|
FELSEFEYA PKK Bİ YA HEYÎ RE TÊR
NEBÛN
HER TİMÎ, HÎN ZÊDETİR HİZİRÎN Û
SERKEFTİN E!
Helbet
mezin axaftin, peywendiya xwe bi
mezin guhdarvanî û şagirtîbûnê ve
heye. Heya hêza gundarkirina
şagirtan û têgihiştina xwe lewaz be,
axaftina me yan pir zêde wateyek
venabêje, yan jî ji qîmeta xwe pir
tişt wenda dike. Dinavbera mede yek
jî pirsgirêk heye.
Çalekiya partî birê ve dibe gelek
mezin e, lê yên viya têdigihijin pir
biûk in yan jî yên di rewşa
têgihiştin û şer kirinê de jî wekî
cûcene. Helbet di vir de guneh neyê
kesayetê ye. Ev, jêdera xwe di
rastiya neteweyî û civakî de dibîne.
Ev we ew qas bê angaşt û wate kiriye
ku rexneyên me tev encam nadin.
Pirsgirêk ne inyeta başbûn yan jî
nebûn nîne, pirsgirêk ne cesaret
kirina şer e yan jî her tiştê xwe
dayîne jî. Pirsgirêk mezin afirandin,
mezin têgihiştin û ê heyî ticarî ne
ecibandin hîn zêdetir hizirîn,
xwestin û pêkanîn e.
Li gel me ger şoreş mîsoger wisa be
dê bie serkeftinê. Yan jî feraseta
we ya bi heyî ve bes mayîn, li roxmî
hemû dildarî û canfedayî ya we, bi
binkeftinekî nebaş re encam girtin
jênerevîn e. Nebûna we a mirovê
çalekiyê a mezin diafrîne bê şansî û
belengaziya we ya mezin e. Mirov her
li we dinêre diêşe. Ew lewazbûn û
neçariya we a di warê îdabûnê de qîr
qîr di qîre; dibêje “ ez ev qas im,
pir hêvîdar nebin ji min”. Di vana
tev de inyeta we ya pir baş, kar hîn
zêdetir trajîk dike, tîne rewşekî
dilê mirov pê biêşe. Mînak hun
dikarin bi min re heyecan bigrin, di
ramanên we de, hêviyên we de û rihê
we de divê derfeta jiyanê were
dîtin. Lê bi roxmî bi hezaran ji we
li hember min in lê heyecanek mezin
min nagre. Ji ber ku angaştekî,
hêrsek û çalekiyekî we rê li ber vê
veke, nîne. Helbet ev jî trajediya
min e. Tengaviya min pir mezin e, em
bêjin jiyana biêşe, ez neçarim ku
bixwe bixwere bes bibim. Ez neçarim
xwe bikim xwediyê çareseriyê û xwe
birêve bibim. Tenê şer bidijmin re
na, neçarim ku bi serkeftî li hember
xwe jî şer bikim.
Hun şer çi dihesibînin? Birastî jî
hun nikarin di kêlaka şer re jî
derbas bibin û ev jî jêdera
xemgîniyekî hîn mezintir e. Rewşa we
ez bi deh saliya xwe re dipîvim; ez
we hîn bê tevgertir, bêheyecan,
bêxwastek dibînim. Divê em vê sirê
vekin. Ev ne çarenûseke. Pêwîste her
tiştê ku we aniye rewşekî wiha em jê
hesab bixwazin. Dibînim ku hun pir
di tirsin li rastiya xwe binerin.
Hun di rewşekî hew qas bênaverok,
heşifî, bêhal û bêberhemdene ku hun
nikarin hêza li xwe nêrandinê bidin
nîşandan. Li ser vê ra jî bi derewan
hatiye pêçandin. Bala xwe bidinê
felsefeya we a civakî-hêvîdarim ku
hun dê dersa felsefê bi rastbînî bi
şixulînin, ev e; xwe ji rastiya xwe
ya heyî cûda dayîna nîşandan, heta
bi rastiyê re dinava peyveke pir
berovajî de jiyîn! Belê, ev di we de
herî taybetmendiyekî felsefîk ya
bingehîn e. Di me de felsefe wekheve-bi
xwe karîna cûda dayîna nîşandan ve.
Ev felsefeyek bêşans û pir talûkeye.
Di rastiyê de mirov dikare ji vê re
bêje bêfelsebûn jî. Ji yê
nêzîkatiyekî xwe yê pir bihêz ji
jiyanê re nîne, mirov dikare bêje ku
ji nêrîna cîhanê jî xizaniye.
Gava ez dixwazim we bandor bikim xwe
hertimî di lêpirsînê re derbas
dikim. Ez divê dunyayê de çima heme?
Divê ez bispêrim çi hebim? Sedemên
min ên heyînê çiye? Heya ku ez vana
nehizirim negengaze ku ez bijîm. Lê
xwe bihizirin, hun pir zûde ketine
nava înkara jêderên xwe yên heyînê.
Ji ber hun ji lêpirsîn kirinê
direvin, bi derewan, xapandinan,
xefletan ser girtin ango pêçan jî
hun weke felsefeyekî jiyanê
destdigrin. Hun di bingeh de dibe ku
ji ber ji feraseta felsefeyek sexlem
dûr in wenda dikin. Ew feraseta
felsefeya ji were tê ferz kirin ji
ber gişt bavikseleriye ku ev jî di
me de bi temamî jêdera ketina civakî
ye. Dîsa dibin hemû cûre bandorên
kolekirinê a serdestiyên biyanî de
kesayetek stuyê xwe tewankere. Ev jî
heşifîn û ji afirandinêye bi temamî
bingehî qûtbûna ferasetekî ye.
We nêrîna xwe ya bingehîn ji bo
azadiyê di bingeh de wenda kiriye.
Wekî hun bê felsefe hatine xwedî
kirin û felsefeya we ya dijmin e.
Divê ez eşkere bêjim ku çalekiya min
a herî mezin, hîn min xwe naskir
nasnekir, nêzîkatiya bi talûke a li
hember cewherê mirov min nerazîbûna
xwe da nîşandayîne. Û dibîra min
deye. Di têkiliyê min yê bi zarokan
re de, bi malbatê û her çû bi civaka
gund re min hema nakokî jiya. Min
got divê ez weke van nebim û bi xwe
cûda dayîna nîşandan re min destpê
kir. Gava hemû kes hewla bi yê din
re baş jiyîn, texlîtê bavikselerî û
duzenwariyê dibûn, ez ketim nava
lêpirsînekî pir mezin. Gava em
dixwazin li ser vê bingehê avabikin,
lê hun li berovajiyê vê, pergal çi
dixwaze, pergala bavikseleriyê çi
ferz dike we xwe di wê de razand.
Encam, ha îro bi we re ew kesayeta
ku em pêre şer dikin, a nayê
partîbûnê, artêşbûn, serkeftinê,
nayê jiyanê û kesayetek nayê
xweşîkbûnê dibe; ev hatina rewşeke
pir bipevçûn, nakokî û girêka kor
dibe. Ger qelsiyên we ên pir mezin
neba, ji xwe di rastiya we ya şer û
civakî de ev qas lewazî nedihat
jiyîn. Ger kesayetên we yên sexlem
heba, hun dê ketiba rewşekî ev qas
dilşewat? Dê karên partî û têkoşînê
hew qas bi xeletiyan derbas biriba?
Lê a herî nebaş jî xwe wisa
pejirandine. Wekî ku ez li roxmî ev
şerê mezin jî hîna xwe naecibînim,
ji bo ezê xwe çawa biserkeftî bikim
jî dinava lêkolînekî kûr deme. Lê
hun ji difna xwe mûyek jî nakşînin.
Dê çi bibe? Bivê pîvana ecibandinê
re bibe bibe, berê li hemberê
Îslamiyetê, li hember herî şoreşa
mezin ji perestina pût an, ji birina
pût perestên baş ên biçûk wirdetir
hun nikarin biçin. Li gorî we hun
ketine meydana şer, lê bidîtina min
hîn cesareta ketina meydana mêraniyê
jî, heta baweriya wî, peyvên wê ên
destpêkê jî hîna hun nikarin bixin
devê xwe ango bînin ziman. Her
dihizirim dibêjim riyekî çawa ji van
re xîz bikim û divê bimeşînim, ji
ber vê jî ez xemgînim. Ji ber hûn
jiyanê li ser lingan wenda dikin. Di
vê mijarê de bi hinek kirêtiya xwe,
rebeniya xwe û bi binkeftinên xwe
wenda dikin.
Bi ji derve de zextandinê re,
zorandinê re û bi teşwîq kirinê re
kesayetek bihêz dernaxîne holê. Yê
di ramanê xwe de mijulbûnên pir
mezin nîne, di rihê xwe de tengavî û
hêrsên mezin nîne, ên çavê xwe nadin
hedefên mezin, bi ji derve de ti
dehfandin û berjewendiyan re nakeve
riyekî pêşketinê. Ji bîr nekin ku bi
were her kêlî bandorkerên me ên
pêşdeçûnê wisa sivik, ji devre de
dehfandin û bi teşwîqan dibe.
Mîsogere ku li ser vê bingehê ji
mişekarekî klasîk wêdetir hun bibin
kedkarek jî, bibin kardêr jî,
kesayeta we jî ji wêna wirdetir
pêşnakeve.
Gava hun felsefê mûneqeşe dikin,
dibêjim xweziya we bizanîba nîqaş
bikin. We xwe di feraset de zincîr
kiriye. Emrekî tev jî, sedsal jî
bidome, em di qatê wê ser zêde
bikin, bivê felsefeya girêkor re,
bivê feraseta xwe ya jiyanê re
mîsogere ez bihêvî nabim. Ez çiqas
hewl didim we bandor bikim. Encam,
ji ber vê sedema girêkor a felsefê
re herî xebatên binirx jî ji bêwate
kirinê wêdetir naçe. Helbet
taybetmendiyekî vê ya girîng jî pir
xweperestbûn e. Ev kêfiyetî,
ezezetî, dîsa dibin bûyera
evîndariya xwe de felsefeya diraze
ya herî kêm xwestin, a herî bêhêz
xwestin, a herî ji hêz ketî, helbet
di encam de a herî binkeftî
pejirandine. Herî kesayetekî we yê
bijare, mînak rayeyekî partî gava
girt, ji ber sedema nêrîna we a min
di vir de gotibû di demeke kin de ji
xistinê wêdetir naçe.
Di raye ya PKK’ê de, rastiya PKK’ê
de bingehekî felsefî heye. Çi qasî
were înkar kirin û hun negihijin
pêwîstiyên wî jî, bi hewldanekî pir
mezin ew nêrîna felsefîk a em
dixwazin desthilatdar bikin û teşe
dayînekî li gorî wê heye. Lê yên xwe
xistine nava viya, ketine nava raye
ya vê û yên xwe xistine bin
berpirsyariya vê de, dibingeh de ji
ber lihevbûna wan ê felsefîk nîne,
di wateya ku min aniye zimande-hîn
rasttir jî em dikarin bêjin
ezezitî-bi ezezitiyekî bênaverok re
ji ber xwe ferz dikin, di demeke kin
de maşîna (aşınma) partî derdikeve
holê. Tunebûna pêşengtiya partî tê
jiyîn.
Halbûkî di PKK’ê de felsefeyeke
bingehîn a
ferasetê heye. Ger tu xwe biwî re ev
qas biezezî ferz bikî, hîn piçek
pêşketinên dijmin çênebiribe jî tu
dê wenda bikî. Bi vê felsefeyê re
ancax di hindir de binavê dijmin hun
qelê fetih bikin. Hun dê dawiya vî
bikûrahî fambikin. Êdî bi vê
felsefeya kesayetê re a li ser
civaka me desthilatdar dibe, dikare
sîxuriyekî herî baş a objektîf bike.
Bal bidinê, civaka me dibin
dorpêçkirina rojane a dijmin de
wenda nake. Di rihê wî de, mejiyê wî
de qaşo feraseta jiyanê a têde
hatiye çandin sedema herî bingehîn a
binkeftin û wendakirina wî ye.
Civaka me ne tenê hatiye fetihkirin,
piç piç bûye, pir xalên kêm ên
sparek maye.
Gelo birastî jî hêzekî we ya
felsefeya partî fam bikin heye? Ev
pir girîng e û pirsgirêke kî pir
mezine. Nebêjin felsefeye û
derbasbibin, divê hun şer li vir
bidin. Hîn tê bîramin, perwerdeyekî
min yê cidî yê felsefê nînbû.
Biagahiyên felsefê a parçe parçe re
mijûl dibûm, dîsa ew qas zêde
agahiyên min ên olî nînbû. Lê min
hindek bandoriyan dijî. Demek wisa
bû ku êdî min xwe pir zehmet li ser
piyan digirt. Bêbaweriyekî pir
mezin, dudilî ew qas hindirê min
qewirand ku, hêza ti kesî a bikare
min li ser piyan bigre nînbû. Ez
bawerî bidim kî? Bispêrim çi û bijîm
gotinê re xilasbûm, hema hema ez
çûm.
Salên lêgerîna min a felsefî heta
pileya dawî biêşbû. Wekî min gotî
hem hêza min a têgihiştinê lewazbû,
hem jî min çi qas hewla hûrkolînê
dabe jî asta min a çandî dest
nedida. Wê demê dema min eleqeyek
bisînor ji sosyalîzmê re dida nîşan,
helbet ev lêgerîn bes nedikir. Ji bo
felsefe were têgihiştin xwedan tenê
jî bes nake. Peywendiya viya
bijiyanekî pratîk a pir alî ve heye.
Ji xwe jiyana pratîk bixwe dê te
bibe felsefê. Dê te bibe feslefeya
yan erênî yan neyînî, yan azadî yan
jî koletiyê. Wisa texmîn dikim ku
şereke we a felsefî çênebûye. Hîn
rastirîn, bêyku têkevin ferqa
pergala desthilatdar wekî çi daye
we, we jî wî ya pejirandiye, bel ku
jî dibin zihniyeteke ji dema
koletiya kevin hîn zêdetir talûkede
we teşegirtiye. Ji lewma jî hun
pêdivî bi felsefeya azadiyê nabînin.
Ev ferasetekî temamî ji serî de biwe
dide wendakirine. Niha çima nîqaşên
mezin ên raman ango hizir nayêkirin?
Ji ber hîn di we de bingehekî ne
siyasî, neleşkerî, ne jî felsefî
nîne, di nêrîna wê ya bingehîn ji
cîhanê re ji ber nêrîna xwe
têrkirinê hîn nehatiye rûnişkandin,
hun qet nikaribin ji zanistiya
polîtîk û askerî fambikin, famkirina
we jî ger bibe heya pileya dawî ji
agahiyên ziwa wêdetir naçe.
Rêbertîkirina min ji pêşketinên
siyasî û askerî ya heyî re jî ji nêz
de peywendiya xwe bi nêzîkatiya min
a felsefî re heye. Ger ferasetekî
bingehîn a min ya felsefîk nebe,
nikarim çareseriya ev qas pirgirêkên
giran ên siyasî û askerî bigrim
serxwe, nikarim vî şerî jî bidim
meşandin. Lê di we de tam berovajiyê
vî, binavê raman û felsefê nabêjim
maşîn jî , felsefe ne rewşeke heyîna
xwe ye. Heta partî hinek fikrên
partî ferzbike, ji wî ya jî rev û bi
vî awayî qaşo hun bûyîna mirovê
çalekiyê dihilbijêrin. Kes, çi qasî
ji raman qût be, hun dinava
nêzîkatiyekî ev, dê pratîkbe dene û
dinava pir nêzîkatiyên bitalûkede
xwe pejirandina we mijara gotinêye.
Bala xwe bidinê, di her şoreşeke
mezind e pevçûnên pir mezin ên fikrî
hene, pevçûnên olî hene, pevçûnên
mezhep hene. Ev pevçûnên ferasetane.
Yên li ser bingeha feraseta xwe
şerekî bihêz nade, di pêvajoya pişt
re de jî bihêz nabe û serkeftî jî
nabe.
Di rastiyê de bidersa felsefê re
bimîsoger emê hewla vê tişta he
îspatkirinê bidin. Bihêz nêzîk
nebûna we îro ji pirsgirêkên siyasî
û askerî re, mezin nîqaş nekirina
we, ji lewra jî çênekirina civînan
jî peywendiya xwe ji hejarbûna we ya
felsefê digre. Bi vê rewşa xwe ya
heyî re her gavekî we yê pratîk ku
hûn bavêjin ji xetimandin û korbûnê
wêdetir ti encam nade. Ji lewra jî
riya çareseriyê, biqandî avêtin ango
xwe ji felsefeya koletiyê
xilaskirinê, ji nêrîneke bingehîn a
rast ji cîhanê re jî derbas dibe. Ev
diwateyekî çors (kaba) de, di
şêweyekî ku prensîbên koletiyê de
nabêjim. Felsefe, bitaybet jî klasîk
di pirtuka G. Polîtzer de aniye
ziman, min xwend, lê hindek
agahîbûn. Lê wekî ku min daye
diyarkirin şerê eslî bi daraziya
civakî re û şer re me da
destpêkirin. Ne ku mirov nikare ji
pirtukan sûd bigre, lê pirtuka
bingehîn ango esas ya jiyanê ye.
Jiyan birastî jî dibistanekî mezin
e. Jiyan di heman demê de
dibistanekî felsefê ye.
Mînakên vekirî ezê bêjim; di şertên
ku ez têde çêbûm, pir zêde bizanebûn
nebim jî, nespêrim pirtukan jî min
ne dieciband. Li gorî min diviyabû
ku ev wisa neba.
Min digot em çareseriyan
pêşnexînin. Ev tenê xwastekek bû, lê
xwastekek girîngbû. Ez bitiştên
malbat dan min, civaka gûnd û pergal
dayî ve têrnebûm. Ev nêzîkatiyekî
felsefêye, bes nabînim, têr nabim.
Her ku hêza min zêdebû, agahî ango
zanyariya min zêdebû hîn zêdetir
xwastek pêşdikeve. Helbet hîn
zêdetir xwestin çiye? Ez welatek
dixwazim, gelek dixwazim, jiyaneke
nû dixwazim. Her ku ev pêşketin,
başe, pirsa tu dê viya bi çi bikî
xwe ferzkir?
Pirsa tu dê viya biçi bikî vê tişta
he tîna bîra me; ezê bihêzê bikim.
Bihêzeke çawa, hêz dê çawa çêbibe?
Va dê bi vî rêxistinê re, partiyê re
û van têkiliyan re çêbibe. Ev hemû
pir balkêşin, pêwendiya xwe bihev re
hene. Ê ku dibêje, “dixwazim, a herî
baş, herî xweşîk dixwazim, lê hêza
min a pêkanînê nîne” binakoke, bêvac
(tutarsız) e. Mezin xwestin, diheman
demê de pêkanînekî ango kiryariyekî
mezin jî ferman dike. Ev vekiriye.
Diberovajiyê viya de va ew daxwaz û
arezûyên li ser civaka me
desthildarbûye re pêkanîn dinavbera
van tiştên dixwazin û yên pergalê de
derewkerî û bêastebûn tê jiyîn. Li
piştî wê re jî şêwaza bergerandin û
parsektiyê pişt piştî hev tê. Dîsa
ji ber perwerdeyekî wê yê bingehîn a
felsefê nîne, hun vê nakokiyê dijîn.
Mezin xwestin mijûlbûnekî mezin
dixwaze.
Mînak artêş tê xwestin, ev li gel me
biqandî nan û av pêwîste. Talûkeyekî
pir mezin a tevahî hêviyên me ên
jiyanê, heya heyîna jiyana me û
nasnameya me tune dike heye. Niha
kelemên li ber hemû lêgerînên me yên
felsefî disekinin hene. Sedema me
heyîna me tehdît dike. Ger me viya
famkir, dibingeh de viya bihemû
aliyên xwe ve bide hesandin. Wê çaxê
dê çi bikeve rojevê? Tu dê bêjî “
divê ez vê talûkêya mezin çawa
derbasbikim? Heya talûkeya mezin
neyê derbaskirin ez nikarim ti
xwastek û hêviyên xwe pêkbînim”. Tu
dê bêjî “ti xwastekên min pêknayên,
ti hezkirinên min nabin, heya ez
nikarim nanekî bitendûrist jî
bixwim, nabînim. Ji ber dibin gefê
de ye” ev jî rast e. Heger we vana
tev baş famkiribe, wê demê hun dê
bêjin li hember li gorî talûkeyekî
mezin wê demê hewldanekî mezin jî
dixwaze.
Talûkeya mezin çiye? Dibingeh de em
dibêjin dewleta mêtînger a Tirk yan
jî weke hêza wê ya herî şênber
artêş, artêşa şerê taybet a faşîst
em dibêjin. Hêzekî her tiştê ji
destê me digre heye. Va di berê de
digotin cinawar, mar, nizanim
artêşên îşgalê digotin, yên a niha
ji wan hîn zêdetir talûkeye.
Cenewarên berê belku yên lewaz
didaqûrtandin. Lê di cihekî din de
yên bihêz derdiketin di wan axan de,
ji bo wî gelî dikarîn pêşketinekî
çêbikin. Niha topyekûn gel
xilaskirin û welatekî wêrankirin e;
mirovan jî, heya mejiyê hestiyê xwe
xistine. Şêwaza teknîk û mêtîngeriya
niha viya dike. Wê çaxê, talûke hîn
mezintir e.
Wê demê tu dê encamek çawa ji vê
derbixinî? Divê tu encamekî “divê ez
xwe pir fambikim, nasbikim, xwe
birêxistin bikim” derbixinî. Ger tu
li gorî mezinbûna dijmin viya bikî,
tu dê bigihijî encama “ dijminê min
mezine, ji bo ez jî viya derbas
bikim mezinbûna tê xwestin, dixwe de
avakirin şert e”.
Ev pir eşkereye. Wê demê divê tu
mijûlbûna xwe ango têkoşîna xwe
mezin bikî. Biqandî tu dijmin
bixinî, mijûl bibe heya li cihê wî
biqandî hêviyên me pêkwerin nûbûnan
biafrîne! Tu dê çareseriya van dixwe
de bibînî, bawerbikî, bizanî, bikî,
ger tu bivacbî li hember pergala
heyî yan jî ji bo feraseta azadiyê
tu dê viya bikî.
Wê demê felsefe wisa ferman dide
ji bo nêzîkê pirsgirêkê bibin. Hîn
rastir felsefeya azadiyê wisa ferman
dike. Ji ber vê divê mirov bixwe
bawer be. Mirov herî teknîka mezin
e, ger bixwaze ji bombeya atomê hîn
bibandortire. Gava em dibêjin
teknîka herî mezin, dîsa dema em
dibêjin biqandî bombeya atomê
bibandore, hun dê bêjin “başe, çawa
dibe?”. Ev bixwe rêxistinkirina kes
re gengaz dibe. Ji ber felsefeya
dijmin li ser we serdeste, tişta hun
dibêjin ezezî dirastiyê de
înkarkirina rêxistinbûnê ye. Di
raman de, hest û di pratîk ê de jî,
bixwe re bisînor mayîn mijara gotinê
ye. Encam, bûyîna yekî reben e.
Encam, çend ehbap çawişê wî hebe,
hinek hawirdora wî ya malbatê hebe,
tê wê wateyê hîn ji serî de mehkûmê
bêhêzbûnê bûye. Ev ji ber felsefeya
ezeziyê ye ku dijmin viya birojane
xwedî dike. “Malbata te hertiştê ye,
karmendiyekî biçûk her tiştê te ye”.
Ev felsefe dê bime bide wendakirin.
Armanca wî biçûk, rêxistina wî
biçûk, çalekiya wî biçûk; xwe yan
diparêze yan naparêze. Felsefeya
azadiyê berê hertiştê dizane ku bi
vê ezeziyê re, xweperestîbûnê re
tiştek biser nayê xistin. Divê tu
bêjî “pêwîste mezin were şerkirin”.
Mijulbûnekî mezin dixwaze, hêzeke
mezin dixwaze, artêşeke mezin
dixwaze.
Artêşa mezin çawa çêdibe? Bihêza
îqnakirin û perwerdekirinê re
çêdibe. Negengazeku artêşa azadiyê
bi dar ango şiv çêbibe. Îqnakirina
mezin, propaxandayekî mezin, xebata
îqnakirinekî mezin dixwaze. Têkilî
derxistina holê û pêşxistina
têkiliyan ferman dike.
Bihizirin, hun wisa dikin? Na.
Peywendiya we bifelsefeya azadiyê re
lewaz e. jibîr nekin, heya hun ji
xwe rêvebirinê jî acizin. Tê wê
wateyê ku hun diher aliyekî de dibin
bandora dijmin dene. Hun di hewayekî
wekî “ez ne li aliyê dijminim, ne jî
aligirê şerê azadiyême, ez lialiyê
xweme” dene. Ev jî derewek mezin e.
Li aliyê xwebûn, ji ajanên dijmin ên
objektîf re, askerbûna dijmin re
lîstin e.
Ev pir eşkerene. Çeka viya çiye? Xwe
xapandine, xeflet e. Hizra xwe heya
pileya dawiyê jêçûyî û belave,
arezûyên xwe pir paşverûye.
Bihizirin, felsefeyekî cixarê,
bişorbeyekî sivik re têrbûn, bi yek
du ehbap çawiş re besbûn û di
têkiliyan de xweşîkbûn û
liqelîtebûnê negerîn… qey rewşa
pirek ji we ne wisa ye? Ev dê
çalekiyekî mezin biafrîne? Dê rê li
ber hestên mezin veke? Ji lewra jî
ev, nikare rê li ber hunera polîtîk
û askerî vebike. Dîsa nikare rê li
ber welatparêziyê jî veke. Ji were
bimîne ev çarenûse; hun dê bêjin “em
wisa çêbûne, dê wisa jî biçin”. Lê
min daxuyakirin ku ev newisa ye. Ev
rewşa ku bitemamî berovajiyê
bêrîkirinên bingehîn ên azadiyê yên
mirovane, dema rastiya civaka me a
koka xwe dispêre sedsalan û wêdetir
ku dibin îşgalên biyaniyan de
biawayek trajîk teşegirtine, dibe
mijara gotinê, pir çelexwer,
bênaverok, pir ezez û biqandî ezeze
jî weke encama felsefeyeke pir bêhêz
yan jî rastiyekî civakî ye. Bi qasî
ku hun dixwazin dikarin bixin
qilifên cûda, hun nikarin ji vê
daraziyê xilas bibin. Bitaybet
dinava we de yên dibêjin “dinava
refên partî de ez qet pêşnakevim,
xetimîm” ezeziye, biqandî ezeze jî
dibin hemû seknên ku nayên rêxistinê
de ev nêzîkatiya dijmin mijara
gotinê ye.
Nepejirandina vê, pêwîstiyekî
felsefa me ya azadiyê ye. Ne tenê
we, ew dinyaya ku dihate ferzkirin
jî min nepejirand. Divê hun viya
têbigihijin. Hela ger hun xwe ji bo
berendamiya Rêhevaltiyê di deynin
holê, qet nekevin vir yan wir. Ev
tev tê wateya me hevbevşê derewên
xwe kirine. Wekî axînên “ez ji ber
vê sedemê pêşneketim, min hêza xweya
raman pêşnexist, ji ber vê sedema he
ez rebenim, xetîmîme” tev derewin û
curetkirina van derewan li ser me
ferzkirine. Birastî jî, ev
bêrêziyekî mezin e. dirastiyê de
helwesteke ku divê qet dinava refên
me de nebe ango tunebe, lê di heman
demê de helwesteke herî zêde tê
dîtin.
Hun nikarin heşifîn û koletiya weke
qîrê her aliyê me girtiye biparêzin.
Hun nikarin bahane ji viya re
bibînin, qet nikarin parêzvaniya vî
bikin. Dibe ku pir zehmet bibe, lê
bidîtina min têkoşîna herî pêwîste.
Dihizirim, dibêjim têkoşîn hertişte.
Ji dervey vê her tiştê ku peywendiya
xwe bijiyanê ve heye netiştek e.
dibêjim ile têkoşîn, ile têkoşîn. Ji
dervey viya ti tiştekî ku me bîne
serxwe, dewlemend bike nîne. Heta
têkoşîn têkoşîna şoreşê ye. Di
têkoşîna me ya şoreşê de ev şêwaza
şer hertişt e. Tiştên ên bijiyanê ve
eleqederin netiştek in. Felsefe ev
e.
Ez hewla xwe naskirinê didim; kî me,
çi me, çawa hatime vê rewşê? Ez
bitêkoşînkirinê ve hatim vê astê.
Mijulbûnekî mezin min da;
mijulbûnekî wisa ku niha biserê xwe
teqandinekî mezin e, weke bombeyeke.
Bipergala xwe ya rêxistin daye
çêkirin re, şêwaza xwe ya çalekiyê
re, bişêwaza jiyanê re hun dibînin,
her roj hema bombe tên hilberandin
ku viya ez hema wisa nabêjim, dijmin
jî her roj dibêje, “teror tê
afirandin”. gotina dawî ya
emperyalîzmê dibêje jî, ev e,
kesayeta terora mezin diafrîne,
navend!” ev tê vê wateya he:
kesayeta mezin a têkoşer! Û ev tê
afrandin. Li gel me, di rastiya
civaka me de bişêweyek dîtir ti
tiştek nayê çêkirin. Bêtêkoşînî ya
herî nebaşe. Ev lihevhatinên ku me
behs dikir, xweger (uyurgezer),
bêîdabûn, kûrnebûn, hemû vegotina
bêtekoşîniyê ye. Ev jî tê wateya
nebûyîna tiştek. Pirsgirêkên we yên
şêlû ku dişibin viya pir hene. We
kesayeta têkoşînê esas negirt, ger
ev bingeh hatiba girtin, we her roj
têkoşîn kiriba, we dê bikarîba
çareseriyê jî, derxistiba holê.
Divê hertişt ji bo têkoşînê û
têkoşeriyê be. Ev têkoşînekî dihizir
de, pratîk de, rêxistinê de,
têkiliyê de, ango di her wateyekî de
ye. Di encam de dê ev têkoşîn we di
her aliyekî de afirandiba. Wê yê
herî paşverû jî, bihêz kiriba. Hinek
şêwazên we yên têkoşînê, hinek
nêzîkatiyên we, şêwazên we yên
jiyanê hene. A herî xeter jî, di vir
de ye. Xwe xapandinekî wekî hun dê
bizanin bijîn, wekî derfên
jiyankirinê hene, heye û ev jî pir
berbelav e. nêzîkbûnekî weku têkoşîn
pêwîst nîne heye. Na. Têkoşîn li gel
me şêwazekî tenê ya jiyane ye.
Şereke bi têkoşînê ve nehatiye
girêdan, rêxistin yan jî, kesayetan
nabe ti encaman. Jiyanekî ji derveyî
vê dê bibe koletiya zilam, di roja
mede bibe xiyanetê yan jî bike
qontrayê dijmin. Rêya viya ya navîn
nemaye. Gotina , “ez hinek ji xwe re
jiyanbikim” tê wateya “ez hinek
dijmin bihêz bikim” e. Hinek kêfa
xwe, hinek ezeziya xwe jiyankirin tê
wateya, dest ji artêşê berdane. Gelo
di vê wateyê de hun dê li ser riya
rast a jiyanê de, riya rast a şer de
biçin? Pirsa sotîner ev e. Hun dê
wêrekbin, ev şerê hindir dixwe de
dijwar bikin? herî pirsa sotîner ev
e. A herî xirap jî, wekî vê pirsê
nekirin bersîva viya nedayîne, wekî
ku min daye diyarkirin di rewşekî
jiyankirinê de nebûyîn, lê wekî dijî
nêzîkbûn û xwe xapandine. Tişta we
de pir berbelav ev e.
Bitaybet tişta ez di kadro de
dibînim ev taybetmendiya xwe
xapandinê ye. Kesek niha viya ji min
re nabêje; heta ez niha çibêjim dê
bipejirîne. jixwe bala xwe bidinê ez
gihiştime sifeta mezinbûnê. Civak
amadeye ango vekiriye ku tiştên ez
dibêjim weke ol fam bikim. Lê bala
xwe bidinê, ez şerê heqîqetê
didomînim. Şerekî min yê mezin a
rast di felsefê de, polîtîkayê de,
bitaybet di askertiyê de û helbet
hîn biawayek şênbertir di şêwazê
rêxistinê de heye. Xwe têxin dewsa
me. Civak û partî amadeye ku
hertiştê min fam bikin. Ez bawerim
ku yên derewan bawerdikin, yên xwe
xapandine jî hene. Heger rewş ango
mijara we wekî ya me bibe, helbet
xwe xilaskirin yan jî wendakirin
jênerevîne.
Pirek dîktator, despot yan jî
derewker dibêjin rêbertiya civakê
wisa diber xwede derdikeve holê û
weke felaketekî hildiweşin ser serê
civakê. Lê em hîna dinava xwe de ji
bo rêxistinbûnê çêbikin, ji bo
şêwazê askertiyê bînin astekî
jiyanîkirinê dinava têkoşînekî
bêhempa a pêşxistina rastiya xwe
dene. Ji pirsên wekî “çima ez
paşverû û kêm im? Çima ez neçarim ku
besbim?” re her roj bilêgerînan re
tên bersivandin û dîsa jî, ev bes
nake. Lê heke ji were bimîne hun ji
xapandinan wêdetir naçin. Rêxistinê
jî bixapîne, xwe jî bixapîne, artêşê
jî bixapîne, di şer de herî lîstikên
erzan bilîze, lê dîsa jî wekî şer
dike xuya bike! Hun van jî dijîn.
Encam, kesayetekî fermandar a pir
bêbandor e. Bidîtina we kesayetek
rêber, ê herî di hunera xapandinê de
polîtîke. Jixwe li gel we
siyasetkirin tê wateya, bigiranî xwe
xapandinê. Heya jê tê bikare
bixapîne yan jî bitirsîne,
bizincîran bikarî bide girêdan, wê
çaxê bû kesayetek polîtîk.
Lê binêrin, di rastiya me ya
rêbertiyê de rewşekî gelek cuda tê
jiyîn. Li roxmî hemû pêşketinan
naecibîne, xeletiyan dibîne. Em li
vir çi bêjin? Ji yên rojane
pirsgirêkên siyasî û askerî dijîn ku
em ji wan hezar kilometre dûrin hîn
baştir dibînin û dinirxînin. Bi viya
re jî bes namîne, ji bo çareseriyê
derfet diafrînin. Li xwe binêrin,
qet kêmasiyên xwe nedîtin, kêmahiyên
xwe veşartin, a herî girîng jî ji
pêşketinan revîn û ji bo pêş de
neçûnê jî bahane derxistin heye.
Herî Egîdê wî mirina herî erzan
hêjayî xwe dibîne. Ev jî encamekî
xirabe. Ji ber vê çendê jî li roxmî
hemû hewldanan kesayetên bihêz
dernakeve. Ev jî neçarenûseke. Ger
bala we kişandibe, dema girêdayî
şewazê rêbertiyê jî dimînin dikarin
viya bihêsanî derbas bikin.
We dinava xwe de lêgerînek û heta
derfetên pêşketinekî dispêrin
pirtukan jî nedît. Wê demê wate
bidin Rêbertiya ku şênber
diguherîne, pêktîne. Rêbertî di vê
mijarê de tê çi wateyê? Di wateya
felsefê de be jî, bi serê xwe
bihezaran pirtuk xwendinê re tiştên
ku hun nikarin li roxmî vê bikin, di
bêhnekî de pêkanîne. Vê derfetî
dide. Di van demên dawî de di civaka
Kurd de guhertinekî mezin a felsefî
ku çêbuye, heta dinava civakên
dijmin de jî, yan jî guhertina
civaka ku dibin bandora
desthilatdarande ye hun dê çawa
binirxînin? Birastiya Rêbertî ve ev
guhertineke mezin a felsefîk e.
Nêrînên wan, lêgerînên wan ên jiyanê
hîn ji zûde gûhertiyê. Wê çaxê
Rêbertî biserê xwe pêkhênerekî
felsefêye. Jixwe derfetên civaka me
ya xwendinê zêde nîne, kûrbûnekî wan
a çandî nîne. Nikarin felsefê
çêbikin. Lê Rêbertiya ku çêbûye re
tu dê biceribînî ku ji bo vê
valetiyê derbas bikî, tu dê polîtîka
û felsefê nav hevde bijî.
Hêza me ya partî her çend viya
nebîne jî, mirovên zanyar hîn ji zû
de dinirxînin ku guhertinekî felsefî
a mezin çêbûye. Dîsa tu nabêjî
kadroyên polîtîk cûda, fermandarên
askerî cûda, dê hemû di vê dibistanê
re derbasbibin. Ango dê hemû dinav
hev de bihevre bibin yek û were
dakeve meydanê.
Çima ev wisa ye? rastiya me a
civakî, şêwazê desthilatdariya li
ser wê viya ferz dike. Di partiya me
de jî li dewsa têgihiştina vê
rastiyê û pejirandinê, tê gotin
“hizirîn zehmete, berde, polîtîka
zehmete, berde”. Şunde çi dimîne?
Serhildêriya gundî! Pir zêde nirxekî
serhildêriya gundî nîne, reaksyone û
li hember artêşa birêkupêk a heyî
temenê xwe yek saet jî nîne. Niha
herî nakokiyekî me ê girîng,
derbaskirina asteya reaksyonên we
yên ku serhildêriya gundî jîi
derbasnake ye, we gihandina şêwazê
şerekî têknaçe, bişêwazê wê yê
polîtîk ve girêdane. Berevajiyê vê
hun niha di devê dijmin de ne
pariyekin jî. Çima hun dê çavê xwe
ji rastiyan re bigrin?
Heke niha ev hemû tiştên hatine
ziman rastbin, jixwe ez vê îspat
dikim ku, gelo hun dê li tevî vê
dibistana me wisa bipejirînin? Ez di
naskirina we de zehmetiyê dikşînim,
ger pêwîst be ez dê eşkere baxivim,
hun şagirtê çi ne ji bo min êdî bûye
rewşekî tevlîhev. Herhal qabîliyeta
we ya guhdarkirinê jî tunebûye. Em
ji we hêza guhdarkirinê dixwazin
tiştekî pir zêde naxwazin. Herhal
hun ji koleyek zêdetir xirap kirine.
Ger bala xwe bidinê, me di nava
partiya me de koletî hilweşand. Yê
dixwaze bi qandî ku dixwaze dikare
biaxive. Lê em dişopînin, mînakên
herî berpirsyar jî, di civînekî cidî
de nikare nîv saet jî biaxive.
Axaftina wê jî, weke zimanê ezop e,
nîvçe ye. Çima? Ji ber hun di
rewşekî nenas de ne.
Bala xwe bidin ser, ger hun rastiya
Rêbertî bînin li ber çavan, hîn di
roja destpêkê de heya a niha yek
zimanê axaftinê heye. Gotina yek ji
dayîka xwe gotiye “nan dixwazim” yan
jî “ dixwazim derkevim çiya û li
gorî dilê xwe bigerim” bûye. Dema
dayîk reaksiyoneke erênî neda hêza
destpêkirina çalekiya mezin dide
nîşandan. Tuyî li hember van
xwastekan derdikevî, wê çaxê bibînê
dê çi were serê te! Ji viya şûnde
min lêpirsîna dewletê kir. “hêy
dewlet, ez viya dixwazim, ger tu ya
tê xwestin nekî, bibîne dê çi were
serê te!” Rêbertî ev e.
Ger bala we li ser be ji bo her yek
ji wan em hem pir axivîn, hem jî me
pir kir. We çi kir? “pir şikur ji te
re, xwedê te îro min ji malbata min,
kalkê min, dewleta min xelaskir. Çi
bextewerim!” felsefe ev e. Di
rastiya Rêbertî de ev nîne, nabe jî.
Ger bibe dê şer û pêşketin
bisekinin. Ji ber vê çendê jixwe
civak dipejirîne ku li ser bingehê
baweriyê nêzîk bibe. Ango valetiya
xwe ya felsefî bişêwazê Rêbertiyê re
pêşwazî dike. Ji bo we kevin be jî
di vê demê de ya herî derbasdar e.
Nexwe hun jî dikarin pêkhatineke
felsefî bişopandineke sexlem a
Rêbertiyê ve çêbikin. Pir zêde
derfetekî we ya xwendinê nîne, pir
zêde derfeta we ya xwe
lêpirsînkirinê jî nîne, wext nîne.
Ji ber sedema şertên şer herî
şopandinekî mezin a Rêbertî herî
riya ji bo we derbasdar e.
Rêbertî felsefeya kombûyî ye,
felsefeya ku tê pêkanîne.
Dibistana felsefe dibistaneke pir
zehmet e. Di demên cûda cûda de ev
dibistan ancax di sedsalan de çêbûye
û şagirtên xwe jî di seretayî de
tenê xwendekarên felsefêbûn.
Derfetên xwe yên ku nêzîkî şer û
polîtîkayê bibin nedîtibûn. Ev
encama bandoriyan piştrebûn.
Îskender ji Arîsto bandor bûye. Lê
ev bandorbûnekî neyekser e. Di qada
leşkerî de vê felsefê daye pêkanîn.
Helbet ew qas jî dixwîne, li roxmî
vê cuda ye, ango Arîsto cuda,
Îskender cuda ye. Niha di dîrokê de
ev dibistanên wisa hene.
Fîlozof cudane, pêkhêner jî cudane.
Di me de jî her du di heman wextî de
di rewşekî pêkanînê de ne. Ez
neçarim ku hem weke fîlozof, hem
siyasetmedar, hem wekî berpirsyarê
leşkerî bim. Çima? Ji ber ku şerê
taybet destur ango fersendê nade ku
ev valetiya heyî bişêweyek dîtir
were tijî kirin. şêwazê mêtîngeriya
ku tê pêkanîn te neçarê van qonaxan
di carekî de jiyankirinê dike.
Partiya me divê wateyê de
dibistaneke felsefê, dibistaneke
siyasetê û dibistaneke şer e. Neçare
ku hemû nav hev de bijî.
Di rastiya me ya civakî de demek
dirêj me herîkîna felsefî neda
destpêkirin. Jixwe qedexebû.
Qedexeya raman hebû, hîn jî qedexe
heye. Xebatekî siyasî serbest
meşandin nabe, ew hîn zêdetir
qedexeye, bi lidarxistinê ve tê
cezakirin. Hela leşkerî hizirîn, li
gorî rastiya me ya civakî di wê
kêliyê de tunebûnê bi xwe re tîne.
Li gel vê jî çiye? Tu dê destji
raman berdî, ji yê herî baş yên
dijmin zêdetir bibî nûker, weke
leşkerî jî bûyîna herî leşkerekî baş
yê dijmin, hem jî bibî leşkerekî
kole ku qet nikarî biaxivî. Ev
rewşeke pir vekiriye. Li dewsa viya
wextê ku tu dê azadiyê hilbijêrî, dê
rewşa te çawa bibe? Va dibistaneke
felsefê ku bisedsalane tê xwestin ku
çêbibe û divê were avakirin hun dê
vekin. Wê çaxê divê hun bizanin
bixwazin. Divê hun bimîsoger
bizanibin hun dê ji kê û çima
bixwazin. Divê hun têbigihijin û
bidin têgihiştin.
Wekî ku min kêliya din got kesekê
naxwaze, tênagihe ji bo min ne ti
tişteke, a herî nebaş jî koleyek e,
koleyekê hemdem, bimaske yan jî
bihûsanan e(badana) ye, koleyekê
bimakyaj e, koleyekê kedîbûye ye.
Koleyên dema Romayê dibin tedbîrên
taybet de dihatin jiyankirin. Bi
tedbîrên niha re, bi koletiyên
hemdem re gov hatine vale kirin, lê
welat tev kirine gov. Bihinek
rêbazên wisa bibandor re xwe azad
dibînin û koletiyekî herî xirap jî
dijîn. Koleyên Romayê ev qes bêrûmet
nebûn. Dema Spartakusek derket mezin
liberxwedan, rabûn serpiyan. Her
derfeteke biçûk a berxwedayînê di
dîtin mezin berxwedan. Dîrok her
timî viya dibêje.
Lê di koletiya hemdem de, şertên
emperyalîzmê de û dîsa ya herî xirap
jî di şertên me yên welat de herî
koletiyekî kirêt derbasdar e. Ji ber
kes xwe azad dihesibîne. Hela yek jî
weke mirovên hemdem, mînak dema wekî
Emerîkiyek, wekî Elmanek cil li xwe
dike û xwarin dixwe vedixwe, dibêje
binere “ez jî wek we me”. Ev şêweyek
mezin ê xwe xapandinê ye. Di rastiyê
de rewşeke wisa nîne. li Roma çawa
ku kole xwe bi efendî re yek dikir,
ango didît û ev derewek mezin bû,
wekî yên niha jî xwe wekî bi
Emerîkiyek û Elmanek re wekhev dîtin
jî ew qas û heta çil qat jî
nirxandina derewek talûkeye. Lê va
dibêje “ez jî wekî wî me; dixwim,
vedixwim, li TV temaşe dikim, di
kolanan de jî digerim. Çi yê wî hebe
yê min jî kêm zêde heye”. Lê di
rastiyê de ev xefleteke mezin e.
Elmanek mîsoger ne wisa ye. Bingeha
wê/wî ya dîrokî, siyasî û leşkerî,
çandî, dîsa wekî şexsî çêbûna wî hîn
cudatir e. Kedkarên me yên diçin wir
jî tenê heweskar in.
Di nava dorpêkirinekî mezin a xwe
xapandinê de hatiye tengavkirin. Ev
jî tê çi wateyê? Tê wateya koletiyek
hemdem û pir xeter. Divê ev wisa
were nirxandin. Ev dê çawa were
derbaskirin? Tu dê viya red bikî. Ez
nikarim vê jiyanê bipejirînim. Tu dê
mezin red bikî.
Di tengaviyekî mezin de ye, dibêje
“azadiyê dixwazim, yan jî berê wê
helbet ji ber xîzanan, ji bo nan
çûyîna wir çêbûye”. Dibêje “nan
dixwazim”. Li vir di desten xeribiyê
de nan pir bitendûrist nîne, dişibe
bişewkê xwedîbûna masî. Divê were
gotin, ez di welatê xwe de nan
dixwazim, azadî dixwazim, ji ber ku
di navbera nan û azadiyê de
têkiliyeke pir bihêz ango şidayî
heye. Ev jî encax di welat de pêk
were. Di cihekî din de ango cuda de
azadî nabe. Ji ber di cihên cuda de
vînên cuda hene. Vîna te ya azadiyê
herî zêde cihê çêbûna gelê te, di
çavkaniya wê de dibe. Ji ber vê yekê
tu dê çêbikî? Tu dê arezûya xwe
bihêz bikî. Tu dê bi rastî jî
xwasteka xwe ya nan, xwasteka xwe ya
azadiyê wisa bihêz bikî ku ji bo
hêza te ya têgihiştinê pêşbikeve.
Dema hêza te ya têgihiştinê pêşket,
dê hêza te ya pêkanînê jî
pêşbikeve.
Dîsa di rastiya Rêbertî de ew qas
zelale ku yê nizane bixwaze û fêm
bike, dê nikare tiştekî jî bike.
Niha di nava partiya me de kadroyên
ku xetimîne, kadroyên pêşeng ên ne
afrîner eserê hemû neyîniyan e.
Cewherê vê jî ev e: naxweze,
tênagihe û rast nake. Weke felsefî,
weke kirdeyî xwe miftekiriye ango
kilîtbûye, di aliyê arezû de jî xwe
çelexwar kiriye. Tê gotin “ka ez
cixareyê xweşîk bikêşim hindirê xwe,
ka ez hinek din ehbap çawîşî bikim,
ka ez biçim li gundekî, hemşerîtiyê
bikim, ka heke bihişê min bikeve
jin-mêritiyê jî biceribînim”. Encam,
tê wateya wendakirina me. Ji ber
naveroka wî valeye. Bi cixareyekî,
bi rayeyek sivik ve çawa mirov têr
dibin? Di nava wî de fetihkirin
nîne, di nav de rewşa bûyîna hêz
nîne. Hewla xwe xapandinê, rêxistin
xapandinê dide, piştre bi rêxistinê
re rûberûyê hev tê. Bi rastî jî herî
zilamên me yên navendî jî tev ji ber
birêxistinê re rûberûyê hev mayîn
çêbûbe tên lêpirsînkirin. Di rastiyê
de tewanê wan bidehan car darde
kirin e. Lê wesfa din a rêxistina me
jî dadgehe. Ger di dadgehê de darde
kirin hatibe dayîn, encam bigiranî
bi riya islahkirinê ve encam
girtine.
Ger hun baldar bin, doza me ya
civakî û netewî, di rewşekî
darizandinê de çend kesên ku ji
dardebûnê xilas bibe nabînî. Tewanê
wan tev dardekirine. Hun devji rewşa
wê civakê berdin, di nava rêxistinê
de jî rewş wisa ye. Ji pêkanîna
pêwîstiyên qayîdeyan, heta felsefeya
rexistinê, polîtîkaya rêxistin û ji
nepêkanîna şêwazên şer yek du kes
yan jê xilas dibe yan nabe.
Lê ji ber sedemên vê yên îslahker û
xwe dayîna bexşandinê, yek jî
paşvexistina cezayê ji ber
nêzîkatiyek hîn rastir dibû, em we
di dardekirinê re derbasnakin û
naşkînin. Lê ji bîr nekin ku dîrok
vê nabexşîne, ger tu negihijî armanc
û arezûyên xwe te nabexşîne. Ev jî
cezayekî giran e. Dardekirin şert
nîne, dardekirin; ger tu têkçûyî,
armancên te hate tunekirin, wisa tê
hesibandin ku te herî cezayê mezin
xwariye. Hem jî biherî şêweyekî
xirap de pêkanîne.
Nexwe ji bo ji gunehbarekî wisa
mirov rizgar bibe tişta were kirin
pir girînge. Ger hun bêjin “ev
çarenûsek e, şêwazê jiyanê wisa ye,
wisa wekî ku tu dibêjî nîne” ez dê
wê çaxê bêjim; ev rebeniya we ji bo
çiye? Ji bo cixareyekî hun çil teqle
davêjin, yan jî xwe didin ber, ji bo
ehbap çawişiyekî ev qas sivik û
erzan. Ezê bêjim vê kêtîbûnê tu ji
min re rave bike. Heta herî
darizandina mezin jî em dê li vêdera
hev bikin: çima ev qas bêrêz î ji
jiyanê re? Çima tu naxwazî bijî?
Çima nabî hêza mezin? Çima? Ev jî
darizandinek mezine. Tu nikarî bêjî
ku “pêdiviya min nîne”. Ger pêdiviya
te bi jiyanê nînbe here yekser
bimre. Mirovê ku dibêje “pêdiviya
min bijiyanê nîne” karê ku destpêkê
bike xwe cezakirine. Lê bihizire ku
hun tev dixwazin bijîn. Wê demê yê
ku dixwaze bijî, neçare ku rêz bide
jiyanê jî tu yî. Tu dê bikarî rêz
bidî jiyanê? Rêz dayîna jiyanê li
gorî pêwîstiyên wî yên azad bi wate
dayînê re, wî ya li hember dijmin
parastin û bixweşîkirinê re dibe. Dê
di berovajiyê vê de çi bibe? Her yek
weke bêrêzek, bimîsoger hun dê
nikaribin derkevin li pêş mirovên
azad.
Di rastiya Rêbertî de aliyên din jî
ev in: kêm zêde heya ku tu xwe azad
bikî yan jî di hemû demên ku xwe
azad hîs nake de, wêrekîtiya
derketina pêş mirovan nedikir,
nediwêrî biaxive. Ji xwe şerm dikir,
aciz dibû. Çima? Ji ber ku digot ez
ne azad im. Çi dema ku karî peyva
azadiyê kite (hece) bike û bawerkir
ku dê bikare azad bibe, bawerkir ku
dê bikare hinek tiştan bike, wê demê
dikare gav biavêt, avêt. Ev pir
girîng bû. Helbet ji ber pêwîstbû,
viya biferasetekî pir mezin re
pêşxistibû zûp zû têk naçe ango
nediçû. Lê em li we temaşe bikin:
rewşa we êşa dilan e û bêşermiyeke
mezin heye. Dema hun li ber xwe jî
nexwedî nêzîkatiyekî rêzdar in, çi
ye ev avêtina piyan (çalım)?
Ji ber vê yekê ez şêwaza we ya
axaftinê kirêt dibînim. Ji ber xwe
naspêre azadiyekî bi tendurist,
aliyê wî yê xapînokî hîn zêdetir e.
Hîn têgihiştin ango famkirina xwe
çênebûye, rêz li hember xwe
avanekiriye; ji ber vê yekê her timî
gotinên wî bixetere û mîkrobê belav
dike. Mînak bi ya min pêşxistina
pençeşêra civakî balkêş nîne, heta
bitêkçûnan tijî ye. Têkçûn çiye?
Têkçûn tê wateya mirinê. Kesayeta
têkçûyî tê wateya kesayeta
bipençeşêr. Çiye taybetmendiya
penceşêrê (kanser)? Tê wateya xwe
bixwe mirina hucreyan. Kesayeta
têkçûyî jî hertimî di şoreşê de tê
wateya penceşêrbûnê. Ji ber ku her
roj heyîna wê/wî dibe binkeftinê,
têk dibe. Kêm ji we viya najîn.
Kesayetek têkneçûyî herî kesayeta
bitendûrist e.
Niha tişta pir pêwîstî pê tê dîtin,
di her qadekê de afirandina
kesayetên ku hêsan têknaçin e. Ji
ber ku dermanê herî destjênayê
berdan ji bo tenduristiya wê/wî
civakê ye. Ev pirsgirêkên cidîne.
Ez eşkere bejim, ez bixwe jî nikarim
biwêrekî derkevim pêşberê mirov an.
Qet hêza min a weke we pêşwazîkirina
dijmin nîne yan jî biwê xefletê ve
nabe. Lê dîsa jî şêwazekî min heye,
pir zehmetbe jî ev, min derdixe
pêşberê mirov an û ez dikarim li
hember dijmin têkevim nava hindek
meylan. Lê cihêbûna vê di vir de ye,
ez vê bimîsoger li ser bingeha
têgeheke mezin, bi amadekariyên
gelek mezin rêve dibim. A herî
girîng jî bişêweyekî têkneçûnî de,
nêzîkatiyekî felsefe kêlî bi kêlî
pêktînim. Encam, li hember xwe xwedi
rûmetbûn, rêzgirtin ji xwe re û ev
jî îtîbar û rûmetê bi xwe re tîne
ango derdixîne holê. Di xwe de
pêkbînin ango biceribînin, dê
berovajiyê vê formûlê derkeve holê.
Têgehek mezin nîne, li hember dijmin
jî derketinên bêhesap bêpirtûk tê
kirin. Hîn tavilê de binkeftina wê
jênerevîn e, ji lewra jî serkeftina
wê nîne. Helbet ev jî tê wateya ku
li hember xwe bêrêziyekî pir mezin
jiyîn e. Kesayeta ku bêrêziyê jî
dike kirêt e, derewker e, ketiye û
bigiranî jî tişta tê jiyîn ev e.
Felsefe vê pir zelal di deyne holê.
Qey dê li roxmî vê angaşta we
pêşnekeve? Heke dê pêşnekeve, tişta
ez ji we re bêjim ev e, bi rastî jî
her timî xwe têxin şuna ew cihê hun
jêhatin e yan jî ya herî baş ji xwe
re mirineke baş amade bikin. Tu carê
hewla jiyîna jiyanek wiha kirêt
nedin.
Jixwe heke sedema herî mezin a
derketina min şoreşger ku hêrsa min
ya li hember kirêtiyan neba, min dê
xwe wisa danîba holê? Tişta ku ez
kirime ez ev şêwazê têkoşîna min e.
Şêwaza têkoşîneke li hember xwe ye.
Vaye hun nayên rêxistinê, hun nayên
artêş ê. Li hemberî vê ez jî şer
dikim. Ev tê wateya ez im, tê wateya
ez kirime ez. Li gorî we jî xwe
bixapîne, hinek din hewla xwe
daqurtînê bide! Felsefeya li ser
gundî serdest ma ne ev e? Û ew jî
wekhev e, ma feqîrî, ev jî ne
koletiyeke? Cendirmeyek ne di hêza
hêza dana rêvebirinê de ye? Ne
kesayeta ku gava hemû heyîna wî ya
netewî tune kir, “bijît paşayê min”
dibêje û li çepika dixe? Û ev hun
in, devera hun jê hatine ye.
Hun dê çima xwe veşêrin? Çima? Heke
hun xwe veşêrin ev dijberiya egîdiyê
ye. Derketina we nabe. Dê encama
were wateya civaka ku hêrs çêbike û
şervanên wezifeyên xwe naînin cih û
partiyan ku ev jî bi ti bahaneyan
nayê parastin. Heke tu dê bêjî “ez
dê xwe biparêzim”, tu derewkerek î.
Hîn bi isrartir xwe bisepînî, tu
dikevî rewşekî darizandinê. Ger tu
hîn zêdetir xwe bisepînî, tu dijî
şoreşêyî. Riyeke vê ya derketinê
nabe û her biçe tu dê pir xirap
bibî.
Hîn di bîra min de ye; gundî
“ezbenî, tu vê kerê he dibînî? Guhê
wî ew qas dirêje ku kêm maye
bigihije erdê. Em wisanin, ev
gotinên te ti sûd nade me”. Hîn di
hişê min de ye. Gundî viya pir saf û
bidirûstî digot, lê hun bişêweyek
hîn cudatir dixwazin bêjin. Lê
naverok hemane. Ker tênagihe, guhê
xwe jî na hejîne. Ev rewşekî pir
talûkeye.
Encam, mirovên di herî rewşên zehmet
de, zenciyên Efrîqa jî niha ji me
hîn pêşdetir in. Rewşa herî xeter a
me ye. Çima? Ji ber me bi wate
nedayîna şerê azadiyê ve, me xwe
bişêweyekî pir sixte xapand.
Xapandina mezin xwar. Ev dişibe
bûyera derzî xelet li bunyeyeke
sexlem xistinê û şehtkirinê dibe. Em
civakekî şehtin. Yek kesê ku
derziya dijmin a xelet lê dihat
xistin nexwariye û şeht nebûye
nemaye. Heya kengî? Heya hun
serdestê karê xwe bibin, pêwîstî û
gotina azadiyê ya bingehîn, hêza
helwest deynanê (yaptırım) û
gihiştin hêza çalekî kirinê dê wisa
bibe. Heya hun negihijin hêzeke wisa
hun şeht in û ez dê bêjim qet mafê
we yê jiyînê nîne. Hun şeht in û
nexweşekê razayîne (yataklı).
Niha rewşa gelek ji we nexweşên
leşkerî ên li erdene, nexweşên
siyasîne, ber sekeratêne. Ango yek
wekî min li ser xwe ne serwer be, dê
rojane ji dest bibe. Hun dê çima
viya înkar bikin ku? Ez we bi
tedbîrên pir taybet didim jiyîn.
Rast bin û teqez têbigihin. Qet nebe
derek jî be hewla têgihiştinê bidin.
Xwe mezin lêpirsin. Binerîn, ez
hatime vê temenê xwe, hîn jî dest ji
li xwe pirsînê bernadim. Hemû qismên
gel bi perestî bimin ve girêdayîne.
Herî kêm qismek wisa ye. Partî jî
wisa ye. Çima ez dest ji xwe
lêpirsînkirinê bernadim, ev ti ders
nade we? Divê were fêrbûn. Ji ber
kêmahî hene, ji ber hîn rastiyên ku
min nedîtine hene. A herî girîng jî
ez tam nakim. Wê çaxê divê lêgerim û
çalekiyê bikim. Hun nikarin viya
înkar bikin, ez jî nikarim înkar
bikim.
Di nava we de hinek çawa kirin?
Derfetên azadiyê bi herî şêweyekî
bêberpirsyar re nirxand. Cihê van em
têxin ku derê? Weke sîxurên dijmin
ên objektîf yan jî çavreş in. Divê
em wî têxin ku derê? Di encam de jî
wekî sîxurên xeter ên dijmin in. Ên
herî baş jî xwe divê rewşê de
dibînin, lê pir xeter in. Ên din
nexweş in, di nêvenga partiyê de
koletiyê bi şêweyek cudatir dijîn.
Ev jî xeter e. Yên van tev dijîn hun
in û çîrok jî çîroka we ye.
Wê demê, dibistana me dibistaneke ji
rêzê nîne. Dibe ku rêzgirtina we pir
zêde ji min re nebe jî, lê ji bîr
nekin ku hun li gorî hindek
qayîdeyên leşkerî tên birêvebirin.
Herî kêm li gorî diyar dibe we viya
pejirandiye. Hun dê çi qasî vê
dibistanê înkar bikin? Baş e, dê ev
ferman çi bibin? Di dîtinê de ketina
we ya nava artêşa azadiyê dê çawa
be? Hun neçarin ku vana tev
bihizirin. Ango teqeze ku her tişt
we neçarî hizirandinê dike. Hemû
derî hatine girtin. Riya hizirînê
vekiriye, riya çalekiya rast jî
vekiriye.
Rêbertî di heman demê de riya destpê
hizirandinê kirin û çalekî
pêşxistineye jî. Çi qasî tu baş
têbigihî û pêkbînî, tu ew qas jî
hevalekî baş ê rêyî û rêhevalê wê
yî. Berovajiyê vê riya te xelet e,
rêhevaltiya te jî çelexwer e. Li
cihê viya mirov dikare felsefeya
dînitiyê bixeye? Navê wê li ser e,
felsefe ya dînitiyê! “ez
tênagihijim, dibe ku ez herî kêlî
têkevim nava her cure tiştan!” ji
ber ku dîn wisanin. Pênaseya dînan a
şêlûbûna têgihiştinê û dê çi bike
diyar nîne heye. Rewşa pirek ji we
yên nava partiyê de ne wisa ye. Di
xetê de saxlem nabe, têgihiştina wê
mîsoger nabe û her kêlî dikare her
tiştî bike. Ev bi temamî xwe li gorî
felsefeya dînitiyê eyarkirin e. Di
vê wateyê de jî pirek ji we di vê
rewşê de ne. Pênase di cihê xwe de
ye. Ên ku bihêz xwe nadin
têgihiştinê ango nêzê têgihiştinê
nabin dîn e. Di civakê de tenê ew
tiştên ku hun dizanin şexs dikevinê,
di nava rêxistinê de bihîn şêweyek
cudatir dijîn. Di nava civakê de
dişewite, xira dike, di nava
rêxistinê de jî qayîdeyan nasnake.
Di rastiyê de ev dibe dînitiyekî hîn
xetertir. Tişta xuya dike hun
dibêjin “her çiqasî em neyên
felsefeyê jî, felsefeyeke me ya
dînitiyê heye”. Rast e, felsefeya we
ya dînitiyê heye, lê çend pere dike?
Divê hun li viya bipirsin.
Tişta diyar dibe, di vê wateyê de jî
rê girtîne. Pesindariya dînitiyê,
nayê wateya ketina riya rast e.
Pirek ji we dixwazin erêkirina vê
tişta mijara gotinê were dayîn;
bihêle ez vê felsefeya xwe ya
dînitiyê li gorî dixwazim bijîm! Tu
dê çi bijî, dînitî? Tu dê bikarî
heya kuderê pêş de biçî? Ez vê
dînitiyê têxim bazara serbest, dê
hemû kes têra xwe henek lê bike, ger
êriş bike, dê piştre li zincîrek
bixin û bavêjin erde. Rewşa we jî ne
wisa ye? Dinya henekê xwe li me
nake? Dema me xwest hinek tişt bikin
bilez û bez me ne avêtin zîndanan?
Dê, ev rewşa me ne dîniti ye! Rewşa
me ya siyasî tam rewşekî dînitîbû û
yan jî em dînên siyasîbûn! Di encam
de, girtinên pir erzan çêbûn.
Di nava artêşê de jî dînitî heye.
Bêyî ku qayîdeyan nasbike şer kirin
heye. Bihezaran wendahî em bi encama
felsefeya dînitiyê ve girê didin.
Felsefeya gundiyan nîne, ango nabe.
Felsefe karê mirovên hişmendin, karê
gelen ku bi vîn destpê pêşketinan
kirine ye. Divê êdî em viya hêjayî
xwe bibînin. Li hemberî vê divê
parastin nebe. Felsefeya “berdin ez
koletiya xwe bijîm”, ev nabe
felsefe. “berde, ji bo
berdewamkirina jiyîna pesindariyê û
dînitiyê”, ev jî nabe daxwazeke
bitendirûst. Ev xwastek nê yên baş
in. Divê êdî hun bipejirînin ku ji
bo destjiberdana viya. Her roj sond
bixwin, bêjin “ez dest ji koletiyê
ber didim”. Sond bixwin. Çawa ku
mislimanek hema dema destpê her
tiştekî dike, dixwe, vedixwe, radize
û dia dike bi bismilah destpê dike,
bi qandî hun divê demê de destpê
bismilah bikin, û yek jî divê hun
êdî di vê demê de destpê tobekirinan
jî bikin. Tobe û bismilah peywendiya
xwe pir bihev re heye. Hun dê bêjin
ji “koletî û dînitiyê re tobe”. Ji
rastiyê re jî bi bismila destpê
bikin.
Peyxemberê me pir xweş vegotiye; “bi
navê xudayê Rehman û rehîm ve!” her
roj wisa destpê dike. Ji yê din rev,
ji xirabiyê tobe, xwastek tev jî li
gorî dema xwe watedarin û hîn jî
civak hinek xwe wisa bi awayek
sexlem li ser piya digre. Helbet em
bivê re nikarin têr bibin. Xirabî
ango xiyaneta dijberên me hezar û
yek tobe û xwastek dixwaze, ne wisa
ye? ji bo destpê şêwaza jiyankirinê
bikin her roj divê bi bismilah re
destpê bikin. Ji me re tê gotin
civaka bêdîn û bê îman. Peyvên gawir
û kafir çi vedibêje? Ev ketina nava
nebaşiyan tîne ziman. Ger em li
hinek çavikên civaka xwe de bigerin
dibe ku hinek bermahiyên felsefê
hebe. Tênegiha ve jî, lê wekî ku min
gotiye di çavikan de heye. Wisa ew
qas qabiliyeta wê ya jiyanê nîne,
qabiliyeta wê ya jêderan bibîne
nîne. Di vir de yan jî di wê dera wê
de veşartiye, qet biqet e. Ev jî
nikare ev rewşa mijara gotinêye
xilas bike.
Jixwe Îslamiyet wisa nekir, cûdabû.
Ez bawerim ku pir zêde riyên ku hun
bispêrinê nemaye. Rastiya me ya
Rêbertî di heman demî de rastiya ti
cih ne hiştina ji bo koletî û dînitî
xwe bispêrêye. Ketina riya
hişmendiya mîsoger û gihiştina
rastiya binnekefkeftina şexsiyetê
ye. Ev dibistanekî pir cidîye jî.
Heke hun nebin şagirtên baş dê çi
were serê we? Her tişt! Ji ber ku
dijminên vê dibistanê pir in. A herî
girîng, ew jiyana ku ev dibistan
dixwaze çêbike nêzîkê mûkemeltiyê
ye. Dema we xwe li gorî pêwîstiyên
wî birêkupêk nekir, hun dê xwe di
nava şerekî pir dijwar de bibînin.
Di wê rewşê de jî binkeftina we,
perçiqandina we jênerevîn e. Ger
were dîqat kirin, di rastiya Rêbertî
de ne bîrdoziyekî bavikselerî ku
bispêriyê, ne biriya pêşnûmeyên olî
ji bo li Sıxıntı gerîn, ne jî
nêzîkatiyên parçe parçe ku bilûk
dikevin hene. Xwe eyarkirin, pir
kolekirin jî rizgarîker nabe. Tu
bêjî parastin, tu dê lêdanê bixwî.
Ji ber ku gotina ucube nabe,
zimanê xwe xapandinê nabe, zimanê
lewaziyê û lewaz jî nabe. Hîn
girîngtir jî, bi vir de, di wir de
birinê re jî parastin nabe. Hemû rêk
hatine girtin. Rastiya PKK’ê,
pergala dibistanê viya digre.
Hun dê bêjin zehmet e. Ji bîr neke
ku tu dibin koletiyekî tundiyê ya
herî xirap de yî. Hun ji bo wî
derbasbikin zehmetiya azadiyê mitîş
bipejirînin. Herî kêm we hîna dest
ji îdabûna bûyîna mirov bernedaye.
Wekî ku ez her roj dibêjim, dema tu
bi armanca mezin û jiyana mezin ve
hatî girêdan çareserî xilas nabin.
Ji ber vê yekê zehmet e. Derew
zimanê koleye, parastina wê nabe.
hemû gotinên wekî “min nekarî, min
nekir” gotinên derewkerane, ji viya
re jî rêk hatine girtin. Gotina
“digirîm, dinalim” hîn zêdetir
ketitiye. Tu nikarî viya bikî
hatgiye girtin. PKK ger dê divê
wateyê de bibe xwediyê gotin û
çalekiyê, hun jî birastî dibêjin ji
bo vê ez heme, wê deme ev riyên
hatine girtin carek din hewl nadî ji
bo vekî.
Derî ji bo carek din ne ên vekirin
hatine girtin. Çima hun diceribînin?
Deriyên hatine vekirin hene. Deriyên
mezin ên ramanê, deriyên mezin ên
çalekiyê, deriyê mezin ê şer vebûye.
Çima hun di wê de bi gavên mîsoger
nameşin? Tu nabêjî “matmayî mam, di
nav bera dû tiştan de û dolikek de
mam, bandora felsefeya riya navîn li
ser min heye” û hun dê viya
hilweşînin. Ev jî felsefeya derewekî
pir talûkeye, divê hun viya berdin.
Riya navîn, ew çîna navîn a li wir
yan jî du çînan, ango ya bindest û
serdest, dagirker û yê tê dagirkirin
yan jî weke têgeha exlaqî û kirêtî,
bûyîna şopdariya rastî û xeletiyê,
dibin bandora herduyan de mayîne.
Şexsiyeta herî nebaş ev e.
Derewkeriyekî ji van her du
şopandartiyê îbarete.
Di vê alî de riya navîn tu dê
nizanbî. Jixwe rastiyekî wekî navîn
nîne. Siya rastiya du çînên navîn
yan jî du rastiyan e. Dema sî
xilasbûn dê bixwe jî xilas bibe. Ji
ber vê yekê qet hewla taybetmendiyên
xwe yên birjuwayak biçûk wekî
rastiyan bi me dayîna pejirandinê
nekin. Negengaze ku ez viya bigrim
cidiyet ê. Gengaz e, sî jî
rastiyeke. Lê sî ne yên esîlin. Çawa
ku ya esîl diçe û eser ji sî namîne,
niha jî yên esîl derbasê jiyanê
dibin. Ango li hember dijmin pir
bêrehm dikeve jiyanê. Ew siyên ku li
hember wê li berxwe didin jî ji holê
radibin. Vale zehmet nekin. Dest ji
riya navîn û lîstina riya navîn
berdin, ji ber xêr ji vê nayê. Ji
ber li gorî demê sî radibin, rastî
bi hev re di nava pevçûnê de ye.
Wê çaxê hun dê ji van tevan encamek
derbixînin. Riyên hatine girtin û rê
pir diyarîkerin. Hem çareyeke din
cudatir nîne, hem jî nayên xwestin.
Li roxmê van tevan heke hun bêjin
“em nêzîkê famkirinê nabin,
pirsgirêkên riyan ji bom e zêde
girîng nîne yan jî pir zêde nehatiye
ronahîkirin”, ev mehhiyeyeke mezin
ji ehmeqtiyêreye û êdî cureyeke
nûye. Ehmeqtiyekî dinavbera dînitî û
hişmendiyêdeye. Hun nikarin bêjin
ezê “ehmeqtiyê hilbijêrim”.
Parêzvaniya ehmeqtiyê nabe, ehmeq ji
dînitiyê hîn xiraptire. Hun dê çawa
dinavbera dînbûn û hişmendiyê re
bilîzin? Ev jî riyekî nûye, riyeke
zirav e. mê lêkola, anî berhev,
piştre me vê riya girîng a ehmeqtiyê
derxist holê. Ev îcadeke nûye. Di
PKK’ê de ev îcat pir hatiya
pêşxistin. Ez biawayek vekirî
dibêjim ku ev ne riyekî teqez were
qebûl kirin e. li gel me riya sedê
not riya ehmeqane. Ehmeq pir
serdestin. Lê navê wê li ser e ehmeq
pir bêbandorin. biqandî dînek jî
bibandor nîne. Ji ber vê yekê vê
parêzvantiyê bisekinînin. Hun
dibêjin ya “me hertimî xwe xapand,
qayîde diyarbûn lê me pêkneanî,
armanç zelalbû lê em girêdayî neman,
riya dijmin li ber çavanbû lê me
nekarî xwe ji mijara malzemebûnê
rizgar bikin”. evne raste rast
ehmeqtîne û hun bikîjan cesaretê
dikarin wisa bipeyvin. Qey hun şerm
nakin? Ez matmayî dimînim. Dibe ku
qismî parêzvaniyê dînitiyê dibe, lê
gengaze ku parêzvaniya ehmeqtiyê
were kirin. Xwe bixwe xapandin, hem
jî dinava nêvengek azad de viya
kirin nabe. wê çaxê emê jî xeberên
giran bikarbînin. Nêbêjin “ev
nêzîkatiyeke pir hişke li hember
min”, ji ber li gorî pêwîstiya
danesînê hun wisanin.
Çima te viya tercîh kir, çima
ehmeqbûnê te ji xwere weke şêweyekî
seknê pejirand? ‘nirxandina min
nedizanî’ jî dê pir balkêş be. Di
tede qey qet wijdan nîne û ma te
wisa hesiband ku kes nîne van
qayîdeyan bîne bîra te. Wê demê tu
dixwazî zaroktî bikî. Zaroka tam çil
salî! “ezê tenê bigrîm, gazind
bikim!” başe, ev dikare bibe
parastinek? Rewşa gelek hevalan
ehmeqtiye. Dema li ser wan de diçî
helwesta didin nîşan, rewşekî wekî
“ez zarokek çil salîme, ez dê bigrî”
derdikeve holê. Tu dê çawa bikarî
viya biparêzî. Rihê te derketiye,
pora te spî bûye, hemû nîşaneyên
kalbûnê heye. Tu zarokekî çawayî? Vê
teoriyê li nava çavê min dinerin
dinerin dixwazin bimin bidin
daqurtandin. Çav derewek mezin dike.
rebena hinek di zehmetiyêdeye. Divê
hun terka viya bikin. şerm e, çima
çav û ziman ew qas fêrî derewan
bibin? Çima zaroktî, qey riyekî
cûdatir nîne? Heye, ez ji were
vekirîı didim nîşandan, riya rast
diyar e. riya zelal a rêxistinê,
riya siyasîi riya şer, qayîde jî
heye û hatiye dayîn. Şivan jî di
asteyekî mukemel têgihiştinêdene. Dê
başe, hun dê hîna çi biparêzin?
Îcar dê hewl bide bi teoriya
zaroktiyê re vê rewşa heyî xilas
bike. ger were dîqat kirin, teoriya
zaroktiyê li gel me teoriyekî piştî
ehmeqtiyê tê pêşxistine. Va
helwestên tên vê wateyê “ez ketîme
yan jî digrîm, zarok im, hun çibêjin
ez dê bigrîm û gazinda bikim, çi
bêjî ezê binê xwe qirêj bikim” bidim
nîşandan. Di siyasetê de, askeryetê
de binê xwe qirêj kirin pir nebaş e.
çi ye ew? Rayeyekî pir girîng a
fermandariyê pêkneanîne. pir
taktîkên girîng ên bingehîn
plansazkirin û nêpêkanîne. Ev tev
bin xwe qirêz kirinin. Bihizirin, li
gel me yê bin xwe qirêj nekiriye
maye? Hemû kes dibêjin “were paqij
bike”. di siyasetê de, askeryetê de
qey qet cihê vê dibe?
Niha di cihekî trajîk de mirin jî,
zaroktiye. Ji ber ên pir hêsan
dimirin, ancak zarokbin. Şervanekî
yeman hêsan namire, nayê bêdeng
kirin. Qayîde li gel wê nayên
xirakirin. Heke li ba wê biqayîdeyan
tê lîstin yan ehmeq e, yan dîne, yan
jî zarok e. bivan taybetmendiyan jî
ti serkeftin bidest nayê xistin. Di
vê wateyê de heke hun zêdetir
dixwazin xwe zirav bikin jî zirav
bikin. ez ji were dibêjim ku pêşiya
van hemû parastinên sixte hatine
girtin. Hun ticar nikarin xwe bivî
awî bidin daqurtandin. Ji dervey
viya çi şunde dimîne? Rê vekiriye;
riya jiyanê, riya şer, riya rêz
girtinê, riya şerefe, riya
serkeftinê vekiriye. Çaw dibe? Tu dê
mezin bihizirî, heke were xwestin
heya tu bigihîjî ya rast tê nîqaş
bikî. Heke were xwestin tu dê hêza
wiya gihandina rêxistina pêşeng de
jî bidî nîşandan. Rêxistin bûyerek
pir zehmet e nîne, ji xwe têkiliya
dinavbera mirovan deye.
Bûyîna mirov birêxistinê re destpê
dike, bi têkiliyan re destpê dike.
Hun dê bêjin “çima zehmet e”.
pêdiviya karekî sivik jî rêxistinê
dixwaze. Vê dera he ji hev
hilweşandin jî nabe karê mirovek
tenê, dibe karê sê kes an. Ev
rêxistineke. Tu dixwazî dijminekî
binbixî, ev eşkereye. Ev keseke
nabe, bi yekîneyek re jî nabe, ev
biartêşek re dibe. Wê çaxê divê tu
têbigihijî, tu artêşê fêm bikî. Ger
tu wisa bikî dê deng derbikeve. Ev
taybetmendiyekî herî mirovê paşketî
jî tespîtkiriye ye. Heke tu hîna
bêjî “ez ferdîme, ji dervey xwe ti
tiştekî din nasnakim”, ev tê çi
wateyê? Vê derewê hun dê heta kengê
bi me bidin daqurtandin? Hun dê heta
kengê xwe bixapînin? Nikarî xwe jî
têr bikî. Tenê weke mîratxwerekî,
wekî pisîkekî dizektiyê bikî. Wê
demê ev nabin şêwazekî xwe
parastinê. Li roxmî van tevan dîsa
jî hun dê hinek hîle bikin, ev dibe
teoriyekî cambaztiyê? Ez bawernakim
ku wisa nimreyê we yên cembaztiyê
hene. Li gorî min rêk neman, ya din
jî riya tunebûnêye. Ango ketina riya
bûyîna xweliye. Ev, riya di nava
partî de tune bibe, di nava şer de
tune bibeye ku ji wê re jî “heke hun
dibêjin “inyeta me nîne”, wê demê
werin riya mezin. Êgîdbûyîna viya
ye, hêza viya ye, mirovahiya viya
ye, êdî hun çi nav lê bikin, bikin
hun dê bidin nîşandan.
Nebêjin felsefeya PKK’ê, nêzîkatiya
wê, şêwaza wê ya jiyanê û derbas
nebin. Îro êdî pêkhatinekî PKK’ê
heye. Ez dikarim bispêrim xwe jî
bejim. Em riye kin û di vê riyê de
di gihiştina şer û armanca xwe de em
qet aciz nebûne. Halbûkî, her roj
gavên me bitempoyekî hîn mezintir
berbi hedefê diçe. Heta niha tiştê
ku we dikir hêjmartina riyên“ tiştê
ku ez dibêjim nabe” ye. Pêwîstiya
dest ji vê berdanê min eşkere da
nîşandan. Pêwîstiya dest ji rastiyan
neberdan jî min eşkere da nîşandan,
heta min îspat kir. Bişêweyek
dîtirbûn ayîdê kiye, bişêweyek dîtir
gotin û jiyankirin ayîdê kiye? Dema
rê ev qas zelal û mîsoger e, vîn ev
qas ti tiştekî nasnake, tu dê xwe bi
çi bixapînî? Bi kîjan zimanê êdî
birastiyan bilîzî? Dema dibêjî di
rastiya Rêbertiyê de bi israrî yan
jî dibêjî “terciha min a mezin riya
mezin a azadiyê ye”, dê tevlî tevahî
renge wê bibî, tu dê bawerbî ku
mirov herî qabiliyetekî mezin e û
têkeviyê.
Mirovê azad, mirovê birûmet, mirovê
hêjayê jiyînêye, mirovê ku bi
mirovane wate dide rêzgirtin û
hezkirinê ev e. Ew dê nan jî bibîne,
tiştên cudatir jî bibîne. Mirov wisa
têkeve rê, nêzîkbûn ji wê re, wêna
bidestxistin, yê dikare û jê re
muktedîr e ji bo pêkanîna wê mirov
e. Heke hun hîn dibêjin “em hîna xwe
hêjayî vê nabînin” we zile heq
kiriye. Heke hun bejin “ez îflah
nabim, ıslah nabim”, yan dê dijmin
li te bixe yan jî dê rêxistin li te
bixe. Riyekî cudatir ji te re nîne.
Em ji mirov, ji lewra jî ji xwe
nikarin hêviya xwe qut bikin. Wateya
hêvî qutkirinê, mixabin tê wateya rê
ji ajalbûnê re vekirin e. Ev pir
şerm e û xemgîniyê dide mirov. Di
civaka mirovên şênber de biajalî tê
de cî digirtin nabêjim, gelekî
ecayîp a tê meşandin û ev jî herhal
şêweya herî nebaş a naletlî ya
medîtiye ye. Di nava alema mirovan
de ajalên dişibin mirov an! Ev
hikmekî pir biêş e û heger em vê
hikmê nehilweşînin rastiyeke.
Niha hun dê bejin “te çima ev qas li
berxwe da?”. Ez zarokekî pir reben
bûm, tiştekî min ez bispêrimê nînbû.
Bingehekî ne malbat, ne çînî ne jî
netewî nînbû. Ne jî yê destê min
digirt hebû. Ji aliyê van tevan de
bêşans û feqîrbûm. Dê baş e, li
roxmî vê min çawa derketinek ango
vekirinek kir? Di bingehê viya de
neku bispêrim hinek hêzan, ev tişta
herî divê jê were nifret kirin, ev
hikmê naletî nejîn, vê hikmê ji bo
xwe derbasdar nekirin, vê zirabûnê û
şiyarbûnê dayîna nîşadan ji bo min
vegotineke herî cidî ji bo
derketinêye. Û helbet ji viya şûn
de, madem min vê doza mezin
hilbijart, wê deme kanê dibêjin ya
“Hanya, Konya tê bizanibî”, min jî
pêwîstiyên vê rêkê zanî û fêrbûm. Ez
li hinek ji we dinerim, tiştê
amadeye jî nikarin binirxînin. Hêvî
ji tiştê nîne dike. Yan jî hinek
hesabên bîrkarî hene, cur, ji biçûk
berbi mezin ve derketin kirin, ev
hesabek wisa ye. Tiştê amade
nedîtin, heta yê heyî biçûk dîtin di
selfeyaya me de nîne.
Taybetmendiyekî, hema hema ji ya
berbi tunebûnê ve çûye felsefeya
mezinbûn afirandin e. Li gorî
rastiyên me ev jênerevîn e. Sparteka
vê çiye? Sparteka vê dest ji
angaştbûna mirovbûnê bernedan, dest
ji taybetmendiyên ku di jiyanê de
tên pejirandin neberdan, heta li
roxmê vê jî yê herî mezintir tercîh
kirin, ev ji mirovê ketî derketin
berbi herî bilind ve kirin e. Piştî
ev qas angaşt mezin e, heke tu
nexeyalperestek yan jî xwe
dixapînekbî, dema te got “divê riya
qiyametê de divê çawa bimeşim”, heke
her alî dişewite û tê şewitandin,
cihekî te neşewitîne biçûk jî be tu
dê pêlê bikî. Ev xisuseke tê
famkirine.
Xizanî ji her tiştê tê. Dema te
derfetekî herî biçûk dît tu dê
felaket serde bibî. Ev jî li gorî
pêwîstiya xwazayî ya kar e. Ji
çekekî pir biçûk, ji nêvengekî biçûk
a azad tê nirxên mezin jê çêbikî.
Ango feraseta xwezayî ya ketina vê
riyê wisaye. Ez viya ji ber vê çendê
dibêjim; hîn pêwîstiyên vê riyê
famnekirin dibin mijara gotinê. Çawa
zehmetiyên bê aman û agir hebin, ew
qas jî nezanîna em di nêvengekî
feqîr de ne heye. Li dewsa vê gotina
“ mespêrî derfetên heyî erzan jiyan
kir” şêwaza jiyankirina minafiqê
naletiye. Wekî dijî jiyana dijmin
xwe dide nîşand, lê di cewherê xwe
de tiştekî cuda dijî. Ev hene di
hindirê we de, helbet em van efû
nakin. Ev rê, ev nêzîkatî xwediyên
xwe yên jiyanê efû nake. Tê hêzê ji
ku derê bigrî? Tu dê dixwe de
biafrînî. Ji bo min herî pirsgirêka
girîng, biqandî raman çêbike
bikaranîna mîdêye. Em viya jî
çêdikin. Li pişt vê re çi pêwîste?
Karên şênber pêwîst in, rêxistin
pêwîst e. Helbet tu dê viya bikî. Tu
dê wekî av vedixwî viya bikî. Ji bo
rêxistinê perwerde, ji bo rêxistinê
cih, evna ne pirsgirêkin jî. Ez
dibêjim ya, vana wekî hewa digrî dê
berxwedan bikî, di şer de jî dê
berxwedana rastiyê bibînî. Şêwaza
rast a şerkirinê ji bo min tiştek
wekî av û nan e.
Min şêwazên me yên şer ticarî ji
pirtukan negirt û famnekir. Min
pirtuk xwend in, hinek mejiyê min
tevlîhev bû. Piştre di dibistana me
ya jiyanê de ez fêrî şewaza şer bûm.
Û heger em dîqat bikin, dijmin heya
niha negihiştiye me. Çima? Ji ber li
gorî dibistana me ya jiyanê ev kar
divê hema di kêliyekî de were
famkirin. Lêbinêrim dê fêr jibim. Ma
em hertimî bihîskirinê re em nehatin
van rojan? Tê wê wateyê dibistana me
ya jiyanê me neçarî viya dike. tu di
nava pir zehmetiyê de yî û teqez
divê tu viya bijî. Ev dihêle ku tu
bilez ji şer fam bikî û fêr bibî. Ji
ber wê yeke gotina “ez di
pirsgirêkên şer de xetimîm”, xwe
bixwe xapandine. Di aliyê din de
xebera we ji jiyanê jî nîne, ev jî
sixtekariyekî herî mezin e. pêdiviya
me, hema ji hemû kesan zêdetir bi
jiyanê heye, teqez ji jiyanê re divê
rêzgirtina me hebe û em dê viya jî
pêkbînin.
Di nava welat de nezanîna jiyankirin
tê çi wateyê? Di nava me de ji
wateya jiyanê re, ku li gel me
jiyana azad ji bere nan û av tê û
pewîste, ji berk u nan û av jî
peywendiya xwe ya jiyana azad ve
heye, bêxeberbûn qet mirov dikare
bihizire? Navê wê jî nayê gotin, li
ser wê nîqaş kirin jî nabe. Berê
dihate gotin gunih e, minafiqiye. Bi
gotinek din felsefe, tê xwestin ku
pîvanên me ên nêzîkatiyê werin
girtin, ji bo di xwe de serdest bike
jî girîngiyekî divê were dayîn. Ji
girîngî dayînê wêdetir divê bibe
bingeh. Heger hun viya bikin di
siyasetê de, leşkertiyê de, di çandê
de, aboriyê de ji ber hertişt
dispêre zemînekî sexlem şînd dibe û
hev temam dike. Ji vê rev tê wateya,
ji berê her tiştê dest ji jiyanê
berdan e. Bi kîjan rê û kîjan rêbazê
bibe bila bibe, ev tê wateya hîn
zêdetir bêwatekirinê ku jixwe dawiya
vê jî nîne.
Wê demê di bingeha partiya me û şerê
di me de feraseta Rêbertiyê teqez
heta dawiya em bikin malê ramanên
xwe, rihê me û çalekiya me ku em
bikarin rêberên mezin û ji lewra jî
şervanên mezin derxînin.
Rêber Apo
23
Tebax 1996 |