiha çêkiriye. YNK-PDK li piştî van
hevdîtinan zextên xwe yên li ser
Mexmûr zêde kir, bîroyên PÇDK’ê girt,
bi hûkumeta İraqê re daxuyakirin ku
derfetên tevgerkirina Tevgera
Azadiya Kurd di Başûr de ji holê
rakirine. Tımara nexweş an asteng
kirin. Tevgera Azadiya Kurd di qad a
parastina Medya de biç bê tevger
hiştinê re, bi operasyonên giran ên
Tirkiyê re vîna kadroyên wî
şikînandin, bivî awî hilweşandin bi
dana çêkirinê re plansaziyekî radest
girtinê pêkanîne, eşkere bûye.
Tirkiye di qad ên parastina Medya de
êrişên hewayî, pêkanîna operasyonên
cihên gerîla lê disekinin, ji bo
Rêveberiya Tevgerê pêşxistina
operasyonên taybet xistine bin
biryar ê. Gava ev tên kirin hêzên
Başûrî ji bona ku Tevgera Azadiya
Kurd ji dervey qad ên parastina
Medya yê qad ên din bikarneînin û
destek neyê girtin tedbîr girtine û
biryarên ku gav bi gav tên pêkanîn
in.
Armanca Tirkiyê Tevgera Azadiya Kurd
bi temamı tune kirin e. Jixwe ev
armancên xwe bi awayek eşkere îlan
kirine. DYE bi daxûyaniyên didin re
bi deha caran dane diyarkirin ku
tunekirina Tevgera Azadiya Kurd
xistine hedefa xwe. Her çiqasî PDK û
YNK vê eşkere nebêjin jî,
daxuyaniyên wekî “PKK, zererê dide
gelê Kurd û federasyona Başûrê
Kurdistanê” her wiha wê di
tunekirina PKK’ê de cîh bigrin û ji
bo vê pêkbînin jî rist a ku dikeve
ser milê xwe wê bînin cîh, derketiye
holê. Pir eşkereye ku dixwazin
qonaxa sêyemîn a komployê pêkbînin.
Ew hêzên ku di vê qonaxê de cîh
digrin dîsa hêzên ku berê di
komploya navneteweyî de cîh girtine
ne. Hêzên ku di qonaxa yekemîn de di
her aliyekî de cîh negirtibin jî,
beşekî gîring dinava qonaxa nû ya
komployê de cîh digrin. Bi vê qonaxê
re Kurdê Azad û Tevgera Azadiya Kurd
ji holê rakirin, di pirsgirêka Kurd
de ji dervey Kurd ên noker ti hêz
nehiştin, xistine armanca xwe.
Di rastiyê de neketina Tirk an a
Başûr û PDK-YNK’ê hedef nedigirtin
ne îro, berê nihajî ji aliyê me ve
dihate zanîn. Heya ku dewleta Tirk
êriş li ser PKK û van hêzan bike em
berdin perçiqandina PKK’ê, wê hîn
zêdetir yekitiyek rih û berxwedanê
di Kurd an de derbixîne holê û bi
encamekî ku Kurdistan ji Tirkiyê qût
bibe re rû be rû bimîne. Rewşekî
wiha ne tenê di Bakur, di tevahî
parçeyan de rabûna Kurd an li ser
lingan û di tevahî Kurdistanê de
rastiyekî Kurdistanên azad ên
dagirkeriya înkarker ji holê rabike
derkeve ser dika dîrokê. Ji ber vê
sedemê Tirkiye di wateyek rast de
ticarî neçûye plansaziyekî hem PKK
hem jî PDK û YNK’ê hedef digre.
Ancax Tirkiye bi şantaj û gef
xwarinê wekî wê têkeve Başûr, wê di
Başûr de bê aramiyek avabike hewayek
wisa heya hevdîtina dawî ya DYE-Tirkiyê
jî da domandin, polîtîkayekî wiha
şopand. Ji ber dizanî ku DYE di
İraqê de tengav bûye. Ketinekî
Tirkiyê ji bo Başûr û hedefkirina
PDK-YNK’ê wê DYE’ê tengav bikiriba.
Jixwe Îlker Başbug viya di
axaftinekî xwe de bilê kiribû, “dibe
ku di İraqê de em encam negrin, lê
em dikarin pirsgirêkên pir giran ji
DYE’ê re çêbikin”. Ji bo pêwîstiya
vê polîtîkayê hertimî ketina Başûr
bilê kirin. ev şantaj û gefek bû.
Vê polîtîkayê ji bo PDK-YNK, İraq û
DYE’ê bikşînin ser xala ku dixwazin
dikirin. Ketin nava sepandinekî “
madem hûn bêaramiyê naxwazin,
naxwazin berjewendiyên we têkevin
talûkê, wê demê divê hûn plansaziya
min a tune kirina PKK bi pejirînin û
di vê plansaziyê de divê hûn cîh
bigrin” wiha de. Gotin “ ger hûn
fiili jî cîh negrin, divê hûn hemû
cûre destek ji minre bidin”. Armanca
wê ya bingehîn jî DYE’ê bi îqna
kirinê re PDK-YNK’ê jî di tevgera
tunekirina PKK’ê de dikarî îqna bike.
Ji ber vê çendê hemû şantaj û gef an
dikir. Ji bo bigihije armanca xwe di
hindir de şovenîzm bi pêşxistinê re,
ji ber ev li ser PKK’ê de neçûye
hatiye destnîşan kirin ku hatiye
asteyekî dijbertiya DYE’ê û bivî
awayî di Tirkiyê de xwest ku
dijmintiyekî giran di Tirkiyê de li
dijî DYE’ê derketiye holê bide
pejirandin. Di aliyekî de ev
dijmintiya sixte ya DYE’ê, di aliyê
din de ji bo ketina Başûr bi şantaj
û gef an re li hember DYE’ê hêza
xweya bazirganiyê zêdekirinê re
dixwest ku encama dixwaze bigre. Ger
bala we bikşîne li piştî hevdîtinên
xwe yên DYE’ê destpê gûhertina van
polîtîkayên xwe kirin. hêzên ku
nijadperestiya şoven pêşde dibirin,
teşwîq dikirin hema destpê nerm
kirina van kirin. Ji ber
nijadperestiya şoven ew qas
pêşxistin ku her çû meylên wê ji bin
çavdêriya wan derkevin hate dîtin.
Heta li ser wan de çûn.Dijberiya
DYE’ê wekî bûmerangê tirsiyan li xwe
bixwe were xistin destpê uslûbê
dostaniyê ji DYE’ê re kirin. Dest ji
gefên şerê li hember Başûrê
Kurdistanê û operasyonan berdan,
dest bi daxuyaniyên xwasteka ku bi
Başûriyan re ketina nava hemû cure
têkiliyan kirin. Ji ber ku bi ew
polîtîkayên ku di şopandin re di
hevdîtinên wan ên bi DYE’ê re tam li
gorî ku dixwestin nebe jî lê bi
qismî hinek encam girtibûn. Êdî
pêşxistina ew şantaj û gef an bê
wate bû. Heta talûke bû. Ji ber wê
çendê guhertina ûslup ferz bû. Ger
di Denîz Baykal de vegûhertinekî û
çêbibe ji ber vê sedemê ye. Ew
polîtîkaya ku beriya hevdîtinê
bizanebûn bû. Ji bo hevdîtinê tesîr
bikin gotin pir tûj kiribûn. Ew
nermbûna li pişt hevdîtinê jî ji bo
ew gotinên ku girtine hîn bi
bandortir bikeve pratîkê xistibûn
rojev ê.
Divê Di Tunekirina
Tevgera Azadiya Kurd De PDK Û YNK
Cîh Negrin
Ticaran polîtîkayekî Tirk an a ji bo
ketina Başûr û wekî hedef girtina
PDK-YNK’ê nebûye. Armanca wê di her
aliyekî de perçiqandina PKK’ê bû. Ji
lewra jî hewayekî wekî rewşek
tevahiya Başûrê Kurdistan hedef
digre heye dana nîşandan, behsa
operasyona Başûr kirin xelet e û
rastiya esas ji çavan revandin e.
Gava Tirkiye dibêje tevgera dervey
sînor tevgera tune kirina di
Kurdistanê de derbasê qad ên
Parastina Medya yê kirin li gorî
pêwîstiya qonaxa sêyemîn a qomploya
navneteweyî behsa tunekirina Tevgera
azadiya Kurd, PKK ji holê rakirin û
tunekirina Kurdê azad dike. Wisa
operasyonekî li hemberî PDK-YNK’ê ne
mijara gotinê ye. Berovajiyê vê,
encama ku di hevdîtinên Tirkiye-DYE’ê
de derketiye holê; Tirkiye, Başûr û
İraq nêzîkê hev kirine. Jixwe DYE ev
demek dirêje dixwest vêna bide
çêkirin. Wisa dihizire ku heya vêna
pêkneîne nikare bigihije hedefa xwe
ya Rojhilata Navîn. Armanca herî
girîng a di komploya navneteweyî de;
Rêber APO, PKK û Kurdê azad bi bê
bandor kirinê re PDK û YNK’ê di
gelemperiya Kurdistanê de
desthilatdar kirin, li hevanîna
Kurdê noker û Tirkiyê bi dayîna
çêkirin re van herduyan ji bo
armancên xwe yên stratejîk dayîna bi
karanîn bû. Di qonaxa yekemîn a
komployê de Rêber APO dîl hate
girtin û xebitîn ku ji bo di nava
pergala Îmraliyê de bê bandor bikin.
Li pişt vê re li ser rêveberiya
tevgerê hate sekinandin. Xwestin
rêveberiyê bitirsînin û her wiha
tevahî tevgerê radest bigrin.
Xayînên wekî Ferhat-Botan tevlî vê
plansaziyê bûn. Bi navbeynkariya van
re xwestin tevgerê bixin destê xwe.
Bi van re xwestin tevgerê parçe
bikin, bixin dest û bi komployê re
xwestin bikin yek. Ev êlekî
xiyanetkar û înkarker a komploya
navneteweyî derxistî holê bûn. Li
roxmê pir texrîbatên girîng çêkirin
jî, tevger karî li pêşiya vê bigre,
xwe ji nû de bi komkirinê re kete
nava têkoşînekî. Ji ber vê sedemê
hêzên navneteweyî qonaxa sêyemîn a
komployê xistin rojev ê.
Tirkiye ji ber armanca komploya
navneteweyî ya li ser PKK’ê dizanî,
ji viya sûd wergirt, wekî berê niha
jî dibû, bi alîkariya PDK û YNK’ê
girtinê re, ger vêna ser bixe li
pişt vêna binavê Kurd an çi hebe bê
bandor kirina van tev hedef dike.
Tirkiye vê tişta he pir baş dizane;
ger Tevgera Azadiya Kurd ji holê
raneke, binavê Kurd an hema tiştekî
nikare ji holê rake û nikare bê
bandor bike. Ji ber Tevgera Azadiya
Kurd bi sekna xwe ve hertimî Kurdê
azad, civaka azad bihêz dike. Rihê
netewa demokratîk û berxwedana wî
bihêz dike. Li ser bingehekî
demokratîk çareseriya Kurd pêşdixîne
û di sepîne. Hêz û dînamîka bingehîn
a gelê Kurd PKK’ye. Ji ber vê sedemê
PKK hedef digre. Ger PKK ji holê
rake pir hêsan hemû hêzên din û yên
noker ji bin dihizirin ku dikarin
bêbandor bikin. Berê dihizirîn ku
PDK-YNK bigirtina li gel xwe re wê
PKK bi perçiqîne, li piştî PKK hate
perçiqandin jî wê bi hêsanî bikarin
PDK-YNK’ê bê bandor bikin, bigrin
bin çavdêriya xwe û li gorî ku
dixwazin dikarin bidin bikaranîn.
Tirkiye dîsa heman polîtîkayê di
şopîne. Her çiqas dem dem bêjin “me
vê polîtîkayê bidayîna pêkanîn re
şaş kir, me bi destê xwe di Başûr de
dewletek da çêkirin” jî, lê di
rastiyê de heman polîtîkayê di
serdema nû de jî didin meşandin. Hîn
jî hêviya bi navbeynkariya DYE’ê re
wê alîkariya PDK-YNK’ê bigre û bivî
awayî PKK’ê ji holê rake, hildigre.
Ji ber vê çendê jî dibêjin “ger hûn
destek bidin me wê demê emê we
nasbikin, dewleta we ya federe
nasbikin”. Heger îro PDK-YNK li dijî
Tevgera Azadiya Kurd ketibe nav
pozîsyonekî neyînî, diyare ku ji ber
DYE hinek bawerî daye wan, ketine vê
rêyê
. Herhal bi gotinên wekî “ ez we ji
Tirkiyê diparêzim, min we bi Tirkiyê
da pejirandin, Tirkiye wê we
bipejirîne, wê bi were bikeve nav
têkiliyan, ji bo ji aliyê Tirkiyê ve
êdî ti talûke çênabe, hûn dê bi
Tirkiyê re rehet têkildar bibin. Ji
ber vê sedemê hûn dê di ji holê
rakirina PKK’ê de cîh bigrin” ango
xistiye nava helwestekî wiha.
Tirkiye di vir de lîstoke kî pir vekirî dilîze. Di
“ Osmaniyan de lîstok pir in” ev
gotinekî pir navdar e, ev rast e.
Tirkiye di berê de jî lîstok dilîst.
Bi gotina “ hedef a min Başûr,
Barzanî, Celal, gelê Kurd nîne,
PKK’ye”, hem van hêzên siyası, hem
jî gelê Kurd xapandin, ew Tevgera
Azadiya Kurd a daniye li pêşiya wê
dixebite ku ji holê rake. Ger hêza
dînamîk a bihgehîn ya gelê Kurd
bikare ji holê rake, wisa dihesibîne
ku hedefên xwe ên li hember Kurd an
wê bi hêsanî bikare pêkbîne. Di nava
vê de li ser Başûrê Kurdistanê,
çûyîn jî heye. Ji ber vê yekê divê
gelê Kurd vê rastiyê pir baş bibîne,
neyên xapandinên Tirkiyê. Bi Taybet
jî divê gelê meye Başûr jî, bawerî
nedin van. Hêzên siyasî ên Başûr jî
divê bawer nekin. Ez wan pir eşkere
hişyar dikim. Tirkiye lîstok dilîze,
bi navbeynkariya we dixwazin PKK’ê
xelas bikin, li pişt re jî wê êriş
bikin ser we. Hesabên xelet nekin,
di nava plansaziyên ku bi komkujiyên
Kurd an re encam bibe de cîh negrin.
Ger hûn Kurd bin, welatparêz bin,
rêya vê di tunekirina PKK’ ê re
derbas nabe, berovajiyê vê, di
çareserkirina pirsgirêka Kurd a li
Bakur re derbas dibe. Ji ber vê
sedemê divê hûn di Tirkiyê de ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd
bixebitin, a herî rast jî ev e. Ger
di Tirkiyê de pirsgirêka Kurd
çareser bibe hûn dikarin li ser
lingan bimînin. Dikarin
berjewendiyên xwe jî biparêzin.
Berovajiyê vê divê hûn baş bizanibin
ku di tunekirina PKK’ê cîh girtinê
de hûn nikarin îxtîdara xwe jî
biparêzin. Ger PKK were tunekirin wê
berjewendiyê herkesê têkeve
talûkeyê. Ger hûn dibêjin
berjwendiyên me di talûkêde ye, em
ji viya re tiştek nabêjin. Ji ber ku
di çi parçeyekî Kurdistanê de ew
mewziyên hatine bidestxistin hîn jî
di wateyek rast de ewlehiya xwe
nîne. Ancax rêya berjwendiyên xwe ji
talûkê derxistin di tunekirina PKK’ê
re derbas nabe. Ev xwe xapandinek
mezin e. Ger hûn tiştekî wisa
bihizirin bikin, ji bo berjewendiya
gelê Kurd ger were xwestin PKK heya
mirinê jî berxwedanekî bide
nîşandan. Wê demê wê berjewendiyên
we jî têkeve talûkeyê. Ger pirsgirêk
derbixînin, divê berjwendiyê herkesê
li berçavan were girtin, ger
talûkebe herkes talûkeyan dijî. Bila
kes ji bo berjewendiyê xwe hinek din
ji xwere neke qurban. Û viya jî ne
sepîne PKK’ê. PKK, ji hewldanên
çareseriyê re piştgiriyekî mezin
dide, lê divê herkes bizanibe ku PKK
miha tê qurban kirin nîne. Bi taybet
yên dixwazin PKK bikin miha qurban
kirî, stûyê PKK’ê wekî miha qurban
kirî kes nikare dirêj bike, bi
taybet divê PDK-YNK vêna baş bizane.
Tirkiye heya îro hem di Bakur hem jî di Başûr de pir
operasyon kir, hîn jî operasyon di
domin. Bixwe li xwe mikur tên ku
heya îro jî bi van operasyonan re ti
encam negirtine. Helbet dema van
operasyonan dimeşînin armancekî xwe
yê diyarîker jî heye. Dibe ku bi
qasî dixwestin encam negirtibin, lê
bi van operasyonan hinek encam
girtine. Yan di operasyonan de ev
qas bi israr nedibûn. Helbet bi qasî
berxwedan û têkoşîn heya bi biryar û
bi şêweyek rast were meşandin hinek
wendahî werin jiyîn jî, lê encamekî
dixwazin nikarin bigrin. Di encam de
tê dîtin ku bi van operasyonan
tiştek nayê bidestxistin.
Tirkiye, bi PDK û YNK’ê re li dijî PKK’ê pir caran
hem eskerî, hem siyasî, hem jî
dîplomatîk operasyon dan meşandin.
Bi taybet PKK wek terorîst
îlankirinê de PDK û YNK hate
şixulandin. Ger di asteya
navneteweyî de mora terorîstiyê li
PKK’ê hatibe xistin û PKK di asteya
navteweyî de hatibe tecrît kirin, di
vir de rista PDK û YNK’ê mezin e.
Tirkiye YNK û PDK’ê bi dayîna
bikaranîn re divî alî de gihişt
armanca xwe. Tirkiye, bi PDK û YNK’ê
re pir caran li dijî PKK’ê operasyon
çêkirin û di van operasyonan de pir
şehadet hatin jiyîn. Bi van
operasyonan re di asteyek girîng de
li pêşiya pêşketinên PKK’ê di
Kudistanê de hate girtin. Ger YNK û
PDK bi Tirkiyer re neketiba nava
van operasyon an, wê îro asteya
Tevgera Azadiya Kurd di asteyek hîn
cudatir de ba. Me dê îro van
pirsgirêkan jiyan nekiriba, wê bi
pirsgirêkên hîn cudatir re mijûl
baba. Bi taybet 1992’an de pêşketina
Tevgera Azadiya Kurd hem siyasî, hem
eskerî di asteyekî pir li pêşde bû.
PKK bi ew têkoşîna dikir re hemû
parçeyên Kurdistanê xistibû bin
bandora xwe. Rihekî mezin ê neteweyî
afirandi bû. Pêşketinek pir mezin
dihate jiyîn. Di hemû sazî û
dezgehên dagirker de panîk û tirsek
mezin derxisti bû holê. PKK, dinava
xebatekî mezin ê bizanebûn kirinê de
bû. Di Kurd an de zanebûn, hevgirtin,
ketina nava têkoşînê gihiştibû
asteyek li pêş. Ev hiştibû
mîtîngeriya desthilatdar di
Kurdistanê de bi her aliyekî ve
lewaz bimîne. Tam jî di vî xalî de
PDK û YNK bi Tirkiyê re li pêşiya vê
pêşketinê girtin. Ew êrişa di sala
1992’an de bi rastî jî di dîroka
Tevgera Azadiya Kurd de xala
werçerxêye. Ew pêla berxwedanê a
mezin di Kurdistanê de, ronahî bûn û
pêşiya pêşketinan bi vê êrişê re
hate girtin. Heger ev nehatiba kirin
bi rastî jî pêngava azadbûyînê wê
hîn zêdetir mezin bûba. Bel ku jî
pirsgirêka Kurd di Bakur de wê
hatiba çareser kirin. Heta wê heya
dawî li pêşiya azad bûna parçeyên
din hatiba vekirin. Lê PDK û YNK
pêşketinên ji dervey xwe xwestin
sebote bikin. Di Kurdistanê de ji
dervey xwe nedixwestin ti hêzên din
bimînin. Hertimî xwestin xwe bê
alternatîf bê hêlin. Xwestin di
tevahiya Kurdistanê de desthilatdar
bin.
PDK û YNK bi pratîk ên xwe dan nîşandan ku
li dijî afirandina Kurdê azad in.
Pêşketina PKK’ê û Kurdê azad ji
xwere talûke dîtin. Îro jî, sekna
Tevgera Azadiya Kurd Tirkiye neçarê
çareseriyê dike. Tam jî di vê qonaxê
de di gotin, helwest û pratîkên xwe
de ji nû de ji daxwazên Tirkiyê re
stûyê xwe tewandin, Tirkiye ji vê
rewşê derxistin, bihêzkirin û PKK bi
perçiqandinê re xwest Tirk an ji
pirsgirêka Kurd xelas bibin. Ger
welatparêzên rastin divê dest ji vê
helwesta xwe berdin. Berê ketin nava
xeletiyên wisa, di be ku bi sedemên
cuda viya rave bikin, lê di qonaxa
ku em hatinê de bahaneyekî ku pê
rave bike nemaye. Wezîfeyekî xwe yê
wekî xwastekên Tirkiye bi cîh bîne
nîne. Mecbûriyetekî xwastek û
sepandinên DYE’ê bîne cih jî nîne.
Erk ên wan; gûh dayîna xwastekên
gelê xwe, gûh dayîna dengê wijdanên
xwe û berjewendiyên gelê xwe
şopandin e. Em nabêjin bila
alîkariyê bidin me. Ger alîkarî
bidin erkên xwe yên welatparêziyê wê
bicîh bînin, lê heke vêna ji bo
berjewendiyên xwe rast nabînin dibe,
lê di vê di tunekirina PKK’ê de jî
cîh negrin. Bi xiyanetek wiha di vê
derbasî dîrokê nebin.
Helbet di vê gelê me û rayagiştiya
Kurd a demokratîk wê vê helwesta PDK
û YNK ketiyê bibîne, li dijî van
polîtîkayan nerazîbûna xwe deyne
holê û di vê dengê xwe bilind bikin.
PDK-YNK divê dest ji vê helwesta xwe
berde, ger alîkarî nede PKK’ê,
nikare alîkarî bide çareserkirina
pirsgirêka Kurd di Bakur de jî di vê
dijminahî ji PKK’ê re neke, bi
Tirkiye û DYE’ê re bi awayek eşkere
bide diyar kirin ku di tunekirina
PKK’ê de cîh nagre. Heke dest ji vê
helwesta xwe bernedin bila baş
bizanibin ku wê gelê Kurd li hember
xwe bibînin, di vê pir zelal, pir bi
biryar û eşkere vêna deynin holê
ango bidin nîşandan. Heger PDK-YNK
di tunekirina PKK’ê de cîh negrin
hêza ti hêz an besî tunekirina PKK’ê
nake. Tunebûna wê li aliyekî,
berovajiyê vê wê di Bakur de di
çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav
were avêtin. Di vê hesabê Tirkiyê ya
dema DYE, PDK-YNK dikşîne plansaziya
tune kirinê di vê baş were dîtin.
Tirkiye pir tengav bûye. Heger
alîkarî nebîne wê neçarê çareseriyê
bibe. Rêyekî wê yê din nemaye. Heger
Tirkiye ev qas har tevdigere ji ber
pir tengav bûye wisaye.. Bi taybet
di vê ev ji aliyê PDK û YNK’ê ve baş
were dîtin. Bi temamî armanca van
operasyonên Tirkiyê li ser bingehê
şkînandina vîna PKK’ê vîna gel
şkînandin û radest girtine. Jixwe
general û siyasetmedar ên Tirk viya
eşkere dibêjin. Hêviyên wan ji holê
rakirin, vîna wan şkînandin û bi vî
şêwazî hilweşandinê danyîna çêkirin,
her wiha radest bûna wan were
çêkirin.
Ev Tevger Wê Heya
Dawiyê Li Berxwe Bide
Bush; gava dibêje “ PKK dijminê DYE,
İraq, Tirkiyê ye, wê hemû cure
destek jêre were dayîn”, di Tirkiye
de li ser Rêber APO êrişa îmhakirinê
pêkanîn, bi xebatên siyasî û
dîplomasiyê re PKK tenê hiştin, bi
zext û operasyonan re şkînandina
vînê dayîna çêkirin û bi vî awayî
dixwaze tune bike. Armanca wan ji
operasyonan ev e. Ji ber vê yeke li
hember vê plansaziya tunekirinê di
vê hemû şervanên Tevgera Azadiya
Kurd, kadro û gelê me bi biryar li
hember bisekinin. Heya bi rihê PKK’ê
li berxwe were dayîn dibe ku hinek
berdêl werin dayîn û zehmetî werin
jiyîn, lê mîsogere ku wê ev
plansaziya tunekirinê were vale
derxistin. Di demên derbasbûyî de
jî pir car an xwestin vîna tevgerê
bişkînin û tune bikin, xwestin
radest bigrin, lê tevger bi
berxwedana xwere vana tev vale
derxist û pêşketin, serkeftina xwe
da domandin. Heman rastî îro jî di
rojevê de ye. Ji ber wê çendê di vê
hemû gelê me, kadro û şervanên me vê
rastiyê bibînin li hember şerê
şkînandina vîn ê, vîn û berxwedanê
bihêztir bikin.
Helwesta me li dijî van operasyonan
zelal e. Emê weke tevger li berxwe
bidin. Qet û qet ew radestbûna ew
di sepînin me , em napejirînin. Ev
tevger tevgerek ji bo azadiyê ketiye
rê û biryar di azadiyê de daye. Heya
niha pir car an radestbûn hate
sepandin, ji bona vê pir şantaj û
gef hatin pêşxistin. Ev tevger
ticaran stûyê xwe ji van şantaj û
gef an re ne tewand. Ev tevger
hertimî çareseriya pirsgirêkê bi
rêyekî demokratîk û aştiyane esas
girt. Ji ked û hewldanên vî awî re
qîmetek mezin da nîşandan. Tişta îro
jî dixwaze hewldanên wiha
pêşxistine. Ger hewldanên bi vî awî
were pêşxistin wê dîsa destek ji vê
re bide û wê qîmetê jî bide. Di serî
de civaka Tirkiyê berjewendiya
herkesê di virde ye. Lê tê dîtin ku
çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên
demokratîk û aştiyane naxwazin
çareser bikin. Dixwazin Tevgera
Azadiya Kurd bi tundî û lîstok an
tune bikin. Bi taybetî li piştî
Rêbertî xistin nava pergala Îmralî
de xwestin piştre jî rêveberiya
PKK’ê bê bandor bikin û tune bikin.
Di tevgerê de belav bûn çêkirin, bê
bandor û bi paş del hiştinê re vîna
wê şkînandin û hewldan ku wêna
radest bigrin. Kurdê Azad ji holê
rakirin û li dewsa wî xwestin Kurdê
noker desthilatdar bikin. Ji ber vê
sedemê Kurdê Azad ê Rêber APO
afirandiye ticarî wê koletî û
radestbûyînê nepejirîne. An wê azad
bibe yan jî wê di têkoşîna azadiyê
bi rûmet bimre. Ev jî bi qandî azad
bûnê bi nirx e û wê di paşerojê de
bi bingehê bidestxistina azadiyê û
heyvêna wê. Ev tevger dema hîn nû
derketibû birayara vê dabû; yan emê
azad bibin yan jî em ti demî
jiyanekî cihêtir napejirînin. Heya
vê rojê jî hertimî li ser vî rêgezî
tevgeriya ye. Wê li piştî niha jî
ticarî tawîzê ji vê rêgeza xwe nede.
Di vê bi taybetî ew hêzên ku hewl
didin vîna tevgerê bişkînin û
hilweşînin vêna baş bizanibin. Ev
tevger wê ticar teslîm neyê girtin.
Azadî teslîm nayê girtin. Divê viya
baş bizanibin.
Çiqasî operasyonan pêşbixînin jî,
çiqasî bixwazin vîna me bişkînin û
radest bigrin jî, di vê bizanibin ku
wê li hemberê vê ew qas jî
berxwedana me pêşbikeve. Hemû hêz di
vê vê tişta he pir vekirî û zelal
têbigihijin ku ger dihizirin ku ji
bo berjewendiyên xwe me bi qurban
kirinê re ewlehiya xwe bidin çêkirin
xwe dixapînin. Berjewendiyên vî
tevgerî û gelî jî heye. Ger
berjewendî mijara gotinêbin û heke
dinya dinya ya berjewendiyan be, wê
demê ev tevger jî ev gel jî wê
bizanibe berjewendiyên xwe biparêzin.
Kurdê azad ê Rêber APO afirandiye
neçar nîne û ticarî jî neçariyê ji
bo xwe nepejirandiye.
Heya îro bi qandî me berjewendiyên
xwe parast me ew qas jî
berjewendiyên hinek din jî
parastiye. Me helwda ku zerer ê
nedin hinek din. Lê ger me ji
nedîtîve werin û tune bûnê bi
sepînin, derfetên jiyankirina vê
tevgerê ji holê bixwazin rakin, di
vê baş bizanibin ku yên ku dixwazin
me ji holê rakin wê ew bixwe jî ji
holê rabin. Wateya ji holê rakirina
me, tê wateya bi şêweyek ji holê
rabûna wan jî. Berjewendiyên gelê me
yê hêviya xwe bi meve girêdayî ji
nedîtinî ve hatin, tê wateya
berjewendiyên xwe xistina talûkê ye.
Wê gavê em jî dikarin berjewendiyên
hinek din jî têxin talûkê. Bi taybet
DYE, YNK-PDK di vê vêna fam bikin.
Çawa ku Tirkiye serî li şantaj an
dixe û dibêje “ ezê sînor derbas
bikim, bêaramiyê çêbikim,
berjewendiyên we bavêm talûkê, heke
hûn vêna naxwazin di vê hûn wê demê
di tunekirina PKK’ê de cîh bigrin” û
ev hêz jî gûh didin vana, ev tiştên
wiha encam digre, wê demê em jî
bixwazin em dikarin bêaramiyê
çêbikin, dikarin berjewendiyên we
têxin talûkê. Çawa ku stûyê xwe ji
şantaj û gef ên Tirkiyê re di
tewînin, hewl didin berjewendiyên
xwe biparêzin, wê demê di vê rewş û
rista me jî wisa bibînin. Me heya
îro vêna nekir. Tiştek wisa rast
nedît, me di hişê xwere jî derbas
nekir, me berjewendiyê wan jî
şopand. Çi hebû ku ji pratîka ku
hatiye nîşandan pir rehet tê fam
kirin ku ti tiştek me fêm nake û
bêhêz dibînin. Hemû hewldanên me ên
yekitiya neteweyî, xebatên me ên
niyeta xwe baş li ser bingehê
berjewendiyên xwe dixwazin bidin
bikaranîn. Wisa xûya dike ku vêna
suîstîsmal dikin. Di rastiyê de me
pir qîmetê da yekitiya netewî. Ji bo
parastina van me pir hewl da. Heke
em ev qas neketibana nava hewldanan
de Başûr ev qas hêsan nedikarî bijî.
Hîn jî hêsan jiyîn û paşeroja wan
hinek jî bi meve girêdayîye, tenê ne
bi hêzên Başûrî ve girêdaye divê
bizanin. Heya îro van pêşketinan li
ser pişta me çêkirin û van derfet an
bidestxistin. Hîn jî vana li ser
pişta me diparêz in. Ancax hertimî
li pişta me siwar bûn û xwe dayîna
jiyîn jî rast nîne. Em li gorî
pêwîstiyên welatparêzî û
berjewendiyên neteweyî vêna dikin.
Em ne mecbûrin ku vana ser pişta xwe
rakin. Heger berjewendiyên neteweyî
neşopînin, li dewsa berjewendiyên
neteweyî berjewendiyên xwe ên teng
bisepînin, wê demê emê bizanibin li
gorî pêwîstiyên berjewendiyên
neteweyî li dijî van nêzîkatiyên
berjewendparêzên teng tevbigerin. Di
vê viya jî fam bikin.
Ji ber vê yekê hemû kadro û şervanên
me, gelê me ew pêvajoya ketiyê de di
vê pêvajoyê pir baş bibînin. Em di
pêvajoyekî wisa asayî re derbas
nabin. Operasyonên ku ana tên kirin
jî wekî operasyonên berê nîne. Ew
konsepta tunekirinê ya di meriyetê
de û armancên van operasyonan
tunekirina tevgerê ye. Ji bo Kurd
dîsa bike kole tê birêvebirin. Ji bo
tefandin û radest girtina Kurd an ev
tê kirin. Bi vêna zanîn re gel,
kadro û şervan divê berxwedanê ji
xwe re hîm bigrin, li her cihê ku
têde ye li dijî vê konsepta
tunekirinê, ji holê rakirinê, radest
girtinê bi hemû hêza xwe divê li
hember plansaziyê were sekinandin.
Ger di tunekirinê de israr were
kirin, divê bi awayek vekirî deynin
holê ku wê pirsgirêk pir mezin bibe.
Em çareseriyê dixwazin, ji dervey
çareseriyê em tiştek din napejirînin,
ev têkoşîn bi salan jî bidome,
biryarbûna têkoşîn kirinê herkesê ku
li kuderêbe divê viya deyne holê.
Dîsa kadro û şervanên me li her cihê
ku têde dimîne weke bîrdozî, siyasî,
rêxistinî, eskerî, çandî û madî jî
bi her aliyekî xwe ve pêwîste
têkoşînê bilind bikin. Ji ber li ser
me tenê operasyonên eskerî nîne.
Herî kêm bi qandî vê operasyon û
zextên bîrdozî, siyasî, dîplomasî,
çandî, eskerî, aborî tê meşandin. Bi
xwe jî vêna pir eşkere dibêjin:
“bitenê operasyonên eskerî encam
nayên girtin, bi tedbîr ên hîn
dorfirehtir encam tê girtin” û viya
didin meşandin jî. Ji ber vê yekê
divê di hemû eniyan de berxwedan û
têkoşîn bi pêşxistinê re divê
dorfireh bibe. Bi taybet ji hêzên ku
dixwazin tevgerê tunebikin re divê
were nîşandan ku ev tevger hêsan
hêsan tune nabe ev deynê me yê li
hember şêhîdên meye. Ger em bikarin
vê bikin û hêviyên wan ên
perçiqandinê vale derbixînin wê demê
wê ji bo çareseriyê gav were avêtin.
Berovajiyê vê de wê di tunekirinê de
bi israr nêzîk bibin. Heger di
tunekirinê de bi israr tevbigerin tê
wê wateyê ku hîn hêviya encam
girtinê hildigrin. Va vê israrê di
vê em biberxwedana xwe bihilweşînin.
Çawa ku ew bişkînandina hêvî û vîna
me re dixwazin encam bigrin, em jî
pêwîste bi berxwedana xwe vîn û
hêviyên wan bişkînandinê re pêwîste
vale derbixin û berbi çareseriyê ve
bibin.
Bi awayek eşkere PDK û YNK gelê Kurd
raya giştî dixapîne. Vê wek
siyasetekı pejirandine. Siyaseta xwe
di vî şêwazî de birêve dibin.
Jiyanekî bi vî şêwazî esas digrin.
Gava hemû pratîk ên wan em tînin li
ber çav an helwestekî bi prensîp ji
PDK û YNK’ê hêvî kirin wê herkesê
bixapîne. Bi temamî li gorî
berjewendiyên xwe ên teng polîtîka
dişopînin. PDK û YNK li dewsa
berjewendiyên neteweyî siyaset bike,
siyasetekî berjewendiyên wan ên teng
yên rojane hesap dike didin
meşandin. Di demê derbasbûyî de wekî
li dijî Tirkiyê disekinin hewayekî
wisa dayîna nîşandan bi temamî
siyaseteke li hember gelê Kurd bû.
Trîbûnê dilîstin. “ temaşekin PDK û
YNK li dijî zextên dewleta Tirk
disekine, helwestekî ji welatparêz
an tê xwestin dan nîşandan” bi vî
şêweyî hewayek wisa xwestin
avabikin. Li piştî hevdîtinên DYE û
Tirkiyê jî li dijî Tevgara Azadiya
Kurd destpê helwest an kirin. Divî
wateyî de axaftinên wan jî gûherîn.
Heger di seretayî de hema li dijî
Tevgera Azadiya Kurd hinek tişt
gotibana, wê dinava gelê Kurd de rê
li pêşiya nerazîbûnê vekiriba û wê
ti piştgirî ji gelê kurd nekarîba
bigirta. Neyîniyên xwe ên pişt re jî
hincet jêre dıtin û wekî neçarbû ku
têkeve nava helwestekî wiha ji bo
bêje ketina nava hinek helwestên ti
wateyek xwe ê polîtîk nîne çêbû. Li
gel vêna bi van derketinan re jî ew
bazariya li ser pişta PKK’ê dikin re
encamekî pir mezin girtin xistin
hedefa xwe. Gelê ku rastiya peyvên
erênî nizanin, bi wan xwestin van
tiştên he bidin bawer kirin, “ li
hember zextên Tirkiyê sekinîn, hêza
wan besî van zext an nekir, ma çi
bikin? Lê Tirkiye-Emerîka li
hevhatin, hêzan van jî bes nekir, çi
bikin? Hinek destkeftîyên Başûr
çêbûne, divê ev destkeftî werin
parastin, ji ber vê sedemê êriş
dikin ser PKK’ê” bivî şêweyî ji bo
ev helwesta xwe a neyînî bidin
pejirandin vêna kirin. Siyaseta ku
gel dixapîne va ji vêra tê gotin. Bi
vêna re hem me, hem gelê Kurd, hem
jî xwestin raya giştî a cîhanê
bixapînin. Di aliyê din de PDK û YNK
bi îmajekî wek“ serî ji hêzekî wekî
Tirkiyê re digre” çêkirinê re
xwestin sempatiya gel qezenç bikin.
Bi cewherî; hem sempatiya gel
qezençkirin, hem jî ji bo rista xwe
ya di qonaxa komploya nû de veşêrin
xwestin gelê Kurd bixapînin. Di
siyasetên xwe de vekirîbûn nîne. Li
dewsa berjewendiyên gelê Kurd ên
neteweyî bişopînin, bi temamî
berjewendiyên rêxistina xwe a teng û
malbatî têde heye. Ji bona vê çi
pêwîst be ji pêkanîna wê xwe
paşnakşînin.
Heya teslîm kirina esker an jî PDK û YNK’ya di gotin em ew siyaseta
hûn dişopînin rast dibînin, li piştî
teslîm kirina esker an û hevdîtina
Tirkiye-DYE’ê, ji nişkave helwesta
xwe gûhertin û hema li ser bingehê
xwastekên DYE û Tirkiyê li dijî
Tevgera Azadiya Kurd ketin nava
helwestên neyînî. Destpê gef xwarin
li tevgera me kirin. Di pêvajoyekî
ku bi awayek eşkere tunekirina
tevgera me di serî de tirkiye û pir
hêzan ku bilê dikirin de agirbestekî
bêşert û merc, îlan kirina
agirbestekî bê wext û berdana çek an
di sepînin. Di bêjin ku serdema şerê
çekdarî hatiye girtin, ger ew tiştên
hatine gotin em nekin, ji ew tiştên
werin serî me wê berpirsyarbin.
Eşkereye ku dixwazin me neçarî
radestbûnê bikin. Jixwe dixwazin me
ji holê rakin, dixwazin vîna me
bişkînin û me radest bigrin. Ji ber
vê hemû hêza xwe bikartînin. Tam jî
di nêvengekî wiha de çek berdanekî
ku tê wateya radestbûn û tunebûna
me, ji me dixwazin. A herî xerap jî
bi kelekokî (pişkince) dibêjin em
vêna ji bo berjewendiyên gelê Kurd
dikin. Wisa ye ku leza xwe jî
nikarin bigrin, dibêjin em zerer ê
didin gelê Kurd, dewleta federa a
Başûr, heta weke em xiyanetê dikin
didin diyarkirin. Di rastiyê de PKK
hêza qezençkirina Tevgera Azadiya
Kurd e. Herî zêde jî belku bi
têkoşîn û sekna xwe, bi Başûr dide
qezenç kirin. Gelê Başûrê Kurdistan
û hêzên siyasî li ser têkoşîna PKK’ê
re gihiştin van qezenc an. Hîn jî
dikare li ser PKK’ê siyaset bike.
Gava rastî ev qas zelal e, eşkereye
ku tiştên berovajî were gotin ne bi
exlaqê siyasî re ne jî bi
welatparêzî re li hev tê.
Bixwe bi hemû rêxistinên Kurd ên parçeyên din re şer kirin, ev helwesta
wan hişt ku pêşketinên parçeyên din
tev werin xetimandin. Bi deha caran
bi Tirkiyê re bûye yek û bi PKK’ê re
têkoşan. Evana rastiyên tevahî gelê
Kurd dizaninin. Jixwe ew bixwe jî vê
rastiyê înkar nakin. Îro jî gava
dixwazin PKK ji holê were rakirin
de, di vê plansaziya tunekirinê de
rol digrin, pişt re jî PKK’ê bi
xiyanetê re gûnehbar dikin.
Pozîsyona hem gûnehbar, hem jî bihêz
de dilîzin. Dixwazin herkesê jî wisa
bixapînin. Qey wezîfeya PDK û YNK’ê
tunekirina PKK’ê ye. Qasî ku em
dizanin ev wezîfeya dewletên
mîtînger in. Di tunekirina PKK’ê de
hêzek din a berjewendiya xwe heyî jî
pergala kapîtalîst e. Lewma jî ew
tunekirina PKK’ê ji bo xwe wek
wezîfeyekî dibînin. Ancax
berjewendiyê yê ku ji xwe re dibêje
ez Kurd im, welatparêz im, demokrat
im, sosyalîst im ti kes û derdor an
di tunekirina PKK’ê de nîne û
wezîfeyekî wan ê vî awî jî nabe. Ji
lewra jî di vê gelê me vêna baş
bizanibin ku di plansaziya ku
dixwazin PKK’ê cîh girtin xiyanet e?
Yan jî têkoşîn kirina PKK’ê a ji bo
azadiyê, ji bo tevahî Kurd an
têkoşan, bûyîna giyanê tevahî Kurd
an, vîna azad, qelp, mejî û dilê wî
xiyanet e?
Hûkumeta herêmê gelê Mexmûr ê dorpêç kiriye, ketin-derketina wargehê
qedexe kiriye û sazîbûnên gel ên ji
bo jiyana xwe birêxistin bikin
dixwazin belav bikin. Halbûkî ev gel
li dijî mîtîngeriya Tirk bi rûmet li
berxwedane, di vê berxwedanê de
gûndên wan hatine şewitandin û
gelekî her tiştê wan ji destê wan
hatiye girtin e. Ne tenê di Bakur
de, gelekî di Başûr de jî şer
kiriye. Gûnehbariya wan û sedema
tengaviyên wan; ji ber ji bo azadiyê
şer dikine. Pêwîste rêz ji wî gelî
re bigrin, spas bikin. Çi heye ku
rayedar ên rêveberiya federe zextên
di asteya êşkenceyê de pêktînin.
Dixwazin ku rêxistina xwe belav
bikin, dest ji berxwedana xwe berdin
û stûyê xwe ji polîtîkayên wan re bi
tewînin. Başe ev ne xiyanete, lê çi
ye? Ew bixwe van hemû tiştan dikin û
dibin welatparêz, lê ev gel û
berxwedana PKK’ê ya ev gel dil da
yê, bi têkoşîna xwe re zerer ê dide
Kurd an û xiyanet dike. Tam jî
mîsala yawizê diz e. Di vê gelê me
viya bibîne. Gelê Mexmûrê ji dervey
ji bo azadiyê li berxwedan, ji
dervey bûyîna Kurd, ji dervey dil
dayîna PKK’ê cûda çi sûcê xwe heye?
Li wir de dinava derfetên pir lewaz
û zehmetiyan de jiyana xwe di
domînin. Çima hûn mûdexeleyê dikin?
Çima ji ber sempatî ji PKK’ê re heye
hûn wan ceza dikin? Tiştên wiha
kirin nabe wezîfeya PDK û YNK’ê.
Pêkanînên Tirkiye û DYE dixwazin,
gav bi gav pêşdixînin. Qad ên
parastina Medya yê dorpêç û tecrît
kirine. Tenê tişta nekirine weke
eskerî neketina nava êrişan e. Wê
weke eskerî jî bikevin nava êrişekî
nekevin jî nayê zanîn. Ancax li gorî
pêşketina ketina nav helwestekî wiha
mûhtemele. Ji ber ew tiştên ku
dixwazin PKK bikin negengaz e. Ji
xwe hinek rayedar ên Tirkiye û DYE’ê
di hinek bajarokên nêzî qad ên
parastina Medya yê de lêkolîn û keşf
kirine. Ji gel û pêşmergeyan
xwestine îstîxbarat kom bikin. Lewma
jî rasterast weke eskerî êriş kirina
li ser qad ên parastina Medya pir
zêde tiştek negûhêre. Di mijarekî
destek dana operasyonan de bûyîn
dide nîşandan ku di vê plansaziya
tunekirinê de cîh girtine. Ji ber vê
sedemê pêwîste gelê Kurd, bi taybet
jî gelê meyê di Başûr de bi vê
rastiyê dîtinê ve ji bo ev hêz
nekevin nav xeletiyên hîn mezintirîn
di serî de di vê van hêzan hişyar
bikin. Pêwîste hemû hawirdorên
demokratîk û sosyalîst vê rastiyê
bizanin û li dijî van helwestên PDK
û YNK’ê prostestoyên xwe bilind
bikin. Pêwîste bi zimanekî ku di vê
hûn di tunekirina PKK’ê de cîh
negrin, ger hûn bisekinin, wê di
viya de jî herî zerer a mezin bixwe
bibînin. Li her deverekî gelê me û
hemû hawirdorên demokratîk û
sosyalîst pêwîste di helwestên xwe
de deynin holê ku wê li gel Tevgera
Azadiya Kurd bin û wê bi Tevgera
Azadiye Kurd re jî li berxwe bidin.
Em ji derdorên ku dibin bandora PDK
û YNK’ê dene re jî dibêjin ku
bangawaziyên wekî “ polîtıkayên
rêveberiyên xwe û rêxistinên xwe
nepejirînin, li hember bisekinin,
bêbandor bikin, bi birayên xwe re
tevbigerin” bikin. Xwasteka min jî
ji gelê me, bi taybet ji gelê Başûr,
ji mirovên welatparêz ên di PDK û
YNK’ê de cîh digrin; li hember vê
rista PDK û YNK di tunekirina PKK’ê
de girtine bisekinin û bi awayek
vekirî helwest bigrin. Hemû
berjwendiyên gelê Kurd viya pêwîst
dibîne. Heger li dijî van
polîtîkayan nesekinin, di tunekirina
PKK’ê de cîh bigrin, wê tenê PKK û
gelê Kurd wenda neke, wê ew bixwe jî
wenda bikin. Wateya tunekirina PKK’ê,
tê wateya tunekirina xwe. Tê wateya
xwe ji her cûre derfetên berxwedanê
mehrûm hiştine. Di vê viya herkes
baş bizanibe ku PKK tune bibe şansê
jiyankirina kesê wê nemîne. Tune
bûna PKK’ê, tune bûna hêza
berxwedana gelê Kurd e. Ji ber vê
çendê divê kes vê sucê neke. Ev suc
were kirin, ev hêsan hêsan wê telafî
nebe.
Dewleta Tirk di pirsgirêka Kurd de
di siyaseta înkar û tunekirinê de
israr dike. Ji ber divê siyasetê de
israr dike Rêber APO, PKK û herî
çareseriyên gûncav jî napejirînin.
Birastîjî Rêber APO û PKK ji bo
çareseriya pirsgirêkê pêşniyarên ku
kirine herî nêzîkatiyekî maqule.
Nêzîkatiyên ji viya hîn maqultir
heya niha ji aliyê ti kesî ve
nehatiye pêşkêşkirin. Ev delîla
Rêber APO û PKK çiqasî pirsgirêkê bi
rêyên aştiyane û demokratîk de bi
israr û bixwastek in. PKK heya îro
ji bo çareseriya pirsgirêkê pir
pêşniyar pêşkêş kirin. Pênc caran
agirbestekî bêgerew (karşılıksız)
îlan kirine. Heger xwasteka Rêber
APO û PKK a çareserkirina pirsgirêkê
neba di herî demên zehmet de
agirbestekî yek alî îlan nedikirin.
Her çiqasî Rêber APO û PKK ji bo
çareseriya pirsgirêkê bi herî
pêşniyarên maqul xwestinbin nêvengê
amadebikin jî, mîtîngeriya Tirk viya
hertimî wekî nêzîkatiyekî textîk û
lewaziya PKK’ê nirxandin e. Ticarî
îtîbar bi pêşniyarên me ên
çareseriyê neanîn. Bawerkirin ku
piştgirî ji derdorên cihêreng digre
û bivî awî neçareseriyê wekî
polîtîkayê nepejirandin. Li ser vê
bingehî li dewsa çareserkirina
pirsgirêkê înkarê û tunekirina
Tevgera Azadiyê esas girtin e. Heke
heya ana Tirkiye di siyaseta înkar û
tunekirinê de bi israr nêzîk dibe
ev, jêdera xwe ji hêza Tirkiye nagre.
DYE û YE alîkarî dide Tirkiye.
Çareseriya pirsgirêkê ev jî naxwazin.
Ji ber vê yekê hêz û cesaretê didin
van polîtîkayên înkar û tunekirinê
ya Tirkiyê. Tirkiye jî ji vir
cesaretê digre, piştgirî digre û
herwiha di siyaseta înkar û
tunekirinê de bi israr nêzîk dibin.
Heger Emerîka û Ewrûpa ev polîtîka
Tirkiyê destek nekiriba û çareseriya
pirsgirêkê bixwestiban, wê Tirkiye
vê pirsgirêkê zûde çareserkiriba.
Emerîıka û Ewrûpa çareseriya
pirsgirêkê ya di navbera PKK û
Tirkiyê de li ser bingehê biratiyê
li gorî berjewendiyên xwe nabîne.
Tirkiye ya ku di vê çarçovê de
demokratîk bibe dihizirin ku xizmet
ji berjewendiyên xwe re nake.
Pirsgirêka Kurd bêçareserî hiştinê
re ji Tirkiyê tawîz girtin û
kişandina polîtîkayên xwe esas
digrin. Li roxmê vê Tirkiye, ev
polîtîkaya neçareserkirinê a DYE û
Ewrûpayê jixwe re wekî piştgiriye kî
dibînin. Ji ber vê çendê jî pala xwe
dide wan û ev polîtîkaya înkar û
tunekirinê di domînin. Halbû kî ji
ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd
Tirkiye hertimî xwîn wenda dike,
nûhînên (yıpranma) giran dijî.
Tirkiye hertimî mihtacê DYE û
Ewrûpayê dimîne. Di encamde yê herî
mezin wenda dike Tirkiye dibe. Bi
helwesta xwe xwastekên van hêzan
pêktînin. Jixwe xwasteka DYE û
Ewrûpa jî ev e.
Tirkiye, hîn ew hesabên li ser wî
tên kirin fam nekirine û wisa diyare
ku wê fam jî neke. piştgiriya wan di
warê xelas kirina Tevgera Azadiya
Kurd de fam dike û ji ber vê jî ji
bo xelas kirinê hewl dide, lê qet jî
nikare xelas bike. Ne di wê
ferqêdeye ku gava Tevgera Azadiya
Kurd xelas dike xwe jî pêre xelas
dike. Tirkiye ji ber di vê
polîtîkaya înkar û tunekirinê de bi
israr e û ji ber çareseriya
pirsgirêkê nahizirin, li ser bingehê
çareseriya pirsgirêkê ew hewldanên
PKK’ê, ji nêdîtîve tê, cidî nagre.
Berovajiyê ve, PKK’ê wekî jêdera
pirsgirêkan dide nîşandan. Xwe wekî
hêzekî rû be rûyê êrişan maye, di
mijarekî parastina rewa de mafdar
dibîne, PKK’ê jî wekî hêzekî
xerapker û pirsgirêk dide nîşandan.
Sedema vê jî, dest bernedana ji
polîtîkaya înkar û tunekirinêye.
Heger dest ji vê siyasetê berde,
heyîna Kurd bipejirîne, çareseriya
pirsgirêka Kurd li ser bingehekî
aştî, diyalog û yekîtiya azad bi
pejirîne, wê ji nezîkatiyên PKK’ê
maqultir nêzîkatî nabîne wê têbigihe
û pêwîstiyên viya bike. PKK’ê divî
şêwazî de ger terorîst, êrişkar,
pirsgirêk û wekî hêzekî texrîbat an
çêdike nede nîşandan, wê demê wê ew
bixwe têkeve rewşekî bêmaf. Wê demê
jî wê herkes bêje; “ PKK ji bo
çareseriya pirsgirêkê ev qas hewl
dide, tu çima çareser nakî?”. Ji ber
niyeta xwe ya çareserkirina
pirsgirêkê nîne, hertimî tunekirinê
hiziriye û ji ber Kurd pejirandin li
gorî berjewendiyê wî nîne neçare ji
herkesê re PKK weke hêzeke texrîpkar
û pirsgirêk, terorê bide nîşandan.
Helbet Tirkiye, bi serê xwe PKK’ê
kelem dibîne tiştek wiha wê pir rast
nebe. Ji lewra jî Kurd ên noker û
xayînên xwe dixe tevgerê. Vana di TV
û Rojnameyan de bi gerandinê re
didin axaftin. Ev dibêjin em Kurd in
û tezên Tirkiyê diparêzin. ew jî
dibêjin em xwedî li gelê Kurd û
mafên wan derdikevin, Tirkiye hinek
gavên demokratîk ên diyarîker
avêtine, hinek vekirîbûn çêkirine,
di rêya ketina Ewrûpayê de bi gavên
nû re wê hîn zêdetir demokratîk bibe
û li ser vî bingehî dibêjinwê
meseleya Kurd çareser bibe. Ji vir
dikevin rê tezên Tirkiyê destek
dikin. Weke ferdekî Kurd bi hêz
kirina tezên Tirkiye û ji bo mafdar
dayîna nîşandanê jî xêret didin
nîşan. Tirkiye dispêre viya
piropaxandeya ku di çareseriya
pirsgirêkê de hêzek asteng PKK’ye
dike. Dispêre nêzîkatiyên Kurd ên
noker û dihizire ku wê tezên xwe bi
hêzên hindir û derve hêsantir bide
pejirandin û wê beje “ va hûn
dibînin ez dijminê Kurd an nînim,
Kurd înkar nakim”. Binerin Kurd jî
li gel min cîh digrin û tez ên min
destek dikin. Peyvên wekî Kurd jî
wekî min PKK’ê asteng dibînin, ji
lewma jî PKK jêdera bingehîn a
pirsgirêkaye, li pêşiya çareseriyê
asteng e bikartînin. Propaxandeya
heger PKK nebe wê ti pirsgirêg nebe,
pirsgirêkên heyî jî wê hêsan were
çareserkirin û vî tezî dide pêş.
Destek ji viya re jî digre. Weke tê
dîtin ger Kurd ên xayîn û noker
destek nedin, Tirkiye çi bike bila
bike, xwe qet bi qet jî bike nikare
van tez ên xwe bi tikesî bide
pejirandin. Ger bi hinek qisma dide
pejiarandin, di çewisandina PKK’ê de
destek digre, ev temamî encama
hewldana Kurd ên xayîn û nokerane.
Wekî tê zanîn di berê de jî Tirkiye,
PDK û YNK’ê li ser vî bingehî
bikaranî. Dibêje “binerin pirsgirêka
min bi PDK û YNK’ê re nîne, ew jî ji
PKK’ê re dibêjin terorîst; ji ber vê
yeke ez li di jî Kurd an nînim, li
dijî terorê me” bi vî tezî tevgeriya
ye. Dijberiya cerdevanan a li hember
PKK’ê jî bikaraniye. YNK û PDK
beriya komploya navneteweyî de û di
wê pêvajoyê de di mijara PKK
terorîst e de pir tişt ji hêzên
derve re gotiye. Teza Tirkiyê ya,
“PKK terorîst e” li ser vî bingehî
hate pejirandin. Ger PDK û YNK
wezîfeyekî wiha negirtiba ser milê
xwe, Tirkiye tiştekî wiha nedikarî
qet bikese bide pejirandin. Bi
şêweyekî dişibe vî rewşî niha di
Kurdê xayîn ê noker di Bakur de bivî
armancî dide bikaranîn. Ger divî
demî de di TV û rojnameyan de pir rê
didin va, sedema vê; encama
polîtîkaya Tirkiyê ya dispêre viya û
tunekirina Tevgera Azadiya Kurd e.
Di vî pêvajoyî de herî zêde Mehmet
Metîner, Ûmît Firat, Ebdûlmelîk
Firat, Enwer Sezgîn, Altan Tan qaşo
wekî nivîskar û rojnamevanên Kurd
bikartînin. Di nava AKP’ê de jî Mîr
Dengîr Firat, Ebdilqadir Aksû,
Cineyt zapsû û wekî Hiseyn Çelîk
siyasetmedar an bikartînin. Bidevê
van derbarê Rêber APO û PKK’ê de
îftîra û reşkirin pêşdixînin. Hemû
hewldanên van, dinava gelê Kurd de
reşkirina Rêber APO û PKK’yê, gel
sar kirin û dûr kirine.
Bi viya re dixwazin nava gelê Kurd
de parçebûnê çêbikin. Ji ber ji holê
rakirina Rêber APO û PKK hatiye
biryar girtin, ew piştgiriya girseyê
ya li pişt wê dixwazin lewaz bikin.
Hemû hewldanên van noker û xayînan
ewe ku hêzên Tirkiye bi hêz bikin,
kardarî bikin û li ser vê bingehê
Tevgera Azadiya Kurd ji hêz xistin
e. Li beramberê van hewldan an
rantekî siyasî û aborî bidest dixin.
Dewlet bi destê AKP’ê re ji van re
ranta siyasî û aborî pêşkêş dike. Ji
ber vê yeke dijmintiya Rêber APO û
PKK’ê dikin. Qaşo wê Rêber APO û PKK
bê bandor bike, wê polîtîkayên
tunekirin û înkar kirina Tirkiyê
bibin serkeftinê. Hemû hewdanên wan
divî alîdene.
Heya niha ên ku ti peywendiya xwe bi
Kurdîniyê re nîn bû, paşeroja xwe di
aliyê siyasî û aborî de li cihên
cûda didîtin ev kesane hema ji
nişkave bûn dijberê PKK’ê û bûn
aktorên herî girîng ên şerê taybet.
Heta di carek de bûn Kurdparêz.
Hinek jê xwe Kurdparêz bidin
nîşandan jî, ên di têkoşîna gelê
Kurd de cîh nagrin, ev xayînên ku
herî nirxekî biçûk jî nedane vî
gelî, xwe carek de wekî nûnerên
parastina berjewendiyên Kurd avêtin
holê. Dewleta Tirk, AKP, partiyên
siyasî ên înkarker, xayînên Kurd
dest dane destê hev û hemû jî bi hev
re dibêjin, “ APO û PKK Kurd an
temsîl nakin, zererê didin Kurd an”.
Îddîa dikin ku dewlet û partîyan
berjewendiyên Kurd an diparêzin,
heta AKP temsîlê rast ê Kurd ane. Ev
dest dane destê hev û wê çawa
bikarin vîna gelê Kurd bişkînin,
Kurd an wê çawa bikşînin xiyanetê,
çawa dabeş bike, parçe bike û bê hêz
bixîne, wê çawa bixapîne, hesabê wê
siyaseta înkar û tunekirinê çawa
bibin encamê dikin û têdikoşin.
Pêtiviya dagirkerên Tirk bi xayînên Kurd
heye. Ji ber Tirkiye di cîhanê de
herî înkarkirin û çewisandinekî
bêmaf û nayê pejirandin dide
meşandin. Lewma jî heke ev nebin,
nikarin gelê Kurd bixapînin, nikarin
rayagiştî ya cîhanê jî bi xapînin.
Pêtiviya Kurd ên noker ên xayîn jî
bi dagirkeriya Tirk heye. Li dijî
vîna Tevgera Azadiya Kurd bispêrîna
mîtîngeriya înkarker dikare xwe li
ser lingan bigre û derfetên xwe ên
jiyankirinê dibînin. Ancax wisa
dikarin hêzên xwe yên aborî
bihêztir bike. Dewlet û hêzên noker
pêtiviya xwe bi hev heye û
piştgiriya hev jî dikin. Yek nebe yê
din nikare bijî. Ev ji bo
berjewendiyên xwe bi parêzin ji
dervey tunekirina Rêber APO û PKK ti
armancên xwe yên din nîne. Ji ber vê
yekê ye ku serî li rêbazên hemû
cûre îftîra, reşkirinê dayînê, xwe
paşnakşînin. Ji ber heyîna Rêber APO
û PKK, têkoşîna wan rastiya wan
derdixîne holê, ranta wan a siyasî û
aborî dixe talûkê. Her rojek derbas
dibe dinava gelê Kurd de rezîl
dibin. sedema ev êl a xayîn û
Tirkiye Rêber APO û PKK di
çareseriya pirsgirêkê de kelem
dibîne ev e. Va ji bo pêşiya vî
bigrin Rêbertî û PKK’ê ji xwe re
weke dijmin hilbijartîne.
Ev şelaqiyên (yalaka) dixwazin rewabûna
têkoşîn û Tevgera Azadiya Kurd ji
holê rakin, bi gotinên “ PKK ji bo
dewletek serbixwe şer nake, ji bo
federasyonê şer nake, wê demê çi ma
çek an bernade” rewa kirina siyaseta
înkarker a hişk ya Tirkiyê dikin.
Dibêjin, “ ji xwe Tirkiye demokratîk
dibe, wê bikeve Ewrûpa jî, bi vî
awayî pirsgirêke kî wek pirsgirêka
Kurd namîne”. Ji ber vê sedemê jî
dibêjin, têkoşîna parastina rewa ya
Tevgera Azadiya Kurd zerer ê dide
gel, heta rastiyekî çareseriya
pirsgirêka Kurd dereng dixe ye.
Pêşniyarên çareseriyê yên herî maqul
ên dewleta Tirk cidî nagrin, di
pirsgirêka Kurd de herî pêşniyarên
ji bo çareseriyê maqul a partiyekî
zagonî jî, kirina bahaneya girtinê
ji nêdîtîve tên, bi gotinên wisa
dixwazin nerazîbûna gelê Kurd li
hember Rêber APO û PKK’ê çêbibe.
Mîtîngeriya înkarker îro hîna di
cîhanê de jî hêzeke siyasî û zextên
ku nehatiye dîtin dide ji bîrkirin,
wekî jêdera êş ên gelê Kurd dijî,
êşkence, xizaniyê Rêbertî û PKK’ê
bidayîna nîşandan re dixwazin her
tiştî berovajî bikin. Li roxmê
jêdera bingehîn a vê pirsgirêkê
dewlet bi xwene û nokerên wêne jî,
jêdera vana hemû bi Rêbertî û PKK
dayîna nîşandan re dixwazin her tişt
berovajî bikin. Bi demogojiyê re
hewl didin ku têgihiştina gel a
rastiyan asteng bikin. Bi vî şêwazî
kor kirina mejî û dil an re hewl
didin ku rastî werin veşartin.
Dixwazin gelekî nehizire, nebîne,
tênegehe avabikin ku bikarin bi
awayek hêsan tunekirinê pêkbînin.
Wekî Rêber APO daye diyarkirin,
herkesê ku nezalime tê spas kirin ku
yê nasnameya Kurd, vîna wî, giyanê
wî, zimanê wî û rastiya wî
derxistiye holê PKK ye. Ên hertimî
rih didin gelê Kurd, bi rêve dibin
Rêber APO û Tevgera Azadiyê ye. Gelê
Kurd çi bi destxistiye bi Tevgera
Azadiyê re bidestxistiye. va
dixwazin Rêber APO û PKK ji holê
rakin û her wiha destkeftiyên gelê
Kurd ji dest derxistinê hedef dikin.
Ji ber ev Rêbertî û ev Tevger vî
gelî rakir ser piya û kir hêz. Ev ji
bo gel, nirxekî giranbiha û bi
peyvan nayê vegotin afirand.
Mîtîngeriya Tirk a înkarker dinava
sînorên mîsaqî-mîlî de ji ber ew
netewebûna Tirk ku di xwest çêbibe
Rêber APO wê vale derxist, pir
bihêrs in. Ji ber vê çendê dixwazin
tol ji vî Tevgerî û Rêbertiyê rake.
Ji ber ev Rêbertî û ev Tevger
berjewendiyên pir kesên ezez û teng
xiste talûkê û rastiya wan derxiste
holê, bi vî şêwazî dixwazin tol
rakin. Dixwazin çi hatibe
bidestxistin ji dest bigre, koka wî
bi kole, vî gelî bibe rewşa wî ya
berê û mehkûmê koletiyê bike. Bê şik
hîna armaca mîtîngeriya Tirk ev e.
Ev şexsên ku dibêjin em Kurd in heke
birastî jî Kurd bana, hinek ji gelê
Kurd re rêz girtina wan heba, hinek
biwijdan bana, wê neçar bana Rêber
APO ji bo vî gelî çi kiriye, wê
radest kiriba. Em berdin êrişkirin,
wê rêzgirtinekî pir mezin bidana
nîşan. Çi heye ku ji ber ti
peywendiya wan bi Kurdînî û
mirovahiyê re nemaye li ser
Rêbertiya ku Kurdîtî û vî gelî
rakiriye li ser piyan de bêperwa
êriş nedikirin. Nokerî, xayîntî û
mîtîngerî dest dane destê hev, vî
gelî heya mejiyê hestiyê wan dagir
dike û bi asîmîlasyonekî pir alî ve
vî gelî berbi mirinê ve dibirin.
Hema hema wê mirin pêkhatiba. Tam di
vî xalî de Rêber APO û PKK rastiya
gelekî wiha rakir ser piya. Rastiya
gelekî li berxwe dide û xwedî li
nasnameya xwe derdikeve derxist
holê. Ev gel ji vê rewşê hate
derxistin û hate asteyekî ku bikare
li ser lingê xwe bisekine. Anî
asteya gelekî di azadiyê de biryara
xwe bide. Ev rastiya ku derketiye
holê ji Kurd ên xayîn û dagirkeran
re bû darbeyek. PKK û Rêber APO ji
bo hedefên xwe weke kelem dibînin û
bi vî hêrsê re êriş dikin. Sedema
PKK wek jêdera pirsgirêk an dayîna
nîşan jî ev e. Ji ber vê yekê wekî
hêzekî di vê were perçiqandin û ji
holê rakirin, dibînin.
Pêwîste gelê me li hember vê plansaziya
perçiqandin û xiyanetê di derdora
Rêber APO û PKK’ê de yekîtiya xwe,
rêxistinên xwe û çalekiyên xwe bihêz
bikin. Di vê hem li hember
mîtîngeriyê, hem jî li hember Kurd
ên noker ên xayîn seknekî sexlem
bidin nîşandan. Pêwîste herî zêde jî
li hember van nokerên xayîn
bisekinin. Ev nebin negengaze
mîtîngerî di Kurdistanê de bikare
heyîna xwe domîne. Heger îro
mîtîngeriya Tirk di Kurdistanê de
heyîna xwe di domîne û van êşkence,
êş dide kişandin, sedema vî ya
bingehîn Kurd ên noker û xayînên
wêne. Heger xiyanetkar û nokerên
Kurd piştgiriya mîtînger an nekiriba,
hêz nedin tez ên wan mîsogere ku
Dewleta Tirk nikare tiştek bike.
Pêwîste gelê me baş bizanibe ku
nêvengekî ev noker piştgirî nedin
dagirkeran wê ti rêyekî ji dervey
pejirandina Kurd an û vîna wan
nebîne. Hemû cure talûke ji vir
jêdera xwe digre. Bala xwe bidinê
tam di kêliyekî têkoşîn pêşdikeve,
mîtîngeriyê tengav dike, çareseriyê
disepîne, mîtînger jî tam di vê demê
de di aliyê çareseriyê de gava wê
gav bavêjin de ev xayîn dikevin
dewrê. Êş û êşkenceyên gelê me bi vî
şêweyî di dome. Polîtıkaya înkar û
tunekirinê herî zêde cesaretê ji van
noker û xayîna girtinê re di domîne.
Pêwîste gelê me van mîtînger an û
van Kurd ên xayîn ên noker ji hev
cuda nebînin. Dibe ku eslê van Kurd
bin, dibe ku li ser Kurdîniyê jî
baxivin, lê mîsogere ku qet
peywendiya van bi Kurdînî û
mirovahiyê re nîne. Ev ji mîtîngeran
hîn xetertirin, di dayîna jiyîn û
domandina mîtînger an de xwediyê
wiyê herî rast û sedema wiye. Ger em
dixwazin ji mîtîngeriyê, van êş û
êşkenceya xelas bibin, pêwîste bi
awayek mîsoger li hember van noker û
xayînan pir bi biryar û têkoşînekî
cidî bidin meşandin. Pêwîste em
nehêlin ku ev di Kurdistanê de
bikarin bigerin û bijîn. Di vê em
van nedin axaftin û nedin gerandin.
Di vî xalî de kêmahî hene. Ji ber
kêmahî hene ev ew qas hêsan daxivin
û digerin. Gava fam dikin wê
nerazîbûn ji gelê Kurd bibînin xwe
ker dikin. Ji ber armancek yê van,
prensîp û tiştekî van nîne. Hemû
hewldanên van li ser wê çawa ranta
aborî û siyasî bi destbixin e. Ji
ber vê sedemê bi dijminahî li Rêber
APO û PKK’ê kirinê re ji dewleta
Tirk xwedî dibin. Di vê em destûrê
nedin vê.
Gava dîroka PKK’ê were hûrkolîn
kirin, wê were dîtin ku mîtîngeriya
Tirk û ew pergala kapîtalîst a xwe
dispêrêyê bi deha caran xwestine
Rêbertî û tevgera PKK’ê tune bikin.
Di her carekêde jî Rêber APO li
pêşiya vê tunebûnê girtiye, ew
tunebûna ku dihate sepandin dikir
bahaneya hîn zêdetir bihêzkirina
rêxistinê têkoşîn û tevgerê mezin
kiriye. Pergala kapîtalîst û
mîtînger gava dît berê ku tevgerê
xelas bikin, Rêber APO xistin hedefa
xwe ya serekî. Ji ber heya Rêber APO
bê bandor neyê kirin, dîtibûn ku wê
nikaribin tevgerê tunebikin yan jî
bikşînin nokeriyê. Di heyîna Rêbertî
de ne dikarin tevgerê radest bigrin,
ne bikşînin nokeriyê ne jî dikarin
tune bikin. Ji ber viya baş fam
kiribûn, li hember PKK’ê komploya
navneteweyî pêşxistin. Di qonaxa
yekemîn a komployê de bê bandor
kirina Rêbertî hatiye esas girtin.
Li piştî dîl girtina Rêbertî qismekî
noker û xayîn dinava rêxistinê de bi
derxistina holê re qonaxa dûyemîn a
komployê xistine pratîkê. Îro jî di
eksênê jahrdayînê de qonaxa sêyemîn
û a dawî derbasê pratîkê kirine.
Jahrdayîna Rêbertiya me encama vê
qonaxa dawî xistina pratîkê ye. Ger
dixwazin vê tevgerê tunebikin, ji
ber dîyalektîka pêşketinê diviya bû
ji Rêbertiya wê destpê bûba. Heya
Rêbertî neyê tunekirin tunebûna
tevgerê negengaz e. Ji ber yê vê
tevgerê afirandiye ev Rêber e. Ya ji
ew tunebûna di Kurdistanê de heye
re got bisekine, gelê Kurd di
kêleka zinar de bi bask kir û rakir
ser piyan, ji ew dîroka berbi jêr ve
diçe re got raweste, berê dîrokê
gûhert, xist xeteke hemdem, gelê ku
ber tunebûnê vebû ji vê rewşê
derxist û xulqand, ê rakiye ser
piyan jî ev Rêberti ye. Bi vê
Rêbertiyê re di Kurdistanê de dîrok
ketiye bereka (doğrultu) xwe. Ji
aliyê gelê Kurd ve dîrok bi
derketina Rêbertiyê re destpê
nivîsandinê kiriye. Dîroka ku hatibû
berovajî kirin, berbi jêr ve çû bû,
bi rastkirinê re xistiye raya xwe.
Komploya Li Ser Rêbertiyê Komploya
Li Ser Gel e
Bi vî Rêbertiyê re bîrdoziyekî
berjewendiyên gelê Kurd tîne ziman
hatiye afirandin. Ev heya Rêbertî
derkeve jî bîrdoziya di Kurdistanê
de desthilatdar, bi temamî
bîrdoziyên xizmetên mîtînger an
dikirin hebû. Ev gel li dewsa binavê
xwe bijî, binavê yên wan tune
dikirin dijîn. Ji aliyê pergal û
mîtîngeriyê ve hatibû asteya gelekî
xwe bixwe xwe tune dikir de.
Xistibûn rewşekî wisa ku nikare
berjewendiyên xwe bi parêzin. Ew
raman û bîrdoziyên di dan li pêşiya
wan bi temamî raman û bîrdoziyên ji
mîtîngeran re xizmet dikirin bû.
Bîrdozî, raman û hestekî Kurd an ne
mijara gotinê bû. Ev tev hatibûn
kuştin. Li dewsa vê hest û ramanên
pergalê û mîtîngeran serwer bû. Va
cara yek bi vî Rêbertiyê re, binavê
vî gelî hest û raman hatine
pêşxistin. Rêk û rêbazên ku
berjewendiyên vî gelî temsîl bikin,
bi parêzin hatine pêşxistin. Ji
aliyê vî Rêbertiyê ve berjewendiyên
vî gelî hatiye ziman, berjewendiyên
wan derxistine ser rûyê avê û nîşa
herkesê hatiye kirin.
Rêbertî cara yek vî gelî derxistiye
dika siyaset ê. Ev gel cara yek
binavê xwe siyaset kiriye. Siyaset
bi temamî ji aliyê mîtînger an ve û
Kurd ên ku bi wan re di nava
nokeriyê û xiyanetê de bûn ve tê
kirin. Bi vê siyasetê Kurd gav gav
berbi tunebûnê ve tê birin. Cara yek
ev gel bi vî Rêbertiyê re destpê
siyasetê binavê xwe kirinê kirin û
ketiye siyaset ê. Berjewendiyên xwe
li kûderê ye dîti ye. Zererê xwe di
kûderê de ye dîtiye. Hatiye asteyekî
ku bikare zerer û berjewendiyên xwe
ji hev derbixe. Pîvanên xwe ên red û
pejirandinê êdî destpê rast fam
kirina wan kiriye. Welatparêzî çi
ye, xiyanet çi ye, azadî, demokrasî
û dad çi ye bi vî Rêbertiyê re
destpê famkirinê kirin. Bi vî
Rêbertiyê re destpê xwe naskirinê
kiriye, vîn û nasnameyek qezenç
kiriye. Binavê xwe gihiştiye nirx
an. Bi vê Rêbertiyê re di wateya
rast de gihiştiye bûyîna gelekî,
bûyîna netewek. Ji aliyê vî
Rêbertiyê ve rihekî neteweyî,
nasname, bi mejî û dil ve bîrdozî,
siyaset, rêxistin û çalekî hatiye
pêşxistin. Di bin pêşengiha vî
Rêbertiyê de ketina nava yekîtiyek
neteweyî, rih û têkoşînekî çêbûye.
Ji ber vê yekê di destpêkê de heya
niha weke tevgera Rêbertiyê zaye û
pêşketiye. Di Kurdistanê de dibin
çavdêriya vî Rêbertiyê de jêr-jor
bûnên hatiye jiyîn, wekî mirov û
civake kî nû derketiye holê. çanda
jiyanekî nû, exlaq, kesayet û li ser
vî bingehî pîvan derketine holê. Bi
vî Rêbertiyê re bêpîvanî ji holê
hatiye rakirin. Bi vî Rêbertiyê re
bê rêxistinî ji holê hatiye rakirin.
Bi vî rêbertiyê re bê rûmetî, bê
vînî, bê nasnamebûn ji holê hatiye
rakirin. Bi vî Rêbertiyê re ev gel
yekem car bawerî daye hêza xweya
cewherî, baweriya xwe a bixwe
zêdetir bûye. Ev gel êdî binavê xwe
hebûn û gihiştiye vîna têkoşîn
kirinê. Bi vî Rêbertiyê re gihiştiye
biryara bûyîna gelê azad. Rastiya
gelekî dildare ji azadiyê re, ji bo
azadiyê hertiştê xwe di deyne holê
derxistiye holê.
Bi vî Rêbertiyê re di Kurdistanê de
şoreşek mezin a demokratîk hatiye li
darxistin. Azadbûnekî pir mezin
çêbûye. Têkiliyên paşverû, hemû
pîvanên paşverû parçe parçe bûye. Di
Kurdistanê de nirxên nû û mezin
derketine holê. Rastiya gelê Kurd a
gel bûn û netew bûn hiştiye ku ji
aliyê dost û dijminan ve jî were
pejirandin. Sazî û nirxên wî
derketine holê. Gerîlayê wî, partî û
milatênên wî derketine holê.
Têkoşîna ku li ser van nirxan tê
meşandin ew projeya netewa Tirk a
tevahî gelan di helîne, asîmle dike,
tune dike xistiye talûkê. Gelên din
bi tunekirinê re rastiya Tirk kirinê
bi her aliyekî ve derxistiye holê.
Heger tunekirinê ji Rêbertî dabe
destpêkirin sedema xwe ji vir digre.
Heger tu dixwazî vî gelî bi tefînî û
tune bikî, di vê tu vê tevgerê tune
bikî. Ji bo tu vê tevgerê tune bikî
jî di vê tu Rêbertiya wê tune bikî.
Ji ber bi vî Rêbertiyê re her tiştê
ku hatibû berovajî kirin hatiye rast
kirin û rakiriye ser piyan. Gelekî
nû hatiye afirandin. Ev Rêbertiya ku
vî gelî afirandiye jî, hêzekî
dixwaze vî gelî carekdin teslîm
bigre, xwezayî ye ku ji Rêbertiya wê
destpê bike. Sedema komploya
navneteweyî di qonaxa yekemîn de
Rêbertî hedef kirin jî, ji ber vê
çendê ye. Di qonaxa duyemîn de jî
Rêbertî ji dervey ref an girtinê re
xwestine bidin meşandin. Qonaxa
sêyemîn jî ku wekî qonaxa dawî
hatiye plan kirin, li ser Rêbertî re
bi dayîna meşandinê re dixwazin
temam bikin.
Sedema jahrdayîna Rêbertî jî ev e.
Wateya jahrdayîna Rêbertî ewe ku di
tunekirinê de biryar dane.
Çareseriyê nepejirandin e. Ji ber
biryar girtine tevgerê tev tune
bikin bi armancekî Rêbertî weke
fîzîkî ji holê rakin re destpê
kirine. Şahîn Donmez hîn 1979’an de
gava li Elezîzê hate girtin; Şemdîn
Sakik di 98’an de hate girtin heman
tişt gotibûn. Tiştê herdû hevbeş
gotibûn: “ heger hûn dixwazin vê
tevgerê tune bikin di vê hûn ji serî
de ji Rêber APO destpê bikin, heke
hûn ji Rêber APO bidin destpêkirin
gengaze ku hûn tune bikin,
berovajiyê vê hûn nikarin tune
bikin”. Mîtîngerên Tirk û pergala li
pişt wê li dijî tevgera me dinava
têkoşînê de gihiştiye encamekî
wiha.Pir car xwestine tevgerê tune
bikin, ancax Rêber APO di her carekî
de van binxistiye. Heta hewldanên
wan ên tunekirinê jî wergêrandiye
bahaneya hîn zêdetir pêşxistina
tevgerê û bivî awayî jî tevgerê
hertim mezin kiriye. Pergal û
mîtîngeriya ku viya dît ji bo encam
bigre ji vir destpê kar kiriye. Ji
lewra jî vale derxistina tunebûn û
xelasbûnê jî di her aliyekî de
bîrdozî, siyasî, rêxistin û di
asteya çalekiyê de jiyîn û pêre
yekbûnê re derbas dibe. Dîsa vale
derxistina qir kirinê, azadbûnê,
çareseriyê di virde derbas dibe. Di
vê tevahî gelê me vê rastiyê bizane
û pêşiya tunekirina Rêber APO
bigrin. Wateya serxistina vê, tê
wateya pêşîgirtina ji holê rabûna
tevgerê jî. Tê wateya azadbûna
Rêbertî û çareseriya pirsgirêka
Kurd.
Tunebûna Rêbertî tunebûna tevgerê
ye, ji dest girtina hemû
destkeftiyên gel e, dûbare jiyîna
rojên berêye. Ji ber li roxmê
Rêbertiya me herî pêşniyara
çareseriyekî herî makul jî dike li
beramberê vê bi tunekirinê bersîv
hatiye dayîn. Ev biryarekî di heman
demî de ji bo ji holê rakirina gelê
Kurd jî hatiye dayîne. Mîsogere ku
wê gelê me viya nepejirîne. Ji ber
gelê me; gotine “ jiyana Rêbertiya
me, jiyana me ye, nêzîkatiya ji
Rêbertî re nêzîkatî ji me re ye” ev
jî rast e. Nêzîkatiya ji Rêbertiyê
re tunekirine, lewma jî ev
tunekirinekî ji gel re rewa hatiye
dîtin e. Ji ber vê yekê pêwîste em
bi hemû hêza xwe li hember îmhayê
bisekinin û vale derbixînin. Pêwîste
em Rêbertî bidin jiyîn û azad bikin.
Ev jî li hember mîtîngeriyê û li
dijî hemû hêzên ku piştgiriya vê
dikin bi seknekî sexlem dayîna
nîşandan, têkoşînekî bi biryar û
wêrek dayîna meşandin, di têkoşînê
de bi israrbûn, viya hertimî bi
mezinkirin û di birina serkeftinê re
derbas dibe, di vê em qet ji bîr
nekin. Berovajiyê vê biryar ji holê
rakirine û Dewleta Tirk ji bo ji
hole rake hemû mekanîzmayan
pêşxistiye. Di pratîkê de jî viya
gav gav bi pêşxistinê re dixwaze
bigihîne encamê.
Li dijî Tevgera me komployekî
navneteweyî hate pêşxistin.
Rêbertiya me dîl hate girtin û
xistin nava pergala Îmraliyê. Li
pişt re hem li hember Rêbertiya me,
hem jî li hember Tevgera me zextên
giran pêşxistin. Rêbertiya me
têkoşîna vale derxistina komployê da
meşandin. Rêbertiya me hewla
têgihiştin û dahûrîna ên pergala
Îmraliyê çêkirine, hêzên ku vê
pergalê pêşxistine da. Hem pergalê
hem jî hêzên ku komployê pêşxistine
bi dahûrandinê re li dijî wan
alternatîfa xwe deyna hole û herwiha
qonaxa yekemîn a komployê vale
derxist. Helbet komplo vale nesekinî.
Xwe ji nûde bi rêxistin kir, bi vî
awayî qonaxa dûyemîn a komployê da
destpêkirin û xwest bibe encamê. Li
ser tevgerê bi zextên bîrdozî û
siyasî pêşxistinê re dest avêtin
nava rêxistinê. Xwestin Tevgerê
belav bikin, parçe bikin, ji hêz
bixin û bi vî awayî jî xwestin
teslîm bigrin. Ev jî bi ser nehate
xistin. Di Tevgerê de hinek texrîbat
kirin, lê encama ku dixwest bidest
nexist. Tevger ji vê jî ders derxist
û kete nava hewla yekitiya xwe bi
Rêbertiyê re hîn bihêztir kirinê.
Xwest bi Rêbertiyê re bûyîna yek û
ev texrîbatên komployê derbaskirin,
xwest ji nûde bihêz bibe. Kete nava
têkoşîna vê. Komploparêz dîtin
Tevger bi texrîbatên komployê
derbaskirinê re xwe ji nû de bi
rêkûpêk dike, tê asteyek dikare
têbikoşe. Qonaxa nû ya komployê ji
bo viya asteng bike xistin dewrê.
Xiyanet û tasfiyekariya ku bi
komployê re pêşket ûnsûrên wekî
Botan-Ferhat seroktiya çetegeriyê
kirin-hewldanên navenda şerê taybet
û feraseta civakperestiya sivil
destdane hev xwestin tevgerê ji
rastiya xwe dûrbixînin, ji zêhniyeta
Rêbertî û şêwazê wî bi dûrxistinê
re, xwestin bikşînn zêhniyeta xwe û
ew çand, exlaq, şêwazê jiyan û
şexsiyeta xwe. Di vir de gavên
girîng avêt. Li ser viya qonaxa
sêyemîn a komployê bixistina dewrê
re dixwazin encam bigrin.
Wekî tê zanîn Tevgera me ji bo
komploya navneteweyî û tasfiyekariyê
vale derbixe, li ser bingehê hedef û
armancên xwe bimeşe têkoşînekî pir
mezin meşand. Ji bo pirsgirêka Kurd
bi rêyên aştiyane, demokratîk were
çareserkirin, projeyên makul ên nû
çêkirin. Bi fedekarî û wêrektî
agirbest pêşket. Bi van re xwest
çareseriya pirsgirêkê çêbibe. Lê
hêzên komploger û mîtînger beramberî
hemû hewldanên me vana tev li dijî
Tevgerê xwestin berovajî bikarbînin.
Xwestin Tevgerê tune bikin û radest
bigrin. Hemû hewldan û agirbest an
xwestin wiha bikarbînin. Ancax gava
Tevger xwe ji nûde kom kir kete nava
têkoşînê ev hêzên ku tengav bûn, ji
bo armanca xwe pêkbînin bangawaziyên
agirbest bila çêbibe, kirin.
Rêbertiya me û Tevgera me birastî
jî, ji bo derfent bide çareseriyê bi
niyetek baş bersîv ji van
bangawaziyan re dan. Rêbertiya me
got, “heger lîstik nebe gûncave”.
Tevger bi vî awayî agirbestekî yek
alî kirin. Çi heye ku bersîva vî
agirbestî bi jahrdayîna Rêbertî
çêbûye. Dîsa li ser gerîla rêbazên
jahrdayînê jî di nav de operasyonên
ji hole rakirinê hertimî pêşxistin
e. Wekî Îlker Başbûg da xûyakirin,
operasyonên îmhayê ku di ti demê de
ev qas mezin nehatine meşandin
pêşxistin. Li ser gelê me û siyaseta
demokratîk zextên mezin pêşxistin.
Di Şengalê de komkujî çêbûn,
girtinên mezin pêşketin. Ji agirbest
û lêgerînên me ên çareseriyê re wisa
bersîv hate dayîn. Di vî pêvajoyî de
derket holê ku Dewleta Tirk û hêzên
din ên agirbestê dixwestin, ne
aligirê çareseriyê ne, li ser
bingeha komplo pêşbixînin hewldane.
Tevgera me jî li hember ew êrişa
kujer a li hember Rêbertiya me
çêbûye re bi biryara pêngava “Êdî
bese, Rêbertî bijî û bide jiyîn”
bersîv daye. Ev pêngav xwe
parastin, heyîna xwe domandin û
dayîna jiyan kirine. Ji ber hate
dîtin ku ev êrişa tunekirinê bi
Rêbertî destpêkirin û dixwazin me rû
be rûyê tunebûnê bihêlin. Hate dîtin
ku mîsogere ku ger em xwe neparêzin,
pêngavekî wiha nedin pêşxistin
tunebûn wê ji aliyê meve pêkbê. Ev
pêngava li dijî kolebûnê, radestbûnê
parastina xeta azadiyê ye.
Ev pêngav di serî de jî hevdîtin bi
Rêbertiyê re dayîna çêkirinê re vale
derxistina komployê ye. Yekbûn bi
zêhniyet û şêwazê Rêbertiyê re ye.
Ji ber ji WÎ dûrbûn hatiye jiyîn, ev
jî Tevgerê pir bêhêz xistiye, hindik
maye ku Tevgerê ji hêzekî têkoşînê
derbixîne û her wiha bi tunebûnê ve
rû be rû bimîne. Hêzên komploger û
mîtîngeriya Tirk ger qonaxa sêyemîn
a komployê bi pêvajoya tunekirinê
dane destpêkirin, ev bi rewşa meya
rêxistinî ku em dijîn re eleqedere.
Ji ber Tevgerek ji zêhniyeta xwe,
şêwazê xwe dûrbikeve û têkeve nav
pergalê gengaz dibe ku pergal wiya
têxe bin çavdêriya xwe. Hêzên
komploger û mîtînger an ji vî rewşî
sûd wergirtin, ketin nava pêngavekî
dawiyê û xwestin encam bigrin. Heger
em jî dixwazin, tune bûnê vale
derbixînin û serkeftina komployê
asteng bikin, tiştê pêwîste were
kirin carekdin zivirîn li zêhniyet û
şêwazê xweye ango esas girtina viya
ye. Ev jî bi Rêbertî û bi her aliyê
wî re carekdin hevdîtine. Di vê
aliyê bingehîn ê pêngavê wisa were
fam kirin. Aliyê vê pêngavê ê hest,
bîrdozî, felsefe, rêxistinî, siyasî,
eskerî, çandî, exlaqî û jiyanî heye.
Armanca vê pêngavê carekdin bi
cewher û koka xweve bûyîna yeke û li
ser viya re jî derketinek dayîna
çêkirine. Xwe ji hemû ferasetên ku
me lewaz dixe, paş ve dikşîne,
bindixîne, tîne rewşekî tunebûnê
xilaskirine. Di her aliyekî de bi
şêwaz û xeta wî re yekbûne. Li ser
vê bingehê ji şêwazê karmendiyê
derketin zindî kirina milîtaniyê,
carekdin hatina asteya rêxistinekî
têkoşîn dike. Bi vî awayî li pêşiya
tunebûnê girtin, vale derxistina
îmhaya hêzên komploger-mîtînger
pêşdixîne, çareseriya pirsgirêka
Kurd gav gav pêkanîn e. Armanca
pêngavê ev e.
Ger ev pêngav rast neyê têgihiştin û
li ser vî bingehî têkoşîn pêşnekeve,
di be ku plansaziyên îmhayê encam
bigrin. ger hûn bala xwe bidinê dema
me vê pêngavê da destpêkirin “ Êdî
bese, em bi Rêbertî re hevdîtin
bidin çêkirin, Rêbertî bijîn û bidin
jiyîn” têkoşîna vî hate meşandin,
mîtîngeri ya Tirk jî hema li hember
vê pêngavek pêşxist. Ew jî şîarên
wekî yên me bikaranîn. Ew jî destpê
gotina, “êdî bese, kêr gihişt hestî”
kirin. Ji bo pêngava me bê bandor
bikin û ketin hewla serxistina ew
pêngava ku bixwe dane pêş xwe. Çawa
kî em bi vale derxistina tunêbûnê re
ji vir hêz digrin û dixwazin
çareseriyê bidest bixin, ew jî bi vê
pêngavê re dixwazin me tunebikin û
pêngava serkeftin bidestxistinê dan
destpêkirin. Tirkiye ji bo pêngava
xwe bidest bixin hertiştê xwe daniye
holê. Eşkere dibêjin armanca pêngava
wan, ji holê rakirina PKK’ê ye. Ji
bo pêkanîna viya jî çi pêwîst be wê
bikin, hemû xeterî jî bidin ber çavê
xwe. Di vê mijarê de tê dîtin ku pir
bi biryar û bê tawîz in.
Pêwîste tevahî kadro, gel û
xebatkarên me bi vê rastiyê dîtinê
re ew pêngava “Êdî bese, Rêbertî
bijî û bide jiyîn” a hatiye
destpêkirin re bi hemû hêza xwe
tevil bibin. Di hemû qad an de ji bo
ev pêngav bigihije serî di vê
hertiştê xwe deynin holê. Di vê xwe
ji hemû cure kêmahî, xeletî û
ferasetên çewt rizgar bikin. Ji nû
de bi rihê Rêbertî re xwe paqij
kirin, vîna xwe bi hêzkirinê re xwe
tevlî têkoşînê bikin. Li ser bingeha
ku hest û ramanên xwe mezin kirinê
pêwîste rêxistin û çalekiyê mezin
bikin. Di vê bi temamî bikevin
mantiq yan jî hestên Rêbertiyê.
Pêwîste bikevin feraseta Rêbertiyê
di warê raman, siyaset, rêxistin,
çalekî û jiyanêde. Ew kesayet, exlaq
û çanda ku Rêbertî li pêşdibîne
pêwîste esas were girtin. Ew dûrbûn,
çewtî û dinava pergalêde helînên ku
di zêhniyet û şêwaz de derketine
holê talûkeyên viya bidîtinê re xwe
bi awayek lez ji bin çavdêriya
pergalê û meşandina wê derbixîne, bi
vê pergalê re di her aliyekî de
têkeve nava têkoşînê. Ev pêngav
pêngava vale derxistina komployê,
tunekirinê û ji hole rakirinê yê. Ev
pêngav pêngava Rêbertî dayîna jiyînê
ye. Pêngava Azad kirina Rêbertiyê
ye. Pêngava çareserkirina pirsgirêka
Kurd e. Ger em vê pêngavê bi israr û
bi serkeftî pêkneînin, ev dê me bibe
berbi tunebûnê ve. Ger em tunebûna
Rêbertî û Tevgerê naxwazin di vê em
têkoşînê bilind bikin. Di vê em
serhildanê mezin bikin. Pêwîste em
hertimî dinava têkoşînekîde bin.
Pêwîste em gerîla mezin bikin, jêre
bibin hêz û alîkar. Di vê em
propaxanda û ajîtasyonê bihêz birêve
bibin. Di vê em dîplomasiyê bi hêz
bimeşînin. Ew tunebûna ku hêzên
dagirkeriya Tirk ku dispêre komployê
pêşdixîne, pêwîste ji herkesê re
bidin xuyakirin, vekirin, famkirin û
li ser vê bingehê li dijî îmhayê
sekinîn, di vê em hewla ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd di
rêka demokratîk de were pêkanîn re
alîkar bin
Pêwısıte pêşengiya vê pêngavê herî
zêde ji aliyê jin û ciwanan ve were
kirin. Bilind kirina vê têkoşînê ji
aliye ronakbîrên Kurd û her wiha
gelê me ve şerte. Ger jin, ciwan û
ronakbîr van tiştên di qewimin
tênegihin, viya ji gel re rave
nekin, nedin fam kirin û li ser vê
bingehê ji têkoşînê re sor nekin,
helbet gel diber xwede nakeve nava
têkoşînê. Ji bo gel tiştên diqewimin
rast têbigihin, ên ku di vê
pêşengiyê bikin, berpirsyariya
pêşengiyê û pêwîstiyên wî pêkanîn,
gelek girîng e. Bûyîna pêşeng tê
wateya; gelê xwe, berjewendiyên gelê
xwe di her şert û mercekî de temsîl
kirin û dana kirin e. Ji wê re
nêvenga têkoşînê û derfet
afirandine. Bûyîna pêşeng jî,
ronakbîr jî viya dixwaze. Lê bi
xemgînî em viya dibînin ku jin,
ciwan û ronakbîrên me wekî tenê lê
temaşe dikin û ji dûr ve dişopînin.
Wekî ti talûke di holê de nîne,
rewşekî hertimî tê jiyîne wisa tê
xuyakirin ku dinava nêzîkatiyekî
rehawet û xefletê deye. Heger ji vê
xefleta mezin hişyar nebin,
berpirsyariyên xwe neynin cîh, wê
mezin bûna talûkê bi jiyankirinê re
fêr bibin. rojên ku tên jiyîn rojên
asayî nîne. Komplo dixwaze bie
encamê. Dewleta Tirk dixwaze bie
encamê. Yan wê di vir de serbikevin
yan jî wê wenda bikin. ev ji bo me
jî derbas dibe. Rewş gihiştiye
xalekî wiha. Em naxwazin wendabikin.
Ên ku naxwazin wenda bikin jî pêwîst
dibe ku li hember vê plansaziya
mezin a îmhayê pir mezin li berxwe
bide, xwe birêxistin bike û bûyîna
xwediyê çalekiyên mezin di nirxekî
jiyanîde ye. bi şêweyek dîtir ne
gengaze ku pêşiya îmhayê were
girtin. di vê neyê gotin tiştek wisa
nîne. Pêwîste neyê gotin pêvajoyekî
asayî, pevçûnên asayî tên hiyîn. Êdî
em dinava pêvajoyekî fînal
dilîzedene. Dewleta Tirk tevahî hêz
û derfetên xwe bikartîne ji bo
Tevgerê bê nefes bihêle. Dixwaze
herkesê li ser Tevgerê de bîne.
Komjî dinav de hemû rêyan bikaranînê
re dixwaze bie encamê. Êdî viya
naveşêre, eşkere eşkere bilê dike.
Nokerên Kurd jî vekirî vekirî dinava
vê plansaziyê de cîhê xwe digrin. Di
vê ciwan, jin, ronakbîr û gelê me vê
rastiyê bibînin.
Di qonaxa ku em hatinê de di vê di
hemû qad an de protesto û serhildan
pêşbikevin. Di rewşekî dereng mayîde
ne gengaze ku mirov bikare viya
telafî bike. Ger di wextê xwede em
tevnegerin, muhtemele ku îmha pêk
were. Tabikî wê Rêbertî, gerîla,
rêveberiyên gerîla heya bêhna xweya
dawî li berxwe bidin. Wekî di dîroka
xwede jî bûye ticarî radestbûn û
xiyanetê napejirîne. Tawîz ji
azadiyê nayê dayîn. Lê dibe ku hêza
Rêbertî û gerîla besî pijqandina van
êriş an neke. Ji ber derfetên hêza
dijber jî pir heye. Wekî ciwan, jin
û tevahiya gelê me nerabin ser piyan
jî wê ev êriş werin pijqandin
(püskürtme) jî xefletekî wisa mijara
gotinêyeş. Heger ji îro de ev talûke
neyê dîtin û nekevin tevgerê wê sibe
pir dereng bikeve. Di vê ev êdî were
dîtin û ji vê xefletê were derketin.
Pêwîste li her deverekî jin, ciwan û
ronakbîrên me civakê zana bikin,
rêxistinbûyîn û çalekiya gel di vê
pêşbixînin. Heya jiyan Rêbertiya me
nekeve bin ewlehiyê û azadiya wê
nebe ev çalekî di vê bê navber were
domandin. Bi nasnameya xwe, ziman û
çanda xwe ve, bi azad siyaset kirinê
re heya bi çareserkirina pirsgirêka
Kurd re encam bibe di vê em têkoşîna
xwe bidomînin.
Li hember ew êrişên nijadperest,
şoven, faşîst û nêzîkatiyên Kurd an
biûk dixîne a Dewleta Tirk
pêşxistiye raste nerazîbûnên Kurd an
çêbûn. Lê ev nerazîbûn kêm in. Ji
ber kêm jî bûn şovenîzma Tirk
bêperwa pêşdikeve. Heger seknekî
bes, nerazîbûn pêşbiketa, wê
nekarîbana ev qas êriş an bêperwa
pêşbixînin. Ji xwe bi van êriş an re
armanca xwe; reaksyonan lewaz kirin,
ji holê rakirin û radest girtine.
Hinek dibin navê em neyên
provakasyonanan, provakasyon çênekin
de li pêşiya li hember van êrişan ew
nêrazîbûnên ku çêdibin digrin. Bi
sekna xwe li pêşiya reaksyon
birêxistin bibin û li ser vê bingehê
çalekî hîn zêdetir birêxistin bûnê
digrin ango dibin kelem. Ji xwe di
holê de provakasyonek heye û ev
provaksyon jî dewlet bixwe pêşdixîne.
Daîreya şerê taybet pêşdixîne.
Armanca xwe jî, tefandina Kurd ane.
Pêwîste bi awayek mîsoger gelê me li
hember van êrişan paşde gav navêje.
Li hember van êrişan di vê hertimî
rêxistin û çalekiya xwe pêşbixinû
xwe bihêz bikin. heger li dijî van
êrişan bi rêxistî û bialekî were
seknandin, emê bikaribin van êrişan
paş ve bipijiqînin. Emê bikarin ji
talûkeyê derbixînin. Ji bo pevçûn
çênebe ketina nava nêzîkatiyek wek
xwe paşde kişandin, tefînêde,
nêzîkatiyekî ew dixwazin jî ji xwe
ev e. Ev hêz bi îftîrayekî alçaxane
wekî “ PKK dixwaze pevçûna Kurd-Tirk
pêşbixîne” derdixînin pêş. Di
rastiyê de ew bixwe bizanebûn
pevçûna Kurd-Tirk pêşdixînin. Ev jî
daîreya şerê taybet pêşdixîne. Bi
hemû artêşa xwe, wezîr, Serokwezır,
Serokkomarê xwe ve; bi partî û
rêxistinên xwe ên civakên sivil re
viya pêşdixînin. Nikarin viya bikesê
bidin pejirandin. Li hemberviya
tişta divê wre kirin xwedî li
Rêbertiya xwe, gerîlayên xwe,
rêxistina xwe derketine. Xwedî li
nasnameya xwe, rûmeta xwe, heyîna
xwe û vîna xwe derketine. Ev êriş
ancax bi têkoşînê dikarin bêbandor
bikin. heger Tirk li hember xwe kes
û gelekî lewaz bibîne êrişkartir
dibe. Lê em dizanin destê ku
neşikandiye maçî kiriye. Îro bawer
dikin ku wê destê Kurd an bişkînin,
ji ber vê çendê ev qas bêrehm êriş
dike. Ji ber dibêjin em bihêzin û
tevahî cîhan jî li pişta mene.
Herwiha wisa dihizirin û hêvî dikin
ku wê zû karê Kurd an xelas bikin.
ji ber vê yeke ev qas êrişkar dibin.
heger bibînin ku nikarin xelas
bikin, stûyê Kurd an hêsan hêsan
nikarin bitewînin, bi tefînin,
radest bigrin wê dest jî vê helwesta
xwe berdin.
Pêwîste gelê me xwedî li rûmeta xwe
derkeve. Ji ber wê jî li hember van
êrişan di vê rabin ser piya û
biqîrin. Pêwîste her roj dinava
çalekiyêde bin. Li her devera ku
têdeye pêwîste parastina xwe bihêz
bike. Li hember êrişan li berxwe
bide. Rêxistina xwe û yekîtiya xwe
ya netewî bihêz bike. Di derdora
Rêbertiya xwe û rêxistina xwe de di
vê yekitiya xwe pêşbixîne. Di vê
bizane xwedî li Rêbertiya xwe,
rêxistina xwe û xwe d |