|
Komploya Navneteweyî Bi
Destê Partiya Îxanetkar AKPê Tê
Domandin
Dîroka mirovahiyê de du
paradîgma û bi vê re girêdayî du
pergal hatine jiyîn. A yekemîn
civaka xwezayî ye ku di temenê
mirovahiyê de % 98 cîh digre. A
duyemîn jî pergala hiyerarşîk û
dewletparêze ku dîrokê de pênc-şeş
hezar salên dawî digre nava xwe.
Civaka yekemîn ango civaka xwezayî,
ser nirxên demokratîk û komînal pêş
dikeve. Di vê civakê de wekhevî,
azadî, hevdû temamkirin, ji bo hevdû
jiyan kirin, herkes û her tişt zindî
dîtin bingehê jiyanê ava dike. Di vê
jiyanê de desthilatdarî, dagirkerî,
serdestî û bindestî, binirx û bênirx
bûyîn, nayê dîtin. Ji bo ku ev civak,
civakeke di nava xwezayê de nû
derketiye, pêkhatina wê de
neasayîbûnek nehatiye jiyîn, ev
civak cewherê mirov bûyînê û civaki
bûyînê dide nîşandan. Ev civak bi
nirxên xweyê demokratîk û komînal
piştî civaka hiyerarşîk û
dewletparêz pêş ket jî heya îro xwe
da domandin. Yên dijî pergala
desthilatdar ji bo azadî, wekhevî û
demokrasiyê tekoşîn kirine hemû di
nav vê eniyê de cîhê xwe digre. Wek
etnîsîte, tevgerên pêyxemberan,
tekoşînên çînên bindest, tekoşînên
gel û ya jinê lidij pergala
desthilatdar meşandî di nava vê qadê
de cîhê xwe digre.
Pergala duyemîn yanî
civaka hiyerarşîk û dewletparêz
dîroka mirovahiyê de dîroka
nexwaşiyê ye, dîroka ji rê derketinê
ye. Ev pergal encama ji diyalektîka
civakê dûrketine. Ev civak, civakeke
ne asayîl û xwezayî ye. Civakeke bi
destê desthilatdarî, dagirkerî û
serdestiyê hatiye çêkirin e. Yanî ev
pergal ji bo xwe bidomîıne, xwe
bihêz bike mirov û civakeke nû,
lêbelê ji mirov û civaka cewherî
dûrketî diafirîne. Ev pergala
desthilatdar ji bo ku
desthilatdariya xwe rewa bike, di
têkîliyên navbera mirov û xwezayê
de, navbera mirovan de, navbera
zayendan de parçe bûyînê dide
avakirin û milekî dike desthilatdar,
milekî jî dike bindest. Hin kesan
dike dewlemend, mezin, bihêz,
derdixe qada xwedê, hin kesan jî
dike bin erdê, feqîr, bêhêz, piçûk
dike. Ji bo wê jî ev pergal û
zêhniyeta wê ya desthilatdar
çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî,
çandî, aborî, ekolojîk e. Ev pergal
nûneriya xwe a herî baş di dewletê
de dide nîşandan. Ji bo wê yekê jî
dîrok dibe dika tekoşînê kû di
navbera nirxên civaka xwezayî û
civaka dewletparêz de pêş dikeve ye.
Bi zanebûn û bêzanebûn herkes di nav
vê tekoşînê de cihê xwe digre. Ji bo
wê jî ya kû mirovan de tê ziman
tekoşîna navbera civaka xwezayî û
pergala dewletparêz e.
Tê zanîn Rêber APO, bi
komployeke navneteweyî û bitevlîbûna
sîhî zêdetir dewletan, neh sal berê
hate girtin û radestî dewleta
Tirkiyê hat kirin. pegala
desthilatdar wê zanebûnêde bû ku wek
pergalekî hev civiya û bû yek.
Dewletan nûneriya dîroka
desthilatdariyê hemû kirin. Îro jî
di bin şertên herî dûrî mirovahiyê û
dijwar de tê girtin û di dawîde jî
hate jahrkirin. Roj bi roj hewl tê
dayîn ku were tasfiyekirin, ji holê
were rakirin. Rêber APO ne tenê ji
bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê
tê wateya sererastkirina dîrokê,
bidestxistina azadî, wekhevî û
demokrasiyê. Rêber APO bi bîrdoziya
xwe, têgîhîştina xwe û piratîze
bûyîna xwe li dijî pergala
hiyerarşîk û dewletparêz bû
alternatîfek. pergalên desthilatdar
her tim nirx û jiyana PKK’ê ji bo
xwe xeternak dîtin û her tim hewl
dan ku bi vê jiyan û bi van nirxên
pîroz bilîz in. Hewl dan PKK’ê di
nav xwe de bihelînin. Ji bo ku di
PKK’ê de xeta Rêber APO a serbixwe û
gelêrî esas bû ev xwasteka
desthilatdar an pêk nehat. PKK ne bû
parçeyeke vê pergala metînger û PKK
jiyana vê pergalê nepejirand, neket
xîzmeta pergalê. Ji aliyê pergala
desthilatdar de berpirsiyar jî Rêber
APO hate îlan kirin. Ji bo vê jî
tolhildana vî tiştî bi tasfiyekirina
Rêber APO dixwazin bidest bixin.
Ji bo vê yekê pêwîste
tiştên di Rêber APO de têne
temsîlkirin baş were zanîn û ên
Rêber APO wek dijmin îlan dikin baş
werin naskirin. Tekoşîn di navbera
du pergalan de ye. Nûneriya nirxên
mirov an dike mirov Rêber APO dike,
nûneriya mirovan ji mirovbûyînê
derdixîne jî hemû dewlet dikin. Ev
dewlet jî hêza xwe dikin yek û di
şexsê Rêber APO û gele Kurd de
dixwazin hêviya azadiyê, wekheviyê
tine bikin. Her çi qas di navbera
dewletan de –ji bo ku cîhana
berjewendiyan de dijîn- hinek nakokî
hebin jî wexta pirsgirêk dibe
pirsgirêken pergalî dibin yek. Ev
rola qirêj jî îro dane AKPê. Ev rol
ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve, ji
aliyê hêzên navneteweyî ve jî hatiye
dayîn.
AKP bi destên DYE
(Dewletên Yekbûyî Emerîkî) hate
damezrandin. Tê zanîn Tayîp Erdogan
beriya AKP were damezrandin, demeke
dirêj DYE’yê ma û destûr û piştgirî
ji hêzên navneteweyî girt. DYE dema
sosyalîzma pêkhatî de bi “kembera
kesk” di nav dewletên Îslamî
piştgirî da Îslamiyeta hişk û xwest
sosyalîzma pêkhatî sînor bike. Piştî
sosyalîzma pêkhatî hilweşiya,
pêwîstî bi ev hêzên Îslamî û hişk
nema. Car car jî ev hêzên Îslamî yên
radîkal wek talûke hatin dîtin û
hewl dan ku van jî tasfiye bikin.
Pêşengtiya pergala
kapîtalîst DYE dike û dixwaze di
hemû cîhanê de hêzên muxalif tasfiye
bike û astengiyên pêşiya sermaye yê
ji holê rabike. Di cîhanê de lidij
emperyalîzma kuresel
Rojhilat a Navîn xwedî
potansiyeleke alternatîf e û
serhildêr e. Rojhilat a Navîn xwedî
nasnameyeke dîrokî, bixwe bawer e û
mudaxaleyên li der ve tên kirin zû
zû napejirîıne. Yên dixwazin di
Rojhilat a Navîn de hin guhertinan
pêş bixin, rastiya Rojhilat a Navîn
divê li berçav bigrin. DYE hem ji
bo astengiyên pêşiya sermaye yê
rabike him jî ji bo vê potansiyelê
ji holê rabike mudaxale li Rojhilat
a Navîn kir. Ev mudaxale bi komploya
li dijî Rêber APO hat pêşxistin
destpêkir, di Afganîstan û İraqê de
berdevam kir, ev jî biç awayek
cûrbecûr l, hemberî heremê tê
pêşxistin. DYE vê mudaxaleyê de
dixwaze dewsa Îslam a radîkal bi
Îslam a nerm bikeve heremê.
DYE, Tirkiyê ji bo
Rojhilat a Navîn wek mînakekî digre
dest. Tirkiyê wek dewleteke Îslamiya
nerm binav dike. Dixwaze bide
xuyakirin ku hem dewleteke Îslamî
hem jî demokratîk, gengaz e ku di
heman demê de nirxên Rojavayî ji xwe
re esas digre. Di vê xalê de AKP’ê
wek Hespê Trûva bikartîne. Îro AKP
bi navê mislimantiyê, ji bo
berjewendiyên DYE pêk were dixebite.
AKP bi navê Îslamê piştgirî dide ew
dewleta ku ji bo berjewendiyên xweyî
bêmaf bi sed hezaran mirov kuşt, di
êşkencexaneyan de bi rûmeta deh
hezaran mirov an lîst. Eşkereye ku
ev mirovên birûmeta wan hat
lîstin, di hate wateya Rojhilat a
Navîn. Yanî bi piştgiriyên herêmiyan
herêm hate binpêkirin, perçiqandin.
Ser vî hîmî eşkere ye kû AKP
partiyeke îxanet li Rojhilat a Navîn
kiriye û nokerê emperyalîzmêy e.
Bi projeya DYE’ê ve
girêdayî bi navê AKPê pir welatên
Rojhilat a Navîn de partiyên nû tên
damezrandin. DYE dixwaze li tevahiya
Rojhilat a Navîn de bi îslama nerm
bikeve van welatan û dagir bike.
Wexta ev pêk were wê di Rojhilat a
Navîn de desthilatdariya
emperyalîzmê bi her awayî wê serdest
bibe.
DYE’ê di vê projeya xwe ya
dorfireh de li Tirkiyê de
serkeftinek bidest xist. Bi desteka
xwe AKP kire partiya yekemîn,
serokkomartî, serokatiya parlamenê
jî nav de pir qadan de dewlet bidest
xist. Bi destê AKPê rejîma Kemalîst
tasfiye kir, demeke nû da
destpêkirin. Ji bo vê yekê jî AKP ne
tenê ji bo Kurdan ji bo komarê bi
xwe jî tehlukeyeke pir mezin e.
AKP ji bo amûrê mudaxaleya
dewletên heremê û Tirkiyê ye,
navbera dewleta Tirk û AKP’ê de hin
nakokî hatin jiyan kirin û tê jiyan
kirin jî. Îslamiya siyasî her tim
xwastiye bibe hevparê dewletê,
îxtidarê. Dewleta Tirk jî her tim
hewl daye kû talûkeya Îslamî nejî,
wexta pêwîst bûye jî bi tûndî çûye
ser û çewisandiye. Lêbelê îcar rewş
cûdaye û pişt îslama siyasî de
desteka hêzên navneteweyî heye. Wek
me dabû diyarkirin jî komara di Tirk
de bûn hêzeke sereke. Ji bo wê jî
dewleta Tirk neçar ma bi AKP’ê re di
hin xalan de lihevkirinekî bike. Ev
xal jî pirsgirêka Kurd e. Pêwîste
were zanîn ku dijmin îlankirina Kurd
an bi hêzên navneteweyî jî ve
girêdayi ye.
Dewleta Tirk Kurdîstanê de
bi tekoşîna PKK’ê polîtîkaya îmha û
înkarê de îflas kir. Dagirkeriya
Tirk bi destê partiyên dinêdî
Kurdîstanê de nikarî xwe bide
berdewamkirin. Ji bo rûyê wî yî
qirêj bi her awayî derketi bû holê
xêncî darê zorê tu rê jê re nema bû.
Bi amûrên zorê jî heya îro encamekî
berçav bidest nexistî bû. AKPê xwe
gîhande hawara dewleta Tirk û bû
partiya dewletê ya Kurdîstanê de.
Pêwîste mirov nakokiyên
navbera AKP û yê xwe xwediyê dewletê
dibînin de têne jiyan kirin nexape.
AKP îro partiya dagirkeriyê ye. Rûyê
dewleta şerxwaz, xwinrêj, mijok û
zalim AKP ye. Pirsgirêka Kurd de AKP
dewlet e. Dewlet bi destê AKP’ê
dixwaze Kurdîstanê nûda fetih bike.
AKP çawa ji bo Rojhilat a Navîn rola
meşrûkirina sîstema dagirker dilîze,
Kurdîstanê de jî heman rolî dilîze.
Gelê meyî xwedî bawerî, misliman ji
aliyê AKPê ve tê îstîsmarkirin. AKP
dîn û baweriya gelê me ji bo
berjewendiyên xwe bikartîne. Ji bo
xwe bi dewletê zêdetir bide
qebûlkirin û dewletê de zêdetir cîh
bigre gelê Kurd dike qurban. Evî jî
hin Kurdên teslîm bûyî digre nav xwe
û wan jî ji bo rûyê xwe yî xayîn û
girêj veşêre bikartîne. Ji bo vê jî
AKP heman demê de hemberî
mislimantiyê, baweriyê û Kurdîtî yê
jî nava îxanetê de ye. Başe, wê demê
çima hevqas îxanet? AKP partiyeke
çîna navîn e. Taybetmendiyên çîna
navîn de prensîp, pîvan , nirx
nîne. Soza wî ne soz e, gotina wî
ne gotin e, kiryarê wî ne kiryar e,
ji bo berjewendiyên xwe dest her
tiştî dikare berde, her tiştî dikare
bike mijara firotinê. AKP îro exlaq
jî, dîn jî, rûmetê jî difroşe.
Ji bo wê yekê jî pêwîste gelê me vê
rastiya AKPê bibîne û li dijî wê
AKPê xwedî helwest be.
Îro ew pêkanînên li dijî
gelê Kurd têne meşandin di hemûyan
de aktor AKP ye. Rêber APO dema
AKP’ê de bi destê wan hate jahrkirin,
îro tendurîstiya Rêber APO her diçe
xirabtir dibe û pêşî lê neyê girtin,
îmha bûyîn jênerev e. Îmha bûyîna
Rêber APO jî eşkere ye kû îmha
kirina gelê Kurd û hemû hêvî ya
azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.
Piştî îmha kirineke wisa bila kes
benda jiyaneke asayî nebe, ji bilî
vê bila benda jiyanê nebe. Gelê me
pêwîste bi vê zanebûnê nêzîk bibe û
helwesta xwe ya herî tûnd bi
çalakiyên meşrû, ne huquqî bide
xuya kirin. Bi çalakî û xwedî
derketina xwe van pêkanînên qirêj
vala derbixe, serî de tendurîstiya
Rêber APO hilde garantiyê. Pişt re
jî azadiya Rêber APO bi dest bixe.
Xebat Andok
|