|
Ji
Bîr Kirin Xiyanet e
Ji berya destpê tarîfkirina
bîranînên xwe yên tijî êş û li di tê
de zehmetî kişandibûn bikin,
hema hema ji devê
tevahiyan heman hevok diherikî.
“xwedê êdî wan rojan nîşanî dijminê
me bile neke!”.
Ew harbûnên li rastî hatine û
jiyankirine ku tarîfkirina wê bixwe
jî pir zehmet e di van hevokan de
kurt de diherikandin. Ew pêkanînên
ku li ser mirovên wan û wan hatine
çêkirin ji bo dijminê xwê jî nexwast
in, renga pêkanînên ku li ser wan
hatine meşandin pênase dike, ev
nêzîkatiya pênasekirina pêkanînan
pîvaneke balkêşbû. Ji bo tevahî
xirabî li ser serê dijmin bibare ji
xweda re dia tên kirin. Dijmin bi
giştî heyîneke tunebûna wî tê
xwestin. Xala herî dawiyê ya
xwestina diaya nebaşî ev tunebûneye.
Divê wateyê de jî sînor û pîvana
xwestina nebaşiyê heye. Lê tişta ku
wan dîtine û jiyane ji derveyî
tevahî sînor û pîvanan bû. Serî
(uç), xala herî dawiyê ya sînor e.
Li tevî ve di serî de şopandin dîsa
jî di sînorekî diyarde de sekinîne.
Lê ew e tişta ku wan jiyan kirye
neserî jî bû; mirov derdixiste
derveyî sînorên xeyalan. Herî kêm ji
bo wan rewş ev bû.
Rojên ku mirovan dia dikirin ku
carek ew roj neyên jiyîn û dîtin
rojên ku di komkujiya Dêrsimê de
hatibûn jiyîn û tûjî wehşetbûn bû.
Ew wêke şahîdên zîndî ên komkûjî û
qetilkirinê, ne di demeke derbasbûyî
ya dûr de, ne jî demekî ku paşeroj
were hesibandin de yên ew bûyer û
qetilkirinên ku di danasîna wê de jî
zehmetî dikişandin bûn. Ew ji jdi wê
komkujiya tirsnak (korkunç) de weke
tesaduf xilasbûbûn, dîl hatibûn
girtin û ji tehcirkirin û neçarî
bicîhbûna di nava îskanê re hatibûn
girtin. Pîştî salên demdirêj destûr
hat dayîn ku vegerin ser axên xwe,
ew jî ji nû de vegeryane Dêrsim ê.
Destpêkê gengaz nebûbû ku li gundên
xwe de bicîh bibin. Jiber qedên
gundên wan ên li tê de bûn hîn jî
‘qadên qedexe’ bûn. Lê dîsa heyîna
wan a li Dersîmê girîng bû. Dema
zivirîbûn Dersîmê çend sal xwe
spêrtibûn gundên din û jiyabûn, herî
dawiyê gihiştibûn gûndên xwe. Ti
tiştên xwedîyê wê bûn tunebûn. Ji nû
ve jiyan çêdikirin. Li piştî vegera
xwe zehmetiyên ku jiyabûn ji bo wan
qet negiring bû. Tişta ji bo wan
girîng vegera li ser axa xwe ya
lêbawarbûn ku rihê kalkê wan li tê
de ye bû. Êdî dîsa li ser axên xwe
yên pîroz bûn.
Artêşa Tirk a ku ketibûn Dêrsimê di
salên 1937 û 1938’an de heya çarika
wê ya dawiyê tevahî mirovên ku
dixiste destê xwe bê îstîsna qêtil
kiribû. Nêzîkatiya ku li dijî tevahî
eşîrên ku îsyankar bi nav dikirin
wisa bû. Em ji zarokekî di dergûşê
de bigrin heya pîrin di nav cihê
mirinê de ne heman eqîbet li benda
wan bû: Mirin. Yek endamê êşîretên
ku dixwastin tev qêtil bikin
nehemwelatê KT’yê bû; dema hatiba
pirsîn jî çi qertek, ango nasnameya
KT yê neradikirin ku nîşa leşkeran
bikin. Di aliyê baweriyê de jî çi
girêdanekî wî ya berbiçav a bi
Islamiyetêve jî nebû. Gundên wan
bêmizgeft bûn, rojî nedigirtin û
nimêj nedikirin. Ev tiştên wisa ango
ev rastî qetilkirina wan hêsantir
dikir. Talankarên çekdar ên Ewrûpayê
jî dema destpêkê lingê xwe avêtin
Emerîkayê bi heman rewşê ve rûberû
man. Çi pêwendiya şêniyên gel ên li
vê derê bi Xirîstiyanên Ewrûpayî re
nebû. Ahîda kevin û ya nû qet behsa
wan nedikir, wê çaxê ev ne heyînên
ku xwedê afirandîbûn. Ji ber vê
sedemê paqijkirina wan pir hêsanbû
bû. Dema leşkerên Tirk jî ev
‘hovane’ yên li rastî wan hatine
tune dikirin di rastiyê de heman
rewşa rihê hemzayendên xwe yên ji
Evrûpayê dijîn. Heta kuştina van
‘wehşiyên’ bê ol, ji holê rakirina
van civakên hov ên ku li derveyî
dîrokê mane weke xêr qezenç kirin û
medeniyet anînê didîtin.
Taybetmendiya herî bingehîn a
komkujiya Dêrsimê pir kêm
berxwedanvanên ku biçekdar di
pevçûnan de jiyana xwe jidestdane.
Ev mirovên ku bi xwezayê re di nava
ahengeke pir bilind de dijîn bi
awayek teqûz erdnîgarî nirxandine,
paraztina xwe serxistine. Her yek ji
wan weke suîqestger û nîşangirên
dijwar şer kirine, ji hêzên işxalker
re wendahiyên pir cidî dayîne
jiyankirin. Di vê mijarê de behsa
bûyereke pir balkêş hatibû kirin.
Dema yekiniya leşkerên Tirk li ser
cihê ku berya çend seaten fîşek li
ser wan hatibû barandin girtin destê
xwe û qaşûlê vale hejmartibûn ferq
kiribûn ku yek fîşek jî vale
nehatiye teqandin. Bi qasî hejmara
fîşekên hatine teqandin miriyê wan
hebûn. Ya herî girîng jî yên ku li
ser wan de fîşek barandibûn ne
komeke pir bûn, yek şerkerê eşîr bû
ku bi tena serê xwe libêrxwe dida
bû. Sedî not mirovên ku di qetliyama
Dersîmê de hatibûn qetilkirin
sîvîlên bêgûneh bûn; jin, zarok û
pîremêr-pîrejin bûn. Gel bixwe wan
weke êxsîr pênase dikirin. Êxsîr
dest û piyên wan girêdayî, kom kom
hatibûn kuştin, ango li her derê li
ser van êxsîran fîşek hatibûn
barandin. Mirovên fîşek li wan
hatine dayîn û ketine erdî vê carê
ji aliyê leşkeran ve gelek caran
hatine singûkirin. Singûkirin ji bo
cihên ku li tê de cesed
nehatine şewitandin derbazdarbû.
Gelek cihan tê gotin ku li ser
cenazeyên yên hatine kuştin benzîn
hatiye rijandin û hatine şewitandin.
Di zimanê Dersîmiyên ku yek gotina
Tirkî nizanin de tenê hinde gotinên
Tirkî hene; “ Ağır makineli”,
–makîneyên giran- “sürgün”, –sirgûn-
“otuz sekîz”, -sihû heşt- û “kırım”
–qir- e. Exsîr hema hema li her cihê
hatine komkirin, lê ew nebirine
pêşiya mangayên infazê, birine
pêşiya çekên bimakîne. Dema
teqandin dihat kirin ev çek zû germ
dibûn; jiber vê sedemê car caran ji
teqandinê re navber dihate dayîn û
ji bo sarkirinê av li çekan dihate
kirin, piştî wê dîsa teqandin
didomandin. Dema tevahî girtî
diketin erdî ango dimirin vê carê
singûkirin dihate destpê kirin.
Teqandina çekên bimakîne yekser
hinde kesa nakûje, yên ketîne, weke
birîndarên giran li ser erdî
dirêjkiri dimînin. Ji bo karê van
were xelaskirin ango rih bidin fîşek
nedihatin bikaranîn. Jiber zû bi zû
fîşek nakeve destê wan vê carê dest
bisingûkirinee dikirin, hewl didan
bi derbeya singûya ku bi hezar caran
radibe û dadikeve bigihije encam.
Hema hema ev mirov tevahî bê
parastin û bêçek bûn. Jiber mirovên
fîşek li wan hatine xistin li ser
hev diketin û komdibûn, hinde
bîrîndarên ku dibin tevahî miriya de
diman nîvya şeve derdiketin derve û
hewl didan ku xwe bigihînin
şervanan, şervanên eşîr an. Hindek
ji wan xwe digihandin şervanan û
jiyankirinê de serdikeftin. Min
gelek mirovên dibin cesedan de
mayîne, canê wan şûna fîşek û
singûyane dîtiye.
Dema ez zarokbûm min hewl dida ku ew
çîrokên dema gundên me dihatin li
gel hev û vedigotin fêmbikim. Min
gelek tişt di serê xwe de zîndî
dikir, li gorî xwe min wate
bardikir. Ya herî min wate nedida li
ser hev komkirina cesedên hatine
qêtilkirin û benzîn rijandina ser
wan û şewitandina wan bû. Min qêt
tû car şewitandina mirovê hatiye
kuştin û wî kirina komeke xweliyê
qebûl nedikir. Pişt re ez gihiştim
sedema vê. Li holê tewanbariya
mirovahiyê ya ku mejî narake hebû.
Gûrandina zikê dayîkê, zarokekî hîn
cîhan neditiye di malzarokê de
derxistin û li ser serê singûyê de
hejandin, kuştina zarokên me yên di
dergûşê de, li ser dapîr û bapîrên
me yên ku nedikarin li ser lingan
bisekinin fîşek barandin nikare bibe
hinceta li dijî dewletê îsyankirin,
ango çi aliyê wê yê bê ravekirin jî
nînbû. Ev qirkirin û qetilkirineke
wehşî bû ku nakeve çi pirtûkan û xwe
naspêre çi hincet an.
Li holê tewanbariyeke mirovahiyê ya
çi agahiya cîhanê pê neyî, li ber
çavan dûr hatiye kirin hebû û ev
nayê efûkirin. Yên ku tewanbariyên
nayên sererastkirin û giran kirine
hewl dane ku çi vekirineke ku pê bên
darizandin nehêlin holê. Tişta ku li
Dersîmê hatiye kirin jî ev bû.
Qetilkeran hewl dabûn ku şûna
qêtilkirinê nehêlin. Yek jî ji
sedema hewl didan şûna qetliyamê ji
holê rakin ev bû, ji bo heyîna mirov
a ku jê re tê gotin “bîranîn” nekeve
tevgerê û ji bo li pey xwe an jî li
paşeroja xwe nenêrin bû. Divyabû yek
kevirê gorê ya paşerojê bîne bîra
mirovan nemaba. Gor weke perçeyek û
kevneşopiyeke herî giring a
civakêbû, rastiyeke girîngbû ku
civakê li gel hev dida girtin. Li
holê nehiştina gorekî jî ji bo nifş
qirkirinên li gorî şiyariya “bîranîn
qedexeye” ditevgerin wateyeke pir
cîdî îfade dikir.
Dema yekiniyên artêşê ketine Dersîmê
di destpêkê de gund, mal û baxêm
çandî dane ber agir ango agir
pêxistine, dest dane ser tevahî
lawiran. Weke gotina wan jî
bibîryarbûn ku kevir li ser keviran,
serî li ser leşan nehêlin. Eşîretê
ku bi isyankar dihatin navkirin xwe
kişandibûn çiyan. Dibe ji bo
şervanan pir zêde nedibû pirsgirêk.
Lê pîrên bê çek, jin û zarok qismên
herî zêde zilma civakê dikişandin
bûn. Ew bigiranî neçarbûn ku xwe
nîşa leşkera nedin, ji bo vê jî xwe
diveşêrt in. Lê çi mixabine ku
zarokên di hemêza dayîka xwe de
tiştek ji şiyariyan fêmnedikirin,
jiber vê jî di kêliya talûkê de
digirîn û dibûn sedema aşkerekirina
cihê ku mirovan xwe li tê de
vedişartin, ango rîska aşkerebûnê
zêde dikirin. Jixwe dema dijmin
nêzîkdibû û di wê kêliyê de zarok
digiriyan tevahî çav dizivirîn li
ser dayîkê. Dayîka ku baş dizanî di
wê kêliyê de jiyana bihezaran bi wê
ve girêdayîye, memikê xwe dikir devê
zarokê xwe, tevahî giranahiya canê
xwe didanî ser rûyê wî û bêdeng
zarokê xwe dikûşt. Ev neçîrokê bi
êşe ku pê zarok tên razandin e,
rastiyên dijwar ên jiyanêne ku hîn
jî ji aliyê yên dîtine û jiyan
kirine tên vegotin/behskirin.
Dayîkek ji bo zarokê wê bijî dikare
bêtirs biçe mirine; lê beyî ku çavê
xwe bigre nikare zarokê xwe ya ku
şîr didêtê bikûje. Di vir de weke
heyî ma zilma bê pêvan a ku dayîka
di heskirina zaroka xwe ve bûye
sembol neçarî kuştina zarokê xwe yê
hîn fêrî axaftinê nebûyî bike dikare
were hizirîn?
Min di despêka salên 70’an de fîlmek
temaşe kiri bû. Navê wê keçika bi
Îrlanda bû. Di rojên taritiya
darbeya 12 Îlonê de bi rastî jî
hêjabû ku ev fîlîm bê temaşekirin.
Behsa berxwedana li dijî mêtingeriya
Îngîlîz an a gelê Îrlandayê dikir.
Di gelek dîkên krîtîk ên fîlm de
tîpekê biştxwer, rû xwer uu rû vîç,
pî seqet, dev gilîz û bê navber
dipeyve û temaşevanan ditirsîne
hebû. Dema ez zivirîm malê, li ser
pirsyarên hevalên xwe min got ez
çûbûm sînema yê. Dema min navê fîlmê
ku min lê temaşe kirye ji wan re got
nîqaşek despêkir. Rêber APO jî di
fîlm de dîka ku bala min herî zêde
kişandiye ji min pirsyarkir bû. Wî
bixwe berya min ev fîlm temaşe
kiribû. Min jî jê re got: dîka ku
herî zêde bala min kişand dîka jiber
têkiliya mamosteya jin bi sûbayekî
Îrlande re hebû porê vê jinê ji
aliyê jinên Irlandeyê hatibû birîn
bû. Rêber Apo fîlm nirxand. Wî jî
got: Dîka herî zêde bandor dike dika
zilamê seqet li tê de tê nîşandin e.
Peyama ku dixwastin di fîlm de bidin
di rastiyê de di vî tîpê seqet de
veşartîbû. Zilamê seqet ê di fîlm de
behsa mirovê mêtînger ê dibin
dagirkeriya biyaniyan de şekl
digire dikir. Mirovê mêtînger
mirovekî di beden û zihin de seqet
bûbû bû. Min ev tehlîla Rêber APO a
di wê deme de tucar jibîr nekir.
Dema ez di amedeyî ya Erzurimê de
şagirtbûm ez zêde ji gund nediçûm
navenda bajêr. Min encex piştî sala
1970’an navenda Dersîmê naskir.
Jixwe bajarekî mezin jî nedihat
hejmartin. Bajarekî wisabû ku hema
hema di tê de tevahî mirovan hevdu
nasdikirin. Ez bawerim di taxa çiyan
de jinek dijî hebû û ev jin di gelek
aliyên xwe ve dişîbiya ew zilamê
seqet ê di film de. Navê we Emîne
bû. Di nava gel de weke Ema Lenge
(Emîna qop) dihate naskirin. Bedena
wê xwer û vîç bû, qop bû. Dema car
caran xwe diberda sûkê tevahî bal
diçûn ser wê. Li gorî dihate
behskirin ji qetliyamekê bi şaşitî
xelas bûye. Çîroka wê bitirsnak bû.
Ango wehşet dida mirov. Di dema
qetla 1938 de ew ji di nava komeke
sêsed êxsîran de bû, ji aliyê
leşkerên Tirk ve hatibûn girtin.
Leşkeran êxsîr birine li ser
kendalekî dibin gûndê Halvorî xwe
diberde Munzûrê. Çekên giran li wir
hatine rêzkirin. Li ser êxsîran dîsa
fîşek hatine barandin. Pişt re ji
aliyê leşkeran ve ceset hatine
singûkirin. Pişt re her leşkerek wan
leşan li pey xwe dikişîne uu
diaveeje ava Munzûr ê. Dama Emîne jî
di kendalê de avêtine ew li ser
darekê mêwê maye. Dema leşker şûnve
zivirîne şervan hatine wê derê.
Emîne ya ku li ser darê maye girtine
gel xwe. Emîne jiyankirin
serxistiye. Lê bi bedeneke şûna çend
fîşekan û şûna singûyan ve. Emîne
heykeleke zînd a tirsnakiya qetla
nifşê dide nîşan bû.
Hema hema di tevahî Dersîmê de
bihîstina çîrokên qetliyamê, hem jî
bi zimanê kesên ew rastî zîp zîpdin
jiyîne guhdarkirin ne zehmet e. Ez
ji endamê eşîr bigrim heya tevahî
eşîrên bi êrîşê re bûne hedef
xwediyê çîrokên wisa yên xemgîn in.
Min mirovên hîn di rehma dayîka xwe
de bîrîndarbûne dît in: ew berê bên
cîhanê bûne gazî. Ji qirkirinê
pêvetir tiştek nayê bîra dînên
Dersîmê. Dersîm bi dînên xwe ve
dihat naskirin û gelek nirx û qîmet
ji van dîna re dihate dayîn. Ji van
dînan dînê herî zêde dihate naskirin
û hezkirin Sey Uşen bû. Dema carekî
hejmartina mirovan û qedexeya
derketina kolanan hebû. Dîn an gûh
nedane qedexeyê û derketine sûkê.
Dema Sey Uşen di sûkê de yek kes
nabîne, tûjî danga/eteka xwe kevir
dike û bi tena serê xwe êrîşî
qereqolê dike. Dema di aliyekî de
kevir diavêjê di aliyê din de jî
dike qîr û dibêje: “Ma we dîsa ev
mirov birin ku derê, we ew mirov li
ku derê qirkir in?” Sey Usen rastiya
komkujiyê baş dizanî, jiber di salên
qirkirinê de nedîn bû, aqilê wî li
serê wî bû. Ev zilamê ku piştre
dînbûye tevî nizane berya çend deqan
çikirye, qirkirina Dersîmê tê bîra û
bi wî rewşa xwe ve jî dizane ku dê
talûke li ku derê bê serê civakê.
Dijmin, rastiya hêza çekdarî ya ku
li derve de hatibû bû, ‘jandarmaya
Mamekî bû’, polîs bû.
Dîsa min di gundê Xacarê de bi
zimanê jineke pîr bûyereke hatiye
jiyîn guhdarkiri bû. Bûyereke di
derbarê qetilkirina axayên eşîran
Sulî û Hesen bû. Reyîsên eşîrê Alan
bi zarokên xwe yên di hundirê
dergûşê ve ango bi tevahî malbata
xwe ve li jorî Mazgîrtê tên
qetilkirin. Di wexteke Celal Bayir
hatiye firmana qetilkirina vê
malbata ku di gundê Çukur da dijî
dide de, zarokêkî vê malbatê yê hîn
şîr vedixwe bi dizîka dibin radestî
malbateke li Mazgîrtê dikin. Ev
malbat ji derveyî pêkanînên
komkujiyê ye. Dema qirkirin xelas
dibe û bermayiyên qiliç tên
wargûhestinkirin (tehcîr) şûnde,
dewlet ixbar girtiye ku wê malbatê
zarok revandiye. Li ser vê ixbarê
yekiniyeke leşker a ji Elazixê
hatiye dest bi operasyonekî dike û
cihê malbata ku zarok girtine gel
xwe dibeîne. Malbat înkar nekirbû ku
zarok radest girtine. Lê ji ber kes
nebû şîr bidê zarok miribû. Piştî ji
erkdaran re gora zarok hate vekirin
û baş bawerbûn ku yê hatî veşartin
zarokê lêdigeryabûn şûnde operasyon
paşve kişîbû. Jixwe ger zarok hatiba
dîtin dê hatiba kuştin, tunekirin.
Ev mîsoger bû. Jiber ev zarok di
pêşerojê de dikarî bibe kesekî yek
kirina bermayiyê kalikê xwe. Dîsa di
çalekiyeke ku divyabû şahît neyên
hiştin de, weke şahîdekî serê
mirovkuja êşandiba. Jiber vê sedemê
divyabû ku bê kuşt in. Mirovkuj jî
li gorî vê dest bi operasyonê
kiribûn.
Ez bûyereke dayîka xwe ya dema hîn
şeş salı de jiyabû û di kêliya
qirkirinê de sirgûnî Evrûpa bûyî jî
jibir nakim, dayîka min hertim behsê
vê bûyerê dikir. Komûtanê Tirk ê di
kafîleya êxsîran de berya kuştinê
qontrol pêktîna, du jina ji kafîleyê
cihe/cuda dike. Ji van jinan yek hîn
keçike, ya din jî bûka nû ye. Her du
jî pir xweşik in ku mirov dil nadê
lê wan temaşe bike. Komûtan bi rêka
vegervanekî/tercûmanekî bi wan
herduyan re dipeyve; ji wan re
dibêje ger ew herdu bi wî re birazên
tiştek li wan nayê û fîşek li ser
wan nayê barandin. Lê her du jin
tifî li ser rûyê komûtan dikin û ji
wî re dibêjin ku ew amedene birûmeta
xwe ve bimrin. Komûtan beyîku dengê
xwe derbixîne paşve vedigere. Firman
dide ku yên di kafîleya êxsîran de
bên kuştin. Tevahî mirov û nasê van
herdu jinan liber çavên wan bi
awayek hovane tên kuştin. Herî
dawiyê dor tê wan. Li ser firmana
komûtan fîstanên herdu jinan ji
kemaxe tên birîn û wan tînin rewşa
nîv dazîbûnê. Wan bi van rewşa wan
ve tînin didanin liber çavên bi
hezar leşkeran û fîşek li ser wan
tên barandin. Dayîka min ev bûka
hatiye qetilkirin nasdikir; digot
mirovê xizmê zilamê xwîşka wê ya
mezin bû. Berovajiyê weke tê hizirin
ev nebûyereke şexsekê yan ya yek
kesî ye. Bi hezaran bûyerên bi vî
rengî hene. Jiber vê sedemê hema
hema di tevahî Dersîmê de bi hezaran
jin û keçên ciwan şûna bikevin destê
leşkerên Tirk û bên qirêjkirin, xwe
ji şikêran de avêtine û mirineke
birûmet ji xwe re hilbijartin e.
Mirin ji ketina destê dijmin re
altarnatîf dîtine, ev bi daxwaza
mezin ve û bi kêfxweşiyeke mezin ve
hilbijartine.
Tevahî mirovên li gundê me bermayîyê
qiliç an bûn. Yek malbat nînbûku di
qetliyamê de mirovên xwe winda
nekirine. Jiber piştî komkujiyên
hatin sekinandin şûnde êxsîr bûbûn
jiyan kiribûn. Ez dixwazim carek din
ji nû ve bêjim: êxsîrtî pênaseya wan
bixwebû. Yekemîn car weke êxsîran li
devdorê navendê hatine girtin, pişt
re jî bi rengî kafîleyan ew derbazî
Elazixê kirine. Rêkûpêk kirina cihê
koçkirinê vir hatibû nîqaşkirin.
Cihê koçkirinê gundên Anatomiya
rojava û rojhilat bû. Elazix jî dibû
qada ku cara dawiyê hevdû bibînin.
Hema hema tevahî malbat sirgûn
kiribûn cihên cûda. Di Elazixê de ew
sarî trenê kiribûn û dibin çavderiya
leşkeran de ew şandibûn cihê
sirgûniyê. Jiber hertim dibin
çavderî û zehmetiyan de bûn, di
sirgûniyê de gengaz nebûbû ku bi hev
dû re bipeyvin an têkilî çêbikin.
Dema bi zagona hatiye derxistin ve
çavderiya neçar ji holê hate
rakirin, hema hema tevahî kes bê
agahiya hev dû ketibûn li ser rêka
Dersîm ê. Di paşve zivîrînê de
tevahî kesan bîryara xwe xwe bixwe
dabûn. Kêm kes di cihê sirgûniyê de
mabû, ev îstîsnabû. Bi rewşa xwe ya
zarok ve min hîskirin û girêdana
mirovan a bi welatê xwe ve didît.
Digotin “Ax dikişîne”. Ew benda
bangawaziya kêmdeng a welatê xwe
nemabûn xwe bixwe libervî welatê xwe
ve bazdabûn.
Piştî qirkirinê careke din hatina
mirovan li ser axa xwe mûcizeyek bû.
Jiber vê bikêfxweşbûn. Ji jiyanê re
destpêkeke nû çêdikirin. Di dema
navbera kar de ji hevdû re behsa
bîranînên xwe dikirin kêfxweşdibûn.
Paşeroj carek din, carek din tînan
bîra xwe. Bîranîn, sedema ji
nûve hatina gel hev û bingeha jiyana
wan bû û ev dihişt ew bi hev ve
werin girêdan. Ji nûve fêrî ji nûve
bûna civakê dibûn. Piraniya
bîranînên wan di derbarê bûyer û
qetilkirinên berê sirgûniyê bûn,
tiştên dîtin û bûne şahît bûn. Di
derbarê salên xwe yên sirgûniyê jî
bi hevdu re dipeyîvîn. Beşa yekemîn
tûjî êşbû, bîrîn ji nûve dihatin
kolandin. Kî li kûr, kî çawa hatiye
kuştin, yek yek ji hev du re
vedigotin. Mijeke şînê ya giran
dorhêl dorpêçdikir, hertim yên
digirîn dihatin dîtin. Êşên di beşa
sirgûniyê de dihatin vegotin
kêmtirbûn. Herçend di destpêkê de li
cihê ku lê hatine sirgûn kirin de
nehatibin pejirandin jî, piştî
demekê şûndetir hatibûn ecibandin.
Di yek kesî de dijminatiya Tirk a ku
sirgûnî bûye sedem nebû. Bi hezkirin
û bêrîkirineke mezin ve cîranên xwe
tînan bîra xwe. Tevî dijî bawariyên
xwe çawa çûne mizgeftan, di
mizgeftan de çawa dîkên biken jiyîne
yekû yek ji hevdû re vedigotin û
liber ra jî ji kena liser xwe ve
diçûn. Dijminatiya gel a li hemberî
hev tûnebû. Yê ku hewl dida wan li
hemberî hev sorbike, aciz bike, wan
bixe nav hev hêza dewlet bû. Tiştên
dihatin behskirin jî vê ispat dike.
Cewherê zagona bicîhbûna neçar
Tirkbûyîn çêdike. Jiber vê pir
girîngî didin ku yên ji heman
eşîrane nedin li gel hev û heman
cîh. Ji heman eşîrî bûyîn tê wateya
rihê piştevaniyê û bingehê
berxwedanê. Di heman demê de ji bo
hejmara cîh sedî bîst derbaz nekê
şiyarbûneke mezin didan nîşan.
Kêmbûyîna hejmar weke insûreke
esankirina helandinê hatiye
nirxandin. Dema weke teorîk li vê
nêzîkbûnê tê meyzandin, dikare were
gotin ku ev nêzîkbûn encam girtiye û
xwedî mantix e. Lê kiryarî bi vê ve
nebûye yek. Ji bilî yên di sirgûniyê
de zane, ji yek mirovê ku bi salan
di sirgûniyê de mayî fêrî gotineke
Tirkî nebûne û bi vî rewşa xwe ve jî
zivirine gundên xwe, ez vê rastiyê
baş dizanim. Di cihên hatine
sirgûnkirin de gelê Tirk ê bejahî
Kurd weke heyî, beyî ku ji wan re
zehmetî çêbikin pejirandine û ew
qebûl kirine. Ji nesname û çanda wan
re rêz dane nîşandin, yek
nêzîkatiyeke nebaş a li gorî
polîtîkaya dewleta fermî nedane
nîşandin, girêdaniyeke dostane ya
gerim dane çêkirin. Hîn di wê demê
de îleta şovenîzmê gel venegirtiye.
Li gel nedane vegirtin ango gel
bandor nekiriye. Şovenîzm
nexweşiyeke herî bi talûke û kirêt e
ku bi destê dewletê tê hilberînkirin
ku dixwaze di nava gel de belavbike.
Min berya vê jî diyarkir: heya
payîza sala 1938’ê di Dersîmê de
radest bûyîn û radest girtin jî
nîne. Artêşa Tirk beyî ku cûdakirina
temen û zayend bikin tevahî kesên ji
êşîrên ku jê re tê gotin bexwedanvan
girtine, komîserhev kirine û ew
qetilkirine. Di payîzê de hema hema
di tevahî qadan de heman senaryoya
kirêt hatiye pêkanîn: Yên ku ji bo
kuştinê hatine hilbijartin bi xêra
agahiyeke siwarvan aniye ve li ser
cîhanê mane û jiyan e. Piştî vê
komkûjî hatiye sekinandin. Di tevahî
cihan tişta ku dihat gotin heman bû:
yê ku firmana sekinandina komkûjiyê
daye Mareşal Fewzî Çaqmaq
e. Bi vî rengî Fewzî Çaqmaq hatiye
rewşa “rizgarker”. Li gorî qeneyeta
mirovên Dersîmê, ger Fewzî Çaqmaq
komkûjî nedaba sekinandin, dê yek
kes jî ji eşîrên berxwedanvan
nemaban.
Dema min pirtûka Dê Brown a
“dilê min veşêrin welatê min”
xwend, min ferq kir ku gelek
taybetmendiyên êşîrên Dersîmê û yên
li Emrîka dijîn dişîbin hev. Herdu
jî miriye xwezaya li tê de dijînbûn,
herdu jî di nava xwezayê de dijîn,
di herdûyan de qerexterê mirovahî
heya dawiyê diyarde bû. Netenê
civakên wan, dijminên wan jî
dişibîne hev. Navê wî nayê bîra min;
reyîsekî eşîr ê Kizilderelî bû, xwe
li komûtanê yekiniya leşker dide
nasîn; piştî navê xwe dibêje şûnde
“Kizildereliyekî baş e” li ser zêde
dikir. Piştî vê komûtanê yekiniyê ew
gotina xwe ya bêxêr digot;
“Kizildereliyekî herî baş
Kizildereliyê miriye”. Piştî vê
gotina xwe ji leşkeran re firmana
êrîşê dide, reyîsê êşîr jî di nav de
tevahî kesên bi inyeta xwe ya
aştiyane ve wî pêşwazî kiribûn di
qiliç re derbaz kir. Tişta li
Dersîmê jî de heyî ji vê cûdatirbû.
Jixwe tiştên berya qirkirinê di
çapemeniya Tirkiyê de hatibû
diyarkirin ku di Dersîmê de “wê
zarokê mirovê medenî mezin nebe”.
Dersîm welatê cûreke cûda ya mirovan
û cihekî heyînên ku jê re nayê gotin
ku ew mirov bû. Wisa dinirxandin.
Rojnamevanek li tiştên gotinên ku
berya qirkirinê di çapemeniya
Tirkiyê de hatiye weşandin meyze
dike û li hêza wan a fîzîkî
dimeyzîne û dibêje: “ev nabin mirov”
û herwiha şîret dikir ku divê ev
mirov sirgûnî cihekî din bên kirin û
Dersîm bêmirov bê hiştin. Zemînê
pêkanîna bîryara qirkirinê baş
hatibû amadekirin. Mirovên Dersîmê
yên baş nebûn, mirovên Dersîmê yên
herî baş ên mirîbûn.
Di sala 1937’ê de gelek reyîsên
êşîrên Dersîmê vexwandibûn Elazix ê.
Yên ku banî wan kirine berpirsyar an
jî nûnerên dewletê bûn. Ji reyîsan
re hatibû vegotin ku wê civînekî ji
wan re çêbikin. Gelek reyîsên
Dersîmê gûh dabûn vexwandinê û çûbûn
Elazix ê. Lê ev mirovên ku bin navê
civînê de hatine xapandin hatin
girtin, bi lezgînî hatine
lêpirsînkirin û ji wan re cezaya
dardekirinê hatiye dayîn û bi
lezgînî hatine dardakirin. Herçend
berya reyîsên Dersîmê biçin Elazixê
hêdîka dihate diyarkirin jî lê
tevgera tunekirinê hîn destpênekiri
bû. Di nava yên hatine vexwandin de
Seyît Riza jî hebû. Seyît
Riza çûyîna xwe ya civînê li ser
Erzîncanê ji xwe re bingeh girtiye,
lê di rêkê de hatiye girtin û ew
birine Elazix ê. Ûşûnê reyîsê
Heyderan û du milê wî yê bi navê
Blezû û du reyîs jî hene. Reyîsê
Blezû Kamer Axa zû ketiye rêkê û
weke reyîsên din dema gihiştiye
Elazixê hatiye girtin. Jiber temenê
wî mezinbû bîryara dardekirinê
zivirandine razana heya temenê
dawiyê û piştre jî di zîndanê de
miriye. Reyîsê milê me Xidir axa jî
yekser neçûye cihê hatiye
diyarkirin, di devdorê rewşa reyîsên
din lêkolîn daye destpêkirin, dema
bihîstiye hatiye girtin jî bi dizîka
ziviriye Dersîmê.
Tê gotin ku dema rêberê manewî yê
berxwedana Dersîmê Seyît Riza hat
girtin, fêmkir ku ew û hevalên wî
hatine xapandin dike qîr û dibêje
“hikimeta direwker û bêşeref”. Seyît
Riza zû talûke nedîtiye û ev koploya
dewletê di wextê wê de fêmnekirye.
Eşîrên di devdoran de behsa du
taybetmendiyên reyîsê Haydar an
Xidir Axa dikirin. Taybetmendiya wî
ya herî girîng “bûna xwediyê bext
bû”. Ji kesekî re bêbextî nekiriye,
mîsoger kesekî ketiye dangaviyê û
xwe avêtiye ber deryê mala wî paşde
nezivirandiye. Dostantî li ser
hertiştîre girtibû. Ya dûyem jî
xwediyê taybetmendiya zekîbûn û
şiyarbûnê bû. Gundiyên me digotin ew
dewlet baş dinasî. Li gorî wî dewlet
hêzeke weke rûvî qurnazbû. Wî Kurd
dixapand dibir li ser bîreke kor,
pişt ve didehfand û diavête bîrê. Ev
venêrîn û şiyarbûna wî ya li hemberî
dewlet dawiyê jiyana wî rizgar kir.
Di nava tevahî reyîsên êşîrên
Dersîmê yên gazî wan hatiye kirin ku
biçin Elazixê de tenê ew ma li ser
jiyanê. Li hemberî vê jiyana êşîrên
Dersîmê yên serê wan hatine jêkirin
ketibû bin talûkeyeke mezin de.
“tevgereke lehiyê” ya bitirs li
benda wan bû.
Seyît Riza ne reyîsekî eşîr bû
zanisteke, zanistê civaka Dersîmê
bû. Dibe nexwediyê amûrên ku gotinên
ku dibêje bi wan re bide pêkanîn bû,
lê di nava tevahî êşîran de yê herî
zêde gotinên wî dihatin pejirandin
Seyît Riza bû. Di rastiyê de di
zanebûna talûkeyê de bû û jiber vê
jî hewl dide ku tevahî eşîran bike
yek. Ger bi hinceta hevdîtinê
nehatiba xapandin û girtin wê li
dijî qirkirinê yekbûna eşîran
çêkiriba, wê bûba pira di navbera
yekitî û piştevaniya gel. Dewlet jî
di zanebûna vê de ye û dixwaze hîn
çênebûye vê pirê xira bike. Di aliyê
din de jî hewl didan ku kesên nêzîk
Seyît Riza bikirin û bixin sîxûr. Tê
gotin ku ew di zanebûna van de ye.
Lê tevdîrên wî lewaz e. Ya herî
girîng jî, hesap nekirye ku dewleta
soza jiyana bi ewlebûnê jî di nav de
vexwandina fermî dê jibîr bike û ew
qes biçûk bibe û wî bigre bû. Berya
bê dardekirin gotinên ku ji nûnerên
dewletê re kirine de hem di wesfa
rexnedayînê de ye, hem jî di wesfa
şeqameke li rûyê wan xistinê de ye:
“Min lîstikên we tehlîl nekir, ev ji
min re bû dert/gûl; we nikarî serê
min bidewînin, bila ev jî ji we re
bibe gûl!”.
Di civaka Dersîmê de reyîstiya
eşîrtî ne axatiya axêye, bi taybetî
jî ji bo eşîrên liberxwe dane ev
wisaye. Her gotina “axa” a li pey
navê reyîsê eşîr dixin bi mijara
aborî ve negirêdayî ye. Eşîrên ku
pêşengtiya vê dikin eşîrên çiyayîne.
Di erdniqariya ku ev eşîr li tê de
bicîh bûne de axa ku bê çandin kêm
e. Axên reyîsên eşîr ên fireh jî
nînin. Di navbera endamekî eşîr û
reyîs de xîzantiya tê jiyîn hema
hema yek e, di heman sînor de ye.
Reyîsê eşîr ne bi hêza madî bi hêza
girêdana bi kevneşopiyan ve, bi
zanistî, tecrûbe û bi rêgeza edaletê
ve eşîr dide meşandin. Di nava eşîr
de jî ji rêz û otorîteya reyîs re
girêdan bilind e. Di heman demê de
reyîs li dijî talûkeyên derve hêza
parastina eşîr e; di aliyekê de şefê
leşkerî yê hêzên eşîra ye.
Berya dewlet bikeve nava tevgera
leşkerî de ev rastî baş tehlîl kirye
û di xala herî zirav de li eşîr
xistiye. Qismekî girîng bê serî
hiştiye. Werwiha hêza berxwedaniya
gel a li dijî tevgera qirkirinê
nîvçe bûye, kêm hatiye hiştin. Di
aliyê dewlet de gef kêm bûne.
Herçend hinde eşîr bikin qîr û bêjin
ger yekitî çênebe wê dawiya me jî
bişibe dawiya Ermeniyan jî, hêza
guhartina ve rastiyê di xwe de
nedîtin e. Herwiha tevahî eşîr di
qada xwe de ji xeynî parastina xwe û
ji eşîrên din dûrtir ketina nava
berxwedanekê wêdetir neçûye. Lê
sebra wan tenê jî, weke di straneke
li ser raperînê dibêjin de diyardike
tevî li dijî penciyan yek jî şer
dike li hemberî pênciyan bi yek kesî
tola xwe heft qet zêdetir rakirin,
ji bo welatê xwe heya dilopa xwîna
xwe ya dawiyê şerkirin û çûna
şehadetê ye.
Yên ku bihatina girtinê ve li gorî
rihê zagona sirgûniya neçarî çûne
sirgûniyê li gorî wateya hevokê ya
rast bermayiyên qiliç an bûn. Yê ku
deqa dawiyê de Fewzî Çeqmek midexele
kirye û ew ji bikuştina çekên bi
makîne rizgar kiriye jî endamê
kafîleya wan bû. Dema êxsîr digirtin
lê qetil nedikirin ev rê liber
radestiya şervanan vekirîbû.
Mirovên êxsîr ê nehatiye qetilkirin
wî weke miqnatês kişandibû. Ebdûlah
Alpdoxan ji bo radest bibin mirovên
wan ên êxsîr ketine weke elçiyan
rêkiribû şer. Êdî tunekirin nebû,
soza vê dihate dayîn. Dê wan bişînin
cihekî din, dê mal û axa biçî
nin bidin wan. Şervan bi çekên xwe
ve dihatin û radest dibûn. Yên ku
radestî red dikirin û yên bi rastî
girêdayî diman pir kêmbûn. Nedibû
mijara gotinê ku ev dê ji dewletê re
bibin gef. Komkûjiyeke hovane hatiye
kirin, berxwedan hatiye şikandin,
bermayîyên qiliç kirine bin
çavdêriya xwe de û ew şandine
sirgûniyê, erdnîgariya Dersîmê di
asteke mezin de hatiye bêmirov kirin
û ew anîne rewşa “herêma qedexe”, ji
Dersîmê re bêdengiya gorê hikim
dimeşand.
Tevahî eşîrên Dersîmê li dijî
komkujiyê nerabûne ser xwe,
berxwedan nemeşandine. Eşîrên ku
ketine rewşa berxwedanê di bingeh de
eşîrên Ovacik, navenda Dersîm û
Hozat e. taybetmendiya van eşîrên
çiyayî ya bingehîn ji azadiya xwe re
weke ketibûnê girêdayîbûn. Ji bo wan
rastiya dewletê hêzeke heyîna wan re
gef çêdikir bû; di navbera dijminekî
dixwaze wî tune bike û eşîr
cihêbûnek nebû. Wan di wateya rast
de dewlet nasnedikirin. Tevî bi çek
in jî nikare bêgotin ku ev eşîr
talûkeyekî çêdikin. Heya ji aliyê
dijmin êrîş nehatiye êrîş nebirine
li ser hêzên dewlet ê. Êrîşa ku di
sala 1937’ê ya birine li ser
qereqolekî xwedî rastiya mîsîlemê
bû. Di vî gundî de ew qereqola ku
neheqî li jinan kiriye ango qereqola
Pah kirne destê xwe de, gelek leşker
kuştin e, heya Mazgîrt ê dana pay
yên li şûn de mane. Mazgîrt di
navbera dewlet û eşîrê çiyayî weke
sînor e. Ew qereqola ku dewlet li
qada wan de damezirandiye ji holê
rakirine. Ger leşker heqaret li gel
neke û jinê wan re dest neavêjin, bi
kinasî nekevin nava rêbazên
sorkirinê dibe ku çav ji heyîna
qereqolê re girtiban e. Bi cewherîn
jiyana wan a aştiyane esas e. Sekna
wan a li dijî dewletê yekser li ser
bingehê parastina rewa ye. Vî gelî
weke “hov” dana pênasekirin
lêanîneke dewletê ye. Lê hovê herî
biesil dewleta ku tevahî tiştan weke
lehiyê dide berxwe û dibe ye,
hovantiya wî ya birêxistî û
bipergalkirî ye, zulm û zextên wî
yên bêsînor in.
Tevahî êşîrên ku tevlî berxwedaniyê
nebûne weke alîgirên dewletê
pênasekirin nerast e. Gelek ji wan
jiber pêşengtiya reyîsê eşîr ji vê
berxwedanê dûr mane. Dewlet berya
komkûjiyê nakokiyên di navbera
eşîran de baş nirxandiye, di vî alî
de bê alîgirkirina hinde eşîran de
serkeftin xistiye destê xwe. Bûna
çiyayî tê wateya ji derveyê jiyana
dewletê û ji jiyana wî re jiyîna
bîyanîbûnê. Pevçûyînên berjewendiyên
şexsî lewaz e. Dibe nakokî di
navbera kabîleyan de hebe. Li
hemberî vê jî di qadên ku dewlet di
devdorê navenda îdareyê de
damezirandine de şêwaza jiyanê
cûdatir e. Nêzîkatiya
miliyetperestinê diyardeye,
berjewendiyên şexsî pêşketiye. Di
navbera eşîran de qûtbûn tê jiyîn.
Mirov nikare behsa yekîtiya di
navbera gel de bike. Devdorên Hozat,
Mazgîrt û Pertek wisane. Bi kinasî
zemînê gel erenî yan neyînî kirina
çalekiyê lewazbûye. Bêguman
propaxandayên dijber ên dijmin ev
qad bandor kirye. Di encama
zehmetiya aborî ya eşîrên çiyayî ku
dibin dorpêçkirinê de dijîn
talankirinê bi xwe re derdixîne
holê, ev jî propaxandayê dijmin hîn
bihêztir dike, bibandor dike. Bi
kinasî dewleta ku dixwaze berxwedanê
bisînor bike nakokiya herî biçûk jî
nirxandiye, bi xera vê xwe gihandiye
encama ku dixwast.
Dema di çerçovaya pênaseya peymana
pêşî girtina tewanbariya komkûjiya
1946’an û cezakirin tê nêrîn,
tewanbariya mirovahiyê ya li Dersîmê
de hatiye kirin dê hîn baştir bê
dîtin. “Li gorî peymanê ji van
çalekiyên ku bi armanca tunekirina
netew, etnîk, irq an jî komeke olî
komkûjiye:
a- Endamê civakê kuşt in,
b- Di endamên civakê de rê ji zerara
bedenî an ya zîhnî re rê vekirin,
c- Ji bo civak tune bibe mercên
jiyana tunebûnê kêm an zêde li ser
civakê ferzkirin,
d- Di nava civakê de ji bo zarok
çênebin tevdîrên astengkirinê
girtin,
e- Zarokên girêdayî civakê neçarî
jiyankirina di nava civakên din de
kirin”.
Tabloya di tevgera lehiya di Dersîmê
de derdikeve pêşiya me ku ev berê
hatibû amedekirin, bi vê pênasê ve
nabe yek. Di van pênç çalekiyan de
dibe tenê ji bo çalekiya çaremîn
tiştek neyê gotin. Lê herçar
çalekiyên din bê qûsûr di vê qadê de
hatiye pêkanîn, meşandin. Li dijî
tevgera weke lehiyê tê zanîn
berxwedaniya li Dersîmê pêşketiye û
du salan berdewam kiriye de hejmara
mirovên hatine qetilkirin
negengazeku mirov bide an jî
bihejmêre. Hejmareke mîsoger dayîn
zehmet e. Lê ev hejmar weke bi deh
hezaran ve bê îfadekirin hovaneye.
Ji derveyî qismekî bi sînor ê ji
cîhbûna neçarî ve hatine hiştin
tevahî qismên hatine hedef girtin
weke fîızîkî hatine tunekirin. Qet
tucar nayê inkarkirin ku ev
paqijiyeke etnîkbû.
Tenê di yek bûyera pêvajoya
qetilkirinê de, di lorîna diavêjin
li ser malbatên hatine qetilkirin ê
axayên gundiyên Çukur Sulî û Hesen
de jî bi awayek balkêş diyardibe ev
ji holê rakirina zagonên
Kurmancgeriyê ye. Tişta di komkûjiyê
de hatiye tunekirin û agir berdanê û
şewitandine nesnameya Kurd e, çanda
Kurd e, ew jiyana ku Kurd li ser
bingeha zagonên xwe yên xwezayî de
dijîn lê paqij e. Dê êdî şûna van
tevahiyan Tirkgerî bigire. Di
rastiyê de jî di heman lorînê de
tişta tê gotin şûna tiştên hatine
rakirin zagonên Komarê û Tirkgerî tê
bicihkirin e. Ev pênaseya lorîna
gelekê ye; pênaseya gel e ku ew
tiştên jiyîne bi hevokên xwe didin
diyarkirin. Dema yên mayîn û ji
komkûjiyê xelas bûna çareseriyê di
bîrkirinê de ditînin, gel bi şêwazê
lorînan ve hewl daye tiştên jiyîne
neyên jibîrkirin. Rastî ev e.
Ez tevahî kesan vedixwînim hizirînê,
ez hêvîdarim ev hevoka min dê weke
minet bê fêmkirin. Bihizirin:
Mirovên endamê civakekêne ji aliyê
hêzên ku ew êxsîr girtine ve hertim
bi heman rêbazê ve ji mirinê re tên
rêvîkirin. Êxsîr tên girtin, li ser
hev tên komkirin, ji zarokê di
hemêza dayîka xwe de heya pîrekî/ê
nikare li ser lingan bisekine
derdixin pêşiya çekên giran, dûra
wan ji barana fîşekan re dikin
hedef. Mirin wan wisa dibîne. Ji vê
re nerazîbûn jî nadin nîşan, vê gilî
jî nakin, di devê yek ji wan de qîra
“gunehê xwe li min bîne” dernakeve,
berya barandina fîşekan tayê piyê
kesekî nayên vekirin, kesek li erdî
nakeve. Zarokê herî biçûk bile
mirinê bi sergiraniyeke wisa ve
pêşwazî dikin. Hema hema tevahî kes
vê dihizirin; karê zalim zilme,
tişta mazlûm bikin jî li dijî zilmê
liberxwedan e. Mirinê tirsîn ve
zalim kêfxweş nakin. Jixwe bawerya
wan jî ji wan re vê şîret dike. Li
gorî bawerya xwe ew parçeya Kerbela
bûn, dema yên kevneşopiya Yezît
didomandin dihatin tunekirin diketin
nava şehîdên nemîr ên Kerbelayê. Lê
çi dibe bila bibe nifşê Yezît ji
kesekê re minet nakin. Ev
berxwedaneke kêmbû, bisînor bû.
Li hemberî mirina zalimên dûr hatine
anîn yên çiyayî bi jiyana xwe ya
azad re girêdayî mirin pêşwazî
dikirin. Ew hertim rast jiyîne,
jiber rast jiyîne jî rast dimirin.
Ji derveyî vê jî li hemberî wan
hezeke weke ezraîl canê wan digirt
hebû. Baş dizanîn ku ji ezraîl re
gotina “canê me negire” çi wate
îfade nake. Dor dora kafîleyên li
hemberî çekên makîneelîbûn. Di wan
de jî heman sekin tê dîtin, beyî ku
ji mirinê bitirsin benda mirinêne.
Dibe cara dawiyê li xwezaya Dersîmê
ya pêve girêdayîne û l itê de
mezinbûne temaşe dikin. Di kêliya
çek diverişin de li dûr ve qîrek
bilind dibe: “Bisekinin, ji kesekê
re fişek nayê xistin, êdî kesek
namire!”. Kî çi bêje bila bêje,
kêliya qetliyamê a herî wehşet dide,
dîn dike ev kêliye. “Firman” erênî
bersiv dibîne û canê ji mirinê re
hatine amedekirin ji canê fîşek
xwarî û ji singûyan rizgar dibin.
Rihê mirov li hemberî vê agahiyê
weke keştiya li ber baqer peritiye
tîne bîra mirov, tewazina xwe winda
dike û xwe windadike. Beden êdî ji
rih re serî nadeyne. Heya wê kêliyê
hêza wan a lewazbûyî ji tayên xwe
rizgar dibin, pîyên wan dest bi
recifandinê dike. Dibe piştî demekê
êdî rih dikeve bin hikma can. Bedena
ku gihiştiye derfeta heyîna xwe
jiyînê, dizivire hepsa rih û her ku
diçe dizivire gora wî. Piştî çend
saniya şûnde beden tevahî girêdanên
xwe yên bi kevnarê ve qûtdike. Ji bo
beden paşeroj mirina bi tehlîlbûna
wî ve tê ye û bi bêdengkirina çekan
ve mirin ji bedena tê dûrkirin. Ji
bo bedena dangkirina çembera mirina
di devdorê rihan de hatiye çêkirin
tê wateya ji bo jiyînê derfeta hîn
zêdetir. Çawa dibe bila bibe jiyîn!
Bedenaku dibin çavdêriya rih de
derketiye li ber vê ve diçe.
Ev dîka rizgariyê ya bi plansaziyeke
baş ve hatiye pêkanîn weke rastiyeke
mija reş a li ser wateya mirinên
rûmet daketiye ye, bîranîna hatiye
jiyîn ji paşeroja herî dûr û a herî
nêzîk hatiye qûtkirin. Bi rastî jî
di kêliya hat fêmkirin ku mirinên
bedenî dûr ketiye, kêliya jibîrkirin
destpêkirye ye û ketina pêvajoya ji
paşerojê qûtbûnê de ye. Ji mirinê
zivirîn di xalekî de hatiye rewşa ji
nîn/sifirê de çêkirina destpêkekê.
Berya wê nîne. Hîn rast ir, ji bo
berdêla sekinandina hilweşîna beden
şexs dê êdî berya wê jibîr bike. Yên
rista rizgarker û rizgariyê dilîzin
di ferqê de ne ku rastiyeke nû heye.
Celat ji dîkê derketiye û çûye. Ew
êdî kesekî cûdaye; neyê bi xwe re
mirine tîne yê jiyan didê û ji nû ve
jiyanê bi xwe re tîneye. Herçend di
destê wan de xwîna birayên wan hebe
jî, di çavê rizgarbûne de ew êdî
wisaye. Celadê ku bihezaran kes
kuştine êdî xwe kirye qilifê
rizgarker de û bi tiştên bexşandî ve
ew êdî hatiye pejirandin. Ev
destpêkirina pêvajoya şûna nifreta
bi rûmet, hîskirina kirêt girtiye
ye. Di navbera qûrban û celad de
têkiliyek nû hatiye çêkirin. Jiyana
di xala sifir de destpêkiriye,
jiyana dike evîndarê celadê xwe ye.
kuştina bi hezaran mirovan êdî weke
şaşitiyekê jî nayê dîtin, qetilker
jî êdî nabêjin min şaşitiyek kirye,
qetilkirina hatiye kirin dê di
bingeh de weke kuştina bê wijdan û
bê şerim nehatiba dîtin û dê ji holê
rakiriban.
Bêgûman di vir de mirovên ku di
kêliya dawiyê de di qetliyama
Dersîmê de xelas bûne re ne
dudiliye. Nayê gotin ku xwezya yên
mayî jî hatiban kuştin. Ji derveyî
vê jî kesek mirinê jî pîroz nake. Ji
nirx, xweşikbûn û ji pîrozbûna
jiyana mirov re gûman nayê jiyîn. Di
vir de zilm û zorbartiya dewleta
Tirk a xwe kiriye qesabê Kurd tê
lêpirsînkirin; hewl tê dayîn ku
rastiya wî ya mirov dike dijberê xwe
bê nîşandin. Di vê mijarê de
Yenîçertî mînakeke ku ji aliyê
tevahî kesan ve tê zanîn e.
Yenîçerîtiya rêxistina leşkerî ya
Osmanliye, piraniya xwe zarokên
Hristiyanin ku tevahî malbata wan
hatine kuştin in. Lê ger di ferqa wê
de be, ev ji bo Yenîçerî nexwediyê
çi wateyekê ye. Ji bo wî dewlet
hertişt e, hinceta heyîna xwe ye,
destpêk û dawiya wî ye. Ew têkiliya
di navbera qatil û qûrban de ku di
Yenîçerî de tê hizirin ku bê çêkirin
berovajî dikin; qatilê ku dibe bibe
çavkaniya nifret û dilxelandinê, ji
bo qûrban tê asta hezkirineke seqet.
Di pergala desthilatdariya Tirk de
qûrban di vê şêwazê de ji biyanîbûna
cewher ve dana girêdan hêzeke
pêkanîna di asta huner de qezenc
dike. Tişta dewleta KT ya ku li ser
mîrasa Osmanan beden dîtiye li
Dersîmê de kirye, dibe dûbarekirina
vê tecrûbeya serkeftî. Dewleta Tirk
a ku hêza xwe ya biyanîkirinê jî
dide pişt xwe, bermayiyên komkûjiyê
jî dizivirîne bedenên bê rih,
herwiha duyemîn car Dersîmê di
qirkirinê de derbaz dike.
Bi pêkanînên xwe yên wehşî ve hêzên
qetilkirinê mirovan ditirsînin, ev
bûye armanca wî ya herî bingehîn.
Hedefa bingehîn a tirsandinê ne
hêzên di nava berxwedanê de ne,
qismên civakê yên li derveyî
berxwedanê mane ne. Peyama ku ji
tevahî kesên ji vê qirkirinê re bûna
şahît û bîhîstine re tê dayîn diyar
e: Hun ketina rewşeke li dijî
dewletê, li mejiyê xwe jî de derbaz
nakin, hun dê li gorî daxwaziyên ku
dewlet ji we dixwaze bitevgerin!
Jiber vê sedemê komkujiya Dersîmê li
dijî eşîrên ku li hemberî îşxalê
sekinîne tevgereke şikandin û
tunekirinê nirxandin heya dawiyê şaş
e. fîşekên di canê mirovên êxsîra
hatine xistin û canê wan kûn kûnî
kirine ketiye rihên yên li derveyî
berxwedanê mayîne jî. Jixwe ew meyla
radestiyê ya di pêvajoya
berxwedaniyê de di van qisman de
hatiye dîtin, girêdayî şkestina
berxwedanê hîn zêdetir kûr bûye. Ev
tirsandineke wisaye ku çi kes
naxwaze bibe hedefa teroreke ew qes
bê sînor, ji bo vê jî wê hewl bidin
ku bi qetilker ve bikevin nava
jiyaneke lihevkirinê. Ev serî ji
tevahî daxwazên celat re daxistine.
Heya ji gotina “Bila xwedê wan rojan
nîşa dijmin bile nede!” kûr neyê
nêrîn û nekevin giranbûna wê de, wê
şikandina vîna di bin vê gotinê de
jî neyê ferqkirin. Ev daxwaziya ji
xweda berya hertiştî misogere ku ji
qarexterê belavkirina vê zilmê re
tilî hatiye nîşan; lê divê were
dîtin ku heman daxwazî rewşa rihê
binketinê jî dide nîşan. Neheqî di
wateya teqezde tê şermezarkirin lê
hesap ji yên komkujî pêkanîne
xwestin qet nayê hizirîn. Dema rewş
dibe ev, encameke bitirs a weke “Çi
bedelbe bila ew bedel be jiyîn”
derdikeve holê. Jixwe dibe mirov
bijî, lê neweke windakirina rûmeta
xwe, neweke hêviya xwe ya azadiyê bi
kesên hatine qetilkirin ve xistina
gorê de, ne weke rih kirina bin
xîzmeta parastina zîndatiya beden,
wî xistina rewşa xizmetger. Weke
berdêla tenê bi serê xwe parastina
can ev berdêlên giran in û lê
mixabin rastiya tê jiyîn jî ev e.
Dema me di nîvya sala 1970’an de da
diyarkirin ku divê ev qetliyama
bitirs neyê jibîrkirin û hesabê wê
bê xwestin reaksiyona ku me dîtiye
ecêp bû. Mirov ji me acizdibûn û
digotin “Ma hun dixwazin komkujiyeke
nû li me bidin jiyîn, hun çima
paşerojê û tiştên bihorî tevlîhev
dikin?”. Mêtingeriya inkarger firman
dide “bîranîn qedexeye”, civaka ku
li gorî qedexeyê diçûn jî digotin
divê kevin, paşeroj bê jibîrkirin.
Di helbesteke Pûşkîn de
gûftigoyeke şerê baz û qijik heye.
Bazê ku hîs dike mirina wî nêzîk
dibe, dixwaze sira/sır dirêj jiyîna
vê qijik ê ku hîn di zarokatiya xwe
de nasdike tehlîl bike. Qijik sedema
dirêj jiyîna xwe wiha vedibêje:
“çavkaniya xwe ji ferqa di navbera
temaşekirina bilind û di navbera
jiyîna di jêr de digire”. Qijik ji
qalpikê darê rizyeyî ve ji xwe re
hêlîn çêdike, bi leşe lawirên ji hev
ketî ve zikê xwe têr dike, Xwarina
ku herî jê hez dike jî laşe tayê di
navbera du salan de rizyayî ye.
Bêhna rizandina leşan a li rûyê wî
dikeve ji bo paqijbûna wî ya herî
baş e. Bêguman di derbarê jiyîna
demdirêj de şîretên weke zêr ên bide
baz hene. Lê ew dê tenê du rêkan
bide pêşiya baz û dê bi vê ve xwe
têr bibîne: Ya yekemîn, weke xwe
jiyîn û bûna xwediyê temenekê hezar
salî. Ya duyemîn jî di jor de firînê
ve bi temenekê kin ve xwe têr
dîtine. Li ser vê baz jê re dibêje
“Bila temenê te yê dirêj ji te re
be, xwarina leşan bila behra te be.
Şûna ez bibim qijikekê ku serê wî
hertim li erdiye, temenekî li ser
leşan xwe dirêj dike, weke bazekê ez
dixwazim hertim bilind bifirim û
serbilind bimrim”. Peyama Puşkînê
helbestvanê herî mezin ê cîhanêye
vekiriye: Ya bingeh dirêj jiyîna
mirov nîne, çawa jiyîna wî heye.
Mirov heyîneke dikare bibîryara xwe
ya jiyaneke çawa bijîm bide ye.
Mêtingeriya Tirk mêtingeriya ku
nahêle Kurd ji xwe re pirsyara “ez
çawa bijîm” bike, ger bide jî divê
bersiva wê di nava jiyana pergala
xwe ya inkargeriyê de bê pîvandin e,
ango mêtîngeriyeke diredîne. Ger
bersiva ku dê bê dayîn dê di nava
pergala wî de bibe helandinê, wê
demê şaşitiyek nîne ku ev pirsyar bê
pirsîn. Ji bûna xwe derketin û bûna
yekî din neçare bibe çarenûsa mirovê
Kurd. Kurd dikare bibe tevahî tişt
lê tucar nikare bibe xwe, ji bo bibe
xwe jî hewl nade; dê nasname, ziman
û çanda xwe nexwaze. Di helbesta
Pûşkîn de qijik li jêr e, bi leşên
dikeve behra xwe ve û bi qalbikên
darên riziyayî ve xwe dide jiyîn; lê
ew dîsa jî neweke tişteke din e, ew
weke qijik dijî. Di heman rengî de
di gelek welatên din de gelek gel
dibin dagirkeriya mêtîngeriyê de
jiyîne, lê dîsa jî bi inkargeriyeke
wisa re rû bi rû nehatine. Bi
gotineke din ve dibe wateya gelekî
ji mafên xwe qûtkirin xwedî watebe,
lê weke heyîneke çandî xwe tune
hesibandin û tune kirin nayê
fêmkirin, wateya wê nîne.
Sedema herî girîng a Kurdan kirina
nava rewşa rihê gihayên bi zerar ên
di nava baxan de derbixînin de tûne
bikin û di vê wateyê de ji wan re
qetilkirinên ku mejî narakin dana
jiyînê afirandina mercên ku
qirkirina çandî pêkbînin derbixin
holê bû. Dewleta Tirk a li hemberî
berxwedaniya demokratîk netew a di
Kurdistanê de berya darbeya 12 Ilanê
de pêşdiket dînbûbû, ji nûve dest bi
nîşandina diranên xwe yên bixwîn
kiribû. Wezîrê demê Suleyman Demîrel
digot “Yên di nava vê xebata ciheyî
de cîh digirin bila bizivirin li
dîrokê temaşe bikin, bila bibînin di
kevin de çi hatiye serê wan û bila
ji xwe re îbret bigrin, bila yekser
mejiyê xwe komî serê xwe bikin û
devj ji diştên dikin berdin”. Dîroka
ku wî dixwast lê bê nêrîn dîroka ew
komkujiyên tûjî wehşet ên li ser
Kurdan hatibûn pêkanînbûn. Dewleta
Tirk qenit kirye ku yên dixwazin
bibin xwe û wekî ew bixwene bimînin
re cihekî gorekî jî nadin. Kî heman
daxwaziyan bike wê van tiştan bîne
serê wan, dê ji vê rastiya xwe
nerevîba. Bêguman ev gef neya kesekî
bû, ya pergala inkar û tunekirinê
bû. Jixwe hîn di wê demê de ev gotin
bi gef xwarinê ve bisînor nediman,
gav bi gav dihatin kiryarkirin.
Darbeya 12 Ilonê jî dibû rewşa
navsera (doruk) kiryarkirina vê
rastiyê.
Di navbera salên 1925-1938’an de
dîroka ku îbret bê girtin nedi
paşerojê de bû, li rex serê Kurdan
bû. Ji bo yên dişopînin mejiyê xwe
komî serê xwe bikin û yên dixwazin
weke xwe bimînin weke gîha diçandin,
ew diçandin, ji hev belav dikirin.
Jixwe ji tevgera dikirin weke
tevgera qetilkirinê, bidûrxistin
(tenkîl) û wargûhêzî nav dibûn.
Wateya bidûrxistin cezakirina yekî
ji bo mînak bê girtin e. Bi îfadeyek
hîn vekirîtir tenê “isyangeran” kuşt
in têra wan nedikir, ji bo kesekî
din nekeve nava çalekiyeke heman
divyabû ji bo îbret bê girtin yek
hatiba kuştin jî. Vaye bidûrxistin
ev e. Ji vê gavek wêdatir tedîp e,
li gorî Tirkiya roja me şikandin an
biçûk xistinê ve kişandina edebe, bi
xeber û heqaretê ve ew nerimkirin e.
Tehcîr jî cihên ku kesên li tê de
bên tedîp kirin û di vê pêkanînê de
bê derbazkirin e, ango mekana
sirgûnkirinê ye. Dema sih sala di
navbera salên 1940-1970’ê de tê
dîtin ku ev dem dema sertarkirina
bidûrxistin, tedîp û tehcîr e, dema
bi temamî berxwedana Kurd şikestiye,
bi nifş qirkirina sor bi nifş
qirkirina spî ve birina encamê, ji
pêkanîna helandinê re lezgînî dane
qezenckirin ango dema bêdengî û
tirsê ye. Kurdistan êdî ziviriye
bêdengiya gorê. Êdî rastiya gelekî
ya êdî heyîna wî bile bibe mijara
nîqaşê, ji bûna xwe derketiye mijara
gotinê ye. Ev rastî netenê rastiya
Dersîmê ye; rewşa ku tevahî
Kurdistan û gelê Kurd xistinêye, ya
rûmet şikandinê ev e.
Nîjadkujiya spî an jî kujiya çandî
ya tê heman wateyê mijara nîqaşeke
din e. Lê tişta divê di vir de binê
wê bê xîzkirin ev e: Dibin Rêbertiya
lawê Amara yê gelê Kurd ew têkoşîna
berxwedanvaniyê ya ji bo vê ketina
rûmetê dişkîne berovajî bike daye
destpêkirin bi rastî jî coş dide
mirov. Bilindbûna Kurd rastiyek e.
Gelê ku berê li xwe direviya a niha
gihiştiye rewşa yê herî nêzîkî xwe
disekine. Kî çi bike bila bike,
nikare bîryara vî gelî ya jîyîna
azad lewaz bike. Vîna azad a Rêber
Apo di gelê wî de bûye cîsm, Rêber û
gel hatine rewşa ji hev neqûtbûn ê.
Ev dibû mezinbûna Kurd, rastiya rûyê
mêtingeriya Tirkiyê ya nîjadkûja
hovane aşkere kirye, ew kirye nava
derneketineke kûr de. Sedema harbûna
wî ev e, sedema ew qes bê şerm li
ser gel û tevgera me de tê ev e,
sedema hertim artêşeke pencsed kesî
di nava welatê me de di tevgerînê de
digire ev e, sedema hewl dide ku
girtinan zêde bike û zîndanan tûjî
bike ji ber vê ye. Bi vî rewşa xwe
ve rewşa rêjîma inkar û tunekirinê
ya roja me ya îro de ketiyê dişibe
zilamê ketiye nava teqnê/bataxlixê
de ye. Ji bo ji rastî û ji
pirsgirêka Kurd xilas bibe asta
çalekiyên ku pêktîne çibe bila ew
be, tunda wî çi be bila bibe ev
hineke din rê li ber ketina teqna
neçareseriyê re vedike.
Em dîroka xwe ji nû de çêdikin, an
em di nava dîrokeke zînd de dijîn.
Kesek nikarê vê dîrokê ji paşeroja
me qût bigre dest. Dema tevgera
Apogerî ji ketina Kurd re ya di
devdorê bîryara pergala emperyalîst
a navnetew de dihat jiyîn re gotibû
bes e jî ji rastiya gelê me ya
dîrokî ve derdikete rêkê. Lê di wê
demê de ku di derbarê Kurdan de
hertişt hatibû jêbirin, di derbarê
dîroka Kurd de belgeyên heyî kiribûn
bin mehfûrê/xasirê de û di wê dema
ku gelê Kurd di asteke mezin de ji
bûna xwe derketîbû de, bi perçeyên
şikestî yên di dest de, bi zanistiya
dîrokeke kêm ve ketina nava demeke
nû jênerevîn bû. Bi taybetî jî di
tevahî dema Komarê de di derbarê
mijara berxwedanên hatine jiyîn de
di astekî de agahî hebûn. Ev qes
bile besbû ku mirov ji ketina dihat
jiyîn re bêje bes e û fedekariyeke
mezin bide berçav. A niha
zanistiyeke me ya dîrokî ku ev
pêşeroja me ronî dike heye. Lê dîsa
jî em neçarin belgeyên ku dîroka me
ya nêz hîn zêdetir ronî bike û di
derbarê vê dîrokî de agahiyan
kombikin. Lorînên gelê me bile di
rewşa belgeyên dîrokê de ne û em
neçarin van komî ser hev bikin. Em
xwedî erk in ku serî li şahidiya
şahîdên hîn jî dijîn bidin û tiştên
vedibêjin bikin rewşa belge û wan
qeyt bikin. Rêka dana jiyîna şehîdên
me yên goreke wan bile nîne ev e.
Bêyî ku em feresata xwe ya azadiyê
bispêrin feresata azadiya wan a
birûmet ku di nava jiyana wan ya di
xweza de dijî û beyî ku em bispêrin
sekna wan a li dijî zalimên komkûjan
bibîryar, em nikarin îdîa bikin ku
em wan fêmdikin û biwate dikin.
Em neçarin li şiyariya destpêkê ya
“jibîrkirin xiyanet e” re pir alî
temaşe bikin. Em nikarin ew
komkûjiya li derveyî mirovahiyê ya
mêtingeriya Tirk li Dersîmê û di
gelek cihên welatê me de daye
meşandin jibîrbikin. Em nikarin ew
êşkence, zulim, hovantiya li di
tevgera bi bidûrxistin, tedîp û
tehcîr ve tê îfadekirin li ser gelê
me pêkanîne jibîr bikin, wan
heqaretên ji gelê me re rewa hatine
dîtin jibîr bikin. Bi taybetî jî em
tucar ew kirêtî, ketîbûn, heqaret,
hov dîtin û biçûk kirina ku navaroka
hevoka bidûrxistin û tedîp e jibîr
bikin. Em nikarin ew qetilkirina bi
deh hezaran mirovên me yên ku bes di
jiyaneke bi nesname û li gorî çanda
xwe de israrkirine û bêgor jibîr
bikin. Em nikarin tucaran ew keçên
ji bo nekevin destê dijmin xwe di
tehtan de avêtine, dîsa ew jînên ji
bedena wan ya mîrî re bile heqaret
hatiye kirin jibîr bikin. Em nikarin
jibîr bikin ku sedema mêtîngeriya
Tirk ew qes dînatî kiriye ji bo me
weke gel di dîrokê de tune bike ye.
Em nikarin jibîrbikin ku hîn welatê
me dagirker e û dibin işxala leşkerî
de ye, em hîn nîjadkûjiyeke çandî
dijîn, tevahî dewlemendiyên me weke
heydûtî talan dikin û hewl tê dayîn
ku gelê me bi birçîbûnê terbiye
bikin. Em nikarin jibîr bikin ku
jiber Rêber Apo ji vê ketina lehnetî
re gotiye bisekine û em bi rastiya
xwe ve rû bi rû aniye dibin pergala
Imralî de ji êşkence, zulim û
tehdeke di dîrokê de nayê dîtin re
rû bi rû tê girtin. Weke kombûna van
tevahiyan em nikarin jibîr bikin ku
jibîrkirin xiyanet e.
Mîsoger ev ne bangawaziyeke
rijandina xwînê ye, di derbarê
nîjadkuştina Kurd ne belgeyeke ku ji
kongreya DYE û ji Parlementoya
Evrûpayê re tê komkirin û tê
pêşkêşkirine jî. Helbet gîliyên me
hene, lê mixatabê vê gîliya me gelê
Tirk e, rewşenbîr û hêzên wî yê
pêşeng in. Li ser heman axê
yekitiyeke gelê Kurd û Tirk a bi
hezar salan heye. Ev yekitî hertim
xwe spart bingeha dostaniyê û biratî
yê. Dema di pêvajoya nîjadkuştin û
qirkirinê de jî gelê Tirk ji Kurdên
ku bermayiyên qiliç in ku çûne li
ser axa wan jî tewanbar nedîtine, bi
çavekî tewanbar meyze nekirine. Hewl
neda li gorî firmanên dewletê
bimeşin Kurdan bikin Tirk, ji bo vê
kedeke taybet nedane, mirovên Kurd
bi rastiya wî ve pejirandine. Ev
reftariyeke birûmet bû, reftariyeke
li gorî mezinbûna vî gelî bû. Lê
mixabin ew miliyetperestî û
nîjadperestiya di van salên dawiyê
de tê sorkirin ev girêdanên dîrokî
yên di navbera gelê me de lewaz
dike, di navbera her du gelan de
tixmên nifret û rikê diçînin. Vê ji
dispêrin derewa “dê Kurd Tirkiyê
perçe bikin”. Em jî dibêjin qutkirin,
perçekirin ketîbûne. Yê ketîbûna
herî mezin dikin partiyên dewletêne
û çend hep generalên li ser artêşê
dikin. Yên perçebûnê dikin, yên
dînamît dixin bingeha Tirkiyê, yên
dibêjin bila Kurd tunebin, hema hema
kêm maye ku tevahî Tirkiyê ji hêzên
derve re pêşkêş bikin ew bixwene. Bi
teqez divê gelê Tirk vê bibîne û ji
ketîbûna ketiyan re bêje bisekine.
Em weke Kurd
ji gelê Tirkiyê re xîzmet kirinê ji
xwe re weke rûmeteke mezin
dihejmêrin, dibînin. Lê dema
nesnameya me hat tunekirin dê rihê
me jî tune bibe û weke heyînên bêrih
ne tenê ji gelê Tirk re em dê
nikarin ji bo xwe jî bibin heyînên
bêhewce, qencî. Dewlet vê li ser me
ferz dike. Em ji mirovê Tirk pirsyar
dikin: Ma hun dikarin ji Tirkbûna
xwe poşman bibin? Ger hinek din bên
ji we re bêjin “hun nikarin bi Tirkî
stranan guhdar bikin, hun dikarin
biçin qûrsan Tirkî fêrbibin, lê çi
pêwîstî bi perwerdeya zimanê dayîkê
heye?” wê demê hun dê çibikin? Ma
hun qiyamet ranakin, bi acizbûnê hun
ezman nayînin xarê? Gelo ma tişta
hun ji bo xwe naxwazin, hun çawa
dixwazin Kurd ji bo xwe bixwaz in?
Yek rabe navê Izmîrê biguherîne bike
Smîrna, ji Trabzonê re bêje Trapezûs,
pêşniyar bike ku bila navê Stenbûlê
bibe Konstantînopolîs wê çibibe? Ku
di rastiyê de navên wan ên dîrokî
wisane. Tevî vê hun dê yekser
pêşniyarên guhartinê red bikin, ma
ne wisaye? Gelo ma wê demê navê
Dersîmê çawa dibe Tuncelî? Dema em
dixwazin Dersîm weke xwe bimîne çima
dibe kirina tewanbariyê? Çawa bi
esanî navê bajar, gund, bajarok,
çiya û çemên Kurdistanê dikin Tirkî?
Ka bihizirin: “Nevroz” hevokeke
farsiye ku pir nêzîkî Kurdiye, çi
eleqeya xwe bi Tirkî ve nîne: tevî
vê jî çima ji Kurdan re ileh Nevroz
tê ferzkirin. Çi eleqeya vê ya bi
firmana “hey hemwelat, bi Tirkî
biaxive!” ve jî nîne. Dê bê gotin
“bila, bila ne Tirkî be bila bi
Farsî be, dîsa jî tu dê bi Farsî
bêjî Nevroz, bi Kurdî Newroz nayê
qebûlkirin?. Ji hevokeke Kurdî re
bile ew qes astengî, ew qes
dijminatî çima, ji bo çi?
Belê, em van jibîrnakin: em dê bikin
qîr û bejîn jibîrkirina van xiyanet
e.
|