Rupela Destpeke
      PKK Menü
Daxuyanî
Nirxandin
Diroka PKK
Belgeyên PKK
YAJK
Çand û Hûner
Hevpeyvin
Şehîdên me
Dosyayên Taybet
Wêne
Muzik
Têkilî
 

NAMEYA HEVALA ZÎLAN

Jİ RÊHEVALAN  û MİROVATİYÊ RE

 
 
 
 

   

 
 
 
 
 

Şehîd, Vejînkirinên Jiyana Mirî, Afirînerên Jiyana Nû Ne

Sinan Şahîn

Şoreşgertî, tiştekî serxistin zêdetir, li pey îtopya/xeyalên xwe bazdan û bêyî ku li pey xwe binêre ji pêşerojê re bazdan e.  Pêşeroj; xeyal û îtopya ye. Di meşa mirov a ji pêşerojê de tişta dibe çavkaniya hêza herî mezine ev in. Tevî tevahî qirêj û zenga pergala kapîtalîst-emperyalîst ger Rojhilata Navîn hîn altarnatîfe ev bi vê taybetmendiya wê ve girêdayî ye. Rojhilata Navîn diyarê/cihê hêviyan, îtopyaya ye. Azadî di van îtopyayan de veşartî ye. Tişta mirov dibe azadiyê ev îtopyane

 Berdewama wê..

 Jİ BÎRANÎNA BERXWEDANÊN 14 TÎRMEHÊ RE XWE PAQİJKİRİNÊ VE BÛNA BERSİV, Dİ HAMAN DEMÊ DE Jİ DÎROKA KOR RE JÎ BERSİVEK E

Berxwedana 14 Tîrmehê, tenê bi şoreşgertiya serkeftinê diafirîne û bi serkeftina wan a dawiyê ve gengaz bûye.Mirov jibîr dikin, bîrker in, heta tê gotin “Hafizaya mirovan nexweşiya jibîrkirinê radike”. Lê ez bawer nakim ku ev tam wisaye, an jî ez di vê baweryê de me ku divê ne wisabe. Jiyanên nayên jibîr kirin...

Berdewama wê..

Dİ MEHA ŞEHÎDAN DE EM Jİ BANGAWAZİYA ADİL RE BERSİVEK XURT BİDİN!

Divê em çawa nêzîkî bîranînên şahîdan bibin? Divê em çawa xwedî li bîranînên wan derbikevin? Divê em wan çawa fêm bikin û çawa xwedî li wan derbikevin? Ev hisus girîng e. Şehîdên PKK gelek in. Artêşeke vê tevgerê ya ku xwe digihîne bi hezaran heye. Rêber Apo îfade kir ku “PKK tevgereke şehîdan e, şehîdên me bi teşeya PKK dijîn”. PKK weke tevgereke helqeyên bi hevdu ve girêdayî ye, bi şehîdan ve pêktê pênase kir. Lewra rastiya partiyê di esas de weke rastiya Rêbertî û Şehîdan şekl digere û hatiye roja me ya îro. Jiber vê sedemê bû rastiyeke pîroz. Jiber vê sedemê gelê Kurd

Berdewama wê..

 

Dosyayên Şehid Viyan

"KES NİKARE ROJA ME TARÎ BİKE"

 Bi bîranîna Şehîdên Kes nikare roja me tarî bike've girêdayî mayîn wê qezençkirina aşitî û Demokrasiyê bide sazkirin."Rêber APO"

Duran Kalkan

    ŞEHÎD PKK'YÎNE

 Rêber APO PKK wek partiya şehîdan pênase kiriye. Ev di gelek axaftin û nirxandinên Rêberê me de heye. Nirxandinên ku li ser şehîdan kirî de gotibû ku ev bi rengê PKK'ê jiyan dikin. PKK wek rastiya şehîdên ku jiyan dikin pênase kiribû. Di pir milan de rastiya ku PKK partiya şehîda ye dikare were nirxandin. Di warê pêvejoya pêşketina hereketê û bûyerên giring yên ku şekil didinê de  ev nirxandin dikare were kirin, di warê avakirina bîrdozî û felsefîk de, cardin pêşketina kiryarî (pratik) û di xala mezinbûnê de jî pênaseyên wekî vêna dikare were pêşxistin. Rastiya ku PKK partiya şehîda ye, ger ji derketina PKK'ê heya roja me îro di pir milan de were nirxandin wê derbikeve holê, dê ev rastiya wê were dîtin û bi hêsanî pênaseyek bi vî rengî di kare were kirin.

Rêber APO damezirandina PKK'ê û li ser vê bingehê mezinkirina têkoşînê wek vegotina herî baş ya girêdana bi bîranîna Heqî Karer ve mînak daye nîşandan.

Berdewama wê...
 

Ji serokatiya partiyê re!

Serokê min ê hêja, ez dixwazin di destpêaka rapora xwe de xwe bidim nas kirin û hinek jî behsa dema borî bikim. Ez di sala 1967'an de li gundê Yolaltiyê ku girêdayiyê Başkalê ye hatime dunyayê. Navê min ê rastî Guler Kodad e. Rewşa malbata min ji aliyê aborî ve normal e û ji berê ve malbateke welatparêz îi demokrat e. Ji ber vê yekê, min ji biçûkatiya xwe ve hişyarbûn û zanabûna netewî ji malbata xwe girt û hîn bîun.

Di nav salen 1987-1988 an de ez ketim nav xebata partiyê. Ez di sala 1989'an de li Amedê hatim girtin. Piştî demeke hatim berdan. Di vê demê de, di bin tehdîtên kontr gerîla de min xebata xwe domand. Ji ber sedemên aborî di sala 1989'an de di fabrîkayeke tekelê de min dest bi kar kir. Nêzîkî çar salan min li wir kar kir û piştre rewşa min ji aliyê polîs ve dîyar bû û ez ji herêmê derketim. Di wê demê de birayê min ê mezin Fakir Kodad û pismamê min Çetîn Ababay ji aliyê kontr gerîla ve hatin şehîd kirin. Ez jî di bin tehdîdeke dijwar de mam. Min biryara xwe da û di Nîsana 1993'an de li eyaleta Garzanê beşdarê nav refên gerîla bûm. Ji wir hevalan ji bo xebata nav gel, ez şandim bajarê Edenê. Di Tebaxa 1995'an de, ez dîsa çûm herêma Dersimê û beşdarê nav refên gerîla bûm. Dema min barbariya dijmin ya bê sînor li dij gelê xwe dît, kîn û nefreta min hezar carî zêde û tûjtir bû.

Berdewama wê...

Ji serokatiya Partiyê re!

Navê min Leyla Kaplan e. Eslê min ji Mêrdînê ye, lê ez di sala 1979 `an de, li bajarê Edenê hatime dunyayê. Malbata min ji bo sedemên aborî koçbarê Edenê kiriye. Zaroktiya min bi xizanî û perîşanî derbas bû. Ji ber sede­mên aborî û civakî, min bi tenê dibistana sereta xwend. Ji ber ku ez nikaribûm zêde bixwînim, min tim hewl da ku ez xwe bi pêş ve bibim û zanabûna xwe zêde bikim.

Min tu carî qebûl nekir ku wek malbata min dixwest keçeke malê bim û serî ji vê dezgeh û sîsterna ku heye re dayînim. Heta ku ji destê min hat, min xwest ez di nav gel de bvn û mirovan nas bikim. Min bawer nekir ku malbat mirovan bi pêş ve bibe û xurt bike. Min bûyer û pêşveçû­nên li Kurdistanê didîtin û ji wan haydar bûm. Tesîrên şerê li Kurdistanê li Edenê jî baş dihatin dîtin. Ew serhil­dan , meş û mitîngên ku li vir çêdibîm, ez jî beşdar dibûm. Me hemûyan dixwestin ku hinek xebat bikin.

        Ew kesên ku li hember van bûyerên ku îro li Kurdista­nê dibin, bê hîs û bê helwest dimînin, bi rastî an bê hiş in, an bi tevî ruh û zanebîma xwe kor bûne û helîyane. Însa­netiya xwe wenda kirine an jî ketine rewşa sîxur û hevka­rên dewletê. Kesekî durist mûheqeq vê yekê dibîne û çi ji dest bê divê bike. 
Berdewama wê...

          Ka Binêre Perperîk Jî Di Bezin Agir: Heval Manî         

          Ka niha bêje bila dil çi bi nivîse, çawan bi nivîse?. Ji hêrsa pênûs di ricife, dest di ricifin, dilên ciwan ji baharê re înad,  xweşikbûnên xwe li pişt hev rêz kirin çûyînên we. Bîranînên wan derbazê  paşeroja me  dikin, giraniya wan li ser milên me dihêlin û erkên wana, cardin di kefa destê me de ala ji agir, heger ku li pişt yên çûyî de em  her tim di bêjin xwezîka me wana ne dîtiba, nas ne kiriba jî dîsa  em bextewerin û şanazin ji meşa wan ya bi hêvî û hevaltiya wan ya ji dil. Em di zanin ku ew neferên berxwedanê ên nebez in (yılmayan)  pêşeroja me ne û stêrkên sor yên şevên me yên tarî ne. Çi qasî êş bidin jî ji nışkave terk kirin a wan ji gel me, wê carekdin derkevin werin û ji eniya xwe dilopên xuhdanê paqij bi kin, bi rûyê xwe yê ken wê bêjin silav hevalno! Ev tiştên ku tên gotin henekên gêrîlatîbûn, bi nêrin em hatin û di bêhna çaya ku bidem xwerûbûna di nîqaşan xwe de, hizirîna negengaz tiştekî xweserê gerîla ye.

Berdewama wê...

 EŞREFÊ ÇAVKANIYA JIYANA MIN

Di jiyana mirovan de hindek kêlî hene ku bi gotinan û bi peyvan bilêvkirina wan gelekî zehmet e. Ji ber ku bi rastî jî, ew kêliyên têne jiyîn di derûniya mirov de bandoreke bêrave diafrîne. Weke ku alfebeya ji tîpan avabûye têra ravekirina wan kêliyan nake. Peyv û hevokên ku werin avakirin, di nîvî de dimînin. Gotinên ku werin gotin ji aliyê watê de lewaz dimînin. Ji bo min jî li ser mirovên şehîd nîvîs û peyv bi kar anîn gelekî giran tê. Bi min re nêrîneke metîrsîdar a weke “gelo ma ez binivisînim an jî vebêjim, bikaribim mafê wan mirovên pîroz bidim? Ger ez nedim dê li ser min çi bandorê çêbike?” ava dike. Ji ber vê yekê jî heta niha min li ser şehîdan nenivisiye û negotiye.

Berdewama wê...
 

         KENÊ ESMER MİLİTANÊ EGÎT 

Liser hevalên me ên şehîd raman û hestên xwe di anîna ziman de min hertimî zehmetî kişandiye. Jiber ku em wana bi çend gotina nikarin derbîrînin jî, em hertimî ji nîvîsandinê revîn. Jiber ku em tijî pirtûkan hevok bi rêz bikin jî, lê em tim di hizirin ku kêm maye. Helbet cengawerên dil çiya dana nasîn û anî ser ziman zehmet e. Belku di gerîla de herî erkekî zehmet jî, li pişt her şahadete kî şehîd, rêhevaltiya ku te pariyekî nan pêre parvekiriye di tama azadiyê de  nivîsandina wê ye. lêbelê li me zehmet were jî, dilê me pence jî bike, pênûs girtina destê xwe weke erkekî û deyne kî em dizanin. Ji bona ku em wana derbirînin û bînin ser ziman pêwîste dilsoziye kî me ê xurt hebê. Ev ax ji pir ciwanên leheng û qehreman re şahîdî kiriye.

Berdewama wê...

DENGÊ MEYÊ Dİ NÎVÎ DE MAYE

                                                                Ji dengê me Mizgîn re…

            Weyla limin dayee… bû gotinên dawî ên  newaya dengê meyê hatiye jibîr kirin, hatiye windakirin e…weke gotinên dawî ên dîroka Kurdan a çandî û civakî ku li pişt de maye…di rastiyêde ne weke gotina dawiyê ye. nûhirîna di nîvîde maye di qirikê de bûye girêk e. Denge ketina nav destpêkekî ku pir tişt werin gotin e. Weke tê gotin tiştê hatiye serê me. Bangawaziya raperîna meylekî kur ê azadiyê. Cewherê bêdeng besê xwe bixwe dike tînin liser serê jiyanekî. Jiber ku tijî û têr kenê di devê Kurd’an de eynen wekê di zimanê wan de tirs, ne diyarı, bi tevlîbûna biyanîbûyînê re zêmara (ağıt)  ku destpêkiriye. Çibibe jî di serî de dayîk pêkêfxweşdibin yanjî digrîn. Ewna afirînerên kedê ên mirovahiyê ên bêgerewin.

Berdewama wê...
Abdullah Ocalan

Felsefeya PKK...

Cemil Bayik

 

Newroza 2008’ê pêkhatina şoreşa azadi û

Duran Kalkan

 

 

 

Encamên hilbijartinê

A.Haydar Kaytan

Ji  bîrkirin xiyanet e..

Cemal Şerîk

bi mezinbîna demokratîk...

Mûstefa Karasû

Otonomiya demokratîk..

Cîhan Eren

 

Huner teşeya îfadeya
Akademiya Zanist û Ronakbîrî

 

Neçîrtiya AKP a Kurd.

© 2006 PKK www.pkk-info.com