|
NİRXANDİNA GİŞTÎ YA SALA 2007’ Ê
SERKEFTİYÊ SALA 2008’AN JÎ DÊ EM BİN
Dê perspektîfên me yên sala 2008’an
çibin? Em dixwazin destpêkê li ser
vê mijarê bisekinin. Me di rojên
bihorî de, bi hefteyan salvegera
damezrandina 29. a PKK’ê pîrozkir.
Me hewl da ku em ketina sala 30. a
PKK’ê fêmbikin, binirxînin, plansaz
bikin. Bi vê vesîleyê em carek din
salvegera damezirandinê tevahî heval
an
pîroz
dikin. Em di sala 30. a partiyê de
serkeftin dixwazin. Bi rastî jî gelê
Kurd ketina sala 30. a PKK’ê wekî
salên berya vê bi teşeyek
hîn bi hêrs, bi coş pêşwazî kir.
Pîrozbahî hîn jî di qadên cûda de
berdewam dikin. Xwepêşandanên
girseyî, nirxandin, nîqaş, hewldanên
têgihiştina rastiya sala 30. gelek
in. Xisûsên girîng, hêlen ku
derdikevin pêş bixwe dibin fêmkirina
rastiya sala 30. fermanê (emir) 30.
fermaneke girîng e, ji bo jiyana
mirov jî, ji bo civakekê jî wisa ye,
dibe di nava dirêjahiya wextekê
dîrokê de kin bê xûyakirin lê disa
jî ji bo guhartina civakê bê jiyîn
pêvajoyeke girîng e. Jixwe ji bo
partiyekê, ji bo organîzasyoneke
siyasî ne, nexwê ji bo ku bê biûk
kirin e. Me hewl da ku bi vesîleya
vê salvegerê binirxînin, fêmbikin.
Me hewl da ku emrê 30. îfadeya asta
zanist û tecrûbeyê, disa bîryarbûn û
serdema herî bilind a qûdretbûnê
dide diyarkirin. Di vê hêlê de ev
rastiyeke ku tevgerek di ketina 30.
sala xwe de serkeftî ye, di tevahî
vê salê de dê hîn bi îdîa be, dê bi
sekinek hîn xurt li ser piyan be û
dê xwediyê erk û berpirsyartiyê xwe
derkeve, dê hîn bi têkoşer û
qezencker be. Di milê din de tişta
ku me dît hêrsa gel bû, reaksiyona
gel bû. Xisûsa duyemîn a herî girîng
a derketî pêş jî ev bû. Helbet
girêdana vê bi pêvajoya ku em tê de
dijîn ve, rewşa siyasî, leşkerî ve
heye. Gelê Kurd bi hêrs e û dibêje
“Êdî Bes e”. Li hemberê xwe êdî
nêzîkbûn, ev pergala tûnekirin û
inkarkirinê ya 1. şerê cîhanê ve
hatiye afirandin, di destpêka qirna
21’ê ve pêkanîn ên ku bi hewldanên
her cûreyên derewan, nerastiyan, bi
hîle û binpêkirinan, êşkence û
qetilkirinan ve tên meşandin êdî
napejirînin. Li ser vê bingehê ji
pêvajoya êşkence û tûnekirinê ya li
ser Rêberê me re edî dibêje bisekine.
Ji neçareseriya pirsgirêka Kurd re
dibêje “ Edî Bes e”, ji pêkanînên ku
navaroka xwe dijî gelê Kurd e û li
dijî gelê Kurd xwediyê taybetmendiya
heqaret û qirin getilkirinêye re
dibêje “Êdî Bes e”. Ji helwestên û
sekinên ku vê nabînin, fêmnakin,
dibînin lê ji bo berjewendiyên xwe
yên aborî yên erzan, ji bo
berjewendiyên xwe yên siyasî neditî
xwe didin nîşan re dibeje “Êdî Bes
e”. Van napejirîne, (red ediyor)
hêrsa wî, reaksiyona wî ji vê derê
tê. Me ev hêrs di hemû pîrozbahi û
mîtîngên ku li hemû bajarên
Kurdistana bakûr de çêbûne de, di
destpêkê de jî di pîrozbahiyên li
Amed ê çêbûne de dît in. Me di hêrsa
gelê derveyî welêt de dît, me di
helwesta wî de dît. Disa me di
civînên, pîrozbahiyên, mîtîngên
Kurdistana başûrê rojava de di serî
de jî yên di qadên din de jî dît. Bi
vê rengê em dikarin bêjin em weke
tevger û gel bi asteke rastiya salê
de têgihiştî, xwediyê erk û
berpirsyartiyên xwe derketînê de hîn
cîdî ketine sala 30. a PKK’ê, em di
xwestek û biryara sala 30. anîna
rewşa sala xebat û têkoşîneke
mezintir de ne.
A niha weke mîladî jî em li bervî
saleke nû ve diçin. Em nêzî dawiya
sala 2007’an dibin, em dê bikevin
saleke nû sala mîladî ya 2008’an. Di
vê çarçoveyê de em di hewldana
nirxandin, nîqaşkirina salê, bi
encama wê ve nirxandina pratîka sala
bihorî û fêmkirin, naskirin,
plansazkirina saleke nû de ne. Weke
gel, weke tevger wisa ye, di me de
ev rewş biekê di nava hev de derbaz
dibe. Sala partiyê, sala mîladî
dibin yek. Lewre pevajoya nirxandina
salê berdewam dike. Em hewl didin
tiştên ku di sala 29. a PKK’ê sala
milada 2007’an de hatine kirin,
sedemên wê bi encamên wê ve
binirxînin û waneyên (ders) wê
derbixînin. Li ser vê bingehê jî em
hewl didin ku 30. sala PKK’ê disa
mîlada sala 2008’ê hîn baştir fêm
bikin, xwe li gorî rastiyên vê salê
ji nû ve bibîryarbikin û
plazsazbikin. Di vê çarçoveyê de ji
bo em sala nû ya ku em dikevinê ango
30. sala partiyê, sala 2008’an dê
çawa be, dê li tê de pêşketinên çawa
bên jiyîn, rewşa heyî dibetiyên
(olasılık) kîjan pêşketinan dijî
fêmbikin, jihev derxînin, li gorî wê
em perspektîf û plan çêbikin divê em
baş li encamên sala bihorî binêrin.
Pêdivî heye ku em lekolîna pratîka
sala bihorî ji bo hemû xebatan bikin.
Disa dema em dikevin sala nû, divê
em rewşa leşkerî, polîtîk a hatiye
jiyîn baş, kûr, bi teşeyek hîn nezî
rastiyê tehlîl bikin, em pêşketinên
awarte, êrîşên polîtîk ên hêzên
cûrbecûr pir rast ji hev derxînin.
Di bingeha van de jî bi temaşekirina
hêza gel û tevgera xwe ve divê em çi
bikin bernama xwe de, em dê çawa van
bikin bi kijan rêbazê ve, bi kîjan
şêwaz û di nava kîjan wextê de em dê
derbazî pratîkê bikin baş binirxînin.
Biryarkirin û plansazkirina sala nû
ya rast û hîn nêzîkê rastiyêye tenê
dikare li ser bingeh û nirxandina vê
nêzîkbûnê ve çêbibe.
A niha dema em di vê çarçoveyê de
temaşe dikin jixwe em di nava
pêvajoya agirbesta yekalî ya 5. de
ketine 30. sala PKK’ê û sala nû ya
2007’ê. Ev rewş tê zanîn, Tevgera me
ya Azadiyê piştî dîroka 1’e Cotmeha
2006’an ve li ser daxwaziya hêzên
cûrbecûr û li ser bangawaziya Rêber
APO, pêvajoya agirbesta yekalî ya 5.
îlan kiribû. Me sala nû li ser
bingeha agirbestê, danemeşandina
xebatên bîrdozî, polîtîk, rêxistinî
yên pêwîst dikir ve pêşwazî kir. Di
sala 29. a PKK’ê de me xwes li ser
vê bingehê xebatên hîn biberferehtir
û bi encamtir bidin meşandin. Me
pêşdît (öngörü) ku sala 2007’an li
ser bingeha agirbestê bînin rewşa
destpêka pêşketinên nû, vebûnên
(açılım) nû ên polîtîk. Bêguman em
weke tevger di vê mijarê de
lihevkirî (tutarlı) bûn, bi
bîryarbûn, bi bawerbûn. Em ji bo
pêşketinên nû, ji bo çêbûna rewşa
sîyasî ya nû amedebûn. Lê em ne di
asteke bê xem, rastiyên heyî
nebînin, xwe bi nêzîkbûnên xiyalî re
tijîkirî de bûn. Jiber her çend di
destpêkê de DYE, YE (AB), pir
rêveberên sazî û avahîsaziyên
cûrbecûr ên Kurdistana Başur heta
partiya îqtîdar a Tirkiyê bangawazî
kiribin jî dîsa jî ne diyarbû ku ew
çiqas cîdî bûn, yên bangawazî kirine
çiqas lihevkirî (tutarlı) bûn û li
ser vê bingehê em di zanebûnê de bûn
ku ev pevajo tenê bi xwestek û bi
hêza me naçe serkeftinê. Yên
bangawazî kirin di hejmar de zêde
bin jî, mijara dê çiqas lihevkirî
(tutarlı) bin ne diyarbû û di vê
hêlê de em hişyar bûn ku nekevin
rewşeke xeyalperest. Ji bo em
agirbestê di asta stratejîk de bibin
serkeftinê bi hewldan û xwesteka xwe
re, me hewla neketina xeyal û
xapandinên ku dê teqez ev pêvajo xwe
bi xwe pêşve bie da. Ji ber wê çendê
bêguman rewşa me ya bi agirbesta
pencemîn re textîkekê bikin nebû.
Nêzîkbûna Reber APO jî, ya tevgera
me jî bixwestek, bi lihevkirî bû. Ji
bo agirbesta pêncemîn encam bide bi
bîryar bû. Rêber APO agirbesta
yekalî ya pêncemîn ji bo pirsgirêka
Kurd demokratîk, aştiyane bê
çareserkirin weke şansek, firsendek
dawî, da naskirin. Ji bo encamek
wisa bê girtin me bixwestek û kedeke
mezin ve agirbest îlan kir û me
xwest em pêvajoyê li ser vê bingehê
rêve bibin. Bi kinasî me serkeftina
stratejîk pêşdît, lê me xwe ji bo
rewşake ku sedemên derveyî ked û
insiyatîfa me yên ku encamek wisa re
rê nevekin re hertim amede kiribû.
Ji bo em qezencên polîtîk, textîk ên
pêwîst dikin bi dest bixin,
bigihijin encaman me ked da. Di
encam de yekcar yên ku ji bo
agirbestê bangawazî kirine di
pêvajoya agirbestê de hatin
ceribandin. Me asta yên ku bi
pirsgirêka Kurd re eleqeder in, xwe
eleqeder didin nîşan herî kêm di
sala 2007’ê de li ku dera çareseriya
pirsgirêkê de ne bi awayek eşkere
dîtin.
Di serî de me helwesta DYE’ê zelal
derxiste holê. Me rastiya rewşa
DYE’ê ya tê de dijî derxiste holê,
ger xizmet ji berjewendiyên wî re
bike dê bixwaze pevçûnan bide
sekinandin, lê derveyî vê xwestek û
keda wî nîne bikeve helwestekê da
çareseriya pirsgirêka Kurd weke
nêzîkbûneke polîtîk bide nîşandin.
Her çend rêveberiya Başûrê
Kurdistanê ji bo çareseriya Kurd
dixwaze gav bên avêtin jî lê me
derxiste holê ku hêza wî têra nake
ku di vê mijarê de hinde pêşketinan
bi afirîne. Disa di heman teşeyê de
me dît ku di destpêkê de PCD (DTP),
rêxistin û avasaziyên demokratîk ên
Kurd dîsa devdorên rewşenbîr û
demokratîk ên Tirkiyê jî ne xwediyê
hêzin ku ji bo çareseriya demokratîk
a pirsgirêka Kurd pêvajoyeke polîtîk
bidin çêkirin, pêşde bibin. Li gel
vê me rastiya AKP’ê ya dest diavêje
hemû dibetiyên (olasılık) bi rastî
takeger, feydeker, berjewendperez,
xapandok, lê di nava nêzîkbûna
rantperez de dixwaze tevahiya van li
gorî berjewendiyên îqtîdara xwe bide
karanîn me derxiste holê. Di vê
çarçoveyê de jixwe saziya fermandarê
giştî yê Tirkiyê, yê di bingeh de
Tirkiyê dide meşandin hin destpêkê
heya niha rastiya agirbestê qet
nepejirandiye, red kirye. Berovajiyê
vê ji mayîna me ya pêvajoya
agirbesta yekalî de sûd girtiye, ji
bo plansaziya xwe ya tunekirin û
tasfiye kirinê pir milan de bibe
serkeftinê xwest êrîşên xwe hîn
zêdetir pêşbixîne û bide meşandin.
Hîn rastir ji bo plansaziya xwe ya
tunekirin û tasfiya PKK’ê ya di
destpêka havîna 2006’an ve hatiye
çêkirin bibe serkeftinê fermandarê
giştî yê Tirkiyê bi hikimeta AKP’ê
jî kirina nav de û dana meşandinê re
kete nava hewldan û meşandina her
cûreyên êrîş an. Piyekê vê
plansaziya tunekirin û tasfiyegeriyê
yê herî girîng pêvajoya tunekirinê
ya di çarçovaya jehirkirina kronîk a
Rêber APO bû, me ev pêvajo di vê
demê de derxiste derve. Me dît ku
plana tunekirin û tasfiya PKK’ê,
heman wek plansazkirina komploya 9’ê
Cotmeha 1998’ê destpêkê tunekirina
Rêeber APO hedef dike, dike nava
xwe. Serokê fermandarê giştî yê
Tirkiyê dema li dijî agirbestê
êrîşên tunekirin û tasfiyegeriyê
dida lezkirin, wê demê dixwast
pêvajoya ku daye destpêkirin
bigihîne encamê. Jixwe di hindirê vê
demê de di çarçoveya tiştên ku me
derxistine derve, di çarçoveya
agahiyên me girtine, me di derbarê
Rêber APO ev bûyera jehirkirina
kronîk aşkere kir. 1’ê Adara 2007’ê
de me ji raya giştî re daxûyanî dan,
me şermezar kirin pêşxist, lîstokên
ku veşartî dihatin lîskandin me
xwest bi vê teşeyê ve xera bikin. Li
gel vê me hem pêvajoyeke baş dîtin û
fêmkirina weke em tevger û gel di
nava gefeke tunekirinek çawa dene
jiyankir. Hem jî me hewl da ku em vê
rewşê li pêşiya hemû mirovahiyê
şermezar bikin, li dijî vê êrîşa
hovane ji bo em têkoşîna xwe
bilindbikin, kedeke bi plansaz
pêşbixînin em di nava hewldaneke
mezin de bûn.
Pir eşkere bû piyê plana tunekirin
û tasfiye kirina PKK’ê, ya di milê
Rêvebera Tirkiyê ve di sala 2006’an
hatiye çêkirin û xwesteka vê
gihandina serkeftinê êrîş,
operasyonên di derbarê gerîlayan de
bû. Tevî agirbestê û dîsa tevî
mercên zivistanê fermandarê giştî yê
Tirkiyê, di derbarê gerîla de
operasyonên xwe di tevahî eyaletên
Kurdistana bakur de karanîna tevahî
derfet û amûran ve dana meşandinê
dûr nema. Operasyonên xwe bê navber
di tevahî zivistanê li Dersîmê,
Amedê, Erzûrimê, Garzanê, Botanê,
Zagrosê, Serhadê da meşandin. Ji bo
komeke biûk a gerîla bibîne, tune
bike her cûre derfet seferber kir,
serî tevahî rêbazan da. Ne got berf
e, zivistan e, artêş seferber kir.
Bi vê re jî xwe têr nedît di Sibata
2007’ê de bi girtina pir qadan, ji
Kurdistanê re hîn zêdetir hêz sewq
kirinê re edeta xwest li dijî gerîla
sefera tunekirinê pêşbixîne. Ji hemû
qadên stratejîk ên kurdistana bakur
de di serî de Botan Zagrosan de
hêzên leşkerî yên nû cîhkir. Hêzê
xwe yê heyî bi vê têşeyê bi
zêdekirinê re xwest li ser coxrafya
çavdêriyeke mezin bide çêkirin. Xwe
spartina vê ve xwest operasyonên xwe
bigihîne serkeftinê. Bi vê re jî xwe
têr nedît, derket holê li ser
Kurdistana başûr jî di plan û
amedekariya operasyonê de ye. Li
dijî tevahî van êrîşan jî gerîla di
nava berxwedaniyekê de bû. Her çend
em hinde windahiyan bidin jî, lê
tevî hewldan û erîşên xwe artêşa
Tirk bi hedefa xwe ya gerîla di
rewşeke girande perçiqandin û
darbekirinê ve anîna rewşa helandinê
nikarî pêkbîne. Gerîla li dijî
tevahî êrîşan berxwe da, li ser
bingeha berdêl danînê berxwedan
pêşxistinê ve ev êrîş şikand, vale
derxist. Hedefa gerîla helandin û
perçiqandinê bêserkeftin hişt. Dîsa
plan û amedekariyê operasyonên di
derbarê Kurdistana başûr bêserkeftî
hat heliştin. Helbet di vê de rista
berxwedaniya gerîla, mayîna tevgera
me di pêvajoya agirbesta yekalî de
hebû. Me encama herî girîng a siyasî
ya pêkanîna agirbesta yekalî ya
pêncemîn di vir de dît. Me
operasyonên leşkerî yên di derbarê
Kurdistana başûr ku Tirkiyê dixwest
di Gûlana 2007’ê de pêşbixîne vale
derxist. Li ser vê bingehê tevahî
hêzên ku bi Kurdistana başûr ve
eleqeder in ev daxwaziya operasyona
Tirkiyê neyînî pêşwazî kirin. Kinasî
rêveberiya Tirkiyê ji ber nikarî
mercên xwe yên siyasî leşkerî
çêbike, ji ber wê nikarî operasyona
Kurdistana başûr a plan dikir
çêbike. Di encam de hikimet,
fermandarê giştî xwestin vê
neserkeftinê li ser hev fatûre bikin
û bavêjin ser hev. Fermandarê giştî
got “bila hikimet ferman bide ez dê
bikim”. Hikimet got “ raye/erk di
leşker de ye”. Kinasî xwestin
bavêjin ser hev lê di rastiyê de
jiber dîtin mercên siyasî û leşkerî
yên vê operasyona ku nehatiye
çêkirin ger di milê Tirkiyê de
yekalî bê meşandin dê neserkeftî be,
dê nikarîn bikevin pratîkek wisa.
Hewl dan ku encamên wê yê neserkeftî
jî bi teşeyek wisa li ser hev fatûre
bikin.
Lingên din ê tunekirina bi plan,
êrîşên tasfiyekirinê hebûn. Di
derbarê gel de zextên wan zêde bûn,
li ser saziyên demokratîk siyasî yên
Kurd zext, girtinên wan pêşdiket.
Kinasî li ser siyaseta demokratîk
jî, li ser sazî û avahîsaziyên
demokratîk siyasî û çandî jî
rêveberiya Tirkiyê bi teşeya zextek
tûnd, girtin û dana cezakirina
operasyonek da meşandin. Li dijî vê
tevahî hêzên demokratîk, sazî û
avahîsazi di nava berxwedanek girîng
de bûn. Zext hembêz kirin, li dijî
qedexeyan berxwe dan. Ew hêzên
inkarger û tuneker çi qedexe kirin,
çi suçdar kirin, bi van suçan de
israr kirin, rêxistin kirina wan
suçan berdewam kirin û bi
berxwedaniyek, wêrekiyek,
canfedakariyek mezin ve hewl dan ku
ew zextên armanca xwe li ser gel
pasîfîkasyonê dana afirandin, dana
helandinê vale derxin. Bi vê re di
derbarê binesaziya rêxistina me jî,
êrîşên rêveberiya Tirkiyê pir çêbûn.
Di hindir de û di derve de ketin
hindirê afirandina komplogeriyan,
xebatên sîxûrtiyê pêşxistin. Ji bo
rêveberiya rêxistina me derbe bike,
parçe û lewaz bike dîsa ji bo
otorîteriya rêveber a li ser gel û
tevgerê lewaz bike bi karanîna
amûrên propaxandeyê jî, dana
meşandina şerê derûnî jî di hindirê
her cûreyên êrîşê de bûn. Li dijî
vana jî berxwedaniyek girîng hate
berdewam kirin. Lêgerînên komploger,
xebatên sîxûrkirinê vale hat
derxistin. Wekî ev vale hat
derxistin jixwe şerê derûnî di mile
tevgera me de hat şermezarkirin û
vale derxistin. Her wiha tevgera me
hewldanên rêveberiya Tirkiyê di
milekê de di nava pêvajoya agirbesta
yek alî ya zivistana 2006-2007’ê û
di bihara 2007’ê de, di milekê de
xebatên wî yên ji bo serkeftina
stratejîk a agirbestê, di mile din
de jî pêkanînên êrîşên wî yên bi
armanca ji darhola agirbestê sûd
bigre û tevgera me tûne bike û
tasfiye bike kete nava berxwedaniyek
pircûre. Pêvajoyek girîng bû,
pêvajoya berxwedaniyê bû. Li gorî me
encamên cîdî hatin girtin. Jixwe bi
têkoşînek, berxwedaniyek mezin ve ev
êrîş vale hatin derxistin. Li ser
bingeha bi dehan şehîd dayîne encex
me karî pêşketina van êrîşên
tunekirin armanc dikir vale
derxistinê û neserkeftî hêliştinê
bigrin.
Di encam de plansaziya tunekirin û
tasfiye kirina PKK’ê ya di bihara
2006’ê de û di destpêka havînê de
hatiye çêkirin di nava pêvajoya
agirbesta yekalî de, bi xwe spartina
berxwedaniya tevger û gelê me ve
vale hat derxistin û neserkeftî hat
hiştin. Dema hatin destpêka havîna
2007’ê, dema pêvajoya wê ya salekê
tijî bû derket holê plansazî
serkeftin qezenc nekirye, vale
hatiye derxistin, PKK roj bi roj xwe
dirêxîne, hîn zêdetir xwe pêşdixîne
û têkoşîna xwe dide berdewamkirin.
Ev pêşketineke girîng bû. Pêşketinek
cîdî bû ku xwediyê encamek siyasî,
leşkerî bû. Dema me di vê pêvajoya
agirbestê de ji bo serkeftina
stratejîk milekê ked dida û dîsa
dijî êrîşên xwediyê armanca
tunekirinê berxwe dida, di milê din
de jî me xwebatên xwe yên bîrdozî,
rêxistinî yên pêwîst dikir dida
meşandin. Bi armanca fêmkirina
pêvajoyê, xwe ji pêvajoyên nû yên
têkoşînê re amedekirinê di her qaden
de civîn hatin çêkirin. Me perwerde
dan meşandin, em di nava nîqaşan de
bûn. Me hewl da xwe di asta
qadrotîyê, rêxistinê bi vê rengê
amede bikin. Bi vê re me civînên ku
pêvajoyên nû nîqaş dike, bibîryar
dike, biplansaz dike û girê dide jî
çêkirin. HPG dawiya Çile ya 2007’an,
di destpêka Sibatê de Konferansa xwe
4. çêkir. Wekî di Konferansê de
encamên pêvajoya du salên bihorî hat
nirxandin, danesîn (tanımlama)
kirina pêşketinên bi agirbestê re
derketiye hole ve, encamên awarte
yên agirbestê, li ser vê bingehê
hewl da li gorî pêşketinên ku
derkevin hole polîtîkayên partiya me
bi şopîne, biespandine (tespît) û
bibiryar bike. Di bingeha van
nirxandinan de xwe ji nû ve bibîryar
kir, plan kir. Xwe ji nû ve rêkûpêk
kir, xwe rêxist. Kinasî li ser
bingeha nîqaşek, nirxandinek, rexne
kirin û rexne li xwe vegerandinêk
(özeleştiri) berfereh de, weke ku
HPG anî rewşeke ji encamên, waneyên
polîtîk ên pêvajoya borî tecrûbe
derxistî, anî pêvajoyek nû heman
demê de anî rewşeke ku xwe li gorî
pêşketinên awartê yên piştî pêvajoya
agirbestê, ku dê têkoşîneke her
cûrên bide meşandin û bi vê rengê
xwe ji têkoşîneke nû re, bi
bîryarbûn, planbûn û rêxistînbûnê ke
nû re amede bike. Ev xebatek girîng
bû. Ger bê baldar (dikkat) kirin
hêza motora Tevgera Azadiya me
gerîla ye, nîvê zivistanê de HPG bi
serkeftî çêkirina konferansa xwe ve,
xwe bi vê teşeyê nûkirin û xwe ji
pêvajoya têkoşîna nû re anîna rewşa
amedeyî, di her hêlê de kirina
xebatên xwe yên amedekariyê, ji bo
tevahî tevgera me ya azadiyê, jixwe
ji bo bi serkeftî pêşwazîkirina
pêvajoya pêşiya me avantajek girîng
bû. Jixwe encamên wê jî wisa bû ango
bi xûşikandek(sürükleyici) bû. Bere
wê li dijî tevahî êrîşan amede bû û
di êrîşen pişt re çêbûne de jî
hertim zanî ku ji bo berxwedaniyê
bibe pêşeng.
Dîsa di dawiya biharê de 5. lijne
(kurul) ya giştî ya Kongra Gel lihev
cîvîn. 5. lijneya giştî ya Kongra
Gel jî pêşketin û encamên pêvajoya
agirbesta yekalî ya 5. nirxand. Bi
nirxandina nêzîkbûnên hêzên cûrbecûr
ji agirbestê re, polîtîkayên tevgera
me bişopîne çespand. Bi vê re wekî
bi nirxandina tiştên ku bi agirbestê
re hatine kirin û qezencên hatine
destxistin re, bi dîtina tiştên ku
ne hatine kirin, ne hatine meşandin
di milê çareseriya pirgirêka Kurd de
divê di mijara têkoşîna azadî û
demokrasiyê çawa bê pêşxistin de
biryar û plansaziyên pêwîst dikir
pêk anî. Ev jî tê wateya ku em weke
gel xwe ji pêvajoya têkoşîna nû re
hem di asta hizrî, rêxistînî de hem
jî xwe di asta pratîk, biryar û plan
de bînin rewşa amedekirinê. Bi van
re jî rêxistinên me yên jin û
ciwanan di destpêkê de pir rêxistin,
sazî û avahîsaziyên demokratîk
heyetên xwe yên erkdar civandin,
konferans, kongre yên xwe çêkirin.
Bi nirxandina paşerojê re xwe ji
pêvajoya nû re amede kirin. Kinasî
weke tevgera azadiya giştî di
pêvajoya agirbestê de dema me di
milekê de ji bo serkeftina stratejîk
a agirbestê ked dida û li dijî
êrîşên tuneker berxwedan didomand,
di milê din de jî em di çêkirina
civînên rêxistinî de ku ev civîn
nûkirina tevgerê, nûkirina
biryarbûnê pêktînin de serkeftin. Bi
vê rengî pergala tevgera me KCK xwe
bi hemû sazî û avahîsaziyên xwe ve
nûkirina xwe, ji nû ve bibîryar-
plansazkirina xwe ve xwe anî hêzeke
ku li dijî tevahî êrîşan têkoşîn
bike, li berxwe bide. Bê guman ev jî
pêşketineke girîng bû. Di milekê de
bi berxwedaniyê ve vale derxistina
êrîşên armanca wan tunekirine, di
milê din de jî tevger bi cîvînên
rêxistinî yên hatine çekirin ve di
milê rêxistinî û pratîk de xwe anîna
rewşa têkoşînê jixwe li hemberî
pêvajo me anî rewşa hîn bi hêz û
xurtir. Lewre bersiva agirbestê bi
awayek erenî nehatiye dayîn,
pêvajoya agirbestê ne gihiştiye
encamek serkeftî berovaji di dawiya
meha Gûlanê de artêşa Tirk êrîşên
xwe bi armanca tunekirinê daye
zêdekirin, di destpêka
Pûşper/Hezîranê de pêvçûn her ku çû
xurt bûn, tûnd bilind bûn.
Li dijî êrîşên artêşa Tirk
berxwedaniya gerîla ya dibin xeta
paraztina rewa ya dide meşandin û ev
jî asteke mezin de tevahî rojava
siyasî bandor dike, qezenc kirye.
Berxwedaniya serkeftî ya gerîla ya
di tevahî qadan de heya qadên
Dersîm, Botan, Zagrosan li dijî
operasyonên ku tên pêşxistin dide
meşandin, hate rewşa tevahî rojava
Tirkiyê bandor dike û dide meşandin.
A niha di vir de bandorên encamên
rêveberiya Tirkiya ku bersivek erênî
ne daye agirbesta 5. berovajiyê vê
xwestiye pêvajoya agirbestê bi
armanca tasfiye bikar bîne û planên
êrîşên tunekirin û tasfiyekeriyê bi
awayek tûnd dide meşandin, di êrîşan
de neserkeftinê wî derdikeve holê.
Ango di destpêka Pûşberê de
lêhûrbûna (yoğunlaşma) têkoşîna
sîyasî, leşkerî da nîşan ku êrîşên
tunekirin û tasfiyekirinê yên di
milê rêveberiya Tirkiyê de hatine
plansazkirin neserkeftî hatine
hêliştin, rêveberiya Tirkiyê ketiye
rewşeke ku di pirsgirêka Kurd de, li
dijî PKK’ê bê polîtîkaye û bê textîk
e. Vê bi teşeyek cîdî siyaseta
Tirkiyê hejand. Fermandarê giştî yê
Tirkiyê jî ji bo van pêşketina kete
guman û tirseke pir mezin. Bi rewşa
çavdêrî windakirin, kontrol ji dest
berdan lewre ji pêşketinan re
nehekim bûnê re hate rû bi rû. Me
bandoriya vê rewşê herî eşkere di
hilbijartinên Serok Komar de dît. Ev
pêşketin hilbijartinên Serok
Komartiyê zivirand aloziyeke cîdî.
Ev rewş hem asta Serok Komar de, hem
asta fermandarê giştî de, hem jî di
mile heyetên erkdar ên rêvebirên
dewletê yên din de pir bi eşkere
îtîraf kirin. Gotin rejîma Komarê di
nava aloziyê de ye. Sedema ve
aloziyê, sedema ku hilbijartina
Serok Komartiyê di vê derecê de bi
pevçûn derbaz bibe û bizivire
aloziyê neserkeftina plansaziya
tunekirin û tasfiyekirina PKK’ê bû.
Lewre inkar kirina Kurdê ku ev
pirgirêk pirsgirêka Tirkiyê ya herî
bingehîn, ya herî stratejîk bû û di
serna xwe ya tunekirinê ya li dijî
PKK’ê ketina rewşa bê plan, bê
polîtîka bû. Di vê rewşê de
rêveberiya Tirkiyê têkoşîneke cîdî
ya navxweyî jiyan kir. Di rastiyê de
wateya bingehîn a wê têkoşînê,
wateya bingehîn a hilbijartina Serok
Komar bizivire aloziyê lêgerîneke
dibingeha stratejiya tûnekirin û
inkarkirina Kurd pêşdibîne de
îtîfaqeke rêveberiya nû dana
avakirin bû. Di vê mijarê de helbet
tevahî pêvajo fermandarê giştî
meşand. Muxtiraya 27’ê Nîsanê tê
zanîn, gelê Kurd tevahî dijmin îlan
kirinê ve di rastiyê de bi teşeyek
cîdî gef ji AKP’ê re da xwarin. Ji
AKP’ê re gef dan xwarin ger
lihevkirin neke, ger di polîtîka û
têkoşîna Kurdan de bi fermandarê
giştî re nebe yek dê AKP‘ê jî dijmin
îlan bikin.
Di encama vê de tê zanîn, di
Dolmabexçê de hevdîtina Yaşar
Buyukanit- Tayîp Erdoxan çêbû. Di vê
hevdîtinê de lihevkirinek nû çêbû,
îtîfaqeke nû hat avakirin. Rêqezên
vê lihevkirinê yên bingehîn hatin
avakirin. Hîn di wê demê de diyarbû
ku ev çibû û piştî wê pêvajoyê jî
pir aşkere hat dîtin. Ev lihevkirin
ser bingeha nûkirin û domandina
plansaziya tunekirin û tasfiya PKK’ê
hat çêkirin. AKP ji pêkanîna vê
polîtîkayê re hate qeyl kirin û li
beramberê vê jî fermandarê giştî, ji
nû de bûna îqtîra AKP’ê pejirand. Bi
vê rengê nûbûna rêvebirê Tirkiye, li
ser bingeha îtîfaqa AKP û fermandarê
giştî rêveberiya Tirkiyê ji nû ve
hat çêkirin. Jixwe saziyên wek
dadgeha destûra bingehîn bi xistina
jiyanê ve, xwestin alozî bi
hilbijartinek nû ve derbaz bikin.
Pêşiya pêşketinêke wisa bibîryara
dadgehê hat vekirin. Kinasî li ser
bingeha lihevkirina AKP-fermandarê
giştî bi armanca ji nû de plansaziya
tunekirin û tasfiya PKK’ê dana
meşandinê kirin biryar rêvebereke nû
bê çekirin, ketin nava pêvajoyeke
wisa. Li ser vê bingehê hilbijartina
zû ya 22’ê Tîrmehê kete rojevê.
Sedema bingehîn a hilbijartina
wextel zû de dana çêkirinê ev bû.
Ango em dizanin ku rêveberiya AKP ne
di inyeta hilbijartina zû dana
çêkirinê de bû. Tevî tevahî nîqaşan
dida diyarkirin ku dê hilbijartin di
wextê xwe de çêbibe lê tevî van
teahut/ lixwegirtina neçar ma ku
hilbijartina 22 Tîrmehê de çêbike,
ango neçar ma ku hilbijartina bigre
wextek herî zû. Jixwe tişta ku AKP
ji vê re neçar kirye aloziya di
pêvajoya hilbijartinên Serok Komar
de bû. Di bin aloziyeke wisa de jî
neserkeftina plansaziya tûnekirin û
tasfiyekirina PKK’ê ya di destpêka
bihara 2006’an hatiye çêkirin
diraza. Divê em vê baş bizanibin.
Nexwe têkoşîn, xebatên ku me li ser
bingeha agirbestê dane meşandin,
dîsa berxwedaniyên ku me di Gûlan û
Pûşbera 2007’ê pêşxistine risteke
girîng lîstine. Rê li ber pêşketinên
siyasî vekirye. Encamên ku siyaseta
Tirkiyê di bingehda daye hejandin,
aloziya reveberiyek Tirkiyê cîdî
daye afirandin derxististiye holê.
Divê em van rastiyan baş bibînin,
bizanin, fêm bikin. Divê em li vir
binêrin û bibînin ku pêvajoya
agirbesta pêncemîn çi encam daye
afirandin. Bê guman wekî ku di
destpêkê de dihat hedef girtin di
aliye çareseriya demokratîk,
aştiyane ya pirsgirêka Kurd rê li
ber pêşketineke stratejîk nevekir.
Lê ger bi hişyar bê nêrin di warê
textîkî de rê li ber pêşveçûna
tevgera me ya azadiyê vekir, di
bingehde jî bi vale derxistina
plansaziya tûnekirin, tasfiyekirina
PKK’ê ya di havîna 2006’an hatiye
çêkirinê, neserkeftî hêliştinê ve rê
li ber encamek siyasî, leşkerî
vekir. Ev encam jî girîng e, cîdî
ye. Dive em çi aliyan de biûk nekin,
neserkeftî hiştina plansaziya
tunekirin, tasfiye kirine, vale
derxistina wî girîng e, divê em vê
bibînîn.
A niha di pêvajoya pişt re dema
hilbijartinên 22 Tîrmehê hate
rojevê, ev bi lihevkirina APK-
fermandarê giştî çê bû û di rastiyê
de jî biekê berê wê li bervî
pêkhatina formîlîta kar bû. jiber
rêvebira AKP’ê, Serokatiya
fermandarê giştî jixwe lihevhatibûn
û îtîfaqa rêvebiriya nû afirandibûn.
Rêgezên ve yên bingehîn hatibûn
diyarkirin. Dawiyê de ji pirsyarên
dê ev rêveber bi kî ve pêkbê, dê
meclîs bi kijan şexsan ve şekil
bigre, şeklê rêkûpêkirina rêveber û
bernameya hikimetê dê çawa be re
bersiv dayîn dima. Hilbijartinên 22
Tîrmehê ji bo temamkirina van
formalîteyan çêbû. Di vê mijarê de
ji lihevkirina AKP’ê- fermandarê
gîştî re hêviyên mezin hatin
girêdan. Di rastiyê de bi avakirina
rêvebereke cîdî ve dixwestin
plansaziya nû ya tunekirin, tasfiye
kirinê li ser vê bingehê bidin
meşandin. Di hesabên wan de bi
teşeyek bê qûsûr afirandina meclîsê
û di meclisê de hikimeta ku AKP tê
de xwe dispêre piranîtiyê sazkirin
bû. Qismekê ve pêk anîn lê di vê
eniyê de jî hertişt li gorî xwesteka
wan neçû. Dema hilbijartina zû kete
rojevê têkoşîna ku di destpêka
Pûşberê de pêşketiye me xwest li
gorî taybetmendiyên hilbijartina zû
bînin rewşeke gûncav. Me textîkên
xwe li gorî wê diyar kir, her çend
me di cîvînên xwe yên berê wê de bi
awayek berfereh nîqaş kiribin û
biryarên nû girtibin, pêvajoya
paraztina pasîf bi dawî anîbe,
pêvajoya paraztina aktîf dabe destpê
kirin jî wekî hilbijartinên 22
Tirmehê xistin rojevê, wê demê divê
em li gorî pêvajoya hilbijartinê, li
gorî gûncavbûna wê polîtîkayekê
bişopînin û em di hindirê
nêzîkatiyêk textîk a têkoşîna
polîtîk derdixe pêş de bin. Di encam
de tevgera me polîtîkayek wisa da
diyarkirin û da meşandin. Ev girîng
bû, her çend ji bo me bi taybetî jî
di qadên leşkerî de hinde zehmetî
derdixîne holê jî lê ji bo gele me
xwestekên xwe yên polîtîk bide pêş,
ji bo em jî ji vê pêvajoya têkoşîna
polîtîk a ketiye rojeve re
tevlîbûnekê çêbikin û wê rêgezê
bidin nîşan, bersivekê bidin çekirin
girîng bû. Di encam de ev hatin
pêkanîn û di encam de herçend ne
wekî dihat xwestin jî di asta dana
çêkirina komekê ve berendamên
demokrat, walatparêz ên serbixwe
ketin meclîs e. Ji bo demokrasiya
Tirkiyê dîsa ji bo tevgera azadiya
Kurd destxistina encamek
hilbijartinek wisa serkeftineke
qismî îfade dikir. Asteke girîng a
siyasî bû, divê ev neye biûk kirin.
Di rastiyê de divya bû serkeftinek
hîn cûda çêbûba. Encam lewaz man,
sedemê van di pir cîvîn, nîqaşan de
hatin nirxandin û qasî pêwîst didît
rexne- rexne li xwe vegerandin hatin
kirin. Lê di asta heyîde çêkirina
komekê, vê komê xistina MNYTê (TBMM)
ji bo siyaseta demokratîk dîsa ji bo
pêşketina tevgera azadî û demokratîk
a Kurd gaveke girîng a siyasî îfade
kir. Divê em vê wisa bibînin,
fêmbikin.
Di encam de hesap û plansaziyên
lihevkirina AKP- fermandarê giştî di
pîvaneke girîng de xera kir. Dema
Tayîp Erdoxan û Yaşar Buyukanit
îtîfaq dikirin herçend îhtîmala dê
hindek hêzên mihalîf bikevin meclîsê
dikirin jî lê îhtîmal nedidan ku dê
hêzên demokratîk, PCD (DTP) bikeve
meclîs ê. Hîn rastir di hevdîtinên
Dolmabexçe de bîryar girtibûn ji bo
pêşîya vê ihtimale bigrin tedbîrên
pêwîst bigrin. Encam de bi xwe
spartina vê re pêşiya hilbijartinên
PCD hat girtin, mercên hilbijartina
serbixwe hatin dengaf kirin. Dîsa
xwestin bi alîkarî dayîna AKP’ê ve
edeta tevahî partî bi AKP’ê ve yek
kirinê ve, dewlet her hêlêde alîkarî
bide AKP’ê, di Kurdistanê de pêşiya
hilbijartinên serbixwe bê girtin,
pêşiya ketina PCD a meclîsê bê
astenk kirin. Lê tevî vana avakirina
PCD a komekê û ketina meclîsê hemû
plansazî û lîstok xerakir. Di
rastiyê de cihê ku cara yekem darbe
li plansaziya tunekirin û
tasfiyekirina PKK’ê ya nû ya li
Dolmabexçeyê hatiyê çêkirin daye
encamên hilbijartinê bû. Kûna ku
yekemîn car di wê plansaziyê de
vebûy bi ketina koma PCD ji meclîsê
re çêbû. Ev rastiyek e. Di encam de
nerazîbûnên ji vê çêbûne di her
firsendê de hem fermandarê giştî,
hem jî hikimeta AKP’ê tîna ziman.
AKP, hewl dide PCD bike rewşeke bi
PKK’ê re bikeve nava pevçûnan.
Fermandarê giştî hertim dibin zext û
gefan de dihêle. Li dijî PCD polîs,
îstîxbarat, medya şerekê mezin dide
meşandin. Vê jî bes nabînin, dema
encam nagirin vê carê hiqûqê dixin
devrê. Bîryara doza girtina PCD
hatiye girtin, hewlên hem girtina
koma meclîs hem jî girtina PCD, bi
rêgezên hiqûqî bêbandor kirin didin
domandin. Di encam de diyar dibe
encamên hilbijartinê têgeha
netew-dewlet a despotîk a ku xwe
dispêre siyaseta inkar û tûnekirinê
tangav kiryê û darbe kirye. Ev encam
pîştî hilbijartina her çend rewş ji
bo hêzên inkarger û tûneker wisa
nebejî, lê ketina koma PCD li
meclîsê, hilbijartinên 22 Tîrmehê ji
bo Tirkiyê firsendek, şansek da
çêkirin. Bi rastî jî di rewşa
demokratbûna Tirkiyê, xwestaka wî ya
pirsgirêkê bi rêgezên demokratîk ve
çareserbike de encamên hilbijartinê
hejmara (aritmetik) herî guncav
derxiste holê. jixwe di Kurdistanê
de sazbûna komek meclîs a bi reyên
gel û di çarçoveya zagonî de hatine
hilbijartin, ji bo çareseriya
pirsgirêka Kurd a demokratîk,
aştiyane avakirina mixatabek Kurd
nîşanî pêşketinek girîng dikir. Ger
di Tirkiyê de zihniyeta demokratîk,
hêzên çareseriya demokratîk bi
bandor ban dê Tirkiye bi xwe
spartina van encaman re di milê
demokratîkbûnê de û di milê bi
rêgezên demokratîk çareserkirina
pirsgirêkên xwe de pêşveçûba. Mercên
vê, derfet û firsendên vê bi encamên
hilbijartinê ve hatibûn afirandin.
Lê em dizanin, îtîfaqa lihevkirina
Tayîp Erdoxan- Yaşar Buyukanit di
çarçovaya berovajiyê vê de ye. Ne di
çarçoveya demokratîk kirina Tirkiyê,
bi demokratîk çareserkirina
pirsgirêka ye, di çarçoveya bi
rêgezên nû tunekirin û inkarkirina
li ser Kurdistanê dane berdewam
kirinê de ye. Li ser vê bingehê
lihevkirin hatiye çêkirin, îtîfaq li
ser vê esasê hatiye çêkirin û di
rastiyê de bi pêşxistina şerê qirêj,
şerê taybet ve tunekirina PKK hatiye
pêşdîtin. Dema rêgezên îtîfaqê wisa
bûn baş pêşwazîkirina ketina koma
PCD di meclîsê derneketiye holê
berovajî ji vêencamê nerehetbûnên
mezin çêbûne û bi vê re zext dane
meşandin, li ser vê bingehê di
encama hilbijartinê de li dijî
Tevgera azadî û demokrasiya Kurd, li
dijî demokratbûna Tirkiyê êrîşên ku
plansaziyeke tunekirin û
tasfiyekirinê hembêz dike pêşxistin.
Piştî hilbijartinan hilbijartina
Serok komar pêkhatiye, piştî meclîs
hatiye rêxistinkirin hikimet hatiye
avakirin şûnde di aliyê aborî,
siyasî, leşkerî, bîrdozî, dîplomatîk
de jî rêveberiya nû ya Tirkiyê bi
armanca tunekirin û tasfiyekirina
Tevgera azadiya Kurd pêvajoyeke nû
ya êrîş daya destpêkirin. Me wekî
tevger çawa ji pêvajoya
hilbijartinan re têkoşîna siyasî
derxiste pêş piştî hilbijartinan jî
ji bo ew nîzama (kombînezon)
derketiye holê rast bê nirxandin, me
xwest piştî hilbijartinan ji
hikimeta AKP re, ji binesaziya
Tirkiyê ya nû çêbûyî re şansek
bidin. Em ketin lêgerîn û
bendewariyeke ka ecep tiştên berê
nehatine kirin, dê koma PCD mûxatap
bê girtin û dê bikevin pêvajoyeke
çareseriya demokratîk aştiyane. Dibe
mercên vê zêde nebûn, dibe hîn di
serî de diyarbû encamek wisa
pêşnakeve. Lê tevî vana li gorî
pêwistiya nêzîkatiya xwe ya
çareseriya demokratîk aştiyane ji
binesaziya siyasî ya wekî encama
hilbijartinê derketiye hole re ji bo
pêşketinek wisa bide afirandin
lekolîn kirin, xwestina me, siyaseta
Tirkiyê bervî vê de dane meşandin
pêwîst bû, xwezayî bû. Her çend dem
kûrd jî be me xwest siyaseta Tirkiyê
demokratîk bikin û di çarçoveya
çareseriya demokratîk a pirsgirêka
Kurd bidin meşandin. Lê jixwe ev
tenê îhtîmaleke lewazbû. Berovajiyê
vê hîn di serî de diyar bû
lihevkirina AKP- fermandarê giştî
temamkirina girkirina nifşa Kurd û
êrîşên tunekirin û tasfiyê zêde
kirinê hedef dikir. Destpêkê Tayîp
Erdoxan û hemû rêveberê AKP’ê di
daxûyaniyên xwe de ev didanîn holê.
Jixwe fermandarê giştî yê Tirkiyê
Kurd dijmin îlan kiribû. Pir eşkere
gotibûn heya yek kes di çiyan de
nemîne em dê şer berdewam bikin. Bi
vê re jî neman eşkere dabûn diyar
kirin ku pêşketinên Kurdistana başûr
ji bo evlekariya Tirkiyê gefeke
mezin a sereke dibînin. Kinasî pir
eşkere îlan kiribûn ku ne tenê PKK û
Kurdên bakûr, hemû rêxistinên Kurd û
pêşketinên di parçên din de jî ji bo
xwe dijmin dihesibînîn û dê pratîkek
û polîtîkayek tûnekirinê hedef
digirê bidin meşandin. Li hemberê
van jixwe ji rêveberên Tirkiya nû
nêzîkbûnên demokratîk hevî kirin ne
maqûl e. Her çend di nava kedeke kêm
de jî bin, xwe kin jî bidin nasîn lê
em li ser vê nesekinîn û di derbarê
danasîn û biryarkirin, plansazkirina
pêvajoya piştî hilbijartina me di
havîna 2007’an de gelek civînên
rêveber çêkirin. Destpêkê de civîna
Konseya Fermandarên HPG’ê çêbû.
Rêveberiya HPG’ê bi nirxandina
pêşketinên di milê leşkerî de,
avahîsaziya siyasî ya encamên
hilbijartinan derxistiye holê ve,
hewl da li dijî vê polîtîka û erkên
gerîla yên ku pêwîst dikin bên
pêkanîn diyarbike. Xwe di vê hêlê de
di aliyê pratîkî ve amede kir. Piştî
vê civîna me ya rêveberiya bîrdozî,
siyasî çêbû. Civîna komîsyona Kongra
gel a ku şopandarê van cîvînan bû
hat çêkirin. Civîna dema navîn hat
pêkanîn û piştî hilbijartinên 22
Tirmehê tobloya siyasî ya çêbûyî,
pêvajoya siyasî ya pêşketî di nava
cîvînên vî rengî de hate nîqaşkirin
û polîtîkayên tevgera me ya azadiyê
bişobînê di van civînan de hatin
diyarkirin û hatin bibîryarkirin.
Li gorî vê polîtîkayên ku divê em
bişopînin gihiştin plansaziyek ê.
Xebatek berfereh bû, tevgera me
pêvajoya siyasî bi cîdîyeteke mezin
nîqaş kir. Ger ihtîmala pêşketineke
demokratîk a herî biûk hebe tevgera
me xwe bi spartina vê re dema
dixwaze pêvajoyê li ser vê bingehê
bide meşandin, di milekê din de jî
li dijî gefên ku bên çêkirin hewl da
tûcaran tedbîrbûnî, şiyarbûnî û
amedebûyîne ji dest bernede.
Pêkanîna ewqes civînên berfereh,
serfkirina wext di rastiyê de ji bo
biryarên rast werin girtin, pêvajoya
siyasî rast binirxînin û maf bidenê
ango xebata rast a me dida meşandin
nîşan dike. Divê em wisa binirxînin,
hesan nekin. Tevgera PKK’ê pir
eşkere dide nîşan sivik nêzî
pêvajoya siyasî, pêşketinan nabê û
bicîdiyetek mezin digre dest. Li ser
bingeha vê cîdiyetê niqaşên ku em
didin meşandin de, di encama cîvînên
ku me çêkirin de rêveberên AKP bi
lihevkirina xwe ya bi fermandarê
giştî re dixwaze çi polîtîkayan bide
meşandin me eşkere kir û li hemberê
vê divê em di nava pratîkêk çawa de
bin, divê em kijan polîtîkayan
bişopînin me çespandin. Jixwe
rêveberiya nû ya Tirkiyê daye nîşan
ku helwesta xwe ji milê karanîna
tûnde, pêşxistina konsepta nû ya
êrîşên tunekirin û tasfiyekirinê
armanc dike girtiye. Çespandin
(tespît) kirina vê nezehmet bû, ev
plansazî di sala 2006’ê de hat
çêkirin, ya ku tê maşandin jî hîn
pêşxistana vê plansaziyê bû. Li ser
Rêber Apo zêdekirina êşkenceya
fîzîkî, derûnî ve, (psîkolojîk)
hedef kirin ku pêşxistina pêvajoya
tunekirinê, pêvajoya jehrkirina
kronîk di milê tunekirinê bidin
meşandin. Di milê din de jî hedefa
xwe ya li ser gerîla bi tevlîbûn
astenk kirinê ve, bi lîstokên
curbecur ên wek zagona poşmaniyê
dana pêşxistinê ve, dîsa bi karanîna
tevahî derfetên teknîkî ve
operasyonan di bakûr de, di rojhilat
de pêşxistine ve di Kurdistana başûr
de van operasyonan bike herêmên
parastina medya de jî hedefên xwe
yên gerîla perçiqanê û bihelanê
pêkbîne.
Bi van re ya hîn girîngtir armanc
dike di qadên demokratîk siyasî,
çandî zextên xwe û tunda xwe zêde
bike, bi pêşxistina girtin û cezayan
ve wan qada dank bikin, li ser gel
pêkanînên tirs û pasîfîkasyon ê
pêşbixine. Jixwe ev komplo û êrîşên
curbecur jî hembêz dike. Van dana
meşandin ve wekî Tirkiye tevahî
derfetên xwe yên aborî, siyasî,
leşkerî, çandî dide karanîn, hedef
dike dewletên herêmî, rêveberiya
Kurdistana başûr, YE (AB), û DYE ‘ê
bikişîne nava plansaziya tunekirin û
tasfiyekirin ê, wan jî bixe
hevparê/şirîkê xwe. zelale ku piştî
hilbijartinê plansaziya rêvebera
Tirkiyê wisa ye. Di konsepteke nû ya
tunekirin û tasfiyê de biryar
girtine, hewl didin ku vê plansaziyê
pêkbînin. Jixwe li dijî vê ji
derveyî berxwedaniyê çi çareseriya
Tevgera azadiya me nîne. Di encamên
tevahî civînên hatine kirin de,
nîqaşên ku hatine domandin de
pêwîstiya pêşxistina berxwedanê
derketiye pêş. Li ser vê bingehê
tevgera me bi nirxandina pêvajoya
siyasî ya ku pêşdikeve de xwe ji nû
ve bibîryar kirye, xwe plankirye. Tê
zanîn ev berxwedanî di nava
kampanyeya “Edî Bes e” ya ku Cotmeha
2007’ê de hatiye destpêkirin de tê
pêkanîn. Bi hizir û bi bîryara
êrîşên rêveberiya Tirkiyê yên ku
tunekirin û tasfiyekirinê armanc
dikin encex bi berxwedaniyeke hatiye
plankirin ve bê vale derxistin û
xera kirin ve pêngava “Edî Bes e”
hatiye rêxistinkirin, plansazkirin û
hewl hatiye dayîn bê pêkanîn. Hedefa
van kampanyeya tê zanîn, bi
tewere/eksena Rêber de pêşxistina
kampanyeya têkoşînekê ye. Di vê
çarçoveyê de jî hedef dike Rêber Apo
bi lez bikeve bin tedaviyekê û cihê
wî bê guhartin. Hedefên wî yên
şênber ev in, ji ber li ser bingeha
pêvajoya êşkenceya li ser Rêber Apo,
bi jehirkirinê û di milê fîzîkî û
derûnî de vê pêkanîne dana domandinê
de tê meşandin. Ji Rêber Apo re
nêzîkbûn, ji gelê Kurd re nêzîkbûn,
nêzîkbûna azadî, demokrasiya Kurd
e. Ev bîryara tevgerê û ya gel
didome. Di vê hêlê de jî carekê rêka
şikandina siyaseta tunekirin û
xelaskirinê, ji vale derxistina
pêvajoya tunekirinê ya li ser Rêber
û vê berovajî zivirandinê de derbaz
dibe. Ji ber vê sedema kampanyeya
“Edî Bes e” li ser armanca
tîmar/tedawî kirin û guhartina cihê
Rêbertî hat pêşxistin. Plansazkirina
wê di vê çarçoveyê de ye, jixwe
pêkhatina vê tê wateya vebûna rêka
çareserkirina demokratîk a
pirsgirêka Kurd. Pejirandina
pirsgirêka Kurd, tê wateya
pejirandina çareseriya wî û pêşiya
çareseriya wî vekirine. Tê wateya
pêkanîna azadiya Rêber Apo. Ango di
gelemperî de di çarçoveya Azadiya
Rêbertî û çareserkirina demokratîk a
pirsgirêka Kurd de têkoşîna em
dimeşînin di çarçoveya hîn bi
armancên şênber dana meşandinê
hembêz dike. Dem û wexta kampanya yê
nîne. Heya armanc pêktên esase ev
têkoşîn di tevahî parçên Kurdistanê
de, di derveyî welêt de bê pêşxistin
û bê meşandin. Ji ber rewşeke ku
mirov berê vê binirxîne nîne. Heya
pêşya tunekirina li ser Rêber neyê
sekinandin, heya tîmar/tedawî û
guhartina cîh neyê pêkanîn tevgera
azadiya Kurd û gelê Kurd nikare
nirxandineke siyasî bike. Merc û
derfetên ku tê de nirxandin bên
kirin nînin. Heya pêşiya tunekirinê
neyê girtin tu dê çi binirxînî? Yekî
tunebûyî, yekî tûne dibe nikare çi
nirxandina bike, encex ji bo hebûna
xwe berxwe bide. A niha kampanyeya
“Êdî Bes e” kampanyeya berxwedaniya
hebûnê ye, kampanyeya pêşî girtina
tunekirinê ye. Jixwe dibe pêşxistina
tevgera azadî û demokrasiyê.
Kampanyeya pêşxistina rûmet, şerefa
li dijî koleti û biûk xistina li ser
gelê Kurd tê ferzkirin tûnekirinê
ye. Bêguman pêngava “Êdî Bes e” ne
berxwedaniyek bi tevdê (topyekun) ye
lê pêngava di qadên
propaxande-aşîtasyon de, di qadên
dîploması de, di serhildanên gel de,
di qadên paraztina rewa ya gerîla de
ango di tevahî qadan de pêşxistina
têkoşîna berxwedaniyê hembêz dike.
Nekû hertiştî danîna holê ve
pêşxistina berxwedaniyeke bi
tevdeye, lê berxwedaniyek tevahî ye.
Ger di wextekê meqûl de encam neyê
girtin jixwe berxwedaniya bi tevayî
dê pêşbike. Dê ji bo gelê Kurd
ketina berxwedaniyeke bi tevayî
pêvetir çi çareserî namînin. Ango di
mercên ku armancê xwe pêkneînin de
pêvajoyeke ku pêşiya berxwedaniyeke
bi tevayî vekiriye.
A niha di tevahî havînê de civînên
ku me di mehên Tebax- îlonê de
çêkirine de me polîtîkayên xwe di
çarçoveya kampanyeke wisa de
diyarkir û piştî Cotmehê jî ji bo em
di pratîkê de têkoşîneke wisa bidin
pêşxistin me berxwedaniyeke ku
êrîşên tunekirin û tasfiyekirina
reveberiya nû ya Tirkiyê vale
derxistinê pêşbixînîn û em di asteke
pirhalî û seferbertiyê de di nava
hewldanekê de ne. Em weke tevger û
gel ketine pêvajoyeke wisa. Em di
qadên propaxande-aşîtasyonê de vê
têkoşînê pêşdixin, têkoşîneke
bîrdozî pêşdixin. Em amûrên
propaxandên xwe hîn xurtir dikin û
em hewl didin propagandeyên ku
êrîşên tûneker û tasfiyeker ên
reveberiya Tirkiyê, bi taybet ji bo
Kurdistana bakur bi tevahî jî ji bo
tevahî Kurdistanê pêşdixîne şermezar
dikin, armancên wî ji aliyê raya
giştî ya demokratîk de eşkere dikin
bidin meşandin. Di heman demê de em
hewldanên gel dîsa perwerde dike,
zanist dike, ji têkoşînê re seferber
dikin didin meşandin. Weke
dîplomatîk jî, di heman teşeyê de
hewla me ya rastiya rûyê AKP
şermezar dike, devdor û hêzên
demokratîk li dijî nêzîkatiyên
polîtîk ên rêveberiya nû ya Tirkiyê
yên li dijî Kurd û nêzîkatiyên wî
yên dixwaze nifşa Kurd di qirkirinê
de derbaz bike şiyar dikin jî heye.
Çalekiya gel serhildanên demokratîk
li ser vê bingehê tên pêşxistin.
Dîsa berxwedaniya paraztina rewa ya
gerîla li ser vê bingehê ketiye
pêvajoyeke nû.
Di vê watê de pêşketin kijan astê de
ne? Di xebatên me yên propaxande de
nûbûn û pêşketinên nû tên dîtîn.
Rewşeke hîn xwe xurt kirin û xwe
anîna rewşeke têr heye. Di rastiyê
de divê mijarê de derfetên me pir
in. Ger hinek din baştir bê
nirxandin em dikarin xebateke
propaxande- aşîtasyon ên ku tevahî
propaxandên şerê taybet vale
derdixîne û xera dike derbixin holê.
Xebatên me yên di qadên dîplometîk
divê neyên biûk kirin lê qadeke wê
ya berfereh jî nîne. Dîplomasî xwe
dispêre hêza leşkerî polîtîk, çiqas
têkoşîna leşkerî polîtîk pêşbikeve
dê ewqes dîplomasî bê kirin. Lê qasî
heyî jî tevgera me di nava hewldanê
de ye ku di vê qadê de jî xebatên
rêxistinî, biplansazkirî bide
meşandin. Di destpêkê de çalekiya
gel a demokratîk zehmetî da,
amedekarî kem bûn. Lewaziyên
rêxistina me derfet neda ku
çalekiyên demokratîk ên gel bi lez û
xurt pêşbikevin. Lê belê her ku diçe
pêşketin tên jiyîn. Mijara gotinêye
ku di çalekiyên demokratîk ên jin,
ciwan û gel de xurtbûnek heye û ev
di salvegera damezirandina 29. a
PKK’ê de jî gihîşte asta herî jor.
Pêşketinek girîng jiyan kir, di vê
çarçoveyê de meşa Amed ê girîng bû.
Helwesta civaka Kurd, gel danî holê
girîng bû. Rastiya xwe da nîşan, çi
dixwaze, hêrsa xwe, nifreta wî di
kîjan astê de ye ev nîşa hemûkesan
da. Di gelemperî de ev pêvajo
berdewam dike. Di qadên din de jî
heman rewş tê dîtin. Di çalekiyên
gel de pêşketin û nûbûn heye. Li
gorî pêwîstiyên pêvajoya nû di xeta
çalekiyê de jî, di teşaya çalekiyê
de jî, di tevlîbûnê de jî pêvajoyek
pêşketinê dijîn. Ev rastiyek eşkere
ye.
Piştî Îlonê berxwedana parastina
rewa pêvajoyeke pêşketinê şopand. Lê
destpêkê di asta jêr de ma. Ketî lê
giran bû. Rêveberiya AKP di vê
mijarê de bi zanebûn kampanya sansûr
şopand. Bi taybetî jî li ser bingeha
danemeşandina çapemeniyê rêvebera nû
dixwaze nêrîneke wekî ku sankî di
Kurdistanê de pevçûn çênabin, şer
tuneye, gerîla ketiye bin çavdêriyê,
êdî teror tê xelaskirin bidin raya
giştî ya Tirkiyê û cîhan ê. Jixwe
dixwast wê bi afirîne, armanca wî ew
bû. Dixwast ji hemûkesan re bide
nîşandin wekî plankirye pratîk daye
meşandin, serkeftiye. Ji ber vê
xwest rastiya ji gel veşêre, şerê di
Kurdistanê de neyî bihesibîne û
tiştên ku hatine kirin jî tenê weke
operasyonên artêşê bide nîşandin û
raya giştî ya Tirkiyê, cîhan ê bide
meşandin. Jixwe ev hîleyeke cîdîbû,
ji bo me nîşana zehmetiyek girîng
dikir. Lê ev rewş di destpêka
Cotmehê de bi çalekiya Gabarê ve hat
şikandin. Piştî wê pir qadan de
çalekî hatin pêşxistin. Piştî van jî
bi çalekiya Oramar ve ev gihişte
asta herî jor. Çalekiyên Gabar û
Oramar li ser berxwedaniya paraztina
rewa ya HPG’ê pêşxistiye pêkanîna
sansûra ku rêveberiya Tirkiyê plan
kirye şikand. Rastî di milê raya
giştî ya Tirkiyê û cîhanê hatin
dîtin. Êdî di rêveberiya Tirkiyê de
derfetên rastiya veşartinê nema.
Dema rêveberiya Tirkiyê dixwest
helwest û nêzikatiyên xwe yên “em
PKK xelas dikin” nîşa rayagiştî ya
Tirkiyê û cîhanê bidin, berovajiyê
van peşketinan,vê rewşê da zanîn êdî
nikarin vê hawayê bidin, wê dorhêlê
biafirînîn, vê carê destbi
zêdekirina gefên xwe kir. Bûyera
operasyonên dervî sînor kir rojevê.
Li ser vê bingehê ji meclîsê re
pêşniyargehek bîryaran da. Teskereya
operasyona dervî sînor di meclîsê de
derbaz kir. Tişta ku bi vê re dihat
armanc kirin ev bû; bi rêka DYE’ ê
li ser rêveberên Kurdistana başûr
zextên polîtîk dana pêkanîn, li ser
PKK’ê jî zext dana pêkanîn bû. Ango
dixwest ji rêveberên Kurdistana
başûr, rêveberên Iraqê re gef dana
xwarinê ve dijî PKK’ê anîna rewşeke
ajoyên berjewendiyê. Di heman rengî
de armanc dikir DYE’ê û PKK’ê
bikşîne nava pevçûnekê. Hedef dikir
ku li ser wan gef û zexteke polîtîk
dana afirandinê ve bi wî re bikevin
nava îtîfaq ê. Di derbarê PKK’ê de
jî bi gefa ez dê êrîş, operasyonan
belavî herêmên paraztina medya
bikim, ez de di Kurdistana başûr de
belav bikim re dixwest zext bide
çêkirin, lê di rastiyê de xwestekên
wî di derbarê pêşiya pêşketina şerê
Kurdistana bakûr girtin, sînor kirin
bû. Bi vê armancê rêveberiya AKP
kete nava dîplomatîkeke pir xurt.
Dîsa kete nava şerêkê propaxand e.
Hewl da polîtîka ya xwe ya rojane
bilindbike. Di payîza 1998’ê de
polîtîkaya ku li hemberê Suryê dane
meşandin li hemberê Iraqê jî bidin
meşandin, rêveberiya Iraqê û
rêveberiya DYE’ê bixin rewşa
rêveberiya Suryê ya ketibûyê.
Di rastiyê de çalekiya Oramar ji vê
polîtîkayê re darbeyek herî mezin
lêxist. Bi operasyona derveyî sînor
ve rêveberiya Tirkiyê çi armanc
dikir bi vê re derkete holê. Da
nîşan ku hêza wî ya kirina
operasyonê nîne berovajiyê ve
dixwaze polîtîkaya zext û gefan
bişopîne. Ango darbeyek cîdî ji
bîryara meclîsê re da. Anî rewşeke
“keremkin ger hêza we hebe hûn dê
operasyonan bikin”, Tirkiye nikarî
operasyonan bike. Ev çi da nîşan? Di
rastiyê de bîryara operasyona dervî
sînor a saleke ne bîryara pratîkbûna
leşkerî bû. Bîryareke polîtîk bû,
bîryara zext û gef dana çêkirinê bû,
ya din jî nêzîkatiya bi gef dana
afirandinê ve hedef dana xeletkirin,
gerîla mecbûr kirina paraztinê ve
xwe paraztin bû. Jixwe Tayîp Erdoxan
digot “em di rewşeke xwe paraztina
rewa de ne”. Ketibûn rewşeke ewqes
dank. A niha tevahî van rastiyan çi
da nîşan? Di payîza 2007’ê de şerê
polîtîk leşkerî li ser vê bingehê
jiyan kir. Bi rastî jî kampanya ya
“Êdî Bes e” bi çalekiyên Gabar û
Oramar ve çalekiya demokratîk a gel
dana afirandinê ve lezek girîng
qezenc kir. Hêzbûn afirand. Darbeyek
mezin Ji êrîşên rêveberiya Tirkiyê
ya tunekirin û tasfiyekirin armanc
kirşbû da. Di rastiyê de di pîvanek
mezîn de armancên polîtîk û leşkerî
yên plansaziya tunekirin û
tasfiyekirinê vale derxist,
darbekir, di teşeyek cîdî de lewaz
xist.
Di vê rewşê de ji bo rêveberiya
Tirkiyê xwe avêtina hemêza mitefîqên
xwe wêdatir çi çareserî nema. Di
bingeh de navarok û wateya hevdîtina
Tayîp Erdoxan û G. Bush a 5’ê
Mijdarê hatiye çêkirin ev bû. Ewqes
hevtîdin derxistina pêş, nepixandina
wê di vê watê de pêkdihat, ev îfade
dikir; rêveberiya Tirkiyê xwe bi
têgeha êdî hun dê çi bikin bikin ve
avêtiye hemêza DYE’ê. Ji DYE’ê
daxwazê wî ya xelaskirinê, kete
rewşeke wisa. Jixwe hemûkes di
çarçoveya berjewendiyên xwe yên
polîtîka dimeşînin. Rewşa rêveberiya
DYE’ê jî tê de ye ne rewşeke wisaye
ku bikare rewşa ku Tirkiye tê de ye
re şiyar nêzî bibe û li gorî wê
polîtîka bide meşandin. Berjewendiyê
xwe dişopîne û li gorî wê polîtîka
dimeşîne. Di encam de xwest ji vê
rewşa ku Tirkiyê ketiyê de sûd
bigre. Li ser vê bingehê di
hevdîtina 5’ê Mijdarê ya Tirkiyê-DYE
de çû hinde bîryar an. Ev bîryar çi
hembêz dike? Hindek dibêjin; di asta
stratejîk de bîryar hatin girtin, di
têkiliyên Tirkiyê- DYE’ê de
pêvajoyek nû destpê kir, di şerê DYE
yê Rojhilata Navîn de projeya mezin
a Rojhilata Navîn xistina jiyanê de
ketin serdemek nû. Di vê hêlê de
nirxandin hene. Lê ev çiqas rastin
em tevahiya vana nizanin, di destê
me de ewqes agahî nînin. Lêwre li
gorî min hinde tişt jî pir nepixandî
diyar dike. Nêrîna peymaneke
stratejîk di navbera Tirkiyê- DYE de
hat çêkirin nêrîneke bi guman e.
Bi vê re nêrîna di navbera
rêveberiya Tirkiyê- Iraqê, Tirkiye-
rêveberiya Kurdistana başûr de
peymanek, peymanek hatiye çêkirin
pir rast nayê. Herçend Tirkiye bêje
di navbera me DYE’ê de hevbeşiyek
stratejîk heye, bi hevdîtina dawiyê
re jî ev hîn zêde xurtbû jî, lê bûna
vê biguman e. Ne wisa esane Tirkiye-
DYE bihev re hevbeşiyeke stretejîk
çêbikin. Di rastiyê de ji îtîfaqa
stratejîk zêdetir mirov bêje di nava
lihevkirinek textîkî de ne dê hîn
rastir be. Jixwe hemû li hemberê hev
textîk dikin, di vê watê de çûn
lihevkirinek textîkî. Tê zanîn ku di
sala 2007’ê de di navbera rêveberiya
DYE û Tirkiyê de şerekê berfereh ê
textîkî hat jiyîn. Ev têkoşîna
polîtîk ji dijbertiya stratejîk
dihat. Di bingeh de wekî li ser
Iraqê di hizire xûya bike jî lê di
cewher de pirsgirêka Kurd heye. Ger
bi baldar bê temaşekirin hêzên
polîtîkayên Iranê ger mirov dane
aliyekê du dewlet hene ku projeya wî
ya Iraqê heye. Yek DYE ye, yê dî jî
Tirkiye ye. DYE dewleteke federe
dixwaze û hewl dide vê pêşbixîne.
Tirkiye jî wekî berê ya hîn di
serdema hikimeta Sedam de heyî û ji
nû ve şekil kirina dewleta ûnîter a
Iraqê dixwaze. Ev her du proje di
rewşa hevdû re nava pevçûn û
nakokiyan de ne. Di rastiyê de
tiştên ku di hevdîtina 5’ê Mijdarê
de hatine rojevê, tiştên bi hevdûre
ketine pevçûnê ev proje bûn. Bele
raste, di masayê de PKK jî hebû lê
ne tenê PKK hebû, Iraq jî hebû, Iran
jî hebû. Dibetiya ku ne xwestekên
Tirkiyê û dê DYE bersivek çawa bide
ji vê zêdetir dibe ku xwestekên
DYE’ê hîn zêdetir ketibin pêş. DYE’ê
hevdîtin rêkûpek kir, wî xwest.
Mirov dikare bêje ji hev re
nêzîkbûna textîkî, lihevkirin di vê
çarçoveyê de çêbûye. Zehmete asteke
stratejîk qezenc kirbe. Jiber ne
karekê esane û hêman pêkhatina vê
hiziran din pir neraste.
Lihevkirineke di asta textîkî de çi
îfade dike? DYE li hemberê xwestekên
Tirkiyê yên li dijî PKK’ê têkoşîn
kirinê daxwaziyên DYE’ê jî çêbûn.
wekî tu dixwazî PKK’ê tune bikî wê
demê tu dê rêveberiya Kurdistana
başûr bipejirînî, tu dê li dijî
Iranê bi DYE’ê re lihevkirinê bikî.
Bê guman daxwaziyên dişibin vê ji
milê DYE ve hatine kirin. Ma Tirkiye
ev pejirand? Ger ev pejirandibe bi
kijan nêzîkatî û kîjan astê de
pejirand? Bi rastî jî di hevdîtina
5’ê Mijdarê de têgeheke yekbûyî û
peymanek bi tendirûs di navbera
Tirkiyê û DYE de hate çêkirin? Li
gorî min li hemberê hev textîkên van
hêzan hene. Li Takiye tê kirin, hewl
didin ku berjewendî bên pêkanîn. DYE
beramberê vana, beramberê xwestekên
Tirkiyê pêkanîna hinde operasyonên
dijî PKK’ê pejirand. Tirkiyê jî,
rêveberiya AKP’ê jî li beramberê
DYE’ê de got ez dê bi rêveberiya
Kurdistana başûr re bikevim
têkiliyan, ez dê Iranê hişyar bikim.
Wisa lihevkirinek hat çêkirin. DYE
dixwaze bi vê re çi bike? Tê zanîn
ku DYE dixwaze li ser Tirkiyê
polîtîkaya şekir û kamçî bimeşîne.
Ji bo Tirkiyê bigre nava projeya
Rojhilata Navîn a mezin li ser
Tirkiye polîtîkaya şekir û kamçî
dide meşandin, polîtîkaya zextê dide
meşandin. Dixwaze ji her pratîka
Tirkiyê ya zehmetî çêdike sûd bigre.
Çarnan jî bi dana kêm tavîzan ve
hewl dide ku Tirkiyê bikişîna nava
vê proje yê. Ango ew xwe jî dibêjin;
DYE dixwaze îtîfaqa
(DYE-Tirkiye-Iraq) sê alî bi
afirîne. Lê dixwaze vê di çarçoveya
polîtîkaya ku DYE pêşdibîne de bi
afirine. A niha jî di vê çarçoveyê
de hinek tavîz da Tirkiyê. Di asta
textîkî de, herhal destûr dane
avêtina topan. A niha parvekirina
îstîxbaratê kirine biryar dibe ku ji
êrîşên hewayî yên bin kontrolê re
destûr dabin. Jixwe kordînasyoneke
leşkerî ya sê alî jî çêkirin. Bi vê
re jî ger Tirkiye bi alîkariyeke
mezin ve darbe li PKK’ê bixe wê demê
DYE dê bêje, ev bi alîkariya min ve
çêbû, dê beramberê vê jî ji Tirkiyê
hinde tişta bixwaze. Na, ger Tirkiye
li tevî vana darbeyek li PKK’ê nexe
wê demê DYE dê bêje “me jî alîkarî
da, lê polîtîkaya we nameşe. Wê demê
di polîtîkayên xwe de guhartina
çêbikin, PKK bi tûndê ve nayê
tinekirin rêgezên derveyî tûndê
pêşbixin”. Jixwe di vê çarçoveyê de
di sala 2003’an ve di navbera DYE û
Tirkiyê de cûdabûnên nêrinan heye.
Jixwe di nêzîkbûnên PKK’ê de cûdabûn
hene. Di mijara rêgezên dijî PKK yê
tekoşînkirinê de yên bên şopandin de
cûdahî hene. Polîtîkayek wisa
dişopînin. DYE ji bo Tirkiyê
bikişine gel xwe li ser bingeha zext
dana çêkirinê di her firsendê de
polîtîkayek ku jê sûd bigre
dişopîne. Ev eşkere ye, Tirkiye,
hikimeta AKP’ê di dorhêleke wisa de
xwest çi bike? Ew jî polîtîka dikin,
li dijî DYE takiye dikin. Herhal AKP
û fermandarê giştî di vê mijarê de
lihevhatinek kirin. AKP ji generala
re got; hinekê bêdenk bin, ez dê
hinekê siyaset bikim, em dê wext
qezenc bikin, em dê hinek firsend
çêbikin, ji bo em êrîşên leşkerî
çêbikin em dê vê binirxînin. Di
navbera xwe de lihevhatinek wisa
kirin, ger bi hesas bê nêrin di van
du mehên dawi de general zêde
napeyvin. AKP hewl dide firsenda bi
afirîne. Hevdîtina bi DYE re li ser
vê bingehê nirxand. Got em dikarin
bi Barzanî û Talabanî re hevdîtin
bidin çêkirin. AKP dikare vê heya
astekê bike, ji ber hêzeke polîtîk
e. Sibê dikare berovajiyê vê jî
bike, girêdaneke wî nîne. Dîsa li
hemberê Iranê gotin; em dê
şiyarbikin, li ser bihizirin. Bi vê
re ji DYE alîkarî girtin, wextek
diyarde qezenc kirin. Di vê demî de
hedef dike ku bi karanîna vî
alîkariyê ve darbe li PKK’ê bixe.
Ji ber vê a niha qisma êrîşa herî
xurt didin meşandin.
A niha weke derketinekê çêbû ango
dixwazin rewşa heyî fermî bikin.
Dixwazin vê ji Tirkiyê re bidin
pejirandin. Di nava polîtîkayek
berjewendperêz de ne. Hîn
negihiştine polîtîkayek netewî.
Lewre ji hevdîtinên Tirkiye, DYE de,
ji encama ku dê Tirkiye bi wan re
bikeve nava hevdîtinan de kêfxweş
man. Bi xwe spartina vê re hesap
dikin pêvajoyê hinek din pêşde
bibin, statûya xwe ya heyî ji
erêkirina Tirkiyê re derbaz bikin.
Hizirîn ku dê ev pêşketin bibe
gavek, li gorî vê ronahiya kesk
pêxistin. Ew jî dibêjin; em hem bi
PKK yê re Tirkiye tengav dikin, hem
jî Tirkiyê gav bi gav dikişînin rex
xwe. Ger em xwe bi Tirkiyê re bidin
pejirandin baş e, ger nedin
pejirandin jî em dê dîsa jê re
tengaviyan çêbikin. Di vê watê de di
helwestên xwe de hinek guhartin
çêkirin. Lê nikare bê gotin ku
yekser bi Tirkiyê re ketine
lihevkirinê û li ser vê çarçoveyê li
dijî PKK’ê polîtîka dane çêkirin.
Rewşeke wisa ne mijara gotinê ye.
Jiber dibînin Tirkiye xwe bi
spartina DYE’ê re ji wan re textîkî
nêzî dibe. Dibînin ev nêzîkatî wekî
nêzîkatiya di salên 90’ê de li dijî
lewazkirin û tunekirina PKK’ê
alîkari dayîne ye. Ev alîkarî dikare
her deme xelasbibe, ji ber vê bawerî
nade. Ew jî bitirsin. Jiber dizanin
Tirkiye lîstok çêdike, ew xwe jî di
nava nêzîkatiya textîkî de ne. A
niha li ser vê bingehê pêvajoyeke
siyasî pêşdikeve.
Kinasî dema em li bervî sala 2008’ê
ve diçin, em dibînin ku şerê polîtîk
leşkerî yê di Kurdistanê de hîn
tevlîhevtir, belavetir û sortir
dibe. Encamên şerê leşkerî polîtîk a
2007’ê wekî heyî ji sala 2008’ê re
tê qopî kirin. Ev vê dide nîşan; dê
di sala 2008’an de li ser Kurdistanê
têkoşîn hîn zêdetir bin. Dê di milê
polîtîk de, leşkerîde, derûnî,
bîrdozî de jî dê çêbibe. A niha em
jî weke tevgerê ji bo em vê pêvajoya
polîtîkaya zehmet, tevlîhev di milê
xwe de bidin meşandin di nava
hewlekê de ne. Bi kampanya ya “Êdî
Bes e” ve em dixwazin pêvajoyê ji bo
hedefên xwe yên polîtîk bidin
meşandin. Rêveberiya Tirkiyê jî ji
bo plansaziya xwe ya tunekirin û
tasfiyekirinê ya bi hilbijartinên 22
Tirmehê ve çêkiriye bigihijîne
serkeftinê êrîşên xwe zêde dike. Ev
vê dide nîşan; Sala 2008’ê dê ji
şerê hîn berferehtir, tevlîhev û
xûrtir ê, leşkerî, polîtîk re bibe
dîk (sahne). Ev hîn di niha de
diyar e, alîgir di nava bîryar û
plansaziyek wisa de ne û dikare bê
gotin ku şerê leşkerî polîtîk di
asta herî xurt de ye. Lûtkeyek
(zîrve) nû dikeve sala 2008’ê.
Di sala 2008’ê de pêşketinên dibetî
(olası) dê bibe çi? Perspektîfên
sala 2008’ê dê çawabin? Dema em a
niha di vê çarçoveyê de vê digrin
dest polîtîkayên Tirkiyê zelal in,
pir nîqaşkirina vê û îfade kirina vê
pêwîst nake. AKP bi fermandarê giştî
re lihevkirinê ve ji bo di îqtîdarê
de bimîne jixwe dê li dijî gelê
Kurd, PKK’ê êrîşê xwe bidomîne. Hewl
didin ku konsepta tunekirin û
tasfiyekirinê li ser bingeha
kolandina kok bidin meşandin. Ev
polîtîkayên wî çine? Êrîşên xwe yên
li ser Rêber dimeşînin, Yaşar
Bûyûkanit pir eşkere tehdît kir; got
dê wekî nayê xeyal kirin êş bide
jiyîn. Bi qetilkirinê ve ji gel re
gef/tehdît dan xwarin, bi qirkirina
nifş ve gef da xwerin, bi
qetilkirina Rêber ve ji gel re gef
da xwarin. Asta gefa wî cîdiye divê
ev bê dîtin. Ev tê vê watê; dê êrîş
û zext bên domandin. Hinek wisa
dinirxînin; şûna êrîş û zext li ser
hêza esas de bê kûrkirin li ser
paşverûtiya wî kûrkirin dê encamên
hîn baştir bide. Ango dibêjin şûna
yekser êrîş bibin ser gerîla, PKK’ê
êrîş kirina li ser tebana girseya wî
dê encamên hîn baştir bide. Bi vî
rengî hedefên êrîşên rêveberiya
Tirkiyê yên li ser Rêber, gerîla,
gel, hêzên demokratîk, siyasî û
çandî jî diyar dibe. Tê fêmkirin ji
cihên ku êrîş li ser heyî zêdetir
hîn zêdekirina êrîşan hedef dikin.
Li ser vê bingehê êrîş didin
meşandin, dê hewl bidin ku bidin
meşandin. AKP dê hewl bide, tişta ku
ji destê wî bê nade pişt xwe. Ev
rewş tê fêmkirin. Li dijî
danezan/dekleresyona çareseriya
demokratîk a tevgera me di 1’ê
Kanûnê de weşandiye xwestin zagona
nû ya poşmaniyê bikin rojevê. Ji bo
derketina ciwanan a çiya astenk
bikin ked didin, piştî wê dibêjin em
dikarin bi zagona poşmaniyê ve yên
li çiyan dijîn li ser çiyan daxînin.
Pêşxistina êrîşên leşkerî ve hedef
dikin ku darbe li bakûr, başûr
bixin. Ya din jî bi rastî şerê
taybet bi di asteke ku mejî qîr bike
de pêşdixin. Dibe ku vê hîn zêde
bidin domandin, ev bi armanca civaka
Tirkiyê dana fetisandin, civaka Kurd
dana fetisandinê şerekê derûniyê ye.
Medya Tirk heya dawiyê ji vê re dibe
amûr. Dibêjin çapemeniya Mehmetçîk
an lê a niha ji mehmetçik an wêdetir
çûn. Di holê de mehmetçîk neman,
çapemeniyeke weke hêza şerker ma. Ev
çapemenî şer dihilberîne. Tam şerêkê
sanal dide meşandin. Ji roja
çalekiya Oramar heya niha her roj
agahîya ewqes şerê meydanan çêdibe,
dîsa ewqes gerîla tên tûnekirin
dide. Hewayekê mirov difetisîne
diafirînin, lê ev derewin. Di holê
de çi girêdana van bi rastiyan ve
nîne. Armanca vê diyar e, civaka
Tirk şer qîjbike, nikare bide
meşandin. Bi şerekê wisa yê derûnî
ve jixwe hewl didin civakê li
hemberê şerê qetliyama Kurd bînin
rewşeke şiyar, hewl didin moral
bidin civakê. Hewl didin morala
civaka Kurd xera bikin, dixwazin
bifetisînin. Jixwe li ser tevgerê jî
tişteke wisa pêşdixînin. Li ser
Rêber Apo jî vê pêşdixînin. Rêber jî
got; tevahî pêkanînên li ser jiyana
êşkence û şerê derûnî ye. Tevahî
qadên jiyana wî, xwarin, vexwarin,
razan, xebata wî zivirandine rewşa
êşkence yê. Rêber got; “bi vê re
dixwazin min bifetisînin, min
mecbûrî întîharê bikin”. Polîtîkaya
li ser Rêber heman e, polîtîkaya li
ser gel heman e, jixwe polîtîkaya li
ser tevgerê, gerîla jî heman e.
A niha şer hatiye rewşa şerê derûnî.
Xwe sipartina vê re dixwazin
tevlibûna ciwanan ji gerîla re kêm
bikin, pêşî bibin astenk. Dixwazin
vî şerê derûnî jî weke qadeke wî
bikarbînin. Dîsa dixwazin gerîlayên
ku di çiyan de têkoşîn dikin şer
dikin, mîlîtanê rêxistinê bi vî şerê
derûnî ve bandor bikin û bikşînin
nava radestiyê. Ev rewşên vekirî,
yên bêne fêmkirinin. Ev ne
polîtîkayên nû ne, ev polîtîkayên ku
di sala 87’an heya niha tevahî
hikimetên şerê taybet kirine rojevê
û dana pêkanînê ne. Polîtîkayên ku
bê hejmar hatine plankirin, hatine
pêkanîn û bê encam mane ne. Hikimeta
AKP’ê, Tayîp Erdoxan dibêje em dê
serbikevin. Dibêjin em carekdin
biceribînin. Dixwazin şansê xwe
bicerîbînin. Lê em vê dizanin,
hikimetên ku dixwazin polîtîkayên
wisa bidin pêkanîn êdî dibin
hikimetên destpêkiryên dawiye.
Rêveberiyeke ji zagona poşmaniyê de
hêvî dibîne êdî dibe rêveberiyeke ku
tevahî derfetên xwe xelas bûyî,
hatiye sînorê dawiyê. Ger rêveberiya
AKP’ê jî digihije bîryarên wisa, ku
rêveberiya di hilbijartinên 22
Tîrmehê derketiye holê hîn niha de
dikeve nava meyla derxistina zagona
poşmaniyê, ev jî dide nîşan ku çiqas
lewaz bûye, çiqas darbe xwariye. Em
vê bizanibin.
Rewşa plansaziya bi armanca inkar û
tunekirinê hatiye çêkirin çiye? Dema
em dikevin sala 2008’ê rastiya rûyê
Konsepta tunekirin û tasfiyekirinê,
konsepta li hemberê gelê Kurd, PKK’ê
êrîşker çiye? Li gorî min divê em vê
wekî textîk bigrin cîdiyetê, jixwe
gef jî hene. Tavîzên curbecur tên
dayîn, nûkertiyên diyarde tên
çêkirin, alîkariya DYE’ê heye,
alîkariya Evrûpa, Iranê, Suryê heye.
hewl didin ku ji Iraqê alîkarî
bigrin. Li ser gel zext û tûndê
(şîdet) di her aliyan de weke amûr
didin karanîn û bi teşeyeke bê pîvan
de pêktînin. Ev rewş dehdê dide, ev
rewş cîdiye. Di vê hêlê de divê em
weke textîk cîdî bigrin dest, divê
em şiyar nêzî bibin. Pêvajoyeke
talûke ye, pêvajoyeke ku rîskên wê
hene, li gorî vê divê em tedbîrên
xwe pêşbixin, divê em weke tevgerê
rêbazên têkoşîna ku vê vale
derdixîne derxînin holê û pêkbînin.
Ev girîng e. Lê weke ku tê nîşandin
ev rewş ne rewşeke stratejîk e. Li
gorî min dema di milê stratejîk de
tê nêrîn ev konsept konsepteke
hindirê wê lewaze, konsepteke
nakokiyên wê yên navxweyî hene ye.
Ne Konsepteke stratejîk e, ne
konsepteke ku xwe dispêre tekilî û
îtîfaqên stratejîk e, berovajiyê vê
konsepteke milê wê yê textîk di
pêşdeye û konsepteke êrîş a ku
hemûkes li tê de textîk dide
meşandine.
Ger em weke tevger li dijî vê
textîka êrîşan di nava tedbîrên
pêwîst dike de bin, têkoşîna
berxwedaniyê pêşbixînin, mîsoger em
dê demêkî herî kinde dê vê textîkê
bişkênên, xera bikin. Êrîşgeriya
fermandarê giştî, pir rey girtina
AKP‘ê di vê mijarê de tiştekê nade
guhartin. Jiber dema em di milê
stratejîk de lê dinêrin ev konsept
lewaz e. Herçend AKP pir rey
girtibin jî di hilbijartinên 22
Tîrmehê de di Kurdistanê de jî, di
Tirkiyê de jî li hemberê wî
mehelefet pir in. Takiyeperezt e,
ratnperezt e, terîqatperezt e. Olê
dike amûra siyaset ê, îslama siyasî
pêşdixîne. Di vê bingehê de
berjewendperezt e. Dixwaze Tirkiyê
bîne rewşa komara îslamê. Hêza ku li
dijî vê têkoşîn bike, berxwe bide
pir e. Herçend îro fermandarê giştî
ji ber tengaviyên dikişîne ji wî re
tavîzên wisa bide jî lê di civaka
Tirkiyê de sekina dijî pêşketineke
wisa ne kêm e, ne lewaz e. Hêzên ku
ji AKP’ê re mehalefetî bikin dê pir
zêdebin. Di milê din de her çend
rêveberiya Tirkiyê wekî pir xurtin
xûyabikin jî, di milê textîkî de
weke stratejîk ji rêveberiya dîroka
komarê de rêveberiya herî lewaz e,
di nava rêveberiya heyî de yekitî
nîne, îtîfaq heye. Yekitiya
fermandarê giştî, AKP’ê ya bîrdozî
siyasî nîne. Berovajiyê vê di mijara
şerê li dijî PKK’ê de lihevkirinên
wan heye, îtîfaqên wan heye. Şerê di
navbera xwe de xwe spartina
îtîfaqeke wisa re diavêjin plana paş
û yek jî li gorî vê dixwazin vê
rastiyê bidin berdewam kirin. Di vê
hêlê de ji ber ne di rewşa yekitiyê
de ne ne bihêzin. Qasî li dijî PKK’ê
ne, qasî di rewşeke li dijî PKK
tekoşînê de ne ewqes jî dijberê hev
in, di hindir de li dijî hev di nava
têkoşînê de ne.
Di rastiyê de yekitiyek wan a bihêz
nîne, divê em di vê mijarê de neyên
xapandin. Tenê di polîtîkaya inkar
kirina PKK’ê de gihiştine
lihevkirinê ewqes. Di vê mijarê de
dixwazin hev du bikarbînin. AKP
dixwaze artêşê û gerîla bike nava
pevçûnê de, bi lewazkirina her du
aliyan ve dixwaze îqtîdara xwe bi
hêz bike, demdirêj bike. Ji ber vê
şer gûr dike. fermandarê giştî
dixwaze bi AKP û PKK xistina nava
pevçûnan ve her du dijminê komara
paşverû îltîca û parçegeriyê bi vê
teşeyê paşve bixe, komara paşverû li
ser lingan bigre. Ew jî dixwaze
pevçûnan gûr bike. Her du alî jî di
rewşa sorkirina pêvçûnan de ne. Her
du alî jî li dîjî Kurdan, dijî PKK’ê
şerê ku heyî li dijî hev dikin amûra
têkoşînê, li hemberê hev kartînin.
Nexwe ne ku jê bawer dikin. Şerê li
dijî PKK di polîtîkaya navxweyî de
dikin amûra xwe xurtkirinê. Di vê
milî de yekbûna wan a xurt nîne,
lihevkirî bûna wan nîne. Divê ev bê
hizirandin; bi rastî jî AKP dê çiqas
bixwaze PKK’ê tine bike? Ger PKK bê
tunekirin, AKP dê bikare çiqas li
îqtîdarê de bimîne? AKP vê ji me
zêdetir dizane. Ger îro hatin
rewşeke ku Serok Komartiyê jî bigrin
destê xwe hemûkes dizane ku ev bi
xêra hêz û têkoşîna PKK’ê ye. Ger
fermandarê giştî ewqes pêşiya AKP
geran û rêveberê wê re vekir ev
encama polîtîkaya inkar û tunekirinê
ya dişopîne ye. Ev encama zehmetiyên
şerê ku li dijî PKK’ê daye ye,
jiber AKP hatiye rewşeke mihtacbûnê.
Em pêvajoya bihorî binêrin tu caran
ewqes neketin rewşa mihtaciyê. Di
sala 1996 de hikimeta Erbekan a
salekê çêbû, yekser guhartin, xwe
hîn bihêztir didîtin. Di encam de
tişta ku ji Erbakan re nekirne nema.
A niha jî ger PKK nebe, rewşa Tayîp
Erdoxan dê ji rewşa Erbakan jî, ji
rewşa Ozal jî, ji rewşa Menderes jî
xeraptirbe.
Ji ber vê Tayîp Erdoxan li dijî PKK
yê qîr/qîj diavêje. Lê pir eşkere
dizane ku hebûna xwe ya siyasî bi
şerê PKK’ê ve girêdayî ye. Ji bo
fermandarê giştî jî tişta dibêtî ev
e. Li ser PKK polîtîka dikin,
bandora xwe ya siyasî diparêzin. Ger
hesas bê nêrîn ji ber vê her
firsendê de hev du re zehmetiyan
didin, li dijî hev du bêbawer û bi
gumanin. Biryaran jî ji bo hev dû bê
bandor bikin digirin. AKP di her
firsendê de ji bo artêşê tewanbar
bike hewl dide, fermandarê giştî li
hemberê pêşketinên neserkeftî hewl
dide ku hikimeta AKP’ê berpirsyar
bigre. Wê hêlê de di hindirê
hikimeteke ku yekitiya wî ya
hindirîn herî lewaz de ne. Dîsa em
bizanibin, hêza civaka Tirkiyê ya
rakirina şer nîne. Mirov ji bo ev
şer were sekinandin feryad dikin.
Hemûkes pir eşkere dibêjin, me lawê
serokê fermandarê giştî diçe şer?
Zarokê Tayîp Erdoxan li ku ne? Li
DYE’ê de dijîn. Hemûkes vê dibînin,
çapemenî vê eşkere dike. Civaka
Tirkiyê ne wekî berê ye. A niha ne
di rewşa barê şer rakirinê de ne.
Pevçûneke herî biûk di Tirkiyê de
agir derdixîne holê. Jiber vê niha
leşkertiyê dadixînin asta jêr,
leşkertiya bipare kirin rojevê. Lê
ev nabe çareserî. Şerê derûnî didin
meşandin ev jî nabe çareserî. Dibe
derewên çapemeniya Tirkiyê çend meh
bidomin lê ango mûma derewkeran dê
heya ku derê pêbikeve? Dê li cihekê
rastî derbikevin holê. Ne gengaze ku
ev çapemenî bikare ewqes nêzîkatiyên
bê ehleq şerê taybet ê Tirk, şerê
kirêt veşêre û demdirêj bide
meşandin. Jiber hemûkes propaxande
dikin, em di serdema gihandinê de
ne. Mirov ji derveyê çapemeniya Tirk
derfetên temaşekirina çapemeniyên
din jî dibînin. Lewre rastiyan
dibînin. Di wê hêlê de şerê derûnî
yê difetisîne herçend bidome jî, dê
pişt re bandora wî jî xelas bibe.
A niha di hindir de rewşeke wisa
mijara gotinê ye, lê dema li derve
tê nêrîn jixwe ji vê konsepta
Tirkiyê re dewletên herêmê alîkarî
dan. Bi Iran, Suryê re îtîfaqên wan
hene. Lê Iran bi guman e, dema
teskereya operasyona dervî sînor
derket rêveberiyên Iranê pir eşkere
di vê mijarê de nerazîbûnên xwe
îfade kirin. Gotin em dijî
mûdehalêya Iraqê ya Tirkiyê ne.
Wezîrê karê derve mecbûr ma di vê
mijarê de rêveberiya Iranê îqna
bike. Têkoşîna li dijî PKK’ê de Iran
bi Tirkiyê re îtîfaq çêdike lê
naxwaze li ser Iraqê, li ser
Rojhilata Navîn bandora polîtîk a
Tirkiyê zêde bibe. Di vê mijarê de
di navbera wan de nakokî hene, di vê
hêlê de îtîfaqên wan bi sînor in.
Ango alîkariya Iranê ji bo Tirkiyê
bisînor e. Nikarê hîn zêdetir pêşve
bie, ya heyî jî berê vê çend salan
heya niha di asta herî jor de
karanîn. Alîkariya bidin hevdu di
asta ezemî de dan hevdû. Zêdetirê vê
nîne, ev rewş ji bo Suryê jî
derbazdar e. Vê demê de Beşar Esed
birin, çapemeniya Tirkiyê ev rewş
xemiland û pir daxûyanî da.
Çapemeniya Ereban ji vê nerazîbû,
dema çapemeniya Suryê li hemberê
rêveberiya Suryê helwest da nîşan wê
demê Beşar Esed di Suryê de, mecbûr
ma ku tiştên çapemeniya Tirkiyê
nivîsandine inkar bike. Got min ew
tişt negotiye. Mecbûr ma ku
operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya ji
bo Iraqê red bike. Jiber rayagiştî
ya Ereban dijberbû. Tê zanîn
parlementoya Iraqê lihev cîvîn,
gotin em dijberê operasyona leşkerî
ya dervî sînor in. Iraqê got em dê
Kurdistanê parêzin, em dê bikevin
şer. Vê hêlê de li holêye ku alîkarî
û hêza ku Tirkiye ji dewletên herêmê
digre çiqas bi sînor e. Li gorî mîn
nikare hîn zêdetir bigre. Dema em
bên li ser rewşa PDK, YNK jî ew jî
heman polîtîkayê dimeşînin. Berê vê
çend hefteyan di nava pevçûnên hişk
de bûn. Li hemberê hev gotinên herî
giran digotin. A niha jî dibêjin ger
berjewendî hebin em dikarin biekê
nêzî hev bibin lê di rastiyê de
Tirkiye takiye dike. Ango di rastiyê
de hikimeta AKP’ê takiye dike.
Tirkiyê Kurdistana başûr
nepejirandiye, nasnekirye. Tirkiyê
Iraqa federe ne pejirandiye. Tenê ji
bo wext qezencbike general dane
sekinandin, AKP ji bo ji wan alîkarî
bigre hewayekê dê polîtîkayeke wisa
bişopîne da. Ango PDK û YNK jî vê
dibînin. Helwesta generalan dizanin.
Ji wê hêlê de ew jî polîtîka dikin.
Nayê fikirandin ku dê bikevin
xefleteke wekî 90’ê heyî bi Tirkiyê
re bibin yek û li dijî PKK bikevin
şer. Carekê Tirkiye di wê teşeyê de
napejirîne. Fermandarê giştî yê
Tirkiye bixwe nirxand ku Kurdistana
başûr ji bo evlekariya Tirkiyê
gefeke mezin e. Ev nirxandin û
polîtîka didome. Rêveberiya
Kurdistana başûr jî vê dizane. Di
milê din de jî êdî tekiliyên di
navbera Kurdan de ne wekî salên 90’ê
ne. PKK jî wekî salên 90’ê
natevgere. Pir eşkere jî dibêje wekî
berê natevgere. PDK û YNK jî jixwe
nikarin wek berê bitevgerin. Ne
esanê wekî berê Kurdan bi hevdu re
bixin nava pevçûnan. Ew dem hatiye
derbazkirin rayagiştî ya Kurdan
heye. Ya din jî Kurdistan di nava
pêvajoyeke pêşketina siyasî de ye,
dema berê hat derbazkirin. Asteke
pêşketinê hat jiyîn, encama vê
afirandiye di xala ku wekî berê pir
esan pêvçûnên navxweyî nayên jiyîn
de ye. Jiber vê Tirkiye bixwaze jî
pir zemete û bê derfete ku alikariya
YNK, PDK bidê wekî salên 90’ê be.
Di rewşa heyî de jixwe di vê derbarê
de pêşketinek nîne. Berovajî ew xwe
jî li dijî Tirkiyeyê textîk dikin.
Ew bixwe jî hêzek in, hêzekê
siyasîne. Ger a niha bi heses lê bê
nêrîn alîkariya herêmî ya wê
konseptê lewaze. Dema em bên
alîkariya derve jî têkiliyên Tirkiye
û YE lewaz in. Berê Elmanya dijber
derdiket lê niha partiya demokrat a
Hirîstiyan polîtîka xwe ya ji YE re
nebûna endamtiya Tirkiyê mîsoger
kir. Anî rewşa tûzika partiyê. Di
Frenseyê de rêveberiya Sarkozy jî
heman polîtîkayê dişopîne. Îtîfaqa
Fransa, Elmanya çêbû. Di vê watê de
pêvajoya tam bûna endam a Tirkiyê
kete zehmetiyê. Tenê hinde alîkariya
Ingiltere heye. Ew jî zehmete ku
tena serî xwe têra bike. Di milê din
de YE polîtîkayê xwe ya dirû ya
berjewendiya xwe didomîıne, ango
dema pêwîst bû ku ji Tirkiyê hîn
zêdetir alîkariya aborî bigre heman
polîtîka Kurd derdixîne pêş. Dîsa
konferanseke Kurd çêdibe, PE (AP)
her deqê rûnişkandinên (oturum) divê
pirsgirêka Kurd were çareserkirin
çêdike, bîryar derdixîne. Pir
dewletên YE ji Tirkiyê îhaleya
digirin, tevîzên aborî digirin. Dema
Tirkiye biekê zext dide, biekê
zehmetî dide wê demê ew jî tên ser
PKK, li ser Kurdan biekê zextan
çêdikin. Li ser du qisman jî
polîtîkaya berjewendiyê didin
meşandin. Rêber got; “ev polîtîkaya
kîvroşk bireve tajî bigre ye”. A
nihajî vê polîtîkayê jî wekî heyî
didin meşandin. Alîkariya ku ev bide
Tirkiyê nîne. Vekirye ku alîkariyek
YE ya ku berê derbazkirî anjî
alîkariyek wekî berê bide Tirkiyê
nîne. Paşde tenê DYE dimîne. Gelo!
DYE hatiye rewşake ku bi Tirkiyê re
hevbeşiyek stratejîk bide meşandin?
Li gorî min na, hîn ne wê astê de
ye. Textîk dikin, DYE Tirkiyê tengav
dike. Qada Tirkiyê herî zêde tê de
dengav dibe qada Kurdistanê ye.
Jiber vê DYE xwe dispêre polîtîkaya
Kurdistan ê. Ango heya Tirkiyê tam
neke ûşaqê xwe devji vê bernade. Di
milê din de hinde tavîzan dide, ango
bi inyeta ji bo ez li cihekê qezenc
bikim tevdigere. Ne guncave ku DYE
bê polîtîkayên Tirkiye yên dixwaze.
DYE jandarmeya cîhanê ye, cîhanê
rêvedibe. Ma Tirkiye kî ye ku
xwesteka Tirkiyê bipejirîne.
Xwestaka Tirkiyê pejirandina
polîtîka Iraqê ye, napejirîne. Em vê
bizanibin dixwaze Tirkiyê bikşîne
refa xwe. Lewre di rastiyê de tişta
a niha dike hinek tavîz dane. Li ser
Tirkiyê zext hat pêkanîn, Tirkiyê
dangavbû çû xwe avête hemêza DYE yê.
DYE ji Tirkiyê re dibêje li dijî
PKK dikare filan tişt bê kirin, em
îstîxbaret didin te ger tu dikarî
lêbidî lêbide. Hesap dike, her demê
de bi şêwazekê ku bixwe qezencbike
vê dike. Ango polîtîkaya DYE weke
hertim ketina pîsîkê li ser pîyê xwe
ye. Di milê din de ne ku windakirina
xwe, alîkarî dana Tirkiyê çêkirina
qezenca Tirkiyê de ye. Heya Tirkiyê
polîtîkaya DYE ya Iraqê tam
nepejirîne nikare alîkariya
stratejîk bigre. Gelo! Pejirandiye?
Peymaneke wisa çêbû? Çênebû. Ango
nikare bêgotin rêveberiya Tirkiyê ji
her du xwestekên DYE’ê yên heyî re
bersivek erenî daye. Daxwaziya wî ya
dijî Iranê rêveberiya AKP nikarê
pejirîne.
A niha gazî Ahmedî Nejad kirine kû
bê Tirkiyê, bi Iranê re hevdîtina
çêdikin. Evqes tekiliyê Tirkiyê bi
Iranê re heye DYE nikare vê rake.
Rêveberiya Bush dîsa Iran weke gefa
sereke nirxand. AKP, polîtîkaya
Iranê ya Ku rêveberiya Bush dixwaze
dê pêkbîne? Wê demê dê di elema
Islamê de, Rojhilata Navîn tecrît
bibe. Jiber vê nepejirandiye, di
hindir de weke stratejîk textîk
dike. DYE vê dizane, jiber textîk
dikin têkiliyên wan yê bi hevdu re
bawerî nade. Di milê din de jî ger
AKP polîtîkaya Iraqê, hevdîtinên bi
rêveberiya Kurdistana başûr re
bipejirîne jî fermandarê giştî wê
napejirîne. Pir eşkere ye fermandarê
giştî napejirîne jiber vê jiber li
ser rêveberiyê polîtîkayê fermandarê
giştî bandore li ser polîtîkaya
Iraqê textîk dikin. Wext
qezencdikin, nêzîkbûneke stratejîk
nîne. Kinasî alîkariya DYE ji
Tirkiyê re textîke, kêm e. Ne di
asta xurt û stratejîk de ye. Tirkiye
hewl dide bide nîşan alîkariyek wisa
girtiye, raya giştî ya Tirkiyê re
moral bide, tînin rewşa gotina li
pişt me dewletên mezin heye, hêza
DYE’yê heye. Hikimeta AKP ji bo di
polîtîkayên navxweyî de lihemberê
mihelefet an hîn hêztir bibe
polîtîkayek wisa dişopîne.
Ger hesas lê bê temaşekirin di
wextek kin de, di asta textîkî de
polîtîkayên heyî yên rêveberiya
Tirkiyê gefek bide çêkirin jî ji bo
me di asta stratejîk de hêza wî kêm
e, yekbûna wî lewaz e. Herçend hewl
didin ku polîtîkayek wekî 98’ê
bişopînin jî, di sala 10. de
bixwazin komploya navnetew ji nû ve
zind bikin, li ser Rêber tunekirin,
li ser PKK’ê tasfiyê ferzbikin jî ne
xwediyê hêza berê vê 10 sala ne.
Rêveberiya Tirkiyê jî ne di wî hêzê
de ne, îtîfaqên Tirkiyê jî ne di wî
hêzê de ye. Ji DYE’yê jî ewqes
alîkarî nagirin, ji Evrûpa nagirin,
mîsoger ji PDK, YNK’ê jî nikare
bigre. Ji wê hêlê de lewaz e di
rastiyê de jî ew jî wekî me
siyaseteke du alî dişopînin. Di
milekê de dibêjin ger gengazbe em
darbe li PKK bixin, pêşketin
çêbikin. Di milekê din de jî dibêjin
em pêşveçûna PKK’ê bidin sekinandin,
dibêjin em di parastinê de ne hewl
didin ku xwe biparêzin. Bi sekna xwe
ya polîtîk ve dişibin me ango me ew
kirine xaleke wisa de, ne di rewşa
yekalî bi tevgerin de ne.
A niha girînge em polîtîkayên dijber
bi vê teşeyê binirxînin. Ger heses
bê temaşekirin rewşeke firsendên
neyînî, derfetên neyînî ne mijara
gotinêye ku tinebûne. Berovajî weke
tevger em hîn xurtir in, derfetên me
firsendên me hîn zêdetir in.
Siyaseta tunekirin û xelaskirinê ya
rêveberiya Tirkiyê di rewşa lewaz de
ye, di rewşeke pir hatiye
tengavkirin şidandin de ye. Lê di
dorhêleke wisa hatiye tengavkirin,
şidandin de êrîş û reaksiyoneke wisa
jî tê meşandin. Êrîşên dînatî hene,
civakê dikişînin xala cînet ê
(dînatî yê). Ji devê wî serokê MHP
kef tê xwarê, ji devê serokê CHP
peyva terorê wekî ewê derdikeve.
Êrîşkerin ji ber tengaviyê de ne. Di
rastiyê de êrîşkirinên wan, derfetên
Tirkiyê ji vî şerî re seferberkirina
wan ne jiber pêşketin çêkirine,
jiber tengav dibine ne. Ji ber
tengav dibin bi dînatî hewl didin
pêşketinên me afirandine, bandorên
têkoşîna tevgera me daye meşandin
kêm bikin. Di vê hêlê de jixwe
talûke heye, divê em vê bibînin.
Divê em bigrin cîdiyet ê, ji milê
textîkî de wekî textîk divê em
pêvajoya tunekirinê bigrin cîdiyet
ê. Di milê stratejîk de bi dîtina
lewaziyê wan re dema em ji jordebûna
xwe digirin hişyarî yê û li gorî wê
moral motîvasyonê pêşdixînin divê em
wekî textîkî talûkeyên nêzîkbûnên
rêveberiya Tirkiyê yê qetilker
êrîşker, tuneker leşkerî polîtîk
bigrin cîdiyet ê û bibînin. Ji wê re
divê em nêzîkbûna têkoşîna sala
2008’ê bidin nîşan. Dê ev polîtîka
bibe çi? Dê bibe bi pêşxistina
kampanyeya “Edî Bes e” re
berdewamkirina wê. Bi mîsoger divê
em di wextekê sala 2008’ê de hedef
bikin ku bibin serkeftinê. Divê em
tîmar/tedawîkirin û guhartina cihê
Rêber bidin çêkirin. Divê em
têkoşînê li gorî pêşxistina vê
bimeşînin. Divê di tevahî qaden de
em vê tekoşînê bimeşînin, di qadên
bîrdozî de, di qadên propaxande
ajîtasyonê de bimeşînin, di qadên
dîplomatîk de dana meşandinê ve, di
qadên rêxistinî de bimeşînin. Ji bo
em konfederalîzma demokratîk li
gundan de, di bajarokan de ava bikin
divê em her cure derfet karbînin.
Divê em di qadên çalekiyên gel ên
demokratîk pêşbixinin, bimeşînin.
Jixwe divê em serhildanên nû di
tevahî qadan de pêşbixînin, divê
hemûkes tevlî bibin, divê hemû
qisman bigre nava xwe. Divê em
herçar parçên Kurdistanê de
belavbikin. Divê tevahî parçên
Kurdistanê tevlî bibin, divê gelê
dervê welat hîn zêde bibandorbin. Ya
herî girîng jî divê gerîla ji wan re
pêşengtiyê bike, divê weke hêza vê
dana berdewamkirinê de erkên xwe,
berpirsyartiya xwe di asta
serkeftinê de pêkbîne.
Di vê watê de bê guman pêdîvî bi xwe
ji nûve biryarkirin, plankirina HPG
heye û HPG dê vê bike. Dê xeta
çalekiya Gabar, Oramar weke xeta
çalekiya serdema nû, serdema
paraztina aktîf bide nasîn û dê vê
hertim bike. Dê ji tevahî qadan re
dana belavkirinê re pêşxistina wî
esas bigre. Xwe spartina xeta
çalekiyê ve dê ûstlenma gerîla di
Kurdistana bakûr û rojhilat de
pêşxistinê hedef bike. Taybetî jî
xetên qadên Botan, Zagros Kurdistana
rojhilat di vê mijarê de qadên
girîng in û hêza HPG ya pêşxistina
vê heye. Bi vê re girêdayî dê di
qadên bakûr de pir kûr gerîla bide
pêkanîn, dê bê bandorkirina wî
artêşa Tirk ve qada siyasetê ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd tengav
bike. Dîsa girêdayî vê pêşketinên
qadên çiyayî, di qadên bajar de jî
dê destpêkê hedefên leşkerî, pergala
tunekirin û xelaskirinê û rêxistinên
weke aborî ji şer re hêz dide hedef
bigre. Weke qada têkoşîna nû dikare
pêşketineke wisa çêbike, ev ji bo
paraztina vî gelî jî pêwîst e. Jibo
gelê Kurd li dijî gefan, qetliyaman
bêparaztin jî ev pêwîst e, heman
demê de ji bo gel rakirina
serhildanan, ji bo di serhildanan de
jî ji gel re pêşengtî bê kirin ev
rewşeke girîng e. Jixwe ev şer
derbazkirina nava Tirkiyê de asteke
girîng çêbû. Dê ev vekirin (açılım)
bidomin, wekî di qadên çiyayî de, di
qadên metropol de jî li dijî gelê
Kurd dikevin nav nêzîkatiyên
şermezar (lînç) kirinê, li ser gelê
Kurd tunekirin tê ferzkirin wê demê
dê ciwanên Kurd her cihê ku lê
dimînin berxwebidin. Hêza civaka
Kurd a li her derê Tirkiyê tengav
bike heye.
Konseya rêvebir li hemberê
bangawaziya AKP a werin radest bibin
bangawazî kir ku ciwan derkevin serê
çiyan. Ev bangawaziyek girîng e. Ev
polîtîka dê berdewam bike, dê di
sala nû de xebatên ji gerîla re
tevlîbûna ciwanan, mezinkirina
gerîla hîn xurtir pêşbikeve. Madem
çareseriya demokratîk aştiyane
çênebû, di tunekirin û inkarê de tê
israr kirin wê demê ji bo gelê Kurd
derveyî bi mezinkirina gerîla ve di
parastina gerîla de pêşxistina
jiyana azad, demokratîk a gel û
rêxistinkirina wî çi çare nemaye. Em
dê sala 2008’an de vê pêşxînin. Ji
bo meşandina têkoşîna polîtîk,
bîrdozî, leşkerî hêza gelê Kurd heye,
hêza PKK’ê heye. Tevgera me ya
azadiyê bi teşeyek bihêz, bi îdîa
kete 30. sala PKK’ê. Pirsgirêka
lewaziya potansiyel nîne,
rêxistinkirina vê potansiyelê,
kirine çalekiyê û aktîfkirinê de
hinek pirsgirêk heye. Ev jî karê
xebatên me yên rêxistinê ne, dîsa di
qadên derve de rewşa dengavî nîne.
Çapemeniya Tirkiyê hewayekê wisa di
afirîne ku, PKK li her derê hat
tecrît kirin, ger PCD jî bêje
terorîste dê her tişt xelas bibe,
eleqeya vê bi rastiyan ve nîne. Ev
nêzîkbûn nêzîkbûna xwe xapandinê ye.
Berovajî di qadên herêmî de jî, di
qadên navnetew de jî pêşiya Kurdan
vekirî ye. Ji nû ve avakirina
Rojhilata Navîn de mîsoger bûye ku
dê cihekê Kurdan ê bi bandor hebe.
kesek nikare vê rastiyê paşve
bikşîne. Vê çarçoveyê de di qadên
herêmî de jî, di qadên navnetewî de
jî dê hertim têkîliyên PKK jî bi
hêzên demokratîk re hebe. Ango
tiştên wek PKK hatiye dorpêçkirin ên
çapemeniya Tirkiyê dide nîşan tevahî
di bingeha şerê taybet de ye, di
bingeha şerê derûniyê de ye û ji
derveyî rastiyê ye. Ji bo maneviyeta
civaka Kurd xera bikin vê dikin
nexwe rewşeke wisa nîne. Mihtemele
her çend gelek alîkarî nede jî lê ji
bo gelê Kurd di qadên herêmî û
navnetewî de xwe bigihîne têkiliya
hertimî ya dîplomatîk siyasî û ji bo
gele Kurd li ser bingeha hêza xwe ya
cewherîn ve têkoşîn bike, têkoşîna
azadî û demokrasiyê li ser pêşbixîne
dê pêşbixîne. A niha eşkere ye ku
qisma destpê ka sala 2008’ê, nîvya
destpêka wê dê bibe serdema
têkoşîneke pir cîdî. Pêvajoya
têkoşîna leşkerî, sîyasî û tevlîhev
a di sala 2007’ê de jiyan kirye dê
di sala 2008’ê de pêşbikeve,
berdewam bike. Sala 2008’ ê dê bibe
dîka şerên leşkerî, siyasî. Çawa
sala 2007 ji şerê leşkerî, siyasî re
bû dîk, bû sala şerê textîkan sala
2008’ê jî dê wisa be. Dikare bê
gotin em sala 2007’ê de pêşketin û
me qezencên girîng dest xist. Carekê
plansaziya ji sala 2007’ê re hatiye
ferzkirin a rêvebera Tirkiyê,
hikimeta AKP’ê çêkiriye neserkeftî
hatiye hêlîştin, vale hatiye
derxistin.
Ev pêşketineke girîng îfade dike. Ji
bo vê a niha rêveberiya AKP’ê bê
hêvî ye. Ger bê baldar (dikkat)
kirin gumana ecep biryarên nû bên
girtin dêe serkeftî be, an dê
neserkeftî be radike. Jiber
plansaziya 2007’ê neserkeftî hat
hêliştin. Dîsa di pêvajoya
hilbijartinan de hilbijartina komeke
biûk ên ji endamên demokrat
welatparîz çêbûye ji MNMT’yê (TBMM)
re bû qezencek mezin a siyasî, divê
ev biûk neyê dîtin. Qezenceke mezin
a sala 2007’ê tê çêkirin. Piştî vê
serhildan û kampanyeya “Êdî Bes e”
ya xwe dispêre gerîla û di mehên
Cotmeh, Mijdarê de pêşketiye
destpêkeke mezin a têkoşînê îfade
kir. Gelê Kurd ji nû ve rakir ser
piyan. Ji rêveberiya hilbijartinên
22 Tirmehê derxistiye holê re
darbeyek bibandor û cîdî lêda, ev
asta pêşketinek girîng e. Em dikarin
bêjin sala 2007’ê bû saleke ku milê
wê yê qezencê girantir bû. Ma qey
kêmasiyên me çênebûn, ma milên em tê
de lewaz man, me tê de tengavî
kijand çênebû? Bê guman çêbû. Em di
guhartina textîk de tengav bûn. Ji
pêwîstiyên siyasetê re yekbûn
çêkirinê de gerîla tengav bû. Ev
rewş rê li ber zêdebûna windahiyan
vekir. Di milê din de lewaziyên me
yên helwesteke ku pêşketina deqe bi
deqe pêşwazî dike, dana meşandina
polîtîkaya pratîkî bi bandor çêbû.
Dîsa di propaxanda de eşkere kirina
wî rûyê şerê derûnî de astek girtinê
de lewaziyên me hene. Di rastiyê de
dema ji milê çapemenî û rêveberiya
Tirkiyê gelek derew, xapandin,
nerastî dihatin gotin, dîsa dema pir
qetliyam, zext dihatin pêkanîn
şermezarkirina van de lewaziyên me
çêbûn. Sala 2007’ê saleke berdêl a
wî pir giranbû. Em dikarin bêjin
sala 2007’ê bû saleke qezencên wê
pir lê li hemberê vê jî berdêla wî
pir giran bû û di têkoşîna azadiyê
de bû saleke pir tevlîhev û zehmet.
Di nava sala 2007’ê de me nêzî 200’ê
şehîd dan. Hevalê Medenî û Roza di
destpêkê de, gelek Fermandar û
şervanên HPG’ê bi wêrektiyek mezîn û
canfedatiyek mezin şer kirin û şehît
ketin. Ma ev hemû pêwîstiya têkoşînê
bû? Bê guman na. Di nava têkoşîna
pratîk de tiştên di warê textîkî de,
di warê şêwaz de nedane nîşandin,
xeta û kêmasiyan rê vekir windahiyên
me zêdebin. Ji bo ev bên
sererastkirin û dakeve asta herî kêm
me kedek mezin da meşandin. Asteke
diyar de ya şiyarbûn, zanistiyê çêbû.
Mirov dikare bêje di gel de, di
gerîla de şiyarbûneke wisa hatiye
afirandin, asta pêşketinê hatiye
çêkirin. Kinasî heza ku ji me re
saleke têkoşînê ya wisa bi zehmet da
qezenc kirin û hêza kû dihêle em ji
|