Rupela Destpêkê

NEWROZA 2008’Ê PÊKHATİNA ŞOREŞA AZADİ Û DEMOKRASİYÊ YE.

    Pêngava “Edî Bes e” Xwedî Derketina Nirxên Xwe Yên Dîrokî Ye

Weke tê zanîn di 1’ê Cotmeha sala 2007’an de li ser daxwaziya gelek hêzên cûrbebûr me agirbestek îlan kir. Di Tirkiyê de jî gelek berpirsyarên dewlet û hukimetê di rêka neyekser de ji me re xeber dişandin û peyamên “ger agirbest çêbibe, dê ji bo çareseriya pirsgirêkê hinde tişt werin kirin” didan. Jixwe qismek ji rewşenbîran, nîvîskar û rêxistinên civaka sîvîl jî bi nêzîkbûnên dişibin vê ve dixwastin agirbest çêbibe. DTP’ê jî bi hizra dibe ku ji çareseriyê re rêkekê veke heman daxwazî da nîşandin. Di aliyekî din de hêzên siyasî yên di Kurdistana Başûr de jî didan diyarkirin ku dê agirbest ji çareseriyê re firsendek biafirîne. Di Tirkiyê de me didît ku saziyên din ên dewletê ji gavek wisa re ne amedene. Me dizanî devdorên siyasî yên Tirkiyê û hêzên siyasî yên derve ji bo polîtîkayên xwe dixwazin me bixin nava sekneke pasîf, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe em weke amûrekê didît in. Lê herçend îhtîmaleke lewaz jî be me xwest devdor kêsên ku daxwaziyên xwe dane nîşan din re şansekî bidin. Rêberê me jî ji gavek wisa re erênî temaşe kir, lê got “ger gavek neyê avêtin ez dê vê weke lîstokekî binirxînim”.

Piştî agirbestê, ev devdorên agirbest xwestîbûn xwediyê sozên xwe derneket in. Em devjê berdin ji bo çareseriyê ked dana nîşandin, ji sefera artêşa Tirk a tunekirinê re jî deng dernexistin. Her devdor ji bo xwe vehesînin agirbest xwastibû, lê piştî agirbest hate çêkirin şûnde ji xwe re ew pêkanînên tûnekirin û inkarkirinê ya liser gelê Kurd nekirine xem. Heta dewleta Tirk xwest vê pêvajoyê ji bo perçiqandina Tevgera Azadiya Kurd binirxîne.

Di pêvajoya agirbestê de di aliyekê de operasyon hatin zêdekirin, di aliyê din de Rêberê mê kirin nava pêkanînên roj bi roj jehirkirinê de. Hewla dana jehirdayînê berya ku bigihije armanca xwe me aşkere kir. Lê ew madeyên bijehir ên tendûristiya Rêberê me xera bike di beden de kombûbûn. Ev êrîşa di derbarê Rêberê me dide nîşan ku dewleta Tirk şûna pirsgirêkê çareser bike, dixwaze gelê Kurd bi polîtîkaya inkar û tunekirinê di dîrokê de sîlbike.

Dema dewleta Tirk dixwest Rêberê me di bin tecrîtê de tune bike, operasyonên leşkerî jî destbi êrîşên ku gerîla ji holê rake kiribûn. Di vê pêvajoyê de derketibû holê ku dewleta Tirk ji derveyî tunekirinê çi tiştên din nahizire. Ji ber vê sedemê tevgera me di 5. desteya giştî ya KCK’ê ku di Gulana 2007’ê de hatiye çêkirin de ji bo pirgirêka Kurd çareseriyek maqûl bê çêkirin ji dewleta Tirkiyê re bangawazî kir.  Got ger dewleta Tirk di polîtîka xwe ya inkar û tunekirinê de israr bike,  gelê Kurd neçare xwe bi xwe pergala xwe ya azadiyê avabike. Wê bikeve nava têkoşîna avakirina pergala xwe ya demokratîk ku ev nayê wateya avakirina dewletê. Piştî vê got weke Rêberê me daye destnîşan kirye “dewleta Kurd bidanasîna mafên bingehîn ên demokratîk ên gelê Kurd ve, yan dê di nava pergala 1 dewlet 1 demokrasî de bê jiyîn, ger ev nebe jî dê 1 dewlet 2 demokrasî derkeve holê” û di mijara ku desteya 5. de ketiye bin bîryarê re nîşan da.

Dema me ji bo çareseriyê di kongreya 5. de bangawaziya xwe nû kir, di Tirkiyê de jî, fermandarê giştî û wezîr, di perçiqandina Tevgera Azadiya Kurd de lihevkirin. Di pirsgirêka Kurd de kirin biryar ku ji derveyî perçiqandinê çi hilbijark (seçenek) nekevin rojevê. Ji bo hêviyên Kurdan ên di derbarê qezenckirina azadî û demokrasıyê de bişkînin di her tiştî de lihevkirin.

Vebûna pêşiya AKP’ê û di 22 Tirmehê de ji nû ve bûyîna hukimet, di Dolmabexçeyê de lihevkirina ku fermandarê giştî û wezîr Erdoxan kirine ve pêkhat. Dema Erdoxan li hemberê Tevgera Azadiya Kurd soza meşandina polîtîkaya tunekirinê da, wê deme astengên pêşiya bûna hukimet derbazkir. AKP, bi peyamên piştî 22 Tîrmehê de dane de pir eşkere da nîşan ku dê pêwîstiyên vê lihevkirinê bine cîh. Jixwe divê em gotina wezîr ya “ez serokatiya belediya Dersim û Amedê jî dixwazim” di vê çarçoveyê de fêmbike. İsrara Amedê kirina deste xwe, ne xwesteka serokatiya belediyeyekî qezenckirin bû. Bi navê dewleta inkarger û tuneger de li hemberê tevgera azadiya Kurdistanê îlana şer bû. AKP, digot yê herî baş ez dikarim bi tevgera azadiya Kurd re şer bikim, bi vî rengî ji hukimeta xwe re alîkarî digirt û di nava dewletê de cîh dibû. Ger Ebdulah Gul bu serok komar û destûr hat dayîn ku AKP yî biçin ser gelek saziyên dewletê, sedema wê di tasfiyekirina tevgera azadiya Kurde ji AKP’ê re hêvî hatibûn girêdan bû. Nexwe ne serok komartî ne jî saziyên din ji AKP’ê re dihatin hiştin.

           Sefera gera xwe ya yekemîn Kurdistanê re kirin û di gera xwe ya derve de jî gotina Ebdulah Gul a wek ‘Tirkiye nexwediyê pirsgireka Kurd e”, di derve de û di hundir de kordînatortiya dorpêçkirina siyasî ya di derberê perçiqandina tevgera azadiya Kurd de danîna ser milê xwe, bi rista AKP’ê daniye ser milê xwe ve girêdayî bû. Îlankirina AKP’ê ya dê bi artêşê re bi awayek xurt tevgera azadiya Kurd perçiqîne, ji bo têkoşîna azadiya gele Kurd mezinbûna talûkeyê didanî holê. Nêzîkbûnên xwe yên serokê fermandarê giştî û qûwetên bejahî yên “divê em hêviyên wan ên qezenckirinê bişkînîn” bi gelek aliyan de dikirin jiyanê. Şikandina tevahî hêviyên azadiya gelê Kurd armanc dikirin. bîryara me ya dana destpêkirina pêngava me ya “êdî Bes e”, ji bo valederxistina van êrîşên tuneker û inkarger ên dewleta Tirk bû. Me dît ku heya em ji êrîşên ku dewleta Tirk tevahî derfetan dide karanîn û pêktîne re nebêjin “êdî bes e” em nikarin xwe ji vê tevgera tunekirinê rizgar bikin. Tevî di her aliyê de nêzîkbûnên maqûl hatine nîşandan jî tecrît û polîtîkaya rizandinê ya li ser Rêberê me didan meşandin, ji agirbesta me ya yek alî re bi tevgera tunekirinê ve bersiv dayîn, ji bo tevgera me û gelê me dihat wateya kêr êdî gihiştiye hestû. Ji ber vê sedemê divyabû ku em bi derbazkirina paşverûtî, bêxembûn û kêmasiyên xwe ve, me ev tevgera tunekirinê vale derxistiba. Jiber vê me netenê ji polîtîkayên hêzên tuneker  û inkarker re,  ji paşverûtiyên xwe re jî got “êdî bes e”, li ser vê bingehê em gihiştin bîryara bilindkirina têkoşînê.

Serkeftina pêngava êdî bes e li ser sê bingehan pêşket

Weke tê zanîn ji bo vale derxistina êrîşên tunekirina pergala inkarker daye destpêkirin, dana nîşandina nebûna derfetên qezenckirina serkeftina polîtîkayên inkarger ku didin meşandin ev pêngava ku me daye destpêkirin bi feresata “Rêbertî bijî û bide jiyîn” me kir pratîkê. Me dikarî vê têkoşîna ew qes berfireh weke di dîroka têkoşîna me jî qenit kirye tenê bi têgeha rêxistina Rêbêrê me, bi şêwazê wî yê têkoşînê, bi uslip, rebaz û tempoya wî ve gihandiba serkeftinê. Bêyî ku feresata rêxistina Rêbertî, şêwazê têkoşîna wî û xeta çalakiya wî bê pratîk kirin me nedikarî di vê astê de ji êrîşekî wisa berfereh re bersiv daba. Jiber vê sedemê, bi taybetî li holê rakirina ew dûrbûna ji Rêbertiyê ya ku di salên dawiyê de ji tasfiyegeriyê neyînî bandor bûye şert bû. Heya me paşverûtiya di nava xwe de, weke sekna kadro û rêxistinê em neyên rewşeke ku xurt têbikoşîn, zehmet bû ku me ev êrîşên berfereh hembêz kirba. Tene ji zilma mêtingeha inkarger re û ew polîtîkayên wan ên ku êdî nayê rakirin re gotina “bisekine” têra nedikir. Ji ber vê sedemê me ji bîryara ji paşverûtiyên xwe re gotina “bisekine” girt. Êdî luksa me ya em ji şaşitiyên xwe re çavên xwe bigrin, bi şaşitiyên xwe re jiyîn û şaşitiyên xwe îdarekirinê ve xerapbûna dana meşandin nedima. Jiber ew paşverûtiyên di têgeha rêxistinê de, sekna kadro de, di xeta çalekî û di şêwazê têkoşînê de, tevahî potansiyela têkoşînê kirina tevgerê astenk dikir. Weke li tevgerê bawerya me hebû ku potansiyelê me yê zêdetir têkoşîn kirinê heye. Em dizanin ku ger pêşengtiyeke rast bê kirin, rastiya me ya gel a xwe bide têkoşîne heye. Jiber vê sedemê weke pêwistiya bi şehîdan ve, bi Rêbertî û gel ve girêdaniyê pêwîsbû ku me ev potansiyela têkoşînê derxistiba dervê û me ev êrîşên tunekirinê vale derxistiba. Berpirsyartiyeke dîrokî ya me hebû. Di salên dawiyê de di asteke diyarde de di rêxistinê de xwe kombûnek çêbûye, hêza me ya têkoşînê zêde bûye. Me rastiya ger em kombûna di rêxistinê de hîn zêdetir pêşbixînin, di şêwaz û xeta têkoşînê de rêkûpêk kirinekê çêbikin em dê encamên bibandor destbixin.

Bi vê ferasatê ve di destpêkê de weke rêveberiyê, hîn zêdetir li ser kêmasiyên xwe sekin, bi kirina rexneyan, bi rexnedayîn ve herî zête me di rêveberiya xwe de rastkirinek da destpêkirin. Me tevahî rêveberî ya xwe li ser xeta Rêbertiyê gihan de feraseteke rêxistinê ya rast û me ew anîn rewşeke dayîna têkoşîneke hîn baştir. Di rêveberiyê de dana destpêkirinê ve em ketin hewla sererastkirê di tevahî rêveberî û kadroyan de dana pêkanînê. Jiber sedema lewaziyên di rêveberî û di kadroyên me de tên jiyîn, li dijî pîvanên paşverû yên di sazî û di qadên xebatên me de tevgera sererastkirinê da destpêkirin. Li dîjî hundirînbûna pergalê ya di sazî û rêxistinên me yên cûrbecûr de derketiye holê ku ev ji sekna kadro û xebatkarên me çavkaniyên xwe girtiyê re pîvanên rast ferzkirinê ve ji bo me ev paşverûtî derbaz kirba me hewl da. 

Wekî ku me bi pêngava “edî bes e” ve ji êrîşên tasfiyekariyê re ku Rêbertiya me di nava pergala îmralî yê de bi rûberûyê tecrît û rizandinê ve hiştinê re û bê bandorkirina tevgera me ya azadiyê ji Rêbertiyê re destpêkirinê re gotiye “bisekine”, me ji aliyên ku rêveberî û kadroyên me ji xeta Rêbertiyê re dûr re jî gotiye “êdî bes e” û me mercên têkoşîneke hîn bibandortir têdikoşe daye çêkirin. 

Dewleta Tirk, ferg kir ku ew lîstokên li ser gelê Kurd dilîzin em dibînin. Dîtin me pêngava vale derxistina plansazî û tasfiyegeriya konseptê destpêkirye. Dema hêzên mêtingeh inkarger, li ser me destpêkirineke pêngava tasfiyekirinê dihizirîn, me pengav pêşxistinê ve têkoşîn pêşxistiye û em gihiştine pozîsyona qezenckirina însiyatîfê.

Dewleta Tirk, hêviya şikandina hêviyên azadiyê yê gele me, wekî ku armanc kirine encama tunekirina tevgerê, bi asteke gîrîng de bi paşverûtiyên me ve girêda bû. Hesap dikirin ku di asta rêxistin û kadro de yekiniyên me binerin, konsepta xwe ferz bikin û biserkeftîbin, tevahî dînamîk û saziyên gelê Kurd hundirînkirina pergalê ve dê bikin bin kontrola xwe û dê di nava wext de jî xelas bike. Le mixabin jiber pêngava “êdî bes e”, weke ku bersivek ji êrîşên wan re ye, li dijî paşverûtiyên ku wan bihêvî dikin jî me têkoşîn daye destpêkirin, tevahî hesabên wan serûbin bûn.  

Dewleta Tirk, di nava van deh salan de pir baş zaniye ku dema PKK, dibin rêxistina Rêbertî de, sekna kadro, şêwaza têkoşîn û di xeta çalekiya Rêbertî de dimeşe binxistina wî zehmet e. Jixwe komploya navnetewî jî ji bo tevgera me û gelê me ji vî rastiya şêwazê Rêbertî û di xeta çelekiya Rêbertî qutbike hatiyê pêkanîn. Dema PKK bi Pêngava “êdî bes e, Rêbertî bijî û bide jiyîn” ve PKK ji nû ve têkoşîn bilind kir, dîtin ku ev kar gelek zehmet e. Jiber vê sedemê di parlementoyê de li dijî pêngava me ya “êdî bes e” bi derxistina bîryara êrîş û tam tasfiyegeriyê ve, pêşdîtin ku bêyî ku ev pêngava me bibandor be bigihijin armanca xwe.

Divê tezkereya ku hatiye derxistin em bişibînin îlankirina bîryara êrîşa li dijî Suryê ya ku di sala 1999 di devê fermandarê hêzên bejayî û Demîrel de derketiye. Bîryara bêbandorkirina Rêbertî ve tasfiyekirina tevgerê vê carê di teşeyeke tasfiyekirina tevahî rêveberiyên rêxistinê û gerîlayan xwestine pêkbînin. Tezkereya ku di parlementoyê de derketiye divê em weke gava ji nû ve pratîk kirina komploya navnatew a sala 1999’ê bibînin. Ev teskereya ku di meclîsê de hatiye derxistin tenê weke bîryara tevgera derveyî sînor fêmkirin, dê bibe nefêmkirina plansaziya inkar û tunekirina berfereh.

Ger baş lê bê nêrîn piştî vê tezkereye hem di hundir de hem jî di derve de polîtîkaya şerê psîkolojîk zêdetirckirine. Şerê taybetî di her aliyan de bi teşeyeke berfereh de meşandine. Tevahî derfetên dewletê ji bo xelaskirina tevgera azadiya Kurd xistine tevgerê. Şerê taybet, cureke şer e ku seferberkirina tevahî derfetan û di demeke ku hatiye diyarkirin da xwe gihandina armancê îfade dike. Dewleta Tirk jî bi şerê taybetî yê daye destpêkirin ve armanc kirye ku tevgera azadiyê di nava salekê de ger nebe jî di nava du salan de tasfiye bike, an jî bisînor kirinê ve bîne rewşa ketina bin çavderiyê. Tevahî siyaseta hundirîn û derveyî, tevahî derfetên aborî û civakî kirye bin xizmeta vî şerî. Ger piştî tezkereye li çapemenî û dorhêla civakî bê nêrîn û lekolîn kirin, dê pir esan bê dîtin ku tevahî tişt li gorî vî şerî hatiye rêkûpêk kirin.

Dewleta Tirk weke di sala 1998 de kirye, bi dîtina dema xwe ferz bike, dorhêla siyasî ya ku hêzên derve neçare alîkariyê bidê ve ketiye tevgerê. Jiber dangaviya DYE (ABD) ya di nava Iraqê û Rojhilata Navîn Tirkiyê bikarbînin hizirîn ku dê di perçiqandina tevgera azadiya Kurd de alîkarî bidin wan. Jixwe piştî tezkereyê, ji DYE’ê, Iraq û ji hêzên siyasî yên di Kurdistanê re got “ weke em dixwazin em dê bitevgerin, li ku derê de ziravbe bila di wir de qûtbibe” ji bo alîkariyê bidenê xwe ferzkirye. Di sala 1998-1999’ê de di Tirkiyê de atmosfereke çawa afirandibûn, piştî tezkereyê jî dîsa heman êrîşên şovenîst bilind kirin.

Bi tezkerê ve bilindkirina şerê taybetî, xwestine vîna gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd bişkînin. Bi fereseta ku hertim dûbarekirine “divê em hêviyên wan yên qezenckirinê ji holê rakin” ve şerê psîkolojîk bilind kirine. Operasyonên leşkerî yên berfereh çêkirine. Li ser DTP zext çêkirinê ve hewl dane ku vîna wî bişkîne.

Me weke tevgerê dît ku dê bi awayek bi talûke van êrîşên tunekirinê pêşbixînin. Ji bo em bidin nîşan ku li dijî vê êrîşa şikandina vînê em gavek şûn de na avêjin, em dê têkoşînê hîn zêdetir mezinbikin me bîryara di her qadê de pêşxistina têkoşînê girt. Herçend em bedelên mezin jî bidin, ji bo em bîryara xwe ya pêşwazîkirina van êrîşan û paşde kişandinê bidin nîşandin, tevahî rêveberî û kadroyên me ketin nava hewla kirde (pratîk) kirina vê bîryarê. Ji hêzên tevgera operasyon û tunekirinê dimeşînin re di operasyona Gabar û Oramarê de darbeyên bibandor hate dayîn.  Me bi teşeyek bibandor hewl da ku em bidin nîşan em netevgereke wisa ne ku bi rêbazên şerê psîkolojîk û bi şerê taybet ve vîna wî bê şkandin in.

PKK, di bingeh de tevgereke li ser vîna xwe de çûyînê ve pêşketiye. Mile wî yê herî bihêz, dibin her mercan de çûyîna ser vîna xwe ye. Yên ku dîroka me nasdikin bila baş bizanibin ku herçend bi PKK re di her qadê de bikevin pêşbirkê jî, bikevin gûreşa hêza dest jî, di şerê vînê de ev nayê kirin. Dewleta Tirk li dijî milê PKK yê herî xurt ango vîna wî ketina nava karê bi vîna wî re şerkirinê ve hîn didestpêkê de ketiye nava karekê bêserkeftî. Jiber hêza Tevgera azadiya Kurd, xwe nasipêre hêzên derve, xwe disipêre hêza xwe bi têkiliyên siyasî ve bi xwe ferzkirinê ve neqengaze ku vîna wî bêşikandin. Em bawerin di vê demê de dewleta Tirk fêrî vê jî bûye.

Hinde devdor bi teşeyeke, em di meclîsê de tezkere derdixînin, em bîryara tunekirinê digirin, lê ew li dijî me berxwedidin, ev vê hêzê ji ku  derê digirin, ecêp mandina xwe ya bi vî rengî didan nîşan. An ev devdor  an jî ev kes PKK nasnakin an jî tevgera azadiya Kurd weke çapemenî û hinde hêzên dewletê didin nîşan dinirxînin. Bila tevahî kes bizanibin ku PKK, di mercên siyasî, civakî û çandî de ku çi hêvî tê de nînbû de û di pêvajoyeke ku dijberî wî ye de liser vîna xwe de çûyînê ve, bawerî dayîna hêza cewherê xwe ve, bi şêwazeke rast, bi uslûp û rêgezeke rast ve têkoşîn kirinê ve pêşketin afirandiye. Di pêvajoya “êdî bes e” de jî bi van rêgezan ve girêdayî têkoşîna xwe bilind kirye.

Me serkeftina pêngava “êdî bes e” li ser sê bingehan pêşxist.

Ya yekem; ji bo em hem ji paşverûtiyên xwe yên hundirîn hem jî li dijî tevgera tunekirin û inkarkirina derve re bêjin “êdî bes e” me ji xwe re esas girt ku em di her aliyan de Rêberê xwe bidin jiyîn. Me bawerkir ku tenê em dikarin li ser vê bingehê azadiya Rêbertiya xwe û welatê xwe pêkbînin.

Ya duyemîn; Me ji kadro û gelê xwe re mezinbûna talûkeyê da fêmkirin û anî bîra. Li ser vê bingehê me berpirsyartiya gel û kadroyên xwe bilind kir û ji bo erk di cihê xwe de bên kirin me hewl da.

Ya siyemin; li dîjî şerê şikandina vîne, li ser vîna xwe de çûyînê ve bilindkirina bîryara têkoşîna xwe, devjê berde jiber êrîş û zextan gav şûn de avêtin, em bi şeklekê hîn zêdetir liser bîryar û baweriya xwe ya têkoşînêe de çûn.

Êrîşên Dewlata Tirk Bîryara Me Ya Berxwedaniyê Xurt ir Kir

Divê em vê vekirî bêjin ku daxwaziya Tirkiyê ya di derveda girtina alîkariyê ve perçiqandina tevgera azadiya Kurd, di me de hîn zêdetir kirina têkoşînê, bibîryarbûn û dana nîşandina sekneke xurt pêşxistiye. Me bi sekna xwe ve valetiya feresata me ji derve alîkarî girt, me hêzên kurdistanê jî dangav kir, em dê encam bigrin da nîşandin. Me hertim anî bîra ku heya pirsgirêka Kurd negihe çareseriya demokratîk em devj ji pozîsyona têkoşîna xwe ne haberdin. Dema têkoşîna cîhanê ya herî bimaf didin, Tirkiye di polîtîkaya cîhanê ya herî bêmaf de israr dike. Jiber vê sedemê çi alîkariya ku tê dayîn nikare vê rewşa Tirkiyê ya bê maf veşêre an jî serpêçe. Jiber di rewşeke bêmaf de ye pozîsyona Tirkiyê lewaz e. Gelê Kurd jî, jiber mafê xwe yê herî bingehîn dixwaze çi kes nikare gele me ji van mafan qûtbike. Weke danameşandina vê dozê, zehmetî çi dibin bila ewbin ger têkoşîn bê kirin, em dizanin ku dê êrîş hertim vale bên derxistin. Dema Weke tevgerê em ji têkoşînê re pêşengtiyê dikin, me hertim dît ku gele me alîkarî ya xwe ji me qûtnake û ciwanên me xwe diavêjin nava şoreş ê.  Bingeha bîrdozî, siyasî, çandî û ehlaqî yê têkoşîna me pir xûrt e. Jiber vê sedemê alîkariya hinde hêzan ya ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî didin dewleta Tirkiyê di hinde aliyan de ji me re tangaviyan çêbike jî, lê aşkereye ku pêşketina me asteng nake. Divê vê rastiyê hem dewleta Tirk hem jî hêzên ku alîkariyê didin Tirkiyê bibînin. Ger vê bibînin dê ji nêzîkbûnên me yên maqûl re bi bersivek erênî ve bersiv bidin û dê xwe nêzîkî çareseriya vê pirsgirêkê bikin.

Gel bi helwest uu çalekiyên xwe ve xwedî nirxên xwe derket

Berê 15 Sibatê gelê Kurd li Botanê de meşiya, li dijî operasyonên leşkerî derket û xwesteka xwe ya çareseriya demokratîk da nîşandin. Gelê me di çar aliyan de yên ku di Botanê de meşiyane hem di bajêr hem jî di bajarokan de bi kêfxweşiyeke mezin ve pêşwazî kirin. Ev meş hîskirina gel a talûkeya li hemberê xwe derxist holê. Heyîna gelekî talûkeya li hemberê xwe fêmkiriye, rastiya kûrantiya zanistiya azadî û demokrasiyê jî daye nîşandin. Mezinbûna meşa Botanê, îşareta derbazbûna 15 Sibatê dida ango dê çawa derbazbûba.

Helwesta gelê Kurd di 2008’an de li dijî komploya 15 Sibatê daye nîşandin divê baş bê lekolînkirin. Bere hertiştî gele me di sala 1999 heya neha cara yekem bi şeklekî ew qes xurt komplo lehnet kirye; di asta herî bilind de li Rêberê me û li PKK’ê xwedî derketiye. Di vê xwedî derketinê de rista fêmkirina talûkeya asta polîtîkaya tunekirin û inkarkirinê pir zêde ye. Bi vî rengî bawerkirye ku divê bikeve tevgereke xurt û ketiye tevgerê jî. Civakek, li dijî mezinbûna talûkeyekê fedekariyan dike û ji bo têkoşînê bilind bike çi ji destê wî tê wê dike. Em dikarin bidin diyarkirin ku 15 Sibata 2008 tê de gele Kurd ev refleks daye nîşandin.

Di sala 2008’an rabûna gelê Kurd, divê weke qenita vale derxistina Komployê were dîtin. Rêbertiyê gelê Kurd hîn jî êxsîre û heyîna wî ya fîzîkî dibin gefan de ye. Jiyana Rêbertî hîn dibin Talûkê de ye. Ev rewşa ku komplo afirandiye derbaznebûye. Lê mirov dikare bêje ku ew pergala Îmralî ya dihat pêşdîtin di asteke mezin de vale hatiye derxistin. Armanca komployê, PKK û gele Kurd ji Rêbertiya wî qûtbike û bike bin çavdêriyê. Li gorî wan PKK û gelekî ku ji Rêbertiya xwe hatiye qûtkirin, dê bêserkeftî bê hiştin. Jixwe ev tespît rast bû. PKK ya ku ji Rêbertiya xwe qûtbûyî, yan dê bê tasfiyekirin yan jî dê wî bînin xeta ku ew dixwazin.

Di 15 Sibata 2008 ‘ê de gel, bi şiyara “bijî serok Apo” ve mcejnan hejandinê ve bi awayek xurt îlan kirye. Gel ji PKK nayê qutkirin jî bi şiyara “PKK gel e, gel li vir e” ve daniye holê. Bi serhildanên ew qes mezin de nîşandina helwesta xwe heman dêmê de îlana tevgera azadiyê ji xeta Rêbertiyê nayê qûtkirin bû. Tevgera azadiya Kurd û gel, dema têkoşîna xwe di xeta Rêbertiyê de meşand pêşî girtina vê têkoşînê û paşvexistina wî negengaz e. Qenitkirina Rêbertî ji tevger û gel nayê qûtkirin, di heman deme de tê wateya vale derxistina komplo û pergala îmralî yê.

Pergala Imralî yê, ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve girtina Rêberê gelê Kurd e. Rêbertî bi navê DYE û YE (AB) yê jî li Îmraliyê de tê girtin. Bi vî rengî di siyaseta Kurdistanê de û di siyaseta Rojhilata Navîn de bêbandorkirina xeta azadiya Rêber Apo hatiye armanc kirin. Daxwaziya weke fîzîkî di her alî de hilweşandina Rêberê gele Kurd jî polîtîkaya ku Tirkiye, DYE û YE yê ye. Gele Kurd di 15 Sibatê de, weke ku di dîrokê de çi Rêberî re nabe nasîp xwedî li Rêberê xwe derketiye, ji tevahî kesan re daye nîşan ku komplo di mijara Rêbertî ji gel û ji PKK qûtkirinê de sernekeftiye. Qenitbûtbûye ku gele Kurd û PKK dê di xeta Rêber de bimeşe, gele Kurd jî di vê bîryarê de ye ku dê di pêşengtiya PKK’ê de têkoşîna xwe bide meşandin. Ev jî ji bo komployê bûye bersiveke herî zelal. Bi vî rengî hizra Rêber a “ger ez di gorê de bim jî ez dê rista xwe bilîzim” hatiye qenitkirin. Êdî çi kes nikare PKK ji Rêbertiyê qûtbike. Hewla wan ya bigotina “ji Apo re na, ji PKK’ê re erê” li gorî xwe afirandina PKK yek darbeya xwe ya dawiyê xwariye.

Bi 15 Sibatê ve herkesî dît ku negengaze Rêbertî bê rist bihêlin û PKK’ê tasfiye bikin. Asta protestokirina gel a komployê, di heman demê de îfadeya vale derketina hewla komplogerên ku dixwazin li ser gel bandoreke siyasî û bîrsozî bidin afirandine. Dema Rêbertî ji PKK’ê re Rêbertî dikir jî gel bi Rêberê xwe ve girêdayî bû. Lê dema Rêbertî dibin esaretê de ye jî gel girêdaniya xwe ji kevin zêdetir daye domandin dibe qenita ka girêdaniya wî çiqas kûr e, qasî rêxistinî, girêdaneke hizrî jî pir xûrt e.

sedema herî mezin a girêdana bi Rêberê gelê Kurd re, fêmkirina vî gelî ye ku Rêber di zîndanê de jî be her saniya xwe ji bo vî gelî dijî ye. Êdî zaniye ku ji derveyî jiyaneke bi azad û demokratîk a  gelê Kurd çi cîhan û armanca jiyaneke wî ya din nîne. Jiber vê bawerî û girêdaniyeke bê dawî daye nîşan. Êdî ev girêdanî nayê qûtkirin.  Dibe li ser gelî ku girêdayîna xwe dide nîşan zext werin çêkirin lê ev girêdanî nayê lewazkirin.  Jixwe tevî zextan, bi înyad vê girêdaniya xwe zêde dikin. Lewra ji derveyî girtina Rêberê gele Kurd, aşkereye ku negihiştina armanca xwe.

Girêdana gel bi Rêberê xwe ve, di heman deme de bixwe re di bin rêbertiya PKK’ê amedekariya bilindkirina têkoşîna gel tîne. Ji Rêbertiyê re girêdan, bûye cewher û maya ya girêdana PKK’ê. Her PKKgerê di zanistiyê de ye ku netasfiyekirina PKK’ê de ev rista Rêbertiyê heye ,di xeta fedayîtiyê ve bi Rêberê xwe ve di nava girêdaniyê de ye. Di 15 Sibatê de girêdana gel bi Rêberê xwe ve, girêdana kadro û şervanên me ya bi xeta Rêber re hîn zêdetir kokdar kirye. Di vî alî de 15 Sibata 2008‘ê di dîroka têkoşînê de serdeme ke nû vekirye. Qasî vale derxistina komplo, ji tevahî dijmin-dostan re daye nîşan ku PKK xwedî hêzekê ye ku zû bi zû nayê binxistin. Gel di 15 Sibatê de ji yên ku dixwastin ji gel re bidin nîşan ku bi şerê taybetî ve PKK hatiye lewazkirin an jî PKK vî gelî temsîl nake re bersivek bi bandor daye. Bi vî sekna xwe ve ji xwediyê komplogeran re gotiye te di bingeh de te ji gelî Kurd re dijmintî kiriye û ji jiyana azad û demokratîk a gele Kurd re komplo kiriye û ev rastî aniye bîra yên komplo kirine.

Helwesta gel a di 15 Sibatê de bîryara têkoşîna pişt re jî daye diyarkirin. Sekna gel a 15 Sibatê, weke bingeh û maya ya têkoşînê bilindkirina lezgîniya têkoşîna pişt re bê dayîn çêkiriye. Jiber vê sedemê sekna gel a 15 Sibatê di asteke pîroz de me hêja dît. Gel di 15 Sibatê de ji yên ku dixwazin vê têkoşînê tasfiye bikin re gotiye hun nikarin vê têkoşînê tasfiye bikin. Û gotiye dipişt wî de ev gel heye. Bi dana nîşandina em dê herdem û dibin her mercî de li pişta Rêbertî û PKK ê bin ve hêzên inkarger, mêtingeh xistiye nava xofan de.

Tirkiye di polîtîkaya xwe ya inkar û tunekirinê de israr dike

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk kirine encam negirtiye. Jiber vê sedemê ji xwe re kir hedef ku bi êrîşên berfereh ên bejayî ve darbe li tevgera azadiya Kurd bixe. Jixwe bi tezkereya ku di meclîsê de derxistiye ve weke leşkerî û siyasî xelaskirin kirbû hedefa xwe. Dema zextên siyasî û êrîşên hewayî bê bandorbûn, têkiliyên dîplomatîk dangavkir, xwe hîn zêdetir pezar kirinê ve xwe ji operasyona bejayî re amede kir. Dewleta Tirk dixwast gava herî girîng a bîryara xwe ya di saleke de xelaskirina PKK’ê bi tevgera bîryarê ve bavêje. Di zivistana tarî de êrîşkirina wî, encama bîryara wî ya di nava salekê de xelaskirin bû. Bi vê êrîşê ve hîn zêdetir hat fêmkirin ku em devjêberdin dewleta Tirk dê pirsgirêka Kurd çareser bike, heyîna wî jî napejirîne. Dewleta Tirk di hizirî ku dê bi darbeyên şok ên nîvya zivistanê ve encamên lezgîn bigre. 

Ji operasyonê re destûr dayîna DYE ve aşkere ye ku armancên dewleta Tirk heye. Armanca DYE hîn zêdetir Tirkiye bixwe ve dana girêdan, li ser hêzên siyasî yên di Iraqê de û li ser PKK’ê zext dana zêdekirin bû. Tirkiye jî hesap dikir ku bi derbe kirina PKK ve li ser Kurdistana Başûr û Iraqê zextên xwe yên siyasî zêde bike. Piştî darbe li PKK xist ji bo encamek bitemamî bigre hedef dikir ku hêzên Îraq û hêzên siyasî yên Kurdistana Başûr jî bişîne liser PKK’ê. Ger darbe li PKK bixe dê li hemberê hêzên siyasî yên DYE, Iraq û Kurdistana Başûr pozîsyona wî xurt bibe û xwe spartina vî hêzê ve jî wê hewl bide ku çi dixwaze wê li van hêzan bide kirin.  Lê çiheye ku ne DYE nejî Tirkiye gihişte armanca xwe. Gerîlayên ku ji gelê di newrozê de rabûne ser piyan moral û hêz girtîye bi qehramanî şerkirye û di Zapê de artêşa Tirk perîşan kirye. Dewlata Tirk artêşa xwe şande li ser qada herî amedekar, ev jî artêş şaşo maşo kirye û neçar kir ku paşve bizivire. Tevgera bejahî da nîşan ku DYE û Tirkiye vîna gelê Kurd a di 15 Sibatê de daye nîşan nedaye berçav û bal nedaye ser. Berovajî armanc kirye ku wekî berê vîna vî gelî bişkînin. Ger xwediyê zihniyeta demokratîkbûna, dê vîn û daxwaziya vî gelî ku rabûye ser xwe û bi aweyekî aşkere aniye ser ziman cîdî girtiban. Lewre dana nîşandina Tirkiyê ku pergala wî bi demokratîke jî xwe xapandineke. Ya herî xerap jî Tirkiye Kurd an weke hemwelatê xwe nabîne. Weke ji civaka Tirk re nêzîk dibe ji civaka Kurd re nêzîk nabe. Dema Kurd bû mijara gotinê, bê ku bê guhdarkirin daxwaziyê wî bi awayek zehmetî û tundî diperçiqîne.

Ger di tevgera bejahî de dewlata Tirk serkeftiba, wê operasyonên xwe yên leşkerî di hundir de li ser gel bi tunda derûnî û bi tevahî rêbazên zextan ve temam kirba û ji bo encam girtiba dê bervî van hedefan ve çûba. Lê çi heye ku dema tevger bê serkeftî bû, darbeya taybet a liser gelê Kurd plankirbû darbe xwar. Bi mehane ew xeberên derew “me xelaskir, tunekir” ên çapemeniyê didan berovajî bû û psîkolojiya civaka Tirk serû binê hev xist. Hêzên siyasî ketin hev. AKP ya ku weke egîdekê dixwast bikeve nava dewletê bû hedefa êrîşên siyasî.

8’ê Adar arîfeya şoreşa azad a 21’ê Adarê ye

Di 8 Adarê de jinan danîn holê ku dê di newrozê de bi awayek xurt bikevin tevgerê. Di 8 Adarê de jinên Kurd meşên di wesfa serhildanê de pêkanîn. Bi deh hezaran ve meşa jinê, îşareta pêkhatina meşa herî mezin a di dîroka têkoşîna azadiya Kurd û gelê Kurd de da. Şoreşa jinê ya di 8’ê Adarê de pêkhatiye, arîfeya şoreşa azad a 21’ê Adarê bû. Ji bo di nava tevahî civakê de şoreşa jinê bê rewşa şoreşa azadiyê, encex weke encama xwezayî ya şoreşa civakî pêkhatiba. Jiber vê sedemê aşkerebû ku gele Kurd dê di newrozê de ji polîtîkayên inkar û tunekirinê ya dewleta Tirk re gotiba “êdî bes e” û dê bi dengekê bilind azadiya xwe xwastiba.

Di Newrozê de gelê Kurd bi milyonan rabû ser piya, ji polîtîkaya tunekirin û inkarê re gotiye “êdî bes e” bi vê re jî daxwaziya xwe ya “xeseriya demokratîk” daye nîşandin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser gelek ciha, qenit dike ku ev êrîş berê hatiye plankirin. Ger ji AKP’ê re nêz sekna mudurtiya emniyet û valîtiyê re bê temaşekirin, wê bê dîtin ku ev êrîş bîryara hukimeta AKP’ê ye.

Ez dikarim sedema êrîşên di newrozê de li ser gel hatine kirin wisa deynim holê. Ya yekem, xwastine pêşiya meşa gelê Kurd a li Botanê pêkaniye, di 8’ê Adarê de rabûna jinan ser lingan ku ev tê wateya di 8 Adarê de jinên Kurd di şoreşa civakî de gavek pir mezin avêtine û pêşiya meşa mezin a azadiyê ku dizanîn dê di newrozê de bizivire serhildaneke mezin bigrin. Êrîşa newrozê di aliyekê de hêrsa bingetina di Zapê de bû. Cejna Newrozê ya gelê Kurd, xwastin ji gel re bikin jehr. Weke pêwîstiya polîtîkaya şikandina hêviyên qezenckirina Kurd di Newrozê de êrîş birin ser gel.  Dewleta Tirk di Newrozê de xwe bi xwe danî holê ku ew Kurdan hemwelatê xwe nabîne û weke hêzeke îşqalker nêzî Kurdan dibe. Divê dîmenên newrozê weke dîmenyên helwesta artêşa işxalker û polîsan were dîtin. Çi dewlet an jî welat rewş çi dibe bila ewbe nikare ji gelê xwe re wisa nêzî bibe. Welatekê faşîst jî nikare wisa nêzî hemwelatê xwe bibe. Divê helwesta polîs û leşkerên di Kurdistanê de weke helwesta li dijî civakeke ku dijmin dîtiye lê qet jê hesnekirye were dîtin. Bi vê re aşkere ye ku ev dîmen dîmenên li derveyî mirovatiyê ye û tujî tûnd e. Ev dîmen encax bi dîmenên di dema Belqanan de gelen derve li hemberê hev hatine sorkirin derketine holê re bînin gel hev û bi hevdû re werin pîvandin. Jiber vê sedemê bi awayek aşkere hatiye dîtin ku ew gotinên car caran erkdar bi teşeya “birayê me û hemwelatê me ne” dibêjin derew in. Ger erkdarên dewleta Tirk Kurdan weke bira û hemwelatê wekhev dîtiba misoger leşker û polîs wisa nêzîk nedibûn.

Dîmenyên newrozê ne guhdarkirina daxwazî û daxûyaniyên vîna gelekî pêkanîna hilbijartina perçiqandinê îfade dike. Dema Kurd dibin mijara gotinê, yekser perçiqandin tê bira dewleta Tirk. Reaksiyona dewleta Tirk a li dijî Kurdan perçiqandin e. Ji dervî vê hilbijartinek din layiqê Kurdan nayê dîtin. Jixwe bere Kurd weke mirov jî nedihat dîtin ango nedikirin şûna mirov an. Kurd civakeke divê ser pişta wî sopa kêm nebe û firsend jê re neyê dayîn ku çavê xwe veke bû. Di newrozê de tişta ku ji Kurdan re hatiye pêkanîn de me dûbare kirina pêkanînên kevneşop dît. Ji bo dewleta Tirk ev pêkanînên li ser Kurd xweza ye, rûtîn e. Ji vê re rewşenbîr, nîvîskar û kedkarê Tirk jî hatine alimandin. Jixwe di newrozê de ji jin û zarokan re êşkenceyên golanan ên hatine kirin re bêdeng mayîn jî îfadeya vê rastiyê ye. Ger civaka Kurd layiqê van pêkhatina nehatiba dîtin, dê li cihekê qiyamet hatiba rakirin. Lê çi bi êşe ku ji van dîmenyan re reaksiyon pir kêm mane.

Dewlata Tirk; leşkerê wî polîsê wî ji bo tola berxwedaniya Zapê hilde, xwastiye vê tolê ji gelê ku newroza xwe pîroz dike û daxwaziyên xwe yên azadî û demokrasiye tîne ser ziman bigre.

Sedema duyemîn jî; piştî berxwedaniya li Zapê şûn de bi encamên serûbinbûna dengeyên siyaseta dewleta Tirk ve girêdayî ye. Ger AKP serkeftiba, dê weke egîd tevahî hêzên siyasî yên din bê bandor kiriba û dê dewlet di bingeh de xistiba destê xwe. Dema êrîşên bi hedefên mezinve hatine werîmandin bê serkeftî ma, vê carê xwastin bedela neserkeftinê ji AKP’ê bigrin an jî bidin dayîn. Yên ku ji bo perçiqandina tevgera azadiya Kurd  ji AKP’ê re alîkarî dayîne an jî yên ji hindek pêkanînên wî re bêdeng mane piştî vê operasyonê êrîşî li ser AKP’ê kirine. Wekî tiştên ku hatine serê tevahî hukimetên ku li hemberê PKK’ê neserkeftî hatiye serê AKP’ê jî. Heta hêzên weke ranta şerê li hemberî PKK’ê dide zêde ketina wî ya nav dewletê hezm nakin, ji bo di vê astê de ketina AKP’ê ya nava dewletê re bibin asteng destbi serî lêdana rêkên îlegal jî di nav de tevahî rêkan dane. Devdorên navnetew xwestine binketina Zapê bizivirînin pêvajoya di qada siyasî de bêbandorkirina AKP’ê. Doza girtina AKP’ê ji di vê çarçoveyê de girtina dest şaş nabe.

Heya neha çeteya kont-gerîla Ergenokon a li dijî Kurdan didin karanîn, piştî di derbarê AKP’ê jî xebat da nîşandin xebatên wan ên li derveyê huqûqê û aliyên wan yê lewaz bi karanînê ve, bi devdorên ku jê re tê gotin netewperest re ketine nava hesap dayînan. Li dijî hêzên netewperest ên xwediyê doza girtina AKP’ê, AKP’ê jî li ser Ergenekonê bi pêngava tangavkirina hêzên netewperest ve bersiv daye. Di roja newrozê de şexsên ku weke babê hizir ê devdorên netewperest tên dîtin girtine binçav de. Wêrekiya AKP’ê ya girtina binçav, neşaşe ku mirov bêje ji DYE û YE girtiye. Mirov nikare bêje ku AKP xwe dispêre hêzên demokratîk û dikeve nava van hewla. Berovajî weke li dijî hêzên demokratîk xwastiye li dijî van hêzên netewperest pozîsyona xwe bihêz bike. 

Hêza di Tirkiyê de demokratîk Kurd in û qet nayê inkar kirin. Dema li hemberê zextê rûberû dimîne ji bo nefes bigre Kurd azadî û demokrasiyê dixwaz e. Jixwe AKP jî di nav de tevahî hêzên din ên siyasî dibêjin Kurd dê sûd bigre û vî rengî gavên bi rastî Tirkiyê demokratîk bike direvin. Heta dikevin nava pêşbirka ka kî hîn zêdetir yekitiya welat û Milet diparîze û bi vî rengî miletgeriyê hembêz dikin.

AKP Jî heya roja îro bi xwe dana nîşandina dê li dijî PKK’ê hîn bi bandor şer bike ve di nava dewletê de xwe cîh kirye. Li ser mijara ka kî dê bibe xwediyê vê dewletê şerê ku bi netewperestan re kirye de jî di nava heman helwestê de bû.  Di rastiyê de jî êrîş birin ser cejna newroza gelê Kurd bi îdeya ya herî baş ez welat û Milet diparîzim ve di şerê bi netewperestan re daye meşandin de hewl daye ku pozîsyona xwe xurt bike. Di newrozê de ji Ergenekon ê re operasyon dane destpêkirin û piştî rojekê li ser gelê Kurd de êrîşeke bê rehim birin ne ev netesadûfeke. Hiziriye di şerê li hemberê netewperestan de bi perçiqandina Kurdan ve, bi Kuştinê ve, pişta wan sarbûnê ve qezencbike. Êrîş kirina ser Kurdan, li dijî tevgera azadiya Kurd dijminatî kirin di têkoşîna di nava xwe û netewperestan de ya ka kî dê dewlet bixe destê xwe de weke çekekê siyasal karaniye. Di wextekî êrîş bire ser tevgera azadiya Kurd, ji bo vê êşkence li jin û zarokan kirî de, kesekê nedikarî hukimeta AKP’ê di mijara ji dewlet û Milet re baş xwedî dernakeve tewanbar kiriba. Heta AKP’ê dikarî wan weke hun têkoşîna me ya biterorê re lewaz dikin jî tewanbar kiriba. Jixwe ji devdorên ku neserkeftina operasyona bejahî rexne dikin re dibêje “hun têkoşîna me ya ku li dijî terore lewaz dikin, hun serkeftina leşkerên me tarı dikin”.

 AKP di aliyekê de bi parastina leşkeran ve di aliyê din de jî êrîş kirina li ser tevgera azadiya Kurd ve xwestiye li hemberê devdorên netewperest an jî yên jê re tê gotin îtîhatgerên- neo pozîsyona xwe xurt bike. Di Newrozê de êrîşa ku li dijî gelê Kurd kirî de jî hesabeke wî ya wisa kirêt hebû. Kurd kirine qurbanê pevçûyînên di navbera xwe de.

Sedemek din a van êrîşan jî, dîtina AKP a windakirina bandora xwe ya di Kurdistanê de ku vê bandorê di ketina nava dewletê de dide karanîn e. Dewlet AKP weke hêzeke ku di Kurdistanê de ji nûve dagirkeriya siyasî bide hakîm kirin didît. AKP jî di domandina îqtîdara xwe de ev bandora xwe ya di Kurdistanê de kar tîna. Dema AKP dît ev bandora wî ya di Kurdistanê de jî şkest, hatiye rewşa êrîşker. Dema weke leşkerî neserkeftî bû vê carê gelê Kurd dema di newrozê de rabû serxwe û bisiloqana “Erdoxanê qatîl” ve xelas kir bi êrîşan ve xwastiye neserkeftina xwe ya di van her du qaden de derbaz bike. Sedemên di nava dorhêla siyasî ya di meha Adarê de AKP kirye nava êrîşeke wisa de. Weke xwediyê nû yê dewletê peyam û têkoşîna vîna siyasî ya gelê Kurd re tehemul nekirye.  

Ger dewleta Tirk operasyonên leşkerî çêbike û êrîş bibe ser gel û vê bidomîne, wê bivir li lingê xwe bixe. Di roja me ya îro de ji têkoşîn û rabûna gel bersivek hişk dayîn de cep bizivire. Jiber gelê Kurd êdî ne gelê kevne. Hem bawerya wî ya azadî û demokrasiyê pêşketiye, hem jî gihiştiye zanistiya dewleta Tirk siyaseta inkar û tûnekirinê bi awayek talûke dide karanîn. Ger yên mezinbûna talûkeyê dîtine, dê mezin berxwe bidin. Ger PKK mezin berxweda, sedema vê dîtina wî ya mezinbûna talûkê ye. Ger Rêberê gelê Kurd bi şêwazekî dibe tempo û serkeftinê ve Rêbertî kirye, sedema vê jiber polîtîkaya pergala inkar û tunekirinê ya bi talûke hîskiribû. Ji bo vê jî vale derbixîne xwe her roj pêşxistiye û mezinkirye. A niha jî jiber ev şêwaz û tempo di asteke girîng de ji gel re tê aşkerekirin û tê fêrkirin gel jî bi fedekariyekê ve berxwe dide, bi berxwedaniyê ve bersiv dide zextan. Jiber di jiyankirinê ve fêrbûye ku rêka li dijî dewleta Tirk berxwe bide tenê di berxwedaniyê de ye.

Doza girtina AKPê yekser midexeleya dewletê ve pêk tê

Divê doza girtinê weke midehaleyek ku dewlet dixwaze AKP û Islama siyasî hîn zêdetir bike bin çavdêriyê û bîne rewşa ku ji pergalê re xizmet bike bê dîtin. Dema hirsa ketina nava dewletê gihand dereceyek pir zêde wê deme jê re hat gotin tu pir zêde çûy, bisekine. Hatiye hizirîn ku di krediya beramberê bi PKK re şerbike îstîrmar kirye. Divê em doza girtinê wisa binirxînin. Îdîayên wan ê avakirina dewleta şerîat nepixiye. Lê dema dewlet girtina destê xwe de û ji berjewendiyên mirovên nêzîkî xwe re da karanîn de pir zêde çû, ev zêde çûyîn AKP bi akîbeteke wisa re rûbirû hiştiye. Şûna demokratîk kirina Tirkiyê û ji xizmetên ji gel re kirinê de giranbûna siyasî zêde bike, dema xwest bi teşeyek qûrnazî û firsendger ve di nava dewletê de bandor be, bingûhê navenda hêzên di nava dewletê ketiye. Têkoşîna di nava AKP’ê û di nava hêzên din de bimîsogerî têkoşîna di nava dewletê de bûna bandorek. Yên ku ji bo dest bavêjin ser derfetên aborî û siyasî dixwazin di nava dewletê de bibandorbin weke alîgirê demokrasiyê nayên hizirîn. Demokrasî jî, biçûk kirina dewletê, heyîna wî bisînor kirin û gel kirina hêz e. Lê gel kirina hêz zêdetir mirovên nêzî xwe kirina hêz armanca AKP’ê ye.

Li dijî çeteya Ergenekonê pêkanîna operasyênê jî weke pêngaveke demokrasiyê nikare were dîtin. Bi navê dewletê devdorên ku şerê li dîjî Kurdan de jê re erk hatine dayîn û aşkerebûna dixwazin paqij bikin. Di nava vê de bêyî ku tewanbariyên wan ê li hemberê Kurdan kirine bixin rojevê hinde mijar û şexsên nepêwist hene. Ev şexs şexsên li dijî PKK şer kirine lê pişt re êdî xwe derbazkirine û ketine nava karên din. Bitaybetî jî ji ber li hemberê şexsên hiristiyan jî dane karanîn ev devdor devdorên ku di aliyê DYE û YE dixwazin bên bêbandorkirin in. Dema ev êrîş birin ser hukimetê jî vê carê AKP li dijî wan ketiye tevgerê. Hinde navendin di hundirê dewletê de bibandorin jî dixwazin ew devdor bê belavkirin. Ger di nava dewletê de ji bo tunekirina van rey nehatiba dayîn, ev devdorên ku bi salan dewletê daye bikaranîn weke di Şemzînan de çêbûye dêkilbûna AKP nedibû mijara gotinê jî. AKP di vê mijarê de di nava dewlet de hinde alîkarî girtiye. Jiber di vê mijarê de DYE û YE jî alîkarî daye mijarên ku kont-gerîla zerar daye dewletê dixwazin verişînin û ji holê rakin.

AKP, bi dîtina lewaziya Ergenekonê ve, alîkariya DYE û YE jî daye da pişta xwe û xwest tasfiyekirina vî çete di têkoşîna dewlet kirina destê xwe de ya bi netewperestan ve dide meşandin de binirxîne. Alozî jî di vir de derketiye. Dema AKP xwest alîkariya ji bo tasfiyekirina mijarên bi zerar ên kont-gerîla ku jê re tê gotin Ergenekon di têkoşîna bi netewperestan de bide karanîn vê carê bi têkoşîneke mezin ve hat rûberû.

Em şerê di navbera AKP û netewperestan weke şerê dewlet kirina destê xwe dibînin. Em Ergenekon jî weke yên ku di şerê li dijî Kurdan de hatine teşhîr kirin ji dervî erk girtin dinirxînin. Tasfiyekirina tevahî hêzên li dervî destûra bingehîn û zagonê xebitîne ne mijara gotinê ye. Ger wisa ba me dê cûda nirxandiba. Lê mixabin em nikarin paqijkirina rûyê dewletê yê qirêj û têkoşîna dewlet girtina destê xwe weke lihevnekirineke erînî bê dîtin binirxînin. Heta jiber AKP dijbertiya Kurdan di vî têkoşînê de weke amûreke siyasî kartîne di rewşeke pir kirêt de ye. Lewre amûr û rêbaza ku AKP di vê têkoşînê de dide karanîn divê were lêpirsînkirin û teşhîr kirin.

Newroza 2008’e şoreşa azadiyê ye

Newroza 2008’ê weke şoreşeke azadiyê nirxandin şaş nabe. Gelê Kurd, di sala 1990 de rabû ser xwe û şoreşa nûvejînê pêkanî bû. Rastiya têkooşînvantiya gel a şoreşa nûvejînê derxistiye holê a niha jî şoreşa azadiyê ku dê jiyana azad û demokrat pêkbîne pêkhatiye. Ev di heman deme de kûrantiya şoreşa demokratîk ya di salên 1990 ‘de pêkhatiye dide nîşan ku gihiştiye ast û berferehiya pêkhatina şoreşa azadî yê. Di vî ali de newroza 2008 di Kurdistanê de mîladeke nû ye. Ger rast bê nirxandin di her alî de divê weke potansiyel û hêzeke pir mezin ku dê pêşketinan biafirîne bê nirxandin.

Pir vekirye ku gel hêbûna hêza xwe ya ji bo vê têkoşîna dayîna hertiştê xwe û dema pêşengtiyeke rast bê kirin pergala xwe ya demokratîk û azad re ji tevahî kesan re daye nîşandin. Gele me newroza 2008’ê aniye rewşa newroza xweseriya demokratîk. Çareseriya xweseriya demokratîk, bi helwesta ku daniye holê ve bi teşeyeke referandûmeke zelal pejirandiye. Referandûmeke ji vê zelaltir û bibandortir nîne. Êdî ji derveyî xweseriya demokratîk ji daxwaziyên gel ê jiyana azad û demokratîk re bersiv nayê dayîn. Bernameya xwe ya di asta herî kêm de daniye holê û jiyankirina vê dixwaze. Nepejirandina vê tê wateya domandina polîtîkaya perçiqandinê ya li dijî Kurdan. Kurdan bi newrozê re helwesta xwe ya “êdî bes e” bilotke (zîrve) kirye. Ger bi dengekê bilin gotina Kurdan “êdî bes e”  û daxwaziya “ez xweseriya demokratîk dixwazim” neyê bîhistin, ji bo Kurdan tiştê ku bê kirin nemaye. Gelek daxwaziya xwe ya demokratîkbûnê encax ew qes eşkere û bi teşeyek xurt deyne holê. Kesek nikare bêje Kurd çi dixwazin. Dûbarekirina Gotina devdorên inkarger û hukimet ê wek “praniya Kurdan nasname, ziman, çand û azadiyê naxwaz in, ev nikarin bibin nûnerên Kurd an” êdî dibe ar rijandina ser da (ip). Li hemberê peyama vîna newrozê derxistiye holê di gotina kevin de israr kirin, dê bibe di her alî de lotîk kirina inkare ku kes nikare pergaleke wisa rewa bibîne û li ser lingan bigre. Jixwe êrîşên di newrozê de li ser gel hatine kirin, di aliyekê de jî aşkerebûna hêrsa ku li hemberê rewa dîtina pergala inkar û tunekirinê ye.

Di newrozê de gelê Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk, daxwaziya heya jiyana demokratîk û azad a gelê Kurt tê pejirandin dê bi gele Tirk re bijî îfade kirye. Daxwaziya xweseriya demokratîkbûnê ya gelê Kurd di heman deme de vîna bi gele Tirk re weke bira û di nava yekitiyê de jiyîne. Nepejirandina vê, divê weke provakasyona li dijî vîna jiyîna gele Tirk û Kurd bi hev re were dîtin.

Bi newrozê re hilbijartina çareseriya demokratîk zêde bûye. Ji bo yên çareseriyê dixwazin zemînê civakî û zemînê siyasal hatiye bihêzkirin. Hatiye nîşandin ku Tevgera azadiya Kurd bi operasyonên leşkerî û zora polîsan ve jî nayê bêdengkirin. Projeya çareseriya maqûl jî di holê de ye. Êdî dor hatiye yên ku çareseriyê dixwazin divê xwe bispêrin vê zêminê û baş bixebitin.

Em dihizirin ku vê newrozê peyam ne tenê daye dewleta Tirkiyê, peyama pêwist dikir daye tevahî hêzên Rojhilata Navîn yên bi Kurdan re eleqeder in. Yên ku vîna vî gelî nabînin, tenê dikare bêelaqên siyasî yên mezin bin. Yên ji bo berjewendiya xwe ya aborî û siyasî pêlî tevahî nirxên mirovahiyê dikin dibin. Ne mijara gotinê ye ku yên wisa nêzî dibin em dê bigrin cîdîyet ê.

Çalekiyên gelê me vehunîna derfetên azadî û demokrasiyê ye

Ji berê hertiştî divê gelê me jî, kadroyên me jî bibînin ku ew tişta komplo hedef kiribû, polîtîkayên tevgera me bitunekirinê re gelê me bê vîn hiştin bê encam maye. Newroza 2008’an dîmena vêye. Gelê Kurd di rabûna ser linga a 15 Sibat, 8’Adarê û Newrozê de ji bo tevgera me û kadroyên me ji bo ser bikevin hemû cure derfet û piştgirî dayê û dê bide daniye holê. Ti karê ku bispêre vê vîna gel ku sernekeve nîne. Hemû lewazî, kêmahî û nêsiyên ku hene bi vê şoreşa azadiyê ya gel çêkiriye ve û ew hêza ku derxistiye holê ve dikare bivan re were derbaskirin. Duh yên ku digotin ev kêmahiyên me, ev nebesiyên mei lewaziyên me hene, bi ew hêza ku ji Newroza 2008’an girtiye ve dikarin pir hêsan van pirsgirêkan derbas bikin. Heger di dema derbasbûyî de di xebatên rêxistinê de, şêwazê me de, jiyana me de kêmahiyên me derketinbin jî piştî Newroza 2008’an û şûnde bahaneya berdewam kirina van nemaye.

Li hember vê sekna gel divê ti rêveber yan jî kadro bêyî ku hecetan bidin nîşan bixebitin. Ti kes yan jî kesan ku bêjin ev pirsgirêka min heye nayê pejirandin. Em berdin bûyîna kadroyê berpirsyar, welatparêzek jî li heber ev rabûna ser piya nikare pirsgirêkên xwe yên şexsî bîne ziman.

Têkoşîna azadiya gelê me, hem rûberûyê talûkeyên mezine hem jî rûberûyê derfetên mezine. Ji lewra jî bi ew hêza ku ji Newroza 2008’an girtiye ve dikarin talûkeyan bavêjin aliyekî û derfetan ji bo qezençkirina jiyana azad û demokratîk binirxînin.

Êdî ew komîn û meclîsên ku Rêbertiya me dide diyarkirin dikarin li her deverekî çêbikin. Rêxistinbûna gel tev wek axek dikarin bihunin. Têkoşîn ne dem demî, bênavber bûyîn û bi encam bûn rêxistinên civakî bi li her derê bipêşxistin û mayînde kirinê re çêdibe. Niha derfetên pêkanîna viya zêde bûye. Gelê me ji rêxistinê re jî, ji bo azadiya xwe ji her çalekiyêke re jî amade ye. heke ev nayê kirin, berpirsyariya nekrina viya bitemamî ayîdê kadro û rêberên xwezayî ên gel e.

Newroza 2008’an, di heman demê de divê were asteya pêngava kadrobûyînê. Derfetên ku pîvanên pergalê ango nava pergalê dayîna aliyekî û di pîvanên me de kadro avakirinê çêbûne. Heke pîvanên xiraker, dirizîne, dixe nava pergalê bê avêtina aliyekî, di pîvanên vê Rêbertiyê û tevgerê de israr kirin çêbibe, dê pêngavekî nû a kadrobûyînê derkeve holê. Wezîfeyekî hevalên diber van xebatan de berpirsyarin jî heye. Divê di serî de rêveberên me û kadroyên me yên berpirsyar xwe bi rihê azadiyê a Newroza 2008’an bi şûn. Ên xwe rihê xwe bi Newroza 2008’an ne şûştiye, bi sekna kadrobûnekî xwe di azadî û demokrasiyê de mifte nekiriye ango wisa tevgerkirinê biser nexistiye, ev yên xwe di rizandinê razadine ne. Kesayetên vî awî, dê li hember lehiya rihê azadiyê, rêxistina wê û nûbûna ku di kadro de avakiriye a Newroza 2008’an weke zêdahiyek bermayî bimîne.

Newroza 2008’an hem dê hemû kadro û xebatkaran zindî bike, hem jî dê bihezar namzetên nû ji bo kadro bi afrîne. Hîn rastirîn evna hîn ji niha de çêbûne û hatine avakirin. Bes ku yên xwedî berpirsyar erkên xwe pêkbînin. Newroza 2008’an wekî encama pêngava “Êdî Bes e”, “Rêbertî bijî û bide jiyîn” pêşketiye, Newroza 2008’an li ser rastgiha Rêbertî bijî û bide jiyîn bûye jêdera hîn bihêztir bibiryarbûn û pratîkbûnê. Heke em bikfarin viya vî awî binirxînin, eşkereye ku em dê serkeftinên hîn çarpıcı û pêşketinan jî çêbikin. 

Lê divê pêşketin çi kadro û xebatkaran nexe rehatvet ê.  An jî divê li ser vê rabûna mezin neyê razan. Dem dem serkeftin dibin zemînê neserkeftinên pişt re. Divê serkeftin me tevahiya bibe bervî xwe lêpirsînê û derfetên ku derketine holê bikin zemînê serkeftinê. Divê pêşketin bikin zemînê serkeftinê. Nexwe dê ji rabûna newroza 2008’ê re û ji gel re bibe bêrêziyek mezin û dê bibe kirina neheqî. Dê ji keda hatiye dayîn û fedekariyên hatine kirin re bibe nêzîkbûnek şaş. Divê bimîsoger nekevin nava rewşên şaşîtî de. Berovajî divê mirov ji kevîn zêdetir tevlî xebatê bibe. Nexwe li hemberê newroza 2008’ê dê inkargerî hîn zêdetir cîdî bibe û dê bi girtina tedbîran ve ji bo pêşiya vê rabûna mezin bigrin bikevin nava cep zivirandina van pêşketinan. Jiber vê sedemê divê em tempoya xebata xwe zêde bikin, şêwaza xwe nû bikin û ji wan re firsend nedin. Ger em wisa nekin em dê berovajî weke gafîlan bikevin dîrokê. 

Yên ji gel re û bi navê gel siyaset dikin re jî ez vê dibêjim; divê ev vîna gelê me û sekna wî ya azad, bikin mijara siyaseta demokratîk. Bi newroza 2008’ ve pêşiya siyaseta demokratîk heya dawiyê hatiye vekirin. Ger ev rabûna mezin weke rabûneke ka çiqas ji me re serokatiya belediye û parlementerî qezenckirye temaşe bike ev dê bibe nêzîkbûneke seranser. Raste jixwe di Kurdistanê de kêm derxistina parlementer û serokatiya belediye ya AKP û partiyên din dana çêkirin erka me ye. Lê rêka vê jî cîhanîna siyaseta demokratîk û pêkanînên wî de derbaz dibe.  Armanca siyaseta demokratîk rêxistina gel e û pirsgirêkên gel ji aliyê wî bi xwe ve dana çareserkirin e. Gel gihandina zanistî û hêzeke wisa ye. lewre divê newroza 2008’ê ji gundan de dana destpêkirinê ve li tevahî bajarokan de taxan de bê zivirandina seferbertiya rêxistinkirina gel. Divê siyaset nebinavê gel, bi gel re siyaset were kirin. Divê her gav û her helwest xwe bispêre hêza rêxistî ya gel bê avêtin û girtin.

Newroza 2008’ê, ji bo siyasetên demokratîk derfetên mezin derxistiye holê. Yên vê siyasetê dikin hem dê xwe bispêrin van derfetan rêxistinê bikin hem dê bihêzbikin û dê li ser vê bingehê zemînê siyaseta demokratîk xurt bikin. Em hewlên wisa ji yên siyasetê re mijûl dibin hêvî dikin. Nexwe ji siyaseta ku weke bê bingeh dikin de encam nagirin. Heta dê di nava çembera ku pergala inkarger û tuneger xîz kirine de bên biçin û di devdorê xwe de dê bizivirin.

Gelê me di Sibatê de û di Adarê de berpirsyartiya dikete ser milê wan pêkanî ye. Jiber vê sedemê em gelê xwe bi rêz silav dikin. Lê divê hem vê têkoşîna xwe, berxwedaniya xwe hertimî bike, hem jî divê bîne rewşa birêxistî. Tevahî pirsgirêkên me yên di qada aborî, civakî û çandî de hene encax rêxistinkirinê ve bê derbazkirin.

Serhildanên 15 Sibatê, şoreşa jinê ya 8 Adarê yên di 2008 tê de çêbûye, pêngava şoreşger a di newrozê de azadiya gelê Kurdu u jiyana wî ya demokratîk nêzîk kirye. Ger bi israr bin, dê li hemberê vê vîna gel çareseriya siyaseta demokratîk bi teqez çêbibe. Li hemberê vê sekin û têkoşîna gel bêçareserî hiştina pirsgirêkê zehmet e. Divê gelê me di zanistiya hêza xwe de be. Hêza gel, xwediyê hêzeke ew qes mezine ku dikare bi vê hêzê ve tevahî kilîdên bizingarkiri veke. Bin neketina gerîla jî bi girêdana gel û bi têkoşîna di dane holê ve pêktê. Gerîla fedayîtiye xwe û bin neketina xwe ji hêza gel, ji agirê demokrasiyê û azadiyê yê di dilê ciwanên me de digere. Jina Kurd bi sekna xwe ya şîfreya azadiyê û maya ye ve hatiye rewşa hêza bingehîn a nebinketinê. Jiber vê sedemê divê di destpêkê de jin û ciwan yên weke ji têkoşîna azadiya civakê re pêşengtiyê dikin, vê berpirsyartiya xwe hîn zêdetir xurt bikin. Divê ciwanên me bervî tevahî qadên têkoşînê ve birevin. Qezenckirina azadı û demokrasiya xwe ya civakekê di dawiyê de dîsa bi helwesta ku ciwan bidin nîşandin ve girêdayî ye. ji vê şûnde jî divê ciwan berpirsyartiye dikeve ser milê wî bîne cîh.  

Divê gelê me, biqasî nêzbûna azadî û demokrasiye mezinbûna talûkeyê jî bibînin. Siyaseta inkar û tunekirina li ser gelê Kurd gelek kokdar e. Jiber vê sedemê talûkeya li pêşiya gelê Kurd hîn jî pir mezin e. Ger em mezinbûna talûkê hîsnekin têkoşînê bilind nekin, negengaze ku ew demokrasî û azadiya ku em dibêjin nêz e jî qezencbikin. Me pêngava “êdî bes e” bi dîtina mezinbûna talûkê ve da destpêkirin. Dema gel û gerîlayên me bi hîskirina mezinbûna talûkeyê ve berxwe da û têkoşa serhildanên m ezin ên di Sibat û Adara 2008’ê derkete holê. Jiber vê sedemê divê em bizanibin ku encex serkeftin bi têkoşîneke hîn meztir ve derbazkirina talûkeyê; bi belavkirina talûkeyê ve bikeve destê me.

Em têkoşîna xwe di asteke ku em ji hêzên inkarger û tuneker re bidin nîşan ew sernakevin bilindbikin û hertimî bikin. Dema em bi nêzîkbûneke wisa ve bitevgerin em dê di yek an jî du salên pêşiya me de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çêbikin. Li ser vê bingehê Kurd jî dê bigihijin jiyana azad û demokratîk.

 cemil Bayik

 

 

  


© 2006 PKK.ORG