|
1’ê Gulanê, Dı
Sosyalîzm Û Dı Pkk’ê De Çareserıya
Gerdonî Ya Pêşdıkeve
Dema
em kevneşopiya 1’ê Gulanê ya cîhana
xwe ya hemdemî ji sala du hezeran re
penc sal mayî dinirxînin û hewl
didin ku di nava kedkaren de vê rojê
weke rojeke têkoşînê û piştevaniyê
pîroz bikin; vê di nava rastiya
têkoşîna sosyalîst a partiya xwe de
dîtin, dana nîşandin di wateya
rojane de jî xwediyê wateyek mezin
e. Bêgûman di destpêka dîrokê heya
neha cîhaneke kedkaran, venêrîneke
yên tên perçiqandin, dagirkerkin a
cîhanê haye. Di heman deme de
berjewendî û piştevaniya ku xwe
dispêre vê berjewendiyê, rêxistin û
têkoşîna wan heye û didome. Her wiha
dîroka têkoşîna sosyalîzmê, heya
mirovahî hebe, dê wisa bidome û
biçe. Di roja me ya îro de jî jiyana
civakek mirov a xwe gihandiye
bingeheke zanist di nava nakokiyên
mezin de tê û diçe. Ne nêzikatiyên
cenawirî yên di hindirê mirovahiya
ku lawirên hovane nade gerandin, ne
jî îtopyayên bihûştê ji dûrî
gihandina armancên xwe ne. Bi qasî
armancên civakî, dînatiyên pir zêde
takekesî, çewtbûnan bi awayek
mîsogerî didin domandin.
Civaktî, xweserê mirov e, teşeyeke
nebûyîna heyînek bê wî ye.
Jixwe şer jî di vir de destpêdike.
Ji bo kesayet civaktî çiqas
derbazdar e? Di nava civakê de
azadbûna kesayet, çiqas ji bo cıvakê
ye? Cewherê nakokiyê ev e. Jiber vê
bi pêşxistina bîrdozî, çareseriyên
curbecur ve, di roja me ya îro de jî
heya nêzîkatiyên sosyalîst ên nêzîkî
zanistî jî kariye pêşbikevin.
Çareseriya civakî netenê bi
sosyalîzmê ve çêbûye, lê yê herî
nêzî îfadeya zanistê sosyalîzm e,
berê jî hema hema tevahî ol, sihir,
heta gelek cûrên hizrên din, di
aliyên erenî an jî yê neyînî de ji
pêwistiya civakbûna mirov re
bandorek dane çêkirin. Şerê paşverû-
pêşketî, hizra darîtî-reşîtî,
nêzîkatiyên hevaltî-dijminatî tevahî
berhema vê nakokiyê ne. Wisa tê
fêmkirin ku di tevahî dîroka
mirovahî –êdî ev dê an bi vîna wî
çêbibe an dê bê vîna wî çêbibe- heya
bidawî dibe dê bidome biçe.
Em van têgehên giştî ji bo vê diyar
dikin; bi taybetî jii aliyê çînên
sosyal an jî tabeqeyan ve roja me ya
îro de, ji bo ku van berjewendiyên
xwe veşêrin bi awayek israr kirina
propagandayên diperçiqîne ve,
nêzîkatiyên ku van berjewendiyan
tîne ziman û bi ısrar dibêjin dawiya
sosyalîzmê hatiye weke çarenûsekê
dixwazin ji kesên di rewşa bêmaf de
ne û dibin dagirkeriyê de ne bidin
pejirandin û bi awayek jênerevîn
dixwazin dûbare bikin. Destpêkê
hêzên emperyalîst, dewlet, îdeologên
wan yên di asta curbecur de firsend
girtine destê xwe û dixwazin bi
tevahî hêza xwe ve serkeftinê
mîsoger bikin. Reel sosyalîzm hewl
dide ku ji bo van îdîayê xwe bihêz
bike, rewşa hilweşîn û tehlîla
sosyalîzma ku pêşketina herî mezin
di nava heftê salan dawiyee de
jiyaye bide karanîn.
Di her serdemên dîrokê de pêvajoyên
wisa tên jiyîn. Hêzên biberjewend,
statukoger û hêzên hîn zêdetir
diperçiqînin, dagirker dikin dibeje
“ji firsendê fayde girtin”, weke tu
dibêjî qey divê heya dawiyê
berjewendiyên wan serdest be, tevahî
hunerên xwe didin axaftin. Ger
hişyarî nebe dikarin gelek serkeftî
jî bin. Di vê wateyê de ji bo
têkoşînên sosyal divê tevahî aliyên
rastiya rojane bi awayek kur bê
fêmkirin. Ji bo tevahî mirovahiya
cîhanê, ji bo qismê tê perçiqandin,
tê dagirkirin, dê bêgûman têgeheke
wan a jiyanê, fêmkirina wan ya
cîhanê û dê ji bo wê têkoşîna wan
hebe. Sosyalîzma hatiye damezirandin
qonaxeke vê bû. Heta berê jî şoreşa
Fransız de ev hebû. Berya şoreşa
Fransizê jî di tevahî şoreşan de,
heta di şoreşa Islamê de jî ev hebû.
Weke di van şoreşan de yên hatine
perçiqandin, mêtingehkirin hebûn,
nêrînên wan ên cîhana radîkal an jî
şerê wan hebûye. Di tevahî dîrokê
de, di tevahî gelan de, di tevahî
qonaxên dîrokê de ev bi awayek
belave jiyankirye. Lê ev pêşî dîtina
me ya rastiya di roja me de tê jiyin
nagire ango nikare asteng bike. Divê
em ne bi nêzîkatiyên nepixandî, ne
jî bi yê inkarger ve dûrî nirxantina
tevahî aliyên rastiyê bimînin.
Dikare ev jî bê gotin; hertim hewl
tê dayîn ku yên tên perçiqandin,
kedkar bê hizir bên hiştin uu asta
mejiyê wan ee pêşketinê kêm bikin.,
bi taybetî nahêlin felsefîk-polîtîk
bihizirin, di vê mijarê de hewlek
pir mezin tê dayîn ku wan bikin
şopdarê serdest û dagirker an. Ji bo
rastiya serxwebûna bîrdozî-polîtîka
xwe ya serbixwe nebînin û bi şoreşê
vê rastiya xwe ya dijîn neguherînin
yan tên xapandin yan jî bi zorî ji
şoreşê dûr dixînin. Gumanên jiyana
rojane, mercên jiyanê yên her ku
diçe zehmet dibe pêşiya gav avêtina
kedkaran digire. Ev, îro jî tê jiyîn.
Bê asobûn, neferzkirina gava ku ji
rojê re bê ferzkirin di dereceya
dawiyê de belav e. Ev hem di
rastiya cîhanê de, hem jî di rastiya
Tirkiye-Kurdistanê de hîn aşkeretir
e. Û rastiya dîroka bindestan a
bilehnet (lanetli) jî wisa derkete
holê.
Divê watê de rastiya ku em hertim
didin karanîn a gelê bilehnet,
çînatiya bilehnet jî ev e. Devj ji
dûvika serdestên xwe neberdan, xwe
ji vehûna têkiliyên wan ên berjewend
xilas nekirin, heta ji wî re xwe
dana pejirandin tê wateya gelêkê
bilehnet an jî çînatiya bilehnetî.
Ev jî bingeha sedema hovanatî,
ketîbûn, jar hatina dîtinê ye.
Rastiya xwe azad nedîtin, di bin
çavdêriya serdestên xwe, dagirkerên
xwe ango di wateyekê de li ser xeta
dijminê xwe meşîn, xwe li wî dana
qebûlkirin rewşeke herî xirabe ku
mirov bikevê. Bingehê bê ehlaqiyê jî
ev e. Mîsoger sedema kêm hizirin,
di asta herî kêm de jî
berjewendiyên xwe yên madî pêşwazî
nekirin jî ev e. Me jî bi israr di
vê xalê de hevokên “ketî û kirêt”
pir karanî û ev di cîh de ye jî. Em
heya dawiyê di vê de bi israr in. Di
vê wateyê de asoya sosyalîzmê bi
bîryareke mezin ve paraztin, vê bi
awayek azad jiyîn û şerkirinê ve
kirin girîng e. Dema tê kirin pir
gîring e ku mirov ne di nava
xapandinan de be.
Jiber, encex kedkar bikarin civakê
di wateya zanist de hîn zêdetir uu
baştir fêmbikin. Tevahî nebin jî,
nîvyê tevahiya çînatiya ji derveyê
kedê serî li derew û doxmatîzmên
curbecur didin. Dibe derewên ku
çêdikin weke bîrdoziya mayîn de
ferzbikin, ango biteqezî ferzbikin.
Lê weke di her serdemên dîrokê de
heyî, yên xwediyê kedê, yên di nêzîk
de bi encamên wê ve eleqeder dibin
jî, pêşxistina bîrdoziya şoreşa nû
de zehmetî nakişînin, di vê xalê de
bibîryar in û vê jî derdixinin holê.
Di nîqaşên sosyalîzm ên di roja me
ya îro de, sosyalîzma ku di nava
heftê sal de nîvya cîhanê bandor
kirye lê hatiye derbazkirin û
hilweşandin tê nîqaşkirin. Vê carek
din dûbarekirinê de dibe ku feyde
hebe. Em dikarin vê sosyalîzmê di
giştî de jî binirxînin. Weke heçkû
tevahî tişta sosyalîzmê ye, vê
damezirandinê nirxandin dangaviya
mezin hembêz dike. Jixwe dema mirov
nêzîkatiyên Lenînîzmê yê polîtîk-textîk
derdikeve pêş dide berçav, vê di
dîroka sosyalîzmê de weke qonaxake
tektîkî nirxandin dê hin guncavtir
be. Taybetmendiya ve qonaxê ya herî
girîng çiye?
Bi rastî jî ji bo mirovahiyê
ferzkirina şerê cîhanê yê duyemîn û
nakokiyên herî vekirî yê
kapîtalîst-emperyalîst heye. Di
serdema şerên pir bê wate de, ji bo
gelan parkirina cîhanê, dîsa li ser
kedkaran dagirkeriyek pir çors a ku
dihate meşandin de, dîsa bilezî
pêşketina teknîkê, li ser vê bingehê
şiyarbûna kedkaran, dîsa bilezî
şiyarbûna netewan, gelan û di aliyê
netewbûnê de Lenînîzm dibe navê
tevgera azad a mezin. Û bi rastî jî
rê liber çalekiyên mezin vedike.
Dikare bê gotin ku; sedsala 20.
sedsala Lenînîzmê ye. Her çend di
roja me ya îro de tê gotin ku “di
çav an de ket” jî, lê di rastiyê de
ya ku tevahî sedsalê bandor kirye
Lenînîzm e. Di destpêkirinê de em
baş dizanin ku, sosyalîzma-zanist bi
Marks-Engels ve qonaxeke mezin
qeydkir ye. Bi taybetî jî nêrîna wî
ya cîhanê zanist bûye, û li bervî
rêxistinê ve rê vekirîbû. Lê di
wateya polîtîk-textîk de pir zêde
pêşneketiye. Bi taybetî jî çi di
tecrûbeya Komuna Parîs de be, çi di
rabûnên dişibe vê de be bandora wî
bi sînor bû. Lenînîzmê, bi pisporî
textîk-polîtîka kire nava wî de û bi
şoreşê ve guhartina cîhanê û
pêşxistina şoreşa sosyalîst re gavek
mezin da qezenckirin. Bêguman weke
ku ji aliyên wî yê bîrdozî-moral re
pêşengtî nedaye, nedi wê rewşê de bû
ku cîhana kevin a dagirkerî û berya
hertiştî jî bandorên
kapîtalîst-emperyalîst liber çavan
re derbaz bike, tehlîlbike.
Tişta ku wî dixwast rizgar bike;
derbazkirina nîzama zext û
mêtingeriya çors dimeşîne û ji bo
gelan cîhaneke biçekê jiyana wî
gûncave dana çêkirin bû. Û di
rastiyê de di vê de serkeftiye. Di
vê wateyê de em nikarin bêjin di her
aliyê xwe de sosyalîzma-reel
hilweşiya ye û neserkeftiye. Ev dê
bibe dereweke mezin. Qet bêguman
kêmasî û şaşitiyên wî yê bi
sosyalîzmê re nabe yek hene, lê di
azadbûna kedkaran de, di pêşketinên
madî û manevî de qonaxeke mezin
îfade dike.
Di heman teşeyê de bi rastı jî
Lenînîzm di netewbûna gelan de û
pêşketina wî ya azadî û demokrasiyê
de qonaxa dîrokê ya herî girîng
îfade dike. An jî ev qonaxa
sosyalîzmê, di vê wateyê de tûjî
serkeftinên mezin e. Dema tê gotin
“gelo! tişta ku weke hatiye
derbazkirin, hilweşandin çiye?”, ev
dikare weke di rastiyê de nenûkirina
xwe, ji nûve rojev nekirina xwe,
nedîtina rêka çareserî û pirsgirêkên
nû were formîle kirin. Bernameya
destpêka sedsalê di tecrûbeyên
sovyetê de pir kêm hatiye pêkanîn û
serkeftiye. Mînak di çarêka nîvya
esrê de xwe gîhandina komunîzmê tê
behskirin. Di hîn wê demê de me
bixwe didît ku ev xiyal û
nepixandineke mezine. Di pêvajoyeke
ku cîhana emperyalîst-kapîtalîst uu
teşeyeen civaka koletî ya kevin li
tê de dijî û xwedî hêze, hela di
pêvajoyeke ku di kesayet de ev
taybetmendî tê jiyîn de behskirina
îdîayên komunîst xwe nepixandin û
xapandin e.
Tişta ku bi vê ve bê fêmkirin;
Lenînîst dawî an jî erka textîkê anî
cîh û anî qonaxa asta nû bû. Di van
rojên derbazbûyî de, bi taybetî jî
Gorbaçovê ku bi şeklekî ecêp li tê
de digere heye. Di hilweşînê de yê
herî zêde navê wî derbaz dibe jî
Gorbaçov e. Çi bizanebûn çi jî bê
bêzanêbûn be vê nakokiyê dijî. Dibe
ku dixwaze bêje jî. Pir zêde pêwîst
nake ku mirov behs bike, asta
azadiya gelan wekî ku mirov bi
sedsala 19. ve qiyas neke pêşve
çûye. Dîsa asta azadiya kedkaran jî
di heman demê de pêşve çûye. Ev
tevahî encama sosyalîzma-zanist,
kiryara (pratik) Lenînîst a herî
girîng e.
Bêguman partiyên ku di vê de hatine
damezirandin hene. Bi taybetî jî
textîka têkoşîna van partiyan heye.
Ev tevahî bi Lenînîzmê ve pêkhatiye.
Lê dema em li bervî roja me ya îro
ve bên ew navbera (mesafe) ku hatiba
girtin êdî hatiye girtin, armancên
ku pêwîst dikir me xwe gihandibanê
me xwe kêm zêde gihandiyê, lê divê
hedefên nû bên diyarkirin. Ev jî
nirxandina rojane ya mirovahiyê, di
vê de hedef-bernameyên nû derxistin,
an nûkirina partiyên kevin ên
komînîst an jî yên nû damezirandin,
ji qonaxeke wisa û ji merhaleyeke
wisa re gihandina sosyalîzmê
bû. Tişta ku pêwîst dikir ev bû.
Lewra ya ku pir zêde nehate kirin jî
ev bû. Hinek jî kirina wê zehmet bû.
Jiber asta dewletbûna di sosyalîzmê
de heyî li pêşiya vê astenk bû.
Nakokiya bingehîn di vir de ye.
Bêguman ji bo vê qonaxa sosyalîzmê
dewletbûn pêwîstbû. Ev nayê inkar
kirin, lê ewqes nepixandin û
mezinkirina dewletbûnê jî dê bi
cewherê sosyalîzmê re di nakokiyan
de be.
Wisa tê fêmkirin ku damezirandina
dewletek sosyalîst, heta
damezirandina dîktatortiya
proletarya damezirandina civakek
sosyalîst nebû. Heta qet
nedamezirandina mirovek sosyalîst
bû. Şaşîtî û xapandin bi taybetî di
vir de ye. Ew wisa hizirîn ku
damezirandina dewletek baş dê têra
çareserkirina tevahî tiştanê ango dê
ji hertiştî re bes be. Û çi nemaye
di roja me ya îro de jî têgeha
dewlet hatiye asta herî
ultra. Hema hema tevahî
kes weke ku dewlet pîroz e dibêje
“dewlet, berjewendiyên dewlet ê”. Lê
pir ecêbe ku îro jî hema hema tevahî
kes dewletbûna zêde gilî dikin. Yê
herî zêde dewletgeriyê dike, yê herî
zêde berjewendiyên wî di dewletbûnê
de derbazdibe hewceyê li dijî
dewletê rabûnê dibîne. Ev jî bi
awayek aşkere pêwîstiya sosyalîzmê
dide nîşan. Di rastiyê de yê herî
zêde li dijî dewletbûnê sekiniye
sosyalîzm bû. Heta di warê teorîk de
tefandin û xelasbûna dewletê îfade
kiriye.
Tevahî bîrdoziyên din ê mêtingeh ji
dewletê re cihê pîroz dan. Ji
sosyalîzmê re cîh nade, lê ecêbe ku
îro jî alîgirên
lîberalîzma-kapîtalîzm in, ji bo
qenciya dewletê nîqaşan dimeşînin.
Yê di Tirkiyê de herî zêde
kapîtalîst, behsa taybetîkirin û
biçûkbûna dewletê dikin. Di rastiyê
de karê ku divyabû sosyalîzmê kiriba
a niha ji bo xwe bidin meşandin uu
bidin domandin ew di bin navê
sosyalîzmê de, bi derewên mezin û
bidûritiyan ve dikin. Nexwe berya
hertiştî divê li dijî vê dewletbûnê
sosyalîzma nû ya rojane, ji her
bîrdoziyê zêdetir dijber derbikeve.
Divê bide nîşan ku biçûk kirin,
tefandina dewletê, bê watebûna wê ya
bi talûke ya li ser civakê heta ya
li ser kesayet, rewşa wî ya bûna
nakokîya herî bingehîn dê bê
derbazkirin. Tişta ku nayê kirin
biçekê jî dibe ev. Heta amûra
dewleta Sovyet di vê wateyê de weke
astenkirinek bingehîn derdikeve
pêşiya me.
Bêguman di vê de şopên civaka
mêtingeh a kevin heye. Ferzkirinên
kapîtalîst-emperyal bibandor bûye;
lê nederbaskirina vîna sosyalîst a
vê bandorê sedema herî bingehîn a
diyarde ye. Û xalên ku berpirsyar jî
bê dîtin ev e. Ger îro jî di
sovyetan de behsa taybetîkirin,
takekesîkirin û lîberalkirinê tê
kirin sedem ev e. Dewleteke wisa
hatiye afirandin ku civak di bin vê
afirandinê de nikare bêhn/nefes vede
û bigre. Di vê wateyê de dibe tevahî
tiştên hatine kirin ne ji
kapîtalîzmê re vegerîn be, jixwe
teşeyek kapîtalîzmê ye. Nepixandina
teşeya dewletbûna wî ji vê re rê
vedike.
Kapîtalîsta dewletê weke
sosyalîzmbûn hesibandin rê ji vê
rewşê re vedike. Jİ vê xelasbûn
giranahî hîn zêdetir dana kesayet,
hîn zêdetir lîberalîzm, hîn zêdetir
demokrasiyê dibe derbaskirina
kapîtalîzma dewletê. Ango
nepêşxistina kapîtalîzmê ye. Bêguman
dê rê li pêşiya kapîtalîzma şexsî,
kapîtalîzma taybetî bê girtin, lê vê
weke rewşa bingehîn
nirxandin dê bibe vajîkirina
rastiyan. Ev nîqaş hîn xelas nebûye,
di vê alî de tecrûbeya Sovyet hîn jî
tê nîqaşkirin. Û em ji modelên ku wî
dişopa bigrin heya gava nû dê bê
nîqaşkirin û dê li ber çavan re bê
derbazkirin. Jixwe pirsgirêk, netenê
xwe berçavan re derbaskirin ango
nûkirina sosyalîzmê ye.
Pirsgirêkên ku
kapîtalîst-emperyalîzmê li ser serê
mirovahiyê komkirye ne ji yê qirna
19. û dîsa ji yê destpêka sedsala
20. kêmtir in. Mirovahiya niha ji
tevahî wextan zêdetir mîrateyên
mezin re rûberû hatiye hiştin.
Pêvajoyên civakî yên kesekê nikariye
bike bin kontrolê mijara gotinê ye.
Bi taybetî jî texrîpkirina aboriya
kapîtalîzmê ya li ser devdor,
xwezayê çinemayê dawiya cîhanê bîne.
Dîsa ew binesaziya civaka bê kontrol
a ku çêkiriye, aniye rewşa di cîhanê
de necîhbûn û di vê de rîst lîstina
wî mijara gotinê ye. Di warê
bîrdozî-moral jî mirovahî kirina
nava bê hêviyek mezin de û wî
rûberûyê teşebûna bê wate hiştin
mijara gotinê ye. Îro jî nirxandina
îdeologan pêşdixîne. Ev tê vê
wateyê; kapîtalîzm êdî di mirovahiyê
de îdealîzm nehiştiye. Hêvî, îdîa
nehiştiye.
Hatina dawiya dîrokê tê wateya bê
îdîa û xelaskirina hêviyên
mirovahiyê. Ev jî wekheve
kapîtalîzm. Kapîtalîzm êdî hêvî û
aso nade mirovahiyê. Gelo! wê deme
di vê xalê de çi pêwîst dike? Ger
tiştek hebe ku hêvî û aso bide
mirovahîyê dê sosyalîzm be. Dawiya
xwe weke dawiya morovahiyê, dawiya
dîroka xwe weke dawiya dîroka
mirovahiyê dana nîşandin
taybetmendiya tevahî bîrdoziyên
desthilatdar e. Gotina “çi tişt
piştî min çênabe” ji bo jiyana wan
pêwîst e. Ev di her qonaxên girîng
de hatiye dîtin.
Dibe di serdemekê de Roma xwe weke
nîzama qet nahilweşe didanî holê.
Dîsa împaratoriyên feodal jî heman
wisabûn. Gelek împaratorî –yek jî
DYE (ABD)- ji mirovahiyê re xwe wisa
didan nîşan ku ew in mirovahiya
dawiyê. Lê pêşketin zagona xwezayê
ye. Bi vê rewşa xwe ve hatina dawiya
mirovahiyê negengaz e. Ne mal
(evler) dê hilweşin, serûbin bibin,
ne mirovahî bi hilweşîneke cidî ya
hundirin û nexweşiyê re rûberû ye.
Pirsgirêka mirovahiyê
bîrdozî-polîtîka ye, civakî-abori
ye. Çareseriya vê jî bêguman
bîrdozî- polîtîk e; dê bibe civakî û
aborî; çandî, moral. Ger di vir de
helwestên yên ku xwe bi çarenûsa
mirovahiyê re girêdayî dibînîn, ên
bi çarenûsa wî re eleqeder dibin, ji
bo çareseriya wî xwe bi erkdar
dihesibînin û reftarên wan dê
bibandorbin ku di vir de civaktî
lewre sosyalîzm, divê bibin
nêzîkatiyên herî bi îdîa û
zanist-bîrdozî. Li ser vê bingehê
sosyalîzm dikare xwe ji nûve formule
bike.
Bi rastî jî tişteke ku kapîtalîzm ji
roja me ya îro re bide nîne. Mînak:
dema em li van mekanîzmayên piyaseya
azad (serbest) jî dinêrin, di vir de
yê ku vê makanîzmê çêdike qismên
mêtingeh ên xwe dispêrin faize ne.
Di sedsalên berya kapîtalîzmê de jî
bi hilberîn û bi tîcaretê re
eleqeder dibûn. A niha berhem,
tîcaret, teknîk danîne aliyekê, bi
piyaseya rojanê ve, bi giranahiya
xwe dispêre faîzê re mijûl dibin,
radibin û dirûnin. Eleqeya vê bi
berhemê re nîne. Kapîtalîzm di roja
me ya îra de hatiye rewşeke bê wate
û bê karbûna ewqes sivik, erzan.. Û
ev lîstokên piyasa di tevahî welatên
mezin ên kapîtalîst de borsaya
desthilatdar e. Ev jî ne tam
serkeftina kapîtalîzmê ye, berovajî
di aliyê tenêbûn û bêwatebûnê de
ketîbûna wî dide berçav an. Dê bi
lîstokên borsayê ve heya ku derê
biçin? Ev teşeyeke qûmarê ye. Ew
digirin û didin hinek din. Hertim
dest diguherine. Ev jî qûmar bixwe
ye.
Nexwe kapîtalîzm di roja me ya îro
de hatiye rewşa lîstoka qûmar ê.
Pêwîst nake ku ji bo kaptalîzmê em
pênaseyên nû bikin. Nîzameke baş a
qûmarê, di roja me ya îro de
kapîtalîzmê pir baş îfade dike. Wê
demê di vê xalê de bêguman
kapîtalîzm qûmara herî mezin liser
mirovahiyê dilîze. Trîlyon li ser
mirovahiyê dizivire. Û ev trîlyon jî
ji bo cîhanê mîrate, ji bo
mirovahiyê mîrate ye, sedema bingeha
tevahî nebaşiya ye. Nedîtina vê,
dîtin lê li dijî vê nesekinîn
wekhevê –bi teşeyek Neron xeraptir-
temaşekirina hilweşîna mirovahiyê
ye. Ger ji mirovahiyê hêvî nayên
birîn, bawerî bi hêvîbûn û îdîaya
mirovahiyê heye wê demê bêguman
aşkereye ku divê çalekiya wî ya
afirandinê hêz ji vê nîzama
qûmartiyê re bîne, ji vê rastiyê
revîn zêdetir, divê di rewşa asoyeke
mezin de, bi têkoşînek û îdîalîzmeke
mezin ve biçe ser vê rastiyê.
Di roja me ya îro de navê ku ji
tevahî tevgerên şoreşger re di
destpêkê de jî ji tevgera me re –tu
dibêjî qey talûkeyeke pir mezin e-
îdîaya torîrîzmê ya ku tê kirin bi
teşeyek pir nexweş de rave dikin. Bi
taybetî jî îdeolog û polîtîgerên DYE
yê radibin û dirûnin dibêjin
“terorîzm”. Hewl didin tevahî tiştan
bi vê gotinê ve rave bikin.
Di rastiyê de divê em wan bixwe bi
vê gotinê ve binirxînin. Ger mirov
bêje terorîstê herî mezin hêzên
polîtîk û aborî yê DYE ye dê di cihê
xwe de be. Jiber yê ku beleya herî
mezin aniye serê cîhanê, yê lîstoka
herî bitalûke dilîze, lewre yê
êşkence yê bi awayekî herî dijwar de
kartîne kûlmek terorîstê borsayê ye,
Terorîstê polîtîk e. Jiber di destê
wan de çekên hilweşandinê heye. Her
roj di destê xwe de weke gefekê
digirin. Car caran jî li hemberê
hêzên ku kirine hedef, gelan kartîne
û vê terorîzmê bi awayek mezin dide
meşandin. Kêmek jî weke mînaka Yavûz
dize (Yavuz hırsız), hem
diperçiqîne, zextan çêdike hem jî
xwe xurt dide nîşan.
Hem mala mirovahiyê dişêlîne, hem jî
xwediyê mirovahiyê tewanbar dide
nîşan. Bi taybetî jî di van rojên
dawiyê de bi wê tewanbariya
–rêxistina terorîst a di cîhanê de
herî bitalûke- li ser PKK’ê dikin ve
em vê hîn baştir fêmdikin. Di nava
malbata mirovahiyê de rêxistina me
ya ku herî zêde xwedî mirovahiyê
derdikeve re gotina DYE a “serê
terorîzmê” rastiyekê îfade dike.
dixwaze weke mînaka Yavûz dize
tewanbariya xwe biavêje ser me û xwe
veşêre. Ev textîk di her serdema
dîrokê de textîka ku serî lêdidin e.
Ger Roma bê bîra me, Hirîstiyanên
yekemîn ê wê demê bi rastî jî nûnerê
yên dihatin perçiqandin û mazluman
bûn. Neron jî dînek bû. Roma
şewitand, li ser serê wan
Hirîstiyanên feqîr de hilweşand û di
aliyê şêran ve tevahî perçe perçe
kir. Ger di roja me ya îro de em vê
mînakê li ser împaratortiya DYE’ê,
alîkar û yê xwe dispêre wan re
pêkbînin; belê, ne tenê Romayê,
tevahî cîhanê, di nava vê de welatê
me. Tirkiye û gelek welatên din
hildiweşînin. Kî kir? “Terorîstên
PKK’ê”. Ya din jî xwe dispêrin hêza
weşan-çapemeniyê û dibêjin
“terorîsta filan cîh şewitandin, vir,
wir şewitandin”. Dikarin pir rehet
binepixandin û berovajî kirina
çalekiyan ve vê karbînin. Belê,
Neron ji bo Romayê cerakê Hirîstiyan
tewanbar kir, lê ev hertim û li her
dere tevahî mirovan û mirovahiyê
tewanbar dikin û dixwazin tevgera
xwe ya hilweşînê veşêrin û temenê
xwe dirêj bikin. Ev pir girîng e. Li
ser vê bingehê bi bîrdoziyê ve
pêwîstiya rastiya êrîşkirinek mezin
heye. Derdikeve holê ku kêm-zêde
partiya me dikare vê bike. Îdeolog,
şebekeyên îstîxbarat û hêzên polîtîk
ê DYE’ê di vê watê de bi aqil in, dê
peyt (tespît) bikin.
Di nava qûsûr û xeletiyên reel
sosyalîzmê de çênekirina qonaxekê û
di vê de di serê rêxistinên herî
bibîryar de hatina rêxistina me,
bêyî ku PKK bikeve bin qontrolê bi
îdîayek mezin û bi îdîayek afirîner
ve domandina çalekiya xwe, xwesteka
wî ya herî kêm ji bo nîzama ku
dixwaze Rojhilata Navîn de pêşbixîne
de wî ji xwe re astenk nedîtin têra
harbûna wî dike. Ango pir sosret e!
derketina Îsa jî li ser vê axê bû.
Di wê demê de Roma li ser tevahî
cîhanê serdestbû. Îsa di Kûdusê de û
di devdorê xwe de bi çalekiya gotina
xwe ve, bi komeke hawariyan a ku du
tiliyên her du destan derbas neke ve
ew zilma mezin aşkere kir. Jixwe li
dijî vê em tevgera cezakirina Romayê
dizanin. (ketina çarmihê, piştî wî
jî şopdarên wî di arenayan de ji
şêran re kirina xwarin.) Ango
pêwîstiya ew Romaya xurt bi vê hebû?
Belê. Vebûna koneke herî biçûk jî
Roma neçar dikir ku tevgerîneke wisa
ya bê rehm destpê bike.
Di roja me ya ııro de mileen ku
dişibin vee heye. Qey çima em ji bo
DYE’ê dibin talûkeyeke ewqes mezin?
Lê emperyalîzm “meseleya kun an” pir
baş dizane. Tê zanîn Lenînîzm jî di
dema xwe de tevgereke di helqaya
emperyalîzmê ya herî lewaz de kunek
vekirîbû. Di roja me ya îro de tê
gotin ku “PKK bi teşeyeke bi aqil di
helqeya emperyalîzmê ya lewaz de
kunek vedike û di vê kunê de
venêrîneke cîhanê ya bitalûke û
şêwazê jiyanê difûre”. Jiber vê bi
tecrûbeya di dîrokê de qezenckirye
ve qasî serde biçe diçe. Heta rejîma
Tirkiyê ya di dîrokê de hov û di
roja me ya îro de faşîst e,
seferberiya wî ya êrîş û tunekirinê
baş nabîne. Heta dibêje “te çima hîn
zûtir xelas nekir” û xwe aciz dike.
Ji welatên emperyalîst ê biçûk-mezin
re dibêje alîkarî bidin û “tu çima
pêşiya vê terorîzmê nagirî”. Li dijî
rabûna wan neserkeftina wan tê.
Em dizanin ev 10 sale bi veşartî, bi
tevahî hêza xwe ve dibin alîkarî. Di
vê operasyona êrîşê de jî em baş
dizanin ku bûn alîkarî. Lê êdî tîr
nakeve tûr (çuval). Tevahî gelên
cîhanê dîtin ku ev îstîlalek îşxal
e. Ew li ser ku derê êrîş dikin û kî
alîkarî didê? Ji bo li hemberî gelan
berxwe nekevin kêmek jî be di
nîşandinê de dibêjin “em dijber in”.
Lê Emerîkaya ku xwe herî xwedî hêz
dibîne, hîn jî bêyî ku şerim bike
pir eşkere dibêje “em dibin alîkar”.
Bi şermî jî be dibêje “bes e,
operasyonê xwe paşve bikişîne”.
Sedema gotina wî ya vê şeklî jî;
neserkeftin e û her diçe ew xwe
derdikevin holê, talûke mezin dibe.
Wekî ku di serdema Romayê de
Hirîstiyantî her ku diçe kokdar
dibe, ew bixwe jî tevî tevahî
mezinbûna xwe her ku diçe dank dibin
û har dibin.
Ji tevahî Romayê re hukimkirina
Neron, bûna wî ya împarator qet
hêzbûna Neron nade nîşan û em baş
dizanin ku gihişt encamek çawa. A
niha jî rewşa hêza emperyalîst wisa
ye. Antaxgeree (yardakçı) wî yê
herî girîng, weke valîyê Kûdusê yê
Rojhilata navîn valiyê wî yê Anatolî
jî di rewşa zehmet de ye. Herçend
har^bibe bila harbibe nikare pêşve
biçe. Lewre dikare ji PKK re bêje
terorîstê herî mezin. Gotina wî ya
“divê yek dewletê cîhanê an jî mirov
ji PKK re nebe alîkar”, jiber
taybetmendiyê wî yê dîrokî ye.
Dema di nêrîneke dîrokî ya wisa
balûpal (engîn) tê nêrîn ev îdîaya
DYE jî dê bê fêmkirin. Dibe valiyê
wî yê Anatolî yê kêm û tang
bihizire, dibe bixwaze gelek xera jî
bike lê dikare encamên nebaş ê
çêkirye nebîne. Rexneyên Evrûpa jî
li ser vê bingehê ye. Tê fêmkirin
ku; sedema ew me didanin koşeyê
cîhanê yê destpêkê ne jiber
taybetmendiya tevgerera me ya
azadiya netew e, heta nejiber em
tevgereke tûndê an tevgereke
sosyalîst in. Sedem ji ber rêxistina
me pergala emperyalîzmê di cihekî
herî bitalûkede birîndar kirye û
jiber hîsdikin ev serkeftina me dê
dijî wan bibe mînaka nebaş.
Jixwe pêşketina tevgera me biçekê li
gorî vê ye. Rastiya PKK, tevgereke
mirovahiyê ye. Ev nayê nîqaşkirin
jiber PKK ev rastî ye. Hîn di
destpêkê de heya niha bi îdîalên
sosyalîst ve girêdayî ye, ji wateya
wî ya girêdanî, îdeal û zanistî re
şiyar nêzî dibe. Di vê wateyê de,
weke xwediyê tevgereke taybetmendiyê
kedê derdikeve holê. Partiya ku di
nava van bîst salên dibihore de, bi
taybetî jî li dijî reel sosyalîzma
ku di çarêka nîvê esre de hilweşya
ye, qonax çênekirye qonax çêkir ye
ev tevgera partiya me ye. Ev gîrîng
e. Cûdabûna wê di vir de ye, ferqa
wê di vir de ye. Bi rastî jî reel
sosyalîzma ku pêşketin çênekirye
sosyalîzma heya dawiyê PKK rexne
kirye ye. PKK pir zêde dewletbûna
wî, cîhan anîna rewşa polîtîkayên
dervê yê partiyên sosyalîst,
komînîst, anîna rewşa zêdehiya
dewletê nepejirandiye û di vê hêlê
de şaşitî û nebaşiyên dihatin jiyîn
dît. Bi taybetî di rastiya TKP
(partiya komunîst a Tirkiyê) de û di
pêwîstiya çepê Tirk de –jixwe ev
tevahî ji reel sosyalîzmê bandor
bûne- pir çûn. Wî bixwe jî
têkoşîneke pir xurt meşand. Salên di
navbera 1970- 80 dibin salên
têkoşîna li dijî bandorên nebaş ên
reel sosyalîzmê û li dijî çepê
dewletperez. Ku ev di Tirkiyê de xwe
weke wekhevê çepê Kemalîzmê da
nîşandin.
Çep, di Tirkiyê de Kemalîzm e.
Û hîn jî ev taybetmendiya xwe derbaz
nekirye. Ev jî bi awayekî aşkere; ji
şovenîzma civakî re, di Tirkiyê de
çêbûna dewletbûn û netewbûna zêde,
heya ji inkar û tunekirina rastiya
Kurd û tunekirinê re qayîlbûn dana
nîşandine. Aşkereye ku ev jî sedî
sed inkara sosyalîzmê ye. Dîsa ev
rastî xwe di destpêkê de heya niha
têkiliyên bi Kemalîzma ku di qonaxa
damezirandinê de ye, di demê
hilweşandinê de jî bûna alîkarê herî
mezin ê Kemalîzmê ye û rastiyeke
xwedî bandorê. Em jî li ser vê
rastiyê de çûn. Ev şaşitiya herî
bingehîn a sosyalîzma ku hatiye
damezirandin bi pêvajoyê ve pêşket.
Ku ev di salên 1925’an de hate
dîtin.
Dema derkete holê ku di nava
enternasyonala komunîst de ji
Kemalîzmê re weke TKP nêzîkbûn tê
wateya şovenîzma sosyal, ne li gorî
cewherê sosyalîzmê ye, lê di wê demê
divyabû Lenînîst ji vê re weke
textîk temaşe bike, lê dura derkete
holê ku ev ne textîkek bi temamî
helwesteke polîtîke vê carê bi
gelemperî bû, gerdûnîbû û di encam
de bû sedema herî bingehîn a
hilweşandina sosyalîzm ê.
Di vê watê de Kemalîzm bixwe jî
navê rejîma ku herî zêde ji reel
sosyalîzmê sûd girtiye ye. Çepê wî
jî çepê herî şoven ê civakî ye.
Lewre çepê ku di Tirkiyê de ji gelê
kedkar re tiştekê nade, yek jî
sedema wê ev bû. Di cewherê xwe de
Kemalîzm her çend dijberê gel jî be,
aşkereye ku çep jî li gorî pêwîstiya
wesfa xwe ya şovenê civakî dê wisa
dijber be. Di roja me ya îro de ev
vekirîbûn ewqes derketiye holê ku,
bîrdoziya olî ya kedkaran jî di nav
de, bîrdoziyên netewperest an jî
lîberalîzma herî kevin jî bûye
bandor dike, dibe hêvî. Li gorî xwe
yên ku ji xwe re dibêjin em çepê
herî radîqalin jî bi qasî dendikê jî
di cîhana kedkaran de bandor
çênakin. Nenirxandina vê, sedemên wî
nederxistina holê bi rastî jî mirov
dide hizirandin.
Jixwe me di fêmkirinê de zehmetî
nekişand. Qasî fêmkirinê bi
têkoşîneke bi bandor ve em li serda
çûn û me PKK kir PKK, di wateya
bîrdozî de aliyê PKK ê xwedî hêz û
baş ku bê behskirin; bi gelemperî
neketina nava xetayê nêzîkatiyên
reel sosyalîzm û Kemalîzmê, wî hem
di rêgezê de hem jî di kiryarî de
rexnekirin û derbazkirina wî bû.
Jiber me ev di sala 1970-80’ê de pir
baş pêkanî, me karî cewherê encam
kirine parîzin. Ger weke komên çepê
din bûba, bêguman dê pêngava piştî
sala 1980 nehatiba nîşandin. Ne
jiber komên din lewaz bûn jiber di
warê bîrdozî de rewşa çep û
Kemalîzmê derbaz nekirin nikarîn
pêşketin çêkiriban û bi kedkaran re
nikarîn bibana yek. Dibe îro kedkar
di rewşa lawirên ku hatine kedîkirî
xeraptir de bin an jıı bijîn.
Di cîhanê de çi gelê karker weke
gelê kedkar ê di Tirkiyê de nehatiye
xistin an ne di asta ketinê de bin
nîne. Ne gelên kerkar ê Efrîqa, ne
yê Asya, ne yê Latîn Emerîka, ne jî
yê çi welatên din weke gelê karker ê
Tirkiyê rewşa bêrûmetiyê najîn, lê
nadin jiyîn.
Bi taybetî yên ku bi navê gelê
Tirkiye dihizirin, divê vê rewşa
bêrûmet di her aliyan de fêmbikin,
ger gengazbe divê çareseriyekê bidin
nîşandin. Li çi cihan nehatiye dîtin
ku gelê karker ketiye an jî xistine
vê rewşê. Çima hat xistin? Wê demê
divê mirov vê di rastiya KT (TC) de,
di rastiya mêtîngeriya desthilatdar
a Tirkiyê de bide rûnişkandin. Heya
ev neyê rûnişkandin ev zext û
mêtîngeriya ku êdî nayê tehemulkirin
ji holê ranabe. Di cîhanê de –xwe jî
dibêjin- karkerên herî zêde esan tên
meşandin li Tirkiyê ne. Yê herî esan
tên mêtîngerkirin di Tirkiyê de ne.
Gelekî karker tê bêrûmet kirin, tê
lehnet kirin lê ewqes jî nayê kirin
Me ji bo gelê Kurd jî heman
nirxandin kir. Yê me hîn jî bidîrokî
ye, hîn zêdetir e. Gotina me ya
“gelê bilehnet” di cîh de ye. Jiber
ewqes esan ji mêtîngerkirinê re,
perçiqandinê re bêdeng mayîn, rewşa
lêhnetbûna herî mezin îfade dike.
Jiber me li dijî vê biçekê berxwe da
me ev lehnetî herifand, derbaskir û
rewşa spîbûna rû tê jiyîn. Lê ev di
Tirkiyê de nîne. Di wê wateyê de
rewşa wan hîn zêdetir xerab e. Asoya
karkeran heya dawiyê hatiye
reşkirin, çalekiya wan netişteke. Bê
çalekiy e, bê şexsiyet e, bê armanc
e, bê îdîa ye, di her aliyan de
neçar e. Ji bermahiyan jî qayîle, lê
ew jî jê re nayê dayîn. Her roj ew
bixwe di îstatîkên xwe de didin
nîşan. Jiyîna wan bixwe mucîze ye.
Dibe di vê wateyê de li ser rastiya
gelê Tirk hizirin di roja îro de
rewşeke gerdonî ye.
Çima çînatiyek karler, gelekî karker
kete vê rewşê de, xistine vê rewşê
de? Û çima vê rewşê wisa dixe dilê
xwe, ger nikare bike dilê xwe çima
dijber dernakeve? Gelek bi tenê ye.
rewşenbîrên di Tirkiyê de di vê
rewşê de ye ku di warê gerdûnî de
hizreke civakî bijî. Em dibêjin em
vê xalê kêm fêmdikin. Bi taybetî bi
tehlîlkirina rastiya gelê xwe ve, di
rastiyê de rastiya gelê Tirkiyê jî
me çareser kirye em di ferqa vê
rastiya xwe dene. Jixwe ketina vê
ferqêye ku aliyên enternasyonal a
şoreşa me di her aliyê de derdikeve
holê.
“Di cîhanê de PKK rêxistina terorîst
a navnetew e!”. Jiber ev ne tenê
Kurdistanê Tirkiyê jî tehdît dike
tevahî hêzên emperyalîst kapîtalîst
pêwîst dibînin ku xwe bigihînin
hawara Tirkiyê. Ango alîkarî bidenê.
Jiber rastiyeke gel a pir bê wate
heye û derbaskirina vê “weke di
mînaka PKK’ê de heyî” di rastiya
gelê Kurd de, tê wateya mezinbûna
talûkeyê. Nexwe cihekê ku li tê de
mêtîngerî û zext bê wate bûye û zêde
bûye de çalekiya xwe gihandina
azadiyê ya gel dikare bibe talûkeyek
ewqes mezin.
Di vir de me nêrîna xwe ya ji şoreşa
Tirkiyê re pir eşkere danî holê.
Sedema şoreşa Kurdistanê şoreşa
Tirkiyê vezaye; hem di wateya
navnetew hem jî di têgihiştina
rastiya gelê Tirk de risteke girîng
lîstiye. Di vê wateyê de di mijara
qonaxa sosyalîzmê ya nû de xwedî
hêvîbûn an jî xwedî asobûn û hinde
rêkên derketina dana nîşandin nîne.
Di vir de vê astê bi awayek lezgîn
kirina nava Tirkiyê de, di aliyekê
din de vê astê derbazî nava
Rojhilata navîn kirin ji bo hêzên
heyî yên şer, mêtînger, zextger û
dagitker netalûkeyek e. Ev
meseleyeke rojaneye û divê bi teqez
were derbazkirin, ango meseleya êşa
seriye.
Di vê şerê dawiyê yê başûr de
rastiya ku girîngbû û derkete holê
jî ev bû. Di operasyona 92’an de jî
ev derketibû holê, operasyon ji
tevahî cîhanê re da nîşan ango PKK
ji tevahî cîhanê re da nasandin.
Lewre her deqê rapor dayînê ve
gotina DYE’ê ya “rêxistina herî zêde
terorîst e” nevale ye. Ev ji
pêwîstiya şikandina bandora wî, wî
şaş dana nîşandin û bi şeklê cuda
pênasekirinê tê. Ev negumanek e.
Em jibîrnekin ku belavbûna PKK li
Kurdistana Başûr, bi gelek welatên
Rojhilata Navîn ve –tu dixwazî bila
ev têkiliyên bi watebin, tu dixwazî
bila bi pevçûnîbe- pêşketineke cîdî
ye û ger tedbîr neyên girtin di warê
kirdeyî û polîtîk de amedeye ku
encaman bigre. Ne tenê weke bîrdozî,
rêxistinî, kirdeyî, polîtîkî, weke
aso jî dikare gelek qadan bixîne.
Dikare di qadekê de polîtîka ya xwe
sazbike. Ev jixwe dikare bi qasî
şoreşa Ekîmê û weke şoreşên di
destpêka dîrokê de heyî pêşketineke
bitalûkeye. Qiyamet di vê de
diqewime. Di Tirkiyê de alîkariya
zêde jiber vê sedemê ye. Jixwe ger
şoreşên bi îdîa, ger kedeke ku li
gorî îdîaya wan e bidin nîşan,
dikare serkeftinê bi esan dest bixe.
Em vê dijîn.
Qet bêguman ev rewşa PKK’ê
destpêkirinekê îfade dike. PKK weke
polîtîk gihiştina serkeftinê dûr e,
dîsa ew tehlîl û çareseriyên hundirê
xwe ji mirovahiyê re dana pêkanîn û
cewherkirinê dûr e. Em devjê berdin
ji mirovahiyê re hîn ji gelê xwe re
nikariye bide nîşan. Heta devj ji
gelê xwe re dana nîşandinê berde, ji
nava xwe re yê ku îdîa dikin ku
mîlîtanên PKK’ê re ew çareserî
tehlîl dana nîşandin mijara me ya
nîqaşan e. Me hêzeke çareserkirinê
ya bilind derxiste holê. Bi taybetî
jî divê em mirovê nû çawa bigrin
destê xwe, tê fêmkirin ku ev jî
şekilkirina mirovekê cûda ye. Lê vê
ji rêxistinê re hekîm kirin, ji gel
re hekim kirin û weke pergalekê ji
mirovahiyê re ragihandin bisînor e.
Herçend partî di vê mijarê de hîn nû
ji be, bi îdîayek mezin ve îdîaya
xwe ya pêşketinê didomîne. Di heman
demê de ev dezavantajên wî û aliyên
wî yê lewaz derdixîne holê. Jiber di
qonaxa destpêkirinê de tevahî tevger
rûberûyê talûkeyan e. Jixwe sedema
nûnerên KT qiyamet diqewimînin jî ev
e. Dibe je “ger em îro pêşiya wî
nebin astenk” û dibêjin “de eli ser
serê me tevahiyan bibe talûkeyek,
heta terorîzma PKK’ê terorîzmeke
gerdûni ye. ji bo em pirsgirêka
gerdûnî çareser bikin tevahî hêzên
gerdûnê yê şer neçarin ji min re
alîkarî bidin û min mîsyoneke
navnetew a dîrokî girtiye ser milê
xwe”. Ev rêberên şerê taybet
dibêjin “em dixwazin bibin xwediyê
serkeftineka yekemin”. Ecêp!
Dixwazin netenê pirsgirêka gel a
Tirkiye, dixwazin meselaya terorîzma
cîhanê jî di şexsê PKK’ê de çareser
bikin. Dê ji cîhanê re bibin mînak,
dê bibin pêşeng.
Bangawazî li ser bangawazî dikin û
dibêjin “em gûncavê tevahî
berjewendiyên cîhanê şerekê
dimeşînin, divê pergal bê şert û
qeyd ji me re bibe alîkar”. Ew bixwe
vê dibêjin. Her wisa bê ku di
ferqêdebin rastiyê tînin ziman.
Belê, weke ev teror terora xwe
aşkere dike, derfetên aso, hêvî û
berxwedaniya ji bo gel pir pêwiste
jî derxistiye holê. Û di wateyê de
ger israr bê kirin, ger vê bixin
nava gelan bi taybetî jî nava gelên
rojhilata navîn –tişta ku tê kirin
biçekê ev e- dê encama vê
derbaskirin û israrê bibe qonaxa
şoreşgerî.
Bi taybetî jî dikare di wateya bûna
partiyek sosyalîst, ji nîqaşên demê
re aşkerebûn anîn, ji nîqaşên xwe
yên sosyalîst re aşkerebûn anîn, ji
nîqaşên xwe yên sosyalîst re bersiv
dayînê de bibe mînakek baş. PKK her
ku diçe vê taybetmendiyê pêşdixîne.
Ji derveyî vê, dikare weke textîkek
herî polîtîka bigihije serkeftinê.
Ger em firehbûna nakokiyên rojhilata
navîn didanin berçav ev de di
çareseriyê de bibe pêşketineke herî
bi îdîa. Nexwe, pêşengtî hem ji
sosyalîzmê re kirin hem jî ji bo
demokrasiyên polîtîk ên gel yê
Rojhilata navîn re kirin û ji
pêşketinên wekî vê re pêşengtîkirin
dikare nirxa wî ya gerdunî derbixîne
holê. Ma ev pêwîst e? Heya dawiyê
pêwîst e. Bi taybetî jî ji bo
nîqaşên sosyalîst ên roja me pêwîst
e.
Asoyeke wisa ya îdîa ya sosyalîst ji
bo bindestan û yên tên perçiqandin
hêviyeke e. Bi taybetî jî ji bo li
hemberê talûkeya kapîtalîzmê werin
parastin îdîaya sosyalîst a wisa bi
hêvî gelek pêwîst e. Ji bo hem xîzan
hem jî dewlemend jî werin parastin
pêwîst e. Weke pêşketineke polîtîk a
ji bo gelê rojhilata navîn jî gelek
pêwîst e. Li dijî nûkerên
emperyalîst pêwîstiya damezirandina
demokrasiye heye. Jixwe ji wî re jî
asteke girîng ve tevlî dibe. Nexwe,
weke kirdeyî û polîtîk jî PKK gelek
pêwîst e. Ji bo mirovahiyê hem bûna
asoyê de hem jî bûna hêviyê de pêşve
diçe, hem jî ji bo damezirandinên
demokrasiya ku gelên herêmê pir
pêwîst dibînin –ji tevahî gelên
cîhanê zêdetir pêwîstiya vî gelî bi
demokrasiyê heye-, ji bo ji nûkeran
xelas bibin, ji bo carek din weke
layiqê şeristaniyê dîrokê biçin ser
dîka dîrokê PKK pêwîst e.
Jiber van her du armancan li ser PKK
sekinîn hem erka welatpariziyê ya
piroz e, hem jı erka enternasyonal
e. PKK tevî tevahî kêmasîyên
navxweyî-derve û tevî tevahî
ferzkirinan, avêtina gavên xwe yên
kirdeyî û bi îdîa yên di vê mijarê
de paşde gav ne avêtiye û kesekê jî
nikariye wî di vê mijarê de paşve
bixe. Em hewl didin ku serkeftina vê
pêkbînin. Ji bo serkeftinê, em bi
awayek xurt li ser textîkên leşkerî
û polîtîk disekinin. Ji vê re
pêwîstî heye. Lê divê em jibîr nekin
ku, PKK di bingeh de tevgereke
vekirina asoya gal an û bihêzkirina
hêviyên gelan e. Ger partiyên reel
sosyalîzmê ketibin rewşeke nebaş û
bê serkeftin mabin sedem bê asobûn û
bê hêvîbûn bû ango bê îdîayên
sosyalîst mayîn, xwe nenûkirin bû.
Di vê wateyê de ger aso nebe, îdîa
bê gutkirin, dema moral jî xelas
dibe ew pergal pergaleke cîhanê jı
be mehkumê hilweşînê ye. Jixwe ya
bûyî jî ev bû. Lewre herçend ji
hinek kesan re bê wate bê jî lê PKK
asobûna xwe û hêvîbûna xwe hertim
zîndî dihêle û bi awayek berfereh de
vê didomîne. Heya dawiyê vê wisa
birin divê taybetmendiya herî
bingehîn a PKK’ê be.
Ger em hinde mînakan bidin; ger Iran
tevî tevahî rexneyan hîn jî bi
rengekê bitendûrûst dimeşe, di wir
de hêzek manevî heye. Belê, hinde
kes dibêjin “molan”, hinde kes jî
dibêjin “Eyetûlah”. Ev çiye? Ev
hêzeke aso, moral û îdîayê ye. Ev
pir pêwîste û heke tê xwestin
rejîmek bidin jiyîn neçarin vê hêza
moral û maneviyatê bikin pêşeng. Ji
bîrdoziya sosyalîst re jî rista
klavûz, rista pêşengtî hat dayîn.
Jiber ev hat birîn pergal hilweşya.
Lewre îro bihêz girtina utopyaya
sosyalîst, moral û îdîaya sosyalîst
ji bo serkeftinê esas e. Di nava vê
îdîayê de komek mirov ango hejmareke
qasî pêwîst dike dê di karê çawanî û
çendahî de pêşentiyê bikin,
dê ji bo morale bijîn, dê ji bo
hêvî û îdîayê bijîn û dê pêwîstiya
vê, di rûh û raman de pêşbixînin, dê
hem bijîn hem jî bidin jiyîn. Ji vê
re kêmekê rêbertiya bîrdozî tê
gotin. Dikare ji vê re rêbertiya
moral, heta rêbertiya rûhî jî bê
gotin.
Jixwe bêguman tekiliya vê bi zanistê
re heye, bi xeyal re têkiliya vê
heye û bi maneviyatê re tekiliya vê
heye. Bi madiyatê re jî têkiliya vê
heye. Tevahiyan parseng/teraz dike.
Û çi tiştê ku civakê bi zind bibe
ango çi pêwîst be dibe nûnerê wê.
Ger sosyalîzm dixwaze xwe nû bike
biteqez divê vê saziyê pêşbixîne û
bide rûnişkandin. Şex û dervîşên
serdeman çibin ji bo sosyalîzmê jî
şex, dervîş û pîr ên wisa pêwîst
dike. Ji bo bibe mînak em vê
dibêjin. Lê jixwe ev têra nake. Ya
din jî polîtîkaya wê ya
kirdeyî-polîtîk pêwîst e. Neçare
polîtîkayê an jî textîkê pêşbixîne.
PKK di vê alî de jî di nava
pêşketinê de ye. Xwe tenê bi zîndî
girtina moral-bîrdoziya bilind a
endamên xwe ve an jî tenê wî esas
girtinê ve namîne –me ev bi
têkoşîneke mezin ve meşand-. Di
heman deme de em baş dizanin ku ka
em çiqas diçin ser textîkên rojane,
bi şêwazeke tucaran nebe nasîbê çi
partiyên din em li ser textîkan
disekinin. Tu dixwazî bila textîkên
rêxistinanbe, yê xwepêşandinan be,
tu dixwazî bila textîkên şer be,
xebata me ya herî zêdetir em liser
difikirin a din jî ev e. Em ji vê
xebatê re dibêjin xebata polîtîk a
rojene jî. Textîkên leşkerî jî di
tehlîla herî dawiyê de textîkên
polîtîk in, bi awayek dijwar
meşandina polîtîka ye. Şerê taybet
nahêle polîtîkayek din pêşbikeve,
tunda bê rehm pêktîne. Jiber vê
sedemê divê textîkên me yên polîtîk
de aliyên tundî, aliyên leşkeriya
gerîla pêşbikeve. Em hewl didin vê
bikin. Di van mijaran de beyî ku
pîvan werin derbazkirin, bi qasî bi
şerê taybetî ve girêdayî ye di
textîkên polîtîkayê de tund
pêşxistin ji bo serkeftinê jênerevîn
e.
Di vê mijarê de kêmasiyên girîng ên
tên jiyîn hene. Jixwe jiber gelek
partiyan, rêxistinan di Tirkiyê de
ev nekirin hatin xelaskirin ango bê
rist hatin hiştin. Tenê jordahiya
bîrdozî-moral têra nake. Jiber PKK’ê
xebatê rojane yê kirdehiya rêxistinê,
çalekiya rast, xebatê çalekiya
leşkerî pêşxist îro xwedî îdîaye û
nayê xelaskirin. Jiber di van
textîkên rast de israr kir rastiya
wî ya gihiştina serkeftinê derkete
holê.
Sedema PKK hem di asta netew de hem
jî di asta nevnetew de ewqes deng
vedaye; jiber ji pirsgirêkê pêvajoya
hilweşina rêl sosyalîzmê ya di çapê
gerdûnî re bersivên rast çêkir û di
vê mijarê de heman nexweşiyê wî
nînbû. Domandina pêşketina xwe ya
afirîner, di warê kirde-polîtîk de
xwe bê textîk nehiştin, berxwedaniya
ve di tevahî sehayan de di zîndanan
de, di çiyan de di, di welat de û di
derveyî welat de dana nîşandin hişt
ew bibe tirsa herî mezin a
emperyalîzmê, heta hişt bibe
tevgereke ku nikare bike
binçavdêriya xwe de.
Di vê wateyê de bêguman neçare weke
partiyek, tevgerek karkeran
girîngiya xwe biparîze. Ev jî tenê
dikare biserkeftinê ve gengaz be.
Jiber divê li dijî xwe netenê hêza
şerê taybet bibîne, divê netenê bibe
tevgereke ku faşîstên Tirk êrîş
dikin ser, divê di pişta wî de êrîşa
tevahî hêzên paşverû yê navnetew
bibîne. Lewre divê xwe hertim di aso
de, di hêvî, armanc û moral de bihêz
bike, jixwe jiber di kirdeyê de
berfehereh tê şerkirin divê di
textîkan de pir baş lêhûrbûn
(yoğunlaşma) bijî. Divê yê heyî,
pêşketinên xwe biserkeftî kirî weke
encamekê ne, weke destpêkirinekê
bibîne û xurtir bike. Di vê wateyê
de çareseriya mîlîtan wateyeke mezin
hildigire.
Di van dêmên dawîyê de tehlîl û
çareseriyên me ji bo rêxistinê
pêşxistine di rastiyê de ji bo
serkeftina PKK’ê jênerevîn e. Vê pir
aşkere danî holê ku; ev kesayetê ku
ji nîzamê bandor bûye û bermahiyên
hemdema dijî bi serê xwe endamê şerê
taybet e. Û dîsa me ev da nîşan ku;
çareserkirina vê, derbazkirina
talûkeya ku ji vê çavkaniya xwe
digire taybetmendiya ku PKK’ê dike
PKK ye. Têkoşîneke wisa di nava xwe
de dana meşandin, şexsê nexweş
tespît kirin û nexweşîya wî
derbazkirin di rastiyê de cewherê
serkeftina wî îfade dike. Ev pir
eşkere derkete holê; herçend bêje
“ez amedeme xwe fedayî têkoşînê
bikim” jî, herçend xwe feda kiribe
jî, şexsiyetekê xwe berfereh çareser
nekirye, mîlîtanekê ku xwe berfereh
tehlîl nekirye, heta her tîpê rêber
di demekî herî kin de xwe ji
belabûnê xelas nake, xwe weke
belayekê, weke endamekî girtî
ferzkirinê xelas nake. Jixwe
hilweşandina partiyên ku ji reel
sosyalîzmê re pêşengtî kirinê jî di
vir de destpê dike.
Jiber di nava buro û navendên van
partiyan de girtîbûni burokratbûn
pêşket, roj bi roj weke pêlekê
belavî nava dewletê û civakê bû. Û
bûyere tehlîlbûnê û çênekirina
pêşketinê pêşket. Ev talûke hezar
qat zêdetir heye. Tîpê ku di nava
PKK’ê de ji tîpê di nava reel
sosyalîzmê zêdetir xwedî nexweşiya
ye. Tîpekê paşverû, dizker, û di
destê sêyemîn de ji kapîtalîzmê
bandor bûye û tîpê ku kemalîzmê
bandor kirye ye. Di heman deme de
tîpekê di nava malbat, kabîle û
ezeziya kole de mezinbûye ye an jî
di nava van de hatiye berovajîkirin
e. Em ji kiryara xwe de dizanin ku
ev tîp dikare deh şoreşan di erdive
bike yek. Tehlîlkirin ev di asteke
bilind de da nîşan.
Di nava partiya me de tevahî kes vê
baş dizanin ku; ger ev tîp nehatiba
derbazkirin me dê ne PKK anîba sala
1995’ê, pir zehmet bû ku em bînin
sala 1985’ê. Heta me nedikarî em
PKK’ê bînin sala 1975’ê jî. Ev jixwe
di heman deme de pêşketina wesfa
partiya sosyalîst jî îfade dike.
divê meşandina têkoşîna çînatî ne bi
awayek çors, di dorhêla çînatî an jî
di nava dorhêla gel a
objektîf-fîzîkî de, wê di nava
mejiyê rêxistina ku di navde ye, di
nava mejiyê wî de bê meşandin. Divê
di rehên wî yê biçûk de, di pişika
(akciğer) wî de, di dilê wî de bê
meşandin. Ger di têkoşîna çînatî de
dixwazin bigihijin serkeftinê, divê
li dijî burokratbûnê, girtîbûnê –ger
dixwazin xwe bixwe li dijî xwe
derbikevin- divê ev têkoşîna nefsî,
têkoşîna navxweyî hertim bê meşandin.
Herçend hinde pispor di qonaxa
sosyalîzmê de gotibin “têkoşîna
çînatiyê nasekne” û neçar mane hîn
zêdetir pêşbixînin jî, ev encax bi
gelemperî û bi çend gotinên kin ve
hatiye nirxandin.
Lenîn jî behsa vê dike û dibêje;
“sosyalîzm ji bûrjiwayê biçûk, di
berhema meta ya biçûk de difûre. Ev
jî dê hertim nîzama sosyalîst tehdît
bike”. Lê gotin ev qes e. Ne wî
bixwe dîtiye –ne jî temenê wî têra
kirye- ka ev dê çawa di nava partiye
de bê meşandin, nejî pişt re ev
pêşxistiye. Ferasata Stalîn a
têkoşîna çînatiyê ya pir çors heye.
Hinde serokan gotiye, lê wan jî yan
bi teşeyeke nepixandî nirxandine, an
xwe li tê de veşartine, lê yên xwe
li tê de neveşartine jî bi teşeyeke
çors ve hatine tasfiyekirin. Encam;
neserkeftina mezin a vê nêzîkatiyê.
Mao jî nirxandinên dişibine vê
kirye. Lê herçend îro çîn hîn xwe
dimeşîne jî, di gelek aliyan de vê
pêşxistinê re dûr in.
Li Çînê de pêşketina dişibe tecrûbea
sovyetan berferehe. Lê ger têkoşîna
çînatiyê pêşbixînin ev dibe. Bêyî ku
bikeve nava nexweşiya partiyên
sovyetê bi taybetî jî di mijara
demokrasî û enternasyonalîzma yek
nûmare de ka çiqes erkên xwe aniye
cîh dikare were nîqaşkirin. Lê heger
hîn dijîn sedema vê ji bê rêgeza
têkoşînê ve biçekê girêdana wan e.
Jixwe me ne di demê damezirandina
dewletekê de, di demekî herî zû de
ferq kir. Û ev ferqkirin jî ne tenê
di nava partiye de bi hinde ji
rêderketinên çep an rast re dijbertî
kirin, herçend me ev nedabe aliyekê
jî lê me ji nêzîkatiyên çors ên
çep-rast re, ji nûnerên wan re
têkoşîna pêwîst dikir dabe jî, pişt
re –bi taybetî dema em li bervî roja
me ya îro dihatin- derkete holê ku
ev têra nekir ye.
Bi ji rêderketinên çep û rast re
têkoşîn têra nake. Sedemên hîn
kûrtir ên jirêderketinên çep-rast
têr dikin, xwedî dikin heye. Û me
nêrî ku, di rojane de jî yê ku di
rewşa rêbertiyê de ye ger têkoşînê
di nava xwe de pêşnexîne, ger di
nava dorhêla mîlîtanên ku herî zêde
ji xwe razî de ne de têkoşîna moral,
perwerde û têrbûna kiryarî neyê
meşandin, dê ew partî ji bûna
partiya pêşeng derbikeve. Dema em
tevahî gavên demê yê textîkî yên
PKK’ê temaşe dikin, xetimandina çend
kesan bi xwe re neserkeftin û
windahiyên mezin tîne. Tevî bê
têkoşîna mezin ger ev wisa be, tê vê
wateyê ku talûke mezin e. Ma wê
demê çareserî çiye? Çareserî;di nava
partiye de di asta moral, kiryarî û
polîtîk de hêza çareseriyê di nava
partiyê de dana pêkanîn, têkoşînê bê
ku gîro bikin bi awayek xurt dana
meşandine .
Jiber PKK di van salên dawiyê de ev
têkoşîn da paşve nehate kişandin.
Jixwe sedema DYE ji didespêkê de
dibêje “rêxistineke terorîste” jiber
vê ye. Tevî tevahî modelên
rêxistinên din hatine derbazkirin,
bi vê rêbazê ve nederbazkirina PKK’ê
aliyê wî yê xweser derdixîne holê.
Dîsa tevî tevahî hewlên KT’yê
çinemaye yek koma çepê Kurd derbaz
nekirye nemaye. Berovajiyê ve tevî
tevahî şerê taybet bêbandornekirina
PKK dîsa ji pisporbûna wî ya di
çareseriyan çavkaniya xwe digire.
Disa di vê wateyê de jiber di
tecrûbea partiyên sosyalîst de, heta
di têkoşîna çînatiya sosyalîzm de,
di partiyên sosyalîst de, di mejiyê
wê de di asteke bilin de dana
têkoşîna çînatiyê di kare bê gotin
ku di dîroka partiyên sosyalîst de
di wateya pêşveçûnê de şansa
pêşketinê û tevlîbûnê çêdibe.
Ger di roja me ya îro de partiyek
dixwaze wesfa xwe ya sosyalîst
biparîze, ger dixwaze netenê di
serkeftinên kiryarî-polîtîk de, bi
mezinbûna xwe ya moral ve jî
biparîze, wê deme neçare biçekê jî
ji bo PKK’ ê be. Mirov dikare
gerdûnbûna PKK wisa pênase bike.
Dibe wekî ku em dixwazin formîle
nekin lê tevahî tiştên tên xûyakirin
tevahî ev wesfên PKK ji bo
rêxistinên dixwazin biserkeftî bin,
bi gelemperî ji bo rêxistinê bi
taybetî jî ji bo rêxistinên
sosyalîst ev jênerevîne. Ji
pirsgirêken mirovahiyê yên giran re,
bitaybetî pirsgirêkên ku pir kedê
dixwazin, erkên polîtîk ên hewce
dibînin bên lekolînkirin û ji erkên
moral re xeynî vê bersiv dayîn
negengaz e. Ji bo wê tevahî partiyên
siyasî yên Tirkiyê xitimîn, hatin
derbazkirin, tên hilweşandin. Bi çep-rastê
xwe ve di tevahî cîhanê de, di
Fransayê de, di Elmanyê de, di
Îngîlterê de ji bo tevahî partiyan
tê gotin ku kevn bûne, hatine
derbaskirin heta eleqe nabînin.
Rast e; tevahî partiyên kevnar ên
çep-rast tên derbazkirin, heta tê
gotin ku “bê eleqeya gel pir
pêşdikeve”. Lê ji lêgerîna partiya
nû re bersiv nayê dayîn. Dana
alîkariya kêm alîkariya gel weke
aşûtê mezin dike. Di Tirkiyê de ji
bo bûrjûvayê Tirk ên di rewşa jiyînê
de bin re tevgereke nû ya
demokrasiyê heye. Hewl dide bibe
popîlîst û dibe popolîst jî. Çima?
Jiber tevahî partiyên çep-rast di
cihekê de girtî dimînin ji ber vê
wisa dibe. Di cîhanê de jî ev wisa
ye. Ew rastiya ku dixwazin weke bayê
pêşketina nû –vajî jî be,
jirêderketî jî be- bidin nîşandin ev
e. Heta dikare were gotin ku modela
kevîn a dewletê neçare êdî bê
derbazkirin. Îro dewletgerî pir
pêşdikeve û ev jî di wateyê kê de
dibe rejîmên ku xwe di partiyên çep-rast
de, di reel sosyalîzmê de, bi
kapîtalîzma xwe ya liberal a dewletê
ve, binesaziyên xwe dispêrin dewlata
kevin ve xwe li ser mirovahiyê
ferzdike û ev ferzkirin ji bo
mirovahiyê jî bûna gomlekekê dang
îfade dike.
Ev tevahî dewlet êdî ji bo civakan
gomlekeke dang e û neçare were
qetandin. Jixwe çareserî nayê dîtin,
ji bo nabîne jî her ku diçe
bêhndangî zêde dibe. Nexwe; nakokiya
herî bingehîn a di roja me de, bi
rastî jî derbazkirina wan dewletên
ku weke gomlekekî bi amûran ve
hatiye çêkirin derbazî serê
mirovahiyê dikine. Spartinên wî yê
partiyên çep-rast derbazkirine.
Mirovahî bi rastî jî pêwîstî ji vê
re dibîne. Gelek diyardeyên heyî
hatina qonaxeke wisa dide nîşan.
Nexwe, sedsala 21. di wateyekê de
derbazkirina dewletên di vê tîpê de
ne. Em tenê behsa derbazkirina
çînatiya dîktator nakin. Ev bila bi
sosyalîzma reel ve be, bi
kapîtalîzma lîberal ve be navê wî çi
dibe bila ew be modelên heyî ji bo
civakê êdî astengiyên mezin
diafirîne. Tam jî di vê xalê de ji
teoriya sosyalîzmê ya tefandin û
xelaskirina dewlet re dikare
vekirîbûneke nû bê dayîn. Di vê
wateyê de sosyalîzm dikare bibe
xwediyê gotinên herî bi îdîa. Gel
êdî nikarin dewletên heyî rakin.
Bûne koma burokrat, çi pêşketinan re
firsend nasnekin. Tenê bi komkirina
rantê û belavkirina ji yên karnekin
re mijûl in. Ev rewşeke ku nayê
rakin derdixîne holê û felaketa
pêşdixîne. Wê dêmê dikarin teoriya
dewletê ji nûve bi teşeyek birîqîde
bidin pêş û rast bikin.
Damezirandina sosyalîzmê ne dewlet
e, heta divê bê fêmkirin ku erka wê
ya derbazkirina dewletê heye. Qonaxa
yekemîn a sosyalîzmê ev nedît anjî
ger dîtibe jî pêwîstiyên wê ne anî
cîh. Ev qonaxa nû neçare rewşa
derbazkirina dewletê hem bibîne, hem
bide nîşan hem jî biguherîne. Qasî
sosyalîzm ev pêk anî dikarî pêkbîne
bibe hêza bi îdîa bîrdozî û bibe
hêza moral û polîtîka yê. Jixwe dê
vê bike nava jiyanê, dê bixe nava
nufusa civakê, xwe xwedîkirina
bitendûrist û perwerdeyê de. Dîsa dê
bandoreke baş liser devdor çêbike.
Li ser van pirsgirêkan lêhûrbûna
sosyalîzmê jênerevîn e. Lê tê dîtin
ku weke şoreşeke polîtîk jî neçare
kêm zêde dewletê derbaz bike, heya
vê pêkneyîne çi reform bi tena serê
xwe têra nakin.
Gelek partiyên din vedizên, partiyên
kesk ên reformîst. Heya ev partî vê
pergala dewletê derbaz nekin dê
nikarin xwe bigihînin xweza û
devdora bi tendûrist a ku hedef
kirine û nikarin pêşiya vê tehrîbatê
bigrin. Di vê wateyê de ev
tecrûbeyên reformîst ên di roja me
de nikarin pir zêde biserkeftîbin.
Mezinbûna teoriya sosyalîst ji bo
çareserkirina van pirsgirêkên mezin
pêwîst e û jênerevîn e.
Herçend tê gotin “di wateya teqez de
reform pêwîst in, ji xeynî vê
negengaze bi çi rêgezên din ve ev
pergal bê derbazkirin” jî –eynî weke
li ser bîrdoziya sosyalîst û
reformîst a di dawiya sedsala 19. de
derketine holê de partiyên ku hatine
ferzkirin- ev dê tenê kaptalîzmê bi
teşeyek talûke ve mezin bike, dê rê
veke ku jiyana xwe bidomîne, dîsa
weke ku di tecrûbeya reel sosyalîzmê
de tê dîtin xwe nêzîkirina
kaptalîzmê ve dê bi ketina
lihevkirin ve kapîtalîzmê bi teşeya
pirsgirêka talûke mezin bike. Jiber
vê sedemê divê reforîzm bê dîtin,
divê reforîzm bi şoreşêve were
girêdan, bi wîre ne bi şêwaza çep ne
jî bi ya rast ve bi hev re ketina
nava liberabûn an jî ketina
nakokîyan, ji vê zêdetir bi
nêzîkatiyek baş ve wê pêşwazî kirin
û wê ji bo xîzmeta şoreşê dana
karanîn girîng e.
Tê dîtin ku, ev roja 1’ê Gulanê ku
roja lihevkirin û têkoşîna karkeran
e ji tevahî deman zêdetir mirov li
ser asoyek, hêvî û bernameyek
sosyalîst û pêşxistina textîka
polîtîk û kiryarî dide hizirandin.
Partiya me PKK di vê mijarê de
rewşeke xwedî şans dijî an jî bi
keda xwe ya bizanist ve vê rojê bi
teşeyeke xwedî wate pêşwazî dike.
Heta dikare bê gotin ku, dibe
partiya ku herî zêde biserkeftî
pêşwazî dike. Dikare xwe spartina vê
ve bi aso û bi hêvî nêzî pêvajoya li
pêşiya me bibe û di kiryari de şerê
ku li dijî mirovahiyê, şerê li dijî
şerê taybetî ve hîn zêdetir şerê
şoreşger ê herî pîroz û rûmeta
mirovahiyê ye pêşbixîne. Pêvajoya ku
hatiye jiyîn hem di hêvîyê de,
îdîayê de, di rûhte de pêşketineke
mezin, hem jî şoreşa ku di divê di
polîtîka û kiryarî de serbikeve bû.
Dema rêgezên wî yê textîk û ji esasê
wê re bê temaşekirin, di binyeta
PKK’ê de pêşketin nedana nîşandina
mîlîtanan nayê hizirandin. Heta
gelekî wekî gelê Kurd PKK şopand. Ev
pêşketina ku hatiye çêkirin
pêşketinên mezin bi xwe re anî dê vê
şûndetir jî di destpêkê gelê Tirk û
tevahî gelên herêmê dê vê pêşketinê
bijîn. Jixwe em ketine nava vê
pêvajoyê jî. Bi taybetî jî
derbazkirina rewşa lehneta ku li ser
merc û jiyana karkerên Tirkiyê
pirsgirêke. Çinemaye tevahî
pirsgirêk li ser gele karker ê
Tirkiyê liberabûn û nerazîbûnê
ferzdike. Ango pêwîstiya rabûna ser
lingan ferz dike. Û PKK jî dibe hêza
ku herî zêde ji wî re dibe alîkarî,
derdixîne holê û jê re dibe alîkar.
Ev jî tê wateya firsendeke bidîrokî.
Wekî em hertim dibêjin, liser
vê bingehê serxistina erkan dibe
pêşketina mezin a rojhilata navîn û
destpêkirinek nû ya pêşketina
şoreşgerî. Di dîroka gelên rojhilata
navîn de, di demên şeristaniyên
xwedî şeref de yekbûnên wan hene.
Yekemîn car ketina şeristaniyê li
ser vê axê çêdibe. Damezirandina
şeristaniyên mezin û împaratortiyên
koletiyê û aliyên wan ên herî
biafirîner jî liser vê axê derdikeve.
Dîsa teşeya serdemên herî mezin ê
şeristaniyên feodal li ser vê axê
derketiye holê. Yekbûna gelemperî ya
–ev bi biçîmek cûda de reel
sosyalîzm şibandina xwe de-
kapîtalîzm ê, îro bi teşeya ku em jê
re dibêjin şeristaniya Rojava
derdikeve pêşiya me. Ev jî ne li
gorî cewherê gelê rojhilata navîn ji
mînaka xirap a civaka mirovahiyê bi
teşeyeke bêparseng, bi kevneşopiya
wî ya dîrokê ve dikeve nava nakokiya,
mirovê heta dawiyê bûye cûce re rê
vedike. Gelên rojhilata navîn
nikarin bibin mehkûmê vê. Her ku
diçe dikevin ferqa rastiya dîroka
xwe, rastiya şeristaniya xwe ya
mezin. Ger xwedî derketina rast de
serbikevin dê bijîn.
Ev kapîtalîzma ku di van çend
sedsalên dawiyê de tê aşîkirin
aloziyên mezin pêşxistiye. Dikare bê
gotin ku, di vir de rê ji teşeyên
civakên ku mirov û civak nikarin
bijîn re vekirye. Ji dergûşa zayîna
mirov re rista gora mirov
hilbijartiye. Qet bêguman dema vê
dibînin dê bi reaksiyoneke hîn
mezintir ve rabin ser lingan. Gotina
partiya me ev e, tişta ku dikin jî
ev e. Neku ji dergûşa zayîna mirov
re rista gora mirov dayîn,
berovajiyê ve kapîtalîzma
emperyalîst a ku bûna rejîmek qumar
derbaznake û dizeke re bersiv
çêkirin, mîna şeristaniyê
destpêkirye derbazkirina civakên
biçînî û bi teşeya derbazkirina
kapîtalîzma dizek erka dergûştiyê
dayîn girîng e.
Me di yekemîn derketina partiya xwe
de jî ev nirxandin kir. Di dema
şefaqê de vê axê çawa rist lîstiye,
ji şeristaniyê re vebûna vî gelî, di
wateya civakek bê çînatî jî, ji
hilbijartinên wî yên şeristaniyê re
di vebûnê de û di yek kirinê de jî
çi tişt nabe astenk. Ger astengî
çêbibe jî ev pêşiya vê erka dîrokî
ya mezin nikare bibe astenk û kes jî
ji vê astengiyê re serê xwe nadeyne.
Em wisa biasoyeke mezin dihizirin.
Ya herî girîng jî weke rojane
astengên jiyanê heye. Bi rojane li
dijî van astengan derketin jî ji
mirovahiyê re bi qasî nan-avê û hewa
pêwîst e, binirxe. Jixwe tişta ku
PKK bi rojane dide jiyandin,
pêwîstiya ji taybetmendiyên
mirovahiyê re ye. Nexwe ji bo demeke
dirêj asoyeke ewqes mezin dîtin hem
jî weke rojane li dijî astengiyên
jiyanê yên êdî nayên rakirin sekin,
mirovekê ji bombeya atom zêdetir
binirx û bihêz dike.
PKK biçekê ev pêkanî. Tîpê rêber ê
di PKK’ê de kêm-zêde dibe navê
pêkanîna vê. Ger bê israr kirin, ger
her tîpê mîlîtan bûna xwedî
şexsiyeteke bi vê teşeyê bijî û vê
hertimî bike, bi rastî jî ji bo
pêkanîna îtopya û hêviyên herî
demdirêj çi astengî nîne. Jixwe
serkeftina kiryarî ya ji bo gelek
kesan weke mûcîzeyekê tê vê dide
nîşan. Em li ser vê bingehê
girêdaniya xwe ya bi îdîalên xwe yên
sosyalîst ve dîsa bi qasî bi dîroka
gelan ve girêdan, bi berjewendiyên
wan ê rojane ve jî girêdaniya xwe
didin diyarkirin. Em bi têkoşîna
partiya xwe ya bi serkeftî û bi
îdîaker ve silav dikin û vê rojê ji
tevahî mirovahî û gelê xwe re pîroz
dikin.
Bijî 1’ê Gulan ê
Rêbertiya Partiyê
1’ê Gulan 1994
|