|
Rastiya
Şehadetan Rêka Herî Sexlem A Ku
Mirov Li Ser Bimeşe Ye
Sînan
Şahîn
Meha
Gulan ê
weke meheke şehîdan ketiye nava
têkoşîna azadiya Kurd. Yekemîn
şehîdê PKK di vê mehê de pêkhatiye,
di
nava
vê dema şehîdê me yê yekemîn heya
dema me ya îro meşîna şervanên
Kurdistana azad a bê gûman, hatiye
rewşeke artêşa şehîdan a hejmara wê
deh hezaran derbaz kirye. Bîranîna
şehîdê yekemîn rê li ber têkoşîneke
mezin vekirye, rastiya gel û rastiya
partiyeke ji serkeftinê re kîlît
bûye derxistiye holê. Di Kurdistanê
de afirandina van rastiyan bûyereke
afirandinêye ku mirov nikare wan li
tiştekıı din ve qiyas bike. Dema
rastiya Kurd a jiyînkirinê tê
şopandin wê wate û nirxa van
afirandinan hîn zêdetir bê fêmkirin.
Kurd
xwediyê paşerojeke dîrokî ne û di
qada dijî de xwediyê rewşa gelê herî
kevnar e. Yekemîn gelê li ser vê axe
bicihbûye Kurd in, ji civakbûn û ji
jiyanê re yekemîn car li vir çavên
xwe vekiriye, di gerdûnbûna
mirovahiyê de bûye xwediyê risteke
pir girîng. Weke gelekî afîrînerê
Neolotîk ê, ew qes jî di pêşveçûna
dîrokî de bûye xwediyê afirandina
cîdî, di afirandina amûrên
‘şeristanî’ de û di pêşveçûna
mirovahiyê de xwediyê risteke
jênerevîn e. Tevî vê jî di qirna 20.
de hatiye rewşeke wisa ku heyîna wî
bibe mijara gotinê. Heta ji aliyê
hêzên metînger de bi israr tê gotin
ku gelekî wisa nîne, hertiştê bi
navê Kurd hebe kirine nava sînorên
qedexeyê de, reftariyeke xwedî lê
derketinê jî bi ciza û helwestên
giran re rû bi rû hiştine.
Kurd
di tevahî dîrokê de fêrî azad jiyînê
bûne, bi vê fêrî bûnê ve heyîna xwe
domandine. Tevî di afirandina amûrên
şeristaniyê de û di pêşveçûna
şeristaniyê de xwediyê risteke
mezinin jî, xwe bi taybetî ji
karanîna van amûran dûr girtine. Ger
mirov bêje têkiliyê civaka
dewletgerî nejiya ye wê neye wateya
nirxandineke nepixandî. Ji derveyî
jiyan û têkiliya civaka xwezayî ya
xwe dispêre yekemîn forma rêxistî
etnîsîte derneketiye. Tevî xwediyê
derfetên dewletbûnêye jî heya roja
me ya îro nebûye dewlet, bi israr jî
ji vê dûr sekiniye. Tevî berdêla wê
ji şeristaniyê qûtbûyîne jî di nava
çiyan de mayînê ve elimandina xwe ya
jiyîna azad domandiye. Tevî pergala
dewleta çînatîparêz pêşketiye û li
ser gelek civakan bandor çêkirye jî,
Kurdan ev binesaziya pergala
dewletparêz zêde nasnekirye û
neketiye bin bandora wî. Kesek
nekirye kole û nebûye koleyê kesek
î. Di vê wateyê de ger dê behsa
gelekî ku tevlî tewanbariya pergala
dewlet û civaka çînatparêz nebûye an
jî kêm tevlîbûye bêkirin, qet gûman
nîne ku ev gel jî dê gelê Kurd be.
Lê dîsa jî Kurdan xwe ji nifş
qirkirin û ji qirkirinên herî mezin
xelas nekirine. Herî zêde jî di
qirna 20. de bi van pêkanînan re rû
bi rû maye.
Kurd di nava gelên ku welat û gelê
wî hatiye perçekirin û li ser her
perçeya wî mêtingeriyeke cûda tê
pêkanîn de cîh digirin ango yek ji
wan gelan e. Dibe çi mînak di vê
astê de nebin jî. Berya hertiştî di
nava herdu hêzên di herêmê de
xwediyê hêza herî mezin e, Osmanger
û Sefeviyan de; bi şerê 1. ê
parvekirinê de ji çer perçeyan re
hatiye perçekirin û parvekirin. Dema
her yek parçe ji mêtingeriya
Tirkiyê, yek parçe ji daqirkeriya
Farsan re dimîne, perçeyek digihije
mêtingeriya Ingîlîz, perçeyek
digihije mêtingeriya Fransiz, piştre
jî ev hêz devrî çînatiya desthilata
Erep a ku bi têkiliyê mêtingeriyê ve
girêdayî ye dikin. Ji vê şûn de jî
bi şêwazekî herî hovane û wehşî di
Kurdistanê de statuyeke mêtingeriya
dagirker tê çêkirin.
Berya
welatê wan bikin çar perçe Kurd
herçend dibin dagirkeriyên cûda de
bin jî parastina azadiya xwe
didomandin, dema nêzîkbûnên
kêmkirinê pêşdiketin jî liberxwedanê
neraviyane, fedekariya pêwîst dikir
pêşkêşkirin e. Heya xwediyê vê
nêzîkbûnê bûne, welatên wan hatibin
dagirkirin jî azad jiyîn domandine.
Lê jiber meylên wan ê hizr û
nêzîkbûnên wan a dewletbûnê nebû, di
vê hêlê de nebûne xwediyê
rêxistineke wisa. Tenê bi
rêxistinkirineke xwe dispêre
têkiliyê eşîr û tenê li ser bingeha
parastina azadiya xwe tevgerîne. Di
vir de ji bo welatê xwe û gelê xwe
têkoşînê de û şehîd dayînê de lewaz
mane. Dema ez vê dibêjim ez nabêjim
mirovê raperîna Kurd şehît neketine
ango vê nizanin. Berovajiyê vê dibe
gelê herî zêde bi qirkirinan re rû
bi rû maye ev gel e. Jin-zilam,
ciwan-pîr, zarok bi qirkirinên
komkiri re rû bi rû mane. Bi
qirkirinên yek carî de deh hezar
mirovan tune dikin, ji êrîş û
qetilkirinan re rû bi rû mane. Ev
rastiyên dîrokê yên tên zanînin.
Tişta em behs dikin dema hewce bû ji
bo welat û gel ketina rêka hêz,
wêrektî û dayîna bîryara têkoşînê
ye. Rastiya tê şopandin de mile kêm
mayî ev e.
Berxwedanên di qirna 19. de
pêşketine di nîvya çarêka qirna 20.
de jî berdewam kirye. Dewletbûn û
netewbûn di van raperîna de nikariye
bibe bandor. Dank jî be sedema
çînatiya desthilatdara Kurd a li
dijî nêzîkbûnên dangav dikin û
zextan çêdikin nêzîkbûnên parastina
desthilatdariya xwe çavkaniya xwe ji
daxwaziya jiyîna jiyana azad a ku ev
sedsale fêrîbûne de digire. Jiber
dewletên herêmê yên dest bi
navenbûnê kirine hewl daye
nêzîkbûnên otonom ji holê rake, vê
ji jiyana ku Kurd ferî bûne
hejandiye. Nakokî û pevçûyîn,
raperîn pêşketinên di vir de
çavkaniya xwe digirinin.
Perçiqandina raperînan rê liber
windakirin û xirapbûna nirxên kêm jî
be pêve girêdayîne vedike, nirxên
pîroz ên weke welat û gel hatiye
rewşeke wisa ku heçku nirxên herî
zêde jê were dûrketin ev nirxin.
Qetilkirinên hatine jiyîn rê li
pêşiya nêzîkbûnên ger ji bo welat û
gel nêzîkbûneke erênî ya herî biçûk
çêbibe wê bi tewanbariya herî mezin
rê rû bi rû bîmîne re vekir. Dema
libervî nîvya çarêka qirna 20. ve
tên êdî rewşa welat û gel li tê de
dijîn û mercên wê çine? Kesekî pir
zêde eleqeder nakirye. Rastiya ger
mirov ji bo wê têbikoşe wê rîskên
jiyanê çêbike mirov ji welat û gel
qûtkiriye, dûrxistiye. Ji bo şerekî
malbata herî erzan mirinê
dipejirînin lê ji bo nirxên herî
mezin ên wek welat û gel mirinê ango
berdêleke herî biçûk dayînê re dil
nadin, nadin berçav, hatine rewşeke
wisa dilbi êş. Rastiya şehadet di vê
xalê de girîngiyê qezenc dike. Ji bo
nirxên weke welat û gel jiyana xwe
dayîn lotka (zîrve) pîrozahiyê ye û
ev lotkeya pîrozbûnan di her gelî de
weke şehîdan hatiye pênase kirin. Û
her gel nirxandiye ku rêka şehîdan,
rêka herî bitendûrist a ku mirov li
ser bimeşe ye.
Dema
libervî salên 1970’an tên ji aliyê
dijmin ve pirsgirêka Kurd hema hema
helbûye, çareserbû ye. Helbûn
çareseriya pirsgirêkê îfade nedikir,
vedigot ku ji bo carek din nerabe
ser lingan hatiye tunekirin.
Kurdistan bi gelê xwe ve hatibû
tunekirin, veşartin, ser wî hatibû
betonkirin. Xeyala Kurdistanê jî di
bin vê betonê de bû û tişteke ji
rastîbûnê hatiye derxistin nayê
xeyalkirin. Dihat hizirîn ku carek
din narabe li ser lingan. Jiber
Kurdatî, ji mijareke ji bo wê bê
têkoşînkirin hatibû dûrxistin. Ji bo
wê şehît ketin dana berçavê xwe em
danin aliyekî, mijareke herî zêde jê
dihat revîn bû. Lê xwedî derketin
berdêlên giran dixwast. Li gel vê
mirovê Kurd di rewşeke ji xwe re
bîyanîbûn û ji rastiya xwe revînê de
bûn. Di bin van şer û mercan de bi
navê Kurdistanê têkoşîn meşandin,
dana meşandin, gelekî mîrî hatiye
pejirandin carek din rakirina ser
lingan ji ked, hewl û fedekariyê
wêdatir şehît girtina berçevê xwe
hewce ditît. Mirî rakirina ser
lingan ji vê wêdatir gengaz nebû.
PKK
di bin van mercan de dest bi
têkoşînê dikir. Dema hevokên yekemîn
dihatin ziman wê demê dihate dîtin
ku bi talûkeyên mezin re rû bi rû
ne. Roj bi roj, gav bi gav têkoşîn
dihat pêşxistin, herku diçû
digihandin devdoreke hîn firehtir.
Lê divê mirov bêje ev wisa esan û
yek carî de çênebû bi pênaseya
Rebertî ve “bêhn bi bêhn (nefes bi
nefes)” hate meşandin. Di civakê de
hêviya serkeftina vê têkoşînê nebû.
Derfeta serkeftina têkoşîn an jî
xebateke tu jiyana xwe di berda feda
nekî bisînor e, lê berovajiyê wê jî
derbazdar e; têkoşîneke ku mirovan
liberda jiyana xwe feda kirye dê bi
teqez encamekî biafirîne.
PKK
çawa gava xwe avête nava têkoşînê wê
demê bi talûke û êrîşan re rû bi rû
ma. Tevî komeke biçûk û xwediyê
derfetên pir bê sînor jî bûn rê
liber talûkeya cîdî ya li ser dijmin
re vekirîbûn. Hatiye xwestin ku
derketina komê ya ji Enqerê û ketina
wan a li Kurdistanê bê astenk kirin.
Dema nikarîn pêşiya derketinê astenk
bikin û dema xebata propaxanda,
ajîtasyon a Rêber jê re gotibû “Sefera
Kurdistanê” di her bajar de hate
rêxistinkirin vê carê vê rê li
pêşiya pêşxistina komplo û êrîşên
destpêkê vekir û bû sedem ku PKK
yekemîn şehîdê xwe bide. Herçend
komplo û êrîş bi navê hinde hêzên
cûdatir hatibe kirin jî, mîsogere ku
ji aliyê dewletê ve hatiye pêkanîn.
Yê ku Haqî Karer qetilkir dewletbû.
Bi awayek pir zanist
Haqî hatibû hedef girtin. Tevî ew
xwe Tirk bû ji bo çareseriya
pirsgirika heya dawiyê bi rîsk û
dijwar a Kurd têdikoşa. Tevî Kurd
bixwe ji bo çareseriya pirsgirêka
xwe heman wêrektî û bîryarbûnê nadin
nîşan Haqî Karer da nîşan, ev jî di
çavê dijmin de nereviya ye. Di
nirxandina Rêber de jî tê dîtin ku
çima Haqî hedef hat girtin: “Belê
di îro de şehadeta heval Haqî Karer
heye. Ew şehadet wisa pêkhatibû.
Haqî hevalekî me yê bidil, wêrekbû,
yek jî yê herî zêde rewşa min
fêmdikir ew heval bû. Bi rastî jî
hevalekî mirovahiyê bû. Herî zêde
bawerya xwe da me û bi wêrekî got;
“Ez dê bibim mîlîtanekî vê dozê” û
berya ez jê re bibêjim bike, wî dest
bi kirinê kir. Dijmin ev dît: Haqî
Karer mîlîtanekî vê dozê yê herî
bicewher, herî bêdûbendî (ikircik),
yê herî zanist û zîrek bû”.
Di derbarê wextê
êrîşê û di derbarê cihê êrîş li tê
de çêbûye jî Rêbertî ev dabû
diyarkirin:
“Me cîvîna xwe ya
herî mezin li Entepê di şeva 13
Gulan a 14 Gulanê bi xwe ve girêdide
de çêkir. Heya sibê em di odekê de
bûn. Ku ew jî sefera min a li
Kurdistanê bû. Me li Agirî destpê
kir, li Entepê xilas kir. Jixwe di
wê demê de min got “me ev cîvîn
xilas kir, ez êdî diçim Enqerê, ger
em bimrin jî ez xeman naxwim, tixim
(tohum) hat çandin wê biteqez şîn
bibe”. Çar roj derbaz nebû, ji
Entebê agahî hat. Min got “Temam,
jixwe tişta dihat hêvîkirin jî ev
bû”.
PKK
rastiya şehadetê bi dayîna şehîdê
xwe yê yekemin ve naskir. Êrîşa li
ser Haqî ya hatiye çêkirin û
şehîtbûna wî tenê ne êrîşeke li ser
wî hatibû kirin bû. Ev êrîş xwediyê
wateyeke hîn mezintir bû: berya
hertîştî peyamek ji yên dijîyan re
bû. Xwestibûn bêjin ger hun devji wê
rêka we girtiye bernedin û têkoşînê
bidomînin wê dawiya we jî wisa be.
Yan dê devjê berdaban yan jî dê
dawiya wan jî wisaba. Devjê berdan
wê ji bîranîna şehît re bûba
bersivek herî xirap, yên di şûn de
mane û di heman rêkê de nameşin dê
kişandiban nava “teqna (bataklık)
xiyanet ê”. Riska bi bîranîna şehît
re girêdayî mayînê hebû ku Rêbertî
dida diyarkirin ew piştî sefera li
Kurdistanê şûn de benda şehadeteke
wisa bû. Dibêje jixwe “tixim hate
çandin” û jixwe kom ji encamên
çêbibin re amedene. Ji bilî vê çi
altarnatîfên din nebûn û jixwe komê
jî ji bilî vê çi altarnatîfên din
nedipejirandin. Ji derveyî vê çi
reftariyên din li mirovan nedihat.
Li gorî vê nêzîkbûnê
tevgeriyan û di wateya teqez de ji
bîranîna şehîd re bersiv hate dayîn.
Bersiva herî mezin bi damezirandina
partiyeke têkoşînê bê navber bide
meşandin ve hate dayîn. Li ser esasê
pêkanîna xeyalên şehît, îtopyayên wî
yê di derbarê azadî û wekheviya
mirovahiyê pêşketinên xurt hatine
çêkirin û gelekî di asta tunebûnê de
li ser bingeha anîna rewşeke gelê
vejînê û berxwedanê ji nûve hatiye
heyîkirin. Di PKK de ji bîranîna
şehîd re girêdan di bingeh de hatiye
rewşa felsefe, ji her bîranîna şehîd
re di wateya teqez de girêdan mayîn
hatiye jiyîn. Di vê mijarê de
Rêbertî van diyar dike:
“Di bîranîna şehîdan
de israr kirin, tişta pêwîst dike
kirin weke tevahî şehîdên pişt re
şehît ketine eleqeder dike, di kesên
dijîn de jî me anî rewşa xeta jiyanê
ya mîsoger û ev wekheve xeta şehît.
Heya ji xeta şerê gel re jî hate
anîn. Yên ku nizanin ji şehîdan re
wisa werin girêdan, mîsoger weke
bêrêz in, ew tu caran nayên rewşa
şexsiyetên xwedînirx.
Şehît, pêwîst dibîne ku tu dibin her
mercan de girêdayî bimînî. Ji şehît
re mafê wî dayîn di PKK’ê de teşeya
nêzîkatiya bingehîne û weke me gotî
ev felsefe ye. Ên di nava refên PKK
de cîh digirin, têdikoşin, ji bo vê
dozê şehît ketine baş dizanin ku dê
berdewamkarên xeyal û bîranînên wan
çêbibin. Ger em weke şiyarekî jî
bînin ser ziman şehît dizanin ku
tucaran çekên wan li erdî namînin.
Ev di nava PKK de ji bûyîna şiyar
derketiye. Rastiyeke ku li ser şopa
şehît tê meşandin heta hatiye rewşa
rastiya jiyanê. Jiber vê sedemêye ku
çavê yek mîlîtanê ku di nava PKK de
têdikoşê li pişt nemaye, bi hezaran
di xeta şehîdan de meşiyane.
Ji bo
bîranîna Heqî, di heman rojê de
Halîl Çavgûn an, her çar hevalan
(dörtler) û bi hezaran meşiyane û
bersiv dayîne. Di PKK’ê de şehîtbûna
bi Heqî re destpêkiriye gihiştiye bi
deh hezaran û ziviriye artêşa
şehîdan. Meha ku herî zêde şehîdên
me li tê de çêbûne jî meha Gulanê
ye. Mîsogere ev girêdana bi bîranîna
şehîdê yekem û ji bîranîna şehîdan
re bersiv dayînê re girêdayî ye.
Jiber vê sedemê ye ku PKK meha
Gulanê weke “meha Şehîdan”
îlan kirye. Ji derveyî van rêberên
mezin ên tevgera ciwanên Tirkiyê ku
di bîryara têkoşîna şoreşger a Rêber
de bandoreke pir mezin çêkirine
Ibrahîm Kaypakaya, Denîz Gezmîş û
hevalên wî jî di nava şehîdên meha
Gulanê de cîh digirin. Jixwe Rêbertî
li ser bingeha ji bîranîna wan
şehîdên mezin re girêdayî mayînê
tevger pêşxist, weke pêwîstiya bi
bîranîna Heqî ve girêdanê tevger
kirye partî.
Di
Kurdistanê de êdî nirxên pîroz ên
weke welat û gel ji nûde gihiştiye
wateya xwe. Yên ku ev çêkirine û
serxistine şehîd in. Şehîdan ji me
re pêşerojek û îtopyayên xwe hiştin.
Ya din jî ji me re rêkek xîzkirin.
Ji bo pêwîstiya girêdana bi
bîranînên wan re beyî ku çavê xwe
bitirsînin an bigrin em dê ew rêka
wan ji me re xîzkirine de bimeşîn;
em dê xeyalên wan bikin jiyan bixwe.
Jiber em dizanin: “bîranîna
şehîdan, pira di navbera jiyan û
mirinê de ye. Em li ser derbazdibin
û liberveyî jiyanê ve diçin”.
|