|
Rastiya Şehadetan
Rêka Herî Sexlem A Ku Mirov Li Ser
Bimeşe Ye
Sînan Şahîn
Meha Gulanê weke
meheke şehîdan ketiye nava têkoşîna
azadiya Kurd. Yekemîn şehîdê PKK di
vê mehê de pêkhatiye, di nava vê
dema şehîdê me yê yekemîn heya dema
me ya îro meşîna şervanên Kurdistana
azad a bê gûman, hatiye rewşeke
artêşa şehîdan a hejmara wê deh
hezaran derbaz kirye. Bîranîna
şehîdê yekemîn rê li ber têkoşîneke
mezin vekirye, rastiya gel û rastiya
partiyeke ji serkeftinê re kîlît
bûye derxistiye holê. Di Kurdistanê
de afirandina van rastiyan bûyereke
afirandinêye ku mirov nikare wan li
tiştekıı din ve qiyas bike. Dema
rastiya Kurd a jiyînkirinê tê
şopandin wê wate û nirxa van
afirandinan hîn zêdetir bê fêmkirin.
Kurd xwediyê
paşerojeke dîrokî ne û di qada dijî
de xwediyê rewşa gelê herî kevnar e.
Yekemîn gelê li ser vê axe bicihbûye
Kurd in, ji civakbûn û ji jiyanê re
yekemîn car li vir çavên xwe
vekiriye, di gerdûnbûna mirovahiyê
de bûye xwediyê risteke pir girîng.
Weke gelekî afîrînerê Neolotîk ê, ew
qes jî di pêşveçûna dîrokî de bûye
xwediyê afirandina cîdî, di
afirandina amûrên ‘şeristanî’ de û
di pêşveçûna mirovahiyê de xwediyê
risteke jênerevîn e. Tevî vê jî di
qirna 20. de hatiye rewşeke wisa ku
heyîna wî bibe mijara gotinê. Heta
ji aliyê hêzên metînger de bi israr
tê gotin ku gelekî wisa nîne,
hertiştê bi navê Kurd hebe kirine
nava sînorên qedexeyê de,
reftariyeke xwedî lê derketinê jî bi
ciza û helwestên giran re rû bi rû
hiştine.
Kurd di tevahî dîrokê
de fêrî azad jiyînê bûne, bi vê fêrî
bûnê ve heyîna xwe domandine. Tevî
di afirandina amûrên şeristaniyê de
û di pêşveçûna şeristaniyê de
xwediyê risteke mezinin jî, xwe bi
taybetî ji karanîna van amûran dûr
girtine. Ger mirov bêje têkiliyê
civaka dewletgerî nejiya ye wê neye
wateya nirxandineke nepixandî. Ji
derveyî jiyan û têkiliya civaka
xwezayî ya xwe dispêre yekemîn forma
rêxistî etnîsîte derneketiye. Tevî
xwediyê derfetên dewletbûnêye jî
heya roja me ya îro nebûye dewlet,
bi israr jî ji vê dûr sekiniye. Tevî
berdêla wê ji şeristaniyê qûtbûyîne
jî di nava çiyan de mayînê ve
elimandina xwe ya jiyîna azad
domandiye. Tevî pergala dewleta
çînatîparêz pêşketiye û li ser gelek
civakan bandor çêkirye jî, Kurdan ev
binesaziya pergala dewletparêz zêde
nasnekirye û neketiye bin bandora
wî. Kesek nekirye kole û nebûye
koleyê kesek î. Di vê wateyê de ger
dê behsa gelekî ku tevlî tewanbariya
pergala dewlet û civaka çînatparêz
nebûye an jî kêm tevlîbûye bêkirin,
qet gûman nîne ku ev gel jî dê gelê
Kurd be. Lê dîsa jî Kurdan xwe ji
nifş qirkirin û ji qirkirinên herî
mezin xelas nekirine. Herî zêde jî
di qirna 20. de bi van pêkanînan re
rû bi rû maye.
Kurd di nava gelên
ku welat û gelê wî hatiye perçekirin
û li ser her perçeya wî
mêtingeriyeke cûda tê pêkanîn de cîh
digirin ango yek ji wan gelan e.
Dibe çi mînak di vê astê de nebin
jî. Berya hertiştî di nava herdu
hêzên di herêmê de xwediyê hêza herî
mezin e, Osmanger û Sefeviyan de; bi
şerê 1. ê parvekirinê de ji çer
perçeyan re hatiye perçekirin û
parvekirin. Dema her yek parçe ji
mêtingeriya Tirkiyê, yek parçe ji
daqirkeriya Farsan re dimîne,
perçeyek digihije mêtingeriya
Ingîlîz, perçeyek digihije
mêtingeriya Fransiz, piştre jî ev
hêz devrî çînatiya desthilata Erep a
ku bi têkiliyê mêtingeriyê ve
girêdayî ye dikin. Ji vê şûn de jî
bi şêwazekî herî hovane û wehşî di
Kurdistanê de statuyeke mêtingeriya
dagirker tê çêkirin.
Berya welatê wan
bikin çar perçe Kurd herçend dibin
dagirkeriyên cûda de bin jî
parastina azadiya xwe didomandin,
dema nêzîkbûnên kêmkirinê pêşdiketin
jî liberxwedanê neraviyane,
fedekariya pêwîst dikir pêşkêşkirin
e. Heya xwediyê vê nêzîkbûnê bûne,
welatên wan hatibin dagirkirin jî
azad jiyîn domandine. Lê jiber
meylên wan ê hizr û nêzîkbûnên wan a
dewletbûnê nebû, di vê hêlê de
nebûne xwediyê rêxistineke wisa.
Tenê bi rêxistinkirineke xwe dispêre
têkiliyê eşîr û tenê li ser bingeha
parastina azadiya xwe tevgerîne. Di
vir de ji bo welatê xwe û gelê xwe
têkoşînê de û şehîd dayînê de lewaz
mane. Dema ez vê dibêjim ez nabêjim
mirovê raperîna Kurd şehît neketine
ango vê nizanin. Berovajiyê vê dibe
gelê herî zêde bi qirkirinan re rû
bi rû maye ev gel e. Jin-zilam,
ciwan-pîr, zarok bi qirkirinên
komkiri re rû bi rû mane. Bi
qirkirinên yek carî de deh hezar
mirovan tune dikin, ji êrîş û
qetilkirinan re rû bi rû mane. Ev
rastiyên dîrokê yên tên zanînin.
Tişta em behs dikin dema hewce bû ji
bo welat û gel ketina rêka hêz,
wêrektî û dayîna bîryara têkoşînê
ye. Rastiya tê şopandin de mile kêm
mayî ev e.
Berxwedanên di qirna
19. de pêşketine di nîvya çarêka
qirna 20. de jî berdewam kirye.
Dewletbûn û netewbûn di van raperîna
de nikariye bibe bandor. Dank jî be
sedema çînatiya desthilatdara Kurd a
li dijî nêzîkbûnên dangav dikin û
zextan çêdikin nêzîkbûnên parastina
desthilatdariya xwe çavkaniya xwe ji
daxwaziya jiyîna jiyana azad a ku ev
sedsale fêrîbûne de digire. Jiber
dewletên herêmê yên dest bi
navenbûnê kirine hewl daye
nêzîkbûnên otonom ji holê rake, vê
ji jiyana ku Kurd ferî bûne
hejandiye. Nakokî û pevçûyîn,
raperîn pêşketinên di vir de
çavkaniya xwe digirinin.
Perçiqandina raperînan rê liber
windakirin û xirapbûna nirxên kêm jî
be pêve girêdayîne vedike, nirxên
pîroz ên weke welat û gel hatiye
rewşeke wisa ku heçku nirxên herî
zêde jê were dûrketin ev nirxin.
Qetilkirinên hatine jiyîn rê li
pêşiya nêzîkbûnên ger ji bo welat û
gel nêzîkbûneke erênî ya herî biçûk
çêbibe wê bi tewanbariya herî mezin
rê rû bi rû bîmîne re vekir. Dema
libervî nîvya çarêka qirna 20. ve
tên êdî rewşa welat û gel li tê de
dijîn û mercên wê çine? Kesekî pir
zêde eleqeder nakirye. Rastiya ger
mirov ji bo wê têbikoşe wê rîskên
jiyanê çêbike mirov ji welat û gel
qûtkiriye, dûrxistiye. Ji bo şerekî
malbata herî erzan mirinê
dipejirînin lê ji bo nirxên herî
mezin ên wek welat û gel mirinê ango
berdêleke herî biçûk dayînê re dil
nadin, nadin berçav, hatine rewşeke
wisa dilbi êş. Rastiya şehadet di vê
xalê de girîngiyê qezenc dike. Ji bo
nirxên weke welat û gel jiyana xwe
dayîn lotka (zîrve) pîrozahiyê ye û
ev lotkeya pîrozbûnan di her gelî de
weke şehîdan hatiye pênase kirin. Û
her gel nirxandiye ku rêka şehîdan,
rêka herî bitendûrist a ku mirov li
ser bimeşe ye.
Dema libervî salên
1970’an tên ji aliyê dijmin ve
pirsgirêka Kurd hema hema helbûye,
çareserbû ye. Helbûn çareseriya
pirsgirêkê îfade nedikir, vedigot ku
ji bo carek din nerabe ser lingan
hatiye tunekirin. Kurdistan bi gelê
xwe ve hatibû tunekirin, veşartin,
ser wî hatibû betonkirin. Xeyala
Kurdistanê jî di bin vê betonê de bû
û tişteke ji rastîbûnê hatiye
derxistin nayê xeyalkirin. Dihat
hizirîn ku carek din narabe li ser
lingan. Jiber Kurdatî, ji mijareke
ji bo wê bê têkoşînkirin hatibû
dûrxistin. Ji bo wê şehît ketin dana
berçavê xwe em danin aliyekî,
mijareke herî zêde jê dihat revîn
bû. Lê xwedî derketin berdêlên giran
dixwast. Li gel vê mirovê Kurd di
rewşeke ji xwe re bîyanîbûn û ji
rastiya xwe revînê de bûn. Di bin
van şer û mercan de bi navê
Kurdistanê têkoşîn meşandin, dana
meşandin, gelekî mîrî hatiye
pejirandin carek din rakirina ser
lingan ji ked, hewl û fedekariyê
wêdatir şehît girtina berçevê xwe
hewce ditît. Mirî rakirina ser
lingan ji vê wêdatir gengaz nebû.
PKK di bin van mercan
de dest bi têkoşînê dikir. Dema
hevokên yekemîn dihatin ziman wê
demê dihate dîtin ku bi talûkeyên
mezin re rû bi rû ne. Roj bi roj,
gav bi gav têkoşîn dihat pêşxistin,
herku diçû digihandin devdoreke hîn
firehtir. Lê divê mirov bêje ev wisa
esan û yek carî de çênebû bi
pênaseya Rebertî ve “bêhn bi bêhn
(nefes bi nefes)” hate meşandin. Di
civakê de hêviya serkeftina vê
têkoşînê nebû. Derfeta serkeftina
têkoşîn an jî xebateke tu jiyana xwe
di berda feda nekî bisînor e, lê
berovajiyê wê jî derbazdar e;
têkoşîneke ku mirovan liberda jiyana
xwe feda kirye dê bi teqez encamekî
biafirîne.
PKK çawa gava xwe
avête nava têkoşînê wê demê bi
talûke û êrîşan re rû bi rû ma. Tevî
komeke biçûk û xwediyê derfetên pir
bê sînor jî bûn rê liber talûkeya
cîdî ya li ser dijmin re vekirîbûn.
Hatiye xwestin ku derketina komê ya
ji Enqerê û ketina wan a li
Kurdistanê bê astenk kirin. Dema
nikarîn pêşiya derketinê astenk
bikin û dema xebata propaxanda,
ajîtasyon a Rêber jê re gotibû “Sefera
Kurdistanê” di her bajar de hate
rêxistinkirin vê carê vê rê li
pêşiya pêşxistina komplo û êrîşên
destpêkê vekir û bû sedem ku PKK
yekemîn şehîdê xwe bide. Herçend
komplo û êrîş bi navê hinde hêzên
cûdatir hatibe kirin jî, mîsogere ku
ji aliyê dewletê ve hatiye pêkanîn.
Yê ku Haqî Karer qetilkir dewletbû.
Bi awayek pir zanist
Haqî hatibû hedef girtin. Tevî ew
xwe Tirk bû ji bo çareseriya
pirsgirika heya dawiyê bi rîsk û
dijwar a Kurd têdikoşa. Tevî Kurd
bixwe ji bo çareseriya pirsgirêka
xwe heman wêrektî û bîryarbûnê nadin
nîşan Haqî Karer da nîşan, ev jî di
çavê dijmin de nereviya ye. Di
nirxandina Rêber de jî tê dîtin ku
çima Haqî hedef hat girtin: “Belê
di îro de şehadeta heval Haqî Karer
heye. Ew şehadet wisa pêkhatibû.
Haqî hevalekî me yê bidil, wêrekbû,
yek jî yê herî zêde rewşa min
fêmdikir ew heval bû. Bi rastî jî
hevalekî mirovahiyê bû. Herî zêde
bawerya xwe da me û bi wêrekî got;
“Ez dê bibim mîlîtanekî vê dozê” û
berya ez jê re bibêjim bike, wî dest
bi kirinê kir. Dijmin ev dît: Haqî
Karer mîlîtanekî vê dozê yê herî
bicewher, herî bêdûbendî (ikircik),
yê herî zanist û zîrek bû”.
Di derbarê wextê
êrîşê û di derbarê cihê êrîş li tê
de çêbûye jî Rêbertî ev dabû
diyarkirin:
“Me cîvîna xwe ya
herî mezin li Entepê di şeva 13
Gulan a 14 Gulanê bi xwe ve girêdide
de çêkir. Heya sibê em di odekê de
bûn. Ku ew jî sefera min a li
Kurdistanê bû. Me li Agirî destpê
kir, li Entepê xilas kir. Jixwe di
wê demê de min got “me ev cîvîn
xilas kir, ez êdî diçim Enqerê, ger
em bimrin jî ez xeman naxwim, tixim
(tohum) hat çandin wê biteqez şîn
bibe”. Çar roj derbaz nebû, ji
Entebê agahî hat. Min got “Temam,
jixwe tişta dihat hêvîkirin jî ev
bû”.
PKK rastiya şehadetê
bi dayîna şehîdê xwe yê yekemin ve
naskir. Êrîşa li ser Haqî ya hatiye
çêkirin û şehîtbûna wî tenê ne
êrîşeke li ser wî hatibû kirin bû.
Ev êrîş xwediyê wateyeke hîn
mezintir bû: berya hertîştî peyamek
ji yên dijîyan re bû. Xwestibûn
bêjin ger hun devji wê rêka we
girtiye bernedin û têkoşînê
bidomînin wê dawiya we jî wisa be.
Yan dê devjê berdaban yan jî dê
dawiya wan jî wisaba. Devjê berdan
wê ji bîranîna şehît re bûba
bersivek herî xirap, yên di şûn de
mane û di heman rêkê de nameşin dê
kişandiban nava “teqna (bataklık)
xiyanet ê”. Riska bi bîranîna şehît
re girêdayî mayînê hebû ku Rêbertî
dida diyarkirin ew piştî sefera li
Kurdistanê şûn de benda şehadeteke
wisa bû. Dibêje jixwe “tixim hate
çandin” û jixwe kom ji encamên
çêbibin re amedene. Ji bilî vê çi
altarnatîfên din nebûn û jixwe komê
jî ji bilî vê çi altarnatîfên din
nedipejirandin. Ji derveyî vê çi
reftariyên din li mirovan nedihat.
Li gorî vê nêzîkbûnê
tevgeriyan û di wateya teqez de ji
bîranîna şehîd re bersiv hate dayîn.
Bersiva herî mezin bi damezirandina
partiyeke têkoşînê bê navber bide
meşandin ve hate dayîn. Li ser esasê
pêkanîna xeyalên şehît, îtopyayên wî
yê di derbarê azadî û wekheviya
mirovahiyê pêşketinên xurt hatine
çêkirin û gelekî di asta tunebûnê de
li ser bingeha anîna rewşeke gelê
vejînê û berxwedanê ji nûve hatiye
heyîkirin. Di PKK de ji bîranîna
şehîd re girêdan di bingeh de hatiye
rewşa felsefe, ji her bîranîna şehîd
re di wateya teqez de girêdan mayîn
hatiye jiyîn. Di vê mijarê de
Rêbertî van diyar dike:
“Di bîranîna şehîdan
de israr kirin, tişta pêwîst dike
kirin weke tevahî şehîdên pişt re
şehît ketine eleqeder dike, di kesên
dijîn de jî me anî rewşa xeta jiyanê
ya mîsoger û ev wekheve xeta şehît.
Heya ji xeta şerê gel re jî hate
anîn. Yên ku nizanin ji şehîdan re
wisa werin girêdan, mîsoger weke
bêrêz in, ew tu caran nayên rewşa
şexsiyetên xwedînirx.
Şehît, pêwîst dibîne
ku tu dibin her mercan de girêdayî
bimînî. Ji şehît re mafê wî dayîn di
PKK’ê de teşeya nêzîkatiya bingehîne
û weke me gotî ev felsefe ye. Ên di
nava refên PKK de cîh digirin,
têdikoşin, ji bo vê dozê şehît
ketine baş dizanin ku dê
berdewamkarên xeyal û bîranînên wan
çêbibin. Ger em weke şiyarekî jî
bînin ser ziman şehît dizanin ku
tucaran çekên wan li erdî namînin.
Ev di nava PKK de ji bûyîna şiyar
derketiye. Rastiyeke ku li ser şopa
şehît tê meşandin heta hatiye rewşa
rastiya jiyanê. Jiber vê sedemêye ku
çavê yek mîlîtanê ku di nava PKK de
têdikoşê li pişt nemaye, bi hezaran
di xeta şehîdan de meşiyane.
Ji bo bîranîna Heqî,
di heman rojê de Halîl Çavgûn an,
her çar hevalan (dörtler) û bi
hezaran meşiyane û bersiv dayîne. Di
PKK’ê de şehîtbûna bi Heqî re
destpêkiriye gihiştiye bi deh
hezaran û ziviriye artêşa şehîdan.
Meha ku herî zêde şehîdên me li tê
de çêbûne jî meha Gulanê ye.
Mîsogere ev girêdana bi bîranîna
şehîdê yekem û ji bîranîna şehîdan
re bersiv dayînê re girêdayî ye.
Jiber vê sedemê ye ku PKK meha
Gulanê weke “meha Şehîdan”
îlan kirye. Ji derveyî van rêberên
mezin ên tevgera ciwanên Tirkiyê ku
di bîryara têkoşîna şoreşger a Rêber
de bandoreke pir mezin çêkirine
Ibrahîm Kaypakaya, Denîz Gezmîş û
hevalên wî jî di nava şehîdên meha
Gulanê de cîh digirin. Jixwe Rêbertî
li ser bingeha ji bîranîna wan
şehîdên mezin re girêdayî mayînê
tevger pêşxist, weke pêwîstiya bi
bîranîna Heqî ve girêdanê tevger
kirye partî.
Di Kurdistanê de êdî
nirxên pîroz ên weke welat û gel ji
nûde gihiştiye wateya xwe. Yên ku ev
çêkirine û serxistine şehîd in.
Şehîdan ji me re pêşerojek û
îtopyayên xwe hiştin. Ya din jî ji
me re rêkek xîzkirin. Ji bo
pêwîstiya girêdana bi bîranînên wan
re beyî ku çavê xwe bitirsînin an
bigrin em dê ew rêka wan ji me re
xîzkirine de bimeşîn; em dê xeyalên
wan bikin jiyan bixwe. Jiber em
dizanin: “bîranîna şehîdan, pira
di navbera jiyan û mirinê de ye. Em
li ser derbazdibin û liberveyî
jiyanê ve diçin”.
|