|
NEÇÎRTIYA KURD A AKP’ê
Herçend hevdîtinên Erdoxan- Bush a
5’ê Mijdarê ku di ofîsa Oval de
pêkhatiye veşartî bê girtin jî,
encamên wê di cîvîna 11. Îstîşar a
Kizilcihamamê ya AKP’ê de derketiye
holê. Dema her du civîn bi awayek
baldar (dîkatlî) bê şopandin, navrêz
(satir aralığı) bê xwendin, dê bê
dîtin ku civîna kizilcihamamê,
hevdîtina Ofîsa Ovalê
versiyona
Tirkiyê ye. Di vê hevdîtinê de ji bo
DYE projeya xwe ya mezin a Rojhilata
Navîn pêkbîne Tirkiye kirye bin
çavdêriya xwe de; li hemberê vê jî
di mijara Kurd de ji siyaseta
dewleta Tirk a înkarker û tunekirinê
re alîkarî daye. Bi îfadeyek hîn
cûda de di parlementoyê de
darbazkirina Teskereya 1’ê Adarê
bêvla Tirkiye ya ku bi DYE’ê re
xwezirtikandî (efelenme) erdêve
bûye yek, vîna wî şikestiye.
Têkiliyên DYE û Tirkiyê ne nû ne.
Piştî 1950’an ve heya roja me ya îro
DYE xwe di hemû saziyên Tirkiyê de
rêxistiye û çinemaye ku tevahî karên
xwe yên kirêt ên herêmê bi Tirkan
daye kirin. Wisa Tirkiye kirye sayê
şivan ê li ber keriyê xwe. Ji ber vê
wekî rojê li holêye ku Tirkiye bê
agahiya DYE’ê di siyaseta xwe de ti
tiştan nake û naguherine. Daxûyaniya
darbeyên ku di destpêkê de di
Emerikayê de tê kirin jî, nîşaneya
vê rastiyê ye.
Mijara me ne têkilî û îtîfaqa DYE û
Tirkiyê ye. Ew mijar xebateke hîn
kûrtir pêwîst dibîne. Lê ji bo
hevdîtîn û pişt re jî pêşketinên ku
tên jiyîn bê fêmkirin me yek du tişt
destnişan kir. Dema em civînên
Kizilcahamamê û yên Oval ofîs ê
tînin gel hevdu, tê dîtin ku li dijî
Kurd an, Tevgera Azadiya Kurd an
konsepta ku berê jî weke birinca dia
(temcît) hatiye gerimkirin ji –nû-
ve hatiye diyarkirin û ketiyê rewşa
pêkanîn ê. Bi kinasî cewherê vê
konseptê ev e: “Ji Kurd ê azad re na,
ji Kurdê nûker re erê, Kurdê herî
baş Kurdê miriye.” Li gorî min
tevgera azadiyê ya di pêşengtiya
PKK’ê de pêşdikeve dê dijminê hevbeş
bê îlan kirin, ji bo bê tûnekirin bi
armanca tunekirinê her cure
operasyon dê bên kirin, bi şerekê
navxweyî dana afirandinê ve Kurd dê
bên perçekirin û wekî ku di
Kurdistana Başûr de heyî dê liser
van qezencên Kurdan hebûneke nûker,
xayîn bê afirandin. Mehmetçîkê ku di
kevçiyek avê de bageran dibarîne dê
di medya yê de bi tevlîhevkirina
dorhêlê ve dê gel manîpûle
bike, dê bi berovajikirina rastiyan
ve zanistiyê tevlîhev bike, bi
veşartin û li ber çavan dûrxistina
vê konseptê dê bi pêkanînê re bibe
alîkar. Dema medya ya Tirkan bi
awayek baldar bê şopandin dê ev pir
esan bê dîtin. Em ji nûçeyên şaş û
derew bigrin û heya reşkirinan, bi
siwîstimalkirina hestên gel,
provakasyon dana afirandinê de
nezehmete ku mirov pêkanînên şerê
piskolojîk bibîne.
Hêzên Emperyalîst-Kapîtalîst hertim
PKK, PKK ya ku Tevgerek Sosyalîst e
weke dijmin dîtin û weke dijmin nêzî
PKK’e bûn. Daxûyaniya Erdoxan a “me
PKK dijminê hevbeş îlan kir” bi
edayek genaralê Roma fetihkirî bû.
Heçkû heya niha Emerîka ne dijminê
PKK’e bû, heçkû PKK’ê re dibe alîkar!
Jixwe plansazîger û pêkanîngerê
qomploya navnetew a ku li ser Rêberê
me hatiye pêşxistin DYE ye. Rewşa
ji xew rabûn û bi çavên xew ve
axaftin û ev wek tiştekî nû dana
nîşandin di bingeh de bi şerê taybet
ve girêdayî ye. Bi vê re dixwaze
beje “Temaşe bikin, tevahî cîhan hat
ser sifra me, tevahîkes dev ji we
berda, tevahîkes li dijî we ne,
werin radest/teslîm bibin, ger hûn
radest nebin hûn dê bimrin” û
dixwaze bi vê re tirs belavbike û bê
hêz bihêle. Jixwe gelê Kurd bi
derbazkirina van rastiyan ve hate
roja îro. Ev gel kefenê xwe di
bêrîka xwe de radike. Ne di rewşeke
bi tirsin, binbikevin de ye û tu jê
re bêjî “hişt” dê bireve de ye.
Vê dana diyarkirin dê bi tendurist
be: Dostaniya dewletan nîne,
berjewendiyên wî hene; şûna wijdanê
têkiliyên kar- berjewendî yê weke
cemedê derbazdar e. Hêza ku vê herî
baş dike jî DYE ye. DYE tucar bi
kesekê re heya dawiyê hevalantî an
jî dijmintiyê çênake. Ji ber vê pir
pragmatîk e. Ger sibê du sibê ji bo
mijara Iran, di mijara Rojhilata
Navîn û Kurdistanê de berjewendiyê
Tirkiyê re nakokî bijî û bikeve
pevçûnê dê çi bibe?
Milekê din ê girîng ê vê konseptê bi
avabûna (oluşum) nû yê Kurdên xayîn
û nûker ve, nêzikbûna xwe dispêre vê
û Tevgera Azadiyê tinekirin e. Rêber
ji vê re got “Dixwazin Hemasa Kurd
biafirînin.” Çiye hemasa Kurd? Anjî
hîn rastir hemas çiye? Hemas, di
Filistînê de rêxistinek e û a niha
jî qismek Filîstînê dibin çavderî ya
xwe de digire. Di salên 1970’ê de ku
di gelemperiya cîhanê de pêşketina
tevgerên sosyalîst û yên gelî xwe
didan nîşan de, hêzên Kaptalîst
Emperyalîst di bin navê “nifşa kesk”
de polîtîkayek olî pêşxist in. Li
gorî vê pir hêzên curbecur
birêxistin, têrkirin û mezinkirin.
Di Efqanîstan ê de Talabani û El
Qaîde jivana ne. Dema di Filîstînê
de tekoşîna gel gihişte qonaxa herî
jor hemas dan avakirin. Armanc
lewazkirina RXF (FKÖ) bû, hêrsa gelê
Filîstîn ê ji holê rakirin, ger nebe
jî êrîş birina hundir ve tekoşînê
perçe kirin bû. Bi vê re jî
lêgerînên çareseriyê kirina nava
tangasiyê, işxala Îsraîlê rewa kirin
bû. Di qonaxa hatinê de tê dîtin ku
di pêkanîna vê plansaziyê de
serkeftî ne.
A niha jî dixwazin heman plansaziyê
li ser Tevgera Azadiya Kurd bidin
meşandin. Em a niha de vê bidin
diyarkirin: Ne gelê Kurd gelê
Filîstînê ye, ne PKK RXF’ ê ye, ne
jî Rêberê gelê Kurd Erefat e. Ji ber
vê di navbera wan de ferq û
cûdahiyên pir mezin heye. Ev yek.
A duduya, hêzekê ku bibe hemasa Kurd
nîne. Tevî dijmin û nûker- xayînên
sondxwar ên dijî PKK pir tên
çavdêrkirin jî yek ji wan nehate
girtin û nikarîn tiştek bikin. Ji vê
plansaziya mirî zayî û berê vê pir
caran hatiye ceribandinve pişta xwe
girêdan wekî ku mirov ji bayê re tif
bike ye. Divê neyê jibîrkirin ku,
dema mirov tifê ba bike tif ji
xwediyê xwe re dizivire.
DYE, bi avahiyên ji xwe re dibêjin
Kurd ku ev jî ji dervî PCD mane (
Kurdîtiya van jî bi guman e)
lêgerînên beredayî çêdike. Erdoxan
bi gotina “75 parlementerên min ên
Kurd hene, lewre nûnerê gelê Kurd ez
im” re van lêgerînan temam dike.
Dema neyê hizirandin, bûna nûnerê
gelekî neyî nakokiyek çi ecêb e! Ev
qismê ku wekî girniyekê xwîna gelê
Kurd dimêje û rêka wî ya azadiyê
difetisînin, a niha jî xwe wekî
berdevkên gelê Kurd didin nîşan. Di
vê zemînê de dixwazin qismê ku gelê
Kurd jê re dibêjin “hizba şeytan” an
jî “ hizba qontra” weke xwîna nû
bixin nava van dijminên sondxwer an.
Dê wekî beroş gindirye deryê xwe
dîtiye çêbibe… Heçkû dê Tevgera
Azadiyê tine bikin û dê weke
şevşevokên (yarasa) ku di taritiyê
de mayî re meydan vebibe.
Em a niha vê bejin: di Kurdistanê de
Hemasa Kurd nabe. Ger çê bibe jî dê
“hizba şeytan” an “hizba qontra” ya
ku navê wî kurd e dê çêbibe. Ev jî
dê bibe AKP ya Kurd. Jixwe di demên
dawiyê de di destpêkê de Kurdistana
Başûr de bi şewaza AKP’ê heyîn
pêşdikevin. Ev heyîna nû jî dê bibe
AKP ya Kurd. AKP ya Kurd jî bi
heyîna ku di salên 1990’ tê de
welatparîz, rewşenbîr û demokratên
kurd bi awayek qeleşî qetilkirine û
qontrayên ku bi satûran erîş birine
ser ve çêdibe. Ev hebûn encex
fermana qetla gele me binivîsîne, ji
qetilkirina gelê me re erê/reyan
bidin, qetliyama pêkbînin. Dê erk an
jî hebûna 75 parlementerên AKP’ê û
dijminê li dijî PKK’ê sondxwar ji
dervê vê nabe. Ma ne ew bûn ên di
gotinê de parlementerên Kurdan bûn,
bi gotina “Rengê PKK tîne bîra mirov
“ re di cîhanê de rengên trafîkê yên
derbazdar guhartine? Evan di çolan
de leylanên (serap) sexte, ronahiyên
sexte yên di devê tunelê de ne. Ev
polîtîka di wateya herî çors/qebe de
polîtîkaya mafyayê ye. Destpêkê
bikûje, piştre ji cenazeyê wî re
çeleng bişîne! Ma qey rewşa Erdoxan
ê ku bi edaya qebedayîyê Qasimpaşayî
xwe dide meşandin ne ev e? Bi
jehirkirina Rêberê Gele Kurd ve, ji
gerîlayên ku hêza parastina gel a
rewa re operasyonên dîrokê de herî
mezin dane meşandin re, dê bi birçî
hêliştinê re gelê Kurd terbiye bike!
Serfermandarê giştî yê Tirkiyê hem
jî di peyame xwe ya eydê de dê bêjê
em dê di dîrokê de êşa herî mezin li
Kurdan bidin jiyîn û dê li gorî vê
bitevgere! Tevî vê jî ev dê xwe wekî
nûnerên Kurd bidin nîşan! Ji vê
derewê re gijik jî dê bikenin.
Fîl her tim di heman rêkê de
dimeşin. Neçîrvanên fîlan ên ku vê
pir xweş dizanin, ji van rêkên ku
fîl tê de dimeşin de kortîk vedikin,
xefkan diavêjin. Fîlên ku di vir de
derbaz dibin dikevin vê xefk ê.
Neçîrvanên fîlan bi cûvên di destê
xwe ve tên darbeyên mirine li wan
dixin û wan ji hêzê dixînin. Piştre
jî diçin cilên cuda xwe dikin,
kêmekê jî zad (yiyecek) digrin gel
xwe û diçin gel wan. Fîlên ku xwarin
didin pêşiya wan van neçîrvanan wekî
rizgarkeran dibînin û wisa dikevin
bay neçîrvanan. A niha jî AKP, tişta
ku neçîrvanên fîlan ji fîlan re
dikin dixwaze ji Kurdan re bike.
Kurdê ku paşketî, hov, wekî
“çiyayiyên” ku ji tiştekî nagihijin
dibîne re dihizire dê qey bêxîne
nava van xefkan. Hêzên iqtîdarê yên
Tirk heya PKK’ê ev polîtîka dane
meşandin, di asteke girîng de jî
serkeftine. Wekî ku fîl dikevin pay
neçîrên fîl an Kurd jî ketine pay
yên ku ev polîtîka dane meşandin.
Rêber ev rewş wekî “Ji celadê xwe re
evîndarî” nirxandî ye. PKK qasî ev
plansazî û ev lîstok vale derxistiye
pêşketiye, mezinbûye. Ger îro PKK
hatiye rewşeke nebinketî, ji ber ev
polîtîka aşkere kirye ye. Gelê Kurd
ê bi PKK’ê re ji azadiyê re dimeşe
jî êdî dê wekî fîlan pay celadê xwe
neçe. Jiber bi jiyînê re gihiştine
zanebûna ku ew qetîl in. Jiber vê
tevî ku pir bi xetere jî ev plansazî
mirî za ye.
Piyê herî giring ê dî ku di
tinekirina Kurdê azad a di ofîsa
oval de hatiye biryarkirin jî
saziyên ku gelê Kurd bi xwîn û canê
xwe aniye vê rojê dê bikin bin
asqiyê de, dê bi ,dangaskirinê ve,
bê kar hêliştinê ve dê çavên gelê
Kurd de bixînin û dê dest bidin ser
van nirxan. Ev aşkere ye: AKP
berhemeke tekoşîna gelê Kurd e. Di
encama tekoşîna ku Tevgera Azadiya
Kurd daye bi helandin, lewazbûna
hêzên paşverû yên îqtîdarker re
derketiye hole. AKP vê serkeftina
xwe deyndarê PKK’ê ye. Ji ber vê
şûna bi minet nêzî PKK’ê bûba, wekî
civîka ji hêka ku jê derketî ye ne
ecibîne êrîş dike ser. Ger PKK
rastiya îqtîdarên paşverû aşkere
nekiriba û paşvenexistiba AKP dê
pêşketiba? Eşkere ye ku pêşnediket.
Lê ev hîn tehlîlên kûr ên
sosyolojîk pêwîst dibîne. Lewre AKP
vê rastiyê berovajî dike. Destpêkê
de gel birçî dihêle, dike bin zextan,
pişt re jî dibêje “ger PKK nebe ez
dê hîn zêdetir bidim” bi vî rengî
rastiyê manîpûle dike, hewl dide ku
vê ji gel re bide daqûrtandin. Di
hilbijartina 22 yê Tîrmehê de bi
gotina “ Reyên ku hun bidin PCD’ê dê
vale biçin, reyên xwe bidin me da ku
em pirsgirêka Kurd çareserbikin” re
Kurdistan geriya. Lê wekî ku mûma
derewkeran heya razanê pêdikeve,
ampûla AKP’ê jî zû tafiya, rastiya
wî ya kirêt derkete holê. A niha jî
di milekê de dixwaze PCD’ê biçûk
bixîne, di milekî din de jî
bangawaziya Kurdan dike. Tişta tê
dîtin ew e ku, dê vê tabiya xwe di
hilbijartinên herêmî de jî bike.
“Projeya çek danînê” jî dê bibe
argûmana bingehîn a vê tabiye yê. Di
vê watê de jî hilbijartinên herêmî
dê bi teşeya tekoşîna Kurdên azad û
yên xayîn- nûker be. Ev a niha de
diyar e. Di Tirkiyê de elegeya
partiyên din ên siyasî ji
hilbijartinên herêmî yên di
Kurdistanê de vê rastiyê bi şêwazekî
cûda de dide nîşan.
Di encama van hemiyan de AKP dixwaze
30. sala Meşa Azadiya Gel bike sala
binketinek mezin û ya tasfiye kirin
ê. Dixwaze Roja Azad a di nava van
sih salan de di Kurdistanê de zaye
reşbike, bitefîne. Dixwazê pergala
di Kurdistanê de hatiye çareserkirin
ji nû ve organîze bike.
Gelê Kurd jî vê 30. salê bi anîna
rewşa serkeftinê ve dixwaze aştiyê
bide afirandin. Ji bo vê jî xwe bi
devdora Rêbertiya xwe re kirina yek
ve, ji plansaziya DYE û Îngîltere
re, ev polîtîkayên kirêt, qirêj û
tewanbar ên AKP dide meşandin ve
dibêje “ Edî Bes e”. Tevî her curên
bê derfetî û zextan xwestekên xwe di
kolanan de diqîrin. Bi serî bilind û
bi berxwedanî disekinin. Dibêje “ An
bi Rêber re jiyaneke azad an jî qet”
ev sekinek birûmet e.
Ev mîsoger e: AKP ya ku ji qetla
gelê Kurd re firman daye, dê ji
tekoşîna demokrasiya di hindirê
Tirkiyê re jî heman nêzîkbûnê bide
ravekirin. Paketa “destûra bingehîn
a nû” jî tabiya vê eniyê ye. Ji ber
vê jî pîvana bûna ronakbîr, demokrat
û şoreşger, helwesta ku li dijî
AKP’ê hatiye girtin e. Ev helwest
weke kaxeza tûrnûsol dê hertişti
zelal bike. Tekoşîna demokrasî,
azadî û ya aştiyê bi bûkalemûnî ve
nayê dayîn.
Em nivîsa xwe bi mitînga “Êdî Bes e”
ya ku di dilê Kurdistanê de, navenda
azadiyê, demokrasiyê û aştiyê Amed’ê
de hatiye çêkirin ve xelas bikin.
Amed tevî hertişti bi sekna xwe ya
rast, bi rûmet ve di devdorê Rêberê
xwe de bûye yek. Ev helwest hêjayê
pîrozkirinê ye. Lê nezîkbûnên hinek
ji yên nûnerên Milet an, hinek ji
yên nûnerên dengê gel jî sîh xistine
ser vê mitîng ê. Nêzikatiyê nûnerê
gel ê Erdoxan “Serokê tevahîkesan”
dibîne, yê protestokirina wî re
reaksiyon danîne nîşan, ev mîtînga
mezin aniye rewşeke qoç. Ev
nêzikbûn ne gorî sekna ku gel daye
nîşan e. Bi gotina herî sivik ji
AKP’ê re bûna alîkar e.
Di encam de ixtîdarên ku bi derewan,
bi hîleyan, bi pergalxirapkirinan,
bi zehmet û bi tirs ve hatine
avakirin weke şatoyên ku bi xîzan
hatine çêkirin in. Bi pêlê behrê yê
herî biçûk re li erdive dibin yek.
Pêla ku Gelê Kurd, rewşenbîr û
demoqratên ku di azadî û demokrasiyê
de bi israrin bibarînin dê îqtîdara
AKP’ê bi erdê ve bike yek.
A. Akademiya A. Ocalan a Zanistên
Civakî
|