|
PKK, NAVÊ DI MIROVÊ RAST DE ISRARE
Partî pêşengên tevgerên civakî û
rêxistinên serperiştin (Kurmay) .
Tevgerên ku di îdaya civak ji nû de
avabikirinê dene xeta wan a armanç,
bername, stratejî, taxtîk û xeta wê
ya çalekiyê dide avakirin. Qasî ku
ji pêdiviyê civakê re dibe bersîv,
ewqas jî pêşdikeve û xwe li
herdeverekî jî belav dike. Dixwaze
dinava pergalêdebe navendî an jî
muxalif li dij pergalê jîbe û
radîkal be hemu partî dinava vê
pênaseyê de cihê xwe digrin.
Ciyewazbûna xwe dispêre armanç û
bernameyan. Hîn zêdetir ger wê li
ciyewazbûna wê were gerandin jî ev,
bi taybet ew partiyên li dijî
pergalê bi kurbûna encamên wanve
mirov dikare bi pîve. Qasî
pêşketinên mezin ên civakî,
binkeftinên zu ên xeyalên mezin
şikînandine dide nîşandan ku, ev
partî çiqas gihiştine armanca xwe.
Di ew sedsalên ku me li pişt xwede
hiştiye sedsala 19. û bi taybet
sedsala 20’an di wateyek rastde bûne
dema partiyan. Yê mora xwe livan
xistiye jî şêwazê partîbûyîna
Lenînîst e. Em dikarin bêjin ku hemu
têkoşînên civakî ên demê êku jivê
bandor nebûne nemane. Qismekî mezin
ên tekoşîna civakî, di demekî kin de
gihiştine armanca xwe û bûyîna
îxtîdarê serxistine. Encex bi demê
re îxtîdarbûyîn azadî û wekhevî anîn
li aliyekî, hatiye dîtin ku wekhevî
û azadî tûne dike û ev pergal hemû
jî hatine derbazkirin. Herîkandinên
herî bingîhîn Sosyalîzma pêkhatî,
demokrasiya civakî û herikandinên
têkoşîna xilasiya netewî her yek
bûne mezhebê pergalê. Jiber vê
sedemê bi bedelên mezin ku ev
têkoşîn hatine meşandin, temenê
pergala desthildar dirêjkiriye,
hêzekî mezin a muxalîf bêku bikeve
zanabûna wê derbazê pergalê kiriye.
Tevgerên çep-sosyalîst ku
pirsgirêkên civakê çareser nekirin,
îxtîdara klasîk derbaznekirine bivan
seknên xwe hiştiye ku nerazîbûn û
reaksyonê gelan û yê ciwanan li
hember pêşketiye, bu sedema di
mirovahiyê de şikînandinek mezin di
xeyalan de çêbike, bê ûtopyabûyîn,
bê hêvîbûyîn û bê bawerbûyînê
derxist holê. Jiber van sedemên
binkeftî, bi rêya partiyan re ew
hewldanên wan ên ku di xwastin ku
civakê jinû de avabikin re jî nexweş
hate raberkirin, weke mûhendiziyek
civakê hatiye destgirtin. Jiber van
sedeman ji partîre nêzîkatiyek
neyînî pêşketiye. Partî, xwe
sazkirina zîhniyetan e. Kiryarîbûna
tiştê tê hizirîn û xwastekane. Ji
lewra jî hêza weya zîhnî, di wateya
rast de dide diyarkirin ku ew
têkoşîna tê meşandin wê serkeftî be
an ne. Vale neçûbe jî ew tevger û
partiyên têkoşîna azadî û wekhevî
xistina armanca xwe û xeyalê civaka
ku di xwastin bidin avakirin
pêkneaniye. Sedemê vê a bingehîn jî
kapasîteya têkoşerên azadî û
wekheviyê ango hêza xweyên zîhniyetê
di çepera ew pergala heyî a
hiyerarşîk dewletparêz de mayînbû.
Dibin siya paradîgmaya Modernîst de
meşîne. Ev partiyên ku van têkoşînan
didin meşandin, weke birîqîna
îxtîdar û dewletê xwe bi rêxistin
kiriye, bernameyên xwe jî li gor vê
dane diyarkirin. Ji mezhepbûna van
herikînan dema en dikevin rê
gihiştina encama ku pêwîstî bi
partiyan nîne, gûherîna civakê
nedayîna çêkirin û tê wateya radestê
pergala heyî a dewletparêz
hiyerarşîbûyîne. Ev, aliyê xwe yê
xwe xapandinê ji rê derketinekî
(sapma) mezin e. Ne gengaze ku ti
tevger bê pêşeng pêşbikeve.
Dîrok, bi nimûneyên ên ku pêşengên
xwe pêşnexistine an jî ên ku
nekarîne xwe ji ketina nav pergalê
xilasbikin bê hêjmar hilweşîna
tevgeran û tûnebûnên wanre tijî ye.
Weke encamê bandor û buhranên hindir
ên tevgerên dijberê pergalê ku di
salên 68’an de rabûbûn liser lingan
ew hilweşîna sosyalîzma pêkhatî,
hilweşîn di têkoşînên civakî ên demê
de û di partiyên di asta pêşeng de
an xilasbûn, an jî di her aliyekî
de marjînalbûnek ku çêbûbû ne
qedereke, bingihê xwe ji ev partiyên
ku pêdiviyên gûherîn û vegûherînê
pêşwazî nedikirin tê. Dogmatîzm û
zihniyeta dewletparêz ji ber
derbaznekirin bû sedema bingihîn a
hilweşîn û belavbûnê. Divir de vê
xalê jî pêwîste em bînin ziman ku ew
ên gûherîn û vegûherîna xwe dispêrin
înkar kirina demê derbazbûyî ango
paşerojê jî jivan encamên ku me li
jor daye diyarkirin jî encamekî hîn
xiraptir nikarin birevin. Tiştê ku
tê xwastin were kirin jî,
rexnekirina paşaroja xwe û liser
bingihê xwerexnedayînê jinûve
avakirin bû. Encex ev zêde pêşneket.
Di hêjmareke gelek bi sînor de
tevger karîn ku vêna serbixin.
Gûherînên ku deng derxistin gelek bi
sînor man.
Dibin pêşengiya PKK’ê de Tevgera
Apocî ji mînakên ku vê serkeftinê bi
qolincên mezin ê bi derdor re
pêkanî ye. Çîroka pêşketina PKK’ê jî,
gûherînek liser lêvên zinar şopandi
ye. Di herî demekî ku dihat gotin
xilas bû, wê xilas bibe de pêngavên
mezin ên guherînê hatine avêtin.
Dîroka guherîna PKK’ê bi serê xwe
jî dersên mezin di naveroka xwede
hildigre, dîroka têkoşîne kî bêhn bi
bêhnê ye. Him jî di nêvengekî
trajedîyek di dîrokê de kêm li weke
wê têdîtin de, li ruxmê xiyanetên
mezin jî tevgerekî hatiye pêşxistin
e. Guherînên mezin, weke du rûyên
madalyoyekî weke dilêma (ikilem)
mirin-mayînê ku dinava xwede
hildigre di xetekî de dimeşe. Bê
bawerî weke penceşêrê ketina nav
bastûrê û belavdibê, hêvî jî weke
motora bingihîn a meşêbû pêvajoyekî
fukarên kur dinava xwe de hildigirt
û nazikin. Gelek caran weke
pêdiviyekî jênerevîn dibe rojev. Ne
weke tercîhekî, weke ji bo tu heyîna
xwe bidomînî şertekî nebe nabê diyar
dibê. Encex dema wêrîn dest bi
gûherînê bikin jî rêwîtiya hêviyê
destpêkiriye. Xiyanetên kur, ji
hevketinên mezin, weke mûmê tefîn û
bê bawerî weke qedera van rêwîtiyan
dibin. Ew hêviya ji bo pêşerojê û
wire ya serkeftinê herî jêdere kî
mezin a hêzê ye. Hindek jî feraset
di fetlonekên giring de di demên
biryabûnên mezin de dibe rêhevalekî
te ê giring û rêberekî te ê dilsoz.
Ew windahiyên ku di hindir de
hildiweşînê jî dibe perçeyek giring
a ku destjênayê berdan a rêwîtiyê.
Va PKK’ya ku jinûve avakirin jiyan
kiriye jî, çîroka rêwîtiyek wiha ye.
Di aliyekî de mîna herî mînakên
alçax ên di dîrokê de hatine jiyan
kirin xiyanet, di aliyê din de jî
berxwedaniya ên tenê bi bawerî
destana gewdeyên ji her temenekî
naşibin hev û di navenga vê
dilemande ku di şopîne seknên bi
hemû şêweyan hene.
PKK’ê, ewên ku di şibiyan wana ku
vegûherîna xwe sernexistiye, PKK
vêna serxist pêkera vê ya bingihîn
taybetbûn û ciyewazbûna di bîrdoziya
xwe de, asta zanistiyê û ji
baneşanên berê di asta bi bandorbûna
bi sînor zêdetir, bi kevneşopiya
peyxemberiyê a dîrokê re ku pir
aliyên xwe ên dişibin hev hildigre
karekterekî Rêberti ye. Jiber PKK
partiyek Rêbertiyê ye. jiber vê
sedemê hemu nûbûnên ku Rêbertî di
xwe de dide avakirin, weke xet, bûye
xeta PKK’ê jî. Ji derketina PKK’ê
heya roja me ya îro tê zanîn ku
tevgereke zanistiye û ev jî bê
nîqaşe. Ew asta serkeftinê û
têkoşîna pêşxistiye vêna li gorê ku
tê xwastin jî sererastdike. Encex
şêwazê pêşketina Rêbertiyê a
diyarîkere. Rêbertiyek hertimî di
afirîne û pêşdixîne û li pişt wî
kombûyîna meşa rêhevalên wî ên pê
bawer bûye derbirîna her demekî
pêşketinê. Di her serdeme kî PKK’ê
da em vêna bi awayek eşkere û zelal
dibînin. Di hemu demên ku ew tiştên
neyînî jî têde xetimî mayî jî yê
têkoşînê bi rêve dibir, bi keda
mezin a ramanî û kiryariya Rêbertî
re, ji bê dawî bi Rêbertî bawerbûn
bû. Di demên ku vekirinên teorîk ên
nû nû dihatin pêşxistin de jî, kesek
pir zêde lê pirsîna ‘ wê çi bîne-çi
bibe’ ne dikirin hemu erkên ku dihat
dayîn bi canfedayiyek mezin hewldane
ku bînin cîh. Ev rewş him aliyê
PKK’ê ê herî xurt, him jî aliye wê a
herî lewaz dide avakirin. Herî aliyê
wê a bi hêze; jiber ku serkeftinan
tenê bi zanistiyê dest nagrê û ev
biriye pêngavên ku nayên avêtin.
Herî aliyê wê ê lewaze; jiber ku
hemû êrişên dijber di xalekî de, di
saziya Rêbertî de kom dike. Weke ku
di qomploya nav netewî de bûyî, di
bingihê hemû êrişên dijberan de ev
tespît heye. Ev tespît rojanebûyîna
xwe di parêze.
“ ji PKK’buyîn mîladek hemdemî
a Kurd- zayîna wê ye, ti guman nayê
dîtin.” Tenê bi gelê Kurd re
bi sînor nema ji bo gelên herêm û
cîhanê jî, bi meşekî çîrokî ji
heyecana wan re hevbeşbû, çalekiyekî
destanî ye. Bê bawerî û binkeftin
weke penceşêre kî mirinî di navenga
demekî xwastin ku vêna derbazê bûnya
mirovahiyê bikin de, bi berxwedanî û
çalekiyên hestên mirovane zindî dike
re qêrînek a ‘ azadî, wekhevî,
biratî’ kir malê dîroka mirovahiyê.
Ev herî dijminê ku dinava dijberiyê
de jî rastiyekî mafê wê radestî
kiriye ye. Bi vê aliyê xweve dema tê
hûrkolîn dîroka PKK’ê, tenê û tenê
heyecan dide mirov.
Salên 90’an de ku pêvajoya civakbûna
PKK’ê gihiştîbû herî asta bilind, di
heman demê de salên ku pêdiviya ji
nûve avakirinê jî hatibû rojevê.
Rêbertî divê serdemê de rexne ji bo
Sosyalîzma pêkhatî (rêl) pêşxistibû,
li hember ew bandora ku dinava mede
daye çêkirin jî weke tedbîr pêşxist.
Bi taybet ew vekirinên ku di V.
Kongre ya PKK’ê çêkiri ye, ne
amadebûna kadir (kadro) û hindek
serêtayê (ipucu) a paradîgmaya nû
hebe jî jiber sedema ku ev ne
gihişti pergalekî derbazê jiyanê
nebû. Ji aliyê Rêbertîve ew kongreya
ku di xwast li darbixe weke Kongre
ya ji nûve avakirinê a 6., jiber
sedema qomploya nav netewî û girtina
Rêbertî ne hiştiye ku liser vê
mijarê were sekinandin. Kongre ya
7., ji nûve avakirinê bi awayek cidî
û berfireh goftûgo kiribû û
pêşketinek giring çêkiribe jî, hîn
zêdetir atmosfera li pişt qomployê
ji bo belav bike û ji bo di têkoşîn
dayîna meşandin de biryarbûn zêdetir
xurt bike serkeftî bûye. Dibin
ronahiya perspektîfên parêznameya
DMME (AİHM) de tiştaku hatiye kirin
û bitenê gerîlare partî tenk hatiye
dîtin, kongre ya 8. ku xwe bi şêweyê
kongreyê bi rêxistin kir li cihê
PKK’ê KADEK hat sazkirin encex ev
gûherîn, hîn zêdetir hatiye wateya
ku li hember nîrxên partî guman
jiyan kirinê. Rêbertiya ku dît ev jî
demê berê derbaz nake û zêdetir bi
awayek şêweyî gûherîn çêbûye,
avakirina Kongra-Gel xistiye rojeva
rêxistinê. Encex Kongra-Gel’ a ku
hat avakirin zivirî plansaziya
tunekirina tevgerê. Liser vêna
Rêbertî ji nûve avakirina PKK’ê him
weke tedbîr û him jî weke pêdiviyek
xwastiye were li darxistin. Ji nûve
avakirina PKK’ê di sala 4
Nîsan’a 2005’an de hatibû
damezrandin.
Rêbertî di mijara ji nûve avakirinê
de li xwe rexnekirinên pir bingihîn
kir, ji paradîgmaya modern qutbû,
pergala xwe ya alternatîf formûle
kir. Bi paradîgmaya civaka azadî
xwaziya zayendî a ekolojîk-
demokratîk re pergala komûnalîzma
demokratîk ji xwere esas girt û
weke ‘meyla mine’ ku binav
kir PKK’ê weke hêza vêya
pêkanînê ji nûve avakir. Teoriya bi
hêz a di bingihê ji nûve avakirinê
de, gûherînên ku çêbûne jî wiha
nîrxand. “ bi
derbazkirina dogmatîzmê re aliyên
hîn di cîh de ji pênase ya dewlet,
îxtîdar, şer, netew û netew
dewletiyê re anîna min, ger were
xwastin jî ji bo civakekî demokratîk
a vekiriî ji şerekî berfireh a
parastina reware jî rêya çareseriya
dispêre ji nûve partîbûyînê vekir.
Ev nêzîkatî ntenê vegûherînek
stratejîj û taktîk nîne. Li pişt
xwede nêrîna paradîgmatîk û teorîk
ku dispêre ramanekî zanistiyê,
ramanekî siyasî a hîn dewlementtir û
şêwazê partîbûyînê heye. Ew
nexweşiya dewletparêziyê ku 150
salan mora xwe li Sosyalîzmê xist
derbazkirin, çemka burjuwayê a
netewî terkandin, şêwazê demokratîk
û komûnalîzmê a civakbûyînê di
dîrokê de esas girtin, îdeala azadî
û wekheviyê bivan gûherînên
bingihînve dayîna girêdan ango
vegûherînek wiha heye. Binavê PKK’ê
ew rexne û lixwe rexnekirin bi
awayek xwezayî pirsgirêka ji nûve
avakirinê dixe rojevê.”
Rêbertî ew çemka ku di gerdûna ne
zindî de ku heye, mecbûriyet, “her
tiştê dizane”, bûyer û arîşeyan
jihev qut dike; mekanîk, pêşveçûnekî
teng û bivê aliyê xwera qederparêz;
dijayetiyan liser mantelîteya weke
hevdû tunekirinê dana rûnişkandin,
jiber vê sedemê şer, tunekirinê weke
pêdiviyek xwezayî dîtin, dîyalektîkê
seranser destgirtin bi herî wateya
xwe a giştî ku bikare liser
zihniyeta dûalîte yê bide
rûnişkandin ku dispêre mantelîte ya
“ an…an”, îro ev bandora ku em
dixwazin liser xwe bavêjın ji
paradîgmaya moderen; gerdûnê zindî
dîtin kirde (özne) zêde dike, ji
hemû pêvajoyên gûherînên wesifîn re
kaos dide rûnişkandin, bi dibetî
hizirîn ji dogmatîzmê qutbûn, ji
bûyeran re ji mantalîteya reş-spî
durketin rengên navber, rengên
rastîn a jiyanê dîtin, kuantomî
hizirîn, têkoşînê spêrîna
“derbazkirin” ê dîyalektîka xwe
anîna asteya ku li gor rêgezên
gerdûnî li hev hatî nêzîkatiyek û
bi mantelîteya “him…him” derbazbûna
paradîgmaya nû, gûhertinên mezin da
çêkirin û armancên bîrdoziyê weke
bivê paradîgmayê ve dayîna girêdan,
weke wezîfeyek daniye li pêşiya
PKK’ê. Civakbûyîna xwe spêra vêderê.
Ji vê, paradîgmaya îxtîdarparêz-dewletparêz
qutbûn, îlana avakirian pergala xwe
a civaka dervey dewletê maye ye .
bê kû bi şibe pergala dewletparêz,
bi wanre di heman serdeman de jiyan
bike jî pergala xwezayî a gelan
dayîna avakirin re îdaya
derbazkirina wê ye. civaka xwezayî
bi zanistiya rojame re kirina yek
xwasteka ji nûve sazkirinê ye. bivê
aliyê xweve jî bi lezgîniya
derbazkirina pergala dewletparêz-hiyerarşîparêz
ku li hemu deverên cîhanê belavbûye
de ji projeya ji binîve destpêkirin
û gûhertina hemu cîhanê ye. PKK’ya
ku ji nûve hatiye damezrandin, ji
rastiya cewherê civak û mirovahiyê
dispêrîne jina dayîk di civaka
xwezayî de çêbûye ketiye rê civaka
xwezayî civaka rast, mirovên serdemê
mirovên rast, nîrxên serdemê jî weke
nîrxên mirov û civakê dipejirîne,
navê zindî kirina vê cewherê di roja
mede ye.
PKK, di dîroka mirovahiyê de pergala
dewletparêz a hîyerarşîk ku gihînek
nûye vêna weke jirê derketina herî
mezin dest girtiye û vêna weke ji
mirovbûn û civakbûna rast dûrketinê
wesifandiye, bivêna re hemu
têkoşînên muxalif ên di dîrokê de ji
xwere weke mîrateyek digre. PKK,
civaka xiranebûye, rewşa wê ya
xwezayî ku hevdu temam dike, hemu
kesan û hemu hevgirtiyan dinava
yekbûyîna xwede pejirandin weke
kirdeyek dîtin, xwe di komûnalîteyê
de dîtin, bi hemu hêza xwe tevlîbûn
û ji hemu hêza civakbûyînê sûd
wergirtin, mirov bi hawirdorên xwere
li hevhatî û dinava aramiyek de
dijîn, ti xirakirinên ekolojîk ku
nîne, pîrozbûna xwezayê weke qata
dibîne, jin weke hêza afirîneriya
bingihîn a civakbûyînê ku tê pîroz
dîtin, piştevanî, wekhevî û azadı
weke şêwazê jiyanê a tenêye, bi
mebesta civaka xwezayî were zext
kirin ku pergala dewletparêziya
hîyeraşîk ku pêşket weke jêdera hemu
pirsgirêkan dibîne.
Pergala hiyerarşî û zîhniyeta ku
dispêriyê him hawirdor ku aniye
rewşekî ne jiyînê û êdî dinava tuxmê
mirovan de bi milyonan jiyana tuxmên
zindî dixe nav tahlukeyê ji
xirakirina ekolojîk re him jî hemu
kesên civakê bi nîrx dibîne,
îxtîdarê nasnake, hevdu temam kirin,
û pergalaeko a mirovan ku têgotin
têkiliyên rêşber (organik) bi erdêve
kirina yek, li dijî çêkera civakî a
ji civaka ekolojîk dur dixîne ,
zivirîn li civaka ekolojîk re
hilweşîna bingihên ku dispêrê ye
şehristaniya çînî dixe armancan xwe.
PKK, paradîgmaya dewletparêz a
hiyerarşîk bi herî derewên mezin û
di bingihê xwede liser mirovahiyê
dizîn hatiye avakirin, mirovan di
civakê de li gorê cinsên xwe bi cîh
dike, zilam serdestê hemû qatên
jiyanê a mîsoger dîtin, jin jî weke
quloçê zilam dest digre li hember
rastiya koledariya herî kevin a
dîrokê, seknekî li gor cewherê
civaka xwezayî di cîh de ye. Navê,
jin weke hêza bingihîn a jiyanê,
edep dayîna mirovan ango civakbûna
mirovan dayîna çêkirinê ye.
zinhîyeta jinê ji dewletbûyînê re,
îxtîdarbûyînê re girtiye ji lewra jî
pirsgirêkên civakî nayê dîtin û weke
mifteya çareseriya bingihîn a
pirsgirêkên civakî ku civaka
dewletparêz a hîyerarşîk daye
avakirin dîtine. Navê Kolebûyîna jin
weke çavkaniya hemû koletiyan dest
digre, di civakê de azadiya jinê
krîtere kî azadiyê, sekna mirovekî
li hember jinê jî weke pîvanekî
wesfa wî mirovî dide diyarkirin dest
digre ye. Sazîbûyîna mêrantiyê di
dîrokê de hemû tundî, koletî, dewlet
ûwd…weke hêza avaker a naletiyan
dibîne, vêna çareserkirin jî weke
pêngava bingihîn a çareseriya
nebaşiyan dest digre. PKK, Înanna’ya
ku têkoşîn dide ji bo me’yên xwe ji
Enki bigre ye. Lîlît’a ku di çi
aliyan de ji Adem bê hêz nîne bi
xuda dana pejirîne. Gaia’ya ku li
hember pergala Zeus ku temsîla
pergala zilam a di herî asta jor de
dikede ye. PKK, dinava pergala
civakbûyîna jina dayîk de, dizane ku
bi awayek li hevker bijî mirovê
civaka xwezayî ye. PKK civaka
hîyerarşîk dewletparêz dibin xizmeta
karakterê zilamde ye, zayendiya
civakî azadkirin di wateya zayendan
de navê afirandina li hevkirine kî
ekolojık e.
PKK, zîhniyeta dewletparêziya
hiyeraşîk û mirovên pergalê jor
de-jêr de, rêve dibe-rêvebirin,
efendî-kole, xuda-evd û wd…li dijî
ev cudahiyên he bi hemû hevgirtiyên
civakê re hev temam dikin û bere
(yetenek) nayê zivirandina wesileya
serdestî dayîna avakirinê komînal
bûyîn û civakbûn tê şopandin navê
şêwazê jiyaneke. Herî naleta dîrokê
a mezin û saziya wî a pir ru saziya
dewletê azad û wekhev nîne, dispêre
xapandinan, berjewendiyan û hîleyan
jiber sedemên genên xwe nabe
saziyekî gelan û amaûrekî
çareseriyê ji vêna derketina rê
xwastekên gelan ên azadî û
demokrasiyê li dervey vê û navê
lêgerîna di jiyana xwezayî a gel de
dîtine. Bivê aliyê xwe tespîta “
çiqasî kêm dewlet ewqas pir civak,
çiqasî pir dewlet ewqas jî kêm
civake” di çarçoveya ku ji dervey
jiyana dewletê
derxistin-jiyanîkirine. Di hîmên
dewletê de nûneriya ku tê wateya xwe
rewa kirinê û li dijî demokrasiyên
bi dewlet navê sazkirina
demokrasiyên rasterast û dispêre
binî a gelan e.
PKK bi van aliyên xwe, pergala
dewletparêz a hîyerarşîk ku tê
wateya şêweyên cudatir ên koletiyê
ew xwe sazî kirina wê a liser, mirov
efendiyê xwezayê ye, li hember
derewa pêwîste xweza were fetih
kirin bi zivirîn li ekolojî ya
civakî ra, mirov wekhev ne hatiye
afirandin hinek didin meşandin û
hindek jî bi awayek mîsoger pêwîste
werin meşandin li hember vê derewê
jî , bi demokrasî, jin duwemîn, weke
dirêjahiyeke zilame û jin ji hemû
lingên jiyanê dur hatiye avêtin,
hertiştî li gor berjewendiyê zilam
bi rêkûpêk kirinê re rewakirin li
hember van derewan jî bi azadkirina
zayendiya civakî re gelên ku ji
dervey dewletê mane di wateya rastde
avakirina paradîgmayek xilasiyê
gihandina azadî û wekheviyê û navê
vêna li gor cewherê bûyîna mirov
di cîh de sazkirina jiyanê ye.
Pêşengê vê ye.
Jiber vê sedemê PKK, dinava herikîna
dîrokî de li hember pergala
dewletparêz a hîyerarşîk nûnerê
nîrxên komînal ên demokratîk a
civaka xwezayî ye. PKK, bivê aliye
xwe pergaleke alternatife li dij
pergala heyî a dewletî ye. li hember
koledariyê navê ref girtina li dijî
pergalê ye. ji bo yên têkoşîna
wekhevî, azadı û demokrasî didin tê
wateya paradîgmayek nû û kiryarîbûna
wê ye. Liser bingihê ku ders ji
dîroka pergala dewletparêz
hîyerarşîk a heyî ketiye nav
lêpirsîne kî dîrokî ketina wan nav
têkoşîne kî germ PKK û Rêbertiya wê
jiber vê sedemê ji aliye hêzên
pergalê ve weke dijminên ku pêwîste
werin tunekirin hatiye nîrxandin.
Divî alî de herî dawî li hember
Rêbertî ya me ew bûyera jehr dayîna
ku bi şêweyek alçaxî ku pêkanîne
pêwîste weke kiryara pergala
dewletparêzî ya hîyerarşîk were
dîtin. Bûyerek ewqas fireh û pir
aliye kî mirov nikare tenê bi
dewletek re û bi hesabên teng ên
siyasî re rave bike. Rêbertî ji
pergala dewletparêz a hiyerarşîk re
ku muxalîf mane ji hemû dogmatîzma
dîrokê qutbûyîn, aamûrên têkoşîna
xwe ji ji îxtîdarê xilaskiriye, li
ruxmê tekela zanîna pergalê jî ew
zihniyeta ku pergala xwe dispêrê
hemû cureyên zihnî eşkere kirin,
zihniyetekî azadiyê ji gelan re bîne
desxistina holê û vîna spêrîna vana
hemûyan re ketina nav têkoşînê
hatina zimane. Bivê aliyê xweve
Rêbertî, li dijî desthilatdariya
zilam israr bûna jin a di mirovbûnê
de berxwedaniya wê a mirêsar e. Li
dijî şahristaniya dagirkeriyê
têkoşîna bê hempa a bê dawî ya
etnîsîte yê şêwazê jiyana
komînalîzma demokratîk e. Li dijî
pergala Qral xuda a Nemrut û
Frawun’an têkoşîne kî înatok û bi
sebir dide meşandin, lê bi demê re
ji şîbîna pergalê ku nekarîn tam xwe
xilas bikin bi qasî derketinên
peyxemberî bi bawer lê hîn bi
zanistî û hatina ziman a bi encame.
Koletiya ku giştîbûyîn û kûrbuyîna ,
herî pergala ku ji mirovahiyê
durketiye li dijî hovîtîya
kapîtalîzmê bi hêza xwe ya heyî ku
li berxwe dide lê êku nekarîne ji
bûyîna mezhebê pergalê xwe xilas
bikin têkoşînên civakî û li cihê
tevgerên netewî binavê bindestan ji
dervey pergala desthildaran
sazkirina pergala gelan e. Weke
bivan hemeû kombûyînên dîrokî ji
pergala Rêbertî jivê pergala rêşber
a heyîre di asteya gerdûnî de
afirandinê di tirsin. Pergala
hîyerarşîk dewletparêz , vêna weke
dawiya xwe di şîrove dikin. Jiber vê
sedemê Rêbertî û hêza kiryariya
Rêberî, ji PKK’ a ku hêza Rêbertî
civakî bikere tûcaran weke dijmin
îlan kirin û li hember vê bûna yek
paş ne sekinîne.
Jiber vê sedemê PKK’ya ku jinûve
hatiye sazkirin weke di her aliye kî
de ji pergala desthilatdariyê qutbûn
destgirtin, nakokiya xwe a bi
pergalê re tenê weke nakokiye kî
siyasî destnegirtin, di bingihê
tiştên ku tên jiyan kirin de pevçûne
kî pergalan, zihniyeta re pêwîste
tûcar ji mejî dernekeve. Di têkoşîna
dîrokî a tez-dijî tez de di navbera
Civaka xwezayî û civaka hîyerarşîk
dewletparêz de, weke nûnertiya
hemdemî a civaka xwezayî destgirtin,
him PKK di wateya rast de çiye?
Nûnertiya çi dike, him jî ew hêzên
ku PKK mecbûre ku rûberûyê hev werin
çiqasî pir û xedarin wê derxîne
hole. Bivê aliyê xweve hemû PKK’yî
bêku bi pergalê re di çi qatan de
şibîna hev erkê wan ê dinya dayîna
gûhertinê heye. Qismên gel ên ku ji
dervey dewletê mane ew bendewarî û
hevî yê wan û ji aliyê
desthilatdaran ve hatiye dagirker
kirin erkê wekhevî û azadı dayînê
heye. Weke îfadeya van hemûyan
jiyana komînal a demokratîk ya gelan
erkê pêşxistina wekhevî û azadiya
gelan heye. Gelê ku dervey dweletê
dimîne di sazkirina pergala komînal
de PKK, weke heyîne kî pêşengtiyek
bîrdozî û jiyanî, civak di çarçoveya
cewherê heya vegûherîna xwe çêbikin
wê were domandin. Ji paradîgmaya
dewletparêz-îxtîdarparêz qûtbûn, xwe
ji dervey pergala desthilatdariyê
hiştin, ji bo mirovahiyê modela
partiyek nû, şêweyê wê ê rêxistinê
jinûve avakirina PKK’ê ji bo hemû
mirovahiyê bi xêr bibe…
Xebat Andok
|