weje.kurmanc@googlemail.com

KURDÎ

TÜRKÇE

عربي

                     

Divê dîroka me ji serî heya dawiyê bi wêjeya hemdemî ve ji nû ve bê zîndî kirin. Ya herî girîng jî, divê em bi teqez wêjeya hemdemî ya neolotîk pêk bînin. Bi taybetî jî divê em civaka dayîksalarî ya hêza afirandin û vezayîna tevahî tiþtaye, dayîkê, dayîka xwedewend, rihê wê, zihnê wê, xeyal û hêviyên wê weke heyî zîndî bikin. Ger em dîrokê wisa nasbikin, em dê xwe nasbikin. Ma em ji derveyî dîrokê çi ne!  Em ji bilî dîrokê, ji tunebûnê wêdatir çi ne?

Min wêneyek çêkir

dixwazim her tim lê bê nêrîn

bûm dengek
dixwazim her tim bê bihîstin
 

Ji welatê min re
cîhan re
gerdûn
re
 

Zihniyeta wêje û zanist a heyî ji rastiyên Rojhilata Navîn a dîrokî û civakî qût e; hiþkbaweriyên/fanteziyên bê bingeh, bê pergal ên kes û komên kolonyalîzm pejirandin e, nêrînên wan yên eklektîk îfade dike. Avahiya  zihniyeta civakê jî rewþa xwe ya ku pençeþêrbûyînê diparîz e. Wêjeya ku rê ji vê re vekirye avahiya wê ya doxmatîk e, di wesfa meht dayîna bê watebûnê dide ye. Ji bo zayîna kesayet ên azad di wêjeyê de ronesans girîng e. Xwe ji xeyalên doxmatîk û bê bingeh rizgar kirin têra nake. Divê bi bandora zîndîyeta wêjeyê re, bi nûbûnê ve bê temam kirin.