|
MEZİN
GERANDİN, HEWLA DÎTİNA MEZİN,
ŞERÊ MEZİN DİZÊ
Nirxandina civîna dibi stanê
pir zêde dilê me nevekir. Ez nizanim,
em van xebatên xwe çi qas bi wate
dikin. Lê ger weke di raporê de heyî
be, berya hertiştî me dibe encama
dorhêlê baş nefemkirin, giranbûna wî
nehesandin û tişta ku ji wî tê
xwestin neanîna cîh; di mijara
kesayet de me biguman dike, ango me
dibe encama şexsiyetê me yê rizyayî.
Em ji bêrêziya li hemberî jiyanê
bigrin heya wehşeta şerê ku di nav
de ne nahesin, di nava xwe de
neçartiyê dijîn, şexsiyetekê ku li
erkên mezin nayê. Lê di rastiyê de
şansê perwerdeya şoreşger a livir
pir balkêşbû û dikarî gelek
pêşketinan bi xwe re bîne, divyabû
bîne.
Berovajiyê hesibandina we, herçend
hun di inyet de baş û dirûst xûya
bikin jî, ev di wateya bûrjiwayê
biçûk dikare derbaz bibe.
pêşdaraziyên we yê bûrjiwayê biçûk,
feodal firsend nade ku hûn xwe rast
binasin jî. Tiştekî din heye ku
niyete we ya baş li gorî gotinê
daxwaziya we ya pêşketinê bi
astengiyên we re hev dikeve û di
demê xwe de nagihije encamek ê. Şerê
me yê gelemperî jixwe di we de hîn
berfirehtir dijî. Ev bi salanê hun
nikarin xwe em ji bîryar dayînê
bigrin heya bûna bela serî û ji
tevahî helwes û reftarên nebaş
xelasbikin û hun van weke maf ji xwe
re dipejirînin. Lê dibin vê de
şexsiyeteke neçar dirazê. Ev jî
encamên çanda çînatî, ez nikarim ji
vê re bêjim encama perwerdeya we
girtiye lê encama çanda mêtîngeriyê
qezenckirye ye. Her deqê carekê
mijarên weke kêmbûna eleqeyê,
kêmbûna tevlîbûnê, negirtina ûslup;
negirtina atmosfera rêveberî-yapi,
belavbûna jiyanê, bêdisîplînî tê
rojevê. Ev ne mijarên nîqaşane, divê
ev mijar neyên axiftin. Dema em
şerekî mezin didin ku we li vir
bidin jiyîn hun bi nêzîkatî û xwe
xapandinên bi vê ve nabe yek, tangav,
nediyar, tê û diçe ve dijîn. Hun tên
çiyan lê hûn weke bûyereke tê û diçe
dibînin, hun Evrupa weke tê û diçe
dibînin, hun vê derê weke bûyereke
tê û diçe dibînin. Gelo! ma tişta
dimîne çiye, ku derêye? Ma hun dê li
kur mayîn de bimînin? Di rastiyê de
di bin vê de xwe pênase nekirin, li
ser xwe hakîmiyet nedana çêkirin,
xwe ne anîna rewşa bi nesname, xwe
ne tevlî xwezayê ne jî tevlî civakê
kirinê heye. Ango hun dişibin
beredayiyê ku li ber lehiyê gindir
dibin. Navê vê felsefeye ev e. hatin
û çûyîn çiye?
Di jiyanê de hertişt, di gerdûnê de
hertişt tê û diçe ango di vê watê de
guhartin û veguhartin esas e. Ev
qeydeke diyalektîzmê ye. Lê tişta
hertimî heyî guhartin, veguhartin e.
Jiyan bi vê ve pêşketinan qeyd dike.
Em jî pêkanîna vê nîqaş dikin. Hun
ne ji felsefeyê ne jî ji siyasetê
fêmdikin. Ji herduyan jî dûrbûnek
mezin heye. Jixwe li hemberî
dijminekî ku şev û roj bi felsefe û
bi kiryara wî re şerdikin negengaze
ku hun behn bigrin. A niha aliyekê
vê yê neyê fêmkirin nîne. Êdî hun dê
vê bi cîdiyeteke mezin ve vê bigrin
dest. Yan hun dê sedema hatina xwe
ya vê cîhanê rast fêmbikin
altarnatîfa jiyanekê bikin yan jî
hun dê bibin çi bibin ew.
Bi rastî jî rewşa we bi felsefe û
siyasete rewa kirin jî zehmet e. Bi
nêzîkatiyeke henekî, edebî we anîna
ziman dê balkêş bê. Ango hun şaş
hatine cîhanê, şaş hatine mezin
kirin, bi temamî dijî rastiyan e. Ew
bûye bela sere jiyanê, jiyan bûye
bela serê wî. Nedizane bijî, ne jî
bimre. Mînaka gelek ‘ Kasimên
bêbîryar’ ango gelek nesname, gelên
di bin çanda KT (TC) de hatine
helandin heye. Hun kombûneke wê
îfade dikin. Ev ne rast e û me ev
danî hemberê xwe û dest bi mêşê kir.
Hun pir zêde bandora rizandinê an jî
eleqe û bê eleqeya ku hun di
ecibînin, jiyan û ji derveyî jiyan,
şer û ji derveyî şer a dişmin de
dijîn û di bin çavdêriya dijmin de
ne. Ez bawer nakim ku di nava tişta
ku jê re tê gotin jiyan de nirxek
derbikeve holê. Dibe rizandineke ji
koleyekê re tê ferz zêdetir koletî
li ser we tê ferzkirin. Di hundir de
nirxeke ku mirovahiyê eleqeder dike
nîne. Bêwelatî, bê azadî, bê
nasnameyî, bêrêxistinî, bêqûwetî di
bingeh de bêqûwetiya we pênase dike.
Ev pir aşkere ye. Ev ji kê maye? Ma
ji xweza, ji xweda maye? Na, ev ji
dijmin maye.
Ez bim di cihekê ewqes kêmasiya
rêbertiyê li tê de heyî de najîm, ez
bim ez dê xwe bikûjim. Derdê we
tevahiyan lewaziya îdîaya we ye. Min
got ya, jiyan li ser serê we bûye
bela. Jixwe çîrok hîn ecêptir e. Me
xwest em li dijî vê şexsiyeta ji
hertiştî re hatiye razîn bisekinin.
Û tevî min li hemberî paşverûtiya we
ya mezin astenga herî mezin çêkir
jî, çinemaye em dê di bin basincê de
verêşin. Dema rastî hîn baştir hate
lêkolîn kirin, lê rastiya gelan a li
hemberî emperyalîzmê dişibe hev: yê
hilweşe dihilweşe, yê radest bibe
radest dibe. Serdem biçekê ev e. hun
xîzeke wê ya biçûk in. Vir cihê xwe
komkirinêbû. Bi rastî jî derfeta vê
hatibû çêkirin. Lê hun ji xwe re
nirx dayînê de xîzanin. Hîn rastir
bigumane ku hun ji xwe re nirx didin
an nadin. Li gorî min yek ji karê ku
hun li vir bikin; ji pirsyarên weke
“ez li vir çi digerim, belaya serê
xwe an rizgariyê, an jî ez hatime ji
nûve nesnameya xwe qezenc bikim?
Bersiv dayîne. Jiber qenebe vir
guncave ku mirov xwe lêpirsîn bike.
bi teşeyeke xurt xwe pênase bikin;
ger hun ne tiştek bin, ev tişteke
baş e. Dema we qenit kir ku hun
netiştekin, ew jî rastiyeke girîng
e. Ger we giranbûna xwe bi qasî serê
derziyê hîs kir, ev jî tiştekî baş e
an jî dibe aşkere bibe ku hun
xerapker û sîxûrekin, ev jî gîrîng
e. Divê tespîtkirina sîxûrekê jî
biçûk neyê dîtin. Weke şênber jî
weke razber jî dê gelek bi
perwerdehî be. An jî dibe aliyên we
yên pir baş û mezin çêbibin, ev jî
nederveyî gengazbûnê ye. Van keşif
bikin, ango wisa razber xwe lêpirsîn
bikin ka hûn çine û neçine. Hertişt
bê hêvî, hertişt bê eleqe û şoliye;
nêzîkatiyên tê her wateyê, bê hedef
e, zû devjê berdide, nizane lê
binêre; dibe bixayînî, bidijminahî
ango nêzîkatiyên bêrêz, nêrînên bê
hêvî kêrî tiştekî nayê.
Pir cîdî pêwîstiya we bi şêweya
venêrîna şoreşger –lê cîdî, weke
heya niha we nekirye- dayîna bîryarê
heye. Kesek li vir we naxapîne, yê
ku we dixapîne hindekdîne. Dijmin
hun topyekûn xapandine, hema tevahî
tiştên we xapandine. Em dixwazin di
vir de tenê rastiya we ya hatiye
xapandin aşkere bikin. Ev çine?
Welatê te, azadiya te heye? Ma tu
mirov î, ma tu dixwazî bibî xwediyê
mafên bingehîn ê mirovan? Bi rastî
jî ji pirsyara “çawa bijîn” re
bersiveke te dê çêbibe? Bi rastî jî
tu cîdiyî, tu dixwazî bibî hêz? Şûna
van gotinên navaroka wa vale bi
rastî em di ferqê de ne ku em
hewceyê hev in? Bi rastî jî em
dixwazin yekitiyeke şoreşger
damezirînin? Em di ferqa hêza xwe de
ne? Em dixwazin bibin hêz? Divê hun
van tevahiyan di vir de behn bi behn
biencam bikin. Ev tevahî pirsyarên
jiyanî ne. Beyî ku bersiva we ji van
pirsyaran re hebe hun dê kû ve
biçin? Dê we di Evrupayê de bidin
jiyîn? Rezalet. Hun dikarin biçin
çiya şer bikin? hun dê perîşanbin.
Ger hişyar lê bê temaşekirin ji bo
we hertişt ne nemayîye, we wisa
mehkûm dike. Jiyan we mehkûm dike.
Hun ne ligorî jiyanê ne, jiber we ew
zûda firandine. Dijminekê we yê wisa
heye ku weke bayekê herikiye û zeha
kirye.
Em di vir de gengaziya jiyanê
lêkolîn dikin. Bi rastî jî di vê
wateyê de Rêbertî tam lêkolînvanê
jiyanê ye. Heye an nîne; ger hebe
divê jiyan çawa be? Tevahî kar û
barê min bi wî re mijûlbûn e. Lê ez
cîdî mijûl dibim, neku weke we.
Derfetek heye, wê weke dizekê kirina
destê xwe di min de nîne. An jî
hezîneyeke weke zêr li pêşiya we ye,
hun nikarin wê jî amedehiya jiyanê
jî bigrin, lê em bi serê derziyê ve
dikolin, lêkolîn dikin, hewl didin
ku bibînin. Lê hun jiyaneke pir bi
nirx jî bi vajiyê destê xwe ve dehf
didin. Dîsa tiştên ku jiyanê tehdît
dikin hun nabînin, weke talûkeyekê
jî hun fêmnakin. Neku bizanist,
refleksa we ya rêxistî ya mudexelê
jî nîne. Ger jiyaneke pir balkêş
raxînin pêşiya we, hun dê bi
nêzîkatiyeke ku wê bi şaşitî, ango
çinemaye herî kêm bi qasî dijmin û
bi navê wî tehrîp bikin.
Rastî li we, hun jî li rastiyan
temaşe dikin
Ez şaş dimînin ku hun çawa ji van
hemûyan natirsin. Û felsefeya dawiyê
ya behnçikiyê. A niha ev felsefe di
civakan de tê jiyîn, di lawiran de
felsefeya behnçikiyê nîne, dangaviyê
nîne. Di asta emperyalîzmê ya herî
bilind de felsefeya dangaviyê heye,
ya din jî wekî me di herî jêr de. Û
felsefeya behnçikiyê saw dide, ango
neçareseriye. Tişta ku hun a niha di
herî jêr de dijîn felsefeya
bêhnçikiyê (sıkıntı) ye. Biçekî
wêdatira vê, felsefeya xwe bi karên
biçûk ve mijûlkirin e. Kêmekê, ango
em dikarin ji vê re bêjin şêwazê
kêzxwer ê. Ev jî rastiyeke pir
paşverûye û bi qasî paşverûye jî
rastiyeke serdem di tê de behn
nadeye. A niha hun ji vê rastiyê
direvin. Rastî li we hun li rastiyan
temaşe dikin û ev rê ji behnçikiyê
re vedike. Jixwe ez di vir de tenê
kesayet tewanbar nakim, di vir de ya
ku bê tewanbarkirin dîrok e; malbata
hun ji jê hatine û rastiya civakê
ye. Jixwe tişta ku li pişta wan e jî
rastiya dijmin e. Kesayet tenê weke
yê herî hilweşyayî, neçar mayi,
bênirx hatiye hiştin, kirine belayek,
kirine nîv dînek û weke nexweşek ji
holê re hatiye avêtin. Bi taybetî jî
kesayetê Kurd; jarê ji cîhanê hatiye
avêtin, yê herî bêbext, yê herî
neçar, ji tevahî tiştên xwe xîzan
hatiye hiştin û wî li bervî şaşitiya
herî mezin dana bazdan. Xwezî weke
min gotî yeteneka we ya edebî heba,
me tîpê vê dawiyê zîndî kiriba. Ev
hîn ji hunerê re nebûye mijar. Ne
hêjayê bûna mijara hunerê ye jî,
kesek wî nake şûna mirov, şûna zelam.
Ma hunera kesekî ku mirov nayê
hesibandin çêdibe? Ku hun jî encax
dikarin xwe bi şoreşê re qenit bikin.
Piştî hun jî cîdiyetê dur nêzî wê jî
bûn şûn de, kî dê we bigre cîdiyet
ê? Piştî we şoreşa damezirandina xwe
wisa her roj xera kir şûn de kî dê
ji we re bêje mirov? Piştî wê hun çi
dikin? Bêbaweriyeke mezin, bê
îdîabûnek, ev e reva ku hun tînin
ziman. Hun ji hertiştî re nerehetin,
hun naxwazin bibin tiştek. Hêza we
nîne ku hun bibin tiştek. Dema we
firsend jî dît yan hevalê xwe yê
herî hêja ji mirinê re dihêlin yan
jî hun wî dixapînin. Jixwe ev
pirsgirêkên ehlaqî jî bi xwe re
tîne. Hun qet vana lêpirsîn nakin.
Jiber hun ji hêza xwe girtina dest
xîzanin an jî hun ji xwe ditirsin.
Ez bawerim ku nekûrbûna ku we ji vê
perwerdeyê negirtiye çavkaniya xwe
ji nebaweriya we ya cewherîn digire.
Ango hun dê xwe bi şêwazekî xapînok
ve biecibînin, ev jî tam xwe
xapandineke. Ger hun rastiyê
bibînin, hun dê bi ihtîmalekî lewaz
be bêjin “ez dê vê kirêtiyê
biguherînim”. Mesela ez wisa me?
Metoda min her roj xwe di qotiyê (eynê)
de temaşekirin “divê ez vê kirêtiyê
jî binbixim” e. Ez xwediyê metodeke
wisa me. Ez her roj li xwe temaşe
dikim, lê ne ji bo ez wekî we xwe
biecibînim, ji bo ez cihekî xwe
bikim mirov ez li xwe temaşe dikim.
Ez nizanim, ger we rastiya Rêbertiyê
hem weke ferasat hem jî weke rêbaz
ji xwe re esas girtiba, mîsoger hun
dê bûban lêkolîngerekê mezin û di
guhartina qirêjiyan de jî we dê
risteke mezin lîstiban. Jixwe ev
bisalane we devj ji xwe berdaye,
jiber vê bi nêzîkatiyeke piştî ew
qes salan şûn de “di min de çi tişt
dernakeve” de, dibe hun di nava
bêhêviyeke hane “ji vê şûn de jî
tiştek j imin dernakeve” de bin.
Tevahî tişt beyî ku we bizê kuştiye.
Ger a niha hun wisa binivîsînin, ez
jî dê wisa biaxivim, em binêrin dê
heya kûr biçe.
Ev tiştên hun dikin di asteke girîng
de li dijî rastiya Rêbertî helwestek
e. Hun xwe ferzdikin. Dibe, ez jî
xwe ferz dikim. Hun ew qes in, ez jî
tenê me. Lê tevî ez tenê me jî,
jiber ez gelek birêxistîme û
plangerim ya di esas de li ser rewşa
we hukim dike rewşa min e. Hun li
ser min zêde nekirina nav kar, zêde
nekirina nava tevgerê ango girtîbûn
û mijûlkirinê hukim dikin. Lê jiber
ev bisalane me xwe amede kirye
tevahî ev lîstokên we vale
derdikevin. Em bi we re vê şerî
didin meşandin. Ez îdîa dikim;
tespîtên min hene, hedefên min hene,
rêxistinên min hene, artêşa min heye
û em dê we di nava wê de di cihekê
de bidin ronişkandin. Hun jî dibêjin
ku, “xerakirinên min, ezeziyên min,
bêdisîplîntiyên min, mafên min ên
biçûk, jarbûnên min hene”. Şer kelî
bi kêlî di nava vê dîyalektîkê de
ye. Kî dê biçe serkeftinê? Heya niha
di bûyera Kurd de çi rêxistin li
hemberî vê şexsiyetî du mehan
liberxwe nedaye. Cudahiya min di vir
de derdikeve holê. Ez li hemberî
hinek ji we ev bîst sale, bist û
pênc sale liber xwe didim. Wê demê
tişta ku ji we re dimîne; li ser
bingehê vale derxistinê jî be xwe
hîn zêdetir kûrkirin e. Lê ger hun
nikaribin jî, wê demê hêza tevlîbûnê
bidin nîşan. Me vê êvarê biçekê bi
rewşanbîran re gûftigo kir. Ev bîst
sale ez wan temaşe dikim. Porê
tevahiyan spı bûye. Tevî
rewşenbîrin, nû nû em beramberî
rastiyên bê rehim tên û jixwe dîsa
em dibêjin “dilnizmahî ji me, hun çi
bixwazin em di emrê we de ne”, em
hewl didin bi dilnizmahî wan di
hinde bingehan de bi rastiyan ve
girê bidin. Guftigoya me ya bi we re
dişibe vê.
Ger hun hişyar nêz bibin behn bi
behn xwe kêmekê berpirsyar bibînin,
piçekê jî xwe eyar bikin, jixwe hun
dê di heman demê de dijmin jî bigrin
şiyariyê. Mesele hun her roj manşeta
rojnameyên rojane dixwînin. Wisa
dinivîsînin “Apo di hilweşe, çareser
dibe” û li ser vê bingehê li ser min
de tên. “Ev çawa liber xwe dide, ev
di sîpera de çareser nebû,
nehilweşya, ne rizî? Weke hun
dibînin li dijî dijmin jî di sîpera
min de pir zêde îşereta hilweşandinê
nîne. Ev e tişta ku em ev bisalane
li hemberî rewşenbîrên me û li
hemberî we dimeşînin. Hun hatin vir,
we xwe ferz kir lê waye weke hun
dibînin xûya nake ku em li hemberî
we tehlîl bibin. Diyar nake ku ez dê
dibin bandora ferzkirinên we de jî
bimînim. Çima? Jiber şexsiyeteke
gelek amade, xwe eyerkirin,
şexsiyetekê bi rêbazger heye. Ger
yekî din ba dê gelek bi we re şer
kiriba. Mesela weke di gelek
rêxistinên din de tê dîtin –di
partiyên herî reformîst de jî- şer û
lihevdan çêdibin, hevdû perçe dikin.
Lê em rêxistineke şer ya birêxistî,
ya herî bi esil, yê civak nikare wî
bixe nava zincîren de, tevî hun di
cihekê li hev dixin, dişkînin tên jî
em tên jî em we gelek esan didin
meşandin. Lê ev jî wisa pir esan
pêknayê. Ev bi rêbaz, textîk û
tedbîran ve pêktê. Dibe em weke
artêşeke navdar em we nadin
meşandin, lê dîsa jî rastiyeke ku em
we hinekê didin meşandin. Ev jî weke
hun dihesibînin ne esan e.
Hun hîn jî dibêjin em ji wêneyan
fêmnakin, eleqeya me nakişîne. Lê di
rastiyê de tevahî cîhan ev wêneyên
ku em didin we û mijarên ka em çawa
dimeşînin lêdikolin. Weke gava din
min got, dijmin rojane dibêje
“hilweşya, dê hilweşe” lê nahilweşe,
çima? Tevahî kes hîn di nava şaş
mayînekê de ne. Ev bi min ve
girêdayî ye. Ji bo hun vê bilêkolin
hatin vir. Hem jî weke şexsiyetên
herî bişans. Jiber em tevahî tiştên
xwe ji we re vedikin, em rû bi rû
ne. Bi rastî jî hun şansê xwe baş
nanirxînin. Lê mîsogere em tiştek
in. Herçend hun bi rastiya rêxistinî
ve baş nayên girêdan jî, ji ber hun
carekê tevlî min bûne dijmin dê we
bike bin çavdêriya xwe. Heta hun
ajanê wî jî bin dê di vir de bêje;
“te çima ew zilam di wir de
nehilweşand?”. Dê sibê hesabê vê ji
we bixwaze. Mînak tevî kesekî weke
Şemdîn zilamê wî ye jî kirye hundir.
Kî dizane dê çawa nêzî wî bibe, dê
çi jê bike? Ango dê ji mirin mirina
lê bide qayîlkirin. Çima? Jiber
sernexist. Ango dijmin bi wê
kesayetê ve, bi wê perwerdeyê ve
yekser ango neyekser têkilî çêkir û
jê re got “tu dê biçî, Apo vale
derbixînî”, hêz daye. Divê em vê baş
bibînin. Ew jî bê eman bû, ger
daliqandiba dê daliqandiba, şexsekî
wisabû. Di yek gotina xwe de tavîz
nedida. Lê me jî pêre şerkir. Mesala
min je re digot “bixwîne” –bixwînin
hun dê bibînin, “biçekê guhere
veguhere”, min jê re digot “berê tu
kesekî li pey hestûyên di ziblan
(çop) de direviyay, me tu girtî gel
xwe û em te weke paşayê paşayan
xwedî dikin, li te didin xwarin,
vexwatin, em te di cihekî herî
birûmet-bişeref de didin
rûnişkandin, ma tu biçekê zagon û
qeydên vî karı bizanibî dê qiyamet
biqewme? Me mixabinê te nîne”. Ser
hişkbû, ez nizanim ez dê vê bi çive
rave bikim? Herhal zilamê erkêbû.
Min berê jî ev digot. “Ger tu dê
sîxûrtiyê jî bikî biçekê biguhere”.
Min ji Şener re jî, ji Fatma re jî,
ji kesên din re jî ev got. Yê ku hêz
daye we şaş daye we, yê hun kirine
sîxûr hun şaş kirine sîxûr. Ev
şexsên herî kêrnehatîne, fêmnakin,
di encam de yê herî zêde mala wan
xirabûne ev şexsin. Yek bikeve bin
erdi, nizane ka li kur e, nikakare
derkeve ser erdî. Yek ji wan bi
rengekî herî nebaş mirarbû. Me ev jî
şande hundir. Ango yek çu kete
nizanim ku dera emperyalîzm ê kete
nava taritiyê; yek kete bin erd, yek
jî kete zîndanê.
Ka em lêbinêrin ev zilamên KT yê
herî baş in ku dê em
hilweşandibanbûn an ne. Ma dê çi
bûba hinek di karê xwe de cîdî ban,
ji guhartin û veguhartinê re
bersivek daban. Birêz Mahîr Kaynak
hebû, gotin erkdarê kevin ê MÎT’ê
ye, min ew girte cîdiyet ê. Gelek jî
bala min kişand. Bi sînor jî be di
xwe de guhartin veguhartin –ev di
cewher de heye an nîne ez vê nizanim
lê ya muhîm wî ev wisa danî holê-
çêkir. Di encam de ji bo wî jî gotin
“ew pîskopat e, bê ehlaq e, ji
artêşê hatiye avêtin”. Û weke
xayînekê îlan kirin. Ango ez
dixwazim vê bêjim: Divê em şiyar
nêzî têkiliyên bi me re bibin. Ger
hun sîxûrbin jî, divê hun gelek
şiyarbin, ger hun mîlîtanên
şoreşgerbin divê hun hîn zêde
şiyarbin. Ango di vir de çeka we ya
herî mezin, “ez qûrbanê neşiyariya
xwe me. Ez zûde hatime belavkirin,
hatime çareserkirin. Di min de zilam
dernakeve, ez pir zû de mirime,
xelas bûme”. A niha dikare şêwazê we
yê xwe parastinê wisa bê rawekirin,
lê bi vê ve jî tiştek nayê
rizgarkirin. Her tu wisayî, tu
belaveyî, neçarî wê demê dê ji te re
bêjin: “Tu dê hertiştî bipejirînî.
Weke kesayet tu behsa çi mafan û
xwestekan nakî. Jiber tu bi xwe
dibêjî ez di nava nexweşiyeke dikûje
de me”. Jixwe di vir de jî yê car
caran “na, di min de jî hinde tişt
heye” dinivîsîne, roja din cuda
dinivîsîne. Hêvî jî heye, ev jî
heye, ew jî heye. Ev nakokiyek e.
Hun çi bikin û nekin hun nikarin xwe
veşêrin. Hun nikarin veşêrin, jiber
mûhatabê li beramberî we,
berpirsyarê li beramberî we nahêle
hun li gorî zanebûna xwe bitevgerin.
Heta yê berî min cilê leşkerî xwe
kirine hun in, yê di daliqîne û
serjê dike hun in. Jixwe jiber ez
biçekê cîdî me ez dê bêjim “ev çiye
hun dikin, hun dixwazin çi bikin?
Mesela şer? Ez dê pirsyar bikim “ma
ne tu yî yê ku ew qes çek diteqîne?
Zanista teqandina çek çiye, encama
teqandinê çiye? Bi rastî jî di şer
de tu dixwazî çi li derst bixî? Û ev
pir xwezane. Tişta weke çek,
teqandina çek mirov dibe
dardekirinê. Yan tu dê lêbidî, yan
jî dê li te bidin, her du jî diçin
mirinê. Tu nikarî nîqaşa vê jî bikî,
ji bo çi, ji bo kê, çima, çawa, dîsa
dê bibe ku, dê çi bîne, çi bibe? Yê
ku bersiva van nede, dînek jî nikare
şer bike. Ez a niha temaşe dikim, bi
salane gelek ji we di her astê de
erk girtine, berpirsyartî girtine,
lê hun naxwazin bikevin nava qeydên
şerê rast.
Hun naxwazin ji teoriya şer,
siyaseta şer, şerê siyasetê, artêş,
qeyd, dîsîplînê re wate bidin, heta
hun ji vê direvin. Wê demê hun di vê
de jî di nava dirûtiyekê de ne anjî
hun xwe dixapînin. Wê demê dê ji we
re bêjin, “we ev amûra bi talûke
çima girtiye destê xwe? Kî ji we re
got bibin leşker, kî ji we re got
biçin li ser çiya? Ango dema hun
diçin vê dawetê tu nikarî bêxwestek,
bêplansazî biçin. Heta ger we kiribe
aşkere bikin. Na ger hun dibêjin “ez
cîdî me” wê demê tu dê wate bidî
qeyda wê, çi rêka vê ya din nîne.
Ango a niha di mijara teoriya şer de
ew qes bê eleqe mayîn, xwe nêzîkî
lêkolîna hunera şer nekirin, rewşeke
tirsnak dide mirov. Bi salane xwe
nedana pênasekirin, li hemberî çi,
di derbarê çi de? Heta em devj vê jî
berdin, şer tiştekî tirs dide
miravan e, dibe hewize û dilê we ji
wê re bersiv nede an jî weke
generalên Tirk dibêjin “were PKKgerê
jar.” Dibe hun li gorî vê
bangawaziyêbin, lê bi qasî em di
tevgerên we de di “ka em jiyanê
tehlîl bikin” de tê fêmkirin hun
dixwazin bijîn.
Hinde hestên we hene, eleqe,
têkiliyê we hene; em vê li ser
masayê dirazînin, lê em lê dinêrin
di nava wê de tiştek nîne. Karên ku
hun hatine alimandin karên malbatêne,
karê jin û mêra ye, di derbarê wê de
jî hun cahilên mezin in. Em devj
artêşbûnê, dewletbûnê berdin, em bi
we re balbatê bilîzin. Hun nikarin
di nava sînorên heyî de ji malbatê
re jî pênaseyekê bînin. Ango
bihizirin, em şer, artêş û partîbûnê
danin aliyekê. Hun nû bi nû ji
jiyanê re çavê xwe vedikin. Di nava
sînorên nîzamê de “divê çawa were
jiyîn? Di bingehê aboriya jiyanê de,
di çerçovaya huqûqa nîzamê, yek jî
rewşa bêkariya a niha heye. Civak di
nava fetisandinek mezin de ye,
hertişt xera dibe, ev rastîne. Gelo
ecêp di vê çarçoveyê de jiyana ku
hun dixwazin gengaze an negengaz e?
Di vir de jî bersiva we li derveyî
rastiyê ye.
Lêgerîn, Dîtin, Zanîn Di Heman Demê
De Ji Bo Ku Mirov Tiştekî Bigre ye
Dema em li şêwazê têkiliyên we meyze
dikin, şêwazê lumpen, serserî, yên
ji malê direvin, şêwazê têkiliyên
keç û gorê ji malê direvîn û didin
revîndin in. We nikariye vê zêde
derbaz bikin. Em nikarin ji we re
bêjin bêmesûl, nizane dê çi bê serê
wî –nemacereperest in, di rastiyê de
em nikarin ji wan re bêjin koleyên
ku ji zincîrên xwe rizgar bûne jî-
şaşok in. Jiber talûkeya li ser
têkiliyekê fêmnakin. Di vê mijarê de
mesela ez ji we re bêjim ka min xwe
çawa lêkolîn kirye; Ji min re weke
sawekê (saw) dihat û min digo gelo
ez dê çawa têkilî çêbikim. Ziravê
min diqetya ka ez dê di gund e bi
gundiyan re têkiliyek çawa deynim.
Hela dema min saziyeke dewlet dît,
hertişt ji min re dûr dihat. Hîn jî
wisa ye, ez di nava lêgerîna de me.
Hîn jî ez ji tiştên ku min dîtine û
nedîtine bawer nakim. Lê ez mezin
digerim, ger ez dê bibînim ez dê
mezin bibînim an jî dê bimirovahî
be, bi wate be. Vê ez birim ku dere?
Ez birim nava şerêkê mezin ê cîhanêe.
Çinemaye ez bi tevahî cîhanê re şer
dikim, neku ji bo ez tenê mafê xwe
yê jiyanê bidest bixim, ji bo ez tam
bibînim. Parastina mafê xwe yê
jiyanê. Lê ez we dinerim hun dibin
nêzîkatî û danîşandinên sexte de,
heçku we jiyan dîtiye, mafê xwe
bidest xistiye, lê hinde astengiyên
biçûk hene di meşin ango xwe didin
nîşan. Ev jî xwe xapandine. Bûyereke
wisa nîne. Ez nêzîkî temenê xwe yê
50 yê me lê min hîn jî tam nedîtiye.
Ferqa di navbera me de çiye? Ez
mezin digerim, ez hewl didim mezin
bibînim –astengî jî dijmin jî heye-
gerîn, dîtin, zanebûn di heman demê
de ji bo dîtina tiştekê ye. An ne ji
bo emreke mezin vale derbazkirine,
karanîne. Ev jî ji şerê heya roja
îro hatiye re rê vekir. Ma hun
dizanın ev şer çiye? Encameke
daxwaziya min a gerînê ye. Bi rastî
jî roj roj, seat bi seat tê bîra min.
Daxwaziya gerîna min zêdebû, pêşket,
rêxist, hate rewşa şer û encam;
rewşa vahîm ya we tevahiya ye.
Dema weke kesayet min jiyan
lêkolînkir çi derkete pêşiya min?
Rastiya civakî; kesayet û civak.
Herku min hewl da ez civakê, malbatê
fêmbikim, hîn di wê seatê de dijmin
derkete holê; dijmintiya malbatê.
Ger teht jî biteqin dijmin encex
heya 15 salî min bide jiyîn. Beyî ku
min jiyaneke rast jiyabe, roja
mirinê kete pêşiya min, min hewl da
ez dijmin pênase bikim, dibe dijmin
çibe? Gelo ez dijmintiya malbatê
bipejirînim, nepejirim? Ev ji bom in
pirsgirêkeke weke çiya mezinbû.
Salên zarokatiya min ya herî girîng
van pirsyara girt. Û di encam de
weke hun dizanin min textîkeke mizin
kir: min nepejirandina dijmintiya
malbatê pêkanî. Gelek zehmetbû. Dema
min ev red kir, ji bênamustiyê bigre
heya şeytanî tevahî ji min re hate
gotin. Jixwe ez tena serê xwe bûn.
Herî dawiyê min bi dizî bi zarokê
malbata dijmin re jî têkilî deyna.
Ez bawerim me sparte vê têkiliyê
dijminatî ji holê rakir. Jixwe ne bi
zorî bi lihevkirinê. Herhal em
dikarin bêjin me lihevkirina civakî
ve an jî ev nakokiya di navbera gel
de bi teşeyeke bi aqil derbazkir.
Berovajiyê ve dê ez hîn di 15 salî
de tune kiribam. Ango herçend weke
fîzîkî ez tune nekiribam jî, dê di
têgeh de ez tune kiribam û weke
dayîk û bavê wî digot ez dê bûbam
gundiyekê sivik ê dijîm. Li
beramberî hedefeke ku nayê fêmkirin,
ger min xwe daba jiyankirin herî
zêde min dê xwe heya 15 salî an heya
20, 25 salî daba jiyankirin, encam
jî dê tunebûna sivik a gundîba. Min
ev talûke derbazkir.
Piştî hingê di vê civakbûnê de
tiştek derket. Di gundê min li tê de
dixwan Tirk, Kurd, burjiwayê biçûk
hebûn, karker hebûn, Adanasi hebû,
Çûkûrovaya wê hebû, xwedan hebû,
xîzanê wê, dewlemendên wê hebû; ev
jî nakokiyeke çînatîbû. Xwe
ferzkirina nakokiya netew- çînatî.
Ez dê çibikim, gelo ez Kurdatiyê
qebûl bikim an nekim? Dîsa ez
burjiwatiyê, karkeratiyê qebûl bikim?
Vê jî di seratayî û di amedehî de
tevahî rojên min girt. Min dixwast
bi zarokên burjiwa re biaxivim. Ma
jarekî wekî min dikare bi wan re çi
bike! Ger ez eleqe bijîm, xwe
bişibînim wan qet hêvî nîne. Kurd jî
heman e, di nîzama burjiwa de jiyîn
inkarkirin pêwîst didît. Kurdatiyeke
herî biçûk jixwe di destpêkê de
windakirine. Piştî hingê jixwe li
gorî mercên şênber bavo dê çikiriba?
Wê neçar min bide şixûlandin. Hîn jî
tê bîra min, ji xeynî min di karê
xwe de bi de şixûlan din wêdetir çi
altarnatîfa wî nebû. Di wan deman de
tişta me dikir şerê kedêbû. Min
nedikarî deh qûriş ji bab
derbixînim.
Jixwe piştre wekî ku hin dizanin ev
zivirî şerekê. Şer qayde nasnekir,
herî dawiyê zivirî tûnd ê. Heta
zivîrî dest dayîna ser, me
raperîneke wisa jî teqand; li
hemberî civaka gund, malbata gund
raperin. Tu dê beyî bajêr çi bikî?
Zarokekî hêza wî nîne, salên dema
seretayî, mamoste, wan dixwast çi ji
me bikin, jixwe ew jî di nava nîzamê
de memûrekî dûzenê ne. Tu tişt bi
rêkû pêk nayê elimandin. Ango hewl
dan ku temenan wisa vale vale
derbazbikin. Ev sal weke nêzîkatiya
we tevahiyan jiyan kirye tenê “ez
dibistanê xelas bikim, ka ez bibim
memûrekî burjiwayê biçûk” ve
derbazbû. Bi tevahî tiştê xwe ve bi
vê hêviyê ve hatiye girêdan. Min
xwend, ez bûm karmend jî, min dest
bi qezenckirina pere jî kir. Lê vê
jî ez têr nekirim. Di wir de tiştekî
me yê bin nakeve hebû. Ev pir zêde
dil nedivekir. Ka karê mezintir
çiye, ka ez karên hîn mezintir
lêkolim, şoreşger jî derketin ser
piyasayê. Ev şoreşger kîne? Me got
ka em li bajarên mezin de bigerin.
Dîsa jî jarbû lê ferqa wê ya ji ya
we; ne zûbizû em fêrî nîzamê dibin,
nejî em tên dahûrandin (yutulma).
Herçend nîzam me paşverû jî bibîne
me hêdî hedî ev hêrs di nava xwe de
komkir, me ew bire nava derketinekê
de.
Ev tevahî bi serê derziyê ve jiyan
lêkolîn kirin e. A niha hun ji
teoriya herî berfereh re, teoriya
şoreşger re eleqeder nabin. Di wê
demê de me pirtûkxanê ji xwe re
kirbû rêk, me dixwast li gorî xwe
çend hep hevokan derbixînîn û xwe
bigihînin rastiyê. Binêrin di wê
demê de ne rêxistin hebû, ne derfet,
ne jî yê ku firman dida hebû.
Lêgerînê rastiyê wisa dibe. Ez
dibêjim ev çûyîn ne li gorî min e,
di rastiyê de pereyê me jî hebû, lê
min digo li gorî pere nayê
jiyîn. Di cihekî de hestên me yên li
hemberê civakê tewanbar hebûn.
Rastiya ku ez jê hatime min çareser
nekiribû. Dewleta ku li beramberî
min pêşketinan çênake, nade çêkirin,
nediyare ku dê çi j imin bike. Me
tam de di vê darholê de lêkolîn
çêkirin. Ez dikarim bi tena serê xwe,
bi navê civaka ku windakirye çi
bikim? Hêja ye ku bêhêziya min,
jaritî û kêrnehatina min bê fêmkirin.
Ango, di wê demê de heyîneke
girêdayî ziraviya bambî, hêza wî
têra tiştekî nake; dijmin dixwaze ya
me marjînal bike, lê tu caran
fêmnake, nikare bikeve nav de hebû.
Tu tiştekî ayîdê xwe, ne di mejî de,
ne jî di dil de dikare bike. Hest û
ramanê wî jî ya herî lewaz dijî.
Jixwe di vir de ferqeke me heye.
Dema hun di van salan de diketin
nava şaşitiyên mirinî, me di vir de
rûh û mejî nefirot. Me got bê hêz jî
be bila ya me be, bila li gorî me
bimîne. Min got “ez dê wê bidim
karanîn, dibe kerî tiştekî were”. We
firot ango hun bûn pînê jiyana herî
koledar. Jiber wê îdîaya we windabû.
A niha hun çima nabin mirov? Jiber
we koletiya herî nebaş bi dildar
pejirand. Dil zûde hatiye firotin.
Li ku derê, kengî, ji kê re, çend
qûrûşan hatiye firotin nediyar e.
Jixwe em dikarin ya malbatê jî tevlî
vê bikin. Hun çawa ji axayê gund re
hatin firotin, ji bavo re, ji dayê
re, ji mêr re, ji jin re, ji keç û
xurt re… Li gorî diyalektizma wê
civakê hertişt li ser bingeha vale
derxistinê ye.
Di van mijaran de ferqa min ev e;
mayîna bitenê. Gelek ecêb e! Herhal
li gorî min aliyê min yê herî baş; -dema
ez dibêjim tenê mayîn neku weke we
fesat, xerapker- bandorkirineke min
ya xurt hebû. Ango ne tenêbûneke
dijber, xeydok. Mamosteyên me
awartebûn, hemşeriyên me, gundiyên
me ango me weke niha ev tevahî kirin
vîn. Ger dijminê min jî ba min
dihêlişt bi min re eleqederbe. Jixwe
ev tevahî textîkbûn, cewher hîn
cudatirbû. Ji bo ez ji cewherê xwe
re qadeke azadiyê bidim nasîn min bi
aqil devdorê xwe mijûl dikir.
Mijûlkirina ku ez dibêjim, ango
nexapandinbû, ne gîrokirinbû. Bi
rastî jî ger têgihiştiban, bi wî
rewşa xwe ve jî min pir tişt dida
wan. Mesela bimîsoger min hinde tişt
dida hevalên xwe yên zarokatî. Heta
di wî temenê xwe de min gelek tişt
dida gundiyan. Min dixwend, ji wan
re agahî tînand; min digot wiha,
wisa bûye, wisa çêbûye. Di darhola
gund de, me mar dikûşt, em diçûn
alîkariya hev. Rewşeke alîkarî
dayîna min hebû. Ji tevahî tiştan re
berê hertiştî ez direvîm, lê di
aliyê din de jî min xwe li hemberî
talûkeya malbatê diparast. Ger şiyar
bê nêrin ev tevahî berdewam kir.
Gumanên dayîka min pêşket. Piştî
hingê gumanê nûnerên dewletê pêş
ket. Li ser bingeha ez xwe
neperçiqînim min ev guman bi awayekî
baldar nirxand. Ev pir girîng, bi
plansazî, ji bo talûke bê belavkirin
hat meşandin.
A niha raperîna we şikandin-rijandin
e û di kêliya xwe de windakirine.
Bala xwe bidine ser meşandina me ya
dewleta Tirk, em heya niha wî çawa
dimeşînin; di bûyera Şemdîn de jî
–ez bawerim macera ya wî herku diçe
tê fêmkirin- me serfermandarê giştî,
hukimeta şerê taybet mijûl kir. Kî
dizane ger me ew mijûl nekiriba wê
çi anîban serê me? Dema ez li
Enqerebûm, di wê demê de me ew
mijûlkir. Hîn jî şêwirmendê Demîrel
heye, Cuneyt Arcayurek digot “ya ev
marek e. di 78’an de ger leşkerê me
potîna wî şkandiba wê serê
mar hatiba perçiqandin. Wî şaşitiyên
mezin li me da kirin, em mijûl
kirin”. Ev di rojnameyan de jî diyar
dikir.
Rast e, wê demê min bi vê şêwaza
têkiliyê xwe ve dewlet mijûlkir.
Mijûlkirin ne wekî xapandineke
erzan, weke şêwazê şexsiyet. Pîlot
jî hebû, wê demê digot “ma em vî
bixwin, vexwin? Ma em wî sorbikin,
nizanim çi, çi? Yek jî digot çûka di
qefesê de; “ma em çûkê temaşe bikin?
Ango tevahî tişta ku me dikir
tevgera çûkê di qefesê de derketiye
rêkûpêk bikin. Û bi rastî jî dema
çûk di qefesê de derket, wan tevahî
serê xwe, porê xwe çirand, vekişand.
Tiştekî pir mezin û awartebû. Jixwe
li gorî wê demnê ji qefesê derketin,
ji bo şer gaveke herî mezinbû. Hun
çi dikin? Hun di vir de jî ji bilî
serê xwe li rast û çepê xwe bidin
wêdetir tiştekî nakin. Ma hun dê
çawa bi dijmin re mijûl bibin? Dema
ez li Enqerê de bûm, ez tam di
–Pîlot zilamê şerê taybetbû, Fatma
jî malbateke herî zêde mît bawerya
xwe didayêbû- nava navika Mîtê de
bûm. Di pîst û çar seatên rojê wan
herduyan ez kiribûm bin çengê xwe
de. Jixwe ev pêvajoyeke ecêb e. Min
gotibû, ma min sorkirî xwarin baş e,
an weke kewan min, ka werin banî min
bikin û min bixin xefkê, min bikin
nûker? Di hewla ka dê wekî dixwazin
min bikin nûker an ne de bûn. Ez pir
nerm nêzîkbûm. Vaye keklîka di
qefesê de dê bixwîne –di dîrokê de
jî hertim wisa bûye- wê keklîkan
bixîne. Ango xayînê nifş ku di
Kurdan de ev gelek belav e. me ew bi
vî ve mijûlkir. Mesela min bi salan
ji Fatma û yên din re got “ma
çêdibe, an çênabe”. “vaye çêbû,
libervî çêbûnê ve diçe”. “ez dikarim
seat bi seat çêbibim”. Min hertişt
hişt, “weke hun dixwazin, hun
dikarin min bişixûlînin”. Ma heya
kengî? Heya ji qefesê xelas dibe. Lê
piştî em rizgar jî bûn em weke we
azadiyê tûne nakin, pê nalîzin. Dema
ez ji Fatma û ji Pîlot xelasbûm
cîhan bû ya min. Lê ev hun ban we dê
kiriba meseleya namûsê, we dê gotiba
wey ez nizanim “ma wisa zilam
dibe?”, we dê dawiya xwe anîba.
Ferqa me meyze bikin; di navbera me
de bi qasî çiyan navber heye. Lê ger
ev tevahî tişt naban, hun nedibûn,
ev PKK, ev şer, ev çek nedibûn. Ger
min nikarîba ez li Enqereyê
derbikevim, ma dê navê PKK jî heba?
Ger ez li Amedê derneketibam, ez
nehatibam van deran –hertim di
dîrokê de pêngav hene- min yek ji
van nekiriba, kî dizane ka hun dê li
kurban? Lê ev tevahî dîrokek e, li
ser de dîrokeke pir ecêb e. Ma hun
dewlet çi dihesibînin? Bala xwe
bidin ser xwe, rewşa we dilan
dişewitîne. Hun bûyera dijmin
tehlîlkirin, mesela hun rewşa min a
bi wî temenê biçûk, bi wî tenêbûnê
ve min çawa dijmin tehlîl kirye jî
nizanin, piştî wê jî hun komûtantiyê
ferz dikin. Ez nenekî hişk jî nadim
vî şerê we yê ziha. Bila şerm nebe,
dema ez zarokbûm jî min mirov xwedî
dikir, lê ger tu bêjî ji bo vê
şervantiyê “nanekî ziha bide” dema
ez bi karê xwe yê ku min kirî ve
tînim gel hev ez dê bêjim ew heq
nake. Jiber tevahî derfetên şer hun
kartînin. Heta hun zerar didene. Ev
ji kabûsa ku min li Enqereyê, ji bo
ez rêxistinê ji Enqere derbixim
jiyaye xiraptir e. Di meseleya
hestan de jî ev wisaye, her roj
mirin û ji nûve zîndîbûn.
Ez tevahiya van bi zanebûn nakim.
Hertişt dibin gumanan de ye, hertişt
dibin hilweşîneke mezin de ye. ka ez
dê bêm kirîn, ez dê bêm gêrêdan, ez
dê bêm firotin, ka ez dê bikarim
derbikevim, hêza min dê têra bike,
bêhna (nefes) min dê têra bike?
Jiber vaye di vê rojê de Şehadeta
Haqî Karer heye. Ew şehadet wisa
pêkhatibû: Heqî hevalekî me yê
biwêrek, xwedî dilbû, yek ji yên
rewşa min fêmdikirbû. Bi rastî jî
hevalekî mirovahiyêbû. Herî zêde ji
me bawerkir û bi wêrekî got “ez dê
bibim mîlîtanê vê dozê” û beyî ku ez
hîn jê re bêjim bike, wî destbi
kirine kir. Dijmin ev dît: Heqî
Karer mîlîtanê vê dozê yê herî
bicewher, bêdûbendî (ikircikli), yê
herî zîrekbû. Pîlot jî wisa, mesela
çar roj berê bi me re li Entepêbû.
Me civîna xwe ya herî mezin di 13
Gulana ku bi 14 Gulanê ve dibe yek
de li Entepê çêkir, heya sibê em di
odeyekê de bûn, wî ev dît. Ev civîn
jî sefera min a li Kurdistanêbû. Me
di Agirî de destpêkir, di Entepê de
xelas kir. Jixwe min got “me êdî ev
civîn xelaskir, ez diçim Enqerê, ez
bimrim jî êdî xem naxwim, tixm rijya
êdî dê şîn were”. Çar roj derbaz
nebû, li Entepê agahî hat. Min got
“temam, jixwe tişta ku dihat
hêvîkirin jî ev bû”. Yên weke
Kemal Pîr digot in “em
çalekiyekê bikin, yan mayîn yan
mirin”. Di wê mijarê de min got “ka
em nekin, dîsa min bi pêşdîtî got em
cenazeyê xwe sexlem bibin Karadenîz
ê”, me cenaze bir. Beyî ku ez bêjim
“ev çi felakete tê serê me”, vaye di
3 Hezîranê de daxwazî û hewla Pîlot
a me dana girtinê çêbû. Dê darbe
çêbûba, berya hilbijartinê 5’ê
Hezîran ê darbeya 3 Hezîran ê dê
çêbûba. Ev Namik Kemal Ersûn
Turkeşgerbû û bihizirin li hemberî
me nîzam dikeve sawê de. Em çar-pênc
hevalên ciwanin. Li hemberî wan
darbeyek faşîst tê rêkûpêk kirin û
Pîlot –di rastiyê de zilamê artêşê
ye- dê me bikûj e, an dê me zîndana
sîh sal? Em şaşo maşotiya vê dijîn.
Ger darbe çêbibe dibe tune bike, ger
darbe çêneke dê me bike zîndan ê.
Ango di 77 de darbe dihat hizirîn ku
di wê demê de navê me jî nebû. Tevî
vê jî nîzam saw dida me. Heval Heqî
piştî wê pazde rojan, dema dor hat
eme 3 hezîranêbû. Ez tesadûf neçûm
malê, nehatim girtin. Kemal Pir di
rêkê de hate girtin, me di mala
Karasûyan de ev talûke sivik
derbazkir. Pîlot dîsa hat. Tişta me
herî baş kirî, me tiştek nîşa wî
neda û kar di cihê mayî de
domandinbû. Di wê demê de textîk
çibû? Evbû; em dê li Enqere bimînin,
em bitalûke nabin, em jî dê weke
komên din ji bûyera îdolojîk re
giranahiyê bidin, milê me yê çekdar
zêde çênabe, em dê kowar derbixînin
û zewacan bikin. Pîlot digot “ma
wisa ye bira! Min digot “bitemamî
wisaye”. Her roj diçû pere xerc
dikir, zêr dikirî. Heta ji min re
qata mal gir, bûzdolap kirya. Xwedê
kêm neke, di wan rojan de pereyên ku
wî xerc dikir kesekê din ji me re
nedida xerckirin. Û gelek jî
bidisîplînbû. Digot “bes tu firman
bide, hertişt amedeye”. Digot
“çalekî jî amedeye, bes tu bixwaze”.
Ev sedî sed girtina bin kontrola xwe
bû. Min got “temam, dê wisa be”
filan. Vaye me şeş meh jî wisa
derbazkirin. Ger mirov bala xwe bidê
ev pêvajo pêvajoyeke bisawbû. Heqî
hat qetilkirin, li gel me sê çar
çekên qirêj hebûn ku size/cezaya vê
herî kêm sîh salbû, kom dê xelas
bûba.
Piştî hingê me du şervanên taybet ên
komê, bi Fatma re me got têkiliyên
hestyar ên taybet şart e. Bi textîk
an jî bi nêzîkatiyek wisa ve –ev
nebi inyeta xirap ve- em çûn ser.
Ango di cihekê de pir ecêp dibe, “tu
çi dixwazî? Ez weke gundiyekê jar,
ciwanekî Kurd di mala we de me”.
Bavê Fatma digot “me dê ev girtiba û
kirba zilamekî dewleta xwe”. Rastî
jî ev bû. Em bi zilamekî wisa re çûn
wê derê. Pîlot jî bîst û çar seat li
gel me bû. Nîzamê hin di wê demê de
em kiribûn bin çavderiya xwe de. Ez
bawerim bîryar ev e: “Em dê vî
bikarbînin. Ev gêjik xwediyê
taybetmendiyên bûna zilamê me ye.
Kêmekê jî navê wî hatiye bihîstin.
Dikare di karê rêxistinê de, di karê
Kurdan de bê karanîn”. Me bîryara
mirine li ser vê bingehê rakir.
Biçend şehadetan re, girtinan re, ev
jî derbazdarbû. Ango em deqe bi deqe
tên şopandin. Dixwazin her roj
şaşitiyan li me bidin kirin. Ez
dibêjim “firmana mirinê bide,
firmana şêlandinê bide”. “ka niha
bisekine, ger ev dîsa nebû dusibe”
falan, me wisa pênc şeş meh xelas
kirin. Dema ez hatim Amedê, ha dîsa
maaş tên. Fatma mamosteye diçe maaş
digire, bi Pîlot re randevû digire
“piştî sê meh şûn de em filan cihê
hevdû bibînin” û her wisa. Tamam,
dîsa qontrola dewlet çar çar e.
Jixwe wekî hun dizanin min yekser
efendiyên xwe terikand. Ango
çîrokeke cudaye. Piştî hingê ev
seha. Ango ji bo em ferqa xwe danin
holê hun dê fêrî vê encamê bibin;
hun çawa nêzî jiyanê dibin, ez çawa?
Sîxûrbûna van ya bizanist an bê
zanist jî negirîng e. Du endamên
burjiwa ne, du kesên zû de devj gelê
xwe berdan e, du nasname. Şerê min ê
bi wan re meyze bikin, têgeha xwe ya
rêxistinê meyze bikin. Binêrin, şerê
afirandina rêxistinê binêrin;
rastiya xwe ya xerakirina rêxistinê
binêrin. Jixwe ez dê pir baş qîmeta
rêxinkirinê bizanibim, hun jî dê
tenê weke xerabûneke dijmin
bitevgerin.
Wê demê Fatma ev digot: “kengî ez
bîst û çar sêt bi PKKgerekê re
bimînim, ji bo ez wî xelas bikim ew
dem besî min e”, hem jî di asta
navend/merkez de. Lê ji bo min digot
“ev naşibe yek ji wan”. Havalê me
Cuma hîn jî dijî, rojek hat jiyana
min dît. Gotiye “ya ev çiye, em wê
bikûjin, hem jî yekser”. Hayrî
Durmuş wan jî gotiye “tu çawa wiha
dikin” û dijber derketine. Ez dê deh
sal liber xwe bidin ku ez di navikê
de bûm, lê ew bîst çar seat liber
xwe nadin. Jixwe provakasyoneke yek
deqê dê rê veke dewlet were
rêxistinê xelas bike. A niha Şemdîn
jî wisaye. Ango ev tevahî gelek bi
hev re girêdayîne. Em dizanin Şemdîn
şexsiyetekî dema got ez dê daleqînim
dê daleqîne, yê gotinekî kiriba
yekser dikûşt. Keçek hebû navê wê
Dîrok bû, digot “ya ev weke axayekî,
nizanim dixwaze çi ji keçkanbike”.
Min got “gêjê, jixwe wî di Amedê de
axatiya xwe damezirandiye, tu
keçikeke jar î, tu ji Enqerê çûyî,
jixwe dê te bigre, nizanim dê çi ji
te bike. Zilam li gorî xwe axatiyek
damezirandiye, yan tu dê îqtîdara wî
nasbikî, dema tu dijber derketî jî
–ez bixwe jî newêrim, ango ez
nikarim jê re bêjim li ser çavên te
biryên te hene. Heta ez jê re xizmet
dikim- tu dê berdêla wê bidî”.
Feqîrê çû, herdu lingên xwe
windakir. Me ji Şemdîn re yek gotin
jî nekir. Çiye, neçiye? Ango divê em
bûyerekê binasin. Her kêliyê “wey
reftareke wî ya wisa hebû, xweşa min
neçû”. Jixwe gelek kes jî çûn bûn
leşkerê wî yê sivik. Encam; dibir
felaketeke mezin û dîsa me ew bi
tecrûbeyên xwe ve, me hêdî hêdî ew
derbaz kir.
Ger Fatma weke endamê Mît, Pîlot
weke endamê îstîxbareta sivik rist
dilîze, Şemdîn zilamê ku yê duyemîn
hatiye îlankirin, komûtanê leşkerî,
gotina wî gotine, dema dixwaze darde
dike, dibire, tu dê vê çawa binbixî?
Lê jibîr nekin, dibê gelek ji we
leşkerê wî yê sivikbûn. Gelo ger me
we di cihê komûtanê we de hiştiba an
jî ger hinde tedbîrên min neba
şemdîn dê hun biriban ku derê, hun
vê fêmdikin? Bi taybetî jî divê
hevalên me yên ji Amedê vê baş
bihizirin. Vaye zilamê we derkete
holê. Hun dê bêjin “di navanda PKK
de bû, Rêbertî ew li ser me
ferzkir”. Na, min ew wisa ferz
nekir. Ger şiyar lê bê nêrin min
tehlîlên weke baranê rêdikir. Jixwe
çeka me ya herî mezin tehlîl
(çözümleme) in. Tu dê di wir de
mirovan teşhîs bikin, tu dê di wir
de rastiyê bibînî, tu dê şer bidî.
Hun qet ji vê re şiyarî nadin nîşan.
“Tehlîlên Zekî bilind in” û hun hemî
ji vê re serê xwe dadixînin. Yek jî
hinde aliyan dide we. Ji keçkê re
dibêje “tişta tu dixwazê bijî”, ji
lawik re dibêje; “tişta tu dixwazî
bijî”. Hun jî dipejirînin. Hîn jî em
şêwazê jiyana Amedê derbaz nakin. Ji
wî re jî firman di aliyê
serfermandarê giştî tê, para tên,
darhol vebûne, ji bo ew lawikê li
Amedê hatiye, ew keçika li
metropolan hatiye, maceragerên keç
–ku tu du nokan biavêjî tu dê wan
bineçîrî- ew qes valene ku, xwediyê
şexsiyetên bên lîstikan e ku yekser
bindikevin. Û wisa jî bû. Tevahî
tişta ku ez bikarim bikim dîsa li
gorî xwe dana meşandina şêwazê şer û
ji bo vî karî meşîne. Ka were; zilam
bi taxima xwe ve hate vir, ango min
gotineke çep kiriba, te dê hîn
nêrîba dê kariba ez esîr jî
girtibam. Dîsa min got “mezin tu
yî”, min nikarî tiştekî bikim. Ez
biçekê wî bi bîrdoziyê ve çareser
dikim, wî bi polîtîkayê ve çareser
dikim. Dema min Fatma tehlîl dikir
dewlet hebû li pêşiya min, ango li
gorî kesê ku dihat dîtin Fatma
biqasî keçê (pîre)bû. Min qirka wê
girtiba an jî min hişk lê nêrîba wê
ketiba û miriba. Lê min şaş nêrîba
dê şaşba. Zekî jî wisa, ger min jê
re gotiba “tu çi dikî” dê miriba,
jixwe liber mirinêbû. Her roj ji min
re digot xwedê, “tu xwedayî”. Dê
miriba, lê ger miriba textîk dê xera
bûba, dibe lîstokên KT tehlîl
nebûban.
Jiber vê ka binêrin guftigoyên min ê
bi wî re, pir xweş in, yek qûsira wê
nîne û tevahiyan ew baş daye
meşandin. Dibe karê dana meşandinê
gelek li me dabe windakirin, lê
tişta daye qezenckirin çiye? Di
cihekî de asta şer a amedeye. Ma ev
tiştekî biçûk e? Na, dost û dijmin
qebûl dikin ku, bi rastî jî gelek
girîng e. Jibîr nekin dema hun bi
yek hevokê reaksiyon didin nîşan hun
tên kûştin an jî hun dibin kukla ya
wî. Ango dijmin gelek aliyan ve
têdikoşe, têkoşîn bûyereke pir
berfereh e.
Jiber wê ez dibêjim, hun di nava
rêxistinê de, ji dîroka rêxistinê,
ji şer tiştekî fêmnakin? Hêz û vîna
we ya fêmkirinê felç bûye. Ez pir
bawerim ger ew zilam sexlam maba,
ger mijûlkirina min neba di nava vê
PKK de kesek nedima. Jixwe yên
durist dişan mirinê. Hindek jî bixwe
dikûşt, weke nediyare çi lê hatiye
nêz dibû û hinde qûrnastiyên wî yen
hatine alimandin hebû. Hinde keç û
xurt fêrî jiyana ketî kiribû. Me di
wê roja derbazbûyî de agahiyek girt,
hun dizanin hinek raviyan û a niha
di bin hîmayeya polîsan de jin û
mêrtiyê dikin. Ango dê wisa li jin û
zilamê paşde mayî jî hatiba. Ev
endamên Mît ê herî baş, endamên
Jîtem ê yê herî baş in ku di navenda
Amedê de li hemberî gelê xwe şer
dikin. A niha malên wan hene. Tevahî
ketine bin parastinê, lê her roj li
gel dixin. Li gel we çûn wan deran.
Ger Şemdîn ba, yek kes li Kurdistanê
de nedihişt. Hun dibînin vaye herî
dawiyê; bi îftîrayê ve, demokratên
Tirk bile tune dikin. A niha ev
cîdîne. Piştî vê jî hun derdikevin
li pêşiya me, hun xweşîk narûnin, bi
teşeyeke ecêp li me dinêrin. Dê
tevahî tiştên we bibin û dê we li
dijî gelê we, hevalên we bikin
îtîrafger, textîkger. Şexsiyet ewqes
e; şexsiyetê we ne şerker e, ne
birêbaz e; şexsiyeta we ne ji
siyasetê ne jî ji rêxistinê fêmdike.
Şexsiyetekî we yê zipziha heye, çi
bikin devê we hun dê wê bixwin. Bi
textîkek biçûk ve dawiya we dikare
were. Hun vê nabînin. Piştî hingê jî
hun têra xwe digirîn: “wey tişta
hatiye serê min”. Jixwe ya herî
xirap jî; hun dibin dijminêkî bê
rehim a nîfşa xwe, hun tên rewşa
dijminê gelê xwe. Ev li holêne, ez
vê aşkere dikim.
Rast e, gelek hevalên we yekser ne
yekser qetil kirin, rê ji reva wan
re vekirin, ew xistin. Heta herî
dawiyê xwes gerîlayê herî dawiyê li
Amedê maye çareser bikin. Lê dîsa jî
nirxên hatine xelaskirin ne kêm in.
Wî dixwast weke gerîla çareser kirye
biçe gel komûtanê xwe. Dema herî
dawiyê aşkerebû vê carê tevahî kesan
got “em wî bikûjin, biteqez em wî
bikûjin”. Me nekûşt jî, me got “em
jiyana wî afû bikin”. Nameyek biçûk
nivîsîbû. Me got “tu dikarî bijî” û
me got “tewanbariyên te gelek
giranin, tu sed car dardekirinê heq
dikî”. Dikarî bê girtin, lêpirsîna
wî hatiba kûrkirin. Lê yeteneka
lêpirsînê li gel yên me nîne.
Divyabû wisa nerevîba an jî ji aliyê
min de reva wî hatibû tehlîlkirin.
Yên me dijmin hardikin. Jiber ez vê
dizanim min ew di nava xwe de
çareserkir. Min digot “ew bireve,
nereve jî ji bo me wekî Fatma, Şener
nirxa wî nîne”. Min bi wan re şer
meşand. Mirin û mayîna wan ji bo min
negirîng e. Reviya, li gorî min ew
jî hatibû eyarkirin. Ma ev zilam
dikarî çîdî bike? “Komûtantiya wî
nîn (sifir) bû, bilîze jî dê weke
UNITA lîstiba. KT nikare vê bide
berçavan, ez vê baş dizanim. Wê xwe
bispêre Kurdên nûker. Jixwe Barzanî
ew maceracin e, tev li per pereyane.
Malbat Sakik ji wan xeraptir e. Di
wan de biçekê Kurdatî heye, lê di
van de ew jî nîne. Ev dibêje “ez dê
tevahî Kurdan bikim yek”. Hîn meztir
dilîze. Ma gelo KT dê li hemberî vê
çawa liberxwe bide? Dê polîtîkaya
nûkertiyê hilberîne, KT jî dê were
bi wan re hevdîtinan çêbike. Hêdî
hêdî rêbazê hevdîtinê pêşdixîne. Dê
bi elçiyên Emrîkî re, heta bi MOSSAD
re têkilî çêke. Zilam li ser
Kurdistanê pazartiya mezin dirazîne.
Naxwaze bibe memûrekî biçûk,
sîxûrekî biçûk, dixwaze bibe nûker û
polîtîkagerekî baş. Yê din jî li
Emerîka wisa ye. Jixwe me xwe bi
zanîna ev jî nagirê ve bisînor
nehişt, me derfetê vê ji holê rakir.
Me ev bisalane vale vale derfeta
tevahî nûkertiyan ji holê nerakir.
Zemînê nûkertiya polîtîk zihabû. Ev
dixwaze ya nû damezirîne. Ma ev
gengaz e? xwediyê wê napejirîne.
Fêrbûye, ev bisalane KT wî li ser
polîtîkaya PKK xwedî dike. Dibêje
qey dê wî hertim xwedî bike. Na
xwedî nake. Wê bitirsnakbe. Çima?
Wekî ku ew jî dibêje ya berdêla wî
“şerê min tenê bi Apo re ye”, ez vê
na nepixînim, ew xwe vê dibêje. Tenê
rêka jiyana wî ev e. Tirk jî zagon
in: komûtanê ku di şerê çinatiya
desthilatdaran de winda dike serê
xwe dike sêniyê de, derdikeve pêşiya
paşa. Ozal jî wisabû. Bi me re deh
sal şerkir, lê ser nexist. Herî
dawiyê çi got: got “guftigoyên
siyasal”. Yekser sere wî çû. Ango tu
reyîsê komar jî bî dê serê te biçe.
Çima Demîrel rojê deh gotar/nîtûk
diavêje? Jiber ger binbikeve
serê wî jî dê biçe. Tevahî kes şaş
dimînin. Dibêjin “ciwan jî wekî wî
nikarin bixebitin”. Cîhan şaş
dimîne. Ez derûniya wî baş dizanim:
derûniya mirinê. Ger li beramberê
artêşê çava danegire, wê mîsoger bê
kûştin. Mesut jı wisa ye, Ecevît jî
wisa ye, yê din jî ev jî wisa ye. Lê
rewşa vî hîn biêştir e. Jixwe wekî
min gotî di li wir nûkertiyê bike.
Ji Barzaniyan bawerî girt. Jixwe li
pişta wî siyonîzm heye, Emerîka
heye, Tirkiye heye. Wî jî got
“herhal dê cihê min baş be”. Barzanî
ji wî re dibêje; “ez ewlekariyê
bidim te”, ew dibêje “berde, hun
azadiya min kêm dikin”. A niha tu dê
vê wisa tehlîl bikî: Barzanî bixwe
sedî sed dibin ewlekariyê de ye,
dibin ewlekariya tank û topan de ye
(di bin ewlekariya artêşa Tirk de
ye). Gêjo, di dangasiyê de ye,
azadiyê dixwaze: azadiya nûkertiyê,
qada çînatiyê dixwaze. Xwest vê di
vir de li ser min ferzbike.
Bi van hemûyan ve ez hewl didim ji
we re şerê çînatî jî vebêjim. Hun
tênagihin. Min dest nedayê lê ew ji
çînatiya nûker re cîh digere. Gûr
gûrê kera çû, dibin al an de weke
pûtan wêne kişandin wêdetir tiştekî
nake? Hindek dibêjin “em wî
şerjêbikin”, hindek dibêjin “em wî
perçe perçe bikin”, hindek dibêjin
“em wî daleqînin”. Ango zilamên wî
ji ber ew bêserkeftine dê ji mirinê
mirinê li wî bidin qayîlkirin. Ev
aliyên şer ên tist didene. Hun hîn
jî wate nadin tiştên çêdibin û
xelasdibin. Dê çi bibe? Şer ew qes
awarteye. Ez vê ji bo vê dibêjim:
Ango ev tiştên ku ez dikim tiştên
xwezane, ez nabêjim ev xebatên mezin
an jî hêjane. Hezar xebatên me yên
ku me kirine ku dişibin vê hene.
Xebatê moralê, weke min gotî xebatê
nan, xebatê ewlekariyê. Ma qey ev
bixwe çêdibin? Di vî welatî de xwe
bi xwe pelek bile nayê jêkirin. Weke
min gotî hîn jî asta we ya pêşketina
polîtîk, leşkerî nîne. Rêxistin
çiye? Şerê rêxistinê çiye? Hun vê
nizanin, heta hun jê aciz dibin,
asta we ya pêşketinê nîne. Ji bo we
bes cixareyeke Kurdan heye û dûmana
wê heye. Jiyana jarê Kurdê ku bi
dûmana cixarêve hatiye bisînor
kirin, ger ji bo wî jinek-mêrek hebe
bes e, ji bo wî hertişt di vê de
xelas dibe. Jixwe a niha ew jî nîne.
Ew jî min ji holê rakir û hun dê li
vir biteqin. Neteqin, xwe
biguherînin. Jiber vê ez dibêjim
“yan hun dê xwe biguherînin, yan jî
hun dê biteqin”. Çîler di wê roja
bihorî de –vê carê jî ji
demokrasiyê- digot “yan dê çêbibe,
yan dê çêbibe”. Jixwe serok
fermandar jî li ser tiliya xwe
dileyîzîne. Kuklaye , çi nirxa wê
nîne. Vaye pîrejineke, lê ji me
fêrdibe. Jin di şoqê de mabû, di
tevahî tiştan de, di tevahî hevokan
de ew heye; “yan dê çêbibe, yan dê
çêbibe, yan dê xelas bibin yan dê
xelas bibin, ya dê wisa bibe, yan dê
wisa bibin”, vê carê jî helecana
“yan dê biguhere, yan dê biguhere”
helecaneke şer a ku jê şok bûne
heye. Di rastiyê de ev şiyar ya me
ye. Şiyara “Yan dê biguhere, yan dê
biguhere” ya me ye, ya min e. Jiyana
min bixwe ye, a niha em li dijmin
didin gotin. Ev kar ew qes girîng e.
Ez naxwazim hîn zêdetir vekim. Ev ji
bo hevalên me yên nû hatine
destpêkeke.
Hun şer dixwazin, hun dibêjin “ez
PKKger im”. Ez hewl didim cevherê vê
biçekê ji we re vebêjim, bidim
fêmkirin. Hun dibêjin “em nikarin
eleqeder bibin, em nikarin xwe
nêzîkî fêmkirinê bikin”. Wê demê hun
pêdihesin ku hun hatine çi rewşê? Ev
şer girîng e û mezin e. Ka vê rewşa
min binêrin tevî ez hewl didim xwe
bigîhînim tevahî karan hîn jî çawa
hîn yeteneka min ya têgihînê
pêşketiye. Ez ew qes xwe digihînim
rêxistinê, tevahî tiştan, lê dîsa jî
ez dibêjim têra nake, dibe cinawir
min daqûrîne. Hun weke çûka
mirîşkekê, weke berxika mihê ne,
marê we an jî qûrê we –ne meha we-
dê were we di yek gepê de bixwe. Ev
bi êş e lê rastiyeke. Ez di vê demê
dawiyê de we û van zarokên kewan re
tînim gel hev. Dîsa we bi çûkên
mirişkê re, bi berxikan re tînim li
gel hev. Ez dibêjim ger ev hebin
wisane. Dîsa lîstika hinde pîsîkên
kirêt bi mişkan re heye. Dema ez li
wan dinêrim ez dibêjim gelo! ma em
jî wisane, gerîlayên me yên çiya bi
dijmin re weke pisîk bi mişk re
dilîze, dileyîze? Ev hertim têne
mejiyê min. Û aliyên wê yê rast jî
heye. Hun dê van fêmbikin. Dê me
daqûrînin. Pisîka kirêt an jî mar dê
bê her roj zarokekî bigre. Tişta ku
dijmin dike ma ne ev e? Jixwe ka
binêrin xwe kirina çi rewşê, ka li
wan qûmandoyan meyzînin dibêjin “em
dê daleqînin, şerjêbikin”.
Ev rastî ne. Divê em a niha xwe ji
bûyîna çûkê xelas bikin. Berya
hertiştî hun dê di vê dibistanê de
fêrî vê bibin. Ger hun bêjin “me
negir cîdiyetê, me nexwast fêmbikin”
wê demê dê we bixwin. Berpirsyarê vê
jî ne ez im. Xwe nespêrin min, eynî
weke çûk bawerya xwe nade dayîka xwe.
Ma dayîk dikare çi bike, dîsa kevok
dikare çi ji zaroka xwe bike? Ma mar
e, dê were xwe biavêje ser zarok û
bixwe. Çare yekser firdan an çengên
xwe vekirine. Ez dibêjim “heya hun
çengên xwe vekin em dê we di vir de
di nava ewlekariyê de bigrin”. Ez bi
awayekî lezgin dixwazim vê rastiyê
li we bidim qezenckirin, netenê di
warê madî de ez we têr dikim, di
warê hestî, hizir, di hertiştî de,
heya ez we fêrî firandinê dikim wê
têrdikim. Heya hun fêrî vê dibin ez
dê bisekinim, min tedbîra vê girtiye.
Heta ez dibêjim şêwazê şahîn, em soz
didin ku em we bînin rewşa şahın. Lê
hun jî bi aqilbin, dîsa li zarokan
meyze bikin, ez şaşitiya hevokê bîle
nakim. Dîsa min duhû çîrokeke pir bi
êş dît. Zarok ji hêlînê derketiye,
jiber nebilinde daketiye jêr. Ez çûm,
min temaşe kir –yên ku lêdinêrin
nebaş in, nabînin, wijdana wan nîne-
serê xwe kûnkiribûn. Ez nizanim çi,
kê wisa lêkiriye, herhal dayîka wê
wisa lêkiriye. Ango xetaya qeydan
jiyaye. Xetaya çi qeydê? Ma hîn
çengên te çênebûne, tu şima ji
hêlînê derdikevî?
Bi mirinî tevlî rastiyên rast bibin,
ger şaş be ya rast peyda bikin
Cezakirineke pir bê rehme, ango
zarok tewanbariyek jiyaye. Ma zaroke
çi dizane, xwe berdaye jêr, lê dayîk
an jî yê wisa li wê kirye, yê wê
mezin kirye bi rengekî bêrehm ew
kûşt in. Min bi zorî ew girt, lê dê
sax bibe an saxname ez wê nizanim?
Mafê jiyanê nade. A niha di vir de
disîplîna we laçqe ye. Zarokeke
kevokê jî berdêla wê bijiyana xwe ve
dide, hem jî mejiyê wê perçebû.
Cihekî wê yê din jî naxe. Ango
mejiyê wê perçe perçe dike, an qirka
wê jêdike, ev tiştekê ecêbe. Jiber
em mirovin xwedî feresatêne ew qes
jî nabe. Di vir de hun zarokin, hun
derkevin cihekî din dê we bixwin,
dewlet dê we bigre. Jixwe digire jî,
hun xwe diavêjin devê wî. Ev jî
xwarina darbeyeke bimirînî ye. Ango
hun ne zarokê kevokêne, lê em bêjin
hun zarokê şahîn in. Herî kêm zû
mezin bibin. Dema we çeng vedan bila
mirov bizanibin hun zû bi zû nabin
zad. Ev dibistana şervantiyê wisa
ye.
Nebêjin me wisa fêm nekir, me wisa
nedizanî. Ev dibe henek bi rastiyan
kirin û ez naxwazim dayîktî
mayîktiyê jî bikim. Biçin ji xwe re
di cihekî din de dayîk û bav peyda
bikin. Şêwazê me yê li vir, şêwazê
şahîn, qertal e. Ku em bi awayekî
mezin li ser navenda xwe ne. Hun tên
weke zarokê mirîşka qirêj deng
derdixin. Heta min got ya, hun tên
her roj disîplînê xera dikin. Kesek
vê napejirîne, qebûl nake. Lawir
bile qebûl nake, ma em dê çawa qebûl
bikin. Ku dijmin ew qes bi talûkeye
ku ji me re mar û gûran nade
gerandin, wehşiye. Ger hun hîn jî
dibêjin me fêmnekir wê demê ez dê
kûlman li sere we bixim, divê wisa
em bikin serê we. Yên ew qes
disîplînê xera dikin, nayên rastiya
şer, ji rastiya jiyanê re dijberê
didin, dikûjin û diavêjin. Jixwe
pişt re jî diavêjin. Ger bijî jî
dibêjin “biçe”. Carek din ji wî re
di hêlînê de cîh nîne. Ez di nava
ecêpmayînê de dimînim. Hun her roj
disiplînê xera dikin lê em her roj
dibêjin “wisa zarokatiyê neke, bi
disîplînger be!” Ev israreke zêde
ye, ne rast e, ev ji bo min ne rast
e.
Divê hun di van mijaran de şiyarbin.
A niha rastî wisane, ger rastî
cudabin wê nîqaş bikin, ji min re
rave bikin, ez tevlî rastiya we
dibim; ger tiştên min rastbin hun jî
tevlî bibin. Em dirûst bin, çi nebe
hun mirovin. Ger rastî mezinbin –min
kêmekî ji we re vegot- divê hun
rehet nîqaş bikin, jiber wextê we
heye, serê we zêde newastiya ye.
nîqaş bikin û bi mirînî tevlî
rastiyên rastbin, ger şaş be ya rast
peyda bikin. Em amedene rastiyan
gûhdar bikin, ger rastbin em dê
hizra we ya rast, bila ev jiyanîbe
ne jiyanî be, ger me îqna bike em
amedene ji xwe re esas bigrin. Û di
encam de weke ku hun dibînin em
komeke danajiyanadina gel a ku
dijmin kirine çembere de û dorpêçane
ne. Hun dê vê mîsoger fêmbikin.
Ger hun tişta dizanin bixwînin, weke
ku ez dibêjim dayîk kevok çi dike ez
jî dê wê bikim. Ango hun dê bingehîn
ji hêlînê bên avêtin. Herçend hun
dimayînê de israr bikin jî em dê
wisa li mejiyê we bixin, em lê jî
didin. Cîdî bin, hun dê fêrî jiyanê
bibin. Cîdîbin, hun zû bi zû ji
dijmin re nabin zad. Ango êdî bes e,
me cudatir sivik nirxandin dijberê
qeydên xwezayê ye. Li ser bingeha
dijbertiyê hun avêtine holê. Jixwe
tevahî kes wê dixwe; ango hun ji
hêlîna xwe, ji welatê xwe hatine
avêtin û hun her roj li vir, li wir
bindikevin. Ev çiye? Li Evrûpayê de
we dixwin, di metrepolan de we
dixwin, yên li Kurdistanê de mayîn
jî dixwin. Ma ya şivanan jî jiyane?
Weke kerekê dişixûlînin wî
dişixûlînin, rastî ev e. Şûna hun
rastiyan bibînin, bi rêbazên giryê
ve, li gorî xwe, weke civîkê denge
cîk cîk derdixin.
Vir dibistana şer e; ma bi dengê cîk
cîk şer tê fêmkirin? Hun zilamê jar
ên belanin. Ez li vir xwe baş
ferznakim, ez dibêjim biçekî bi
aqilbin. Ez dizanim hun aciz dibin,
lê em çii bikin. Mar tê, ango a niha
biherike, bête vir, weke ahtapot an.
Biçekî di mejiyê xwe de zînd bikin;
gûr an lawirekî din xwe avête li ser
we, anjî liber xwe avêtine, hun dê
çibikin? Ma qey KT ji vê kemtir
bitalûkeye? Berovajî talûketir e.
Jiber teknîka herî xirap di destê wî
de ye. Yan divê em dijmin weke
dijmin nebînin, ango em biçin radest
bibin, divê em nekevin nava şer.
Ango dema me ji wir, ji vir perçeyek
nan dît divê em bêjin bes e. An jî
dema em ketin nava kar de, dema me
got “dijmin heye, berxwedan heye,
şer heye” divê bi rastî jî em
pêwîstiyên vê fêmbikin, biecibînin,
ji derveyî ve çi çareserî,
altarnatîf nîne. Di vî karê de girî
nine.
Negengaze em weke civîkê bixwînin,
em nikarin bi vê ve tiştekî rizgar
bikin. zaroktiya ku min li hevalê
xwe yê herî kevin aniye. Mesela min
hertim ji bo Abas got, di polîtîkayê
de û di şer de zarokeke, lê ma
zarokekî 45 salî dibe zarokekî çawa?
Rihê wî derketine, porê wî spî bûye,
hestê û goştê wî ji hev ketiye ango
zarokekî kirêt. Negûherî, ji
şexsiyetê leşkerî, siyasî û ê şer re
nebû bersiv û kete vê rewşê. Lê hîn
jî em bihêvîne, em dibêjin em wî
biguherînin. Bihizirin rewşa yê herî
zêde xwe bizanist dibîne ev e, yên
wisa hîn pir in. Neraste ez navê wan
bidim. Ma min ji we re negot? Ango
ma ez dînim? Ji bo ez zarok nemînim
ez xwe pêşdixînim, diguherim, xwe
tînim rewşa têr. Jiber a niha ez wan
didim jiyîn, ez we didim jiyîn. Weke
min gotî ger ez ji wan berdim yên
weke Şemdîn gelek hene, dê di 24
seatan de dawiya we bînin. Jiber vê
ez dibêjim ger hun dirûstbin, xwedî
rêgezbin, herî kêm ji bo hun xwe li
ser lingan bigrin hêz qezenc bikin.
Bes e, ma ez ji çiyê we re dayîktiyê
bikim? Gelê me jî a niha weke zaroke
dibêje “zarokê me biparîze”. Zarokê
wan jî dibêjin “me biparîze”. Ma qey
ez xweda me? Weke hun dibînin ez
şervanekî herî lewaz, herî jar ê
kedê me. Min tevahî çîrok ji we re
vegot. Hun xwedatiyê ji min hêvî
dikin. Ne wisaye. Min weke meşeke
mirov a herî kedkar, herî kiryarger
xwe anî vê derê.
Rastî biçekê wisane. Ez êdî nizanim,
ez êdî naxwazim hevokên weke “ez kêm
mam, di perwerdê de ez lewazim”
bibihîzim. Jiber di holê de ye em bi
çive liberxwe didin. Ger hun şiyar
nêzî bibin em eleqeya malbat û
devdora we nade nîşan em nîşanê we
didin. Lê me xwe di destpêkê de heya
niha hertim ji we re got; ger hun tu
dê bijî, ger dê jiyan hebe divê tu
têbikoşî. Jiderveyî vê weke min
çavên xwe nevekin. Vekiriye hertim
zikîmin bile diwerime, ji bo min ne
xew heye, nejî tama xwarinekê. Ez
tevahî tiştan li ser lingan çareser
dikim. Şervan wisa çêdibin, şervantî
wisa tê kirin. Ger cudaba çi zilam
nînin ku weke min bi aqil e, hevokê
jiyanê di yek keliyê de fêmdike
nîne. Min jî dikarî weke we xwe
newastandiba, lê ev negengaz e. A
niha ez hewl didim vebêjim ku barê
we saw dide mirov. A niha hun tiştên
ku bên qezenc kirin –bisedemên
behnek berê min rexnekirine ve-
xeradikin; dawiya vê nîne. Hun qet
naxwazin derfetê jiyan û şer
binirxînin, aliyekî vî yê bê
fêmkirin nîne. Weke ev bisalane ez
didim diyarkirin cîdî bin, di xwedî
feraseta kûrbin. Werin inyet û
hestên xwe yên şênber terbiye bikin,
weke mirovekî ji pirsyara “ez
dikarim li ku dera vê şerî de bim”
bersiv bidin. Ger tu dê jiyanê qebûl
bikî jî ka ev jiyan çiqas azad e, an
çiqas hêjaye hewl bidin ji bo hun
bersiva vê jî bidin. Qenebe di vir
de bersivekî bigerin. Ez nabêjim hun
tevahî di dawiya devre de bibin
“mîlîtanên bêqusur”. Dibe hinek ji
we biçin mala xwe jî, lê divê hun ji
min re vebêjin hun çima diçin malê.
A niha em li vir hevdu nexapînin,
xapandin mirin e.
Em neçarin cîdîbin, jiber tevahî
cîhan di nava hêviyên “ka PKK
çareser dibe, xelas dibe? de ye, an
jî bi mîlyonan vê pirsyarê li me
dikin “PKK dê kengî qezenc bike?”.
Serkeftinê ji me dixwazin. Dijmin
dibêje “sibê, dusibe dê hilweşe,
çareser bibe” lê gel jî j ime
serkeftinê dixwaze. Di navbera
herduyan de ez û hun. Em çareser
dibin, libervey serkeftinê ve diçin?
Werin di nava kar de derbikeve lê ev
herdû jî rasteqînin. Ger em kontrola
xwe ya bist û çar seatan winda bikin
em dê bikevin û çareser bibin. Divê
hun bi awayekî pir xurt cîdîbin. Çi
altarnatîfa we yên din nîne. Dema ez
dibêjim ji derveyî vê çi
altarnatîfên we ya din nîne, kesek
naxwaze jiyanê li we dank bike. Bala
xwe bidin ser, em bi serê derziyê
dikolin bes ji bo em ji we re
derfetekî bibînin û bidin we. Ma hun
çi dihesibînin? We got çek-mek, lê
rewşa komûtanê we li holê ye. Ger
komûtanê we we weke sîxûrekî çar çar
nedîtiyê, hun radest nekiriye ev
xera vi şerê mezin e. Tişta ku li
ser şervantiya we hatiye
damezirandin, tişta serfermandarê
giştî eyar kirye nûkertiya radestger
e. Encama ku hun ji vê derbixin; ji
nû de gerîlabûyîn, artêşbûyîn û
textîkên şer kirina devrê ye. Ger
pêwîstbe ez dê xwe di vê mişarê de
nûbikim. Ji bo ez xwe di vê mijarê
de nûbikim ger pêwîstbe ez dê pêlî
xwe bikim lê ez dê xwe nûbikim. Ji
derveyî vê çi rêkek din jî nîne.
Derketiye holê ku tişta weke jiyanê
tê ferzkirin neçîrtiye. Hun dê peyna
xwe lê bidin û hun dê bejin “tucaran”.
Ya rast ez bawerim PKK jî biçekê tê
pêşxistin. Herî kêm me bi qasî
teoriya şer teorî û nêzîkatiya evînê
jî daniye holê. Yê dixwaze dikare
lêkolîn bike, bibihîze lê weke min
gotiye hertişt di rewşa şer de ne.
Ma ez çibikim, min ev keşîf nekir.
Ma bavê we welat da we, min ji we
stand? Ma civakê jiyana azad da we,
min ji destê we girt? Na.
Di hertiştê de em di sînora nebûnê
de ne, me we ji wir girt. We hertişt
winda kiribû, me hun ji wir girt. Em
hewl didin li vir tiştekî bidin we.
Ji bo hun nebin yê dijmin, yê
koletiyê, ji bo hun bibin yê
mirovahiyê, yê azadiyê em li vir
tiştekî didin we. Ger ji we re
zehmet bê ma ez çibikim? Ma min hun
anîn dinyayê, min hun veza? Hîn deh
saliya xwe de min ji dayîka xwe re
got; “hey dayê, te tewanbariyeke
mizin kir. Tevî hêza te nebû tu min
bi tendûrist mezin bikî te çima ez
anîm cîhanê?” Ez kesekî wisabûm ku
di wî temenê xwe yê biçûk de min ev
pirsyar kir in. Ger hun şaş zabin ma
ez çibikim? Ha hun dibêjin “mafê me
yê jiyanê karneyîne”, belê li
hemberî jiyanê rêza me heye, vayê ew
jî wisa dibe. Ma çi hewce heye ku
bikirina oportonîzmê ve ev vale were
derxistin? Meyze bibin ez di vî
temenê de me, ma ez ji we zêdetir
nezîrekim, neberhemker im? Ma qey ez
dibêjim ez wastiyam, ez nikarim
bikim?
Hun hemû amedene bimirinî min qebûl
bikin. Lê ez, bêyî ku rojek bikeda
min derbaz bibe, ez jiyanê qebûl
dikim? Di şer de jî heya ez karekî
baş nekim, ma ez xwe afû dikim? Dema
mirov van tevahî tiştan tîne
berçavên xwe herçend zehmet jî be
divê hun mafê xwe yê jiyanê
bikarbînin. Ev jî şer hewce dibîne.
Lewre hun dê vî şerî jî bigrin
berçavên xwe. Şiyara me çibû? Ji bo
jiyanê, ji bo azadiyê, ji bo
serkeftinê ji herdem zêdetir, ji
herdem bi îdîatir şer!
Rêbertiya Partiyê.
18 Gulan 1998
|