|
Ji êşkenceya Îmralî re dawî
Sînan Şahîn
Ev nê zîkî
deh sale Rêberê me yê ku ji “pergala
Îmraliyê re” rû bi rû hatiye hiştin
ji pêkanînên herî zehmet re hatiye
hiştin. Tevî pergaleke dewleta Tirk
a huqûq û ceza, zagoneke ceza û
kuştinê heye jî, yek ji van qeydên
nivîskî yên huqûqî ji bo Rêberê me
nayê bikaranîn. Rêberê me ji
huqûqeke yek kesî an jî ji huqûqeke
bikêfî li ser serdeste re rû bi rû
maye. Navê vê bêhuqûqiyê; rejîma
Îmralî ye.
Pergala Îmralî negirêdayiyê yek
pêkanîna nîvîskî ye. Pergaleke
girêdayiyê qadên kêf û vîna wî cûda
ye. Ne diyare ku kî zîndana Îmralî
rêve dibe. Mafê gotin û bîryara
pêkanîna rêveberiya heyî li ser
zîndanê nîne. Lewre ev rêveberî ne
berpirsyarê yekemîn ê pêkanîna ye
ango ne saziya berpirsyarê vê
pêkanînê ye. Îdareya zîndanê ji
xeynî bûna bekçiyê guhartina gomlekê
îmralî wêdetir ne xwediyê çi
berpirsyartiya ye. Rejîma Îmraliyê
bi bîryarên taybet ên di meclîsê de
hatine derxistin ve, bi wan zagonên
taybetî yên yek kesî an “rêveberiya
alozî” tê navkirin ve tê rêvebirin.
Cihê pêkanînên di zîndanên din de
tên meşandin di rejîma Îmralî de
nîne. Em ji mafê hevdîtina malbat
bigrin, em ji mafê hevdîtina
parêzeran bigrin heya mafê hewa
standinê di rejîma Îmralî de tê
guhart in. Lewre mirov nikare
zîndana Îmralî li gorî pêkanînên wê
weke zîndanekê binirxînin. Ew
navenda rejîmeke taybet, êşkenceyekê
ye.
Bi qasî rêveberiya zîndana Îmraliyê
dide meşandin ne rêveberiya zîndanê
ye, ne wezîrê edalet û ne jî Serok
wezîrtî ye. Dikare bê gotin ku ev
sazî jî xwe têkilî/tevî rêvebirina
zîndanê nakin. Ne şaşe ku mirov bêje
çavdêriya rêveberiya navenda yekser
heye. Rêber Apo di hevdîtinên xwe
yên bi parêzeran re di derberê yên
zîndana îmraliyê didin meşandin de
cîh cîh nirxandin pêşxistiye. Ya
rast jî ev perspektîf û nirxandinên
ku Rêber di hevdîtinan de aniye ser
ziman in. Rêberê me nirxandiye ku ev
rejîma îmralî rejîmeke navnetew e,
di van pêkanînan de nêzîkbûna huqûqa
Tirkiyê derbazkirye derketiye holê.
Zîndana Îmralî bi paşeroja xwe ya
dîrokî ve jî nav û deng e. Tê zanîn
ku yên dijberê rejîmê derketine
xistine vê zîndanê, ew darezandine û
ew neçarî jiyînên bi zehmet kirine û
ew li vir “ji mirinê re hatine
terikandin”. Jiber sedema hewa û
xwezaya zîndanê ji tendûdistiyê re
bizerer e ew ji “rizandinê” re
terikandin e. Him ji aliyê yên di vê
zîndanê de jiyîne him jî ji aliyê
bijîşk/doxtor an ve hatiye
diyarkirin di vê girevê de û di vê
xwezayê de demeke dirêj jiyîn
negengaz e. Nêrîn û nirxandina
Rêberê me jî vê rastiyê piştrast
dike. Ji derveyî vê jî jiber Îmralî
cihê serok komarê kuştina Serok
Komartiya Tirkiyê ye navdar e û bal
dikişîne li ser xwe. Ango ew cîh
cihekî tunekirinê ye ku hîn di
destpêkê de hatiye plankirin. Tu
dixwazî bila kuştina ji dem re
hatiye belavkirin be, tu dixwazî
bila teşeya dardekirinê be, pergala
îmralî weke qada tunekirinê hatiye
hizirandin, plankirin. Mîsogere ku
wisa nêzî Rêberê me jî dibin.
Ev deh sale Rêberê me neçarî ji
cîhanê, ji mirovan qût û bi tena
serê xwe jiyînê kirin e. Car caran
bi mehan hevdîtin bi malbat û
parêzeran re nehatiye çêkirin. Bi
hinceta av ê hevdîtin nehatine
çêkirin. Bi tu kesî re hevdîtin
çênekirye, bi tu kesî re nepeyvî ye,
an rojname nedanê lê dema didinê jî
vê carê hinde cihên wê tê birîn an
piştî rojan, bi heftiyan nedanê. Him
televîzyon nedanê him jî gelek caran
jî ew radyoya ku tenê yek qenal
dikişîne ji dest standine û xwestine
tevahî girêdaniyên wî yên bi cîhanê
re heyî qûtbikin. Ger hebe di
rojnamê didenê de jî xebereke hêja
wê jî ji bo “moral” negire tê birîn.
Ji aliyê saziyên mafên mirovan ve ev
êşkenceya mezin nehatiye dîtin an
nexwastine bibînin. Weke nedîtî xwe
dane nîşandin. Ev zihniyeta van
saziyan a êşkence tenê weke lêdana
çors/qeba dihizirin nedîtine ku
êşkenceya herî mezin te ji civaka te
qûtkirin e û tu ji têkiliyê mirovahî
dûr bêyî girtin e an di wateyekê de
bi bêdeng mayînê ve erê kirine. Di
cihekî de mirov dikare bêje siyaset
ketiye pêşya mafên mirov ku di vê
rewşê de cîdiyeta van saziyan jî
namîne. Qeyd û nêzîkbûna bingehîn a
mafê mirovan; dema li hemberî
mirovahiyê tê bikaranîn beyî ku
nasnameya mirov binêre û hêza siyasî
binirxîne “mafê mirov” diparîz e.
Divê em bêjin ku dema navê Rêberê
me tê ziman mafên mirovan ên herî bi
nav û deng jî nabe xwediyê
helwesteke gelek cîdî.
Hîn di roja yekemîn a
êxsîrgirtinê de Rêber Apo kirine
zîndana Îmralî de û ew anîne rewşa
hedefa tunekirin û rizandina dem
dirêj. Piştî di dorhêleke derûniya
xwe pir giran de hate darizandin ku
ev darizandin çav boyaxkirin bû şûn
de di mehkemeya komara azad a
Tirkiyê de weke tewanbar hatiye îlan
kirin û ew weke kesekî tevahî
pêkanînan heq dike dane nîşandin.
Nirxandin û êrişa çapemeniyê Rêberê
me weke mafdarê tevahî tewanbariyan
dane nîşandin û di nava civakê de
îmajek wisa afirandine. Bi vê re jî
hewl didin pergala Îmralî ya li dijî
mafên mirovan e li ser zemînekî
mafdar bidin rûnişkandin. Him di
rojnameyan de him jî di kûrsiyên
parlementoyê de Îmralî weke “hotela
penc sterkger” dana pênasekirin, ji
bo veşartina êşkenceyê bû. Tişta jê
re digotin “her roj hindik hindik
kuştin, hêdî hêdî kuştin ev bû,
mercên Rêberê me li tê de girtî bû.
Ango di van nêzîkbûn û xwe fazkirina
pêvajoyê re mirov dikare pir esan
bibîne ku ka dewleta Tirk li ser
Rêberê me pêvajoyeke çawa ferz dike.
Rejîma îmralî mirineke ji demê re
hatiye belavkirin li ser Rêberê me
ferz dike. Ji bo pêkanîna vê
plansaziyê gireva Îmralî weke ciheke
pir gûncav hatiye dîtin. Xwestine bi
mercên xwezayî û nerehatbûnên
avabike ve; di aliyekî din ve jî bi
dorhêla derûnî ya afirinîn ve Rêberê
me fîzîkî lê berya van jî weke
wateyî tune bikin. Lê em dev jê
berdin Rêber Apo weke wateyî tune
bûye berovajiyê ve paradîgamaya xwe
ya mercên pergalê tehlîl dike
pêşxistiye û hîn zêdetir ketiye
pozîsyona têkoşînê de. Ev jî
rêvebirên pergala Îmraliyê birye
nava êrîşên hovane û sînor nasneke
de. Nêzîkbûnên xwe yên ger em weke
wate wî tune nakin wê demê em dê wî
weke fîzîkî tune bikin derxistine
holê. Rêber gav gav bi jehrkirinê ve
tune kirin jî di encama vê nêzîkbûnê
de derketiye holê. Bi karanîn û
tevlîhevkirina elementên kîmyasal ên
krom û strasiumê ve jehr kirin dane
destpêkirin. Sedema ev made
bikaranîne; ji bo veşartina vê
tewanbariya li dijî mirovahiyê ye.
Jiber piştî bandora van madeyan çi
şûna jerh kirinê namîne û jehr kirin
nayê tespîtkirin, jiber di can de tu
şûn namîne tevahî kes dê bawer bikin
ku mirin mirineke xwezayî ye.
Dijmintî bile ew qes bi hovane nabe.
Di Anatoliyê de dijmintî bile bi
egîdî ye, divê em bêjin ev
nêzîkbûnên bê şerm ne taybetmendiya
vê axê ye. Xala din a herî girîng
jî; ger girtî jî be kes dibin
ewlekariya zagonên dewletê de ye.
Zagona Tirk jî vê mafê nasdike,
diparîze ku ger şexs tewanbar jî be
dibin ewlekariya zagonên dewletê de
ye, rû be rû yê nêzîbûnê li derveyî
zagon namîne, berovajiyê ve wê
tewanbariyek çêbibe. Weke kaxeza
tûrnûsol Rêber APO derxistiye holê
ku ev dewlet û zagona wî çi qes
sixte û dirû ye.
Rêberê me hatiye jehr kirin, ev pir
zelal derkete holê. Partiya me ev
kirye belge, asta jehrkirinê ji
tevahî raya giştî re daye nîşan. Yên
tewanbar xwestine tewanbariya xwe
veşêrin, parastine ku jehrkirinek
wisa tune ye. Piştî çend meh li ser
aşkerekirinê re derbazbû şûn de
tehlîla ku CPT kirye û di pîvandinan
de rastiya jehr kirinê derketiye
holê. Herçend CPT daxûyaniya
jehrdayînê nekirye jî encamên ku
derxistiye holê, encamên pîvandinên
partiya me aşkere kirye ve encam
hatiye diyarkirin. Bi awayek pir
aşkere zimanê rapor a CPT û
daxwaziyên wî li ser çi hatiye
çandin dikare were nirxandin.
Jixwe li hemberî jehkirina Rêberê me
ne partî ne jî gelê me dikare li
cihê xwe bisekine û tu tiştekî neke.
Weke pêkanînên li ser Rêberê me li
ser gelê wî ye, pêkanînên li ser
gelê wî jî pêkanînên li ser Rêber
in. Gelê me jî tevgera me jî
pêkanînên li ser Rêber weke
pêkanînên li ser xwe nirxandiye,
girtiye dest, li dijî vê pêngava
“êdî bes e, Rêber bijî û bide jîyîn”
daye dest pê kirin. Negengaze ku
kesek Rêberê me, gelê me û partiya
me ji hev qût bike, wan cûda cûda
bigre destê xwe. Rêberê me û gelê me
wisa bi hev re bûne yek ku kesek
nikare wan ji hev qût bike an cûda
bike. Pêngava “Êdî bes e, Rêber bîjî
û bide jîyîn” pêngava yekbûn û ji
hev neqûtkirina Rêber, gel û partiyê
ye.
Gelê me bi pêngava 9 Cotmehê ve ya
daye destpêkirin ve, ji zilm û
jehrkirina dewleta Tirk a li ser
Rêberê me dide pêkanîn re gotiye Êdî
bes e, li hemberî vê êrîşê sekinî
ye, hewl daye jiyîna wî bigrin bin
ewlekariyê de. Bi vê re ji tevahî
zilma mêtingeriyê re jî gotiye “Êdî
bes e”. Gelê me ji zextan re, ji
qirkirinan re; ji tune hesibandinan
re, ji helandinan re, ji jiyîna bê
ziman û nasname re; ji bi bîrsîbûnê
ve terbiyekirinan re gotiye êdî bes
e. Bi dengekê pir bilind daxwaziya
xwe ya bi nasnameya xwe ve li ser
axa xwe jiyankirin û bi Rêberê xwe
re jiyankirinê aniye li ser ziman,
li ser bingeha vê armanca xwe çalekî
pêkaniye. Bi awayekî pir zelal
bîryara xwe ya ger neyên jiyaneke bi
hev re û biratî û ger di inkarê de
israr bikin ew dê pergala xwe ya
demokratîk damezrînin. Sala 2008’ê
bi çalekiyên mezin ve pêşwazî kirye,
bi tevlîbûneke girseyî ya mezin ve
her roj zivirandine şoreşeke mezin.
Meşa Botanê ya bi vê armancê ve
pêkhatiye, bi çalekiyên 15 Sibatê ya
xwedî li Rêber derketin û çi jiyanê
bê Rêber qebûl nakin, şoreşa jinê ya
8 Adarê û bi şoreşa Newrozê ya mezin
ve ji tevahî dost û dijmin re dane
nîşan ku dixwazin çawa û bi kî ve
jiyan bikin. Gelê Kurd bi van
çalekiyên xwe ve daye nîşan ku kesek
nikare wî mehkûmê jiyaneke bê Rêber
bike. Û di heman demê de ev çalekî
anîne rewşa sertara qonaxa pêngava
yekemîn a êdî bes e.
Jin-zilam- pîr-ciwan, zarok- gerîla-
tevahî kesên Kurd ên hez welat û
gelê xwe dikin cihê xwe bi rengekî
di pêngava êdî bes e de girtine.
Yekemîn piyê pêngava êdî bes e ya di
devdorê jiyana Rêber Apo de bûye
çarçove bi awayekî serkeftî temam
bûye, jehrkirina wî hatiye
sekinandin. Ev bi çalekiyên biharê
ve û bi şêwazê çûyîna gerîla li ser
sîperên dijmin û li hemberî êrîşên
dijmin bi egîdî berxwedana gerîla ve
pêkhatiye. Jixwe ger em dibêjin
yekemîn pîyê pêngava edî bes e bi
serkeftî temam bûye, ev bi encama
çalekî û girêdana gel û gerîlayên me
ve pêkhatiye. Me bi yekemîn piyê
pêngava êdî bes e ve ji dijmin re
daye nîşan ku ka em bi kî çima
,çawa dixwazin bijîn û nêzîkbûna xwe
ya jiyanê daye nîşandin.
Yekemîn piyê pêngava êdî bes e temam
bûye, lê pêngav temam nebûye.
Yekemîn piyê pêngava êdî bes e
parastina jiyan û tendûristiya Rêber
bû û sekinandina hovantiya dihate
meşandin bû. Ev di asteke girîng de
serkeftiye, lê êxsirtiya Rêber û
pêkanînên Îmraliyê berdewam dike.
Êşkenceya pergala Îmralî dawî
nebûye. Îzolekirina Rêber û wî ji
mirovan qûtkirin berdewam dike. Tevî
mercên giran hîn jî ew ji Îmralî yê
dernexistine ango cihê wî neguhartin
e. Di mercên wî yên tendûristî û
tedawîkirinê de saxbûn an
sererastbûneke cîdî çênebûye. Hîn jî
li piştî her hevdîtinê cezayê hicrê
didenê. Jixwe ev deh sale bi tena
serê xwe di hicrekê de tê girtin, ji
bo hizra wî cezayên giran didenê.
Cezayên hicrê yên ku jê re didin
îzolekirinê hîn kûrtir dike. Dema
cezaya hicrê jî didenê pirtûk, kowar
û radyoya wî ya qenalekê tenê
dikişîne ji jê digirin, dorhêla li
tê de dijî zivirandine êşkenceya
herî giran. Dixwazin bi van
nêzîkbûnan ve Rêber ji tevahî tiştan
qûtbikin. Tevî ji ber Rêberê PKK ye
hatiye darizandin, cezaya herî giran
danê, ji bo têkiliyên wî yên bi PKK
re ji nû ve ji nû ve ceza didenê.
Weke çi eleqeya vân pêkanînan bi
huqûqû ve nîne, pêkanîn jî di
devdorê huqûqê nayê kirin.
Di hevdîtan Rêber a bi parêzerên xwe
re de rewşa herî dawiyê derketiye
holê jî; ji bo parêznameya xwe
binivîsîne pênûs û lênûs nadenê ye.
Tiştên Rêber di hevdîtina xwe ya
dawiyê de aniye li ser ziman ji bo
mirov tiştên jiyîn fêmbike girîng e.
“Dest bi pêkanîna cezaya hucrê
kirin. Di roja înê de destpê kir.
Êdî lênûs û pênûs jî nadin. Her
gotineke me li hemberî me tê
bikaranîn. 20 roj din ceza dana
min. Tevahî dibe 50 roj. Destpêkê 20
roj, pişt re deh roj dûra jî bîst
rojdin dane min. Herî dawiyê jiber
gotina min a di derbarê 14 Gulanê
bîst roj din ceza dan min. Hincetên
wan jî “tu sih hezar Kurdan didî li
hemberî me”, dibêjin ez sih milyon
Kurd li hemberî wan tuji dikim.
Hinceta cezaya dawiyê dane min ev e.
Wisa nabe, lênûs û pênûsekî bile
nadin min… Em vê dizanin lê divê
Evrupa jî bîryarekî bigre, ger huqûq
be bila huqûqa xwe pêkbîne, ger
huqûq nebe bila bêjin yix. Ma huqûq
nîne? Bila huqûqger bêjin. Ji bo ez
paraztina xwe bikim pelekî bile
nadinmin, ez vê qebûl nakim. Di her
aliyan de li ser min zext hene. Divê
ez li hemberî van bi hezaran rûpel
paraztinê binivîsînim. Hevdîtinan bê
wate dikin. Ger ez nikarim xwe
biparîzim, ger ez parastina xwe
nakim, ger ez paraztina xwe ya
dixwazim amede nakim wê demê
wateyeke hevdîtinan jî nîne”.
Rejîma Îmralî dixwaze bi van
nêzîkbûnên xwe ve pêşiya daxûyanî û
paraznameya ku dinivîsîne, hîzrên wî
bibe astenk. Ne hewceye ku mirov
bêje ev nêzîbûn nehuqûkiyeke
aşkereye jî. Weke me di serî de jî
diyar kir, li hemberî Rêberê me
nêzîkbûneke huqûqî ji rejîma Îmralî
gerandin hewleke vale ye. Pergala
Îmralî xwe ji destpêkê heya niha bi
nehuqûqiyekê ve hatiye damezirandin.
CPT ya komîteya şopandina mafê
mirovaye û komîteya wezîrê Evrûpayê
ya ji xwe re dibêje em nûnertiya
huqûqê dikin jî vê rewşê baş dizanin.
Divê em fambikin ku bi bêdengiya xwe
ve vê bêhuqûqiyê erê dikin an
dipejirînin. Ev nêzîkbûnên dawiyê
yên li hemberî Rêberê me tên
pêşxistin êşkenceyan kûrtir dike. Bi
kinasî em dikarin vê bêjin: pergala
Îmralî xwe ji serî de heya niha
pergala êşkenceyê bû, ev jî êdî
hatiye rewşeke ku mirov nikare rake.
Duyemîn piyê pêngava êdî bes e
dawî li êşkenceya li ser Rêberê me
tê meşandin anînê, azad kirina Rêber
Apo û demokratîk kirina Kurdistana
Serbixwe hedef dike. Şiyara
bingehîn a duyemîn piyê pêngava êdî
bes e: Ji êşkenceya Îmralî re
dawî û ji Rêber Apo re azadî, ji
Kurdistanê re demokratbûna xweser
e. Divê tevahî
mirovê Kurd beyî ku şart û merc
bigere ji bo jiyînkirina vê şiyarê
tevbiger e, divê tevahî dem û cîh bi
çalekiyan ve tûjî bike.
Divê tevahî pîr û genc, jin û zilam,
gerîla û sîvîlên gelê Kurd weke
yekemîn piyê pêngava êdî bese de
kirye di duyemîn piyê pêngava êdî
bese de jî heman nêzîkatiya
çalekiyan bide nîşan, beyî ku
pêngavê bi wext re sînor bike divê
bigihîne serkeftinê. Divê tu gomanan
nejî xwedî li pêngavê derbikeve.
Divê bawerya xwe li hêza xwe bîne û
bi baweriya wê serbikeve ve nêzî
pêngavê bibe. Çawa ku di yekemîn
piyê pêngava yekemîn de golan tûjî
kirin, daxwaziyên xwe bi dengekî
bilin ve anîn ziman û talûkeya li
ser Rêberê xwe belav kirin divê dîsa
baweriyê bide xwe û qolanan
bizivirîne qada çalekiyan. Divê
bizanibin ku, ev çalekiyên gel dê
Rêber Apo azad bike; dê ev nêzîkbûn
ji Kurdistanê re demokratbûna xweser
bîne; dê ev nêzîkbûn ji êşkenceya
Îmralî re dawî bînin. Divê em
bawerya xwe bidin vê, vê serbixînin.
Çawa ku jin û ciwanên Kurd di hema
her demê de barê giran ê têkoşînê
hilgirtiye, yekemîn piyê pêngava êdî
bes e bi şoreşa mezin ve birye
serkeftinê, dê ji vê şûndetir jî bi
heman coş û bîryarê ve nêzî têkoşînê
bibe û dê serbikeve. Dê ne tenê
qolanan, dê her qadê bizivirînin
qada çalekiyê, dê her rojê bînin
rewşa çalekiyê û heya Rêberê me
digihînin azadiyê dê têkoşîna xwe
wisa berdewam bikin. Û dê keç û
lawên Kurd berê xwe bidin çiyayên
azadiyê. Çiya amedene ku keç û lawên
Kurd ên ji êşkenceya Îmralî re
gotine bes e hembêz bike.
|