|
14'ê
Tîrmeh, Şêwazê Kiryarîbûna Apocî Ye,
Tevgera Guhertina Pêvajoya Dîrokî Ye
Di
14'ê Tîrmeha 1982'an de biryara
dîrokî ya rêhevalê Xeyrî, Kemal,
Akîf û Elî Çîçek dane û pêkanîne, tê
xwastin ku ji aliyê hemû Kurdên ku
xwe bi wijdan di hesibîninve rast
were fêm kirin. Ev biryar di kîjan
şertan de, li hember çi, bi çi û
çawa hat meşandin, encamên çawa
afirand. Ji bo gelê Kurd çi îfade
dike? Li hember vê rastiya mezin a
dîrokî, rastiya xwe çi îfade dike,
pêwîste vêna jî bi kurahî fêm bike.
Pêwîste pirsa ez çi qasî vê rastiyê
dijîm û didim jiyan kirin ji xwe
bipirse û bersîva wê bide. Êku
dixwaze li hember hemû cûre înkar û
tune kirinê, li dijî desthilatdarî û
koledariyê bisekine, ên azadî,
demokrasî, wekhevî dixwazin, pêwîste
bizanibin ku rêya wê di
berxwedanvanî û rihê 14'ê Tîrmehê re
derbaz dibe. Di kurdistanê de jiyana
azad bi vî rihî tê avakirin,
parastin û pêşxistin. Ên ku dibêjin
bi bi şêweyek dîtir jî dibe derew
dike, hewld dide ji bo xapandinê
çêbike û ev ji aliyê berxwedanvanên
14'ê Tîrmehêve derxistine holê.
Biryara 14'ê Tîrmehê ,
tevgera, seyra dîrokê guhertin,
dîrokê li ser hîmên rast dana
rûnişkandin, bereka wê danîna holê,
li ser vê bingehê jiyan kirina wê
pêkanîn e. Ji ber vê yekê him rê li
pêşiya pêşketinên mezin vekiriye û
him jî dîrokê de cihê xwe ê heq
kiriye girtiye. Biryara 14'ê Tîrmehê,
biryara dayîna jiyan kirina PKK,
gelê Kurd, welatê xwe û mirovahiyê
ye. Ev biryara Rêber APO û PKKê ye,
ji aliyê hevalê Xeyrî, Kemal, Akîf
Eliyanve ev biryar di herî şertên
zehmet û derfetên xwe lewaz de
hatiye pêkanîn. Biryara berxwedanê a
14'ê Tîrmehê, di şertên ku rejîma
mîtînger a 12'ê Îlonê di zîndanên
Amedê de hovîtiyekî pir mezin
pêşxistiye, hema hema derfetên jiyan
kirina fizîkî ku nehatibû hiştin,
wekî ku Kurdistanê ji nûve
dagirkiriye, hemû welat zivirandiye
zîndanê, haqaret, girtin, skence û
hemû cûre çewisandin bê sînor hatiye
pêşxistin de, tevgera şoreşger
derbeyek mezin xwariye, rejîma
faşîst-dagirker a 12'ê Îlonê weke
piştgiriyekî, astengiyan yek bi yek
bi derbaz kirinê re wekî ku xwe daye
rûnişkandin, ji bo pêşketina
berxwedanê û bi destxistina
serkeftinê ku hemû hêvî zûhabûbûn,
di nêvengekî ku xiyanet, radestî û
tasfiyekarî bê sînor pêşdiket de ev
biryar hatiye dayîn û pêkhatiye.
Berxwedaniya 14'ê Tîrmehê,
li dijî pêkanînên hovane ên rejîma
dagirker-faşîst, wekî ku li dijî
tune kirin û înkarê hatiye
pêşxistin, ên ku li hember vê
nasekinin, radest dibin, xiyanet
dikin, dinava bê biryarbûnê de diçin
û tên, li dijî şexsiyet, çemk û
helwestan berxwedaniyekî hatiye
pêşxistin e. Berxwedaniyeke ku li
Amedê, li tevahiya zîndanan de, di
welat de jî haqaret û teydeyî bê
sînor pêşketiye, radestbûn, xwe
înkar kirin yan jî ji derveyî mirinê
ti çareseriyên din nehiştin, li
kêleka vê xiyanet û radestîbûn,
demekî ku bê biryarbûn dihate jiyan
kirin de, binavê PKK, Kurd û
Kurdistan tiştek nedihat jiyan kirin
û di nevêngekî ku dijbertiya PKKê
dihat sepandin de pêşketiye. Bi vê
berxwedanê, xwedî li PKKê, Kurd,
Kurdistan û mirovahiyê derketin,
dana jiyan kirin û têkoşîna vê bi
biryarbûn hatiye dayîn. Li hember
skencê, zilmê, hovîtiye, haqaretê,
radestbûnê, xiyanetê, bê biryarbûnê,
bê rûmetbûn, mirinê, koletiyê, bê
nasnamebûnê heyîn, bi azad jiyan
kirin û ji bo paşerojê azad meş
kirin şerê vê hatiye dayîn.
Berxwedaniya dîrokî a 14'ê
Tîrmehê, tenê bi bedenên tazî li
berxwedan, ji dervey vê ti derftên
ku nemaye, pir bê pêsang û bi tevahî
dibin şertên radestbûn, xiyanet û
tunebûnê de, dil û mejiyê xwe
rakirina ser piyan re berxwedaniyeke
ku bispêrtina Rêbertî, partî,
hevaltî, gel û nirxên mirovahiyê re
pêşxistiye û biriye serkeftinê.
Serkeftina vînê ye (irade), li dijî
rejîma faşîst-dagirker di têkoşînekî
mezin de serkeftin bi temamî wisa
hatiye qezenç kirin. 14'ê Tîrmeh di
vî alî de têkoşîna ji bê derfetiyan
derfet, ji mirinê jiyan afirandinê
ye. 14'ê Tîrmeh, li hember ne
çareseriya çareserî afirandin, vêna
him ji şoreşgerên di zîndanê re û
him jî ji yên derve re, ji
rêxistinan re, ji yên ne çareseriyê
jiyan dikin, ji hemû hawirdor û
hêzan re rêka derketinê nîşandan
e. Him jî di herî şertên zehmet de û
tişta negengaz serxistin e.
Berxwedanvaniya 14'ê Tîrmehê şêwazê
jiyan û têkoşînekê ye, şêwazê qezenç
kirinê ye. ev pêkhatina Apocî,
şêwazê pêşxistina şoreşê û birina
serkeftinê ye. Di Kurdistanê de
jiyan û têkoşîn bi vî şêwazî tê
pêşxistin û qezenç kirin.
Berxwedaniya 14'ê Tîrmehê,
berxwedaniyekî pêhesîna êşa heval û
gelê xwe di mejî û dilê xwe de,
pêşiya vêna girtin, herî êşên mezin
girtina serxwe û ji vêna re pêşengî
kirin e. Berxwedanvaniya 14'ê
Tîrmehê, pirsgirêkên ku partî, gel û
mirovahî rûberûyê wê dimîne,
talûkeyan bi kurahî fêm kirin, li
beramberê vê erk û berpirsyariyên
xwe anîna cih, çareseriya van
pirsgirêkan girtina ser milê xwe, li
pêşiya talûkeyan girtin, derbaz
kirin, rûmeta partî, gel û
mirovahiyê xilas kirin, ji bo vê
tevgera her tiştê xwe danîna holê
ye. Ji ber ji dervey canê wan
tiştekî din nîne canê xwe danîna
holê, xwe kirina cermek-hestiyek re
tevger a xwe helandinê ye. Bêy ku
tiştekî li beramberê vê hêvî bike,
bi tevahî jiyan û mirina xwe ji bo
partî, rêhevaltî û berjewendiyên
mirovahiyê danîna holê, jiyanê wisa
fêm kirin û jiyîn, jiyanekî ji
derveyê vê ne pejirandin, vêna jî
bes nedîtin û tevgera xwe deyndar
dibîne ye. Tevgera jiyanê, di oxira
jiyanê de heya mirinê hezkirin, ji
jiyana azad re divê astê de girêdan,
ger wê were jiyan kirin wê azad be
yan jî qet nayê jiyan kirin, ji bo
jiyana azad giyanê xwe dayîn, ji
dervey jiyana azad jiyanên din piçûk
kirin, weke jiyan ne pejirandin e.
Berxwedanvaniya 14'ê
Tîrmehê, di rejîma dagirker-faşîst
de qulçikek vekiriye, di serdemekî
ku dihesiband gihiştine serkeftinê
de binkeftina mezin a destpêkê bi
wana dane jiyankirin. Pêvajoya bi
dawî kirina rejîma dagirker-faşîst
amadekiriye. Li pêşiya radestî,
xiyanet û bê biryarbûna di zîndanan
de girtinê re, rêya berxwedan û
serkeftinê vekiriye. Rêxistin û
çalekiya li dijî çewisandin, zilm û
skenceyê sekinîn, arîşena (moral)
binxistina wê, bîr û baweriya wê,
zanabûna wê afirandiye. kesayeta
mirovahiyê, kesayeta şoreşger,
rûmeta wê, nasnameya wê parastiye û
bilind kiriye. Ew tune kirina di
tevgerên şoreşger de dihat jiyan
kirin daye sekinandin, derfetên xwe
kom kirinê afirandi ye. Derbe li
penaberîtiyê xistiye û ji bo
zivirandina li welat bûye
bangawaziyek, rêka zivirîn li welat
mutleqa vekiriye. Amadekirin û
pêkanîna pêngava dîrokî a 15'ê
Tebaxê çêkiriye. Heya dema tevgera
şoreşger derketî ji dervey welat û
di pêvajoya carekîdin zivirîn li
welat de wextê çêbû ala têkoşînê
teslîm girtin , berdewamiya tevger
û têkoşîna xwe temsîl kiriye. Rast
temsîltiya tevgerê di herî şertên
zehmet de û bê derfetiyan de bi
kirinê re bin nekeftin û pêewlebûna
wê îspat kiriye. Ji bo PKK'ê û gelê
Kurd êdî pêvajoya dîrokî wekî berê
wê neyê jiyan kirin, ketine rêka
azadbûnê û di vê rêkê de ji dervey
pêşdeçûn û serkeftinê rêkekî din
nabe danîne holê.
1982'an de li zîndana Amedê
ku xiyanet û radestbûn dihate
sepandin, yan tunebûn yan jî bi
berxwedanê xwe parastin, rûmeta xwe
dayîna jiyan kirin û di vê bingehê
de şertên jiyan kirina derketinekî
pêkanîn xala werçerxekê ye. Dîsa ji
dervey welat de yan penaberî yan jî
bûyîna tevgera azadiya gel şertên
wiha dihatin jiyan kirin xala
werçerxê ye. Di vê alî de tam
cûdabûna rêkê hatiye jiyan kirin û
rûberûyê pir berpirsyariyên giran ên
dîrokîn e, ji vêna rev jî xiyanet û
wê bibe wendakirina her tiştan yan
jî pêwîstiyên berpirsyariyan anîna
cih û serdemekî ku pêşketin li ser
vê bingehê pêşdiketbû. Ev e
serdemekî ku dihat xwastin pêwîstiya
wezîfeyên dîrokî anîna cihbû.
Pêngava 15'ê Tebaxê bi vê çemkê
pêşxistinê re pêkhat. Di zîndana
Amedê de li dijî vê berxwedan û
serkeftina wan, hewldanên Rêbertî ji
bo li pêşiya penabertiyê bigre û
bûyîna tevgera azadiyê, hewldanên
van serkeftinan gava bû yek encam
girtin mîsogerbû, weke tevgerekî
azadiyê derketin û pêşketin çêbû.
Seyra dîrokê wisa hat guhertin,
ketina rêka pêşketin û serkeftinê jî
hatina vê rojê jî wisa çêbû.
Berxwedaniya 14'ê Tîrmehê,
di şexsê berxwedanvanan de PKK, gelê
Kurd û li dijî polîtîkayên xilas
kirina mirovahiyê berxwedaniyekî
pêşketiye. Cewherê berxwedanvaniya
PKKê, xwe û gel bi rengekî azad
dayîna jiyan kirin, ger wê jiyanek
hebe wê azadbe, yan jî qet nabe
gotin e. Ger di zîndana Amêdê de
berxwedaniya PKK'ê hatibana
perçiqandin, ev dihat wateya
perçiqandina PKK û gelê Kurd dibe ku
carekîdin nekarîba rabe ser lingan û
tunebûna wêba. Va di vê xalê de bi
durûşmeya "berxwedan jiyan e,
radestbûn û xiyanet mirin e"
derketine û ev berxwedan dane
nîşandan. Ev di her wateyekî de herî
hêviya pîroz a gelekî, helwest û
bangawaziya wê a jiyanê ye. Dest ji
hêvî, jiyanê, partî, rêhevaltî,
nasname bernedan û wekî ku xwe bi
helandinê re zivirandina jiyanê ye.
Di mirênê de jiyanê dana jiyan kirin
e. Ev hatiye serxistin. Bi vêna re
berxwedanvanên 14'ê Tîrmehê, bûn
meşala gelê Kurd ronahî dike, hêviya
wê a jiyanê, hêz, şêwaz û bûn
qehremanên wê ên rast.
Îro jî hêzên dagirker
polîtîkaya xwe a înkar û tune kirinê
bi israr û bê sînor didin domandin.
Çawa ku di zîndana Amedê de li dijî
vê polîtîkayê di şertên zehmet de û
dinava bê derfetiyan de bi
berxwedaniyekî mezin li hember
hatiye sekinandin û ger encam
hatibe girtin, îro jî bi heman rihî
lê di şertên hîn bi hêztir de û bi
derfetên pir li hember sekinîn, ji
bo serkeftinê pêwîst e. Heya dawiyê
xwedî li Rêberê xwe, partiya xwe,
hêzên xwe ên azadiyê, çiyayan,
nirxan û li gelê xwe xwedî derketin
, wezîfe û berpirsyariyên xwe di
wext xwe de anîna cih û pêwîste ji
dervey serkeftinê ti tiştekî din
neyê pejirandin. Ji bo vê ger were
xwastin weke berxwedanvanên 14'ê
Tîrmehê û xelefên wan (ardılları)
canê xwe kirina pêxwarin û mutlaqa
divê em serkeftinê mîsoger bikin. Di
şertên ku tê jiyan kirin de
serkeftin wisa tê mîsoger kirin.
14'ê Tîrmeh rojekî mezin e, ji bo
Kurdan heya hestiyên xwe jî bi vêna
hesîn û tê xwastin ku pêwistiyên vê
ên rojane bînin cih. Li hember
tunebûnê heyîn, biryara vêna bi xwe
helandinêre dayîn, li hember
dagirkeran binnekeftin, ger were
xwastin ji bo serkeftinê di mirinê
de jiyan afirandin, hemû kesan
dinava berxwedanê de girtin û
pêwîste mutlaqa bizane berxwedanê
bibe serkeftinê. Berxwedanvanên 14'ê
Tîrmehê bi vê çemkê re xwe, partî,
têkoşînê, nirxan, gel parastin û ji
mere derfetên serkeftinê dan, ji bo
anîna vê rojê coşîn. Pêwîste em jî
bi şêwazên wan têkoşînê bidin
meşandin.
Ez van qehremanên mezin bi
rêzgirtinekî mezin û bi minet bi
bîrtînim. Sonda xwe a di her
şertekî de girêdayî şêwazê wan mayîn,
wana bi mezin kirinê re dayîna jiyan
kirin û sonda serkeftinên we ji hemû
kesan re bidin nîşandanê nû dikim.
Cuma Ronahî |