|
Bİ MEZİNBÛNA DEMOKRATÎK VE PÊŞİYA
ÇEP A DİJBER VEBÛYE
Cemal Şerîk
Tevgera
Apoger ji derketina xwe heya niha,
beyî ku weke bîrdozî û polîtîk xwe
di nava sînoran de bigre ji xwe re
helwestek û sekneke serbixwe esas
girtiye. Weke rêgeza bingehîn
serbixwebûn ecibandiye. Rêgeza
tevgera Apogerî ya serbixwebûnê, ji
serxwebûna welat firehtir wateyek
îfade kiriye.
Tevgera Apoger bi vê rêgeza
serbixwebûnê ya ji xwe re esas
girtiye ve xwe li hemberıı geleen
Kurdu u Tirk berpirsyar dııtiye, di
salên zayîna xwe de jî bi taybetî ev
alî destnîşankirye. Di gotinên xwe
de pirsgirêkên gelê Kurd û Tirkiyê
yên hevbeş derxistiye pêş, aniye li
ser ziman ku ew xwediyê mîrasa
hevbeş a gela ye.
Hertim ev rastî ji bo tevgera Apoger
bûye pîvanek. Herçend Tevgera Apoger
xwe bi navê şoreşgerên Kurdistanê
nav kiribe û xwe weke komeke bîrdozî
rêxistibe jıı çi tişt ev rastî
nedaye guhartin. Hizra têkoşîna
hevbeş weke prensîba esas a tevgera
Apogeriyê heyîna xwe parastiye. Lê
hinde nêzîkbûnên cuda tevgera
Apogeriyê bi Kurdistanê ve bisînor
daye nîşandin û di nava gelee
Tirkiyee de propaxandaya vê bi
rengekî berfireh kirine. Ev jî li
peeşiya rast nasıına gelee Tirkiyee
buuye astenk ango nehiştine tevgera
Apogeriyee rast nasbike. Ev
nêzîkbûna şaş bandora xwe domandiye,
zerar daye pêşketina hestên hevbeş
ên gelên Kurdistan û Tirkiyee.
Tevgera Apoger tevî van nêzîkatiyên
ku ji pêşketina hest û helwestên
hevbeş ên di navbera gelê Kurd û
Tirkiyê re zerar didin, di têkiliya
bi gelê Tirkiyee de israr domandiye.
Weke encamekî vê jî ji hevalên Tirk
ên di nava refê de cîh digirin re
cihekî girîng daye. Piştî heval Haqî
Karer, Kemal Pîr şûndetir jî, gelek
hevalên Tirk tevlî rêfê bûne.
Dema ev taybetmendiya tevgera Apoger
ji aliyê hinde devdorên Tirkiyê
nedihat dîtin ango nedixwestin
bibînin, ji aliyê hinde devdorên
Kurd jî anîne rewşa mijara
rexnekirinê û mijara spekulasyon ê.
Hewl dane ku aliyê tevgera Apoger a
Kurdistanî şaş bidin nasîn û bidin
nîşan. Ev nêzîkbûnên şaş ên
Kurdistanê û Tirkiyê, hatiye wateya
ku nasnameya rast a tevgera Apoger
daniye holê.
Tevgera Apoger nexwediyê karexterekî
miletperest e. Di damezirandin û di
pêşketina xwe de heya niha tevgereke
enternasyonalîst e û ev
taybetmendiya xwe jî hertim
parastiye. Partîbûna tevgera Apoger
û bilindkirina têkoşîna azadiyê jî
di vê çarçoveyê de hatiye jiyîn.
Di Kurdistanee de pêşketina partîbûn
û tevgera azadiyê tenê mêtingerî
darbe nekiriye. Di heman demê de di
Tirkiyê de darbeyên girîng li
faşîzmê xistiye. Bi taybetî têkoşîna
piştî 1984’an şûn de bilindbûye di
Tirkiyê de faşîzm paşxistiye, rê li
pêşiya pêşketina hêzên demokratîk
vekiriye. Lewre sala 1984 netenê ji
bo gelê Kurdistanê, di heman demê de
ji bo gelê Tirkiyê jî xala asta
herıı dawiyee ye.
Derbeya 12 Ilon a 1980’a faşîzma
leşkerî li dijî gelê Kurd û Tirk
hatiye kirin. Ji hev cûdakirina Kurd
uu Tirk nehatiye kirin, li hemberî
gel an terorîzm barandiye. Bi deh
hezaran mirov di êşkenceyan de
hatine derbazkirin, xistine zîndanê.
Di hejmareke mezin de şoreşger
hatine dardekirin, bi hezaran di
tezgeha êşkenceyê de, di seriyê
koşeyan de hatine qetilkirin. Peşiya
rêxistinkirina karker an, kedkar an,
pêşdeçûyîn an û demokrat an hatiye
astengkirin; qedexe ji heyîna wan a
di nava çalekiyan de hatiye anîn.
Xwestine zextên siyasî yên her roj
zêde dibin bi mêtîngeriya kûrdikin
ve temam bikin, di wateya çandê de
helandin; di wateya bîrdozî de jî
hizra paşverû, şoven û faşîst li ser
civakê ferzbikin. Rejîma faşîzma
leşkerî ya 12 Ilonê hewl daye ku di
Kurdistan û di Tirkiyê de civak û
nesleke nû ya li gorî xwe biafirine.
Rejîma faşîst a leşkerî ku di 12
Ilonê de hatibû pêkanîn di salên
destpêkê de xwe gihandina armancên
xwe de navberek qezenckirye. Lê ev
heya cihekî domiye; di 84 de libervî
qûtkirinekî ve rû bi rû maye. Piştî
hingê dest bi jiyîna pêvajoyeke
libervî paşdeçûnê ve diçe kir.
1984 ji bo gelê Kurdistanê mîladek e
û destpêkirina pêvajoya xwe bi
nesnameya xwe kirina heyîne. Di vê
pêvajoya ku gele Kurd di dîka
siyasetê de weke kirdeyeke dest bi
cîhgirtinê kirye, di têkoşîna
demokrasiyê de ji bo gelê Tirkiyê jî
bûye xala ji nûve pêşxistina
destpêkekê. Hêzên demokratîk ên
Tirkiyê piştî 1984’ê de dest bi
derbazkirina qedexeyên faşîzma 12
Ilonê kirine, di ketina têkoşîna
demokrasiyê de gavên nû avêtine.
Tevî tevahî qedexe û astengiyan ji
bo dengê xwe û rêxistinbûna xwe
bidin bîhîstin ketine
tevgerekê. Careke din komele û
damezirandinên demokratîk hatine
sazkirin; ji nû ve kowar û rojname
hatine derxistin. Di vê pêvajoyê de
hêzên demokratîk ên Tirkiyê gotine
“em hene”, gihiştine derfetên dana
bîhîstina dengê xwe.
Ev pêşketina ku hêzên demokratîk ên
Tirkiyê jiyane, yekser bi pêşketinên
ku di Kurdistanê de jiyane ve
girêdayî ye. Ev pêşketina ku gelên
Kurd û Tirkiyê di zemîna objektîf de
girtine kesekî nezivirandiye
pêşketinek û têkoşîneke hevbeş. Di
vê mijarê de valetiyên cîdî hatine
jiyîn. Di asteke girîng de ew
nêzîkbûn û rexneya di dema zayîna
tevgera Apoger de yên weke
Kurdistanî, meheltî, “miliyetperest”
di vê pêvajoyê de jî hatine kirin û
ravekirin.
Ev nêzîkatiyên di vê cûrê de yên
tevgera Apoger bi sînor dikirin
zerar dane gelê Kurdu u gelê Tirk.
Pêşiya rêxistinkirina ew pêşketinên
objektîf ên di zemînê hevbeş de
dihatin jiyîn astenk çêkirine. Ev
nêzîkatî ji aliyê hêzên desthilatdar
û ji aliyê devdorên nedixwastin gele
Kurd-Tirk bi hev re bijîn dihat
hatiye karanîn. Anîne xaleke wisa ku
gelê Kurd û Tirk dijberê hev rabûne,
miliyetperestî pêşketiye. Ev jî ji
bo gelê Kurd û Tirkiyê bûye wateya
jiyîna windahiyeke mezin.
Faşîzma 12 Ilonê piştî 1984’ê hêz û
sîper windakiriye. Ev giranî di
Kurdistanê de hatiye jiyîn. Di
Tirkiyê de jî pêşiya pêşketineke
wisa hatiye vekirin. Ger di navbera
pêşketina di zemîna hevbeş a di
Kurdistan û di Tirkiyê de dihat
jiyîn de parsengek rast hatiba
çêkirin, dê faşîzma 12 Ilonê di
Tirkiyê de windakina hêz û siperan
jiyaba. Ev jî dê ji pêvajoya bi hev
re jiyîna demokrasiye ya Kurdistan û
Tirkiyê re derfet afirandiba.
Nêçikirina vê bandoreke nebaş li ser
pêvajoyên pişt re jî kirine. Di
xonaxa hatiye de têkoşîna hevbeş a
gelê Kurd û Tirkiyê hatiye rewşeke
pêwîstiyekî. Tişta pêwîst dike weke
erkeke dîrokî vê têkoşîna hevbeş
zivirandina yekitiyeke vînî ye.
Di Kurdistanê de mêtingerî di aliyê
xwe yê siyasal û çandî ve hatiye
tasfiyekirin. Mêtîngerî hatiye
rewşeke wisa ku di Kurdistanê de
tenê kariye hiyîna xwe ya leşkerî
bidomîne. Gelê Kurd bi nesnameya
nûve hatiye rewşa bûna vîndar û
hêzdar. Gelê Kurdistanê bîryara xwe
ya damezirandina demokrasiye û vînê
daye nîşandin.
Mijara gotinêye ku mêtingeriya Tirk
di Kurdistanê de hêz û sper
windakiriye û di Tirkiyê de jî lewaz
bûye. Ev her dû rewş bi hev re
pêşdikeve. Ev pêşketina ku di
Kurdistanê de sekneke vînî îfade
dike, tiştên di Tirkiyê de bê jiyîn
bandor dike, pêşiya livandina civakî
vedike. Ev rastî divê biteqez ji
aliyê çepê di Tirkiyê de, ji aliyê
hêzên demokratîk û karker bê dîtin.
Mêtîngeriya di Kurdistanê de
paşdikeve di Tirkiyê de jî ji aliyê
siyasal, aborî û çandî xwe dide
derve. Hêzên demokratîk ên Tirkiyê
divê vê weke helqeyeke bê girtin
bigrin dest. Pirsgirêkên ku di qadên
siyasal, aborî û civakî de lewaz
dibin û bandora xwe di civakê de
dibînin, hatiye rewşa jênerevîna
zivirandina veguhartina lêger û
tevgerbûyînê.
Sazî û partiyên dibin xizmeta
mêtingeriyê de ne bandora xwe ya li
ser gel windakirine. Herku diçe ev
sazî û rêxistin ji bûna altarnatîf
gel derdikevin. Berê altarnatîfên
sixte danîbûn pêşiya gelê Tirkiyê.
Jiber sedema neçêkirina hêza
altarnatîfên rast ev altarnatîfên
sexte heya astekê ji aliyê gel ve
dihatin pejirandin. Herwisa cewherê
lêgerîn û daxwaziyên gel ên
demokratbûnê hatine valekirin. Piştî
sala 1940’an rista partiya
demokratîk, di sala 1960’an de rista
partiya edalet, piştî 1970’an rista
partiya CHP, pştî 1980 rista partiya
ANAP û piştî destpêka 2000’an rista
partiya AKP bi vî rengî hatiye
diyarkirin. Bi destên van partiyan
ve daxwazî û lêgerîna demokratîkbûnê
ya gelan ji armanca xwe hatiye
derxistin, û liber vî xaleke şaş ve
hatiye rêvebirin.
Ev partiyên ku dibin xizmeta
mêtîngeriyê de ne êdî ji aliyê gelê
Tirk ve bûna altarnafên rast
derketine. Weke ev di Kurdistanê de
heyî, di Tirkiyê de jî afirandina
derfeta xwe rêxistina gelan a bi
dînamîkên xwe ve çêkiriye. Divê
mirov ev pêşketineke ku tê jiyîn
weke pêşî vekirina pêşketina çepên
Tirkiyê û demokratbûna wî bibîne. Di
vê qonaxê de dema pêşketinên
objektîf a tê jiyîn rast dinirxîne,
wê derfeta pêşketina pêla
demokratbûnê jî çêbibe. Divê ji
aliyê devdorên demokratîk ve were
dîtin ku ev kêliyeke dîrokî ye. Ger
di Tirkiyê de çep, hêzên demokratîk
li ser vê zemînê ku çêdibe, bi
têkoşîna azadî û demokrasiya
Kurdistanê ve bikevin nava sekneke
vînî ya hevbeş, dê di rêka
demokratbûnê de gaveke mezîn
biavêjin. Pêvajo erkeke wisa daniye
pêşiya gelê Kurdistan û yê Tirkiyê.
Lê tê dîtin ku ji aliyê
desthilatdaran ve mercên ku pêşiya
çep, mihalîftiya demokratîk a di
Tirkiyê de vebikin tên afirandin.
Ev hêzên desthilatdar ditirsîne û
dixîne nava gumana dibe piştî
Kurdistanê em Tirkiyê jî windabikin
de. Jiber vê sedemêye ku hewl didin
li pêşiya pêşketinên awartê yên bên
jiyîn bigrin.
Mixabin desthiladar bixwejî dibînin
ku ew bê altarnatîf mayîne û ketine
lêgerîna derbazkirina vê. CHP ya ku
aşkere bûye tevgereke karmendî û
hêzeke şerê taybete jî dixwaze vê
dorhêla ku çêbuye binirxîne. Jiber
wê sedemê rûyê xwe re meqyajekê
çêdike û hewl dide vê rastiya xwe
veşêre. Divê mirov talûkeya encama
ku lêgerînên CHP ya ku di nava
desthilatdar de cîh digire lê mîlada
xwe derbazkirye û hatiye fêrbûyîn a
biafirîne bibîne. Divê hêzên çep,
demokratîk ji vê re firsend nedin,
tercîhên xwe yên biesil danin holê û
divê xwe bînin rewşa ku ji lêgerînên
demokrasiya hevbeş a gelê Kurd û
Tirk re bibin bersiv.
Ancak egemenler tarafından da
Türkiye’de sol, demokratik muhalif
bir dalgalanmanın gelişmesi için
gerekli koşulların oluşmaya
başladığı görülmüştür. Bu egemen
güçleri korkutmakta ve Kürdistan’dan
sonra Türkiye’yi de kaybederiz diye
telaşa düşürmektedir. Bundan
dolayıdır ki, yaşanacak olası
gelişmelere karşı önlemlerini almaya
çalışmaktadır.
Tevgera Apoger, bi zimanê Rêber Apo
de daniye holê ku ka dê ji
daxwaziyên demokrasiyê yên gelê
Kurdistan û Tirkiyê re çawa bibi
bersiv. Weke di yekemîn derketina
tevgera Apogerî de heyî, girîngiya
dide yekitiya gelê Kurdistan û
Tirkiyê tîne ziman. Ji bo di
Enqereyê de bi navê komera
demokratîk, di Amedê de bi navê
civaka demokratîk de daxwaziya
damezirandina kongre û partiyên
hevbeş ên çati bangawaziyên hatine
kirin, weke encama nêzîkbûneke wisa
gihandiye îfadeyê.
Gelê Kurdistan û gelê Tirkiyê weke
yekemîn derketina tevgera Apogeriyê
xwediyê mercên pêşxistina têkoşîna
hevbeş in. Di serdema hatinê de
encam ji nemeşandina têkoşîna hevbeş
a xwe dispêre yekbûna vînêe
derxistine û xwe gihandina encama
yekser derbazkirina vê. Ev weke
encama pêşketina ku têkoşîna azadî û
demokrasiye bûye sedem hatiye jiyîn.
Ev pêşketinên ku tên jiyîn çêkirina
afirandina vîneke hevbeş weke erkeke
neyê gîrokirin daye diyarkirin.
Weke yekemîn car derketina tevgera
Apoger de heyî, daye nîşan ku wê
berpirsyartiya li hemberî gelê
Kurdistan û Tirkiyê rabike û xwedî
bîryare ku dê xwedî mîrasa hevbeş
derbikeve û daye nîşan ku wê ji vê
armancê ve girêdayî bimîne. Divê
hêzên çep, demokratîk van pêşketin û
pêlbûna demokratbûnê a di civakê de
tê jiyîn rast bixwînin, ji daxwaziya
demokratbûna gelê Kurdistan û
Tirkiyê re bibin bersiv.
Divê neyê jibîrkirin tevgera Apoger
bi taybetmendiyên di zayîna xwe ve
heya niha dijî ve ji bo mîrasa
hevbeş a ku gelê Tirk û Kurdistanê
xwediyê wêne vê erkê bîne cîh tevahî
mercên pêwîst afirandiye. |