Rupela Destpêkê

    

TECRÎT KUŞTİNA MİROVÊ AZAD Û MİROVAHİYÊ YE

Ev Hevok hevokeke hertim tê dûbarekirin û wateyek mezin di nava xwe de hildigire. Em dibêjin mirov heyînekî civakî ye. Ango beyî ku bi mirovên cihê re, bi hinek cureyan re hevkarî pêşbixîne, avabike nikare bijî. Mirovekî bixwaze jiyana xwe bidomîne, qasî ji bo xwe li hemberê gefên derve û tahlûkeyên xwezayê biparêze, ji bo karkirin û hilberînê jî pêwîstî bi hinekdin re hevkarî kirinê dibîne. Ji ber serdemek me hemûya a zaroktiyê heye em dizanin. Bê îstîna her zarok pêwîstiya alikariya yên din bi awayek kûr dibîne. Zarokek di aliyê karîgeriya herî bingehîn a jiyanê de ji hêz û derfeta li xwe nêrînê xizan e. Ji ber vê sedemê bi hinek din re têkilî avakirin ji bo zarok meseleyekî mirin mayînê ye. Bi tena serê xwe mayîn, ji ber vê binyeta xwe ji bo heyîna wî herî tehdîtekî cidî çêdike. Ev rista rastiya civakî ya di jiyana mirov de wezîfe dide diyarkirin hîn di serî de rastiya ku hêza civakî dibe pîrozahiyê ye. Xala derketina ramanên olî jî di rastiya vê pîrozbûnê de dirazê. Bi gotina Rêber APO  “pîrozkirin pîrozwer bûn, pîrozwer bûn jî hêza civakê ye”.

    Marks, di pergala kapîtalîst de tişta jêre tê gotin nirx, ji keda ferdekî hatiye îzolekirin pijiqiye, divî alî de ji bo têgihiştina sermaye çêbibe dide xuyakirin ku divê têgeha derketina keda civakî çêbibe. Berovajiyê vê hizirîn, heya mirovên bi hev re jî dijîn û diaxivin nebin, biqasî hesibandina pêşketina ziman, bivî awî dide diyarkirin ku nerast e. Ji vê ketina tevgerê tê vegotin ku di tehlîla dawî de mirov ziman e. Ev diyarkirin, yekeyek bi rastiya mirov heyîneke civakîye ve lihev tê. Bi gotinek din, civakbûn şertê heyîna cûrê mirov e. Encama vê ya xwezayî û destjêneberdan jî ferdekî tenê nedîtin, mirov bi serê xwe tenê jiyîn negengaz e. Ger em bi gotinên Rêbertî re îfade bikin, " qezençkirina hêz a cûre mirov, bi temamî bi asta xwe ya civakî re, bi ew têkiliya daye avakirin ve girêdayî ye. Herî şêwazê hovane ferd lewaz kirin, kolekirin, asta tenê bûna ji wî re tê sepandin e, tecrîta dijî ye."

    Rewşa heyîna cûrê mirov, di ew civaka xwezayî ya ku li tê de dijî, her endamê ku mirov di nava yekbûna lebatî/organîk a civakê de, weke perçeyekî wê yê jênayê veqetîn dijî. Endamekî ji derveyî kombûna qelan qet nayê hizirîn. Rêgez a `yek ji me ji bo me hemûya, em hemû jî ji bo yek ji me ye" weke hîma rêgezeke, ji bo vê şêwazê jiyana civakî guncav e. Her çiqasî hîn nekiribin tegeh jî, nirxên herî bingehîn ên em dibêjin azadî û wekhevî di vê şêwaza jiyana civakî de bi şêweyekî diber xwe de heye. Tevahî bihîstin û baweriyên endamên civakê hevbeş in. Bi zext û dagirkeriyê ve, di çavkaniya van de ew milkiyeta taybet a cihdigre di asta têgeh de jî nayê behs kirin. Weke hilberîna dostaniyê lihevkirin esas e. Bi awayek xwezayî di civakeke wisa de ji hesta tenêbûnê re jî cîh nîne. Nifşê mirov, ji saya ev hêz û derfeta muezzem a civakbûnê bûye mirov. Ew pîvan û qeydên em jêre dibêjin exlaq dîsa di keziya civakbûnê de tê holê û berdewamîbûna wê çêdike. Hest û zanabûna bûyîna ayidê civakê, şexs bi van qeyd û pîvanan ve di nava lihevhatinekî bidil ve dehfê jiyankirinê dike.  

İnsûrek din ê ku dihêle pêdîviya mirov xwe ayîdê cihekê bihesîbîne ew qes girîng dike, jiber mirov hebûneke ku dihizire ye. mirov di nava demê de bi zanista xwe ya cewherîn ve dikeve ferqa xwe ku ew ji xwezayê û ji mirovên din cuda heyberek (nesne)yek bi şexsiyet e. Ji bo her mirovekî dibe asta gihiştina ferqa xwe bê guhartin. Lê disa jî ev xwe ferq kirin, mirov bi pêkve tîne rûbrûyê pirsgirêkeke mirovahî yê: Jiber xwe ji xwezayê û ji yên din cûda hîs dike, dema xwe bi gerdonê û bi tevahî mirovên din ên neyên “xwe” ne re tîne gel hev, wê demê jênerevîne ku mirov xwe biçûk bibîne û negirîngîbûna xwe hîsbike. Dema mirov têgihişt ku ne ayîdê cihekê ye, jiyana wî ne xwediyê watek û girîngiyekê ye, weke bi gotineke nîvîskarekê: “dê xwe weke miswaleke tozê hîsbike û dê dibin negirîngiya xwe ya şexsî de biperçiqe”. Mirovê civaka xweza û şêwazê jiyana klan divê ev rastî di kûranahî hîskiribe.

Lewre di nava yekbûyîna lebatî/organîk a cijvakê de cih girtina wî, ji bo wî ewleya herî mezin a jiyanê ye. Dikare bê gotin ku dema tena serê xwe ma dê tûnebûna xwe hîs bike, dema bi endamên din ên civakê re ma dê mûcîzeya afirandinê hîs bike. Dikare bê gotin ku ev dîtina afirandina mûcizeyan ne rastiya mirovên me yên îro ye, di rastiyê de rastiya mirovên civaka xwezayî yên vê rastiyê ferq dike ye.

Kapîtalîzm, ji pergalên civaka dewletger ên berî xwe cûdatir, pêşketina xwe deyndarê yekser êrîş birina liser civakê û ji vê êrîşê encam girtinê ye. Civak li pêşiya daneheva taybet, di heman reng de daneheva sermayê ya pergala ku pêşdikeve re astenga herî mezin e. Jiber tevahî hilberîn di encama vê de, tevahî nirx wesfa civakî hildigire, ji xwe re jî daneheva taybet weke gefekê dîtin û helwest girtina civakê gelek xwezaye. Sedema herî mezin a derenk pêşketina kapîtalîzma ku ji civaka Hiyarerşîk, heya wê demê tixma wî hebû ev fêmkirina civakê ya weke gef dîtin bû. Daneheva taybet berovajiyê pîvanên ehlaqî yên civakî ye. Lewre ji bo kapîtalîzm pêşbikeve neçare berê hertişti wê keziya civakê ya ehlaqî li gel hev digire perçe bike. Kapîtalîzm tenê dikare bipaşde xistina ehlaqê ve pêşbikeve. Liser bingeha zagona karê herî zêde daneheva sermaye, ya gihiştiye asta dînatiyê û sînoran nasnake bi curek din nayê çêkirin.

Xapandina, kapîtalîzmê rastiya kesayet pêşxistiye û ez ezî berhema kapîtalîzmê ye, yek ji xapandina bitalûke, a temenê pergala ku liser rêça nemirovbûnê pêşve diçe dirêj dike ye. kapîtalîzm nikare kesayet bi afirîne, berovajî heyînên ji civakê re dijmintiyê dikin derdixîne holê. Bûna kesayet herhel nehatina rewşa bûna gurê cûrê xwe ye. Kapîtalîzma ku liser bingeha kes anîna rewşa gurê hemzayendên xwe ve pergala xwe avadike, çawa dikare ji heyîna sosret a ku xwe afirandiye re pênaseya kesayet layîq bîne? Ma qey bûna kesayet, bi îşteheke nizane têr bibe, bi iştahek lawirî ve tevahî nirxên ayîdê civakê xesp kirin, bi helwesteke rahîbên Sumer ên digotin ‘mirov bi pîsatiya xwedayan ve hatiye afirandin’ hîn xeraptir mirovên din tunekirinê ve xwe anîna rewşa xwedê- qralê nû ye? Ma qey bûna kesayet, “ di nava mirov û mirovan de cewherê tazî derdikeve û bê ku nirx jê re we re dayîn girêdanekê nehiştin e? Ma bûna kesayet “nirxa şexsî anîna rewşa pevguhartin ê” û şûna azadiyên bê hejmar ku bi gelek zehmetiyan ve hatine dest girtin, ew tîcareta nazdar û tîcareta azadiya bêrehm kirin e? Ma bûna kesayet, çi tiştê bê tendurist heyî û hertimya wî heyî bi helandinê ve kirina helm, tevahî tiştên pîroz qirêj kirin, mirov, di neçariyeta “ êdî tevahî mercên rastiya jiyana xwe û tekiliyên xwe yên bi mirovên din re heyî gelemperiya tazîbûnê ve bersiv dayîn” ê de hêliştin e?

Bûna kesayet berê hertiştî bi qûtbûna zihniyeta evdbûnê destpê dike. Derbazkirina zihniyeta evditiyê tê wateya qezenckirina zîhniyeta azad. Zihniyeta nû tê wateya şexsiyeta nû ya azad. Yê ji zihniyeta evdbûnê qut dibe wekî ku şexs bixwe ye, wê demê lêpirsîna zihnîyeta serdest û ji vê qutbûn jî destpêkê di şexs bixwe de pêşdikeve. Zihniyeta civakê ya serdest di heman demê de teşeya tekiliyên ku liser civakê serdest e. Lewre nakokiya bi zihniyetê re, bi tekiliyên civaka heyî re nakokiye. Di vê watê de kesayeta zihniyeteke azad qezenc kirye dê neçar bimîne ku teşeya tekiliyên nû liser civakê ferz bike. Ji ber vê sedemê bûna kesayet, bi zihniyeta serdest re ketina pevçûyînan ve seknek şexs a pêwîst dibîne, civaka ku endamê wî ye re teşeya tekiliyên nû ferz dike dikare were pênase kirin. Ji pirsyara ‘wateya mirov çiye ‘re bersivek herî xurt dayîn, li ser vê bingehê mirov rast dana pênase kirin, di milekê de cewherê şoreşa zihniyet çêdike. Ev cewher cewherekê rast e ku hertiştî di destpêka xwe de vedişêre. Ev jî me dibe civaka ku rewşa hebûna mirov e. Wê demê bûna kesayet, lihevhatinê jî di nava rêgezên damezirandina dayîka civakê re girtin, bi vê re girêdayî li hemberê civakê ketina zanistiya berpirsyartiyê ye.

Koletî di wateya giştî de statûya civakî ya pergala hiyerarşîk û dewletperest, bi taybet jî di wateya ku jê re tê gotin civaka jor ji civaka jêr re amede kirye ye. Bi gotinek din, ger dewlet nebe kolekirin ne gengaz e. Weke tevahî pergala şeristaniya dewletperest, liser koletiyê bilind dibe. Weke herîkînekê ‘zîhniyet’ û avahîsazî di rastiya dewlet de hertim esas e. Guhartina teşe ya dewlet tê de dijî guhartina cewher jî neçar dike. Li gorî em dewletê civaka jor a liser civaka jêr pênase dikin, heyîna dewletê heyîna civaka jêr pêwîst dibîne. Dewleta hatiye sazkirin bi koletiya hatiye sazkirin ve yek e. Di encama li dijî koletiyê berxwedaniya civaka jêr de ew nerimbûna hatiye jiyîn koletî ji holê ranekir, lê rastî kurkirina wî tê. Her hewldana ketina nava nerimbûneke koletîyê hinek din kûrtir dike. Koletiya ku hatiye kûrkirin koletiya hatiye cewher kirin e. Di civaka dewletger feodal de hizra koletiyê belavî tevahî civakê bûyîn û weke rewşa jiyanê ya di zayînê de heyî nirxandin îfadeya vê ya herî balkêş e. Di vê çarçoveyê de kapîtalîzmê weke pergala koletiya “kûrbûyî” û bûye giştî pênasekirin di pileya dawiyê de rasteqîne. Koletiya herî bi talûke koletiya serdema kapîtalîzmê ye.

Di zanistekê de rewşa zanistiyê û lihevkirinê, pêşmerca şoreşa zihniyet, bûna kesayet jî ev e: Kesayeteke di xwe de şoreşa zihniyet pêktîne divê xwe bi têkve ji zihniyeta civaka hiyerarşîk û dewletger rizgar bike. Ji zihniyeta dewletger û îqtîdarker qûtbûn, weke hêmanê têkvegerê wî, ji têkiliya şeristaniya navenda wî dewletperest e û ji şêwazê jiyana wî qûtbûnê bixwe re tîne. Pêkhatina van herdûyan bi hevdu re ji me re pênaseya kesayetê azad dide çêkirin. Gotinên Rêber Apo yên wek “ ji şeristaniya çinatî ya hiyerarşîk dewletperest qutbûn rexnedayîna herî bingehîne” ji me tevahiyan re nîşana ketina deriyê azadkirina şexsê xwe dike. Dema ji bo roja me ya îro tê temaşekirin weke kesayetek azad zayînê dana çêkirin, ji bo mirovahiyek jî rêgezên heyîna komînal hatiye dûrxistin çêkirina zayînek elzem pir girîng e. Wesfa vê ya herî bingehîn jî, weke giştî “ji navenda dewletger” û  wek taybet jî “ji jiyana kapîtalîst modern” qutbûnê ve destpêdike. Gûtbûneke wisa wateya zivirandina cewherê mirov hildigre.

Di roja me ya îro de, mirovê pergala kapîtalîzmê “rewşa tena serê xwe bûn” weke bûna kesayet fêmkirin, tê wateya di serî de xwe bi zincîra koletiyê ve girêdan. Bi îfadeya herî giştî, ev rewşa ku weke ez eziyê bê navkirin tam diyardeya bê esilbûnê ye. Ji derveyê xwe tevahî kesên din li gorî gotina ‘ji bo kesayetê civakê yê tenê’, heta potansiyele xizmetkirina ‘ji bo xwe’ wateyek  krêt hildigire. Li gorî gotinê ew, çawa ji mirîşkê re weke hêmana ji hêka wî û ji goştê wî sûd wergire dinêre, ji mirovên devdora xwe re jî heman nêrînê ve dinirxîne. Ji bo wî mirov jî di nav de, hertiştê xwezayê tê hêmana karanîn û hêmana xelaskirinê. çi tiştên ku nedivan taybetmendiyan de be di çavên wî de wateyeke wî û nirxeke wî nîne. Dema dibîhîze behsa têgeha nirx tê kirin pirsyara ku ev tîp dike ev e: dike çiqas? Jiber pere (pare) weke pîvana nazdar a nirx digire dest, ew bixwe jî di nav de ji hertî re weke mijara kirîn û frotinê temaşe dike. Bi gotinek din ve tevde istifçiyek û bazargerek e. Kom dike û bazar dike.

Kapîtalîzm û civakîbûn nikare li gel hev bin. Hîn rastirîn pergala kapîtalîzmê pergala ku civakbûnê inkar dike ye. Cûrê mirovê ku ev pergal afirandiye eleqeya xwe bi rastiya civak û civakbûnê re nîne. Di vir de di wateya ku em bikartînîn ‘ bûna tena serê xwe’ zayîna hestên bêberpirsyartiyê dizê. Mirovê bêberpirsyar mirovê bê ehlaq e û ew jî êdî di rastiyê de ne mirov e. Ehlaq, wekî ku Rêber Apo jî dibê je “zanista azadiya civakê ye, jiyana biqeyd a xwe nasipêre tehdê ye. Tişta ku em jê re dibêjin qeyd nirxên civakê li gel hev digire, sîstematîka pîvan û rêgezan ne. Li ser bingeha hevbeşiya tevahî kesan ev civak, qabiliyeta xwe li gorî van qeydan amedekirin, asta berpirsyartiya radike didane holê. Karexterê civakê yê lebatî/organîk berpirsyartiya li beramberê hev çêdike. Bi vegotinek hîn eşkeretir berpirsyartî rakirin tenê ne barê kesayete; civak jî li hemberê her endamê xwe di heman astê de berpirsyartî radike. Rêgeza bingehîn a jiyana komînal “yek ji me ji bo me tevahî ye, em tevahî jî ji bo me yek kesî ye” tê vê wateyê. Baş tê zanîn ku ji bo civak şexseke xwe biparêze pir caran tunebûna xwe girtiye berçavên xwe. Berpirsyartiya li beramberê hev jî ev e.

Qeyd danîn, rûberûyê pêwîstiya hilbijartinê mayîne. Tiştên wekî baş-xerap, xweşîk-kirêt, rast û xelet rastiyên ku me neçarê tercîhkirinê dikene. Em hilbijartinên xwe li gorî lênêrîna van pîvanan dinerin û çêdikin. Wateya bûna mirov ev e. Ji ber mirov bi zanîna hilbijartinan ve dibe mirov. Wekî di me de heye di lawiran de jî du çav tên dîtin, lawir jî dema hat ser keviyekî ji bona nekeve şûnde vedigere. Ji mînaka hatina ser keviyekî weke refleksa me ya bi teşeya neketinê de tê dîtin, nêzîkatî û helwestên me jî pevdiçin. Lê em çavên xwe tenê ji bo em di dikeviyan de nekevin, dar û li dîwaran nekevin nadin bikaranîn. Çavên me jî dikare yekî li ber fetisandinê ve diçe bibîne û di wê kêliyê de ji bo em wê/wî rizgar bikin dibe em canê xwe bavêjin talûkeyê. Di hindek deman de serkeftin tên bidesxistin û em tên rewşekî rizgarker, hindek wext jî di jiyana me de dibe sedema wendakirina canê xwe. Ev rewş wisa dibe ku em kesê ku jiyana xwe wendakiriye tînin payeya rizgarkerekî mezin. Ji ber vê sedemê ye mirovekî dibîne yekî din di talûkêde ye, lê tevî vê tiliya xwe jî na livîne ji bo me gelek bitirs, bêwijdan û bê exlaq e tê. Cihê, mirovekî bêwîjdan û bê exlaq di civakeke exlaqa xwe wendanekiriye de nîne.

Di wateya giştî de li gorî her cureyên ku nirxên civakî karexterê xwe de radike, ji derveyî civakê derketin û li dijî civakê rêka bitena serêxwebûyînê hilbijartin a wî, tê wateya xwe ji tevahî nirxan razber kirin e. Di gotinê de kesayet e, lê di rastiyê de afirandina kapîtalîzmê ye: ew ji tevahî nirx an qut bûye. Ji bo wî ji derveyî pîvanên hêjmaran çi pîvanên din nîne. Dike çiqas? Fiyeta wê/wî bi çendê ye? Ma tu dê bi çiqasê bikirî? Tu dê çi bidî, bidî çi? Çiqas bikêfxweş e, dike perê bilêtê an ne? Di vê çarçoveyê de bi qandî hûn bixwezin hun dikarin zincîra pirsyar an dirêj bikin. Ji bo mirovê kapîtalîzmê pîvan û nirx di bersîvdayîna van pirsyaran de veşartiye. Lê mixabin zimanê hêjmaran zimanê jiyana hatiye parçekirine; zimanê makîneyên ku parçeyan bihevdû ve dizelîqîne ye. Çi ecêbe ku îro di nave me de jî heyînên ji vî zimanê bandor dibin hene.

Ji nirxan qutbûyîn, heyîna qudreta ji hev cudakirin û hilbijartinê ji holê radike. Ev jî wî/wê bêwijdan û bê ehlaq dike. Baweriya wî ya herî mezin, qabîliyeta wî ya serfkirina pîvan û sînor nasnake ye. Ew hertiştê ku dest diavêjê dixe nava zivirandina metabolîzma ya xwe. Dixwe, vedixwe û davêje derve; ger gotina min di cih de be di vê mijarê de wek karxaneya gûbreyê dihilberîne kardike, zad serf dike, vexwarinê serf dike, cilan serf dike, zayendiyê serf dike, çand û hunerê serf dike, wijdan û exlaqê tune dike, mirovan, û xwe jî tune dike…

Ev azwerî serf kirinê ya bê sînor tîpê mirovê di nava kapîtalîzmê de heyî, wek hewla ji bîrkirina êşên ku tenêbûna wijdanî û exlaqî afirandiye dikare were pênasekirin. Ew birastî jî jiyana ku pêş ve û jor ve dilive tune dike. Ger mirov  mirovên di bar an de, di pavyonan de, di dîskotek an de, di konser an de, li beramberê dîziyên cilq ên di TV’yê de dimînin, ken û kêfxweşiya wî  ya di alema rêl û sanal de temaşe bike û bêje “ew jî jiyanê zewq digrin” xelet e. Ji derveyî wextê demjimêrên di xew û xebatê de derbas dikin, wext ji boy wan tiştekî bêkuştin e. Ji lewra ew durî jiyanê ne, nêzî mirinê ne; heta bimirinê re dijî. Jiyana wan rewşa întîxareke ku ji demê re hatiye belavkirin e. Bi van taybetmendiyên xwe ve xwe tenê xistine heyîneke bes biyolojîk. Bêhn digre û distîne, metabolîzma wê/wî di rewşa karkirinê de ye û jiyana wî tenê bi van herdu bandoran ve hatiye çarçovekirin. Hêza hiş û hest nizane. Reftarên wî ajoyîne.  Ji pêkanîna dijwariyê re amadeye. Dehfdayînên şovenên nijadperest serî lêdana li meyla dijwartiya di wî de heyî bilind dike. Ji bo wî ketina nava qelabalixa ku hatine hunermendekî guhdar bikin û tevgerên heman tevgerên dişibin hev kirin, tevlîbûna çalekiya komekî ku dixwaze bilêdanê ciwanekî bikuje heman tişt e. Bi vê reftara xwe ve xwediyê refleksa gûrekê ketiya nava keriyek gûrên din ên pezekê perçe dike ye.. Rastiya rûyê ku mirov dixe rewşa gurekî bê rehm ev e.

Bêguman tîpolojiya ku li vir hatiye xîzkirin özgü-xweserê zilam e. Her çend car caran jin jî dikeve nava vê tîpolojiyê, lê wan bi vê rewşa wan ve jin nirxandin jî êdî negengaz e; versiyonên kesayetên bitena serê xwe, jinên bûne zilam ên kapîtalîzmêne. Jin ji bo vî tîpî tenê objeyeke zayendî a pêdiviyê wî têr dikeye; komeke goşt a şehweta wî sor dikeye. Têkîliyê wî bi jinê re li ser deqîqeya ye. Bêşerm angaşt dike ku evînê dike, lê pêdivî nabîne ku pirsyara jina ku pêre dikeve têkiliyê bike. Wisaye, goşt li herderê goşt e, nasname û şexsiyeta goşt nîne, ji goşt re nav nayê pirskirin. Dema tê pirskirin jî birûne yan ne birûne, bihestiye yan bêhestiye, goştê berxikêye yan yê pez e, nûye yan kevn e, li van tê nêrîn û ev tên pisryarkirin. Jin jî li ber çavên wî wek goştekî mih e yan jî yê berxikeke hatina ser jêkirin û parçekirine cûdatir nîne. Dilê wî biçe kîjan parçeyên wê dê wê bikire. Ger dibazar de nebîne dê xesp, tacîz û tecawiz bike. Ev xal jî dikeve nava vê cûra xesp ê. Di rastiyê de pergal di cewherê xwe de ji bo wî tîpê zilam ê serfker dişixûle. Ji bo wî mal dihilberîne. Lewra jinê jî dixe nava van mal an de. Ji bo tîpa jina ku ji bo wî zilamê ji mirovahiyê mehrûm re hatiye eyarkirin û şêweya jina ku li gorî daxwaziya wî hatiye eyarkirin re şekil bide ket dide. Di kapîtalîzmê de koletiya jin di vî şêwazî de dixebite. Ev metakirina jinê, di her alî de metakirina jiyanê ye.

Berovajiyê vî kesayeta tenê û bêmirov a afrandina kapîtalîzmêya sosret, kesayetê azad evîndarekî jiyanê ye. Jiyan di nava heyîna bedena wî de çemeke ku bidînatî diherikeye; rewşa herikîna bi mirêsdar a vî çemê ku nizane bisekineye. Kesayetê azad, mirovê ketiya ferqa ku ev herîkîn rêgeza pêkhatina gerdûna ku hertim di nava çêbûnekîde ye û pêkhatina ku di rastiya heyîna pêkhatina bedenêde ye. Di vê hêlê de dizane ku yê zindî ne ew tenêye, zindîbûn li herderê û dihertiştî de heye, rihê hertiştekî heye, herder tijî enerjiye. Rih enerjiya vê madeya ku bidest nayê girtin û biçav nayê dîtine. Dibe biçavên tazî ve vê enerjiyê nebîne, lê bitevahî şanik û hişyariya xwe ve vê dihese. Ew êdî maketa biçûk a gerdûnê ye, gerdûneke mîkro ye. Di vê hêlê de mirovê azad bi heyranî nêzê cûra gerdunê dibe, dewlemendiya sînor nasnake, ev cûrbûn bixwe ye. Xweza, jêdera hemû bedewiyan ya vê cûrbûnê bitevahî miresdariyê ve tê vegotin e; dayîka vê dewlemendiyê diafrîne têr dike, mezin dike û berdewama wê çêdike. Ji ber ew bixwe jî di nava vê çavkaniyê de cihdigre, xweza dayîka xweye jî.  Pîrozbûna dayîkê di heman wateyê de pîrozbûna xwezayê ye.

Ango ji bo mirov gava herî mezin a azadiyê, hêza vê wateyê û hestan girtin e. Nirxa jiyan ne bi dirêjahiya wê, bi hêza vê wateyê û hêza hîs vê têpîvan. Hun çiqas famdikin û pêdihesin hûn ewqas jî dijîn. Jixwe pisportiya zanista jiyanê jî ev e; mumîntiya hemdem, jiyanê bi vê pisportî û zanistiyê ve pêşwazîkirin û jiyankirin e. Mezinbûna vê wateya tê jiyîn berê hertiştî xwe bi kesayeta azad ve, weke hestî û goşt pêçaye. Ji ber yekî ku wateya xwe nizane ji tiştên derveyî xwe re jî wate nade. Mirovê azad, heyîna yekemîn a xwe jî di nav de, tevahî tiştên di gerdunê dê heye re wate dide, di ferqa kirdeya her rastiya xwezayîde ye. Bi gotina Rêber APO “kirdetî, di nava her arişeyekî de behsa zagona tevgerkirinê dike, asta wateya wê dide nîşan. Wateya dayîn, wate hilgirtin taybetmendiya herî bingehîn a mirov dike eşref-î mexluqad ango rûmetdarê tevahî zindiya ye. Zekaya hestiyar zekayeke xwesera tevahî cûrên zindiye. Lê di watekirinê de zekaya analîtîk a xwedî cihekî pêş e, tenê rastiya xweserê mirov e. Wekî cûrekî zindî îspatkirina heyîna cûdabûna xwe mirov, eserê yekbûyîna gorî hev a zekaya hestiyar û analîtîk e. Di tevahî cewherê ji rêderketin û ji rêderxistinên ji heyîna mirovê komînal dûrketinê de cîgirtina zekaya analîtîk, nabe îspata ev cûrê zekayê di mirov de xerab e; tenê gava ji zekaya hestyar qut dibe di kîjan asteyê de be bila bibe xeterî dide çêkirin”.

Ji bo zilamekî azad, jin bi jiyanê ve hevcewher e. Jin heyîneke wisaye ku çawa civak rêz dide xwezayê, di vê ji jinêre jî heman rêz were nîşandan. Jin heyîneke esil a mirovê dihizire, hîs dike, wate dide, ked dide, bikeda xwe ve nirx dihilberîne ye. Xweza berî jinê jin jî berê zilam tê. Wekî di têkiliya mirov û xweza de heyî, di têkîliya jin û zilam de jî dûbendiya eşq-û meşq heye. Jin di rewşa evîndarî, zilam jî di rewşa evîndarkok de ye. Bi gotinek din tişta ku mirov dixwaze xwe bigihînê ne zilam e jin e. Ger evîn ji pîvana mirovê herî bilind re girêdanekî mezin be, ya va pîvanan didane- ew jî xwe bixwe pîvan e- mîsoger rastiya jine. Jin cewherê jiyana azad çêdike, ango hevcewhera evîna rast e. Ger jiyana rast, jiyana evîna rast barkiribe, lêgerîna jiyaneke wisa mîsogere ku dê şexs bibe gel jin ê, neçare bibe jî. Ji lewra rêka dibe azadiyê rêya karkerên evînê ye. Yên ku weke jin û zilam bihevre ketine vê rêkê, li ser wekheviya herdu zayendan de yekîne ya ku bilind dibe de, baş dizanin ku digirtina têkîliya hêza wekhev û dihevsenga jin û zilaman re derbas dibe. Wekî Rêber APO dibêje “ dema ew di ezmûnên herî zehmet ên jiyanê de derbas dibûn, ji hev re soza wekhevî û azadiyê dane. Ji dil de bawer dikin ku ev soz jî encax di welatekî azad û civakeke demokratîk de pêkbê. Azadî û wekhevî di nava celb (Bataklık) de bihevre netevgerîne; bihev re derketina sertar (doruk) û bilindahî temaşekirin e. Sertar, welatekî azad û civakek demokratîk e. Çi mixabine ku jina civaka heyî xistine dereceya jina ketiye rewşa meta; hêza ku jinê dixîne pergala civaka dewletperest e. Ev pergal beş/cisimbûna nahletiya zilamê dagirker e. Heya civakbûna jin neyê berbelavkirin, desthilatdariya zilam jî nazivire rastiyê. Jina ku hatiye kolekirin di roja me ya îro de di rewşa meta ya herî zêde kar dikeye de ye. Zilamekî li azadiyê digere ger bi jineke wisa re têkeve nav têkîliyê îspata xwe înkarinê çêdike û sextekariya di lêgerîna wî ya azadiyê dide nîşan. Têkîliya jineke ku azadiyê dixwaze bi zilamê pergalê re hîn kirêtir e, ev cura têkiliyê dibe sedema xwe biçûkkirinê. Ji bo wan têkîliya rast a azadiyê yekbûna armanç çêkirin, li ser bingeha vê armancê mil bimil têkoşan û di vê têkoşînê de biserkeftî derketine. “Ruyê evîne hertim berveyî şerê di azadiyê de serkeftin bidest xistiye ye”. Di vê wateyê de evîn, rastiya APOGER a herî sotîner e. Di xeta serkeftinê de meşîn, berveyî evîna rû biken çûyîne. Evîna yekî ku digîrî, gazincan dike, ji bo neçarî û bêçarebûna xwe şîn digre, mîna mînaka xwe ne avêtina a hêştir li ser xendekê ji gavên serkeftinê re hêz nayîne, yêkî azadiyê ji hinek din hêvî dike, ji enerjiya mezin a di hindirê xwe de bê agahî ye, yê vê enerjiyê dernaxîne derve û ji cokên azadiyê re na herikîne nîne. Evîn di rastiyê de enerjiya jiyana azad e. Ev enerjiya ku dihêle cîhan li derûdora rojê bigere di mirov de jî heye. Lê ji ber bûye kesekî berçavkhesp û dil bafon (teneke) ne di ferqa vê hêza xwe de ye.

Em pergala şaristaniya navend dewlet vedibêjin; em hewla tîpolojiyek mirovan ê çawa daye çêkirin derbixînin holê. Em dixwazin eşkere û ronahî kirina nehletîbûn di serê mirovan de çawa hatiye teqandin, mirovê fêrî evdbûnê hatinekirin çawa ketine nava keviya kûr a paşdîtin û xistinê. Dema em li beyanên olger dinerin, gava em dibînin ku ew nehleta pêxemberan jî behs kiribûn wêdetir nehleta mirovê roja me ya îro himbêzkiriye me dixe nava tirs û fukaran. Ka em bimirovên Gomor û Sodom a Lut a ku rûberûyê xezeba xwe mane re bînin gel hev; hûn dê wê demê bibînin ku em beramberê rastiyeke ji van herdu bajaran kirêttir in. Pergala civaka serfker a roja me ya îro afrandiye zû de xuda hatiye kûştin û tunekirin. Xudayê hatiye tunekirin, civaka hatiye tunekirin e, mirovê hatiye kuştin e. ew ketîbûna zayendiya zilamên Sodom ji jinê zêdetir ji zilaman re, li beramberê dînatiyên mirovê ji exlaqê dur yê roja me ya îro ku ev rastiya wan hiş di serê mirovan de nahêle û dide cemidandin weke lewaziyeke mirov disekine. Em bal dikşînin ser vê hovîtî û wehşetê. Bi taybetî jî rewşa jiyana kapîtalîst a îro, ji zayîneke heyîna ji rastîbûna heyînê qût û ecêp re dibe şahît. Hem weke coxrafya hem jî weke gel rastiya Kurd a heya dema nêzîk di keviya pergalê de cîh girtî dixwazin bixin nava pergala bê mirov. Em ji bo vê sedemê hişyar dikin.

Mîsogere têgeha balkêşbûnê herî zêde di kapîtalîzmê de ajoya sorkirinê îfade dike. Kapîtalîzm ji hiş û dil re xîtap nake ji çav re xîtap dike. Tevahî reklam ên bivê teşeyê ya herî balkêş ji çav re deng dike. Di reklaman de di derbarê hêmaneke eleqeya xwe bi jinê re nîne jî, bedena jinê li gel vê hêmanê weke malzemeyekê didin nîşan. ‘Teoriya refleks’ a Pavlo ku wî li ser kûçik daye ceribandin a niha jî di milê kapîtalîzmê de liser mirovan tê ceribandin. Tu tenê bedena jin jî li gel wî malî bide nîşan, xêra wê tu dê malê xwe yê herî bêqelîte jî pir esan bifiroşî! Rêka diçe zayendiyê di made de derbazdibe; tu zayendiyê derxîne pêş bila tevahî kes ûrê xwe bi ûr û rûvî ve tûji bikin!  Pîştî ambaj balkêşbe çi hêmana neyê firotin namîne.

Çi ecêbe tu dibê qey Îsa ev roj berê niha dîtibû û axivîbû: “ew dişibin tirbên bi kilsê hatibûn boyaxkirin; ji durde xweşîk xuyadikin, encax gava mirov di nêzde lê temaşe dike hemû cûre mirarbûn û kombûna hestiyên rizî hûn dê bibînin”. Çi heye ku mirovên roja me lê dinêre lê gorê bûn, ango dinere lê nabîne, dibihîse lê nabîhîse jî. Gava wisa jî dibe nikare ji nava hev derbixe ango hilbijêre, bi naverok na bidîtinê ve bes dimîne. Qayîdeya yekane ya di vê pergala ketî de tê pêkanîn, tenê hêza kes a tunekirinê bizêdekirinê ve êl (güruh) diafrîne.

Me dabû diyarkirin ku qeyd danîn xistina hilbijartinê, pêwîstiyek jiyana komînal e, lê dîsa jî divê mirov baş bizanibe ku xistina hilbijartinê ne hêsane. Mirov nikare vê rewşê weke bûyereke ji vi milê avê derbazbûna milê dî yê avê yan jî weke dicihekî din de cîh girtinê bigre dest û wekî çalekiyekiyekê de hinek tiştan ji hev derxistin û jêre helwest dana nîşandinê binirxîne, bibîne. Bêyî hêza hest û wate pir zehmete ku mirov qencî-xerabî ji hev derxîne. Heke zehmetiyek wisa nebe jî, ji ber di pergala kapîtalîzmê de wijdan zuha bûye ev ji hev derxistin yan jî ji hev cudakirin zêde nayê cidî girtin. Dibe xwe hizirandin hişmendî, hinek din re rêzgirtin kêm hişmendî bê nirxandin. Di encam de bimîsoger ev di kapîtalîzmê de wisaye. Bilindbûna yekê di ketina yê din de, qezenca yekê jî di wendahiya yê din de tê hesibîn. Ango di zihniyeta mirovê pergalê de xusereke ku nû kirina wî zehmete heye. Pirsgirêka bingehîn di vê xalê de ye. Heya ev zihniyet neyê çareserkirin û neyê derbaskirin ji azadiyê rev dayîna sekinandin negengaz e. Di vê rewşê de tişta ku pêwîste bê kirin xuser li kuderê ye? zelalkirina vê û bitaybetî jî kengî destpêkiriye? vê derxistina holê ye. Heya teşhîseke rast neyê kirin destpêkirina tedawiyê xelet e û nayê kirin jî. Pergala civaka hiyerarşîk û dewletperest, pergala civaka ku xwe dispêre derewan e. Tecawiza herî mezin a ji zanistiya mirov re tê kirin bi vê civakê ve têkirin. Mirovê azad ê hatiye kolekirin biwext re hatiye bawerkirin ku ev daxwazî û çalekiya xudê ye, bi xêra vê qebîliyeta ku pê dide bawerkirin û îqnakirin mirov anîne rewşa îtîhatkirinê. Rahîbên Sumer ên dişopa kevneşopiyê de dimeşin yekemîn kesê ku mîtolojiya bîrdoziya derewker a bipergal derxistiye holê, yê ew aniye rewşa bîrdoziya civakê y., Bi qebîliyeta xwe ya bilind a îqnakirinê ve ev bîrdozî ji yên bin çavderiya xwe re daye pejirandin û yê li ser vê esasê bingeha avahîsaziya dewletê çêkiriye ye. Ev zihniyet di fêrkirina mirov ji jiyana koletiyê de ji rêbaza dijwarî bikaranînê zêdetir bibandor bûye. Tecawiza kirêt ev e. Weke Rêber APO jî xîzik li bin xistiye, “Ger hêza rahîbên Sumer ê yekem car pêkhatina teknîka hiş dişû ya îqnakirinê neba, jê nerevîn bû ku dewlet dê weke saziyekî eşqiya hatiba dîtin û dê demeke kin de hilweşiyaba. Lê wekî zihniyeteke dewlet bi xêra vê qebiliyeta îqnayê hatiye heya roja me ya îro. Di 5000 hezar selen  şaristaniya dewlet de di jiyana koletiyê de hindek tişt hatibin guhertin jî, lê ev tecawiza ji zanistiyê re tê kirin ti tişt ji leza xwe wenda nekiriye, heta bi dijwariyek hîn mezintir ve hatiye domandin. Di vê watê de divê bitaybet were destnîşankirin ku tecawiza zanistê di roja me ya îro de ji aliyê zanistên civakê ve tê kirin.

Dîroka şaristaniyê dîroka çînên mejî nikare rake derxistina holêye. Çînatî ji mirovahî ketine. Çînatiya li ser bingeha cudakirina kole û efendiyan de hatiye destpêkirin ketina rêka ji derveyî mirovahiyê nîşan dike. Ji ber vê sedemê kole, biqandî bilindbûna serf û proleterya bêwate ye û ew qas jî cûdabûna kole û efendî talûkeye. Di rewşa heyîna mirov a komînal de çînatî û çînatiya dagirkeriyê nîne. Ger dê mezinbûnek were gerandin divê bimîsoger di vir de were gerandin. Di navbera koletiya civaka dewleta sumer û proleterê pergala kapîtalîst a roja me ya îro de cudahiyek nîne. Di vê wateyê de çînatiya karker a Marksîzmê weke çînatiya koleyê biucret pênasekirin dê di cih de be. Ya duyem koletî piçek din hatiye ziravkirin û hatiye veşartin. Karê ziravkirinê biriye encama ecibandin û cewhwerkirina koletiyê. Veşartin, anîna rewşeke nedîtinê textîka xapandinê ye û ev textîk jî piranî di şer de tê bikaranîn. Jixwe rewşa dewletbûnê jî rewşa şerê hertimî ye. Şerê herî zêde bitalûke, li ser bingeha veşêra (muhafize) cewherê çînatiyê, hertimbûna ku ziravkirin û anîna rewşa nedîtinê dana sekinandin nasnake. Asta ku ev di roja me de gihiştiyê îxtîdar-a- biyo ye: ango ketina herderê dewletê, siwarî her derê civakê bûyîn, xespkirina hiş û dil, li xwe dana bawerkirin ku ‘ew xoşewîstê tevahî kesa ye’ mirin û jiyan bi tevahî kirina binçavderiya xwe ye. Jixwe cihên ku jiyana modern û kapîtalîst li tê de tê meşandin de çînatiyên wekî civak di pîvanekî girîng de li ser rêka tevlîbûna dîrokê ye. Di vir de dewleta kapîtalîst û çînatiya wî di şexsên  xwe di beden û exlaqî di nava tecrît de digrin de çêdibin ango yên “ bitena serê xwene” li beramberê hev in.

Têgihiştina ev pergala dijminê civak û kesayet e çima dijberê Rêber Apo ye, çima wî her roj di mercên ku bedelê çend mirina ye de digire, çima dixwaze bêdeng bike, çima ger ev jî nebe di milê wateyî de dixwaze tune bike divê êdî ne zehmet be. Dema di xetên giştî de lêbê nêrîn jî dê pir esan bê fêmkirin ku Rêbertî ev pergal qet napejirandiye. Ger ew pergalê nepejirîne dê çima pergal wî bipejirîne? Bêguman heya vir hertişt xweza ye. Dema Rêber Apo derket Evrûpa, pergal dikarî bêje “em te qebûl nakin” dikarî ji nava kar derketiba. Lê wisa nêzî nebû. Çi dibe bila bibe girtin, radestî Tirkiyê kirin û di nava şermezarkirina nîjadperestî û netewperestîyên ku nexweşiya histeri dene de wî bicinewarî dana perçekirin ji xwe re esas girt. Versiyona hemdemîn a lîstoka di meydanên Roma de bi rêka şêran ve dana perçekirin vê carê xwestin di şexsê Rêber Apo de di Tirkiyê de bidin destpêkirin. Dema ev jî pêk nehat, vê carê ew kirin mehkûmê tecrît û îzelasyonekê pir dijwar de. Bersîva pirsyara çima? re dîsa Rêber APO bixwe dide: “Navê min Ebdulah ango evdê xudê; lê weke min ji dilê xwe re ev evdbûyîn tam nedaye runişkand min xwedabû bawerkirin ku ez ji xwe re xwedî rêzbim. Ji lewra ew hêzên xudayî çiqas bên ser min bila bên ji bo min parastina mirovê azad erdembûnek bû. Ez ji nûve û hîn xurttir ji dayîkdibûm. Li dijî ew zayîna dayîka min û hewla dana zayîn a modernîta ku min tucar ji cidiyeta wê bawer nekiriye û piştî tevahî kuştinan, cara sêyemîn zayîna xwe min digirt cidiyetê û ev jî xweşa min dihat. Min dîsa pêdiviya hevalantiya yên dijîn nedît. Min bidest bi gera ez tevahî hevalên xwe di efnaseyan de bigerim kiribû. Dema min tiştên Zeusê komploger li Premeteus û Hektor re kiriye di roja me ya îro de bizarokên Atînayan ve tına li gel hev, min hevalên xwe hîn baştir nasdikir. Bi Premeteus û Hektor re hevaltî ji min re hîn zêdetir birûmettir bû. Ev heqkirina min, min şanaz dikir”.

Rêber APO gava hîn biçûk bû û dema hîn civak û malbat nasnedikir mirovekî wisa bû ku ferq dikir bijiyanê re xiyanet hatiyekirin, bi vî rewşa heyî ve ev jiyan nayê jiyîn û gotiye “ez wisa najîm”. Girtina vê helwestê li dijî jiyana şaristaniya feodal a di cewher de tê derbaskirin û li dijî şêwaza jiyana modern a kapîtalîst helwest girtineke. Wateya vê, ji jiyana pargalên ku tên behskirin re netewlîbûn e. Ger jiyana heyî vegotina jiyana jê re xiyanet hatiye kirin be wê demê biteqez jiyaneke mirov a xirap çênebûye û hebûna xwe didomîne, ongo ev jiyana paqij hebûye. Ger newisabe ji pirsyara “çawa bikin” jî nayê rovejê; ji ber di holê de pirsgirêkek wisa nîne, di wateya rast de mirov nakeve lêgerîna jiyaneke xwedî nirx ku bê jiyîn. Ger hûn ji xwe re vê pirsyarê  dikin ev tê wateya jiyaneke bimirovahî re baweriya we heye. Herçend tarîtî bikeve li herderê û ji tevahî tiştan re hikim bike jî, ji tarîtiyê re nifreta wê heye, bêrîkirina we ya ronahiyê wekî hêviyekî pêşerojê di dilê we de cîh digre. Di waletakî derguşa mirovahiyê ye, lê di ve welatê ku di siha mirovan de jî şûna wî nemaye de bi hestekî ku ev hêviyek jî nayê hesibandin de yekemîn gava azadiya civakbûnê avêtin bi sekna zarokatiya Rêber APO ve girêdayî ye.

Lêgerîna jiyanek azad lêgerîna civakek azad e. Tunebûna civakê tunebûna jiyanê ye. Ger di nava sînorên heyîna biyolojîk de mayînê ve qirêjkirina atmosfer û ezman re jiyana mirov ji mirov nayê girtin ev wisaye. Divê wateyê de her pêxember gelê xwe diafrîne. Rêber APO jî bi lîstikên xwe yên zarokatî de ceribandinên yekem ên civakbûnê pêkaniye. Parastina safbûna rihê zarokatî, nefirotina rihê xwe, ji xeyalên zarokatiya xwe re xiyanet nekirin girîng e. Di keçiniya (bekaret) vê rihê de israr, li dijî talukeyên tevahî cûrên qirêjiya ku çavkaniya xwe ji şêwazê jiyana civaka navend dewlet digire ewlekariyek mezin e. Jixwe wekî fîzîkî jî şêwaza jiyana civaka ku tê de dijî re bihêrs e. Lewra zemîna civaka heyî weke ‘doşekek miriya’ dibîne, fêm dike. Bi vê fêmkirinê ve biryara xwe daye; di nava van teqnên (bataklık) avên qirêj de avjênî nake, dê tucaran wekî mirovên di vê zemînê de bêh vedidin û digrin najî. Ji bo naveroka van biryaran bitaybetî gotinên wî bixwe hene: “ez dê gelek dijber bim. Dema min alternatîfa wê jî dît bi qandî ez bikarim bibînim ez dê bijîm. Ger ez qet nebînim jî qet nebejî ez dê wek şexsekî xwediyê îbadetekî, weke şexsekî xwediyê zikrekî şêwaza razber a kes diber re derbas jî nabe ez dê tercîh bikim, tenê ez ê razber bibim. Ez tevlî vê şênbera qirêj nabim”. Ferqa di navbera wî û yên din de ev e. Dibe kesên jiderveyî xwe yên rastiya heyî wek wî fêmkiribin çêbûbûn. Lê wan hêza  di hest û jiyana xwe de pêkbînin nedîtine.

Hevalbendiyên mezin nebe jî dibê mirov bikeve meşa azadiyê, lê encam nayê girtin. Heta lêgerîna dostên mezin nebe, girêdanên bitendurist ên civakê pêşnakeve. Rêber APO di zarokatiya xwe de jî zindiyekî hevalbendiya mezin bû. Hevalên xwe tenê nehiştin, ji hevalên xwe re xiyanet nekirin rêgeza wî ya jiyanê ya herî pîroz e. Dê civaka nû û jiyana civakî bigirêdana vê rêgezê ya bêsînor ve şêwe bigre, dê azadî û wekhevî bi vî re pêkwere. Hevalbendî û dostaniya sexlem a ne xiyanetkar û rûyê wê yê ber azadiyê ve tê wateya civakeke nû û sazbûna jiyana alternatîf di zemîna vê civaka nû de. Pîrozbûna vê di vir de diraze. Ger jiyan pîrozbe, jixwe dê wekî hevaltî û dostanî, keda şoreşger a kur bûye tiştên vê jiyanê gengaz dikin jî dê pîrozbe. Pîrozbûn, vegotina destnedayînê ye; di heman wateyê de tê wateya girêdana heya mirinê. Ev dişibe rewşa dilsoziya kesekî bidayîk û hevala xwe ya jiyanê ve. Çawa di vê kes, ji van nirxan re xiyanet neke, divê hevala/hevalê xwe re jî xiyanet neke. Hevalê xwe tenê hiştin, ji wî re xiyanet kirin milekî de tê wateya dayîk û jina xwe pêşkêş kirine. Girêdana rêhevaltiya Rêber APO wisa ye.

Herçend lêgerînên wî mezin û hevalbendiya wî biwate be jî, Rêber APO di vî temenê xwe yê biçûk de jî zarokekî tenê hatiye hiştine. Ger hun hêza berxwedanê bidin nîşan, dê ev tenêbûn we bigîhîne bilindahiya hestên mezin û rihê pîroz. Ew di ferqê de ye ku şexsên ku pergalê bêrih kirine de bilindbûna rihê wekî xwe xwestin dê pir zêde nerastbe. Herçend tirs û fikarên kur re rê veke jî, dê meşa azadiyê ya ketiyê bitena serê xwe bidomîne. Çi rêkên din nînin. Ji paşve zivirîn bê derfet e. Bedala wî çi dibe bila bibe, dê weke ‘zarokê ji xeyalên xwe re xiyanet nake’ bimîne. Weke Che Guevara jî dibêje.”mirov bi qasî mezinbûna xeyalên xwe azad e.” Ango destpêkê di cîhana xerabî û kirêtiya de derketin bi van xeyalan çêdibe. Ger pêşnûme nebe eser jî çênabin. Ev xeyal tucar naşîbe xeyalê mirovekî ku zikê wî ji birçibûnê dike qûre qûr lê xwe li ser sifreyeke dewlemend xeyal dike. Berê hertiştî navaroka wî ne yekî ye gelemperiye; bi gotinek hîn vekirîtir ve tevahî mirovahiyê dixe nava xwe. Ew xwe jî dibêje; “têgeha pêwistiye ez meşa xwe ya gerîna rastiyê li ser tevahî mirovan û gerdona ku li pişt wî ye pêkbînin ev têgeh têgeheke herî zû di min de çêbûye bû”. Û dibêje belkû meyla min a zarokatiyê jî ev bû”. Yekîbûn ji şexsê Rêber APo re biyanî bû. Ew di tenêbûna xwe ya herî giran de jî hertim gelemperî bû, hertim bi gelê xwe re bû. Ew bi tevahî mirovahiyê re bû.

‘Meşa gerîna rastiyê’, meşa xwe gihandina rastiya civak û mirovê rastiyê ye. Heya ev rastî neyê girtin mirov nikare xwe bigihîne jiyana azad. Serdema zayîna sêyemîn serdema xwe gihandina vê rastiyê ye. Êdî em gihîştine pênaseya civaka rast û rastiya mirovê rast hatiye girtin. Serdema zayîna nû di vê wateyê de serdema çareseriyekê ye. Ev çareserî neçareseriyeke seranser e, biparçeye û tenê gelê Kurd digre nava xwe ye. Ev çareserî çareseriyeke kur e, hevgirtina a gerduniye; çareseriyeke tevahî mirovahiyê digihîne rastiya heyîna xwe û ji nûve digihîne xwe afrandinê ye. Wateya vê ji bûna utopyaya jiyana azad tenê xeyal kirin, lê di kiryariyê de nayê pêkhatin derketin e û derfeta bûyîna madiyat girtne. Bi gotinek din çarenûsa têkoşînên azadiyê yên ku bi dayîna berdêlên pir giran ve pêşdikevin êdî nakevin ser pergalê û bi mivika pergalê re girêdayî namînin. Ji ber li dijî pergala desthilatdar pergala yekbûna bindest an hatiye afrandin. Zihniyeta pergala şaristaniya hiyerarşîk û dewletperest hatiye tehlîlkirin û derbaskirin, zihniyeta jêdera azad hatiye afrandin. Di hizir de çareserkirin û biçareserkirinê ve derbaskirin, tê wateya îlankirina yê kevn û bibaweriyek mezin ve çêkirina nûbûnê. Ev jî binketina herî girîng a pergala şaristaniya dewletperest û wesfa wî ya stratejîk ya dîrokî ye. Her wisa hatiye îspatkirin ku xwe spartina hêza wateya mezin û bihestan ve bitena serê xwebe jî dê bikare pergalelekî binbixîne. Wateya dîrokî ya serdema zayîna sêyem ev e. Bî îfadeya balkêş a Rêber APO ve yên ku agahiya dîrokî, destpêkirina dîrokê destpêkirina xwe dizanin çavkanihya cehaleta ku tevahî xirabiya çêdike ne. Rastiya zayîna sêyem ve çilexwerkirinên dagirkeran, diderbarê dîrokê texrîbatên mezin ve yên bûne sedem tevahî hatine eşkerekirin, li ser vê bingehê dîroka hatiye berovajî kirin dîsa li ser piyê xwe hatiye runişkandin. Ev nêzîkatiyên dagirkerên ku dîrok bixwe ve dane destpêkirin, rewşa me ya îro ‘dawiya dîrokê’ dihejmêrin, lewra pergala heyî ‘dawiya mirov’ dinirxînin tevahî derewin û ev derketine holê. Şaristaniya navend dewlet zelalbûn qezençkir ye ku ji sedemê rêderketine ye. Vegotina sedema ji heyîna mirovahiyê qutbûyîn, durxistina mirovahiyê ji cewherê mirovahiyê vedibêje, bivê ji rêderketinê ve jiyîn tucar neçarenûsa mirovahiyê ye. Şoreşa zihniyetê ev e. Heyîna dîrokeke di nava rastiya mirovahiyê de di nava guncavbûnê de ye hatiye îspatkirin. Bipergala civaka xwe dispêre derewan ve berê dîrokeke ku civak mirov di rastiyê de dike mirov hebû û bi vê dîrokê re ji nû ve girêdayîn hatiye çêkirin. Her heyîneke zindî li ser koka xwe dijî. Ji rêderketin curekî bêjîbûnê ye. Di dîroka pênç hezar sal a pergala şaristaniya hiyerarşîk û dewletperest ji mirovahiyê re tiştê ku ferz dike ji van cudatir nîne. Wateya gotinên Rêber APO yên wek “paşeroja mirovahî hîn rasttir e. Ez dê jêre xwedî rêzbim, ez dê jiyanê di wir de bigerim û bibînim û ez dê ji nûve bidim destpêkirin. Pêşeroj ji rewşa pêkhatina van hewlan wêdetir  netiştek e” ev e.

Ger mirovahiyek ji ya roja me ya îro cudatir hebe, ger sedema çima mirovahî ew qas hat durxistin danibin holê, ger berpirsyarên vê durxistinê hatibin eşkerekirin, jixwe tê wateya tawenbarî jî rast hatiye pênasekirin û tawenbar xwe daye dest. Tewanbarî li dijî civaka komînal a xwe dispêre dayîka-jin şer dana destpêkirin, vê civakê paşvexistin û kirina bin çavderiya xwe, her ku diçe hewldana gelemperî tunekirin, her wiha mirov ji cewherê wî yê xwezayî qutkirin û zivirandina heyîneke cudaye. Mirovê îro mîsogere ji mirovê civaka xwe dispêre pergala dayîk-jin gelek cuda dibe. Nêrînên Rêber APO yê diderbarê mirovê civaka komînal zelal e. “heya curekî mirov ji holê rabe di astek mezin de dê wekî destpêkiriye bibe. Di pêvajoya çêbûnê de dê tevahî pêşeroja wî bide diyarkirin.  Bigiranî taybetmendiyên wî yên destpêkê çibin dê wisa berbi dawiyê ve biçe. Ger curek ji mirov cudatir derketîbe ew jî êdî nabe mirov. Ger mirovê îro ji yê seretayî cudatir be, li gorî min yê ku hîn mirov ew mirovê seretayîn e. Yê ji mirovahiyê derketî mirovê îro ye”. Berpirsyarê ji vê derketina mirovahiyê jî pergala şaristaniya navend dewlet e; dagirkeriya wî ya destpêkê li ser kolekirina jin û her ku diçe li ser zilam bilindbûye ye. Aniha ev rastî hatiye zelalkirin, şahidên ev eşkerekirine li ser dikê cîhgirtine. Şahidê yekem û herî mezin Rêber APO ye. Yê duyem jî “gelê herî kevn ku şoreşa neolotîk a şoreşa mirovahiyê ya herî mezin di dîrokê de pêkaniye, di dîrokê de hatiye îspatkirin ku tevîneka çandiya civakê ve li ser lingan mane” Kurd in. Rêber APO li ser bingeha şoreşa vejînê rakirina liser piyan ve bi sînor nemaye, ew anîne rewşa şahidên yekem ê tewanbariya li dijî mirovahiyê.

Êdî êm sedemên hêrs û nêzîkatiya tolgirtina pergalê ya li dijî Rêber APO baş fêmdikin. Di çavkaniya vê hêrs û tolhildanê de tirs û xofa li ser tewanbariyê hatina girtinê heye. Ev pergala ku li dijî mirovahiyê tewanbariyên herî mezin kirine, berî li ser vejînê de biçe dizane dê mirovahî jê hesap bixwaze. Ji ber vê destpêkê rêka ji holê rakirina şahidan hilbijartiye. Dema Rêber APO bi pergala Îmralî ve îzole dike êrişên tuneker û înkarker jî li ser gelê Kurd dijwar kiriye. Ev operasyon operasyoneke tunekirina şahidan e. Sedema her car gotina dewleta Tirk a bi hîşedariya pergala Îmraliyê ve hatiye wezîfedarkirin ên wek “ tu me tehdît dikî” û ji wî re “di nava hucrê de ceza “ dide jî ji vê ye. Ger ruyekî tecrîta ji dervey mirovahiyê ya ku li ser Rêber APo pêktînin tolhildan be, ruyê wî yê din jî bi durî çavan girtinê ve dana ji bîrkirine. Teşeyek dana jibîrkirina heyîna şahîd be, şahîd ji holê rakirin û ji derveyî vedor/dewrê hiştine. Navê wî yê din kilîtkirina xezîneyekî de yan jî kirina tabûtê, di cihekî dur de di hucrê de girtine. Pirsgirêkê jixwe re weke pirsgirêka mayîn-mirinê dîtin, pergalê libervey pêkanîna rêbazên ku mejî nagre dibe.

Di vê xalê de pergala emperyal hiqûqa xwe jî pêknayîne, bi mêjiyê zîndanker ê serdema navîn ve tevgerkirinê dihilbijêre. Mercên ku îro Rêber APO li têde dihêlin mercên ku zîndanên serdema navîn li pey xwe dihêlin e. Cezayê mîtolojîk ê em di mînaka prometeuste dizanin rast derketiye. Prometeusê hemdem Rêber APO dewsa li çiyayên Kafkasya li ser kevirê Îmralî hatiye zincîrkirin. Ger dewlet “rewşa beşbûn/cisimbûna xwedayê li ser erdê” be, mîsogere ku tevahî xudayên mezin ên roja me ya îro hevkarî kirine û ev çalekî pêkanîne. Di navbera prometeusê cigera xwe ya ji aliyê niklê teyr ve têparçekirin nû dike û Rêber APO yê di nava nêvenga wendakirina wateyê de tê girtin û nêzîkê nehsale di tenêbûneke herî girande tê hiştin hêza wate û hestên herî mezin girtî de şibandinek pir balkêş heye. Di vê pêvajoyê de bi teşeyek pir xweş îspatkiriye ku tiştekî nakuje dibe sedema hêzbûna mirov. Di vê wateyê de ji bo Rêber APO pêvajoya Îmralî bûyê pêvajoya “hizreke bibask”. Pêkhatina vê pêvajoyê yekser bipênûsa wî şopandin ya herî rast e:

“Min heya mejûyê hestûyê xwe fêmkiribû ku rahîbên Sûmer dayîka min a xwedevand û jina evînê birine tapinaxa, li wir birine sarayên kralên xweda, dema ev kral mirin jî ew bisaxî xistine goran. Ew herçend kralên xwedabin jî lê min qet nedikarî rastiya di sifreyên ziyafetan de jin kirina perçeyek zewqên xwe pejiranda. Lê ez têgihiştim dayîka min a xwedevan û jina evîne heya roja me ya îro misqal bimisqal bi ziraviyek mezin ve biç biç bidagirkirinê ve di bin navê du zewaç, ji zilamê xwe yê kole re weke  behreke bêdengkirinê re hêliştibûn. Min ev diyariyen wan weke zilamekê nepejiran û bi qasî ez li xwe bawerbûm ez dê bibim kûrekê baş ê dayîka xwe ya xwedevan û jina evîn e. Wê demê ez hîn zêdetir kêfxweş dibim û tûjî gûrûr dibûm. Herwiha min axa dayîkê carekdin di kûranahiya dîrokê de fêmkir, nakokiyên bihêzarsal an ku bi hezar girêkên kor lêdane min tehlîlkir û min ferq dikir ku zayîna vê carê gelek biwate ye. Min pejirandibû ku yên mirinê ferz dikin tevahî qirna 20 an, tevahî komploger, her kî bin bila ew bin lê ez dê xwe spartina wan ve ji hinde dostên xwe yên ku hîn bi min bawerin re vê weke peyamekê dayîn hêjaye, min qebûlkiribû ku vê ew jî heq dikin. Min kirina paketeke ku ji paketa tevahî Hîroşîma hîn talûketir û avêtina min a ser gel çareserdikir; vekirina pîmê vê bombayê û tevahî vê malzemeye avêtina li ser rûyê bombageran ez rehet dikirim. Ez alîgirê mirovahiyê bûm, xwedayên zordar carekdin din bindiket in”.

Bele, lawê xweşîk ê dayîka xwedavan û jina evînê van dibêje. Jiber tiştên kirine di holê de ne û rûyê wiyê van tiştanji me re bêje heye.  Li dijî kê û berxwedayek çawa û divê xwe bispêre çi û çawa tevahî ji me re weke peyamekê şand. Zilim û zordartiya liser wî tê ferzkirin tiştek ji zûbûna wî de nedaye windakirin û ev zûbûn didome.  Di vê xalê de gotin jî nirxeke cîdî raneke. Rejîma ketî hertim rêbazên zilim û êşkence dibîne û di ceribandina van rêbazan ve li ser Rêberê me mirina windakirina wateyê ferzdike û vê ferzkirina xwe didomîne. Di vê mijarê de pêşniyara me ya wek gel û tevgerê, heman demê de bê eleqekirina mirovahiya ku kirina çavhes, dil taneke dijmin gelek biwêrek dike; rê peşiya nêzîkatiya bê sînor a dijmin re vedike. Erdoxanê tûcar yê bigotina xwe ya “erka min firotin e” rista xwe pir eşkere daniye holê û reyên partiya wî yên di hilbijartinên dawiyê de di Kurdistanê de girtiye, weke zilim û zordarlixe carekdin dizivire gelê Kurd û Rêberê wî. Ger gotina min di cîh de be, qismekî vî gelî yê ku kêm neyê dîtin, bi kîjan sedeman dibe bila bibe, bi reyên dayîna AKP’ê ve qilicê celadê xwe nasdike, dizane. Weke bûna kûmê celadê xwe dê wî bibe cinet ê: beşekî vî gelî serê xwe dirêjî bene îdamê yê di destê Erdoxanê dijminê olê dikin. AKP ya ku rewşa qesep de ye ku dixwaze biçek şûndetir beza ku bike bin kêrê de bi ava xwê ya ku kirye tasê ve bigre, weke di vê mînakê de jî heye hewl dide Kurdan bi komir û meqerneyan bineçîre. Dibêjin ya: çermê qismê lawirê ku baş hatiye têrkirin û hatiye xwêdankirin zûtir tê kevilkirin. Rista komir û meqerneya ku AKP dide dizivire vê rastiyê.

Gotinên şînên Sevdînê navdar ê Dersîmê li vir de tê bîra min.  Mirovên Dersîmê di qada Sevdîna ku girêdayî Pulemûrê de li dijî artêşa îşxala Rus ketine berxwedaniyekê. Di wexteke pevçûn zêde dibe de di navbera herdû birayên navên wan Dursun û Heyder e de guftigoyek pir ecêp derbaz dibe. Dursun ji birayê xwe re dibêje: “ger em pevçûnê baş bimeşînin û serkeftinê bidest bixin dewleta Osmanî dê xeleta pereyan bide me”. Dursun di vê baweriyê de ye ku xeleta pereyan ku dewlet bide dê rihê şer ê birayê wî sortir bike. Lê bersiva Heyder dide tujî mirovahiye. Dibêje: “xeleta ku dewlet bide me tenê fincanek jehrê ye, ev jî ne tê vexwarin nejî tê xwarin. Em ji bo welatê xwe şer dikin. Ger em şer qezencbikin em dê wê demê welat rizgar bikin. Ger em bimrin wê demê jî dê xelata me bibe cenet”. Bi rastî jî paşeroja mirovahiyê hîn rastir e. Mirovê Kurd ê kevin ku têkneçûye, ji axa xwe û ji morovahiya xwe ve girêdayî ye, ji dewletê re binavber disekine, heta yên ji derveyî mirovahiyê dihesibînin ku dizanin tevahî tiştên ku dewlet xwediyê wî ye bi talankirin û zilimkirinê ve hatine destxistin, lewre heram dibîne û ji vî re tenezûl nake mirovê herî rast e. Hinde tişt hene tên girtin lê tûcar nayên kirin, tên dayîn lê qet nayên firotin, mirov dibe xwediyê wan lê tûcar nayên dewirkirin; weke namûs weke rûmet, weke şeref, weke wijdan û weke erdem… Ger lîstok namûsa te be, ji namûsê re fiyat nayê dayîn; tu nikarî ji zêrekê nîvçe bi tonek komir, bi çend kîsên meqernê re biguherî. Ger tu dizanî ev xwe firotin e, wê demê tu dest bi guhartinê nakî. Ger tu bidestpêkî wê demê dê mirovahiya te bîrîn bigre. Ha tu ji tevgerîna zarokêkî ku di nava avê de difetise re temaşevan may, ha jî tu ji dayîna reya partiyekê ku ji bo celatbûna Kurd hatiye wezîfedarkirin ve heman tişte.

Ger em xwe mirovê vê axê, çandê û nesnameyê dihesibînin, zilim û zordarya bêşerm a dijmên ji me ra rewa dibîne di aliyekê de, em neçarin ku girtina Rêber Apo ya girtina bitena serê xwe di Îmraliyê de divê em weke texmeke ku ji eniya me re hatiye xistin binirxînin. Heya ev texm neyê jêbirin, ango heya têkoşîna me Rêber Apo azad neke, dê rûyê me yê em pê derkevin pêşiya mirovahiyê çênebe. Ez behsa ketina nava mirovahiya heyî nakim; ger di rastiyê de mirovahiyek heba, jixwe Rbverê me di van mercan de nedihat hiştin. Mirovahiya ku ez livir behs dikim şehîdên me ne, şehîdên tevahî azadî û demokrasiya mirovahiyê ne. Çavê vê artêşa şehîdan liser me tevahiyan e. Em nikarin bêjin: “ew mirin, ji bervî sedemê nikarin li me temaşe bikin”. Nexê, ew ji yên dijîn deh qet zêdetir zînd in. Ew hêza jiyanê yên herî zind in. Ew hevalên Rêberê me yên herî rast in. Ger heya niha perçeyek mirovahiyê di me de mabe ew jî xêra van şehîdan e. Herçend “perçe” jî be divê ev mirovahî neyê windakirin, berovajî divê em hîn zêdetir bikin. Zedekirina mirovahiya xwe encex bi çalakiya herî mezin xwe ji  hedefa azadiya Rêver Apo ve kilîtkirin û ji bo vê çi pêwist be kirin e. Rêberê me yê azadbûye, welatê azad bûye ye, gelê gihiştiye demokrasiyê ye, mirovahiya azad bûye, jiyana azad bûye ye.

Em jibîr nekin: Îslamîyet, ne li ser axa şeristaniya Sasanî û Bîzans a navend dewlet û şeristaniya serdema xwe ya herî mezin de, di çolên Erebîstan de zayî ye. Îsevîtî nedi navenda Romayê de, di qadeke rex pergalê de, di axa Yahûdiyan de za û belav bû. Derketina van her dû olên mezin mirovahi bi hinde nirxên windakirye ve ji nûve da hevdîtin. Ger ev derketinên mezin ên oldar neban, dê hovanetî û cehalet bûba çarenûsa mirovahiyê. Îro derketina peyxembertiya nû ya mirovahi bi hêviyek mezin ve bendewarin dîsa di qadeke di nava rex pergalê de mayî de, di nava hemêza gelekê tam nexistine nava oergalê de zaye. Ez tucar nabêjim Rêber Apo elçiye xweda ye. Ez behsa heyîna kevneşopiya peyxembertî, navaroka wî ya pîroz û tevgereke Rêveberî ya xwediyê vê cewherê derketiye dikim. Ez behsa ji nû ve jînkirina kevneşopiya ku Îslamiyet di destpêkê de, tevahî olên yekxwedayî yê bi H.z Îbrahîm ve destpêkirye, rewşa nûkirina vî kevneşopiyê û ya hatiye belavkirin, behsa rastiya tevgera PKK a xwe tevgera Îbrahîmê hemdem pênase dike dikim. Ev, li dijî jiyana lehnetger a şeristaniya navend dewlet ferz dike rabûna jiyana pîroz û liser bingeha tevahî mirovahiyê kirina nav xwe ve ketina tevgerê ye. Xwastin hz Mihemet, bi destê zilamê Ebu Sufyerî ku ew bixwe jî erebe tune bikin. Pir şerê Hz Mihemet jî li dijî mirovên qewma xwei yên ji rê derketine hatiye meşandin. Di dîroka serdema nû ya Kurdan de hêzên ku biqorîcîkirina Kurdan ve hatine wezîfedarkirin taîfeye Ebû Sûfyan ve tê lîstin, valiye Kûdûs a Romayê di kevneşopeke cejnekê de, ji yahûdiyan re gotiye di rewşa dazwaziya wan de dê Îsa azad berdin: lê wan şûna azad hiştina Isa azad hiştina Barabasê eşqiya xwestin û pêkanin. Îsa jî kirine çarmixê de. Ger bê gerîn mînakên mîna vê nêzikatiyê di nava Kurdan de jî dê bên dîtin. Gelo! Ma divê dîrok xwe dûbare bike? Tişta li Kurdan tê ev e? ma divê Kurdên ku gelê tevgera Îbrahîmî ya hemdem xwe bispêre nêzîkatiyek wisa? Na! Morovê Kurd nikare wisa nêzî bibe. Tişta ku divê Kurd jibîr nekin ev e: tişta ku hun dikin mirovahî temaşe dike, ango hûn çi dikin wê temaşe dikin. Meşa kûr ya di bin rêbertiya Abdûlah Ocalan destpê kiriye bi teşeya şibandina tevahî derketinên pêxemberî, weke di Hiristiyantî û Îslamiyetê de heyî, meşeke ku tevahî mirovahiyê dixe nava xwe ye, meşa liser bingeha azadiya mirovahi fetihkirin e. Ji vê meşe re hun weke gel neçarin pêşengtiyê bikin. Pêşeroja mirovahiyê girêdayî çalekiya wê ye. Dema we qezenckir dê mirovahî jî qezenc bike. Dema we winda kir dê tevahî mirovahî jî winda bike. Wê deme divê ji qezenckirinê wêdatir çi çareseriya we nebe. Di rewşa qezenckirina wê de dê Hiristiyantiyê, Îslamiyetê û tevahî mirovahiyê bandor bikin. Wê demê ji vê revîn çênabe.

Rêber Apo ji bo we û mirovahiyê dijî. Tevahî karê kirî ji bo we û mirovahiyê kirye. Herçend hun nedi ferqa vê de bin jî, wî hertim we û pêşeroja we hizirî: pêşeroja zarokê we hizirî, rojên ku zarokê Kurd tê de azad çêbibin hizirî; ger wî hun nehizîrîba û ger xwestiba ew jî dikarî buba babê zarokan, wî jî dikarî di nava pergalê de xwe bilind kiriba, weke mînaka qeptanê keştiya xwe rizgar dike wî jî dikarî jiyana xwe ya kesayî bi teşeyek têkûz rêxistiba. Lê ji ber wî hun û tevahî mirovahî hizirî, tevî tevahî rêkên pêşiya wî vekiribû jî wî ev bêrûmetî hejmart. Herçend bi sehpeya îdamê ve gef ji wî re tên xwarin jî wî disa ji hizirîna wê û jiyankirina wate qutnebû û qutbûyîn yek deqe jî di mejiyê xwe de derbaz nekir. Ew di nava hemêza wede derket. Ger çavkani di we de neba ew jî nedibû. Dixwazî bila dirêjî kevnartiyê bibe, dixwazî bila barvî roja me bibe, ji ber ev erdem di rehên civaka Kurd de hebû şexsiyeta Apo bi van re xwe pêça. Jiber di tunebûne de çi tişt nayê afirandin. hertişta heyî ya herî binirx jî teqez kokê wî li cihekê heye. Bê ku kok hebe teşe/bitkî çênabe.  Jixwe, hun kok çêdikin anjî Rêber Apo liser vê koka ku hun jî xwe dispêrinê derkete holê. Li kokên xwe yên dîrokî temaşe bikin û hêza xwe ji wir bigrin. Mirovahî di we de ye, mirovahî kokên we ne. Yên ku dergûşa mirovahiyê çêkirine hun in. Wê demê hêza xwe bibînin, ji xwe bawerbin û bikevin çalekiyê.

Ger rastiya we ya cewherîn û esıl ev be, ger mirovahî di we de be û ger hun di mirovahiya dijî de bin, tê vê watê ku tevahi tiştên hun ji bo xwe dikin ji bo mirovahiyê ye. Wateya bûna nûnerê çanda kok, di kokan de cîh girtin ev e. Heya Kurd nezivire tiştek din nikare ji jiyana komînal vegere, nikare bibe nîjadperest, dewletger, dizker û xespker. Berhemkirin û parvekirin çarenûsa wî ye, ji mirovahiyê re dayîktî kirin çarenûsa wî ye, mirovahî têr kirin û xwedî kirin çarenûsa wî ye.  Zehakirina eslê ew efendiyên şeristaniyê yên ku ji bo têr kirina wî biçavkorî xizmet kirî û ketiye xebatê çarenûsa wî ye, eslê gelan jî tenê di çarenûsa wî de hatiye nîvîsandin. Hun nikarin ji vê çarenûsê birevin, divê hun nerevin jî. Jiber çarenûsa morovahiyê jî bi vê ve girêdayî ye. Wê demê berê hertiştî xwedî Rêberê xwe yê ku hun kirine hun derbikevin. Divê zilma îmraliyê yekser bidawî bibe, dê dawî jî bibe. Jiber vê hêza ku pêwîst dike dîsa hun bixwe ne; hestên we yên xwedî nirx, hizrên we yên tûjî wate û desten we yên bihuner in. Wexta we pirsyarkir gelo! Ma kesek din alîkariya me nake, wê demê ev pirsyar dê bê vê watê ku we deriye windakirina vê rêkaa pîroz vekiriye. Hun dê çareserî û alîkariyê di xwe de bibînin.

Parolaya çalekiya me diyare: Rêberê me yê azadbûye Kurdê azadbûyî ye, mirovahiya azad bûyî ye.

                                                                                                          

                                        Elî Heyder Kaytan 

                 

                                                                                            © 2006 PKK www.pkk-info.com