Rupela Destpêkê

Yen Ji Siyasetê Re Bê Eleqe Dimînin Nikarin Hunerê Baş Bikin

Ji Bo Bîranîna Şehît Mîzgîn

 

Di pêşketinên rojane de tê dîtin ku kapîtalîzmê tevahî nirxên mirovahiyê tune kirye, ger pêşiya wê neyê girtin çi nirxên civakî ji vê êrîşê xilas nebe. Asta êrîşa pergalê xwe gihandiye belavkirina civaka têşeya mirovahiyê ye. Bi zanebûn binesazî û organîzma civakê tê belavkirin. Wateya vê; weke ehlaqî û çandî mirovahiyê birina rex tunebûnê ye. Dixwazin bi van êrîşan ve civakê ji nirxên xwe gûtbikin û bixin nava feresata ezeziyê. Divê mirov bêje di vê rêkê de navbereke giring hatiye girtin. Bi vê teşeyê ve mirovahî ji vîn, zanebûnê hatiye qûtkirin û ew anîne rewşa mîro/morîstan.

Li ser nirxên mirovahiyê rastiya êrîş kirina kapîtalîzmê û hertişti weke hêmana tunekirinê kirina firotin, kirina mijara kirîn-firotin herî zêde di qada çand û hunerê de tê jiyîn. Hîn rastir kapîtalîzm êrîşeke çand a ku mirovan heya roja îro afirandiye hildiweşîne, li holê yek pîvana nirx nahêle, dide meşandin û dide diyarkirin. Mixabin tevî tevahî êrîş li ser bingeha nirxa çand tê meşandin, mirovên çandê qasî pêwîst dike têkoşînê nade. Hîn rastir weke mirovên çand-hunerê yên têbikoşin nînin. Tu dibêjî qey di qada têkoşînê de radestbûnek tê jiyîn. Ji bo mirovahiyê çi talûke weke talûkeya ew radestiya di qada çandê de tê jiyîn giran nabe.

Ev rewşa ku dikare jê re were gotin radestiya ku serdestiyeta bîrdoziya pergalê îfade dike xwe bi teşeyên cûda de dide derve. Ev rewşa ku serdestiyeta feresata çand-huner û hunermend a pargelê ye bi teşeyeke herî dazı û çors tîne ziman ku; “mirovên çand-hunerê nikarin bi siyasetê ve mijûl bibin, divê têkiliya hunermend bi siyasetê ve nebe”. Weke tê zanîn di pergala kapîtalîzmê de her qada jiyana civakî ziviriye qada îqtîdar ê. Dema siyaset û aborî xwe spartina derewan ve dike îqtîdar, qada huner jî bi xwediyê pergalê re ketine lihevkirinê, (uzlaşma) li hemberê pergalê bêtêkoşîn mayîn û bi vî rengî ji xwe re qada îktîrê vekiriye. Di vê qadê de her roj bi sedan kes bi navê hunerê derdikevin holê, bi hilberînên (ürün) çand-hunerê ve dewlemend dibin û vê dewlemendiyan jî bi karanîna nirxên civak an a çandî ve pêktînin. Di roja me ya îro de ew lihevkirina di navbera hunermend û xwediyê pergalê de tê jiyîn –ku ev huner radestiya mirovahiyê ye. Jiber jiyana huner ne ya tune dike, ya ji nûve dihilberîn e-, encameke civakê bi hilberînên çand û hunerê ve, ji pergalê ve dana girêdan derxistiye holê. Dema ev nêzîkbûn hewce dibîne ku derfetên xwediyê pergalê bi rêka hunermendan ve ji civakê re bi rengê nepixandî bê pêşwazîkirin, di heman demê de rê vekirye ku hunermend -bi teşeyeke ku bi çi vehûna ehlaqî ve nayê vegotin- nirxên gel ên madî û manewî bikarbîne. Yên ku herî zêde polîtîkaya li dijî cewherê xebatên çand û hunerê ya pergalê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, bi mezinkirina berjewendiyên xwe ve firsend dane ku ev polîtîka pergalê civak û kesayet bimeşîne iqtîdarperest in û pêkanîngerên vê siyasetmedar in. Ev şêwaz hem dejenere (yoz) kirina siyaset e, hem jî ya huner e.

Di roja me ya îro de herî zêde siyasetmedar an ev dejenere kûrkirin e. Lê belê divyabû siyaset li gorî wateya xwe ya di nava organîzmaya civakê de, bi karên civakî ve mijûl bûba. Di roja me ya îro de ne tenê di qadên jiyanê de, di her hucreya jiyana civakê de pirsgirêk tên jiyîn. Lewre ji bo em vê kûlma pirsgirêkan a di jiyana civakî de weke kaos tê îfade kirin di bingeh de çareserbikin di qadên ku di binesaziya civakê de xwedî bandorin de têkoşîneke birêgez dana destpêkirin rastiyeke jênerevîn e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê pêwîst dike ku mirov dest biavêje qada siyaset ê. Tevahî karên ku ji jiyana civakê re pêwîst e tevahî endamên civakê eleqeder dike. Lê di destpêkê de mirovên çand-hunerê û tevahî mirovên di qada jiyana civakî de erk û berpirsyartiyên xwe tînin cîh neçarin ku ji tevahî kesan zêdetir ji van rewşan re bi eleqederbin. Jiber ya mijara gotinêye mirovahî bixwe ye, rastiya jiyanê, şêwaz û civaktiya wî ye. Jiber vê nêzîkbûna bingehîn jî di vê civaka ku îqtîdarperest, dewletperest û mêtingerî li ser serdest bûye de, ji aliyê kes û pêşengên civakê de yê weke tebaxeya qeymex tê zanîn û di nava vê tebaxeyê de jî hunermend neçarin bi siyaseta alîgirê azadî û demokrasiyê ye bigrin û pêre eleqederbe.

Ji bo jiyana civakî xebitîn û têkoşîn kirin ji bo mirov rewşeke ehlaqî ye. Jiber civaktî bixwe di heman demê de vehûneke ehlaqî ye. Ehlaqa civakî tê wateya bê ku mirovahî di ferqê de bin bi hev re di nava têkiliyan de bûyîn û di nava piştevaniyekî de bûyîn; weke parvekirina kêfxweşî û coşên xwe parvekirina êş û xeman e jî. Sedema Rêberê gelê Kurd di derbarê girîngiya mijara di jiyana civakî de bûna xwedî ehleq de ew qes nirxandinên girîng kiriye ev e; dê hêza ehlaqî bikare van pirsgirêkên tên jiyîn derbazbike. Rêberê gelê Kurd bi vê asta nirxandina xwe ve gihiştiye paradîgmaya nû ya civak û pergalê. Rêberê gelê Kurd ê dide diyarkirin ku divê biteqez ji jiyana siyasal û civakî re ehlaq serdest bê kirin û hizra zanîst esas bê girtin, çûye têgehkirina sosyolojiya azadiyê. Di karên civakî de û di qada têkoşînê de encamên mijûlkirina xwe nasipêre hizra zanîstî û ji ehlaqîbûnê hêz nagire rê liber trajediyan vekiriye. Lê divê neyê jibîrkirin ku bi taybetî jî xwe bi zanistek û ehlaqêke bê siyaset ve nêzî xebatan kirin û xwe kirina xwedî kar di encam de dê were wateya xwe firotina civak û kesayet. Li hemberê pirsgirêkên civakî, li dijî pergala dagirker têkoşîn bi mijûlkirina civakî ya jê re tê gotin siyasetê ve tê dayîn. Ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê bê kirin divê mirov bi siyasete re eleqederbe û divê nirxa têkoşîna vê qadê danin holê. Çawa ku di her çalekiya ku mirov dike de afirandineke hunerê îfade dike heye, her sekna jiyanê ya mirov de jî aliyek siyasî heye. Lê ji bo mirov huner bike pêwîstî bi mijûlkirinek û lêhêrbûneke xweser dibîne, di heman têşeyê de jî bi siyasetê ve mijûlbûn (uğraş) jî mijûlbûneke wisa xweser dixwaze. Weke di jiyana civakî de tevahî kes dikarin bi hunerê ve mijûl bibin di heman feresatê de xwedî mafin ku bi siyasetê ve jî mijûl bibin. Lê jiber pergala kapîtalîst qada jiyanê bi paradîgmayeke îqtîdarî berhem dike digire dest qadên jiyanê ji hev hatine qûtkirin. Nêzîkbûna kapîtalîst a xîtabî şêwaza jiyana ezeziyê dike -ku ev taybetmendiya şexsiyetên pergalê ye- ferz dike ku qadên jiyan û berhem tevlîhev bibin. Li gorî pergalê hunermend hunermend e. Divê tenê hunerê bike. Siyaset jî karê siyasetmedara ye. Divê kesek xwe tevlî/têkîl vê neke. Cih û warê tevahî kesan diyar e. Tê gotin ku divê kes kesekî nerehet neke. Ji civakê re vê jî weke pîvana mirovê demokratîk û şeristanî ferz dike. Xwediyên pergalê yên ku vê nêzîkatiya xwe ya bingehîn bi rengekî pir zirav dixe nava civakê, bi vê ve pêşiya hevbeştiya pergala xwe girtiye ango naxwaze kes bibe hevbeşê pergala wan. Lê jiber mirov heyîneke civakiye, her heyîn xwediyê maf û yeteneke ku di asta herî jor de tevlî her xebata jiyana civakî organîze dike bibe. Hinde qismên diyarde yên di nava jiyana civakê de jî, erkdar in ku hişyar nêzî vê xebatê bibin û ji nêz ve eleqeder bibin û erkên xwe bînin cîh.

Yên ku di nava jiyanê de rist nalîzin, xwe çalek nakin nikarin xwe ji ketina bin bandoran hinde kesên din xelas bikin. Di vê hêlê de qada herî bi bandor a siyasetê ye. Yên ku ji bo azadî û demokrasiyê bi siyasetê ve mijûl nabin, yên di vê hêlê de siyasetê bandor nakin nikarin xwe ji bûna perçeyên siyasetên din xelas bikin. Ji bo mirovên hunermend bi siyasetê re mijûlbûn netenê li hemberî bûyerên civakî şiyarbûne. Bi taybetî jî ji bo mirovên hunermend bi siyasetê ve mijûl bibin pêwîstî bi girtina xeta çand-hunerê heye. Lewre bi siyaseta azadî û demokrasiyê re nemijûlbûn, hêz nedayîn, tê wateya pejirandina feresata çand û hunereke din. Siyaset; bi encama xebata civakê û ya kesayet dikere eleqedar e. Nêzîkatiya kar kirin lê encamên wê ve ne eleqederbûyîn, nehizîrîna ka ev xebat ji kî re û ji bo çi xizmet dike, di vê mijarê de şiyar nebûyîn nêzîkatiyeke koletiye, bi nêzîkatiya herî xweşbînî ve bêxembûne. Gotina “ez pisporê karê xwe me, tişta bê gotin û bê dayîn ez dê bikim, bila encamên wê hinek din binirxînin, ev min eleqeder nake” jî li gorî zagonên civakî bê ehleqtiye. Di xebatên çand- huner a roja me de nêzîkatiya herî zêde tê dîtin ev nêzîkatiye.

Her çend di jiyana civakî de tê xuyakirin ku yên di nava qada kordîne û rêveberiya danameşandina karên siyaset de cîh digirin şiyar nêzîkî pirsgirêkên civakî dibin jî, li gorî pêwîstiya cewherê xebata çand-huner divê mirovên hunerê li hemberî bûyerên civakî ji siyasetmedar an zêdetir şiyarbin, li holêye ku divê eleqederbin. Bi taybetî jî dema mirov diyalektîka rexnekirina civakî û hûnerî dide berçav, divê mirovên hunermend jî qada siyaset û qadên pê re eleqeder dibin re nêzîkatiya rexnedayînê pêşbixînin, ji xwe re nêzîkatiya rexnedayînê esas bigrin. Yên ku herî zêde ji siyasete re xeta jiyana demokratîk û civakbûnê ferz bike mirovên çand-hunerêne. Di nava rastiya jiyana me ya rojane de gotina “ez xwedî şexsiyetekî/e ji dûrî siyasetê me, ez hunermend im” bixwe jî sekneke siyasî ye. Ev nêzîkbûn pejirandina pergala sermayê ye, di navbera feresata wî ya jiyan û huner ê û ya xwe de ferq nedîtin e. Jiber bizanist an bêzanîst her refdariya di nava jiyana civakê de di vê an wê astê de nêzîkatiyeke siyasî îfade dike. Lê yên bi hunerê re eleqeder dibin an jî yê xwe eleqeder dide nîşan, hinde kes, di vê têgehê de ne ku heçku siyaset karê komeke serdest a pispor e, bi vê nêzîkbûnê ve nêzî bûyerên civakî dibin, li gorî xwe dihesibînîn ku bê alîgirî îlan kirine. Ji vê mezintir nêzîkbûna bûna alîgir û dijî demokrasiyê çênabe. Bi taybetî jî dema ev bi zimanê mirovên çand-hunerê tê rojevê nayê fêmkirin. Di vê mijarê de bûyera herî bingehîn çawa nêzîkî qadên ku jiyana civakî îfade dikin dibin e. Yên ku wisa nêzî siyasetê dibin ji bo xwe hunerê jî, qada hunerê jî weke qada dewlemendiyê û navdarbûnê (ünlü) dinirxînin. Jixwe rewşa di roja me ya îro de dijî tam jî rastiyeke wisa îfade dike.

 Teşeya civaka ku pergala dewlet a dagirker afirandiye, di çepê heyîna civakî de çûyîn û hertiştî ji eslê xwe derxistin herî zêde di qada çand-hunerê de tê dîtin. Weke tê zanîn heya pergala kapîtalîst desthilatdariya xwe damezirandiye mirovên çand û hunerê bi pirsgirêkên civakî re eleqeder bûne û yê herî sekneke bi şiyar rave kirinê ew bûn, lewre bi siyasete re jî ji nêzve eleqeder bûne. Jiber vê sedemê hema hema di tevahî pêvajoyan de yên dijber derketine û civak dana meşandin, alî dane civakê di eniya çand hunerê de derketine. Di damezirandina jiyana civakî de mînaka pêşengtiya mirovên çand-hunerê Ronesans e. Sedema di civakê de ji hunermendan re “wijdana civakêne” tê gotin ev e. Di gelek demên dîrokê de mînak hene ku mirovên çand-hunerê yên bi siyasetê re eleqeder dibin şaş nehatine dîtin, berovajî yên eleqeder nabin weke mirovên hunerê nehatine dîtin. Dîrok gelek mînakên wisa rave kirye.

Dema em li ser bingeha binesaziya civakî ya Kurdistanê û pirsgirêkên tên jiyîn mirovên xwe yên çand-hunerê dinirxînin, divê mirov diyar bike ku heman pirsgirêk di nava mirovên çand û hunera Kurd de jî tê jiyîn. Di nava têkoşîna azadî û demokrasiya Kurd de gelek hevalên me yên hunermend derketin ku di eniya pêşde bi egîdî liber xwe dan, erkên xwe yên têkoşîna şoreşger anîne cîh. Gelek ji wan hevalên me yên hunermend şehît ketine. Dema kiryara van hevalên şehît tê nirxandin dê bê dîtin ku dibin mercên herî zehmet de huner pêkanîne: Hem weke gerîlayekî/ê şer kirine, hem jî bi qasî derfetan huner pêşxistine û pêkanîne. Tevî sal li ser van berhemên ku hevalên me afirandine derbazbûne, hîn jî ev berhem tên ecibandin. Dîsa her çend hinde hevalên hunermend tevlî gerîla nebûne û di sîpereke siyasî de pevçûyînê nadin meşandin, di tê de cîh nagirin jî, li gorî yetenekên xwe xebatên çand hunerê pêşxistine û bi vê xebatê ve sekna wan dide nîşan ku ew aliyek in weke siyasî valetiyekê jî didagire. Heya sekna wan li gel daxwazî, hest û ramana gelê me be wê hertim wateyeke wê hebe.

Di mirovên hûner ên Kurd de, ji ber pirsgirêka xwe mirov nikare dûbendiya sekneke siyasî dana meşandin an nedana meşandin, bi pirsgirêkên hunera tê jiyîn û huner ve îzah bike. Jiber ji nasnameya me ya çandî re inkar û tunekirin tê ferzkirin. Kirina hunerê bixwe di bin mercên zehmet de ye. Jiber vê di Kurdistanê de yan tu dê weke Kurdekî/ê demokratîk û gelperest kar bikî, yan jî tu dê bi pergala inkarger re li dijî nasnameya çandî ya gelê xwe bisekinî, tu dê di nava sekneke wisa de bî. Jiber di Kurdistanê de pergala inkarger karexterekî biyanî de ye di Kurdistanê de ji desthilatdaran re xîzmet kirin tê wateya ji azadiya gelê Kurd re xiyanet kirin. Têkoşîna azadiyê ya di Kurdistanê de tê meşandin hinde nirx derxistiye holê. Hinde kes dixwazin van nirxan ji bo berjewendiyên xwe binirxînin, li hemberî Kurdatiyê eleqeyeke girîng pêşketiye û jiber hêza têkoşînê dijmin nikariye vê astenk bike. Ev jî ji aliyê hinde kesan ve wisa tê fêmkirin ku firsendeke karanînê ye. Ji bo nasnameya Kurd her roj bedenên cihêl dikevin bin axê, ev jî pêwîst dibîne ku mirov van nêzîkatiya bi awayek hesas binirxîne. Xala din jî tevahî kes dizanin ku ger têkoşîna azadiyê di Kurdistanê de nebe negengaze ku ev çalekî bên kirin. Tişta ecêp jî di vir de derdikeve holê. Hem ji darholeke têkoşîna bîrdozî, siyasî û leşkerî derxistiye holê de feyde tê girtin, huner tê meşandin, hem jî bi awayek pir esan tê gotin ku “kî çi bike bila bike, ez dê hem li estrûmanan bixim û bilîzim”. Gotina “karên ku yê din dike min eleqeder nake” nêzîkatiyeke li mirovên çand û hunerê nayê û nerast e jî.

Di vê pêvajoya ku em li tê de ne divê em komûtana gerîla a ( 11 Gulan 1992) şehît ketiye, hevala xwe ya hunermend şehît Mîzgîn bibîr bînin. Divê mirov diyar bike ku ev heval pîvana bingehîn a şexsiyeta huner a di Kurdistanê de ye. Bêgûman zehmete ku şexsiyetekî hunermend weke Şehît Mîzgîn tevlî bibe û xwe feda bike. Lê asta tevlîbûna vê hevalê û hest û ramanên tîna ziman pîvaneke ku divê şexsiyetên hunermend ên Kurdistanê binirxînin. Çawa ku şexsiyet û berhemên hunermend a herikînê di afirînin hebe, ji bo mirovên çand-huner a Kurd Şehît Mîzgîn di destpêkê de jiyan û tevlîbûna tevahî hevalên me yên şehît pîvaneke. Em behs nakin ku divê her hunermend çek bigre destê xwe û tevlî eniya gerîla bibe. Tişta ku em ji bo mirovên çand û hunerê dibêjin: ev hevala me ya hunermend di şexsiyet û afirandina hunermend de pîvana bingehîne. Ji derveyî vê nêzîkbûnek din ne ji aliyê gelê Kurd ve tê pejirandin, nejî tê qebûl kirin. Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de em dibêjin pîvana ‘ka dê li kîjan nirxan xwedî derbikevin, ka dê di kîjan sîperê de cîh bigrin’ ev heval in.    

Heval Şehît Mîzgîn navsera/zîrwe şiyarbûna hunermend e. Mezinbûna wê û xweseriya şexsiyetê wê ya hunerî di vir de veşartiye. Divê her hunermendê Kurd di nêzîkbûna xwe ya li hemberî pirsgirêkê çand-huner û civakî de van hevalan ji xwe re weke pîvan bigre. Ev jî tê wateya ji bo gel û hunera hertimî. Yên ku derfeta kirina hunerê dibînin divê bi hunera xwe ve û bi şiyarbûna xwe ya li hemberî pirsgirêkên civakê ve, bidin nîşan ku hem bi bîranînên van hevalên ku heman qada jiyanê bi hev re parvekirine ve girêdayîne, hem jî feresata wan a çand-huner û jiyanê serdest bikin.

 

Cîhan Eren


© 2006 PKK.ORG