|
ÊDÎ BESE TİRKİYE, XWÎNA XWE NEMİJE!
Di
wextekî de min çîrokek wisa
bihîstibû: Neçîrvanên hirç an ji bo
bîstê (post) hirçan kûn nebe radibin
rûdinên dihizirin, herî dawiyê
rêkekê peyda dikin –tê zanîn çiqas
bîstê hirçê sexlembe nirxa/fiyata wê
jî ew qes bilinde- Neçirvan kêra
dijwar li xwînê tisûn, dûra dibin
didanin liser rêka ku hirç di tê de
derbazbibe. Dema hirç di wê rêkê de
derbaz dibe û wê kêra bixwîn dibîne
diçê ser wê kêrê û dest bi alastina
xwînê dike. Dema kêra bi xwîn
dialîse zimanê xwe dibire. Lê hîndî
bi tama xwînê ve xwe winda dike
pênahese ku zimanê xwe biriye. Vê
carê jî dest bi alastina xwîna xwe
dike. Hirça ku bi seatan xwîna xwe
dialîse û dimêje dawiyê bi
windakirina xwînê dimire. Herwisa
neçîrvanê hirçê bîstê hirça ku li
hemberî wî çek bikar neaniye xweşik
digûrîne û dibe difiroş e.
Dema min ev çîrok bihîst ez li
hemberê nermetingtiya (sinsiliğe)
neçîrvanan bihirsbûm, ji bo hirç jî
dilê min diêşa. Dûra her ku ez li
ser vê hizirîm ve carê ez ji xwînê
re ketîbûna hirçê û bi gêjitiya wî
re acizbûm û bihirsbûm. Min egîdiya
hirçê şibandibû egîdiya dewleta Tirk.
Egîdiya hirça ku dema xwîna xwe
dimêje xwe bişans dihizir e! Egidiya
hirça ku gav bi gav ji mirinê re nêz
dibe lê ji rewşa xwe bi agahdar e!
Eynî weke xwe egît dana nîşandina
dewleta Tirk a ku dikişînin nava
tevlîhevtiyê û xwîna xwe dimêje!
Dema min di 8’ê Adarê de destên ku
porê jinan girtine hizirî ev çîrok
hate bîra min. Dema di 21’ê Adarê de
panzerên ku ketine Wan ê, Gever ê
min şopand û dema dilê min bi
rondikên tujî êş, neçarî, hêrs ê
çavê zarokê dest û milê wî şikestî
ve asê dibû ev çîrok hate bîra min.
Dema min 1’ê Adara Stenbûlê,
Enqereyê şopand ev çîrok hate bîra
min.
Ango di xefka neçîrvanan de Tirkiya
ku anîne rewşa ketiyê xwîna xwe!
Tirkiyeke pîskopat a ku anîne rewşa
ji xwe re êş dayînê zewq digire! Her
sedem çibe tabloya şermê ya Tirkiyê
vê çîrokê, ev çîrok jî Tirkiyê tîne
bîra min.
Tirkiye sarî hespê xwe yê Emerika
bûye, li bervî dojehê ve diçe. Bi
rastî jî mirov nikare xwe ji vê
pirsê dûr bixe: Ey Tirkiye! Emerîka
çi da kê ku bide te? Ma qey tu Iraqa
li rex xwe nabînî? Ma tu Filîstîn
nabînî? Ma tu dê kengî fêmbikî tişta
ku tu dialîsî kêr e, tişta tu dimêjî
xwîna te ye? Ma tu dê kengî şiyar
bibî û tu dê bêjî êdî bes e?
Dema min 1’ê Gulanê temaşe kir,
şopand min şerm kir, ez bi hêrsbûm,
dilê min li pêve ma, lê di heman
demê de ez bihêvîbûm. Dibe ku ji we
re weke nakokiyek were, lê di
rastiyê de ne wisaye: Min şerm kir û
ez bihêrsbûm, jiber min hizirî gelo
ma di sala 1977’ê heya sala 2008’ê
çi hat guhartin? Hejmara mirinan ji
37’ê gihişte bihezaran. Her derê
Tirkiye bû taksîm. Qetilkirin…,
artêşa karkerên her roj sînor
nasneke mezin dibe…, keriyên
karkerên canê wan ji karkirinê
derdikeve lê gepeke nan-xwarinê
nakeve devê wan…, komên mirovên
karker ên dema li pey gûruşekê
direve di rêkan de canê xwe winda
dikin…! Û karkerên dema di 1’ê
Gulanê de sefalet û xîzantiya di nav
de ye diqîra rûmet-şerefa wan dema
dikirin bin lingan…!
Ez bi hêvî bûn jiber; min tevî zulm,
oportonîstiya sendîqayan
berxwedaniya karker û kedkaran dît,
dîsa min bawerî û înada di têkoşîna
berxwedaniya karker û kedkaran dît.
Min karkerên wekhevî û edalet
diqîran dît. Min hizirî ku ger ev
bawerî, ev vîn, ev hêz bigihije
rêxistineke dijî (anti)-tekel, li
hemberê karkeran çi pergalên zordar
nikarin berxwe bidin. Min pir kûr de
hîskir, ger tevahî karker û kedkar
devj ji sendîkayên zer ê xwe dikin
bin çavderiya dewletê, xwe hundirînê
pergalê dikin, sendîkayên
mêtingeriya kedê kûr dike berdin û
dibin banê ferasata dijî-tekel
kombibin û pergalên xwe yê
demokratîk damezirînin çi hêzên
mêtingeh û zordar nikarin li ser
lingan bisekinin.
Belê! Bi rastî jî 1’ê Gulana îsal,
ji bo tevahî bindesten bawerî û vîna
têkoşînek mezin derxistiye derve.
Weke 21’ê Adarê, 1’ê Gulanê jî
rastiya dewleta dirize-dihêle carek
din bi tevahî dazîbûna xwe ve daniye
berçav an. Çawa 21’ê Adarê di
Kurdistanê de rastiya rûyê AKP’ê
aşkere kirye û teşhîr kirye, 1’ê
Gulanê jî di Tirkiyê de AKP aşkere
kirye û teşîr kirye. AKP ya ku di
Kurdistanê de destpêkê bi
operasyonên inkar û tunekirinê ve
herî dawiyê jî bi Newrozê ve dawiya
xwe aniye, bi 1’ê Gulanê ve jî di
Tirkiyeyê de dawiya xwe aniye. Jixwe
dibin êrîşkirina li ser karker-
kedkaran a di asta wehşî de ya
dirazê ev deruniya xelasbûn û
binketin e ye. AKP baş dizane ku
îktîdar windakirye û binketiye. Bi
vê êşa windakirinê ya hundirê wî
weke asîtê dişewitîne ve êrîş dibe
ser karker-kedkar û gel. Û mirov
carek din di şexsê AKP de rastiya
îktîdara ku dihelîne (yozlaştıran)
dibîne û dibe şahîdê wehşeta ku
çêkiriye.
Kuklayê DYE’ê AKP şer li her derê
belavkir ye. Civak kişandiye nava
alozî û nederketineke mezin. Êdî
kesek bawerya xwe -dema liser
masayan planan çêdike- nade gotinên
AKP yên demokratîk û kesek bi van
gotinan ve xwe naxapîne. Êdî kesek
wekî berê terorîst dana nîşandina
gelê Kurd ê ku demokrasî û aştiyê
dixwaze û vî gelî hincet dana
nîşandinê ve şer-operasyonên xwe
reva kirinê re guh nade. Mirov di
gelek aliyan de wateya bombeyên di
1’ê Gulanê li ser Qendîlê hatine
barandin lêpirsîn (sorgulama) dike.
Pir hêdî jî be êdî gelê Tirk jî
şiyar dibe. Kêm jî be êdî têdigije
ku bombeyên li çiyayên Kurdistanê
de, li gundan de tên barîn bombeyên
li Stenbol û li Enqereyê tên
barandin in. Û kêm jî be dizane ku;
ger gelê Tirk di wextê xwe de ji
bombeyên li Kurdistanê de di barîn
re, ji fîşekên dihatin teqandin re,
ji xwîna dihate rijandin re, ji êş û
elemên dihatin kişandin re gotiba
bes e îra di 1’ê Gulanê de dîmenên
wehşî yên li Stanbûl û Enqereyê
nedihatin jiyîn.
Tirkiye îfadeyeke wekî vê gotinê
jiyî: Wisa temaşe neke! Dê dor were
te jî! Temaşe kir, bi rastî jî wisa
ye û dor hate wî jî. Lê hîn derenk
nemaye!...
Gelê Kurd weke hertim heyî dîsa
bangawazî dike: Em bibin yek! Em
bibin yek da ku em şansê xwe yê
dawiyê jî wenda nekin! Dem weke
Rêber APO gotî; demê bi feresata
dijî-tekel hatine li gel hev û bûna
yek e!
Ji zulma pergala mêtîngeh di 1’ê
Gulanê de pêkaniye re bersiva
berxwedaniyê û ya têkoşîna xwedî
wate, di bin banekê de yekbûn û
yekitiya tevahî karkeran, tevahî
qismên çep, demokrat, civakî,
femînîst, ekolojîst, anarşîst e. Bi
taybetî jî di bin vê banî de cîh
girtina tevahî jinan e. Statuya jinê
ya di nava civakê de çi dibe bila ew
be, tevahî jin –yên bûrjiva,
bûrjivayê biçûk, gundî- ji aliyê
pergala dewletger a îfadeya fermî ya
zihniyetê desthilatdar a zilame ve
tê mêtîngerkirin. Keda wê, hest û
ramana wê, bedena wê tê
mêtîngehkirin. Di qonaxa hatinê de
êdî mêtîngerkirina jinê, dibe hêza
herî zêde a pergalê xwedî dike. Ger
jin rêxistina xwe pêşbixîne, serê
rêxistina dijî tekel bikşîne carek
din 8’ê Adar, 21’ê Adar û 1’ê
Gulanên bi xwîn najîn. Şer û tûnd
carek din ew qes bêrehm li jinê naxe.
Û Tirkiye dê ji ketina xefkê û bûna
hirçê ku xwîna xwe dimêje xelas
bibe.
Besê Şîmal
|